EMARETA KURDAN A AMASYAYÊ YA SERBIXWE

Murad Ali Ciwan

DESTPÊK

 Di dema lêgerînan de li çavkaniyên ji bo lêkolînên xwe yên li ser dîroka hebûna Kurdan a li Anatolyaya Rojava ya niha ya hê ji beriya ku Dewleta Osmanî ava bibe, ez rastî weqayînameyeka/buyernameyeka bi navê Qeremanname[1] hatim ku ji bal kesekî bi navê Şikarî hatiye nivîsîn. Ew ji wan weqayînameyên Osmaniyan yên ku heta wê demê min ew xwendibûn gelek cudatir bû. Min dît ku gava behsa mîrekiyên ku di dema Dewleta Selçûqiyên Romê/Rumê de peyda bûne û piştî hilweşiyana wê serxwebûna xwe ragihandine, behsa avabûna wan, rikeberî, şer û pevçûnên nav wan dike, cihekî gelek berfireh dide pêkhateya gelê Kurd û Kurdistanê. Herçendê berhem, dîroka Mîrtiya Qeremaniyan e û bi çavekî terefgîriya ber bi wê ve hatiye nivîsîn jî di gelek buyeran de, bi berfirehî cih dide hebûna Kurdan a li gelek deverên ku îro ji wan re ”Anatolya” tê gotin (Qesd jê Anatolya ku li Rojavayê Kurdistanê dimîne), eslên xanedaniyên wan, nifûs û eşîretên wan û hêzên wan ên leşkerî.

Ev hebûna han bi heddeka mathêl dîyar û berfireh bû ku tu carî nikare di dîrokên Tirkan de bê dîtin. Hem li serhedên navbera Dewleta Selçûqiyên Romê û Împaratoriya Romaya Rojhilatê/Bizansê, di xezayên ku misilmanan dibirin ser wan deverên bin destê Împaratororiya Romaya Rojhilatê û fethên wan, hem jî cîbicîkirina civakên misilman ên ji qewmên cuda li wan warên nûfetihkirî. Her wiha di wan cografyayên serdestkiriyên misilmanan de ji bilî mihaweleyên cîbicîkirinên xwe, rikeberî, şer û pevçûnên nav civakên misilman bi xwe ne kêm bûn. Behsa bi sedan eşîr, beg, mîr, serdar û orduyên Kurdan dihat kirin ku hejmarên wan digihaştin deh, bist, hetta sih hezaran, kele û bajarên ku wan fetih û bi salan îdare dikirin ji sedan derbas dibûn, mîrekiyên ku ava kiribûn, desthilatdariyên wan ên li ser erdên cuda ber bi dehan ve diçûn.

Yek ji wan balkêştirîn buyerên ku behsa wê dihat kirin ew bû ku piştî hilweşiyana Selçûqiyên Romê bajarê Qonya(peytexta wan) ku ketibû bin desthilatdariya Emîrtiya Qeremaniyên Tirkman, demekê ev bajar ji bal Kurdan ve çend caran hatibû fetihkirin/ji destên Qeremaniyan hatibû derxistin û Kurdan li ser hev qasî du salan ew bajar îdare kiribû. Fetha wan jî li ser daxwaza pêşhatî û rêveberên xelkên Qonyaya bin destê Qeremaniyan bi xwe bû. Gelek gazind ji zordariyên Qeremaniyan dihat kirin û ji Kurdan re xeber hatibû verêkiribûn ku ger bên, bajariyên Qonyayê bi xwe ê dergehên bedenê/keleyê li wan vekin.

Yê ku wan bangî wî kiribû emîrekî Kurd ê bi navê Hecî Qûtlû Şah bû. Wî jî bersiva bangê bi awayekî erêyî dabû, dor li sûra bajarê Qonyayê pêçabû, şerê orduya Qeremanîyan kiribû, xelkê bajêr soza xwe bicihanîbû dergehên bedenê vekiribûn, alîkariya Qûtlû Şah kiribû. Di wan pevçûnan de ku li hundurê bajarê Qonyayê qewimîbûn çar hezar eskerên Qeremanî, çil-pênci şehzade/mirzade û begên wan hatibûn kuştin. Hecî Qûtlû Şah desthilata Qonyayê zeft kiribû.

Şikarî, di berhema xwe de her wiha di dewra Begîtiya Eretnayî ya ser bi Moxoliyên Îlxanî de behsa kesekî bi navê Xwace Elî û birayê wî Îbn Kurd dike.

Dîroknasê Amasyayî yê bi navê Huseyîn Husameddîn Abdîzade di berhema xwe de ya li ser dîroka Amasyayê ku ji duwazde cildan pêk tê,[2] dinivîse ku Qonya ji bal Kurdan ve ne carekê sê caran hatiye zeftkirin. Di vê berhemê de zelaltir dibe ku ew qehremanên ku ev serfîrazî bidest xistine kî ne. Îbn Kurdê ku Şikarî wî birayê Xwace Elî Şah nîşan dide; Hecî Qûtlû Şah bi xwe ye, herdu bira mensûbên eşîreteka Kurdan a gelek berfireh, îhtîmala mezin Şadî; hê rasttir konfederasyonek e ku Şadî tê de berfireh û serdest in. Şikarî di Qeremannameyê de li derên cuda hem behsa navê Qûtlû Şah hem jî yê Îbn Kurd dike, lê nanivîse ku ev herdu nav yên eynî kesî ne. Yên ku hukumdariya Emareta Kurdan a Amasyayê kirine, xanewade û rêberên vê eşîrê û konfederasyona ew li gel in.

Nifûsa vê eşîrê û yên li gel wê, heta niha nayê zanîn cara pêşîn kengî hatine Amasyayê lê ji berhemên çavkanî tê gihîştin ku gelek ji mêj ve; hê ji dema destpêka hatina Selçûqiyên beşê Romê, Tirkman, Kurd û pêkhateyên misilman yên din ve li van deveran bi cih bûne, muhtemelen di wan şeran de ku ji bo xeza û fethên Daru’l Herba li ser axa bin destê Împoratoriya Romaya Rojhilatê, ew beşeka giring a xaziyên li ser van erdan bûne û li van deran, li ser wan erdên ku wan fetihkirine bicih bûne. Malbatên xanewade û rêber, hem di nav dewleta Selçûqiyan de hem jî piştre bi serê xwe û herî dawîn gava Osmanî wek dewlet ava û serdestên xurt bûne, li gel wan di xiyerarşiya desthilatdariyan de, li meqamên gelek mezin wekî emîr, serdar, burokrat û alimên mezin cih girtine, di warên ilm û dîn de xizmeta civakên misilman kirine, rolên gelek giring leyistine, heta dewleta xwe ya serbixwe jî îlan kirine. Malbata xanewade hê ji destpêka dewleta Selçûqiyên Romê heta dema hilweşiyana wê, bi xanewadeya Selçûqî re xizmayetî kiriye, jin ji wan anîne û muhtemelen dane wan jî.

Mixabin ku heta nuha behsa vê xanewadeyê û eşîrê, herwiha eşîrên Kurd ên din ên li gel wan ne ku tenê ji bal Tirkan ve nehatine kirin. Di tu dîrokên Kurdan bi xwe de jî behsa hebûna wan nayê kirin. Cara pêşîn em li vê derê di encama lêkolînên xwe de qasî agahiyên ji çavkaniyên bidestxistî, behsa vê xanewadeyê û Emareta Kurdan a Amasyayê ya Serbixwe dikin.

Pêwendiyên bavê Hecî Qûtlû Şah Îbn Kurd û Xwace Elî Şah; Emîr Bahaeddîn Kurd ên rasterast ên li gel Amasyayê, tê îdîa kirin ku di demên dawîn ên Îlxaniyên Moxolî de hatine bestin. Ew ji bal Emîr Çobanê Waliyê Giştî yê Anatolyayê (rojavayê dewleta Îlxaniyan) yê hukumdarê paşîn ê Îlxanîyan Ebû Seîd Behadir (Bihadurr) Xan wekî emîr ji bo Amasyayê hatiye tayînkirin.

Ji xwe ew der warê wan bû, hemû li wê derê cîbicîbûyî bûn, çiftlikên wan, gundên wan, mal û milk û weqfiyeyên wan û îmtiyazatên ji xizmayetiya malbata xanewade ya Selçûqiyan di destên wan de bûn. Ku Emîr Bahaeddin Kurd bû emîrê Amasyayê ev emaret heta xwetevkirina nav Dewleta Osmanî di destê vê malbatê de ma.[3]

Kurê Hecî Qûtlû Şah ê bi navê Hecî Mîrî yê ku Tirk jê re dibêjin Hecî Şadgeldî jî di dewra desthilatdariya xwe de serbixweyiya vê Emareta Amasyayê ragihandiye. Loma jî di dîrokên Tirkan de ew bi navê Mîrtiya Şadgeldî jî tê naskirin. Lê bi baweriya me ev gotina ”şadgeldî” ne ji Şadgeldîya bi Tirkî lê ji Şadgelîya bi Kurdî tê. Ev nav divê ne ”Şadgeldi”, lê ”Şadgelî” be. Wek tê zanîn di dîroka Kurdan de eşîreka mezin a bi navê Şadîyan heye ku bermayiyên wê hê jî li Anatolyayê, li alî Dersimê, Sêwasê, Qeyseriyê, Erzincanê, Anqerê, Qirşehîrê, Qonyayê, Qestemonûyê, Toqatê, Sînopê, Gîresûnê hene. Ev eşîr li gor zanînên me, di sedsaleyên 12-13’ê de berê bi dehfdan û dagirkeriyên Selçûqiyên Xorasanê yên ku serdarên wan bûne desthilatdarên İraqa Ecem û ya Ereb, yên ku Muhemmed (Tugrul) Beg û birayê wî Dawud (Çağrî) Beg serokên wan bûn. Bavê wan Mikaîlê kurê Selçûq bû.ji warên xwe rabûne. Îro Tirk ji Selçûqiyên Xorasanê re dibêjin avakerên Dewleta Selçûqiyan ya Mezin (Büyük Selçuklu Devleti). Ew pismamên Selçûqiyên peyrewên Îsraîl (Arslan Beg) bûn.

Hê berî ku Oxuzên Selçûqî bên Xorasanê, li Maweraunnehrê, piştî mirina Selçûq, dijminatî ketibû nabera kurên wî; herdu birayan Îsraîl/Arslan Beg û Mîkaîl Beg. Herdu jî hê di dewra wan a Maweraunehrê de mirin, lê dijminatiya wan derbasî zarokên wan bû. Muhammed/Tugrul û Dawud/Çagrî li aliyekî, Qutalmişê kurê Îsraîl/Arslan li aliyê din, hevrik û dijminê hev bûn. Qutalmiş ji bal kurê Çagrî; Alparslan ve hat kuştin. Qutalmiş û kurên xwe hê berê bi mirina Îsraîlê kurê Selçûq li nav peyrewên Tugrul û Çagrî nesitirîn, ji bo peydakirina warekî, berê hatin welatên Rewadiyên Kurd, gelek êrîş anîn ser wan, lê piştre Kurdan ew tarûmar kirin, ew vegeriyan; hin ber bi İraqaIraqa Ereb û Xorasanê ve çûn, hin jî hatin alî Bîladê Şamê di wê derê re wan Antaqya zeft kir û ew ber bi nav erdên Bîzansê ve derketin xeza û fethê. Di encamê de biserketinbiser ketin ku dewleteka bi navê Selçûqiyên Romê ava bikin. Berê heta Îznîkê çûn lê bi sefera yekê ya Xaçperestan ew hatin şikandin, heta Antaqyayê û Meraşê paşve hatin vekêşan. Piştre bi têkoşîna qasî qirnekî wan karîbû cardin dewleta xwe bicîhbikin. Paytexta wan jî bû Qonya.

Di destpêka vê kefteleftê de li dora Helebê cereka din şerekî giran, di navbera herdu berên Selçûqiyan de derket. Ev dewr dewra Melikşahê kurê Alparslan emîrê Selçûqiyên li nav Dewleta Xelîfeyên Ebasî û dewra Suleyman Şahê kurê Qutalmiş bû ku damezrênerê dewleta Selçûqiyên Romê bû.

Şerekî mezin li nêzî Helebê di navbera Tutuşê kurê Alparslan (birê Melikşah) û Suleyman Şahê kurê Qutalmış de derket. Suleyman Şah hat kuştin. Li ber Çemê Feratê hat bingorkirin. Ev, ew Suleyman Şah e ku Tirk bi şaşîtî eslê padîşahên Osmaniyan dibin digihînin wî. Lê ew îddîa, çîrokeka efsaneyî ya paşê durustkirî ye.

A di vê dema ku Tirkmanên Selçûqiyên ser bi Îsraîl/Arslan Beg ve yên bi serokatiya Suleyman Şah li alî Bîzansê ketin bizavên xeza û fethan, gelek civakên din jî ev rê dabûn ber xwe. Yek ji wan jî ew Kurd bûn ku gava bera Tugrul û Çagrî derûdorên Kirmanê, Farsê, Loristanê, Kirmanşahê, Şarezorê, Hemedanê dixistin bin destên xwe, Kurdên emîr ên wan deran yan li gel wan dibûn hevkar, vasal û fermanberên wan, yan jî hinekan tevî eşîren xwe berê xwe dida warên Daru’l Herba nav Împaratoriya Romaya Rojhilatê.

Di van xeza û fethan de, tirkmanî yan Kurdîtî ne esas bû, ew wek micahid, xazî û fatihên misilman tevdigeriyan, wan li dijî ”kafiran” hevkarî li gel hev dikir. Di wan fethan de Kurd, Tirk, Faris, Ermenî, Rom û Erebên ku bûbûn misilman bi hev re tevdigeriyan. Ev seferên ber bi Rojava, nav Axa Bizansê a ku îro jê re tê gotin Anatoliya Rojava, wê demê Paflagonia, Karia, Kapadokya, Klîkya û hwd. bûn. Di dema êrîşên Moxoliyan de di sedsala 13’ê de ku talan, kuştin û kavilkirinên wan hê zêdetir bûn, ji Xwarezmê, Xorasanê, Diyarê Ecem, Kurdistanê, Azerbaycanê, Iraqa Ereb û Ecem, ji Farsê, Bîladê Şamê gelek eşîr û nifûsên bajarî yên ku ketin ber pêla terora Moxoliyan derbasî Anatoliya Rojava bûn, xwe gihandin yên di destpêkê de çûyî.

Bi qenaeta me, destpêka koçên pêşîn yên eşîra Şadiyan û beşinî konfedereyasyona ew li gel, digihêje wan deman, yên êrîşên Selçûqiyan û pişt re yên Moxolan. Muhtemelen Şadî ji konfederasyoneka gelek mezin bûn ku Şêxbizeynîyên îro bermayiyên ji wê konfederasyonê ne, yan hevkar û hevalbendên wan in. Ew jî wek Şêxbiziniyan, di destpêka sefera xwe ya ber bi Rojavayî de ji [eyaleta] Farsê, Kirmanşanê û Loristanê birêketin. Eslê zimanê wan muhtemelen Kurdiya Lekî û devokên nêzîkî wê bûn.

Di Lekî de paşkoya ”-gel” bi maneya pirhejmariyê ye. ”Şad+gel” yanî ”Şadi+yan” (Şadlılar) e. İro di nav Şêxbiziniyan de -gel bi maneya pirhejmarkirina navan tê bikaranîn. ”Mêgel” ”koyunlar/sürü”. Kurdgel, yanî ”Kürtler”. Esas em lê hûr temaşe bikin ê bê dîtin ku di Kurmancî û Soranî de jî ”gel” bi maneya komî, pirhejmariyê ye. Gotina ”gel” (halk) her ev e. Kurmanc dibêjin ”gelî hevalan, gelî gundîno”. Her wekî din.

Loma jî ew navê Hecî Mîrî yê bikarhatî, ne Şadgeldî, lê Şadgelî(yanî Şadiyanî/Şadiyanlı) ye. Ji vê dewletê re jî divê ne Emareta Şadgeldi lê ya Şadgelî (Şadlılar Emareti) bê gotin.

Ji vê emaretê re di berhemên farisî de Emareta Weledê Kurd (Kürdoxlu Emaretî) û Emareta Qûtlû Şah jî tê gotin.

Emareta Şadgelîyan, Amasya, Sîwas, Toqat, Şerqîqerehîsar girtine nav xwe, di hin deman de jî bajarên Sînop û Qeyseriyê jî wergirtine, gihaştiye heta bajarê Erzincanê, hin demên kurt Qonya ji destê Qeremanîyan derxistiye û îdare kiriye.

DÎROKA KURDAN YA VEŞARTÎHİŞTÎ

Tevî ku ez di warekî heta radeyekê fireh ê dîroka Kurdan û pêwendiyên Kurd û Tirkan de lêkolîn û lêgerînan dikim, min ne hindik çavkanî û berhemên kevn û yên nuh ên dema modern xwendine, divê ez matmayina xwe nîşan bidim ku ev hebûna xwedan roleka ew qas giring, veşartî maye, ne Tirkan ne jî Kurdan behsa wê nekiriye, di rêzên mîrekiyên Kurdan de cihê xwe yê nav tarîxa Kurdan wernegirtiye. Berê min ev bi wê yekê ve girêda ku li gel hemû cehdên xwe ez ta dereceyekê nezanê dîroka Kurda me, loma. Lê gava min dît Abdîzade Huseyîn Husameddînê ku berhemeka duwazde cildan bi nave Dîroka Amasyayê nivîsiye jî lihemberî vê veşartîmayinê matmayîna xwe tîne zimên ez lê hay bûm ku ne jî ew qas vala û bêsebeb e ku ez mitûmat dimînim

Nivîskarê Dîroka Amasyayê Huseyîn Hussameddîn jî bi heyret diyar dike ku heta ku gihîştiye wî, tu kesî li ser vê emareta serbixwe ya Amasyayê ku bi Emîr Bahaeddîn Kurd derketiye qada dîrokê, pişt re di dewra kurê wî Hecî Nûreddîn Qûtlû Şah de û piştre jî kurê yê dawîn Hecî Mîrîyê Şadgelî (Helbet Huseyîn Hussameddîn dinivîse Şadgeldî MC) Paşa bihêz buye û serbixweyiya xwe ragihandiye, serdestiya xwe di dema kurê Hecî Mîrî Emîr Ehmed de berdewam kiriye, lê kesî nenivîsiye, di tarîxa Tirkiyeyê de veşartî, nenaskirî maye. Diroknas Huseyîn Husameddîn Abdizade dinivîse ku ev emaret ”ew qas meçhul bû ku ne mimkin bû hebûna wan jî bê îdîa kirin. Hecî Şadgeldî Paşa û bavê wî Qûtlû Şah di dema xwe de sexsiyetên dîrokî yên wiha bûn ku li navenda Anatolyayê navê wan û eserên wan gelek giring bûn. Lê mixabin ne ji bal dîroknasên Tirkiyeyê, ne jî ji bal yên Osmaniyan ve nedihatin nasîn. Yên ku ev kes bi dinya dîrokê dan nasandin, eser û abîdeyên wan, gorrên wan, esl û feslên wan dît ez (bendeye we) bi xwe bûm.[4]

Huseyîn Husameddîn di vê kitêba xwe de agahiyên jêrîn jî dide:”Li ba min derheqê Hecî Şadgeldî[Şadgelî] Paşa, bavê wî Hecî Qûtlûş Şah, bapîrê wî [Bahaeddîn] Kurd Beg, bavê vî Qayî Beg û ewladên dawîn yên van de qeyd/tescîl û agahiyên tarîxî hene ku ev encamên xebatên min ên dûrûdirêj û westîner in. Tenê ji bo van divê cildek bê nivîsîn. Ji bo vê jî min hêz û wext nîne.

Ew qas delîlên eşkere nîşan didin ku Hecî Qûtlû Şah û kurê wî Hecî Şadgeldî Padîşah, şexsiyetên payeberz in ku li Amasyayê serbixwe hukumdarî û emîrtî kirine. Li Amasyayê hukumet û emareteka serbixwe heye ku ji bal Hecî Qûtlû Şah ve hatiye damezrandin. Ev emareta serbixwe ji emareta Qeremaniyan bilindtir, ji emaretên Sarûxaniyan, Germiyaniyan û Aydiniyan mezinitr, bihêztir, neteweperwertir, hê xwedan sozên lirewacê bû. Ne dîroknasê Amasyayê (Huseyîn Husameddîn) ye ku ev Emareta serbixwe, hukumdarên wê , mîr û begên wê, ewladên wan, îcadî şerefa Amasyayê û Amasyatiyê kirine. Take xizmeta Dîroknasê Amasyayê, hukumet û emareteka û emîrên wê yên ku demekê bi şan şeref li Amasyayê hukumran bune û piştre di dîrokê de hatine jibîrkirin yên ku ew danîne, jiyandine. Bes bi xeyreta şerefê ne ku ji aliyekî parastinê an alîkariyekê werbigire hemû hebûna xwe di vi riyê de serfkiriye,xew agahî dîtine û derxistine ronahiyê.”

Ji ber taybetmendiyên xwe yên ku bi Erebî, Farisî û Osmanî gelek baş dizane Abdizade Huseyîn Husmeddin[5] gava Dîroka Amasyayê nivîsîye, çavkaniyên gelek berfireh, kronîkên dîrokê, weqayîname, destnivîsên kitêbxane, weqf, camî medrese û xaneqayan/tekyeyan, defterên sicîlan, senedan, şecere, kîtabe û sikkeyan berdest kiriye, agahiyên gelek berfireh ên ku xwe dispêrin gelek çavkaniyan dane.

Di berhema wî de agahiyên ji Qeremannameya Şikarî, Bezm û Rezma Ezîz b. Erdeşîr Esterabadî, Camî’u Duwela ji heft cildan pêkhatî ya Müneccimbaşî Aşiq Ehmed Dede û yên gelekên din cihên gelek taybet digrin. Qasî ku tê fahmkirin wî gava Bezm û Rezma (Şahî û Ceng) Ezîz b. Erdeşîr Esterabadî katibê dîwana Qadî Burhaneddîn Ehmedê ku desthilatdariya Dewleta Eretna (ya bi reçêlek Moxolî) xist destê xwe xwend, hay ji mesela hebûna Emareta Kurdan a Amasyayê bû. Wî ev eser bi kurtebirî ji Farisî tercume kir û bi berfirehî di berhema xwe ya bi navê Dîroka Amasyayê de cih dayê.

Me di vê xebata xwe de bi berfirehî ji agahiyên Huseyîn Hussameddînî îstîfade kirine, her wiha ji berhema bi navê Bezm û Rezmê a ku îro bi temamî ji Farisî hatiye wergerandin ser Tirkî û ji Qeremannameya Şikariya destnivîs ku hem destnivîen wê yên bi esil Tirkiya kevn, hem transkrîbeya wê ya ser alfabeya Latînî hem jî wergera wê ya ser Tirkîya îro kirî û ji berhema ser Selçûqiyên Romê a Îbn Bîbî rasterast sûd wergirtine. Qasî meriv tê digihîje, her çendî gelek agahî li ser wê dewrê jê dane jî Huseyîn Husameddîn bi xwe berhema Şikarî nedîtiye. Lê Muneccimbaşî Ehmedê ku ew jî li ser wê dewranê agahiyan dide, berhema Şikarî dîtiye û gelek jê îstîfade kiriye, agehiyên berfireh jê wergirtine. Bi saya van agahiyên Huseyîn Husameddîn, nav, şecere û pêwendiyên xanedaniyan yên bi hev re û rola wan ku di berhemên cuda de tên dîtin bêhtir zelal bûn û ciyên her yekê ji wan rêkûpêktir fêm bûn.

ŞERT Û MERCÊN KU EMARETA KURDAN A AMASYAYÊ TÊ DE HILAT Û GEŞ BÛ

Gava Îslam li Nîv-girava Ereb derket û ber bi berbelavbûnê bû, axên ku Kurd li serê dijiyan di navbera du dewletên mezin ên wê demê; Împaratoriya Romaya Rojhilat û Împaratoriya Sasaniyan hatibûn parvekirin. Cîranên wan ên başûr Ereban, ji erdên Kurdan re; ji alî rojhilat û başûrê rojhilat re el Cîbal, ji bakur û bakurê rojava re El Zozan/Zewzan û ji hemiyê wê re Eradi’l Ekrad (Erdên Kurdan (Kurdistan bi zimanên Aryayî) digotin.

Kurd ji alî bakur û bakurê rojava ve cîranên Ereban bûn. Li hin deveran jî bi gelên wek Faris, Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî, Rom û Yahudiyan/Cihûyan re wek giravokên nav deryayekê li rex hev an di nav hev de dijiyan. Kurd di Dewleta Sasanîyan de bi dîroka xwe ya kevnare û hebûna xwe ya wê dewranê xwedan rolaka berbiçav bûn.

Piştî Ereban, cîranên wan ên herî nêzîk Kurdan Îslamiyet carina bi darê zorê, carina ji bo parastina jiyan, dam û dezge û berjewendiyên xwe, hin caran jî -bi taybetî di dema fethên berfirehbûyî yên Îslamê de- ji bo îstîfadekirina ji berfirehbûna Îslamê, xeza û fethan qebûl kir.

Di dinyaya Îslamê de ya ku di dehsalên destpêkê de ber bi rojhilatî, bakurî û bakurê rojavayî ve fireh dibû, -heke gotin cih de be- Kurdan wek xizmetkaran, neferan, mensûbên tebeqeyên jêrîn cihê xwe girt. Rêber, qumandar, serdar û birêvebirên payebilind ên xezewat û fethên vê dewrê Ereb bûn.

Her çendîn ji tebeqeyên nizm bûn jî, Kurdên pêştirîn misilmanbûyî ji ber xezagêrî û cîhadgêriya xwe bi fermanên emîr û qumandarên Ereb ji cih û warên xwe yên eslîn dihatin rakirin di serhedên şeran û warên fetihkirî de ji bo misilmankirina nifûsa warên vegirtî bi komelgehî dihatin.

Erdfirehkirina Kurdan a dewra Îslamê bi vî awayî destpêkir. Piştre xanedanên Kurd yên cuda û emîrên wan ji bo fethên nuh, bidestxistina xenîmetan û dewlemendbûna bi saya xeza û cîhadan bi taybetî ber bi bakur; Azerbaycanê, Ermenistanê, Gurcistanê, Qefqasyayê, Şêrwan, Deyleman, Gîlan û Xorasanê ve, ji alî rojava ve; ber bi Sûriyeyê, Antaqyayê, Klîkyayê, ber bi hundurê Împaratoriya Romaya Rojhilatê ve erd fireh kirin.

Heta gihaşt sedsalên 10’ê-11’ê ji aliyê axên nuh, nifûz, hêz, dewlemendî, ilim û zanînê ve Kurd bûn xwedan hebûneka berbiçav, xwedan nifûseka gelek dînamîk û li nav Daru’l Îslamê rolên gelek giring lîstin. Bi serê xwe jî dewlet avakirin û li nav dewletên gelên cîran bûn rêber, fermandar, birêvebir û alimên giring. Di dewleta Ebasiyan û Fatimiyan de, dewletên wek Samanî yên Xorasanê, Gazneyî, Buweyhîyan de rolên wan her li pêş û diyar bûn.

Ku dewlet û xanedanî avakirin Kurd li alî serhedên bakur û rojavayê Daru’l Îslamê bûn ”rimên Îslamê”, ”miletê xazî”. Yên ku li bakur û rojava li ser serhedan bûn, îdî ne Ereb û Faris, lê Kurd û civakên din ên misilmanbuyî yên deverê bûn. Ev civak û Kurd ji nêzîk ve tevî hev bûn, di hev geriyan, di nav hev de jiyan.

Di vê navberê de heta dawiya jiyana Emewiyan, gava bi perspektîfa Ereban lê dihat nihêrtin cîranên ku ji Kurdên li bakur, bakurê rojava û rojava bûn bi Emewiyan re, cîranên Kurd ên li rojhilat û rojhilatê bakur bi Şîeyan, Xariciyan, misilmanên heterodoks ên din re hemhal bûn. Piştî ku Emewîyan di nîvê sedsala 8’ê de desthelata xwe ya seranserê Daru’l Îslamê wenda kir, ew ji Kurdistanê vekişiyan ber bi Misirê û Afrîkaya Bakurî ve dûr ketin, Ebbasî bûn hêzên desthilatdar ên dînî û dunyevî. Bi Ebassiyan re rêûresmên Îslama Sunî li Kurdistanê gelek xurt bûn. Lê Zerduştî, Êzîdîtî û li deverên nêzî Farsê, Şîetiyê jî hebûnên xwe yên xurt di nav Kurdan de parastin. Dewra desthilatdariya Emewîtiyê şopên xwe li ser Kurdan hiştin. Fatimîyan ku piştre li Misrê; bakurê Afrîkayê, Yemenê û Diyarê Şamê belav bûn jî di baweriyên dînî yên Kurdan de rengên xwe hiştin.

Ereb û Aryayiyên Misilman (Kurd jî di nav wan de) yên ku Îslamiyet ber bi Rojhilatê ve belav dikir, di sedsala 9’ê-10’ê de bi ser ketin, di nav gelek pêkhateyên Tirk de Îslamiyet dan qebûl kirin. Cara pêşîn Tirkên ku li vî aliyê Maweraunnehrê; Xorasan, Ecemistan, Kurdistan, Azerbaycan û Erebistanê xuya bûn ew kole/êsîr bûn ku Misilmanan di xeza û cîhadên wî aliyê Maweraunnehrê de, li Asyaya navîn ew zeft dikirin, dianîn, li welatên xwe ew difrotin, wan wek kole û cariye di xizmeta misilmanan de cih digirt. Piştre ew di parastina giregirên civakên cuda yên Îslamê de wek mihafiz û şerkar jî hatin bikaranîn. Dest pêkirin, bûn Misilman di nav ordiyan de hatin bicîhkirin, jêhatîyên wan li qesrên xelîfe û emîran bûn birêvebir, alim, paşa û wezîr. Kurê Harûnê Reşîd; Mu’tesim seranser orduyeka xwe ji Tirkên kole/memlûk/xulam û cariye ên mûçegir yên ji Maveraunnehrê hinartî ava kir. Tu pêwandiya van Tirkên cara pêşîn hatî bi Oxuzên Selçûqî û eşîrên derûdora wan re tunebûn.

Selçûqê kurê Duqaq, serokê konfederasyoneka eşîrên Oxuzên koçer bû. Çar (li gor hin çavkaniyan pênc) kurên wî hebûn: Îsraîl, Mîkaîl, Mûsa, Yusuf, (Yunus?) Turkmenên Oxuz ên ku malbatên birêvebir ên Selçûqî yên cuda reîstiyên wan dikirin, di destpêka sedsala 11’e (1029) de hatin Ecemistanê, Kurdistanê û Iraqa Ereb. Ew ji ber hin hêzên xurt ên Tirknîjad yên wek Qerexaniyan terkewar bûbûn.

Ji çavkaniyan dertê ku îhtîmala mezin berê wan pena bir nav Dewleta Xazarî.

Tirknîjadên Xazarî di sedsalên10,11ê de li rojhilat, bakur û bakurê rojavayê Deryaya Xezerê weka hîlaleka mezin li dora vê deryayê dewletek ava kiribû. Ew bi nîjadê xwe Tirk, lê bi baweriyên xwe yên dînî, Mûsewî bûn. Ji bo xwenêzîkkirina li rêvebirên payebilind û wergirtina çêregehên berfireh ên ku mihtac bûn, Selçûq, navên Mûsewiyan li kurên xwe kiribû.

Lê Selçûqî bi koçerî diçûn kîjan warî, wan ew der di demeka kurt de talan dikir, xelqên cînişînên eslîn ên wan deveran bi wan re mecbûrî şeran dibûn, dihatin kuştin û talankirin. Ji ber vê hindê, Tirkên Xezarê jî ew qewirandin, bi darê zorê ji welatên xwe derkirin. Ew mecbûr bûn ber bi Xorasanê ve hatin, ketin nav wan erdên ku berê di destê dewleta Samanî de bûn, piştre ku ew hilweşiyan, Mahmûdê Gazneyî yê kurê Sebuktekîn Dewleta Gaznewî li ser wê derê û li ser hin erdên rojavayê Hindistanê avakir. Bavê Mehmudê Gazneyî Sebuktekîn, bi eslê xwe ji wan Tirkên kole bû û di orduya Samaniyên Aryayî de bilind bûbû, gihaştibû fermandariya askerî ya bilind. Ku Samanî hilweşiyan, wî desthilat xist destê xwe. Li dûv wî kurê wî Mehmûd, Dewleta Gazneyî avakir. Li wê derê ji ber talankeriya Selçûqiyan, şer ket navbera wan û Mehmûdê Gazneyî. Van şeran gelek kêşa lê her carê Selçûqî dihatin şikestin, direviyan vedikişiyan warên çiyayîn ên bilind yan jî sehrayên tenha yên warên diz û rêbirran.

SELÇÛQÎ CARA PÊŞÎN Lİ WELATÊ KURDAN

Di vê navberê de cara pêşîn hin hêzên Oxuzên Tirkmen ên alîgirên Îsraîl/Arslanê kurê Selçûq bi serokatiya Qutalmışê kurê Îsraîl derbasî alî Hemedana warê Kurdan bûn, li wê derê xelkên deverê ew qebûl nekirin, nekarîn xwe ragirin, derbas bûn alî Kurdistana zozanên Azerbaycanê. Armanca wan ew bû ku karibin xwe bigihînin serhedên Daru’l ‘İslamê ku jê wirdetir erdên Daru’l Herbê yên Ermeniyeya nav Împaratoriya Romaya Rojhilatê (bi taybetî devera Vaspuragan) hebû, wan dixwest ji bo talanên xezîneyan li wan deran dest bi xezawat û cîhadan bikin.

Li serhedên rojava yên Deru’l Îslamê welat û dewletên Kurdên Şeddadî, Rewadî û Merwanî hebûn. Selçûqîyên ji şaxê Îsraîlê kurê Selçûqî, hatin xwe gihandin Rewadiyan. Emîrê Rewadî Vahsudan bîn Memlan ew vehewandin, li derûdora Xoyê, Tebrîzê û Urmiyê war dan wan. Ev dever nêzîkî Waspuragana Ermaniyan bûn.

Pişt re ew bi emîrên Rewadiyan re xayin derketin, wan xwest desthilata wî hilweşînin, dest deynin ser ax, bajar mal û milken Kurdên Rewadî. Emîrê Rewadî Kurdên deverê gihandin hev, êrîşî Selçûqiyên bin serokatiya Qutalmişê kurê Îsraîl/Arslan kir, ew tarûmar kirin, pengizandin. Ji bo cara pêşîn van Selçûqiyan xwe gihandibûn Iraqa Ecem, ji wan re dihat gotin Selçûqiyên Îraqî.

Bermayiyên wan ji ber Kurdên Rewadî reviyan, hin ji wan vegeriyan alî Iraqê, Hemedanê, çûn Xorasanê, hinên wan jî berê xwe dan başûr; ber bi Mûsilê daketin, berê li alî Hekkariyan êrîş birin ser Kurdan, mal, milk û jinên wan ji xwe re birin. Kurd mecbûr man ji tirsa wan vekişiyan çiyayên bilind û asê. Oxuz ranewestiyan li pey wan çûn, li wan bilindahiyan, Kurdan xwe da ser hev, êrîşeka dijwar vegerandin ser wan. Ew tarûmar kirin, mal û milk, jin û zarokên xwe yên di dest wan de hemî rizgar kirin. Ev Oxuz ji wê derê jî reviyan daketin alî Cizîrê, Nisêbînê, Herranê, Berriyên Mêrdîn û Ruhayê, daketin bakurê Bîladê Şamê, hilkişiyan zozanên Rojavayê Amîdê; yek ji du paytextên Kurdên Merwanî. Demeka ne kurt, bûn bela serê Merwaniyan. Daketin alî Ruhayê, Helebê û Antaqyayê. Piştre bi serokatiya kurê Qutalmış Suleyman Şah, ancax li alî Bîladê Şamê, karîn têkevin nav erdên Împaratoriya Romaya Rojhilatê/Bizansî. Wek gotî li wir erd zeft kirin û li ser wan erdan Dewleta Selçûqiyên Romê avakirin.

Hatina Tirkan a Anatolyayê/nav erdên Romaya Rojhilatê cara pêşîn, ne ji bakur alî Azerbaycan û Ermaniyayê, an ku ne di encama şerê Melzagirê a 1071ê de ye, ne bi saya Selçûqiyên Alparslanê kurê Dawudê/Çagriyê kurê Mîkaîl e. Ji başûr de bi saya Oxuzên Selçûqiyên pêgirên Îsraîl û kurê wî Qutalmiş e.

Vê bera Oxuzan xwe li Xorasanê, Diyarê Ecem, Kurdistan, Iraq, Azerbaycan û Ermenistanê negirtibû, Oxuzên Selçûqî yên kurên Mîkaîl; Çaxrî û Tugrul firsend nedan wan, bi wan re şerên giran kirin û her carê serokên wan kuştin, Tirkmenên koçer ên ji bera wan ber bi jêr û rojava; nav erdên Bîzansê ve qewirandin.

Kurên Selçûqî, piştî mirina wî li ser reîsî û desthilatdariyê bihev ketibûn. Îsraîl/Arslan kurê mezintirîn bû, bawer dikir ku bavê wi wefat bike serokatiya Selçûqiyan ê têkeve destê wî. Kurê Selçûq Mîkaîl ku bavê Dawud/Çagrî û Muhammed/Tugrul bû, di şerekî de zû hat kuştin, her du kurên wî li cem bapîrên xwe mezin bûn. Diya wan piştî ku bav hat kuştin li birayê din Mûsa hat mahrkirin. Kurek ji diya wan re ji apê wan çêbû; navê wî Îbrahîm Yinal bû. Gava Selçûq hê li Xorasanê bicîhnebuyî; hê li Maweraunnehrê mir, desthilat ket destê wan herdu birayên ku kurên Mîkaîl bûn; Çagrî û Tugrul. Îsraîl bi vê razî nebû, rikeberî ketin nav wan. Lê hîn zû di şerekî li gel Mehmûdê Gezneyî de ew hat êsîrkirin û di keleyeka nav axa Hindistanê de hat zindan kirin. Îsraîl di zîndanê de mir, Qutalmiş jê ma. Qutalmiş û bera xwe xwest li gel bera Çagrî û Tugrul bimînin, lê yên dawîn xwe qayil nekir, her çendîn eşkere ew neqewirandin, di xeza û fethan de ji wan îstîfade kirin, bes misêwa ew ji navendên desthilatên xwe dûr xistin, dan perîferiyan; war û bajarên ku zeft dikirin ji wan distendin, rol û mewqiyên bilind nedidan wan.

Wek me berê nivîsî Qutalmiş li alî Azerbaycanê di şerê dijî Alparslanê kurê Çagrî de hat kuştin, kurê Qutalmış Suleyman Şah jî di şerê nêzî Helebê de, ji bal orduya Tutuşê kurê Alparslan ve hat kuştin. Helbet vî şerê navbera Selçûqiyan xwe bi xwe piştre jî kêşa. Tugrul, Çagrî, Alparslan û Melikşah her mihawele kir ku Dewleta Selçûqî ya Romê ava nebe, bes ew dever ne di bin hukmê şûrê wan de bûn, bi rexmê daxwaza wan, Dewleta Selçûqiyên Romê ava û geş bû. Ji ber vê jî gelek şaş e ku Selçûqiyên Romê weka beşeka an dewama ‘’Dewleta Selçûqîyên Mezin’’ bên nirxandin.

Dawud/Çagri û Tuxrul Begê her du kurên Selçûqî ku bavê wan berî bapîrê wan miribû, piştî mirina bapîrê xwe wek serokên eşîrên Oxuz ên Selçûqî xwe dan qebûlkirin. Di encama şerên wan û Gazneyiyan de Sultan Mehmûdê Gazneyî nekarî wan ji Xorasanê derxe. Ew mir, kurê wî Sultan Mesûdê Gazneyî ket şûnê.

Wê demê şerê desthilatdariyê di navbera Buweyhiyên ji Deyleman daketî û Gazneyiyan de jî gurr bûbû. Gazneyî herwiha li alî erdên bin destên xwe yên Hindistanê jî di nav şeran de bûn.

Berî ku Selçûqî ji Maweraunehrê bên Rojava; Diyarê Ecem, Kurdistan Erebistan, Azerbeycan û Ermeniyayê, li devera Farsê, Kirmanşahê, Loristanê; ji Mûsil, Şarezor heta el Cîbalê, Hemedanê, Azerbaycanê beşeka Ermeniyayê, li El Zozan; heta Meraş û Meletiyeyê, li beriyên bakur ên Bîladê Şamê; Cizîre, Nisêbîn, Herran û Ruhayê nifûseka mezin û dînamîk a Kurdan hebû: Di sedsala 11’ê de Kurdan dewra xwe ya herî dînamîk a bihêz dileyist. Îdare, rêvebirî û dewletên Kurdan bi xwe yên wek Fermandariya Deysemî, emaretên Hesenweyhî, Annazî/Ayyarî, Kakeweyhî, Şiwankareyî, Hezarespî, Hezbanî, Rewadî, Şeddadî, Cawanî, Merwanî avabûn. Hewlêra îro paytexta xanedaniya Kurdên Hezbanî bû. Hezbanî hem pêşhatiyên Dewleta Rewadî û Şeddadiya ne, hem jî di heman qirnan de yek ji dewletên Kurda ne:

Kurd beşeke giring bûn di nav Saciyên Pars û Azerbaycanê, xanedaniya Salarî/Misafirî yên Aryayî-Azerbaycanî, Ziyariyên Gîlanî-Taberîstanî, Hemdaniyên ereb yên Mûsil-Heleb-Meyafarqîn û Amîdê; desthilatdarên berî Merwaniyan, erebên Uqeylî yên alî Musilê, Helebê û beşeka giring a Diyarê Şamê.

Piştî ku Selçûqî ji Xorasanê ber bi başûr û rojava ve herikîn ji bilî du hember û rikeberên xwe yên giregir, Gazneyî û Buweyhiyan rûbirûyî Kurdan jî bûn, Di şerê Dandanakanê ê 1040’ê de ku Tirkmanên Selçûqî yên di bin serokatiya Tugrul û Çagrî de li hember Gazneyiyan kir wan tifaqa esasî bi Kurdên Kakeweyhî re kir.

Gava Gazneyî şikestin û Selçûqiyan zafera xwe îlan kir wek fermandeyên mizeffer, li gel Tugrul û Çagrî, Ebu Mensûr Feramûrzê emîrê Kakeweyhiyan hebû. Şer li nêzî bajarê Merwê bûbû û Gazneyiyan têkçûneka mezin dît, Xorasana mezin ket bin destê Tugrul û Çagri. Hin şer û têkçûn û serkeftin pişt re jî bûn, lê Xorasana Mezin nema ji bin desthilata Tirkmanên Selçûqî derket, heta dawiya jiyana xwe Çagrî wek emîrê Xorasanê ma û ew der li gel birayê xwe îdare kir. Tugrul Beg jî bi esker û eşîrên xwe yên Tirkman li Daru’l ‘İslama beşa nav Xelîfetiya Ebbasiyan şerê xwe yê li hember Buweyhiyan, Gazneyiyan, Emîrên Kurd û Ereb ên deverên cuda kir. Wan warên desthilatdariya xwe berfireh kirin, heta salên 1055ê wan zora Gazneyiyan û Buweyhiyan jî bir dezgehên burokrasiya Dewleta Ebasî, heta Bexdaya paytext jî xistin destên xwe.

SELÇÛQÎ BÛN MİSİLMANÊN SUNNE Û PARÊZERÊ XELÎFETİYA EBASİYAN A  ÎSLAMA SUNNE

Xelîfeyê Ebbasî yê Îslama sunne, ji ber ku ji siyaseta birêvebirên karûbarên dunyewî ên Xelîfetiyê, ji navend Bexdayê heta hemî deverên din, ji siyaseta Şîîtiyê ya Buweyhiyan û hevakriyên wan ên bi Xelîfetiya Fatimîyan a Şîe/Îsmaîlî bêzar bû û ji ber ku Tirkên Selçûqî Misilmanên sunne bûn, Tugrul û Çagrî hemî sozên parastina Dewleta Xelîfetiya Ebbasî ya sunne dan, Xelîfe jî li hemberî Buweyhiyan her awe piştgirî dan pêşengên Selçûqiyan. Di Encamê de Tugrul Beg, Buweyhî û Gazneyî hilweşandin û bûn rêvebirên karûberên dunyewî yên hemû deverên Xelîfetiya Ebbasî; Daru’l Îslama sunne.

PÊWENDİYÊN KURD Û SELÇÛQİYÊN XORASANÊ

Emîrên Kurdan jî di vê dewrê de bi Selçûqiyên Xorasanê(Bi taîfeyên Dawud/Çagrî û Muhammed/Tugrûl) re geh di şer de bûn, geh jî ew hevkarên hev bûn. Gava Selçûqiyan zora wan dibir desthilat ji wan distend jî ew li gel wan dost û hevkar diman, di bin fermanên wan de wazifeyên gelek bilind di nav Xelîfetiya Ebbasî de bidest dixistin.

Gava di sala 1063yê de Tugrul Beg mir, li alî rojhilat; Fars, Kirmanşah, Loristan, Hemedan, İsfehan, Hilwan, Hille û Şarezorê Kurdan hemî emîrtiyên xwe yên serbixwe yên bi Xelîfetiyê ve girêdayî wanda kiribûn, hin bi şerên dijwar bûn, hin jî bi lihevhatinan bûn. Lê li rojavayê Kurdistanê; Azerbaycanê û Ermeniyayê, dewletên Şeddadî, Rewadî û Merwanî li ser piyan bûn, tu carî şerekî rasterast di navbera wan û Selçûqiyên tabi’ê Tugrul, pişt re Alparslan de -ku ketibû şûna wî- derneket. Car bi car krîz û nelihevî di nav wan de peyda bûn jî ew bi awayên aştiyane, li ser esasê dostayî û hevkarî dihatin çareserkirin.

Van hersê dewletên Kurd ji Qafqasyayê heta Antaqyayê hidûdên/serhedên rojavayê Daru’l Îslamê diparastin, gava şerekî wan li gel Ermeniyan, Gurciyan, Romayiyan bibûya jî, Tugrul Beg an Alparsalan Beg wek sultanê” (emîru’l umerayê primum/yekem) ên Xelîfetiya Abbasî ordiyên xwe digirtin, dihatin hawara dewletên Kurd ên Şeddadî, Rewadî û Merwanî. Gava ev wek sultanên(sedrezam û serdarên ) Xelîfe bi eskerên xwe dihatin rojava ser hidûdê Daru’l Îslamê , şerên nav Daru’l Herbê, yan rawestina li hember êrîşên kafiran ser erdên misilmanan ku ew jî Kurd bûn, hersê emîrên Kurd jî li gor yasaya îdarekirina dewleta Îslamê tevî eskerên xwe li rex wan cih digirtin. Di dema êrîşên Ermeniyan de ên li ser Şeddadiyan ên 1064ê de û di dema zeftkirina Melazgirê de ji bal Împaratorê Romaya Rojhilatê Romen Diyojen a di 1071ê de, bi armanca ku herdû dewletên Kurd; Şaddadî û Merwanî karibin bajar û erdên xwe ji destê Xristiyanan derxin, Sultan Alparslan hatibû hawara emîrên Kurdan.

Lê bi xetên seranser ên dîroka hatina Selçûqiyan, teybetmendiya esasî ew e ku ew ne xelkên cihnişînên berhemder ên aştîparêz û aramîparêz bûn, jiyana wan li ser xwedîkirina ajelan/heywanan û bidestxistina çêregehên ji bo wan bûn. Ji bo vê jî lazim bû berdewamî di nav tevgerê de bin ku bibizivin, çêregeh û zozanên nuh bidestxin. Ne wek koçerên welatên din, bi taybetî, ne wek ên Kurdan bûn.

Kurdan zifistangeh/germiyan û çêregehên xwe yên çiya û zozanan di nav welatê xwe de diparastin, pez û mih û heywanên piçûk xwedî dikirin, hedefên wan ên havînan hilkişiyana zozanan û zifistanan daketina wan a germiyanan, deşt û berriyan her di nav welatên wan de qonaxên kurt bûn, li ser riyên van qonaxan keleyên Kurdan ên xweparastinê, bajar û gundên wan ên ciwarbûyî, jiyan û berhemderiya çandiniyê hebûn.

Oxuzan zêdetir heywanên mezin xwedîdikirin û qonaxên sefer û koçeriyên wan dirêj bûn, warên gelek fireh ji wan re lazim bûn, cîwarbuyîn û berhemderiya çandiyê jiyan û aboriya wan teng dikir. Vê yekê jî welê dikir ku ew cihên tê re derbas dibûn kavil bikin, beyar bihêlin û berhemderiya gelên cîranên xwe û yên ser koç û riyên xwe pûç bikin, jiyana însanan têxin xeterê, bi wan re têkevin nav şeran, kuştinan li darxin. Oxuz bi dijwarî zordariya jiyana xwe bi prîmîtîvî ya ji jiyana xwe ya cîwabuyînê, bajarvaniyê, berhemderî bêparbûn, wiha hatibûn naskirin.

Hê ji warên xwe yên Asya navîn û Maveraunnehrê bi desthildar û xelkên cîwarbuyî yên berhemder ên aştîxwaz re her di nav şeran de bûn. Ji bo dewletan, desthilatdar û damûdezgeyên van welatan parastina jiyana berhemderiyê dewlemendbûna xelkê û berhevkirina bac û xeracan, ji bo xezîneya dewletê meseleyeka heyatî bû. Li ciyên ku ev nebûna dewlet nedijiyan, li ser piyan nediman. Loma jî Oxuz her biçûna ku ji ber texrîbkarî û talanên xwe, kuştin û zordariyên xwe bi desthilatdarên welatan re çi misliman yan ne misliman re tûşî şeran dibûn û dewlet her ji wan xurttir bûn, xelkên cîwarbûyî xwe dispartin dewletên xwe û ew yan têk diçûn yan mecbûr diman birevin warên bin destê desthilatdarên din. Li Asya navîn Qerexaniyan ew qewirandin, çûn nav dewleta Tirkên Xezarê. Desthilatdarên wan ew qewirandin reviyan hatin Xorasanê, nav erdên Dewleta Gazneyiyan û piştre warên bin desten Buweyhiyan(herdu jî di nav Daru’l Îslamê de bûn, desthilatdarên Xelîfetiya Ebbasî bûn). Ketin nav zozan û germiyanên emaretên Kurdan.

Selçûqiyên Oxuz hê li Asya navîn bûbûn misilman û li ser navê Îslamê jî wan li wan deran cîhad û xeza dikir, gelên wê derê ji ber sedemên dînî jî bi wan re di nav şeran de bûn. Loma jî sedemên ku ew bûn dijminên gel û desthilatên Asya navîn hem koçerî û talangeriya wan, hem jî cîhadên wan ên li ser navê Îslamê bûn.

Ji xwe Tirkmen ji wan Oxuzan re dihat gotin yên ku bûbûn Misilman. Ew wek gelekî Misilman pêşiyê bi bêtirs hatin pêşwazîkirin. Mahmûdê Gazneyî li Xorasanê warên zozan û germiyanan dan wan da ew û ajelên xwe tê de bijîn. Lê vê, têra wan nekir, wan xwest erdên cuda yên hê berfirehtir têxin bin destên xwe. Bi xelkê Gazneyî, Xorasanî, Farsî, El Cibalê û Azerbaycan û deverên din re ketin nav pevçûnan, xelk ji destên wan bêzar bûn.

Her çendin Oxuzên Seleçûqî bûbûn Misilman jî misilmantiya wan baweriyeka tenik a xav a sivik bû, bi baweriyên wan ên kevn re têkilhevbûn, serokên wan jî tê de hemî nexwenda bûn, hew bi devkî qasî jiyanên xwe yên ji medrese û ilmên kûr dûr bi awayekî îptîdaî misilmantî wergirtibûn. Mesela her çendîn li gor dînê Îslamê cîhad û xeza di nav erdên Daru’l Îslamê de li ser Misilman yan kafir herkesê ku hukmê îdareya Îslamê li ser xwe qebûl kiribû heram û qedexe bû jî li nav Xelîfetiya Ebasiyan a berfireh ku temsîla desthilatdarîya Daru’l Îslamê dikir, Tirkmenên Selçûqî yên eşîrên koçer xeza û cîhadên xwe berdewam dikirin, ne ku tenê war û desthilatên civakên xeyrê Mislim, ji wê jî zêdetir yên desthilatdar û xelkên Misilman zeft dikirin, xelk dikuştin, mal û milk, jin û zarokên wan, hebûnên wan ji bo xwe hiltanîn. Bi heywan, eşîr û siwarên xwe yên her-seferî li nav Îslamê divizikîn. Xelkê îdî ji bêzariya xwe, gazin bir Xelîfeyê Îslamê ku karên heram zerareka mezin didin wan, nema karin jiyaneka maqûl, aram û aştiyane bijîn, berhemderiyê bikin, ne bac û xeracên xwe ne jî alav û berhemên ji bo jiyana xwe peyda bikin.

Xelîfeyê Îslamê ku temsîla şerîet, hiqûq û rêûdirb û yasayên Îslamê dikir, fetwa û fermanên wî xwe dispartin Quranê û hiqûqa Îslamê, wek meqamê Destûra Îslamê dihat qebûlkirin. Name şand ji Tugrul Begê kurê Selçûq re, ku ew karûbarên ku dikin li gor Îslamê heram in, gunehkarî ne, Îslam xeza, cîhad û talangeriya nav misilmanan qebûl nake.

Tugrul Beg qasî kut ê zanîn misilmanekî dindar bû, lê nikaribû rê li ber Tirkmanên xwe yên talangêr bigire, carina mihaweleyên zeftkirina wan a di nav heddekî de dikirin, lê Tirkmanan qebûl nedikir, eger wî israr bikira ew vediqetiyan diçûn ba reîsên Tirkman ên din, loma wî ji mecbûrî çav li wan digirt, heta ji bo xelatkirin, dilxweşkirin û sedaqeta wan û gelek caran îstîfade kirina ji wan a ji bo hêza çekdarî ew teşwîq jî dikirin. Wî cewaba nameya Xelîfe şandibû ku ew mihawele dike, lê ji bo berdewamiya jiyana wan ev kar bivênevê ye, Tirkmanên koçer nikarin dev ji vê berdin. Çimkî digot her warê ku ew nuh diçinê, çêregeh, berhem û pêwistiyên jiyanê yên wê derê bes hefteyekê yan du hefteyan têra wan û ajelên wan dike, ji bo bijîn ew mecbûr in rabin biçin, bi xweşî an zorê, warekî din vegirin.

Vê problema esasî ya Daru’l ’İslamê her û her berdewam kir. Piştî ku Tugrul û Çaxrî desthilatên warên cuda û meqamên cuda yên xiyerarşîya dewleta Ebbasî xistin bin destên xwe, bûn emîr û serdarên ku welatek, deverek, bajarek an meqamek xistin bin destê xwe, bac û xerac ji bo wan jî bûn qezenc û dewlemendiyên esasî, ew jî hatin wê baweriyê ku bi hebûna Tirkmenên koçer ne dikare berdewamî bê dayin desthilatên deveran, ne ew der bên birêvebirin, ne jî bac û xeracên ji bo meaşên burokrasiya sivîl û eskeri a bin destê wan bê misogerkirin.

Ji ber vê, Tugrul, bi bidestxistina desthilata dunyewî a ji Bexdayê, biryar da ku destpêbike orduyeka profesyonel a ji Tirkên xulam/memluk ên fêrî disiplînê û nîzamê buyî ava bike, herwiha kadroyên birevebirina burokrasîya sivîl û eskerî perwerde bike, alimên ilme Îslamê bigihîne da dewlet û damudezgeyên Daru’l ‘İslamê bên îdarekirin.

Wî îdî Tirkmanên koçer ên talanker li ber armanca xwe asteng û rêgir dîtin, dest bi şerê li hemberî wan kir, ew tirsandin an teşwîq kirin ku ji Daru’l Îslamê dûr bikevin û ber bi rojava ve; nav erdên Împaratoriya Romayê; nav Daru’l Herbê/Kafiristaniyê ve biçin. Bi vê armancê alîkariya wan kir, yên ku bê dil bûn, ew tehdîd kirin yan têkşikandin, soz da ku ê li ser riya cîhadê alîkariya wan bike, ew ê jî li pey wan bê.

Ev pêlên îstîla û talanan yên ku warên wan vedigirt ji bo jiyana xwe jî ji hefteyekê du heftan pê ve tu tişt nedihişt wekî babelîskê û bahozê li diyarên Îslamê dibizivikîn, dezgeh, avahî, şênkayî û dewletên xwedan damûdezge,  ilm û zanîn hildiweşandin, dikirin kavil, welatî warên avakirî, çandinî û heywanên xwe bicî dihiştin, dibeziyan bilindahiyan û tenhayiyên rê-asê û veşartî.

Ji xwe Oxuzên Selçûqî ku bixwestana jî îdî tu warên wan ên kevn ên ku ew vegerinê nemabûn. Bi cehdên deh salan ketin şûna meqam û dezgehên desthelatên ku wan bi xwe hildiweşand. Desthilatên ku nekaribûn hilweşînin digirtin bin wesayeta xwe. Bûn beşeka ji welatên Xelîfetiya Ebbasiyan. Peywendiyên nuh bi gelên Misilman û xeyrê Mislim ên otokton re danîn. Welê bû ku jiyaneka mişterek peyda bû, hevkarî, rikeberî û danûstendinên nuh, şer û pevçûnên li ser dabeşkirin û bidestxistinên war 3u dewlemendiyên nuh li gel gelên berî xwe û di nav xwe bi xwe de jiyan.

Pirraniya dewletên Kurd yên ku serbixweyiya xwe ji ber îstîla, dagirkerî û desthilatgiriya wan wenda kirin, bûn vasal û tabi’ an hevkarên Selçûqiyan. Hin ji wan hilweşiyan, ji meydanê rabûn, pêwendî û meqamên xwe yên bi navenda seltenata Xelîfetiya Ebasiyan re wenda kirin, hukumdar, emîr û serdarên Kurdan li warên bav û kalan vegeriyan, wek hukumranên welatên xwe yên gelek piçûktir ên ji hev cuda man.

Weqanivîsên Ereb û ên Îslamê ên ku ji perspektîfa xelîfeyan, sultanan buyeran dinivîsîn, bes pêwendiyên li gel desthilata xelîfetiyê û desthilatdarên cuda yên wê agahî dixistin nav tarîxên xwe, îdî behsa Kurdên ku rolên xwe yên desthilatiyê yên li ser asta xelîfetiyê wenda kiribûn lê li deverên xwe yên otokton yên bavûkalan û di nav gelên xwe de mîr bûn nedikirin. Ew ji nav rûpelên dîrokên van weqanivîsan wenda dibûn, tenê di weqayîname, arşîv û numîzmatîkên deverên xwe (lokal) de diman.

PÊLÊN PEYDABÛNA NIFÛSA KURDAN Lİ ANONTOLYAYÊ; NAV ERDÊN BÎZANSÊ

Mesela hebûna Kurdan li Anatolyayê ne wek hebûna Tirkan e. Kurd miletekî otokton ê deverê ne û ji berî Îslamê jî, ji berî mîladê jî li vê deverê dijîn, pêwendiyên wan bi civakên wendabûyî û yên mayî yên deverê re hebûne. Pêşiyên wan di nav Hurrî û Mitaniyan, Medî û Parsiyan de weka Kardukî rolên mezin ên desthilatdariyê lîstine, li gel miletên semîtîk, ên aryayik û ên yunanik û grêkî û ermenî xwedan pêwendiyên her warê jiyanê bûne, hem di şeran de hem jî di şahiyan de bi wan re tevî hev bûne. Mediyan, Persiyan û Sasaniyan gelek caran bi amancên tîcarî û danûstendinê jî bi hedefên zeftkirina erd û desthilatan jî kîtlewî çûne xwe gihandine Anatolyaya navîn û rojava. Kurd di nav van bizavan de beriya Îslamê jî piştî hilatina wê jî berî Împaratoriya Romayê û di dema wê de jî hebûna xwe nîşandane. Ev behseka giring a taybetî ye ku divê dîroknas wê bi her awayî derxin meydanê, lê piştî derketina Îslamê û belavbûna wê û bi taybetî di sedsala 11ê, 12ê û 13ê de seferên kurdan û çûnûhatinên wan ên Anatolyayê, heta Stenbolê, peravên Deryaya Reş, Marmarayê, Egeyê (Deryaya Giravan) û Deryaya Sipî îdî bûne karên bizavên bi komî, yên xurt, ên li gel orduyên mezin, bûne tevgerên rojane.

Bi taybetî piştî hatina Tirkan a vî alîyê Maveraunnehrê, têkiliyên wan ên bi Kurdan, Ereban û Farisan re rewşeka nuh peyda kir. Ji ber ku Daru’l îslam li serhedên rojavayê Kurdistanê, Ermeniyayê, Kapadokyayê, Klîkyayê û Bîladê Şamê bûbû cîranê Împaratoriya Romaya Rojhilat û Tirkmanên Oğuz û Selçûqî jî îdî bûn şirîkên seferên ber bi Daru’l herba rojava ya nav erdên Împaratoriya Romayê seferên ber bi rojava de rengekî din wergirt.

Bi taybetî di encama şer û talanên Tirkmanan û rêveberên wan ên xurt Selçuqiyan de, ji ber hilweşiyana emaretên Kurdan û wendakirina meqam û postên xwe di asta burokrasiya navendî û hiyerarşiya wê ya ji jor ber bi jêr de, pêleka giring a nifûsa Kurdan ji warên bavûkalan veqetand, ber bi warên din ên dinyayê de pekand; zêdetir jî ber bi rojava, bakur û bakurê rojava ve…

Di sedsalên duwazde, sêzde û çardeyan de, ji bo peydakirina desthilat û postan, pirranî jî ji ber reva bi hatina pêlên moxoliyan û herî dawîn yên Tîmûriyan, pêlên rev û koçan gelek girantir bûn, ber bi Anatolyayê, bakur; erdên Romên Pontusan, Gurcistanê û Ermenistanê ve belav bûn, derbasî pişt Qefqasyayê bûn.

Moxol û Tîmuriyên ji Asya navîn hatî, di pêlên xwe yên ber bi Rojavayê, Ecemistanê, Kurdistanê, Erebistanê, Azerbaycanê, Qefqasyayê û Anatolyayê de, ferqî nexist navbera Tirkman, Kurd, Ereb û Eceman, Misilman an Xristiyanan, hemî dan ber kuştin, wêran û talankirinan. Bi vê pêlê re Oxuzî, Xwarezmî û Tirkên din jî xirabiyên berê ku dianîn serê gelên otokton ên van warên li jorê binavkirî, vê carê ew tûşî wan bûn. Moxolan ew gelek êşandin, hincirandin. Tirkmanên Oxuz, Kurd, Faris, Ereb, Rom û Ermenî, Asûrîyên misilmanbuyî û hinên nebûyî jî bi zexta van pêlên Moxolî û Tîmuriyan reviyan, heta Rojavayê Anatolyayê; nav erdên Romaya Rojhilatê hatin. Li wan deran gelek erd, bajar û kele feth kirin, dewlet û emaret ava kirin.

Lê gava meriv bala xwe bidiyê li Rojavayê Anatolyayê hebûna Fars û Ereban gelek gelek kêm bû û ew vekişiyan warên xwe yên berê. Yên li Rojavayê Anatolyayê li warên Romên Pontusan, Gurciyan, Ermeniyan û Qafqasyayê rex bi rex li gel hev man an têkilhev bûn, Tirk, Kurd û ew Rom, Gurcî û Ermeniyên misilmanbûyî û Moxolên jibermayiyên vakişiyana Îlxaniyan bûn. Ev gelên têkilhev ên Misilman, li hember dinyaya dervayî Daru’l Îslamê, Romayiyan, Xristiyanên deverê û Xaçperestan li ser navê hevparî û hevkariya Îslamê bi hev re tev geriyan. Lê ji aliyekî de, di nav xwe de ji bo desthilat, post û dewlemendiyan şerê hev jî kirin.

Bes fenomenek jî tê dîtin ku pirraniya Ermenî û Gurciyên li deverên xwe desthilatdar, bi Moxoliyan re lihevkir, bi hevkarî êrîş birin ser Misilmanên binavkirî.

Pêla gelên Asya nêzîk; Diyarê Ecem, Kurdistanê, Erebistanê ji yên ku warên xwe bicîh hiştî hat, bi minasebeta pêlên îstîlayên Moxoliyan gelek zêdetir bûn ji yên dewra îstilayên Oxuz û Tirkmenan. Piştre li başûr û başûrê Rojhilatê Daru’l Îslamê, li Bakurê Afrîkayê, bi taybetî li Misir, Yemen û Erebistanê dewletên mezin ên İslamê ava bûn. Dewletên Tirkên Misilman berê wek ên Tirkên kole/memlukî yên ku bûbûn xwedan meqamên bilind; atabeg, serdar û emîr peyda bûn.

Kurdên Eyûbî biserketin împaratoriyeka mezin li Afrîkayê, Rojhilata navîn û Kurdistanê ava kir. Vê diyardeyê, statu û rola Kurdan li deverê bilindtir kir. Loma Kurdên dewra Moxoliyan û yên dewreka berî wan, ber bi rojava; nav erdên Bîzansiyan ve herikîn, bes ne ji ber revê lê ji ber bihêzbûnê û daxwaza berfirehbûnê jî bû… Du dewletên mezin, hevkariya wan a li gel hev li hemberî Xaçperestên Latîn û Ewropayî; Selçûqiyên Romê û Eyûbiyên Kurd, tifaqa Kurd û Tirkên ku diherikîn rojavayê Anatolyayê xurttir kir.

Dewleta Selçûqiyên Romê her çendîn roleka mezin da bera Selçûqiyan ya terkediyarbûyî, lê Kurd jî bi hebûna xwe ya li wê derê bi emîr, fermande, serdar, eşîr û nifûsa xwe ya eskerî ya şerkar di nav Dewleta Selçûqiyên Romê de ji navenda saltanatê heta serhedan rolên mazin leyistin.

Ku Dewleta Eyyubî ava bû giha asta Împaratoriyê, herwekî li Sûriyeyê, Misrê, Yemenê û Afrikaya Bakur li Klîkya-Kapadokyayê, Ermeniyeya Rojava û erdên din ên Romaya Rojhilat li cografyayeka berfireh erd xist destên Kurdan, civakên Kurd bi armancên cuda ber bi wan deran ve herikîn û koloniyên wan durust bûn. Xan û mîrên Kurdan, serdar, şerkar û nifûsa wan a eşîrên koçer ji derfetên dewleta Eyubîyan dayî îstîfade kirin.

 Li cîhana Îslamê Kurd him bi asteka şaqûlî ya xiyerarşîk bilind û bihêz bûn, him jî afakî; ber bi cografyayeka nuh berfireh bûn. Li nav erdên Afrîkayê û Yemenê dûrûdirêj nesitirîn lê li nav wan erdên ji Romayiyan wergirtî bicih bûn, desthilatdarîyên xurt bidest xistin û roleka wiha kartêkir lîstin ku tesîra encamên wê di roja me ya îro ya modern de jî xwe nîşan dide.

Yên Tirk; berê atabeg û bira û pismamên ji xanedaniya Selçûqiyan yên ku ji ber nakokiyan, rîsk û tehdîd dihatin dîtin û ew nêzî navendên desthilatan nedihatin bicihkirin, ber bi perîferiyan, serhedan û asêgehan ve dihatin qewirandin, piştre jî bi hilweşiyana desthilat û hukumdariyên Selçûqîyên hukumran ên nav Dewleta Ebbasî yên ku Tirk ji wan re dibêjin ”Selçûqiyên Mezin”, bi êrîşên dijwar, talanker û kavilker ên Moxoliyan, bermayîyên wan, berê xwe dan Anatolyaya bin destê Romayê. Kurd û Tirkmanên Selçûqî û ne-Selçûqî, pêkhateyên gelên misliman ên din li nav erdên Romayê berfireh bûn, bajar, kele û ax û desthilatên nuh ên ne-misilman xistin dest xwe, nîfûsên misilman, rêber û alim û murşid (yên nifûsên ”kafir” misilman dikirin) diguhêztin nav nifûsa van waran. Zemînekî dagirkeriyê û jiyanê yê nuh ji bo Misilmanan peyda bû. Bi hezaran, deh hezaran nifûsên Kurd û Tirkên derfetwendakirî li gel emîr û serdarên xwe hatin li van deran bicî bûn.

Dîroknasên Tirk, çavên xwe lê bigirin û piştguh bixin jî, peydabûna Dewleta Selçûqiyên Romê li Klikyayê, Kapadokyayê, li Anatolyaya navîn û rojava, li peravên Deryaya Egeyê, demeka gelek kurt be jî heta Marmarayê çûyin û ji bo demeka kurt be jî fetihkirina Îznîkê û paytextîlankirina wê, xwe nêzîkkirina li Bosforê/Tengava Îstanbolê, her çendîn bi hatina sefera yekê a Xaçperestan paş de vekişiya be şûnwarên xwe yên destpêkê; Qayseriyê, Sêwasê û Qonyayê, piştre hemleya wan a duyê a belavbûna nav axa Romaya Rojhilatê qasî sedsalekê girtibe jî, vê carê biserktina wan û avakirina dewleta mezin a Selçûqiyên Romê, di musulmanbûyina Anatolyayê de, ji Şerê Melazgirtê gelek gelek mestir rol leyistiye. Heta kare bê îddîa kirin ku Malazgirtê roleka ciddî ya kartêkir nelîstiye.

Bi rexmê îdîayên Tirkan, Selçûqiyên Romê û dewleta ku bi serokatiya wan hat avakirin tu carî nebû beşeka an berdewamiyeka ku tê gotin ‘a Dewleta Selçûqiya ya Mezin’. Ji bo ku ew dewleta ji bal Selçûqiyên kurên Îsraîl/Arslan ji wî jî yên Qutalmiş hatiye avakirin, a wan kesan e ku Selçûqiyên Tugrûl û Çagrî ew ji nav xwe qewirandin, li nav erdên Romayê li pey wan geriyan da wan bikujin, têkbişkînin, li derveyê hidûdên xwe nehêlin bibin alternatif, li hemberî wan derkevin, heta ji ber vê Alparslanê ku li Melazgirdê Împarator Romen Diyojen êsîr kir, pê re li hev kir ku wan bajarên misilmanan ên ku xistine destên xwe teslîmî wî bike, bi vî şertî ew zû berda. Di ser de, heqê riya wî û mesrefên wî jî dayê da ew dereng nemîne, firsendê ji dest dernexe. Dewlata Selçûqiyên Romê bi rexmê hemû îrade û mihaweleyên desthilatdarên Selçûqiyên li nav Dar’ul ‘Îslamê, rêgiriyên wan ên bi her awe midaxeleyan, şer û kuştin û planên wan ên bi hevkariyên hêzên dijber avabû.

”Selçûqiyên Mezin” ji bilî ku dest danîn ser hiyerarşîya bürokrasiya karûbarên dunyewî yên Dewleta Ebbasî, yanî rûniştina li ser sifreya cîhana Îslambûyî pê ve tu tişt nekir. Selçûqiyên Romê, li gel Kurdan û gelên misilmanbûyî yên cuda li diyarê Daru’l Herbê bi cîhad û xezayan erdên xeyrîmusliman fetih kirin, wan dewletek ava kir û dînê Îslamê ber bi wan deran ve, yanî Anatolyayê ve berfireh kir.

MOXOLÎ DEMEKÊ BÛN EFENDİYÊN ROJHILATÊ ROMAYÊ Û SERANSERÊ ANATOLYAYÊ

 Pêlên mezin ên Moxolan yên ku li dor nîvê pêşîn ên sedsala 13ê (1200-1250) hatin, qîma xwe tenê bi vegirtinên cîhana Îslamê neanîn. Her wiha ji bo ku nekarîn ji çemê Feratê berjêrtir ber bi Diyarê Şamê, Misirê,Yemenê û Afrîkayê ve biçin, wan jî berê xwe zivirind ber bi rojava ve, ew jî ber bi erdên Împaratoriya Romayê ve herikîn, şerê Selçûqiyên Romê û hevkarên wan kirin, ew di qonaxa demeka gelek kurt de hilweşandin (1243 Şerê Kosedagîyê), piştre berê xwe dan serhedên Romayê, Anatolyaya Rojava, hem li gel Misilmanên berêhatî hem jî li gel Xristiyanan ketin nav şer û pevçûnan.

Di nav van pêlan de Xwarezmiyên di navbera qewirandina Gazneyiyan û êrîşbiriya Moxolan de asêkirî jî hebûn. Ew jî ji erdên Xorasanê ber bi rojava ve qetiyabûn, heta Klîkyayê, Kapadokyayê deşt û beriyên bakurê çemê Firatê hatibûn, ji wê derê çûbûn ketibûn xizmeta Sultanên Selçûqiyên Romê, lê demekê şunda ji bal wan ve paşde qewirandî mabûn, hetibûn Bakurê Bîladê Şamê, başûr û rojavayê Kurdistanê.

 Bi vî awayî ji Anatolyaya navîn û rojava, ji Deryaya Sipî (Mediterania), Egeyê ber bi bakur ve Deryaya Reş, seranserê Paflagonyayê, Karîyayê, Tirkmenên bi serdariya sultanê Selçûqiyên Romê, Kurd, Xwarezmî û Moxolan wak pêkhateyên misilman cih girtin. Rom, Ermenî, Gurcî, Asurî- Suryanî, gelên Xristiyanên Ortodoks yên din, ji xwe ji berê de li van deran bûn. Beşên giring ên ji wan ên misilmanbuyî jî hebûn. Ku rola Kurd û Tirkan li Diyarê Şamê, Rojhilatê erdên Romayê bilind û bihêz bû, hêzên Misilmanên Ereb û Ecem vekişiyan ber bi deverên xwe yên Ereb, înterese û hêza wan a xeza û cîhadê şikiya. Lê wek ilim, dîn, marîfet û medeniyet rola alim, şêx û zanayên Ereb û Ecem her berdewam kir.

Misilmanên ku di van qonaxên dûrûdirêj de herikîbûn rojava, hem Misilmanên Sunî, hem jî yên Şîe, yên İsmaîlî, Wefayî,[6] Nusayri, Êzîdî, Durzî bûn.

Eşkere ye ku xelîfe û murşidên Wefaiyeyê ku damezrênerê wê Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî di Misilmanbûyinê û belavbûna Îslama heterodox de roleka sereke leyist. Bi vê maneyê diyar e gava di sedsala 11’ê de Tirkên oxuz ên Selçûqî hatin û piştre di seferên nav Romayê de, avakirina Dewleta Selçûqiyên Romê û dawîyê jî di damezrandin û berfirehbûna Dewleta Osmanî de Kurdan rêberiya misilmanbûyina Tirkan kiriye û midetekî dûrûdirêj ew îrşad kirine. Serkêşiya ilm û îrfanê di nav wan de kirine, di avakirina dewletan de, peywendiyên nevbera desthilatdar û teb’ayan de, her wiha di yên navbera teb’ayan bi xwe de ew fêrî nezeriye û cîbicîkirina jiyana li ser esasê hiqûqa Îslamê kirine.

Di salên pişt re de, bi taybetî bi destpêkirina Seferên Xaçparêzan Frenk/Latînî jî ji Ewropayê hatin. Êrîşên wan ên esasî li ser cîhana Îslamê bû lê dijberiyên wan ên li gel Împaratorên Romaya Rojhilatê û li gel gelên Xristiyan ên Ortodoks ên deverê jî hebûn. Ev dijberî gelek caran gurr dibûn. Ji van dewran de Xaçparêzan nêzî sedsalekê paytexta Romaya Rojhilatê Konstantînîye/Stanbolê di destê xwe de hişt, Împaratorên Romayê reviyan alî Asyayê, wan Îznîk kir paytexta xwe ya miweqet.

Moxolên Îlxanî yên ku heta Rojavayê Anatolyayê hatin ji adetûteqalîd û rabûn runiştinên li gor zanyariya kûr a Îslamî dûr bûn, hin ji wan ne Misilman jî bûn. Em Tîmûriyan jî hesab bikin qasî du esran li van deran man, piştî texrîbkirinên gelek giring, ketin nav krîzan bi dijberiyên nav xwe û êrîşên nuh ên der û dorê her ku çûn jar ketin, vekişiyan qalikên xwe yên Asya navîn Moxolîstanê. Gelek bermayeyên hindik, ji wan, li van deran man. Lê navên Moxolî û yên zimanên Tirkîyên cuda li ser navên gelek deşt, newal, kele, bajar û warên van deran man. Herwiha ji bo ku ew ne bawermendên Îslamê yên xurt, zane û sadiq bûn, zêdetir bi baweriyên xwe yên şamanîst tevdigeriyan û rengê xwe yên vê baweriyê tevî rengên cuda yên mezheb û terîqetên Îslamê dikirin, li hember Îslama Sunne di dereceya yekê de mezheb û baweriyên tesewifî yên nuh kirin. Ev, bû sedemê rengînbûna baweriyên nav Îslamê. Di pirrengî û pirçêjiya nav Îslamê de roleka Moxolên pragmatîst peyda bû, şîitî, mezheb û riyên tesewifê yên heta Qizilbaşiyê ji vê pragmatîzmê û ”xweşbînî”yê îstîfade kir.

Hebûna Xwarezmiyan jî di vê dewrê de, ber bi wendabûnê ve çû. Ew bi awayekî bazdayiyên ji pêkhateyên herdu aliyên Maweraunnehrê, bi taybetî yên ji ber êrîş û lipeyhatiyên Moxolî bûn. Xwarezmî heta nav Selçûqiyên Romê hatibûn. Sultanên Selçûqiyan hin cih û warên sitirînê dan wan li hember sedaqeta wan a tevayî û xizmetên wan. Lê çavê Xwarezmiyan li bilindahiyan bû.

Yên ku wan dikirin, li hemberî berjewendî û siyasetên Selçûqiyan û Eyubiyan bûn, xeter dianîn ser desthilatên wan, tevlihevî li nav erdên bin desten wan derdixist. Di encama darbeyên van herdu dewletan de, carina ên yeko yeko, carina jî yên bihevre, Xwarezmî zû şikiyan, belav bûn, vegeriyan di ser bakurê Bîladê Şamê, Kurdistanê û Azerbaycanê re mihawele kirin, vekişin cihûwarên bavûkalan.

Ew gelek dirinde bûn, li ser riya xwe li alî Meraşê, Adiyemanê, Helebê, piştre li zozanên Diyarbekirê û Farqînê, li alî Nisêbînê, Cizîrê û Musilê zerarên mezin didan xelkên deverê.

Berê li serhedê, li devera bi navê Yassi Çemenê Sultanê Selçûqiyan Alaeddîn Keyqubad ê 1’ê û Sultanê Eyyubiyan El Kamil di şerekî dijwar de ew şikandin. Ordiya Celaleddîn Xwarezmşah belav bû, ew bi beşek ji yekîneyên xwe yên mihafizên xwe re di ser Bedlîs û Meyafarqînê re ketin nav mihaweleya ku biçin aliyê Mûsilê û Cizîrê. Lê li çiyayên dora Farqînê Kurdekî ku ew nasnedikir bi daxwaza destdanîna ser alavên biqîmet ên li gel karwanê wî, ew kuşt. Piştre hat fahmkririn ku ew Celaleddîn Xwarezmşah e, cenazeyê wî birin Farqînê li wê derê hat veşartin.[7]

Celaleddîn Xwarezm Şah gava derûdora Tebrîzê, Melazgirê û Exlatê talan dikir, ji bo ku Melîkeya Kurd a Eyubiyan a bi navê Tamta, alîkariya Melîkeya Tirkman a Tebrîzê kiribû da ew ji Keleya Tebrîzê bireve bê Exlatê, jê hers bûbû. Tevî ku Tamta hevjîna Melik Eşrefê Eyyubî bû jî, Melik Eşref wê wextê li paytexta Eyyubiyan a duyê; Şamê bû, Celaleddîn bi darê zorê Tamtaya Kurdnîjad li xwe mahr kir. Helbet ev mahr li gor Îslamê betal bû, ew jina mahrkirî ya Melik Eşref bû. Li gor hin îddîayan berî ku Celaleddîn Xwarezmşah Melîke Tamtayê mehr bike, sê şevan bêyî mahr ew li cem xwe hiştibû û bi zorê zîna pê re kriribû. Celaleddîn Xwarezmşah gava ew welat zeft kirin bi keça Emîr Şeref Xanê Mîrê Bedlîsê re jî zewicî. Bi vî awayî xizmayetî di navbera Emîr Şeref û Celaledîn de peyda bû.

SEFERÊN Jİ ASYA NAVÎN Û ROJHILATÊ ACAMISTANÊ Lİ ANATOLYAYAYÊ DİYARDEYÊN NUH PEYDA KIRIN

Helbet sefer, koçkirin û îstîlayên Selçûqî, Moxolî, Xwarezmî û Tîmûriyan gelek bilezûbez, sert û dijwar hatin lê wek hatûçûnên sivik ên demkurt hema derbas nebûn.

Ji destpêka sedsala 11’ê heta nîvê sedsala 13’ê bû dewra sefer, dagirkerî û desthilatdariyên Tirkmanên Selçûqî, ji nîvê sedsala 13’ê heta heta serê sedsala 15’ê bû dewra pêlên îstîla, talan û serdestiyên Moxolan ku xwe gihandibûn heta peravên Deryaya Egeyê (Deryaya Giravan), Bursayê, çiya û palên rojhilatê Îzmîrê, Marmarayê, Deryaya Reş. Li ser hev ev dewra dagirkerî û kavilkeriyê 300-350 salan kêşa.

Her çendîn hatina wan bi zordarî, komkujî û kavilkerî be jî, piştre desthilatdariyê û heddê berpêşçûyina ber bi rojava de, ew li Anatolyayê rawestandin, hêdî hêdî li ser wan erdan ber bi cîwarbûnê, jiyana berhemderîyê guherîn. Lê karên wan ên eskerî, serdestî û destdanîna ser rêberiyên gelan her esasîn bûn. Bivê nevê beşek ji wan cîwar bûn, ketin nav têkilîyên gelên cîran, danûstendinên aborî û kulturî peyda kirin. Di siyasetê de geh şer û pevçûn geh jî aramî û aştî bû.

SELÇÛQİYÊN ROMÊ NE TENÊ BÛN

Gava Selçûqiyên Romê hatin nav erdên Bîzansê, li gel wan Kurd, Ecem û heta dereceyekê Erebên Misilman jî hebûn,

Bi taybetî Kurd ji tarîxên gelek kevn de wek gelekî otokton ê deverê û cîranên rasterast ên Romên Romaya Rojhilatê bûn. Ji berê de çûnûhatina wan a nav Romayê heta Konstantîniyê bi armancên aborî û bazirganî, danûstendinan û pêwendiyên sîyasî, dîplomatîk, kulturî û eskerî hebûn. Rom, Ermenî, Gurcî, Asûrî-Suryanî û Keldaniyên Xristiyan û yên piştre Misilmanbûyî hebûn. Piştre, Moxolî, Xwarezmî û Tîmûrî ji rojhilatê, yên ji Asya navîn û Maweraunnehrê herikî hatî, ji sedsala 11ê pêve Xaçparêzên Frenk, Latînî û Germenan Yên bi seferen li pey hev hatî jî ji Rojava; Ewropayê ber bi Rojhilatê; Anatolyayê cîhana Îslamê, Filistîn û Qudsê ve heb^üna xwe nîşan dan. Demekê ji bakurê Deryaya Reş, ji Qirimê Tatar hatin anîn, gelek ji wan venegeriyan, li Anatolyayê bicih bûn.

HEBÛNA BICİHBUYÎ YA KURDAN Lİ ANATOLYAYAYÊ BI SELÇÛQİYÊN ROMÊ Û PİŞT RE Bİ OSMANIYAN RE

Gelên Misilmanên cuda di cîhad, xeza û fethan de li gel hev bûn, ji ber ku Selçûqî, piştre jî Moxolî serdest û serkêşên van seferan bûn, derfetên wan ji yên gelên din zêdetir bûn.

Bi taybetî eşîr û emîrên Kurd û Tirkmen gelek aktîf bûn, wan hem di îdareya navendî ya desthilata Selçûqiyên Romê û navendên ilim, îrfan, îrşad û îbadetan de cih girt hem jî bi hêz û eşîrên xurt ên serkeftî, bûn parêzer û fatihên serhedên Romayê, bûn mîrên serhedan û emîr/mulûkên sewahîlan ku Tirkan ji wan re digot ”uc beylerî”. Hem serhedên bejayiyan yên Kariya û Paflegonyayê hem jî peravên Daryaya Sipî û Deryaya Egeyê û giravên wan ên ji Qibrisê, bi taybetî ji Rodosê bigire heta derûdora deryayî ya Îzmîrê di destê Kurdan de bû.

YA KU SELÇUQİYÊN MEZİN NEKARÎ, MOXOLİYAN KİR:

TÊKÇÛNA SELÇÛQİYÊN ROMÊ Û DEWRA SERDESTİYA XANEDANİYA ÎLXANİYÊN MOXOLÎ

Piştî ku Moxolî di demeka nedirêj de bûn împaratoriyeka dewase ya cîhanî, şaxê wan ê başûrê rojava; ji welatên Ecem/Îranê, Azerbaycanê, Ermenîstanê, Gurcistanê, Kurdistanê, Iraqên Ecem û Ereb heta rojavayê Anatolyayê; peravên Marmarayê û Egeyê bû para neviyê Cengiz Xan yê bi navê Hulagu Xan û navê Dewleta Îlxanî li van erdên bin desthilata Hulagu Xan hat kirin. Piştî Hulagu, mîrasxwirên wî û rêvebirên xizm, dost û nêzîkên wî yên sadiq ev war îdare kir, ew yan dibûn xan (îlxan) yan jî waliyên giştî.

Di şerê Kose Daxiyê (Köse Dağı) yê sala 1243yê de, Îlxanîyan zora Selçûqiyên Romê bir. Têkçûna Selçûqiyan bû destpêka dawîlêhatina Dewleta Selçûqiyên Romê. Wan berê stû li Moxoliyan xwar kir, piştre bi sedemên vasalî û gavbigav pêbestiyên derecebiderece şidiyayî, dewleta Selçûqî hukumranî wenda kir, jar û bêkêr bû, otorîteya desthilata navendî mehiya û ber bi tekçûnê ve çû. Li nav axa dewletê, bi taybetî li perîferiyan, navendên desthilatdariyên cuda yên nuh serî hildan. Mîrekiyên ku berê ser bi desthilata navendî ya Selçûqiyên Romê ve bûn, ber bi nîv-serbixweyiyê, meyldariya ber bi guhdana Moxoliyan, hetta xwebestina bi xanên Îlxaniyan ve çûn.

Selçûqî di encamê de di nîvê duyê yê sedsala 14 ê de belav bûn. Mîrekîyên ku vê deme û heta despêka sedsala 15ê gelek cuda desthilat girtin destê xwe û xwe îdarekirin, bi dereceyên cuda be jî bi Îlxaniyan ve hatin bestin.

Demeka ne dirêj, piştî van diyardeyan, di nav desthilata Îlxaniyan ya ku navenda wê berê Meraxe û piştre Tebrîza li nav axa Kurdistanê û Azerbaycana niha ya Îranê bû, rikeberî û pevçûnan li ser desthilatan û derfetên desthilatdariyê destpêkir. Vê, rê vekir ku Moxolî dev ji erdên berfireh ên bin desthilata xwe berdin û ber bi qalikê xwe yê li rojhilatê ve vekişin. Derzên mezin li dewleta wan ket. Ji warên ew vekişiyayî mîrekîyên serhedan û emîr sewahilan dewletên nuh ên serbixwe îlan kirin; Dewleta Mendeşahî/Menteşayî, ya Candarî-Îsfendiyarî, Dewleta Şadgelî/Amasyayê, ya Germiyaniyan, ya Eşrefî, Hemîdî û Remezanîyan, Aydinîyên Kurd û Tirkman mişterek, Dewleta Qeremaniyên Tirkman û hw din avabûn. Dewleta Osmanî gelek piştî serxwebûna van wek begîtiyeka piçûk dest bi jiyana xwe kir.

Dîroknivîsê Bîzansî yê wê demê Pachymires dinivîse ku Osman [Beg ] berê serdarekî eskerî (subaşî) yê hakimê Qestemoniyê (emîrê Candariyan) bû, wî gelek êrîş dibirin ser erdên derûdora Îznîkê ê Bîzansiyan di encamê de ew der zeft kirin. Piştî ku beşek erd li alî Îznîkê, Eskîşehirê û Bursayê bidestxist, Osman Beg mîrtiya xwe ya li ser esasê vasaltiya Candariyan ava kir, Gelek pişt re ku wek begîtiyeka herî rojava a Daru’l Îslamê ciyê piyên xwe girt, firsend dît di Tengava Çeneqaleyê (Dardanelê) ya navbera Deryaya Marmarayê û ya Egeyê re derbasî Trakyayê û Balkanan bû, li wê derê erdên xwe berfireh kirin. Bi vê re Osmaniyan jî serbixweyiya xwe îlan kir.

Dewleta piştî Selçûqiyan a herî mezin a despêkê ya Qeremanî ya Tirkman bû. Piştre Osmanî bi saya seferên ser Trakyayê û Balkanan (ku ew war Daru’l Herb qebûl dibûn) mezin bûn, wan vê carê berê xwe da mîrektiyên Tirk û Kurd ên serbixwe. Di encama keftelefteka dûrûdirêj de ev mîrekî hin bi lihevhatinan hin bi darê zorê tevî Osmaniyan bûn, bûn beşeka ji wan. Dewleta Osmanî bi vî awayî derket meydanê.

Bi hilweşiyana Selçûqiyên Romê û vekişiyana Moxoliyan re du pêl emaretên serbixwe yên li Anatolyaya Rojava peyda bûbûn: Qeremaniyên ji Tirkmanan û Romiyên misilmanbûyî, Germiyanî, Candarî, Mendeşahî, Aydinî, Sarûxanî, Eşrefî, Hemîdî û Weledên Remezan bûn. Pêla duyê ya mîrekiyan jî Eretnayî yên Moxolî, Mîrtiya Qadî Burhanedînê qadiyê Eretnayiyan ku gav bi gav ev hukumdarî ji destê wan derxist û desthilatdariya xwe îlan kir, Emîrtiya Şadgeliyên Kurd a Amasyayê, Weledên Teceddîn a li Erzincanê, Begîtiya Mutaherten bûn. Osmanî di dawiya pêla yekê de hatin, bi pêla duduyê re mezin bûn û yên din hemû dabelihandin.[8]

Pêla pêşî, pirtir piştî hilweşiyana Selçûqiyan, ya duyê jî bi vekişiyana Moxoliyan a ji Anatolyayê û Asyaya Nêzîk rabû.

Dewra serbixweyiya van herdu pêlên emaretan jî piştî derketina Begîtiya Osmaniyan ku ji aliyekî li herî rojavayê van mîrekiyan û li ser serhedên Darû’l Herba Împaratoriya Bîzansê bûn, rê dîtin derbasî Traqyayê û Balkanan bûn, ev der vegirtin û ji ber wê jî di demeka kurt de zû ber bi firebûn û bihêzbûnê ve çûn.

Emîrîyên din, yan ji ber ku hidûdên wan ji bal peravên Deryaya Sipî û Deryaya Egeyê dihatin birrîn, her wiha li gel mîrekiyên Misilman hemhidûd bûn, xeza û cîhadkirina ser misilmanan heram bû, ew wek aliyên misilman bi hev re diketin şeran û ev şer ew lawaz dikirin, dixistin nav krîzan, ber bi jarbûn û têkçûnê ve diçûn.

Gava ev mîrekî hemî ji ber pirsgirêkên giran jar dibûn û ber bi têkçûnê ve diçûn, Osmanîyan firsendên fethên nuh li ser Daru’l Herbê, dewlemendî, berfirehbûn û bihêzbûn xistibûn dest.

Ku Osmanî li Balkanan xurtbûn, berê xwe dan rikeberî, şer û pevçûnên navbera van emaretan jî. Di encamê de hin bi dagirtin û zeftkirinên bi darê zorê, hin jî bi saya peyman, lihevhatin û hevkariyan, tevî Dewleta Osmanî bûn.

Berê di nav axa Osmanî de hukumraniyên wan ên otonom û damûdezge û rêvebiriyên wan ên di çografyayên desthelatên wanên kevn de ji bo wan hatin qebûlkirin û ew bûn awayek ji vasalên Osmaniyan. Lê hêdî hêdî wan ev otonomiyên xwe jî wendakirin, ketin nav îskeletê dewleteka navendî, rêvebirên wan li gel rêvebirên dewleta Osmanî entegre bûn, mehiyan û weka memûrên pileyên astên cuda bûn beşeka burokrasiya Osmaniyan.

Jiyana ji destpêkirina heta dawîlêhatina dewrana mîrekî, begîtî û dewletên piçûk ên Anatolyayê qasî 150-200 salan kêşaye. Di vê dema dirêj de li rojava û navenda Anatolyayê, li sahîlên/peravên Deryaya Sipî, ya Egeyê û Deryaya Reş van dewlet û mîrekiyan şopên gelek balkêş ên habûna maddî û kulturî ji Osmaniyan re mîras hiştine, mîrasê wan ê burokrasiya sivîl û eskerî, rêvebiriyên cuda û hiqûqa nav civakê a îdarekrin û birêvebirinên tabian ji Osmaniyan re mane û Osmanîyan ji vê mîrasa bikêrhatî gelek îstîfade kiriye.

Qonaxa entegrebûna ven mîrekiyan a bi Dewleta Osmanî ve wextekê di destpêka sedsala 15ê de bi hatina Tîmurlengê mîratxurê Cengiz Xanê Moxolî ku ew jî bi sefereka eskerî a talangerî hat heta hidûdên Anatolyaya Rojava; Egeyê, Îzmîrê û Bursayê. Şerê wî yê bi padîşahê çarê yê Osmanî Bayezîdê I’ê re, êsîrkirina Bayezîdî, piştre mirina yê duyê di esarete de, di ser de vasalkirina Dewleta Osmanî, welê kir ku dewreka fetretê di desthilata Osmaniyan de destpê bike. Mîrekiyên Anatolyayê yên ku ketibûn nav Dewleta Osmanî, bi piştgirî û handana Tîmûr re xwe ji Osmaniyan dûr xist, piştgiriya Tîmûriya kir, ji nuh ve serbixweyiyên xwe îlan kirin.

Şerê Anqerê ê navbera Tîmûr û Bayezîd ku Osmanî şikestin û Padîşah Bayezîd êsîr hat girtin, di 1402yê de rû da. Lê Tîmurleng zû; di 1404ê de vegeriya Semerqendê, di 1405ê de jî mir. Vekişiyana Tîmûr û pêre jî desthilat û hukumraniyên wî ji Anatolyayê û Asyaya Nêzîk, ji bo Osmaniyan careka din dewra bihêzbûn, xwe organîzekirin, serdestî û vegirtinên nuh anî. Ji destpêka sedsala 15ê heta nîvê wê, padişahên Osmanî heta bigihê Fatih Sultan Mehemed, hem li Balkanan û li Ewropayê erd zeftkrin, hem jî paytexta Romaya Rojhilatê; Konstantînîye xistin destê xwe. Wan Bîzans hilweşand, bûn destpêşxerên dewraneka nuh a cîhanê.

Vê prosesa xurtbûna Osmaniyan, careka din serbixweyiyên mîrekiyên Anatolyaya Rojava pûç kir û ew bi temamî xistin bin hukmê Osmaniyan.[9]

*****

 AVABÛNA EMARETA KURDAN A AMASYAYÊ

Emareta Kurdan a Amasyayê di wê merhaleyê de ava bû ku ew qonaxa çûyina ber bi hilweşiyan û vekişiyana Îlxaniyên Moxolî ya ji Anatolyayê bû. Qonaxeka wiha bû ku desthilat ji navenda Împaratoriyê berê diket destê waliyên giştî yên Moxoliyan. Piştre jî mîr, beg, paşa û serdarên civakên misilman ên dewra Selçûqiyên Romê ji nuh ve derdiketin pêş.

Her wiha ev, bi saya hebûna Kurdên Şadî û gelek eşîr û tîreyên din ên li gel wan ên li derûdora Amasyayê, Qeyseriyê, Qonyayê, Toqatê û Qestemoniyê cîwarbûyî bû. Li van deveran Moxoliyan desthilat ji bo vê hebûna Kurd bicî hişt û ew vekişiyan.

Kurdên ku Emareta Amasyayê ava kir, di vê dewrê de di nav hidûdên Dewleta Eretnayîyên vasalên Îlxaniyan de bûn. Bajarê Amasyayê, parçeyek vê dewletê bû. Rêberên xanedaniya ku Emareta Amasyayê a Kurdan ava kir, wek emîrên Eretnayê yên bajarên Amasyayê, Qeyserîyê, Sêwasê, Toqatê, Şerqîqerehîsarê derketin pêş û bihêz bûn. Di wê qonaxê de ku desthilatdarî ji destê Weledên Eretnayî derdiket û diket destê Qadî Burhaneddîn Ehmed, Emareta Kurdan serbixweyiya xwe îlan kir.

Qadî Burhaneddîn Ehmed bi eslê xwe ji Saluriyên esiltirk ên Xwarezmên rojhilatê Ecemistanê bû ku muhtemelen di sedsala sêzdê de ji ber Moxolan bazdabûn hatibûn Anatolyayê.

Malbata wî berê li Qestemoniya paytexta Candriyên Kurd, piştre jî li Qeyseriyê bicih bûbû. Hemû bapîrên wî yên naskirî wek qadî tên zanîn. Bavê wî Şemseddîn Muhammed, Qadiyê Qeyseriyê yê Dewleta Eretnayî bû. Ew bi bavê xwe re li ser riya Hecê bûn ku bavê wî bi rê de mir. Heta salekê piştî mirina bavê xwe li Helebê ma, piştre vegeriya Qeyseriyê. Sala 1364ê Emîrê Eretnayî Mehemed Beg ew kir Qadiyê Qeyseriyê. Qadî Burhaneddîn Ehmed bi keça Mehemed Beg re zewicî.

Di sala 1365ê de Mehemed Beg hat kuştin, kurê wî Alaeddîn Elî Begê 13 salî ket şûna wî. Kurik nekarî dewletê îdare bike, her bajar û devereka dewletê mîr, beg an waliyê wê bi serê xwe tevgeriya. Emîrê dewleta Qeremaniyan Alaeddîn Begê Qeremanî hicûmê Qeyseriyê kir, Alaeddîn Elî Begê Eretnayî ji wê derê reviya çû Sîwasê. Qeremaniyan ew der zeft kir, berê Qadî Burhaneddîn bêdeng ma, lê piştre bi handana hin beg û emîran, Qadî dest bi şerê li hember Qeremaniyan kir û Qeyserî ji destê wan derxist. Navê Melîku’l Umera li xwe kir û dest bi îdarekirina dewleta Eretnayî kir. Ev li hesabê Alaeddîn Elî Begê Eretnayî nehat. Lê ew zû mir, kurekî wî yê piçûk ket şûna wî.

Qadî Burhaneddîn, berdewamî da desthilatdariya xwe ya siyasî. Di encamê de Dewleta Eretnayî hemî xist destê xwe. Dewlet jê pê ve wek Dewleta Qadî Burhaneddîn Ehmed hat naskirin.

A di vê dewrê de ku zeîfbûn û hilweşiyana Eretnayê û derbasbûna desthilatê ji destê Eretnayiyan bo destê Qadî Burhaneddîn, Kurdên Şadgeliyên Amasyayê jî ji Eretnayê veqetiyan, dewleta xwe ya serbixwe îlan kir. Bi vî awayî Mîrekiyeka din a Kurdan di nîveka Anatolyayê de derket.

Mîrekiya Kurd a Amasyayê, hebûna xwe li hemberê dewleta Qadî Burhaneddîn Ehmed, Qeremaniyan û ta dereceyekê li hember Candariyên Kurd parast, ku di eynî wextê de Candarî xizm û merivên emîrên wan bûn.

Osmanîyên ku li rojavayê wan dewlet ava kiribû jî piştî serkeftinên xwe yên li Trakyayê û Balkanan çav berdabûn erdên mîrekiyên Anatolyayê yên Kurd, Tirkman û Moxolî. Tehdîdên mezintirîn wek cîranên xurt û êrîşkar ji bo wan Qeremanî û Qadî Burhaneddînî bûn.

Ji bilî van mîrekiyên deverê, asêkirineka dewleta Memlukiyan, îstîlayên Tîmuriyan ên ber bi rojava ve jî hebûn. Di encamên van tehdîd, şer û pevçûnan de wan dawiya dawîn ta dereceyekê bi daxwaza xwe, bi riyeka aştiyane xwe tevî dewleta Osmanî kir, selametiya xwe bi tevêbûna li gel wan dît.[10]

Osmaniyan jî di destpêkê de parastina desthilata xanewadeyê li ser ax û erdên wê qebûl kir. Mirên Şadgeliyan bi hêza xwe ya eskerî, siyasî û civakî, xwe tevî berfirehbûn û bihêzbûna Dewleta Osmanî kir. Ew bi eskerên xwe yên di fermanberiya serdarên xwe de, li gel orduyên Osmaniyan beşdarî xeza û fethên li Ewropayê bûn. Di şerên Osmaniyan ên li hember Qeremaniyan û mîrekên din de, li gel Osmaniyan ketin şeran. Lê her ku dewleta Osmanî xurt bû û desthilatdarî ket destê wezîr û paşayên dewşîrme yên ji Enderûnê gihaştî, wek mîrekên din ên nav Osmaniyan, Mîrekiya Şadgeliya jî desthelata xwe ya li ser sîstema ademî merkeziyetê wenda kir, bere bere xweîdarekirineka otonom nema û rêvebirina deverên wan jî ket bin hukmê navendî, hinên xanedanê li deverên xwe bûn paşa û birêvebirên tayinkirî, hin ji wan jî koçî paytext Îstanbolê kir û di nav burokrasiya ilmî, dînî, eskerî û sivîl de wazîfe hildan, bi kar û barên kultur, huner, ilmî, dînî û perwerdeyî biliyan.

DERKETİNA MÎREKİYA KURD A AMASYAYÊ

(Xanewadeya Emîr Bahaeddîn Kurd)

Emîr Bahaeddîn Kurd Beg (mirin 1343) begê wan Kurdan bû ku li başûrê rojavayê Amasyayê bicîh bûbûn. Li gor nivîskarê Dîroka Amasyayê Huseyîn Husameddîn Abdizade[11], birayê Emîr Bahaeddîn Kurd yê bi navê Sevîncer jî yekî naskirî bû. Ew wek Kurdên Boşakî dihatin naskirin. Nivîskar dinivîse ku Bahaeddîn Kurd Beg kurê Qayî/Qeyî/Qewî, ew jî kurê Boşakî bû.

Huseyîn Husameddîn ji vê îdîayê tevdigere û van Kurdan dike Tirkmanên ser bi tîreya Qayiyên Oxuz. Lê li gor zanyariyên heyî, li wan deverên rojava û nevendên Anatolyayê ji berê de gelek gund hene ku navên wan Qeyî ne, di piraniya van gundan de Tirkman û Kurd bi hev re dijîn, di hin ji wan de tenê Kurdên Elewî/Ehlê Heq dijîn.[12] Muhtemelen Qeyîtî, ku Osamniyan gelek piştî avabûna xwe di nîvê yekê ê sedsala 15ê de, bi riya şecereyeka xeyalî ya durustkirî xwe bi Suleyman Şahê damezrênerê Selçûqiyên Romê ve û ji nav Selçûqiyan xwedêgiravî eşîra herî birûmet Qayiyan ve girêdan, ew civakên Kurd û Tirkman ên ku di pey vegeriyana Moxoliyan a ji Anatolyayê tevî Osmaniyan bûbûn derket.

Bavê Bahaeddîn Kurd û Sevincer ê bi navê Qeyî ser bi Sultanê Selçûqiyên Romê Mesûdê Duyê ve bû. Deverên ku ew lê jiyabûn di destpêka sedsala 20ê de jî ew gund bûn ku wek Çiftliga Kurdan (Kürtler Çiftliği), Kurdên Qeyî û gundê Sevincerê dihatin naskirin.[13] Qasî xuya dibe, ne ku bes gundên bi navê Qeyî yên bavê Kurd Beg herwiha yên bi navê apê wî Sevincer jî hene.

Ya rastî, ji çavkaniyên heta nuha bidestxistî, hê em hîn nebûne ku navê eslîn ê Kurd Beg çi ye. Agahî hene ku ew emîr e, ji xanewadeyeka esilzade tê, wî xizmayetî li gel sultanê Selçûqiyên Romê kiriye. Muhtemelen, ”Bahaeddîn”‘Kurd Beg” jî ne navên wî yê eslîn in, unwan û leqebên wî ne. Di dîrokê de, her gav, di her astê de kesayetî hene ku ji ber giringî, qehremanî û naskirina xwe, navên qewmên xwe an yên serbilindî û pesndayinên xwe wergirtine. Her wekî navên Selaheddîn û Eyyûbî, herdu jî ne navên eslîn ên Selahaddînê Eyyubî ne, unwanên wî ne. ”Selaheddîn” bi maneya ”sadiqê, pêvebestiyê dîn”, ”Eyyubî” jî navê bavê wî Eyub e û ji ber ku dewlet bi navê bavê wî hatiye danîn, jê re bûye unwan. Navê Selaheddîn ê ku wexta jidayîkbûnê lê hatiye kirin ”Yusuf” e. Her wiha ew navên ku li padîşah û siltanên cuda tên kirin, ne navên esasî, lê unwanên wan in, ”Alaeddîn, Qutbeddîn, Seyfeddîn, Mubarezzeddîn, Xiyaseddîn, Şemseddîn, Şerefeddîn, Bahauddîn, Kurdî, Turkmanî, Farisî, Arabî, Acemî, İsfahanî, Baxdadî, Misrî” ev hemî leqeb in. Û hemî jî gelek caran bûne navên mişterek ên kesên naskirî yên giring ên civak û dewletên Misilman.

Ji bo ku di dewrên nêzîk de, her di eynî dewrê de ji bo gelek kesan eynî nav tên bikaranîn, di serê însanên me yên niha de gelek caran têkilhevî dertên, dibin sedemên şaşnaskirinan, şaş têgihîştinan.

Dîtina min ew e ku di mesela navê Emîr Bahaeddîn Kurd de em navê rast nizanin. Şikarî jî di kitêba xwe de ya bi navê Qeremanname, behsa emîrekî bi navê”Hecî Bahaeddînê Kurdî” dike ku di destpêkê de li Sêwasê mîrtî kiriye. Muhtemelen du mîrên bi leqebên Kurdî yên naskirî hene, yên behsa buyerên wê deme û wê deverê dikin, jiyanên destpêkê yên van herdu mîran têkilhev kirine, hin karûbarên ku ji bal yekî ve hatine kirin li ser yê din jî hatine hesabkirin û ew kesayetî bi şaşîtî, weka yek kesî hatine fahmkirin. Lê ji agahiyên jiyanên wan ên dema nasbûyîyê tê fehmkirin ku ev herdu şexsiyet ne yek, du kes in û nêzî hev bin jî di dewrên cuda de jiyane.

Emîr Bahaeddîn Kurd Beg, di nîvê yekê ê sedsala 14ê de jiyaye, wek Emîrê Amasyayê wazîfe kiriye, di dewra Îlxaniyên Moxolî de pleya wî bilind buye, Di Dewleta Eretnayî a Moxolî ya ser bi Îlxaniyan de hin berpirsiyariyên birêvebirî û eskerî hildane ser milê xwe, buye Emîrê Amasyayê, piştî ku Dewleta Eretnayî zeîf buye ber bi perçebûnê ve çuye, ev mîrekiya Amasyayê ya ser bi Eretnayê ve ji bal kurên wî ve hetiye îdarekirin û yekê ji wan (Şadgelî) serxwebûna emaretê îlan kiriye. Ew bi navê Emareta Kurdan a Amasyayê, Mîrtiya Qûtlû Şah, Emareta Şadgelî/Şadgeldî hatiye binavkirin. Kurên vî emîrî Xwace/Hace Elî, û Hecî Nûreddîn Qûtlû Şah îbn Kurd gelekî navûdeng dane, wan walîtiyên bajarên Sêwasê û Qeyseriyê, wezîrtiyên Mehemed Begê Eretnayî kirine. İbn Kurd Qûtlû Şah, piştî bavê xwe Kurd Beg buye emîrê Amasyayê.

Hecî Bahaeddînê Kurdî yê ku Şikarî behsa wî dike di dema herî xurt a Selçûqiyên Romê de emîrtiya Sêwasê kiriye, tûşî êrîşên Weledên Qereman /Qeremanoxulları buye û ev dever wenda kiriye. Lê piştre em wî Emîr Sewahîlê (Mîrê Peravên)Dewleta Selçûqiyan ê Deryaya Egeyê (deverên Mugla û Aydina niha) dibînin. Di vê demê de ji ber ku cîranên wan e û dixwaze tehdîda wan berteref bike, bi Qeremaniya re siyaseteka lihevkirinê û hevkariyê meşandiye, tevî vê jî gelek caran ew û wan hatine hemberê hev, dawiya dawîn jî di buyera Cîmrî[14] de ji bal Qeremaniyan ve di dema parastina bajarê Qonyayê de hatiye kuştin. Kurê wî yê bi navê Mend[o]/Mende Şah ku tirk jê re dibêjin ”Menteşa” ketiye şuna wî. Emîr Sewahîl Mende Şah gava Dewleta Selçûqiyên Romê ji bal Moxoliyan ve hat hilweşandin serxwebûna emareta xwe bi navê Emareta Mendeşahîyan (Dewleta Menteşayiyan) îlan kir û li peravên Egeyê bû dewleteka serbixwe ya Kurdan; xwedan ordî û hêzeka deryayî ya xurt bû.

Di çavkaniyên weqanivîsên Îslamî de, behsa vî Emîr Bahaeddînê Kurdî tê kirin. Îbn Bîbî ê ku di dema xwe de dîroka Selçûqiyên Romê nivîsiye, behsa Emîr Sewahîl Hecî Bahaeddînê Kurdî jî kiriye, navê wî di Selçûqnameya Îbn Bîbî de, Emîr Sewahîl (Emîrê Sahîlan/Peravan, Sahil Beyi) Bahauddîn Muhamed derbas dibe. Ji vê, em tê digihîjin ku navê bavê Mende Şahê damezrênerê Dewleta Serbixwe ya Kurd a bi navê Dewleta Mendeşahiyan ”Muhemed” e.

Li gor qenaeta me, Emîr Bahaeddîn Kurd Begê emîrê Amasyayê û Haci Bahaeddîn [Muhemmed] Kurdî du merivên ji hev cuda ne û li eynî deverê, di dewrên cuda de, lê lipeyhevhatî jiyane. Ew ne bi navên xwe yên esasî lê bi leqeb û unwanên xwe hatine naskirin. Destpêka jiyana wan hatibe têkilhevkirin jî ew du emîrên Kurd ên cuda ne.

Emîr Bahaeddîn Kurd Begê ku di vê xebata me de li ser tê rawestiyan, di demekê de ku bi hatina Moxolan a Anatolyayê û şerê li gel Selçûqiyên Romê ê Kosedaxiyê yê 1243yê, di encama vî şerî de hêdî hêdî Selçûqî hilweşiyan û warên desthilata wan ketin bin destê Moxoliyan, li ser vê axa Moxoliyan zeftkirî, li alî Amasyayê ku warê wan Kurdan bi xwe bû, derket pêş.

Her çendî ew berî Moxoliyan li wê derê bûn, bi sultanên Selçûqî re pewendiyên wan ên nêzîk û xizmatiyên wan hebûn, wan xwe nêzî Moxoliyan jî kir, bi berpirsên wan ên Anatolyayê re pêwendiyên li gor berjewendiyên xwe danîn û Moxolan jî ji wan îstîfade kir. Bûn emîrên Amasyayê, Qeyserîyê, Sêwasê û Toqatê ên Eretnayiyên Moxolî. Dewleta Eretnayî bi belavbûna Selçûqiyan re stêrka wan geş bûbû, berfireh bûbûn li cografyaya Amasyayê, Toqatê, Şerqîqerehîsarê. Bi hêza xwe, bi ilm û îrfan û rêvebiriya xwe di asta bilind a burokrasiya Eretnayiyan de wezîfe girtin, bûn hêzên mumtaz ên ber çavên Eretnayiyan.

 Kurd Beg, bi saya Sunkuroxlu Şehabeddîn Ehmed Begê ku beg û elçiyê sultanê dawîn ê Moxolîyan/ Îlxaniyan Ebû Seîd Bahadir/Bahadir Xan bû, emaret bidestxistibû û bûbû mumtazê ber çavê Sultan Ebû Saîd.

Ew her wiha bi keça Sultan Altunbaşê kurê sultanê dawîn ê Selçûqiyên Romê Sultan Mesûdê Duyê re zewicîbû. Pêbestî û parêzerekî xurt ê xezûrê xwe bû. Gelek caran mihawele kiribû ku wî hilkişîne ser text û desthilata Selçûqiyên Romê ji nuh ve îhya bike.

Gava Eretna Beg sax bû, wî jî bi hevkariya Kurd Beg dewleta xwe îdare kir, lê bi mirina wî re kur û nevîyên wî yên ku ketin şûna wî nekarîn Dewleta Eretnayê qenc îdare bikin, di kêf, şahî û zewqan de xerq bûn, dewleta wan jar bû, planên bi wê armancê jî hatin rakirin, Emareta Kurdan ya Amasyayê û Eretna ji hev dûr ketin. Qadî Burhaneddîn Ehmedê wezîrê Eretnayê ku desthilat xist destê xwe, Dewleta Eretnayê bi temamî bû dijminê Emareta Amasyayê a Kurd. Şer û pevçûnên wan heta bi dawîhatina li wan, her berdewam kir.

Kurên Kurd Beg; Hecî Nûreddîn Qûtlû Şah, Doxan Şah, Gazan Şah/Qazan Şah gelek hatibûn naskirin. Ev, ji keça Sultan Altûnbaşê kurê Sultan Mesûdê Duyê ê Selçûqî bûn.[15]

Huseyîn Husameddîn diyar dike ku Xwace Elî Şah û Xeyreddîn Xelîl Beg bira ne, lê nanivîse ku ew kurên Kurd Beg in, dinivîse ku mirov û aqrebayên wan ên nêzîk in. Di Bezm û Rezma Esterabadî de, aqrebatî û pêwendiyên xwînê yên navbera van ne zelal in. Şikarî, gava behsa wezîrtiya wan a ji bo Eretna Beg û piştî wî ya kurên wî Mehemed Begê (Emîrê Sêwasê) û Cafer Begê (Emîrê Qeyseriyê) ku li pey wî hatine dike, yekî, hergav wek Xwace Elî yê din jî misewa Îbn Kurd bi nav dike û eşkere wan bira nîşan dide.[16]

Tevî ku di fetihkirina bajarê Qonyayê de navê wî eşkere dide jî ji Şikarî fahm nabe ku îbn Kurd esas Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd Beg e. Lê Huseyîn Husameddîn Di Dîroka Amasyayê de bi zelalî navê Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd dinivîse. Her çendîn Huseyîn Husameddîn di destpêka berhema xwe de dinivîse ku Hecî Qûtlû Şah û bavê wî Emîr Bahaeddîn Kurd Beg ne Kurd, ne jî Moxolî, Tirkman in, pişt re di lipeyhevhatina buyeran de bi wan agahiyên ku dide, li ber çavan tê raxistin ev xanedan Kurd e.

Muneccimbaşî wî wek El Hac Qûtlû Şah îbn Kurd yan Qûtlû Şah îbn Kurd dide nasîn wek esil jî dinivîse ku Kurd yan Moxolî ye.[17]

 Dîrokzanê hemdemê Qûtlû Şah, Selahaddîn es-Safedî di kitêba xwe de ya bi navê Aynu’l Asrê dinivîse ”Qûtlû Şah el Vaşakî (Boşakî/Boşaqî?) yê ji umerayên Moxoliyan) dibêje” Helbet wek jê xwiyaye ew ji umerayê dewleta Moxoliyan e lê nayê wê maneyê ku ne Kurd e.

Li jorê hat diyarkirin carekê tenê Şikarî gotiye Qûtlû Şahê Moxolî, lê wekî din hergav nivîsiye ”Qûtlû Şahê Kurd” yan ”Îbn Kurd”.[18]

Ev binavkirin ne ji ber wê ye ku ew Moxol bû, lê sedem ew bû ku bajarên Selçûqiyên Romê di demekê de ketin bin desthilata Moxoliyan û ew li wê derê hukumran bûn. Ew emîrên ser bi Selçûqiyan ve û bajarên wan ên li Anatolyayê û Romê ji nîvê sedsala sêzdeyê pê ve ji bal Îlxaniyên Moxolî hat zeftkirin û hukumraniya wan li van diyaran ket rewacê. Heta dawiya sedsala 14’ê ev hukumranî li alî Amasyayê, Toqatê, Qeyserîyê û Sêwasê ma, emîr û begên van bajaran Kurd, Tirkmen, Moxolî yan ji etnîsîteyeka din bin jî wek emîr û begên Moxolî hatin binavkirin.[19]

Ji bo ku Emîr Bahaeddîn Kurd, emîrê bajarê Amasyayê, ew bajarê bin desthilata Moxolî /Îlxniyan e, ji bal hin nivîskarên Ereb ve wek emîrê Moxolî hatiye nasandin. Ev, nayê wê maneyê ku ew bi eslê xwe Moxolî ye, lê nîşan dike ku emîrekî bajarekî ye ku suzerenên/serdestên wî bajarî Moxolî bûn.

Gava piştre ew tarîxa wan a ku bi berfirehî hatiye nivîsîn tê xwendin tê dîtin ku eslê wî Kurd e. Loma Emîr Bahaeddîn ev nav/leqeb wergirtibû. Ji xwe emareta wî di dema kurên wî û neviyên wî de berfireh û bihêz bû, piştre bi zeîfbûn û vekişiyana Moxoliyan re ji bal neviyê wî Hecî Mîrî (Emîr Şadgelî/Şadgeldî Paşa/Padîşah -kîtabeyên ku dinivîsin ”padîşah” hene- ve serbixweyiya mîrekiyê hat îlankirin. Piştî vê îlanê mîrekî wek Emareta Weledên Kurd (Kurdoxullari Beyliği) hat binavkirin.

Berî emîrtiya xwe jî, Bahaeddîn Kurd Beg, bi malbat û eşîra xwe ve li başûrê rojavayê Amasyayê dijiya. Cih û warên ku ew lê bicî bûbûn bi navê Çiftliga Kurdan, Taxa Kurdan, bi berfirehbûnê re gundên Kurdan hatin naskirin. Helbet bi navên din, gundên din ên xanewadeyê û eşîrê jî hebûn.

Di eslê xwe de dîrok nîşan dide ku gelek nimûneyên wiha hene ku di welatê bav û kalên xwe de yan li deverine din bi eslê xanedaniya xwe dever îdare kiribin, lê ji ber eslên fermanberiya di ser wan re ew ne bi navê eslê xwe, lê bi navê fermanrewatiya, melikiyeta, xelîfetiya, şahiya yan qiraliya di ser xwe re hatibin binavkirin.

Me berê jî behs kir, sultanên Dewleta Eyyubî tevî ku her kes dizane ew bi eslê xwe Kurd in beşek ji coğrafyaya desthilatdariya wan di nav erdên desthilatên Haşimî, Emewî, Ebasî an Fatimî de bûne, hin dîroknasan[20] ew wek sultanên Ereb, maiyetên wan Ereb, orduyên wan orduyên Ereb binavkirine. Hinên ku ew wek hem Kurd û hem jî Ereb qebûl kirine û welê dane nasandin jî hene.

Tirkmanên ku bi navê Selçûqiyên mezin ji bo ku li ser erdên Ecem/Îranê bûne desthilatdar wek Selçûqiyên Ecem, Selçûqûyên ji nesla Qutalmişê kurê Îsraîl/Arslan hatî ji bo ku li ser Axa bin destê Romaya Rojhilatê dewlet danîne wek Selçûqiyên Romê, ji padîşahên dewleta Osmanî re her ji ber eynî sedemî hatiye gotin sultanên Romê.[21] Bizzat xanedanên Selçûqî û Osmanî ji bo xwe ev nav qebûl kirine. Gelek caran ew bi riya jin anînê bûne xizmên împarator, prens an vasalên Romayê. Ji Selçûqiyên Romê re piştî derketina nasyonalîzmê a sedsalên dawîn, bi taybetî jî bi avakirina Cumhuriyata Tirkiyayê re hatiye gotin Selçûqiyên Anatolyayê, yan Selçûqiyên Tirkiyeyê. Xwediyên wan dewletan tu carî ew nav li xwe nekiribûn.

Eger em bên ser mesela Emîr Kurd Beg, gotina ”Kurd” bi navê Emîr Bahaedîn sînordar nemaye, ji temamê xanewadeya emîrtiyê, eşîr û teb’ayên wê re navê Kurd şamil buye. Her wekî piştî emîr Bahaeddînê Kurd kurê wî Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd (kurê Kurd) ji bo ku kurê Kurd Beg bû ev nav wergirtiye.

Demekê Bahaeddîn Kurd Beg, emîrtiya xwe ya Amasyayê ji dest ve bir, ji bal Eretna Beg hat tayinkirin ji bo emîrtiya Qeyseriyê, tevî malbata xwe, xizm, aqreba û maiyeta xwe, çû, emîrtiya Qeyseriyê kir. Wê demê ji ber pirbûna nifûsa xwe, wan li Qeyseriyê taxeka mezin avakir, ku heta destpêka sedsala derbasbûyî ev tax wek Taxa/Mehela Kurdan dihat binavkirin.

Ew kesê ku hema hema di hemî dîrokên behsa wan kirî de, wek Hecî Nureddîn Qûtlû Şah îbn Kurd li ba Şikarî di Qeremannameya xwe de gava behsa vegirtina Qonyayê dike tenê carekê wek Hecî Qûtlû Şahê Moxolî tê binavkirin, piştre her dem ew wî wek Hecî Qûtlû şahê Kurd dide.

Wek berê jî diyarkirî, Emîr Bahaeddînê Kurd zavayê şehzadeye Selçûqî Sultan Altunbaş û take parêzerê wî bû. Sala 719/1319 ê gava şehzadeyên Selçûqî dihatin qetilkirin wî Sultan Altunbaş li Çiftliga xwe veşart û ew ji kuştinê xelas kir. [22]

 Kurd Beg mirovekî gelek mêrxas ê bitedbîr bû, hezkiriyê Sultan Eretna û gelê bajarê Amasyayê bû.[23]

Emir Tîmûrtaşê (Temirtaş, Demîrtaş. Emîr Tîmurtaş Noyan û bavê wî Emîr Çoban Noyan waliyên Îlxniyan ê Anatolyayê bûn) di buyerên piştre rûdayî de Sultan Altunbaş ê ku ji Sêwasê bazda çû Misrê, ew bexişand û vegerand Amasyayayê. Ew piştî vê di Çiftliga Simreyê a bin kontrola Taşan Beg de jiyaneka munzewiyane dijiya.

Eretna Begê Yekem ê ku begên Amasyayê li hemberî Emîrê Amasyayê ê wê wextê Yaqûb Şah pîj dikir û dixwest wî tesfiye bike, bûbû alîgirê Altunbaş ê ku di Çiftliga Simreyê de munzewiyane dijiya. Loma jî heta jê dihat piştgirî dida Kurd Beg û Taşan Begê ku wan dixwest Altunbaş bînin ser textê Amasyayê, ew diparastin û cesaret dida wan.

Emîr Suleyman Begê kurê Yaqûb Şah xwe dispart hêza begên ku emîrtiya bavê wî qebûl dikirin û li ser navê bavê xwe Amasya îdare dikir. Kurd Beg û Taşan Beg ji Sêwasê hatin û wan bi hin begên li derûdora Amasyayê re tifaq kir, peyman best ku Sultan Altunbaş derxin ser text. Emir Îlmeddîn Sileyman Begê kurê Perwane Beg bi hemî hêza xwe piştgirî da vê peymanê. Sultan Altunbaş di encamê de cara duyê havîna sala 1337ê li Amasyayê derket ser textê Selçûqiyên Romê, resmen xwe padîşahê Selçûqiyan îlan kir. Emîr Taşan Beg bû atabeg, Emîr Bahaeddîn Kurd Beg bû mîrêmîran, Suleyman Begê kurê Perwane Beg bû wezîr, Gumuşluzade Celaleddîn Abdullah Çelebî jî bû mustewfî (defterdar).[24]

Di nav wan begên derûdora Amasyayê de ku piştgirî didan Kurd Beg, yên wek El-Hac Kemaleddîn Îsmaîlê Sunkurogullariyan, Şucaeddîn Suleyman Beg û ji begên gelek rêzdar Gulbeyoglu Îzzeddîn Mehemed Beg hebûn. Bi alîkariya van, Kurd Beg û Taşan Beg Sultan Altunbaş ji Çiftligê bi merasimeka mezin anîn Amasyayê, ew derxistin ser text, slatanata Selçûqî ku îdî dawî lê hatibû mihawele kirin ku îhya bikin. Sultan Altunbaş ew bîst û du sal bûn ku carina li Çiftliga Taşan Begî, carina li ya Kurd Begî, piştî ku Sultan Ebû Saîd Bahadir Xanê Îlxanî Çiftliga Simreyê da wî, li wê derê jiyaneka sade dijiya. Ew qas îxtîyar jî bûbû ku bizavên wî yên bedenî û zihnî jî hema hema rawestiyabûn. Hemû karûbarên xwe dabûn destên Taşan Begî û Kurd Begî, wan jê re dimeşand. Saltanata wî ya ser text jî îdî ji unwanekî rût pêve ne tu tişt bû. Jê re Gazî Çelebî û Şah Melik Çelebî jî dihat gotin.

Xulase li Amasyayê nifûza mîrtiyê ji destê emîrê Îlxaniyan Şêx Hesen Begê Kuçuk (Şêx Hesenê Sexîr) ê Tîmûrtaşiyan û merivê wî Hecî Yaqûb derket, ket destê Kurd Begî û Taşan Begî, pêre jî hamiyê wan Eretna Begê emîrê Sêwasê.

Şêx Hesen Begê Tîmurtaşî (Weledê Tîmurtaş) û Hecî Yaqûb Beg gelek muteesîr bûbûn bi jidestbirina Amasyayê, lê wê demê ew ji bo ku gelek bi Emîrê Iraqê Şêx Hesenê Kebîr mijûl bûn, rasterast dernedikatin pêş Kurd Begî û Taşan Begî, begên Şerqîqerehîsarê û Erzincanê, bi taybetî jî Emîrê Nîksarê Taceddîn Dogan Beg pîjî ser wan dikir, bi wan Eretna Beg, Kurd Beg û Taşan Beg tehdîd dikirin.

Begên Amasyayê yên ku wek emîrên Sultan Altunbaşê Selçûqî dihatin hesibandin ji ber hevrikî û xeyda ketibû navbera wan, gorrên hev dikolan, nelihevhatî bûn. Xalfet Gazî û Weledên Gul Beg nifûza Kurd Beg û Taşan Beg hezm nedikir, kumreşî li hember wan dikir. Wek hatî destnîşankirin, Sultan Altunbaşê ku îdî nigekî wî li dinyayê yek li gorrê bû nedikarî bi awayekî qenc wan îdare bike, pirsgirêkên navbera wan çareser bike.

Destê Memlûkiyên Misrê jî digihîşt heta wan deran. Ji ber şandina hêzên talanker ên ji bal Memlukiyan ve bo ser Amasyayê, dijberiyên navbera mîrên Amasyayê kûrtir kir û derfet peyda kir ku Emîrê Nîksarê Dogan Şah bi hêzên xwe û yên Emîr Şêx Hesen Begê weledê Tîmurtaş hicûmî ser Amasyayê kir. Li devera Taşovayê şerek derket, Şah Dogan zora Kurd Beg û Taşan Beg bir, di nîveka sala 1340ê de Amasya dagîrkir. Dogan Şah îtîbara Şêx Hesen Begê Tîmûrtaşî lê vegerand mecbûr kir ku alîgirên Kurd Beg, Taşan Beg û Altunbaşê ku Gazî Çelebî jî jê re dihat gotin, birevin xwe li derûdoran veşêrin. Wî, Altunbaş jî cardin zîvirand Çiftliga Simreyê. Ew bi xwe jî li ser textê Amasyayê rûnişt. Tevî ku emîrê Sêwasê Eretna Beg li dijî vê rewşê bû jî mecbûr ma çavê xwe bigire û bêdeng bimîne. Lê qîmet da wan kesên ku ji Amasyayê bazdabûn, xwe avêtibûn bextê wî, ew parastin. Emareta Qeyseriyê da Kurd Beg. Samgar û Tac Qiziloxullariyên ku li dijî wî bûn, ji wir qewirand.

Elaeddîn Elî Şahê kurê Babazade Qûtlû Begê ku ji nesla Baba İlyas Beg bû û dosteki nêzîk ê Kurd Beg bû, qîmeteka wî ya mezin li ba Eretna Begî hebû. Kurd Beg jî di dema destpêka dostaniyê de emîrekî mêrxas ê bikêrhatî yê Ebu Saîd Xanê sultanê Îlxaniyan bû.

Di vê dewrê de Taxa Kurdan a li Qeyseriyê her ku çû berfirehtir bû, ew der îdî cihê cîwarbûna zarok, jin, malbet, birêvebir, xizm û eqrebayên Emîr Bahaeddîn Kurd bû.[25]

 MUHAREBEYA EGRİBUKÊ

Di sala 1341ê de Amasya ji bal Zeyneddîn Tulî Begê ji Weledên Habil (Habiloxulları) ku alîgirên Eretna Begî bûn hat zeft kirin. Emîr Şêx Hesen Begê Tîmurtaşî, zêde li ber buyerê ket, biryar da ku şerê Eretna Begî bike. Lê ji raqibê xwe yê mezin; Şêx Hesenê Kebîrê Waliyê İraqê û Cîhan Tîmûr Xan ditirsiya ku êrîşê bînin ser wî. Birayê xwe Melik Eşref Xan şand ser Cîhan Tîmûr Xan. Orduyeka mezin jî amadekir, bi serdariya Hecî Yaqûb Şah û Suleyman Xan şand ser Eretna Begî. Eretna jî bi hemî hêza xwe ya heyî derket hemberî eskerê hatî.

Orduyên herdu aliyan li Deşta Egrîbukê ya navbera Sêwas û Erzincanê hatin hemberê hev. Şerekî xwînawî bû. Eretna Xan û mîrên Amasyayê di 11ê Novembera 1343yê de ku rojeka duşemê bû, zora Suleyman Xan û Moxoliyan bir zafereka mutleq bir û Moxolî ji Anatolyayê maliştin.[26]

 Munecimbaşî di Camîu’l Duwelê de dinivîse ku: ”Şêx Hesenê Sexîr ê Tîmurtaşî ji têkçûna orduya xwe gelek aciz bû, Hecî Yaqûb Şahê ku li gor wî li hemberê dijmin pê re lihevkirin û hevsozî kiribû, di 1343yê de ku ji şer vegeriya ew îdam kir. Jina Şêx Hesen Şahê Sexîr a bi navê Îzzet Melek Xatûn jî ku gelek dilgirtiya Yeqûb Şahî bû, rikê xwe ji mêrê xwe Hesenê Sexîr vegirt, di 12ê Desembera/Çileya Pêşîn a her eynî salê de gava bi şerxweşiyeka giran ketibû xewê bi cariyên xwe da fetisandin.[27]

 QÛTLÛ ŞAH ÎBN KURD

Di şerê Meydana Egribukê de zafer hatibû bidestxistin, lê mixabin Hecî Bahauddîn Kurd Begê Emîrê Qeyseriyê di wî şerî de hatibû kuştin (1343). Kurê wî El Hac Nureddîn Qûtlû Şah îbn Kurd ket şûna bavê xwe. Qûtlû Şah di vî şerî de gelek bikêrhatî û mêrxas derketibû, têra xwe qenciyên wî bûbûn. Nureddîn Qûtlû Şah piştre bi mirina emîrê Amasyayê Zeyneddîn Tulî Beg, ji emareta Qeyseriyê hat Amasyayê bû emîrê wê derê.

Nayê zanîn ku Nureddîn Qûtlû Şah di kîjan tarîxê de bûye emîrê Amasyayê. Tarîxa mirina emîrê berê Zeyneddîn Tulî Beg jî ne diyar e.

DEWRA EMÎRTIYA HECÎ QÛTLÛ ŞAH A AMASYAYÊ

Navê vî emîrî di Quyûdatên Atîka de û di Sicîlên Amasyayê de gava nav li hin camiyan hatine kirin hatiye dayin; Mescida Şerîf Muslihiddîn yan jî Camiya Şerîf el-Hac Nûreddîn Qûtlû Şah hatine nivîsîn. Ev camiya ku di destpêka sedsala bîstê de bi awayekî wêran mabû, hebûna wê ji sala 1355ê bi vir de dihat zanîn.

Li gor Huseyîn Husameddînî ji vê, kare bê texmînkirin ku Hecî Qûtlû Şah di sala 1346ê de buye emîrê Amasyayê.

Di dema Hecî Qûtlû Şah de, Qadiyê Qudatan (qadiyên qadiyan, kadılar kadısı) ê Amasyayê Mewlana Nureddîn Osman bin Yaqûb ez-Ziyarî , defterdarê wê ji Babazadeyan (ji xanewadeya Baba Îlyasê ku xelîfeyê Tacu’l Arifîn Ebul Wefa el Kurdî bû û xelîfeyê wî Baba Îshaqê Kurd bû ku li hemberî Selçûqiyên Romê serî hildabû) Xwace Faxreddîn Mehemed bin Abdullah el-Cewahîrî bû. Xwace Faxreddîn Çelebî kurapê Xwace Alaeddîn Elî Şah kurê Qûtlû Begê wezîrê Eretna Xan bû. Qadiyê Qudatan ê Amasyayê ê berê Îmadeddîn Omer bin El Xelatî (Exlatî) jî bûbû qazaskere (qaziyê eskerî) Eretna Xanî.

 Di dema Hecî Qûtlû Şah de bi mirina Îbrahîm Begê Candarî (1347) re Suleyman Paşazade Adil Beg ket şuna wî. Begê Anqereyê Melik Nasreddîn Bextiyar Begê kurê Dewlet Şah bû. Hukumdarê Qonyayê Xêreddîn Xelîl Beg bin Mehmûdê Qeremanî bû. Ew li bajarê Larendeyê (Qeremanê) rûdinişt. Emîrê Elbistanê, Zeyneddîn Qerece Beg bin Elî Begê Dulqadirî bû, Ser bi Memlukiyên Misrê ve bû. Mîrê Divrîgîyê, Mehemed Begê weledê Çagrî bû, bi wî awayî birêve dibir ku carina ser bi Eretna Xanî, carina jî ser bi Qerece Beg ve meyl dikir. Kurê wî Îbrahîm Beg bû.

Ji bo ku di navbera mîrên Eretnayî û yên Qeremanî de xizmayetiya jin dan û stendinê hebû, li hemberê hev rêzdar û bi nezaket bûn. Bi mirina Xelîl Beg bin Mahmûd Begê Qeremanî di sala teqrîben 1350yê de, kurê wî yê mezin Şucaeddîn Suleyman Beg bu hukumdarê dorûbera Qonyayê û li bajarê Larendeyê (Qeremanê) cihnişîn bû, birayê xwe Dawud Beg wek walî şand bajarê Qonyayê.[28]

Wek tê zanîn bi hilweşiyana Selçûqiyên Romê paytexta wan Qonya ketibû destê Qeremaniyan. Bi vê re jî du paytextên vê mîrekiyê peyda bûn; yek Larende ya din jî Qonya.

Wîlayetên Amasyayê, Toqatê, Canîkê, Çorumê, Sêwasê, Qeyserîyê û Erzincanê di bin hukm û siya Eretna Xan de bûn.[29]

Bi mirina Eretnayî, dewleta wî berê xwe da paşerojeka nediyar. Du kurên Eretna Xanî hebûn. Yê mezin Cafer Beg, yê piçûk Mehemed Beg bû. Mehemed Beg gelek ciwan/gênc û xweşik ê lihevhatî bû. Cazîbeya wî husn û cemala wî her ji bal kê ve hat dîtin heş û aqilê wan firiya. Wezîr Xwace Elî Şah, her alî Mehemed dikir, dixwest wî hilkişîne ser textê bavê wî Eretna Xanî.

Di Qeremannameya Şikarî de û di Bezm û Rezma Esterabadî de, behsa cazîbe, sipehîtî û xweşikiya Mehemed Beg tê kirin, tê destnîşankirin hem di dema gêncatiya xwe de hem jî gava hilkişiyabû ser text bala wî tim li ser aheng û civînên eşq û yariyan bû. Ji bilî xanim, yar û cariyeyên wî yên jin, yar û hezkirên wî yên mêr jî hebûn. Eşqa ku ji bo hin ji van hest pê dikir, gava ji wan dûr diket, ew nexweş dixist, siyaseta wî ya îdarekirina dewletê diguhart.[30]

Şikarî jî dinivîse ku Mehemed Begê kurê Eretnayî û Alaeddîn Begê Qeremanî hê ji zaroktiya xwe de du hevalên hev ên nêzîk bûn, li Qonyayê bi hev re xwendibûn û bi hev re mezin bûbûn, gava ji hev vediqetiyan ew qas xemgîn dibûn ku nexweş diketin, herduyan jî paytextên hev gelek car bi navbirrîyên kurt ziyaret dikir, carina bi mehan bi hev re dijiyan, eşq û yariyan, ahengên coşîn dikirin.[31] Li gor Şikarî Suleyman Şahê birayê Alaeddîn û begên Qeremaniyan yên din ji ber van pêwendiyên wî gelek nerihet bûn. Li alî din di Bezm û Rezmê de navê Alaeddîn di van pêwendiyên hissî de nayê dayin, tê îddîa kirin yê ku bala xwe dide ser Mehemed Beg; Suleyman Begê Qeremanî yê birayê Alaeddînî bû.

Wekî din li gor hem Qeremanname hem jî Bezm û Rezmê Xwace Eliyê kurê Kurd Begê Emîrê Amasyayê yê ji wezîrên Eretna Xanî baleka taybetî ber bi Mehemed Beg de his dikir, ji ber vê jî hin tengijiyan û dijberî di navbera hin began yan jî birayê Mehemed Begî Cafer Beg de peyda dibûn.

Di Dîroka Amasyayê ya Huseyîn Husameddîn de tê nivîsandin ku Xwace Elî Şah bûbû meftûnê xweşikiya Mehemed Begî, lê belê qazasker İmadeddîn Omer Çelebî ev meyl û tevgerên Xwace Elî nedieciband, heqê Cafer Beg teslîm dikir. Di vê çarçoveyê de eger Mehemed Beg bibûya emîr, Xwace Elî ê serbesttir wezîrtî bikira, karûbarên memleket li gor dile xwe bimeşanda.

Xwace Elî tevî hemî lihemberderketinan, Cafer Beg girt, hefs kir û Mehemed Beg derxist ser textê Emîrtiyê. Bi vî awayî Melik Nasireddîn Mehemed Beg di xanedaniya Eretnayiyan de bû hukumdarê duyê.[32]

Ji alî din ve hêviya Buraq Begê apê Mehemed Begî ew bû ku piştî mirina birayê xwe Eretna Xanî, ew hilkişe ser textê hukumdariyê. Gava xebera hilkişiyana Mehemed Beg a ser text bihîst gelek hêrs bû û serî hilda. Hin begên ser bi Cafer Beg jî bûbûn mixalifên hilkişiyana ser text a Mehemed Begî. Bi serîhildana Buraq Beg, Sêwasa navenda Emareta Eretnayê ket bin tehdîdê.

Wezîr Xwace Elî Şah mecbûr ma navenda emaretê biguhêze Qeyseriyê. Wî Mehemed Beg girt û bar kir wê derê. Emîrtiya Sêwasê jî da birayê xwe Hecî Qûtlû Şah îbn Kurdê emîrê Amasyayê ku hêza wî ya karibe Sêwasê biparêze hebû. Hecî Qûtlû Şah jî Amasya teslîmî kurê xwe Şehabeddîn Ehmed Şah kir û ew bi xwe çû Sêwasê.

Hecî Qûtlû Şah, Buraq Beg bi awayekî aştiyane zîvirand Erzincanê. Piştre bû serdarê giştî yê eskerê Mehemed Begê Eretnayî.

Mehemed Beg gênc û bêtecrube bû. Wê meclisa ku bavê wî alim û emîrên bitecrube lê dicivandin, wî gêncên weka xwe lê kom dikirin û tê de aheng û meşq û reqs dikirin. Ne karûbarên hukumetê dimeşandin ne jî guh dida gilî û gazinên xelkê. Rû nedida Xwace Elî Şahê wezîrê xwe jî.

Vî halê Mehemed Beg kir ku emîr jê sar bibin, berê xwe jê veguhêzin. Xwace Elî Şah, Mehemed Beg mecbûrî îstîfayê kir. Çimkî îdî xelk di wê baweriyê de bû ku ew bi xwe dibe sedemê vê kêşmekêşiyê, hukmê wezîrtiya wî qels dibû, meqamê bin wî dihejiya.

Müneccimbaşî Ehmed Efendî dinivîse: “Mehemed Beg, bi belaya bêtecrubetiya gêncîtiyê gênc li dora xwe civandin, demên xwe bi zewq û sefahetê derbas kirin, gêncan destê xwe xist nav karûbarên hukumetê, umera û xelk bêzar kirin. Di encamê de wezîrê wî Xwace Elî Şah, Mehemed Beg zîndan kir û birayê wî Cafer Beg danî ser textê hukumdariyê.”[33]

Emîr Îzzeddîn Cafer Beg, wek emîrê sisiyê dawiya sala 1353yê yan jî destpêka sala1354ê li Qeyseriyê hilkişiya ser text. Tacceddîn Îbrahîm Begê xezûr û terefdarê Mehemed Begê ji emîrtiya Toqatê hat girtin, Saadeddîn Suleyman Şah bû emîrê Toqatê.

Mehemed Beg ji zîndanê reviya çû Qonyayê, pena bir ba Suleyman Begê Qeremanî yê kurê Xelîl Begî. Di navbera Qeremanî û Eretnayiyan de ji ber zewacan xizmayetî hebû. Suleyman Beg xwest Mehemed Beg bi zorê vegerîne ser textê Qeyseriyê, birayê xwe Dawud bi hêzeka eskerî şand ser wê derê. Emîr Cafer Beg jî di bin serdariya Hecî Qûtlû Şah de hêzeka eskerî derxist pêşberê Dawud Begê. Dawud Begê Qeremanî Qonya îdare dikir. Merivekî zordar, ji kêf û zewq û şahiyan hez dikir. Ayan û xelqê Qonyayê ji deste wî bêzar bûbûn. Li hemberê vê Emîrê Sêwasê Hecî Qûtlû Şah îbn Kurdê ku serdarê eskerê li hember Dawud Begî derketî kesekî adil, dîndar û camêr hatibû naskirin. Xelkên Sêwasê û Amasyayê ji birêvebirina wî gelek kêfxweş bûn.

Eyanên Qonyayê xeber şand ji Hecî Qûtlû Şah re ku wan ji zilma bin destê Dawud Begê Qeremanî xelas bike, di vê riyê de her awe asankarî, alîkarî û piştgiriyê ê bidinê û ger bê ê Keleya Qonyayê teslîmî wî bikin.[34]

Esas Hecî Qûtlû Şah, ji birayê xwe Xwace Elî Şah, ji bo ku berê Cafer Beg, piştre Mehemed Beg hebs kiribû, her wiha, zordariyên ku di îdareya xwe de dikirin ne memnûn bû. Tu kesî ji xanewadeya Eretnayî jî bikêrhatî û layiqî emîrtiyê nedidît. Herdu bira jî pir bi rehetî û zewq û sefaya xwe ve mijûl bûn.

Hecî Qûtlû Şah bi hev re emîrtiya Sêwas, Amasya, Toqat û derûdorên wan dikir.

Munecimbaşî Ehmed Efendî dinivîse: ”Emîrê Qeremanê Suleyman Beg bin Xelîl Beg, birayê xwe Dawud kiribû waliyê Qonyayê. Dawud Beg gelek zalim bû. Ji ber zilma vî gelê Qonyayê carina ji Hecî Qûtlû Şahê Kurdî yan Moxolî re xeber dişand. Hecî Qûtlû Şah waliyê Bîladê Romê (Roma Sexîr, Sêwas) Xelqê Qonyayê yê bêzarbûyîyê ji ber zordariya Dawud Begî ew vexwendibûn û soz dabûnê ku ê Qonyayê teslîmî wî bikin. Hecî Qûtlû Şah hat Qonya zeft kir. Dawud Beg bi gelek dijwariyan bazda çû Larendeyê, canê xwe xelas kir.

Hecî Qûtlû Şah qasî çar hezar Qeremaniyên ku serî li ber hildan û şer kirin û bîst û çar mîrzadeyên Qeremanî dan ber devê şûrê xwe, ew kuştin. Ji ber ku adet bû mîrzayên milkê Qeremaniyan her gav diçûn li Qonyayê perwerdeya ilim û edebê didîtin, loma ewqas li wê derê bûn. Bajarê Qonyayê midetekê di destê Qûtlû Şah de ma.”[35]

Şikarî di Qeremannameyê de bi hin cudatiyan fethkirina Qonyayê ji bal Kurdan ve bi xurdekarî behs dike. Bi kurtebirî ev buyera vegirtina Qonyayê di Qeremannameyê de bi vî awayî derbas dibe:

Gava Eretna Beg mir, mîr û begên ku berê ser bi Selçûqiyan ve bûn civiyan, wan li hev kir, hevalê Alaeddîn Begê Qeremanî yê zaroktiyê Mehemed Begê kurê Eretnayî birin Qeyseriyê û derxistin ser textî.

Ji Kurdan Xwace Elî bû wezîrê wî, Birayê wî [Qûtlû Şah] îbn Kurd jî li Sêwasê li ser navê Eretnayiyan bû serdar.

Xwace Elî ji Mehemed Begê re got: ”Alaeddîn Begê Qeremanî hevalê te yê zaroktiyê ye, hezkirê te ye, here wî bibîne, pê re lihev bike bira aştî di navbera we de peyda bibe.”

Mehemed Beg çû Qonyayê. Dawud Beg ji bo xatirê Alaeddîn Begê birayê xwe gellek îzzet îkram kir. Di vê navberê de Suleyman Şahê Qeremanî ku birayê Alaeddîn Beg û Dawud Begî bû, Kokez Beg bi bîst û heşt hezar esker re şand seferê da Qeyseriyê zeft bike. Dawud Beg û Mehemed Beg jî tevî vê seferê bûbûn. Begên Romê [ku begên Kurdan ên Eretnayî bûn] red kir ku Qeyseriyê bidin. Şer derket. Yên Qeyseriyî vekişiyan, xwe sipartin keleyê, heft mehan kêşa lê kele nehat zeftkirin. Li gor çavkaniyên ji bilî Şikarî di vê dewrê de Qeyserî bajarekî Eretnayiyan bû û Cafer Begê Eretnayî yê birayê Mehemed Begê ew der îdare dikir.

Gava li Qeyseriyê şer berdewam bû, Mîrê Kurd Hecî Qûtlû Şah ku bihîst di birêvebiriya Qonyayê de yekî ji Qeremaniyan ê bêtecrube yê bi navê Mehmûd Paşa dimîne, bi heft hezar eskeran êrîş kir. Di vê navberê de meger Dawud Beg vegeriyaye Qonyayê, dergeh daxistin, şer bû, xelkê têra xwe eziyet kêşa.

Mehemed Beg dev ji şerê Qeyseriyê berda, hat Qonyayê, Hecî Qûtlû Şah hat qewirandin. Alaeddîn Beg, hê berê Qonya ji birayê xwe Dawud Begê û Mehemed Begê Eretnayî re hiştibû, ew bi xwe hatibû li Larendeyê bicih bûbû.

Li ser gazîkirina Mehemed Begî, Alaeddîn Beg jî hat Qonyayê. Herdu aşiqan hevdu dît, meclisên şahiyan gerandin, çil roj û çil şevan aheng kirin. Dîlberên Rom û Yunanî, mehbûb û mehbûbeyên wan hin direqisîn, hinan muzîk dijenî, hinan jî distira.

Li Qonyayê çar[pênc] kesên ji bal xelkê ve muteber ku guh li peyvên wan dihat girtin hebûn; Exî Nehîs, Exî Murad, Cebbar, Kedxuda û Bazarbaşî. Evan xelkê bajêr li derekê civand û got: Eger Weledên Qeremanî li vê derê bimînin halê me xerab e. Divê em riyekê bibînin wan ji vê derê rakin.

Hinek hatin wazîfedarkirin, bi dizî ew çûn ba Mehemed Begê Eretnayî wan got: ‘Weledên Qeremanî xwedan mîzacê req in, em bi wan re debar nakin, riyekê bibîne, Alaeddîn bişîne memleketê wî, tu bibe şahê me.’ Mehmed Beg got qey rast e, çû ba Alaeddîn, got ”Qonyayê bide min.”  Alaeddîn got tenê ya min buya min ê bidaya, lê para birayê min Dawud Beg jî tê de heye, ez bidim, hûn herdu bi hev re îdare bikikn.”

Mehek derbas bû. Vê carê heyeta Qonyayê mektûbek xêz kir da Elaeddîn, ku tê de hatibû nivîsîn birayê wî ji Larendeyê gotiye, ”bira ecele Alaeddîn bê cem min.” Alaeddîn xatir ji Mehemed Beg xwest û çû.

Exî Nahîs xeber şand ji Mîrê Kurd Qûtlû Şah re, got: ”Zû were, Weledê Qereman çû, Mehemed û Dawud man, em dikarin wan nehêlin, tune bikin.”

Hecî Qûtlû Şah ku name xwend-nexwend bi şeş hezar Kurdan û çar hezar Moxoliyan Îmadeddîn jî girt ba xwe û gihaşt Qonyayê.

Dawud Beg û Mehemed Beg tevî huvde hezar esker aheng dikir. Ku li hundurê bajêr dengê qelebalixê hat, derketin, bala xwe danê, dîtin ku xelkê bajêr dergehê sûran li Kurdan vekirine, Exî Nehîs û Hecî Qûtlû Şah ketine pêşiya wan, hatine dor li Qesra Keyqubadî rapêçane. Cengê destpêkir, Qeremaniyan serî pê re dernexist, Dawud Begê Qeremanî li hespekî siwar bû, bazda Larendeyê. Mehemed Begê Eretnayî şût û tazî di kuneka avê/dehlîzeka avê re derket, ber bi Sêwasê ve reviya. Kurdan şûr kêşan, 24 mîrzade ji Qeremaniyan kuştin. Çar hezar eskerên Qeremanî hatin kuştin.

Hecî Qûtlû Şah îbnî Kurd Qonya zeft kir.

Mehemed Beg bi qiyafetê evdalekî/derwêşokekî hat Sêwasê li xangehekê/xaneqayekê bicî bû. Fehm kirin ku ew kurê Şahê Romê(Sêwasê ye Eretnayê) ye. Çûn xeber gihandin îbnî Kurd, Ew gelek pê xemgîn bû, çû xaneqayê, Mehemed Beg girt bir Serayê, taca wî da serê wî, qiyafetên şahîtiyê lê kirin.[36]

Ji van destnîşankirinên Şikarî meriv welê tê digihîje ku Hecî Qûtlû Şah û Îbn Kurd du merivên cuda ne, gava yekî li Qonyayê şer dikir, yê din jî Sêwas birêve dibir. Lê wekî ku em ji çavkaniyên din jî nîşan didin, Hecî Qûtlû Şah û Îbnî Kurd her kesek in. Weka çavkaniyên din jî piştrast dikin ew wê wextê ne li Sêwasê, li Qonyayê di şer de bû.

Di çavkaniyên ji bilî Qeremannameya Şikarî de li tu derê tu agahî tunene ku Mehemed Begê kurê Eretna Xanî di dema şer de li Qonyayê ye. Şikarî jî di behsa berî vê buyerê de dinivîse ku ew li Qeyseriyê di şer de bû ku ji birayê xwe Qeyseriyê zeft bike. Lê ne diyar e ji ber çi sedemî ye jî gava şer li Qonyayê destpê dike ew dinivîse ku Mehemed Beg hatiye Qonyayê.

Di wê deme de, Qonya sê caran ji bal Kurdan ve hatiye zeftkirin û ji destê wan derketiye. Li ser hev du salan Hecî Qûtlû Şah Îbnî Kurd Qonya îdare kiriye.

Muhtemelen Mehemed Beg di dema şerê li jor behskirî de, ne li Qonyayê bû. Behsa qiyafetguhertin û bazdana ji bajêr û çûna Sêwasê, bicîhbûna li tekyayekê di şerê careka din de qewimîye. Di agahiyên ji çavkaniyên Huseyîn Husameddînî wergirtî de, bazdana bo Sêwasê a Mehemed Beg piştî zeftkririna duyê, di şerekî din de ku Mehemed Beg di şerê li gel Xelîl Begê kurê Qerece Begê Dulqadirî de têk çuye û bazdaye Sêwasê. Birayê Mehemed Begê; Cafer Beg jî di nav wî şerî de bû.

Hecî Qûtlû Şah ku di şer de biserket, Qeremanî ji Qonyayê qewirandin, li gel emîrtiya Sêwasê, Amasyayê, Toqatê bû emîrê Qonyayê jî. Nifûz û şanê wî li her derê belav bû. Ji bo ku Qonyayiyan zêdetir ber bi xwe ve rakêşe, her wiha ew mîr û begên ku berê xwe ji Eretnayiyan dabûn alî, cardin bîne ba xwe, çare di wê yekê de dît da bapîrê xwe Sultan Altunbaşê kurê Mesûdê Duyê yê Selçûqîyê Romê hilkişîne ser text. Altunbaş bavê dayika wî bû.

 Hecî Qûtlû Şah xeber gihand kurê xwe Emîr Şehabeddîn Ehmed Şahê Mîrê Amasyayê ku Altunbaş li Amasyayê derxe ser textê Selçûqiyan. Ehmed Beg li ser vê, Altunbaş ji Çiftliga Xanewadeya Kurd Beg; Çiftliga Sîmreyê a ku ew lê dima girt, di tarîxa 1354ê de bi navê Sultan Taceddîn Altunbaş derxist ser text.[37]

Şehabeddîn Ehmed Şah bû Qeymeqamê Sêwasê, kurê Hecî Qûtlû Şah ê din Seyfeddîn Şadgelî/Şadgelî Paşa jî bû Emîru’l Umera.[38] Sala 1354ê ew sal e ku Qonya ji bal Kurdan ve hatiye zeftkirin.

Ji bo ku Seyfeddîn Şadgelî/Şadgeldî Paşa, li gor adetên Selçûqiyan li Amasyayê bû emîru’l umerayê Sultan Altunbaş, unwana ”padîşah”iyê wergirt. Di weqfiyeya Bayezîd Paşayê kurê xwişka wî de ev unwan parastî ye.[39]

Qonyayî hezkirên dewra Selçûqiyan bûn, ji desthilata Qeremaniyan a piştî hilweşiyana vê dewletê ne razî bûn. Buyera hilkişiyana Sultan Altunbaş a ser textî û îdareya neviyên wî yên ji Emîr Kurd Begê; bi taybetî rêvebiriya durust a xelkparêz a Hecî Qûtlûşah xelkê Qonyayî kêfxweş kiribûn, ew rakêşabûn ber bi wan ve. Qeremanî û Eretnayî ji vê tirsiyan, ketin nav telaşe. Hecî Qûtlû Şah li ber çavan bûbû xwedanhêzeka ku karibe di rojên pêş de hemî Anatolyayê zeft bike.

Helbet ne meyldariya Qonyayiyan tenê lê mîr û begên ku ruyên xwe ji Mehemed Beg û Cafer Begê Eretnayî guhartibûn jî di nav wan de hiştibû ku bi pirsgirêkên xwe mijûl bibin. Lê piştî serkeftina Qonyayê hem Qeremanî hem jî Xwace Elî Şah, her yekê ji alî xwe de li rê û dirban digeriyan ku Hecî Qûtlû Şah bixînin.

Emîrê Larendeyê Suleyman Şahê Qeremanî, gellek muteesîr bûbû ku Qonya ji dest derxistiye. Hêzên xwe kom dikirin ku bajêr paşde bizîvirîne bin desthilata xwe, herwiha li riyan digeriya ku Weledên Qozanan (Qozanoxulları û Weledên Remezan (Remezanoxullari) nêzîkî xwe bike bi wan re hevkariyan bibeste.[40]

Birayê Xwace Elî; Xeyreddîn Xelîl Beg[41] jî li Amasyayê di nav mixalifan de bû. Ji ulemayan Musluhuddîn Mûsa Çelebî, bi terefdarên xwe ve Xalfet Gazîoxlu Şucaeddîn Suleyman, Perwane Begzade İlmuddîn Suleyman, Alaeddîn Elî îbn Gul Begî û Receb Beg serkêşên mixalifên Hecî Qûtlû Şah bûn. Di serokatiya hemî van de jî birayê Qûtlû Şah; Xwace Elî Şahê wezîrê Eretnayiyan hebû.

Suleyman Şahê Qeremanî û birayê wî Alaeddîn Beg bi hêzên xwe yên eskerî ên civandî yên giring ve êrîş bir ser Qonyayê, tekrar tekrar bi Hecî Qûtlû Şah re şer kirin. Di encamê de piştî şerê ku salekê kêşa, wan karî Hecî Qûtlû Şah ji Qonyayê derxin. Hetta Sêwasê wan ew taqîb kir. Li wir Qeremanî zîvirîn ser Qeyseriyê, ew îstîla kir. Wan Qeyserî da Mehemed Begê Eretnayî û ew vegeriyan Larendeya paytexta xwe ya qedîm.

Munecimbaşî Ehmed Efendî dinivîse: ”Di navbera emîrê Qeremanê Suleyman Beg û emîrê Sêwasê îbn Kurd de li ser hev şer çêbûn. Di dawiya dawîn de Suleyman Beg biserket, îbn Kurd firar kir. Suleyman Beg heta Sêwasê li pey wî çû û Qeyserî îstîla kir. Emîrtîya Qeyseriyê da Mehemed Beg û Qonya jî da birayê xwe Aalaeddîn Begî”[42]

PİŞTÎ WENDAKIRINA QONYAYÊ

Piştî ku Hecî Qûtlû Şah Qonya ji dest berda û vegeriya Sêwasê, wê hêz û ezameta wî ya berê jî wenda bû, mixalifên wî ji her aliyî ve serî hildan. Ji van, Suleyman Beg îbn Xalfet, li Amasyayê serî hilda û bajar xist destê xwe. Kurapê Suleyman; Begzade Îbrahîm Begê kurê Zeyneddîn Tulî jî emîrtiya Toqatê zeft kir.

Emîrê Kebîr Şucaeddîn Suleyman Begê kurê yek ji emîrên Amasyayê yê bi navê Alaeddîn Begê Celaleddîn Mehemed Begê kurê Şucaeddîn Tekur Sînan Beg, ku Emîr Qûtlû Şah mexlub bûbû, kurê Qûtlû Şah, mîrêmîran /Xan) Şadgelî Paşa da alî, bû emîrê Amasyayê. Vê buyerê di tarîxa 1356ê de rû da.

Sultan Altunbaşê heştê salî vegeriya Çiftliga Simreyê.[43] Xwace Fexreddîn Mehemed Cewherî careka din bû mustewfî (defterdarê/hesabgirê bac û xeracan). Huseyîn Husameddîn dinivîse ku selteneta Altunbaşî unwanekî rûtûşût bû, ne xelkê, ne jî emîran guh dida fermanên wî, lê mîrêmîran Şadgelî Paşa bi ilm û îrfana xwe, exlaqê xwe yê bilind û birêvebiriya xwe ya qenc, xwe li ber çavê xelkê kiribû hezkirîyekî gelek jidil.

Piştî van guhertinan, defterdar Fexreddîn Mehemed Cewherî ji bo pêdiviyên gorra xwe ya ku li Amasyayê avakir, emlakên Çiftliga Piçûk (Yavru Çiftliği), Aşiqpaşazade Sadreddîn Elwan Çelebî jî ji bo pêdiviyên camî, zawiye, medrese, îmaret, hemam û turbeyên avakirî di Çiftliga xwe de emlakên xwe hemî weqif kirin (1356). Çimkî Xwace Elî Şah, birayê wî Xelîl Beg û ev kes wek ji ewladên Baba Îlyasê Xorasanî aqreba û xizmên hev bûn. Ev guhertin jî kiribûn ji bo ku bi tedbîr bin da milkên wan ji dest wan neçin.[44]

Hecî Qûtlû Şah, li hember wan buyerên Amasyayê û Toqatê, bi fikra ku qey ê rojekê dor bê, ji Suleyman Begî û Îbrahîm Begî re daqurtandibû, hukmê wan qebûl kiribû. Xwace Elî Şah jî gava ji Qeyseriyê hatibû Sêwasê nêzîkayî nîşan dabû, mihawele kiribû, bawerî dabû Mehemed Begê Eretnayî yê ku li Qeyseriyê hukumdarî dikir. Wî ew misêwa li hember Qeremaniyan pîj dikir.

Hecî Qûtlû Şah bi berhevkirina hêzên taze yên eskerî orduyeka nuh avakir. Mehemed Begê hukumdarê Qeyseriyê êrîş bir ser Larendeyê û Hecî Qûtlû Şah jî çû ser Qonyayê. Qeremanî ji du aliyan ve hatin asêkirin û guvaştin.

Hecî Qûtlû Şah piştî gelek şeran emîrê Qonyayê Alaeddîn Elî Begê Qeremanî ji bajêr derxist û qewirand, cara duyê Qonya zeft kir. Mehemed Begê Eretnayî jî Larende tengav dikir.

Suleyman Begê Qeremanî zêdetirîn ji Mehemed Beg aciz bû ku derketibû pêşberî wî. Loma hemû hêza xwe ya heyî kom kir bi Mehemed Begê re şer kir. Di encamê de Suleyman Beg û Alaeddîn Begên bira, zora Mehemed Begê bir.

Gava Cafer Begê birayê Mehemed Begê bihîst ku ew di şer de têkçuye, xwe bi Samgarlu Xizir û Xêreddîn Begê kurê Tacqizil re kir yek, çû Qeyserî zeft kir. Xelîl Begê kurê Qerece Begê Dulqadirî jî tevî Cafer Begê Eretnayî bû, eskerên Mehemed Begê ji xwe pergala wan ji hev ketibû, hêz di wan de nemabû, manewiyata wan têk çûbû, di şerê ewilî de berbelav bûn. Mehemed Beg ma bi serê xwe, bi qiyafetekî derwêşan reviya çû Sêwasê, xwe avêt tekyayekê.

Bi vê serkeftina xwe, Suleyman Begê Qeremanî û birayê xwe Alaeddîn Beg xurttir û manewiyat bilindtir bûbûn, êrîş birin ser Qonyayê jî, wan şerê Hecî Qûtlû Şah kir, wî xwe li ber wan negirt, ji bajêr derket, berê xwe da Sêwasê. Qeremaniyan careka din Qonya zeft kir.

Cafer Begê Eretnayî ku cara duyê li Qeyseriyê bûbû hukumdar, Qûtlû Şah rasterast wek emîrê mezin ê Sêwasê qebûl kir û hemû kar sipartin wî. Hecî Qûtlû Şah li vê derê careka din dest pê kir hûrik hûrik hêza xwe ya berê ava bike.

Munecimbaşî Ehmed Efendî li ser qedera Mehemed Begê Eretnayî wiha dinivîse: ”Eretnazade Mehemed Beg hezimet-xwarî fîrar kir, bi qiyafetê derwêşan hat Sêwasê xwe li zawiyeyekê veşart. Emîrê Sêwasê ê birayê wî Cafer Begê hukumdarê Qeyseriyê ku Îbn Kurd (Hecî Qûtlû Şah) bû, yek ji xizmetkarên Mehemed bû. Hin kesên nêzîkî emîr xeber anîn ji Hecî Qûtlû Şah re ku Mehemed Beg bi qiyafetekî derwêşan bazdaye hatiye, xwe li Sêwasê vedişêre. Emîr bi tebdîlê Qiyafet çû tekyeya ku Mehemed Beg xwe lê veşartî, çawa ew dît naskir, xwe bi Mehemed Beg eyan kir, bi îzzet û îkram ew anî navenda hukumetê, derxist ser textê hukumetê; Xwace Elî Şah jî celb û îstî’malat danê, kir wezîrê wî.”[45]

Mehemed Begê Eretnayî cara sisiyê li Sêwasê hilkişiya ser text, Hecî Qûtlû Şah jî wek emîru’l umera ma. Xwace Elî Şah meqamê xwe yê berê parast lê ji wê pêve hemû karûbarên îdarî bi dîtin û erêkirina Hecî Qûtlû Şah ve hatin bestin.

Hecî Qûtlû Şah û birayê xwe Xwace Elî Şah li hev hatin, wan yekîtiya xwe durust kir, rêûdirbên bihevre peyda kirin, vê, encam da ku Mehemed Beg birayê xwe Cafer Beg berteref bike û Qeyseriyê jî têxe destê xwe.

Mîrên Amasyayê û yên Toqatê bûbûn du beş. Beşek ji yên li Amasyayê alîgirên Xelfetzade Begê Suleyman Begî bûn ku emîrtiya Amasyayê xistibû deste xwe. Perwane, Weledên Gul Begî, Yaxmuroxlu Sarameddîn Îbrahîm Beg ji van bûn.

Beşa din, alîgirên Hecî Qûtlû Şah bûn. Pêşkêşên wan Tur û Muîneddîn Suleyman Çelebî Begê weledê Matayoxlû bûn. Kurê Muîneddîn Suleyman Çelebî yê bi navê Mehemed Çelebî, Sunkur û Bicarzade jî li gel van bûn. Li Toqatê, emîrê vî bajarî Tulî Begzade piştgiriya Taceddîn Îbrahîm Beg, Qawullîzade Celaleddîn Mehemed Beg jî yên din piştgiriya Hecî Qûtlû Şah dikir. Suleyman Begê mîrê Amasyayê û mîrê Toqatê Îbrahîm Beg mittefiq bûn, her du jî bi Mehemed Begê Eretnayî ve bestî bûn.

Hecî Qûtlû Şah, gelek li ber ketibû ku kurê wî Şadgelî Paşa ji emîrtiya Amasyayê hatibû qewirandin. Di çarçoveya agahdarkirina hevkarên xwe yên li Amasyayê û Toqatê de kurê xwe yê mezin Şehabeddîn Ehmed Şah bi hêzeka eskerî verêkir ser Toqatê. Ku Ehmed Şah gihaşt ber Toqatê Qabilîzade Celaleddîn Mehemed Beg pêşwazî lê kir û ew bê şer xist nev bajêr. Bi xwe bû emîrê Toqatê.

Şehabeddîn Ehmed Şah, bi hêzên ku ji emîrê Toqatê jî bidestxistin, çû ser Amasyayê. Suleyman Şah ne di wê hêzê de bû ku karibe li hember Ehmed Şahî şer bike, Ehmed Şahî bê şer bajar zeft kir û sala 1358ê bû emîrê Amasyayê.

Torumtayzade Suleyman Beg û Sunkur Begzade Suleyman Beg li Amasyayê, bûn wekîlên Ehmed Şahî.

Bi zeftkirina Toqatê û Amasyayê Hecî Qûtlû Şah gelek bihêz bû. Bû xwedanê wê viyanê ku karibe êrîşê bibe ser Qeremaniyan. Lê Mehemed Begê Eretnayî cardin ew gêncên ku bala wî dikêşan li ser serê xwe kom kiribûn, ketibû nav coş û kêf û şayiyên berê, aciziyên xwe li hember Hecî Qûtlû Şah û Xwace Elî Şah tanîn zimên, li dijî wan ew qas neqenc diaxift ku herdu jî bêzar û hêrs kiribûn.

Pêşiyê wan xwest ku ew wî ji wê jiyana rizînde û kujinde dûrbixin, lê ku bi ser neketin, wan xwest ew wî ji text dûr bixin, birayê wî bînin şûnê. Gava Mehemed Beg ev bihîst reviya çû, xwe avêt bextê Suleyman Begê Qeremanî. Birayê wî di 1359’ê de cara sisiyê derket ser textê emîrtiyê, rûnişt.

 Munecîmbaşî Ehmed Efendî dinivîse ku ”Mehemed Beg ku bi saya nifûz û marîfeta Hecî Qûtlû Şah hilkişîya ser text, cardin dest bi jiyana xwe ya bi sefahet kir. Îbn Kurd û Xwace Elî jê bêhêvî û biguman bûn, bi qesda suîqesdê rabûn, Mehemed Begê ev suîqesd bihîst, reviya pena bir cem Suleyman Begê Qeremanî”[46]

Suleyman Begê Qeremanî yê ku li Larendeyê rûdinişt, bi hêviya ku ê di dagirkirina memleketê Eretnayiyan de bikar bîne, ew li cem xwe hişt. Emîrê Qonyayê û dostê dêrînê Mehemed Beg Alaeddîn Elî Begê Qeremanî pê razî nebû. Ji ruyê Mehemed Begê, Qeremanîyan gelek zerar dîtibûn.[47] Suleyman Beg li ser dagirkirina memleketê Eretnayîyan musir ma. Esker da Alaeddîn Elî Begî û ew şand ser Qeyseriyê. Hêvî dikir ku ew ê karibe bi hêsayî bajêr bidestxe.

Lê Hecî Qûtlû Şah yekî bitedbîr, eskerî û şerzan bû, ku bi manewrayên eskerî yên Qeremaniyan hesiya, kurê xwe Şehabeddîn Ehmed Şah şand Sêwasê, kurê xwe yê din Şadgelî Paşa tayinî emîrtiya Amasyayê kir. Şadgelî sala 1359ê bû emîrê Amasyayê.

DEWRA EMÎR ŞADGELÎ PAŞA YA LI AMASYAYÊ

Emîr Şadgelî Paşa li Amasyayê li ber destê Mewlana Faxreddîn Îlyas bîn Cemal ê Aqsarayî xwendibû, bûbû alimekî rêkûpêk. Cemaleddîn Mehemed Aqsarayîyê navdar hevalê wî yê medreseyê bû.[48]

 Şadgelî di nav xelkê de wek Şadgelî/[Şadgeldi] Paşa hatibû nasîn. Di wê tarîxê de ”Paşa” ne rutbeyeka eskerî bû, bi maneya kesekî xwedan têgihîştin ku fehmeka bilind, xweşbîn, parêzer, bitedbîr, ne muxterisê zêdegaviyan, xwedanê exlaqê bilind bû. Emîr Şadgelî lêhatiyê van sifetan bû.

Huseyîn Husameddîn dinivîse ku du mamên/apên Şadgelî hebûn; yek jê Bedreddîn Gazan Şah, yê din Şerefeddîn Dogan Şah bû. Eger em Xwace Elî û Xêreddîn Xelîl Begê ku Şikarî wan binav dike jî tevê bikin, dibin çar. Du kurên Bedreddîn Dogan Şahê mîrê Turhalê hebûn; Mubarek Şah û Muqbil Beg.

Hecî Qûtlû Şah ji Qeyseriyê bi hêzên ku ji hemû aliyan ji terefdarên xwe berhev kiribûn, derket hemberê Alaeddîn Elî Begê Qeremanî. Di şer de cara sisiyê orduya Qeremaniyan şikand. Alaeddîn meydana şer bicî hişt, reviya. Qûtlû Şah careka din Qonya zeft kir.[49]

Hecî Nureddîn Qûtlû Şah îbn Kurdê ku cara sisiyê paytexta Selçûqiyên Romê ji destê Qeremaniyan derxist, ji Eretnayiyan bêtir bilind bû û navûdeng da. Wî jî ku dît û qenaet kir nema ji Eretnayiyan tu fêde tê, Emîr Caferê Eretnayî berteref kir û serbixweyî îlan kir. Birayê xwe Bedreddîn Gazan Şah tayînî emîrtiya Qeyseriyê kir, Cafer Beg girt bin mihafezeya xwe. Di vê demê de begê Angorayê/Anqereyê, Melik Nasireddîn Bextiyar Begê kurê Dewlet Şah bû. Ew piştî bavê xwe bûbû mîrê Anqerê. Kesekî serkêş û zalim bû. Carina bi Qeremaniyan re dibû yek û erdên mîrekiya Osmaniyan talan dikir, carina bi Hecî Qûtlû Şah re êrîş dibir welatê Qeremaniyan.

Îlankirina serbixweyiyê ji bal Hecî Qûtlû Şah ve, begên alîgirên Eretnayî, bi taybetî Xwace Elî Şah, Xelîl Begê kurê Qerece Begê Dulqadirî aciz kiribûn, evan dest bi hevrikiya Hecî Qûtlû Şahî kiribû.

Suleyman Beg û Alaeddîn Elî Begê Qeremanî, ji bo bidestxistina Qonyayê gava ji xwe re li mitefiqan digeriyan ev derûdorên hevrik ên nuh bi hêsayî peyda kiribûn. Hemiyan bi hev re bi her çî hêza xwe ya heyî êrîş bir ser Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd.

Li hember vê tifaqa bêrehm, tenê kurê Hecî Qûtlû Şah; Şehabeddîn Ehmed mabû ku karibe bê hawara bavê xwe. Baş dihat zanîn ku kurê wî yê din Şadgelî Paşa wê roja ku ji Amasyayê derkeve biçe hawara wî ê Alaeddîn Begê kurê Suleyman Begê Xalfetiyan li Amasyayê serî hilde.

Gazan Şahê ku Hecî Qûtlû Şah bi destê xwe ew tayinî Qeyseriyê kiribû, bi îddîaya ku ji êrîşên Xizir Begê Weledên Samgarî endîşedar e, ew nikare Qeyseriyê bihêle bê hawara wî, nikaribû esker jî bişîne. Tevî ku Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd bi tena serê xwe mabû, gelek caran li hember Qeremaniyan ket miharebeyan, carina wî zora wan dibir, carina jî ew têk diçû. Lê her ku çû hêza wî kêm bû, ji mîr û began alîkarî xwest, yê ku bi hemî hêza xwe alîkariya wî dikir, bes kurê wî Şehabeddîn Ehmed Şahê mîrê Sêwasê bû. Rewş ku zêdetir dijwar bû, Şadgelî Paşa û Qabilîzade Mehemed Paşa ji Amasyayê û Toqatê esker şandin. Hecî Qûtlû Şah û kurê xwe mîr Şehabeddîn Ehmed bi hemleyeka dawîn êrîş bir da mewqifê xwe biparêzin, lê Elaeddîn Elî Begê Qeremanî ji ciyên nuh zeftkirî hêzên teze kêşan nav şerî, hemleyên nuh ên dijwar kirin û di şer de biserket. Emîr Hecî Qûtlû Şah û kurê wî Mîr Şehabeddîn Ehmed hatin kuştin(762/1361).[50]

Mîr Şehabeddîn Ehmed zavayê Zeyneddîn Tulî Beg û hevlingê Mehemed Begê kurê Eretnayê I’ê bû. Nîveka sala 1352’yê li şûna bavê xwe bûbû emîrê Amasyayê. Bûrayê wî Taceddîn Îbrahîm Beg jî emîrê Toqatê bû. Şehabeddîn Ehmed Şah berî ku bê kuştin li Sêwasê wekîlê/qeymeqamê bavê xwe bû.

Alaeddîn Beg piştî zeftkirina Qonyayê sefer bir ser Qeyseriyê jî, emîrê Qeyseriyê Gazan Şah û zavayê xwe Muhezzibzade Îlmuddîn Suleyman Beg ji wê derê reviyan, wî Mehemed Begê Eretnayî anî, li ser text danî.[51]

Gazan Şahê birayê Qûtlû Şah, zavayê wî û zarokên wan bi malbatî ji bo ku nekarîn xwe bigihînin Amasyayê wan fîrarî Şamê kir, piştre ji wê derê çûn li Qudsê bicîhbûn.

Kuştina Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd û kurê wî Şehabeddîn Ehmed, Qeremanî gelek kêfxweş kiribûn, lê memeleketê Eretnayê bi temamî xist nev kêşmekêşiyan. Li Amasyayê felaketekê destpêkir, hevrikên Şadgelî Paşa dest bi bizavên xwînrêjî kirin.

Bi serxweşiya serkeftinê Qeremaniyan, Bextiyar Begê kurê Dewletşah ê li Anqereyê rakêşan alî xwe û ew pîjkirin. Bi cesareta ji wan wergirtî, Bextiyar Şah ji bo talankirina erdên Mîrekiya Osmaniyan serîhilda. Emîrê Bursayê Orhan Begê kurê Osman Beg, di Hezîrana 1360’ê (1362?) de miribû, li şûna wî Murad Beg (Muradê I’ê) hilkişiyabû ser textê mîrtiyê. Bêîstîqrarî û valayiyên guheriyanên desthilatan peyda bûn.

Bextiyar Begê kurê Dewlet Şah ê ku di dema Orhan Begî de diyarê Osmaniyan tacîz dikir, di dema vê valayî û bêîstîqrariyê de pişta xwe bi Qeremaniyan ve best û êrîş birin ser Osmaniyan. Serdarekî Osmanî ê bi navê Sunqur Paşa hebû, wî orduya xwe girt, çû dor li Anqereyê pêça.

Xelqê Anqereyê yê ku ji ber tengavkirin û guvaştinên Bextiyar Begê bêzar bûbûn, Qeleya Anqerê teslîmî Sunqur Paşa kir, teb’atiya Murad Begê osmanî qebûl kir. Bextiyar Beg û kurê xwe Qere Dewlet Şah reviyan çûn Amasyayê xwe avêtin Şadgelî Paşa.[52]

Di vê navberê de emîrekî ji pêşdehatiyên emîran ê bi navê Elaeddîn Elî Begê îbn Xalfet, hê ji dema bavê xwe de li benda firsendekê bû, tevî hin mîrên alîgirên xwe ji bo daxistina Şadgelî Paşa piştî kuştina Hecî Qûtlû Şah serî hildabû.

Elaeddîn Eliyê Mehemedê Gul Beg, birayê wî Receb, Begzade Îbrahîmê Tulî Beg, Begzade Îbrahîmê Yagmûran, li ba Alaeddîn Elî Begê Xalfetzade cih girtin. Mîrê bajarê Kopruyê Taşanzade Heyder Beg û mîrê Osmanciqê Sarameddîn Ehmed Beg jî xwe dan rex wî. Ew ji berê de ser bi wî ve bûn.

Gava Alaeddîn Elî Beg ew qas hêz dan dora xwe û serîhilda, Şadgelî Paşa ji Amasyayê derxist û emîrtî xist destê xwe. Şadgelî Paşa ji bo ku beşeka eskerê xwe şandibû ji bavê xwe Hecî Qûtlû Şah re ew bêhêz bû, xwe li ber hêza ew qas xurt negirt, Amasya bêparastin ma.

Şadgelî Paşa gava ji Amasyayê derket, çû Turhalliyê ba apê xwe Dogan Şah. Ji emîran Alaeddîn Elî Paşayê Siraceddîn Mehemed Babuk Şahê kurê Torumtay, Taceddîn Ehmedê kurê Suleyman Şah, Suleymanê kurê Sunqur, Mehmudê kurê Abad, Îmad Begê kurê Baytemurî kêşan ber bi aliyê xwe de. Xwace Sînan Çelebîyê Gumuşlu ji xwe li gel wî bû.

Emîrê Toqatê Qabilîzade Celaleddîn Mehmûd Paşa, emîrê Ladîkê (Donguzluyê, Denîzlîyê) Sevînc Begzade Huseyîn, emîrê Nîksarê Taceddînzade Sîraceddîn Mehemed Beg jî alîkariya Şadgelî Paşa dikir, misêwa ew taqwiye dikir.

ŞERÊ QEYNARÊ Û ÎLANKIRINA EMÎRTIYA KURDAN A AMASYAYÊ A SERBIXWE

Şadgelî Paşa bi hêza xwe ya ji alîgir û mitefiqên xwe wergirtî, sefera eskerî bir ser Amasyayê. Elaeddîn Elî Begê ku emîrtiya Amasyayê bidest xistibû li gel hevkarên xwe pêşwazî lê kir. Li pêşberî Qeynarê şerekî dijwar destpêkir, Şadgelî Paşa biserket, bi serbilindî çû ket nav bajarê Amasyayê, cara duyê bû emîr.

Elaeddîn Elî Beg gelek dijwar têkşikiyabû, ne ew ne jî hevkar û alîgirên wî nema karîn rawestin, bi temamî, bi hemû kesên xwe ji Amasyayê derketin, çûn.

Kurê Hecî Nureddîn Qûtlû Şah îbn Kurd; El Emîr Hac Seyfeddîn Şadgelî Paşa, bi navê xwe yê din Xwace Mîrî di encama zafer û serfîraziya Şerê Qeynerê yê dawiya sala 1361’ê cara duyê bû Emîrê Amasyayê. Piştî kuştina bavê xwe ku Eretnayî îdî ji hev ketibûn û ketibûn bin siya Qeremaniyan, nema vasaltiya Eretnayê qebûl kir, li Amasyayê Emareta Kurdan a serbixwe îlan kir.

Ji vê Emaretê re ku li Amasyayê serbixweyiya xwe îlan kir, navên cuda hetine gotin; Emareta Alê Qûtlû Şah, Hukumeta Kurdan, Begîtiya Qûtlûzadeyan yan jî Hukumeta Şadgeliyan.[53] Yê ku cara pêşî ev emaret derxist meydanê, avakir, Hecî Nureddîn Qûtlû Şah îbn Kurd e. Yê ku Emareta Kurd A Serbixwe ya Amasyayê resmî îlankir, Hacı Seyfeddîn Şadgelî Padişah yanî Hecî Mîrî yê kurê wî ye. Jê re Şadgelîyê Yekê jî tê gotin.

Sê kurên Hecî Qûtlû Şah tên zanîn; Kurê mezin ê bi navê Şehabeddîn Ehmed Şah ê ku bi bavê xwe re di şerê Qonyayê ê dawîn de hat kuştin (762/1361); bi navê Gaziyê Alemdar (Bayraklı Gazî) jî binavûdeng bû.[54] Kurên vî Tulî Beg û Şadî Beg hebûn. Tulî Beg çû Misrê, Şadî Beg ma li Amasyayê.

Kurê duyê yê Hecî Qûtlû Şah, Şadgelî Paşa ye, yê sisiyê jî Îmadeddîn Suleyman Şah e. Kurên vî Suleyman Şahî; Qûtlû Paşa û Yaqût Paşa piştre bûn wezîrên Osmaniyan.

Suleyman Şah li warê bi navê Çiftliga Kurdan (Kürtler Çiftliği) a bavûkalan rûdinişt.

Emîr Şadgelî Paşa ku serbixweyiya Emareta Amasyayê îlan kir, Emîrê Nîksarê Sîraceddîn Mehemed Beg anî, kir wezîr. Qadîyê qudatan (qadiyan) Nîzameddîn Mehmûd kir qazasker, hevalê xwe yê medreseyê, müderrisê meşhûr Cemaleddîn Mehemedê Aqsarayî kir qadiyê Amasyayê, Nîzameddîn Abdulmelik Çelebî li meqamê wî hişt, Hecî Sînaneddîn Yusuf Çelebî kir defterdar.

Emîrtiya Sêwasê ya ku ji Şehabeddîn Ehmed Şahê birayê wî vala mabû da Taceddîn Îbrahîm Begê Xwace Elî Şah. Wezîrê Mehemed Begê Eretnayî Xwace Elî Şahê apê wî bi mirina bavê wî Qûtlû Şah îdî bêkes, tenê mabû, hukmê wî li ser kesî derbas nedibû.

Ji bo emîrtiya Kopriyê û Merzîfonê ji dêlva Heyder Begê, kurê Taşanê birayê Heyder, Umur Beg hat. Birayê Xwace Elî Şah Xelîl Beg (apê Şadgelî yê din) ji bo ku di şerê pêşberê Qeynarê de hatibû kuştin, kurên wî Abdulmecîd Beg û Abdulazîz Beg çûbûn xwe avêtibûn Elwanzade Abdurrehman Çelebiyê postnişînê tekyeya/xaneqaya Elwan Çelebî (Tekyeya Wefaiyan ya xelîfeyên Baba Îlyas. Ev hemû xelîfeyên Tacu’larifîn Ebu’l Wefayê Kurdî bûn).[55]

Emîrê Osmanciqê û Çorumê Abdullah Begzade Sarameddîn Ehmed Begê Mala Began, ji bo ku gelek bestî bû bi Emîrê Qestemonûyê Candarî Adil Begê ve, stu li Şadgelî Paşa xwar nekir. Wî bawerî bi saxlemî û asêtiya kela xwe û bi Candariyan hebû. Emareta Candariyan jî emareteka Kurd bû ku emîrên wê hê ji dema Selçûqiyên Romê de mîrên serhedên Bîzansê bûn. Piştî hilweşiyana van Selçûqiyan, wan jî demekê guh da Moxoliyên Îlxanî, lê bi zeîfbûna wan re serbixweyîya Mîrtiya Candariyan îlan kir. Qestemonî paytexta mîrekiyê bû. Candariyan bi demê re welatê xwe berfireh kir. Heta peravên rojava yên Deryaya Reş çûn, bajarê Sînopê yê li ser peravê zeft kirin ev der jî kirin paytexta xwe ya duyê. Hem xizmayetî hem jî rikeberiyek di navbera Emîrên Candarî û yên Kurdên Amasyayî de hebû.

Di destpêka emîrtiya Hecî Mîrî (Şadgelî Paşa) de Mîrtiya Amasyayê ji wîlayetên Amasyayê, Toqatê, Canîkê û derûdorên wan pêkdihat. Wê wextê qezayên Osmanciqê û Îskîlîpê û beşek ji wîlayeta Çorumê, ne ser bi emarete ve bûn. Hakimê van deran Ehmed Beg bû.

Emîr Hecî Şadgelî Paşa merivekî fahma yê siyasî yê xwedan tevdîr bû. Eyanên naskirî yên Amasyayê, ehlê ilm û îrfanê û gel bi xwe ve girêdabû. Wî misêwa alim û eyan vexwendiyê meclisa xwe dikirin, bi wan dişêwirî û hukumet îdare dikir, giringî dida sohbet û minaqeşeyên wan.

Hecî Şadgelî Paşa, kesekî rastgo, xweşbîn, camêr û bexşîner bû, bi van taybetmendiyên xwe xelkê ji xwe dida hezkirin. Şêxê Mewlewîxaneya Amasyayê yê ku feyza xwe li Qonyayê ji Ulu Arif Çelebî wergirtibû û Şêxê Xaneqaya Mesûdiyê Mewlana Şemseddîn Ehmed Çelebîyê kurê Şêx Mûsa Çelebî di bin maîyeta Emîr Şadgelî Paşa de xizmet didan.

Hecî Şadgelî Paşa, ji bo serêşiya Ehmed Beg ji navê rake, mîrê Develîqerehîsarê Şucaeddîn Huseyînê Deveciyan û birayê wî Bedreddîn Osman Beg ber bi xwe ve rakêşan û ew pîjî êrîşa ser Ehmed Begê kirin.

Dijminatiya ku ji berê de di navbera Tîmûr Xanê Deveciyan û Gazî Osmanê emîrê Osmanciqê û Çorimê de hebû ji wan wek mîras sîrayetî ewladên wan jî kiribû. Hecî Şadgelî îstîfade ji vê dijminayetiyê kir.

Hecî Şadgelî Paşa tevî Hecî Huseyîn Begê Deveciyan dor li Kela Osmanciqê girt. Mîrê Keleyê Ehmed Beg xwe sipartibû hêza Adil Begê emîrê Candariyên Qestemonûyê. Lê di encamê de Hecî Şadgelî Paşa ew hêzên ji bo alîkariyê hatibûn ji hev tarûmar kirin ji hundur de jî piştgiriyek girt û bi saya wan kele zeft kir, Îskîlîp, Çorum û derûdorên wan feth kirin.

Ji bo ku di vî şerî de Ehmed Begê Begleran hat kuştin Şadgelî Paşa kurê wî yê ciwan Muzaferuddîn Mehmûd Çelebî kir mîrê Osmanciqê, ji bajarê Çorumê re jî Şucauddîn Huseyîn Beg bû mîr. Osman Paşa bû emîrê Develuqerehîsarê û kurê wî yê piçûk Qoç Huseyîn Beg li Amasyayê li cem Hecî Şadgelî Paşa bicîbû.

Serkeftina Osmanciqê navûdengê Hecî Şadgelî Paşa belav kir, paşeroja wî geştir, hukm û nifûza wî zêdetir bû. Lê vê buyerê navbera wî û emîrê Candariyên Kurd ên Qestemonûyê nexweştir kiribû. Emîrê Candarî Adil Beg xurtbûn û ayendegeşbûna Şadgelî Paşa tehemul nedikir, ji bo emareta xwe wek xeter didît.

Loma di navbera herdu emaretan de çûn û hatin, peyamnêrî û heta şer çêbûbûn, Hecî Şadgelî Paşa bi saya piştgiriya mîrên Semsûn û Bafrayê, Sînop jî zeft kiribû, coğrafyaya emareta xwe berfirehtir kiribû.

Pisporê numîzmatîkê (sikkeyan) û yek ji dîroknasên demên dawîn ên Osmaniyan Ehmed Tewhîd dinivîse ku: ” Di berhemekê de ku li ser sikkeyên/pereyên Qralên Trabzonê ên Rom hatiye nivîsîn ku Qiralê Trabzonê İoannas Komnenosê Sisiyê xwişka xwe Teodora di 1365ê[56] de da emîrê Halîpyayê (Sinopê) û Amasyayê Hecî Mîrî. Hecî Mîrî, Hecî Emîr Şadgelî Paşa ye.”[57] Ji vê tê fahmkirin ku nifûza Hecî Şadgelî Paşa gihaştiye heta peravên Deryaya Reş, ser Qraliyeta Trabzonê ya Rom û Qral endîşedar kiriye.

Xwişkdana Qralê Trabzonê a ji bo Hecî Mîrî, di bawerîdana wî de deng veda, tesîr li çarmedorê kir. Piştî kuştina apê wî Xwace Elî Şahê wezîrê Eretnayiyan ku gelek caran pê re di nev hevrikiyê de bû û mixalefeta wî, terk dixist nav hêza emaretê, bi wendabûna bingehê vê terklêdan û bêhêzxistinê serbixweyî û nifûza Hecî Şadgelî Paşa hê xurttir bû.

Esas Xwace Elî Şahê wezîrê Ertnayîyan, Mehemed Begê kurê Eretnayê Yekê xweş îdare dikir, di nav xelkê de jî guh dida heq û edaletê. Alimekî xwedan exlaq û wijdanekî baş bû. Lê kurmê Mehemed Begê Eretnayî yê zewq û sefayê mesele giran kiribû û navbera herduyan xera kiribû. Îdî welê lê hatibû ku baweriya herduyan jî bi hev nedihat.

 Yê ku emareta Eretnayî birêve dibir, ne Mehemed Beg, Xwace Elî Şah bû. Wî jiyan û paşeroja emaretê diparast. Lê li gor Huseyîn Husameddînî, zeîfiya wî ew bû ku wî mîr û begên Mehemed Beg ên ku ji heq û edaletê dûrketî tesfiye nedikir. Yê ku Mehemed Beg ji êrîşa Xelîl Begê Dulqadirî rizgar kir jî Xwace Elî Şah bû.

Tevî ew qas xizmet, parastin û qenciyan jî Mehemed Beg, Xwace Elî Şah da kuştin, di şuna wî de ji teba’yên nêzîk ên bavê xwe, Xwace Bedreddîn Yaqûb kir wezîr. Vê, ew li ber çavê mîran û xelqê xist rewşeka xerab, vê kuştinê xelk û mîr guhertin, kirin mixalifên Mehemed Begê.

Hukumdarê Qonyayê Alaeddîn Elî Begê Qeremanî ku ev kuştin û nerazîbûna mîran û xelkê bihîst, ji bo jinavêrakirina Mehemed Beg bi lezûbez ket nav bizavê. Xelîl Begê Dulqadirî yê ku li pey tolgirtina kuştina bavê xwe bû jî, xwe da rex Begê Qeremanî.

Li hember amadekirina bizaveka dijminane ya eskerî, hew Xwace Elî Şah û kurê wî; emîrê Sêwasê Îbrahîm Beg karibûn rawestin. Lê Xwace Elî Şah hatibû îdamkirin, Îbrahîm Begê kurê wî jî hatibû qewirandin, wî jî pena biribû Amasyayê, ba pismamê xwe Hecî Şadgelî Paşa.

Li gor îdîayekê, Xwace Elî Şah tevî hemû alîkarî, xwedanlêderketin û parastinên xwe, nekarîbû xwe ji nelihevkirina li gel Mehemed Begê rizgar bike û hê di meha Çiriya Paşîn/Novembera 1356ê de li wî warê ku jê re dihat gotin Meclisa Ezîneyê, pê re ketibû şer, ew şikandibû, ku eşîrên Moxolî ev dîtibûn li dora Mehemed Begê Eretnayî civiyabûn, di Tîrmeha 1357ê de li dora Qirşehîrê li Deşta Malayayê pê re ketibûn şer, wan ew şikandibû, muhtemelen êsîr hatibû girtin û di sala 1358ê de hatibû îdamkrin.[58] Loma niha li hember êrîşa Qeremaniyan Mehemed Beg ji alîkarîyeka wek a Xwace Elî Şah bêpar mabû. Dibe ku ev tarîxa jor bi temamî ne rast be, kuştina wî di tarîxeka pişdetir de be. Çimkî hin agahî nîşan didin ku gava Hecî Qûtlû Şah îbnî Kurdê birayê wî, li gel kurê xwe Şehabeddîn Ehmed sala 1361ê di Şerê parastina Qonyayê de hat kuştin hê Xwace Elî Şah li jiyanê bû. Lê nemana Hecî Qûtlû Şah ew tenê û bêhêz hiştibû.

Li gor Huseyîn Husameddîn piştî buyera kuştina Xwace Elî, Emareta Şadgelî Paşa bihêztir bûbû. Şedgelî Paşa ji mîrên mixalifên xwe bêtir ji mamê xwe Xwace Elî Şah ditirsiya. Ku ew ji navê rabû Emîr Şadgelî bêtir derket pêş. Li gor van hemuyan jî diyar e ku mirina Xwace Elî Şah piştî kuştina Hecî Qûtlû Şah e.[59]

Li hember dorlêpêçana Alaeddîn Elî Begê Qeremanî, Mehemed Beg şevekê bi dizî ji Kela Qeyseriyê derket bazda çû Sêwasê. Piştî ku Elaeddîn Beg Qeyserî zeft kir sefer bir ser Sêwasê, ew der jî xist destê xwe.

Mehemed Beg ji Sêwasê jî reviya bi awayekî perişan li gunden derû dorê digeriya. Xelkê nefret jê dikir, hevalên wî yên nezîk jî îdî guh nedidanê, bi pejmurdeyî aware bûbû.

Rojekê stukura xwe xist destê Xelîl Begê Dulqadirî. Xelîl Beg di tarîxa 1366’e de Mehemed Beg kuşt û tola bavê xwe hilda.[60]

Meqrizî dinivîse ku ” Nasireddîn Mehemed Beg bîn Eretna, li hember wezîrê xwe Xwace Elî her tim mexlûb û hustuxwar bû. Bi kuştina wî re serbixweyiya xwe wergirt lê vê qetla wezîr bi kêrî wî nehat. Ew di nav destê dijminên xwe yên ku ji her çar aliyî ve êrîş dibirin serê hat qetilkirin.”[61]

Munecimbaşî Ehmed Efendî jî dinivîse ku ”Qeremanzade Alaeddîn Beg, Mehemd Begê Eretnazade ji milkê wî qewirand, Sêwas û Qeyserî zeft kir. Mehemed Beg gava ji îtîbarê ketî, sergerdane li gundan û çolan digerîya, hat girtin û kuştin.”[62]

Mehemed Beg li pey xwe du kur hiştin; Reşîduddîn Eretna Beg û Alaeddîn Elî Beg. Ev Elî Beg jî ku zede bipêketîyê şehweta xwe bû, jê re digotin ”Xoroz Elî Beg (Dîkil Elî Beg).Kurê Mehemed Begê ê bi navê Eretnayê Begê Duyê ket şuna bavê xwe.

Sala 1368’ê apê Hecî Şadgelî Paşa mîrê Turhalliyê Şerafeddîn Dogan Şah mir. Kurê wî Mubarek Şah bû mîrê Turhalliyê.

Hecî Şadgelî Paşa bi keça apê xwe Xwace Elî re zewicîbû, bûbû zavê wî, ew ji bal kurê wî pismamê xwe El Hac Taceddîn Îbrahîm Beg jî bi rêz û hezkirin dihat pêşwazîkirin, mixalefeta Şadgelî Paşa nedikir. Nifûza El Hac Taceddîn Îbrahîm Beg jî ji ya bavê wî ne gelek kêmtir bû.

Ji bo heyfa bavê xwe ji Eretnayiyan hilîne Taceddîn Îbrahîm Beg serî li dostên Şadgelî dabû, Emîrê Toqatê Taceddîn Ehmed Begê kurê Suleyman Şah soz dabuyê ku alîkariya wî bike. Şadgelî Paşa ji xwe ê destekê bidaya wî.

Reşîdudîn Eretnayê Duyê bi dijwariyekê Sêwas girtibû û hilkişiyabû ser text. Hecî Îbrahîm Beg bi desteka mîr û beğen sozdayî şerê Eretna Beg kir û ew ji Sêwasê qewirand, serkeftî ket bajêr bû emîrê Sêwasê.

 Di kîtabu’l Acaîbê de hetiye nivîsîn ku ” … û ji dema Hecî Îbrahîm Beg, Eretna Beg qewirand û derket ser textê emîrtiya Sêwasê, not û sê sal derbas bûn” ku ev tarîx dike 1368.[63] Emîrtiya Taceddîn İbrahîm Beg a li Sêwasî ji bal Hecî Şadgelî Paşa ve hat parastin bû destkeftiyek ku Sêwas jî kat bin siya desthilatdariya Şadgeliyan.

Piştî Eretna Beg ji Sêwasê hat qewirandin û çû li Meraşê hêwirî, berê xwe da rizgarkirina Qeyseriyê ji destê Qeremaniyan, gelek caran êrîş bir ser wan û emîrê Qeremanî Alaeddîn Elî Beg tehdîd kir, dixwest wî mecbûrî teslîmkirina bajarê Qeyseriyê bike.

Hecî Îbrahîm Beg jî ku Sêwas ji destê Eretna Begê derxist û ew qewirand berê xwe da zeftkirina Qeyseriyê, bela xwe her di emîrê wê derê Cafer Begê Eretnayî dida.

Eretnayiyên ku li derûdora Sêwasî dijiyan û mixalifê qewirandina Eretna Begê Duyê bûn, li dora birayê wî Xoroz Elî Beg civiyan û di 1370yê de êrîş bir ser Sêwasê. Wan Hecî Îbrahîm Begê kurê Xwace Elî Şah qewirand û Xoroz Elî Beg derxist ser textê Sêwasê.[64]

Xwace Bedreddîn Yaqût, yek ji wan kesan bû ku dostê nêzîk ê Eretna Xanê Mezin û berdewamiyê meclisa wî bû. Wekî din xezûrê Suleyman Şahê birayê piçûk ê Şadgelî Paşa bû. [65]

Sala 1376ê, xanima Şadgelî Paşa a ku xwişka Hecî Îbrahîm Beg bû li Amasyayê wefat kir. Hecî Îbrahîm Beg Xoroz Elî Begê Eretnayî û Qadî Burhaneddîn Ehmed jî li gel xwe bir, çûn Amasyayê taziyeya Şadgelî Paşa.

 Hecî Îbrahîm Beg dixwest vê taziyeyê bike wesîleyeka rakirina sarbûna navbera xwe û Şadgelî Paşayî. Sarîtî ji wê yekê ketibû navbera wan ku xulamekî Hecî Şadgelî Paşa xizmetkarekî ji yên Îbrahîm Beg kuştibû.

Hecî Îbrahîm ji bo rakrina sarîtiyê ji aliyekî de eyanên Amasyayê dikir navbênkar, ji aliyê din ve jî dixwest xulamê Hecî Şadgelî Paşa bigre li gel xwe bibe.

Şadgelî Paşa bi vê şêla Îbrahîm Beg gelek hêrs bû, peyvên giran kirin, sarbûn bi eks kûrtir bû. Xoroz Elî Begê Eretnayî heq dida Şadgelî Paşa, loma Îbrahîm Beg ji wî jî aciz bû. Wî Elî Begê Eretnayî li Amasyayê hişt û tevî maiyeta xwe û Qadî Burhaneddîn rabû vegeriya Sêwasê. Şadgelî Paşa hemû tedbîrên rêwîtiya girtin û Xoroz Elî Begê Eretnayî li gel maiyetekê verêkir Sêwasê.[66] Îbrahîm Beg, piştî ku Elî Beg çû gihaşt Toqatê, bi şertê ku Elî Beg ji emareta wî biqewirîne Qeyserî da Qadî Burhaneddîn û ew şand wê derê. Qadî Burhaneddîn Ehmed, lez kir berî Elî Beg xwe gihand Qeyseriyê, xelkê wê derê rakêşa aliyê xwe. Lê ji pirbûna eskerên Elî Beg ditirsiya loma rasterast dernediket hemberê wî, ew virde wê de egle dikir. Lê dawiya dawîn hicûmî ser Qesra Elî Beg a li Qeyseriyê kir wî bi darê zorê ji Qeyseriyê avêt. Elî Beg reviya çû Kela Bergupê. Midetekê li wê derê ma. Qadîyê Eretnayiyan Burhaneddîn Ehmed sala 1376ê bû emîrê Qeyseriyê.

 Hecî Îbrahîm Beg gava bi rewşa Xoroz Elî Beg hesiya, ji êrîşên eşîrên Moxolan tirsiya, ew anî bi îzzet û îkram kir emîrê Qeyseriyê, Qadi Burhaneddîn jî şand Sêwasê. [67]

Lê ku Elî Beg bihîst Xizir Begê serokê eşîra Sagmarluyan ê pêgirê Qadî Burhaneddîn, ê Qeyseriyê îstîla bike telaşekê pê girt, ba Qadî Burhaneddîn kir, alîkarî ji Hecî Îbrahîm Begê kurê Xwace Elî Şah xwest.

Qadî Burhaneddîn bi eskerên ji Hecî Îbrahîm Beg wergirtî çû Qeyseriyê. Ji minaqeşeyeka bê sewiye ya ne pîjker, Xizir Beg ji dora Qeyseriyê vekişiya çû zozanê xwe. Seyidî Husam ê ku li ser vexwendina Elî Beg, ji Sêwasê hatibû Qeyseriyê, Elî Beg bi Qadî Burhaneddîn re li hev anî.

Hecî Îbrahîm Beg jî ji bo razîkirina xelkên ku ji rewşa Elî Beg û Qadî Burhaneddîn nerazîbûn aş bike ji mîrên xwe yên taybet Xwace Yaqût Beg teyinî ser textê Qeyseriyê kir (1377).

Xwace Yaqûb Beg rewşa Elî Begê Eretnayî û a Qadî Burhaneddîn taqîb dikir û ji Îbrahîm Beg re dinivîsî. Piştî demekê Elî Beg girêda, ew şand Sêwasê û Qadî Burhaneddîn jî girt avêt zîndanê.[68]

Merivên Qadî Burhaneddîn û eşîra Sagmurliyên Moxolî, Elî Paşa yê reîsê eşîra Baramboylû yê alîgirê Xoroz Elî Beg û Hecî Îbrahîm Beg gelek guvaşt. Ji mecbûrî Hecî Îbrahîm Mîr Xwace Yaqut Beg ezil kir, li gel Seyîdî Husam Beg zincîr kir, ew şandin Sêwasê. Qadî Burhaneddîn ji zîndanê derxist, Elî Begê Eretnayî danî ser textê mîrtiyê. Xizir Begê reîsê eşîra Sagmurliyên Moxol jî kir waliyê Qeyseriyê.[69]

 Lê hamîyê Xwace Yeqûb Begî; Hecî Şadgelî, bêgunehiya wî destnîşan kir û xwest Hecî Îbrahîm wî bibexşîne. Xwace Beg, xwezûrê birayê Şadgelî Mîr Suleyman Şah bû. Seyidî Husam jî ji bal Elî Paşayê Eretnayî hatibû bexişandin. Hecî Îbrahîm Beg jî Xwace Yaqûb û Seyidî Husamî bexişand.

Ji alî din ve, Hecî Îbrahîm Beg li pey çareyên qewirandina belaya eşîreta Barambaylû ya Moxolî bû. Eretnazade Elî Beg û Qadî Burhaneddîn jî berdewamî li pey pîjkirina Elî Paşayê reîsê eşîra Barambaylû a li hemberî Îbrahîm Beg bûn. Barambaylûyî û derûdorên Qadî Burhaneddîn gihaştin hev û sefer birin ser Sêwasê. Hecî Îbrahîm Beg berê serdarê xwe Hesen Beg derxist pêşberê wan. Piştre ew jî tevî eskerên xwe derket pêşiya wan. Di şerê ku di sala 1378ê de li nehiya Tozanluyê qewimî ew jî û serdarê wî jî hatin kuştin.[70]

 Xwace Yaqût Beg gava hat kuştin, li cem Îbrahîm Beg bû, serê wî girt bir Keleya Xavîkê(Xafikê), ji wê derê jî bir Sêwasê. Nuçeyên li ser buyerê hurmeta Qadî Burhaneddîn Ehmed Çelebî pêştir gihandibû Sêwasê û qêrînên xwe yên ji şadiyê eşkere kiribûn.

Gava Îbrahîm Begê kurê Xwace Elî hat kuştin, kurê wî Xêreddîn Xelîl Beg û xizmetkarê wî Şerafeddîn Muqbîl Beg bi kuştina welînîmetên xwe gelek xemgîn bûbûn. Muqbil Beg demildest serî hildabû, bi qesda Xêreddîn Xelîl Beg derxe ser textê emîrtiyê, Sêwas zeft kiribû, Eretnazade Elî Begê ku sedemê vê felaketê bû, girtibû, girêdabû.[71]

Qadî Burhaneddîn ji herkesî bêtir hifza xwe ji Şadgelî Paşayê emîrê Amasyayê dikir.[72] Şadgelî Paşa bi saya kesûkarên li dora xwe dixwest Sêwasê jî têxe ser emareta xwe. Hin erkan û xelk gelek meyildarên wî bûn, wan jê hez dikir. Qadî Burhaneddîn gelek fût û fesadî gerandin ji bo xelkê ji Şadgelî sar bike. Piştre Hecî Qiliçarslan li hemberî Şadgelî pîj kir. Mexseda wî asêkirin û pêpezkirina Qiliçarslan bû.[73] Qiliçarslan bi pîjkirinên Qadî Burhanedîn xapiya û bi hin eskerên têr techîznekirî şer li hember Hecî Şadgelî îlan kir, êrîş bir ser Toqatê.

Şadgelî Paşa esker girt çû Toqatê, derket hemberî Qiliçarslan. Li vê derê Qiliçarslan ji nameya Seyidî Husam têgihîşt ku li Sêwasê hin lîstik li pişt wî hatine kirin, poşman bû ku şer îlan kiriye. Ku zêdetiya eskerên Amasyayê dît jî yekcar tirsiya. Lê gava xalê Qadî Burhaneddîn Yildizoxlu Yusuf Beg ji Şadgelî re peyamnêr şand û daxwaza aştiyê kir, eskerên wî gundên Toqatê talan dikirin. Hecî bi talankirina gundan gelek hêrs bû û êrîş bir ser wî. Qiliçarslan şikest, tarumar bû. Ji meydana şer bazda û bi zorê xwe gihand Sêwasê. Li ber çavê xelkê tu îtîbara wî nema.[74]

Tevî ku wî fahm kiribû ku sedemê rezaleta hatî serê wî Qadi Burhaneddîn bû jî bi hîle û derewên wî dixapiya. Qadi Burhaneddîn jî ji bo emareta Sêwasê bidest xe, li pey kuştina Qiliçarslan bû.

Adil Dedeyê şêxê mewlewîxaneya Sêwasê yê ku qutbê wê demê dihat hesibandin, medfûnê Qadî Burhaneddîn bû. Bi fesadiya Qadî Burhaneddînî, Adil Dede ji Şadgelî Paşa re digot Kolemen (Ji Memlukiyên Misrê re dihat gotin) û ji Qiliçarslan re jî digot ”Qehpezen’’ (xwedan jina qehpik) . Yên ku bi a wî dikir li hemberê van pîj dikir.

Qadî Burhaneddîn bi pîjkirin û fesadiyên xwe hin kesên din jî dixapandin. Di encamê de Qadî Burhaneddîn bi xwarziyê xwe Emîr Şêx Mueyyed re ket nav tifaqê, Qiliçarslan dawetî sefereka nêçîrê kir, li wê derê ew da kuştin. Bi sedan kesûkarên wî û terefdarên wî dan kuştin, apê wî Keyxusrew bi şûran perçe werçe kir.[75]

Piştî ku Qadî Burhaneddîn Qiliçarslan ji navê rakir, ji nêçîrê vegeriya bi debdebeyekê daxilê nav bajarê Sêwasê bû, navenda îmaratê xist destê xwe û di 27ê meha yekê a 1383’yê de hilkişiya ser text. Di sîyaseta xwe de ya ku ev pênc sal bûn dimeşand, biserket. [76]

Cînayetên Qadî Burhaneddîn û bizavên wî yên eskerî yên eyan eşarafên Sêwasê, bi taybetî xelkên reaya tirsand. Lê ji ber hêza wî ya her ku diçû xurt dibû çavsoriyên alîgirên wî, xerabî û kavilkeriyên eşîra Barambayî yên Moxolî, xelk hatibûn wê noxta ku kes nikaribe denge xwe bike.[77]

Di dawiya dawîn de pêşdehatiyên bajarê Sêwasê û xelkê wê bi dizî xeber şand ba hukumdarê Amasyayê Şadgelî Paşa, alîkarî jê xwest, daxwaz kir ku Sêwasê jî têxe ser Emareta xwe. Di vê demê de Şadgelî nexweş bû di nav nivînan de bû.[78]

Gava Qadî Burhaneddîn bi vê hesiya hêrs bû, destpêkir bi pey ên ku ev daxwaz kiribûn ket, yên ku zeft dikirin dikuştin, îdam dikirin, digot min ev emaret bi saya xwe û cehdên xwe bidest xist. Hecî Şadgelî kî ye ku xwedî li vî welatî derdikeve, mihawele dike ku li hemberî seltenet û îstîqlala min derê?”

Hemû mîrên Amasyayê bi hev re sond xwaribû ku sadiqê Emîr Şadgelî bin. Xelfetzade Pîr Elî Begê ku di mîrtiya xwe de li hemberî Şadgelî bû jî, bûbû tabi’ê wî, keça xwe Îran Xatûn dabû kurê Emîr Şadgelî Seyideddîn Mehemed Begê.[79]

Emîr Şadgelî Paşa li ser gilî û gazinan, esker kom kirin, dest bi amadeyiyên şer kir. Di vê demê de Qadî Burhaneddîn merivekê xwe yê bi navê Exî Îsa Beg ji bo rewşa Emîr Şadgelî, halê wî yê derûnî, hêza wî ya eskerî, mewqifên mîrên Amasyayê hîn bibe wek elçî şand ba Hecî Şadgelî.[80]

Di dema ku elçî gihaşt Amasyayê ji her derê esker ber bi vî bajarî ve dihat û diciviya, coş û hezkirineka mezin li nav bajêr peyda bûbû, bizavên xwiyakirî elçiyê Qadî dixist nav dehşete. Di nav eskeran de Cavunkarî (Çunkarên Moxolî)[81], Tatarên ku ji wan re Qere Tetar dihat gotin jî hebûn.[82]

Qadî Burhaneddîn bi bahaneya ku alîgirê Şadgelî Paşa ye, mîrê Şerqîqerehîsarê Nebî Begê birayê Melîk Ehmed, Zennûn Begê eqrebayê Mîrê Erzincanê Taharten li Sêwasê hebs kriribû, Seyidî Hussam sirgûnî Hisara Kavîleyê krirbû û xistibû zîndanê.

Qadî Burhaneddîn bi vegera Exî Îsa Begê elçî, hîn bû ku hemû mîrên Amasyayê bûne yek, hêzeka mezin a eskerî civiyaye. Ku hay ji hêz û amadekariyên Emîr Şadgelî Paşa bû, demildest Nebî, Zunnûn û Seyidî Husam Beg berdan, ew teltîf kirin, Qerehîsar û Kela Behram Şah da Nebî Beg û ew şand, Bi vî awayî ku ew û birayê xwe Ehmed Beg bi hev kevin û mijûlî hev bibin. Çimkî Melik Ehmed Beg kesekî pêgirtiyê Hecî Şadgelî Paşa bû.

 Pileya Zunnûn Beg bilind kir û ew şand Erzincanê. Bi Emîr Mutahereddîn Taharten Beg re lihevkir û jê daxwaz kir ku ew bi hev re tevbigerin. Ji ber buyerên berê rûdayî Taharten Beg gelek sipasdarê Şadgelî Paşa û bestiyê wî bû. Şêwirdarê karûbarên giştî Tugrul Beg jî yekî pêvebestî bû. Wî Seyyidî Hussam şand Sêwasê û meqamê wî yê berê dayê.

Gava nexweşiya Şadgelî Paşa sivik bû, ew ket serê leşker, ber bi Sêwasê ve liviya û çû heta Artuqabadê(Artuqavayê). Qadî Burhaneddîn jî eskerên Baramlû û Samagarlu girtin, pêşwazî lê kir. Di vê navberê de Qadî Burhaneddîn elçî û name jî verêdikirin ji bo Hecî Şadgelî Paşayî, digot em meselê bi awayekî aştiyane çareser bikin, ji bo xwîn di nav misilmanan de nerije, em hevdu bibînin. Lê di eslê xwe de wî Şadgelî Paşa egle dikir. Çimkî di eynî wextê de bi dizî poropagandakirên ji Tirkman û Moxolan verêdikirin nav wan, şay’îa dida kirin, dida gotin ”Şadgelî kurê xulamekî/koleyekî ye, merivekî heseb û nesebê wî nediyar e. Ne emareta wî, ne jî welayeta wî bi şer’î ne helal û sehîh e. Lê Qadî Burhaneddîn zatekî xwedan ceddekî esîl û necîb e. Hûn ê çawa bi ya kurê xulamekî bikin bi kesayetiyekî ew qas nescîb re çawa têkevin herbê?!” Bi vî awayî bêqerarî û perçebûn dixistin nav cepha hember.[83]

Qadi Burhaneddîn piştî ku hey ji tesîra propagandayên nav esker û cepheya Şadgelî Paşa çêbû, rengê axaftinê yê bi elçî û peyamnêrên nevbera herdu aliyan re guhert. Ji elçiye Şadgelî Paşa re got: ”Bi Şadgelî re em bi hevre Elî Begzade, (kurê piçûk ê Elîyê Eretnayî) hilkişînin ser textê emîrtiyê, çimkî warisê memleket e. Em di nev ehlê Îslamê de xwînê nerêjin, yê ku bapîrê Begzade kuşt ew bû ku bavê wî bajar bi bajar vegevizand, nexist Amasyaya milkê wî yê werasetê, mal û milken wî talan kirin. Gava Qiliçarslanî zordarî dikir yê pêçîka xwe jî nedilivand Hecî Şadgelî ye. Nuha çawa şefqetê nîşanî Begzadeyî dide. Li gel vê jî bila Şadgelî Paşa bê ji bo tesîskirina nîzam û întîzamê çi lazim e em bikin.”[84]

Di vê navberê de di orduya Şadgelî Paşayî de dubendiyên xeter serîhildabûn, eşîrên Çunqar û Qere Teter ji orduyê veqetiyabûn çûbûn, manewiyata esker gelek xera kiribû.

Mîrên Amasyayê, alim û zabitên orduyê ketibûn keftelefta durustkirina întîzamê û hêza wê ya manewî, derewderxistina îdîayên li ser neseba Şadgelî Paşayî.

 Ew bangên ku Hecî Şadgelî Paşa dixwest bersiva eyanen Sêwasê bidinê jî nehatîn dîtin. Vê ew tedîrgîn kiribû. Tiştên li ser nesebê wî yên ku qet texmîn nedikir tesîrên wan hebin, dibûn û vê ew kederî dikir. Careka din nexweşiya wî giran bû. His kir ku divê mesele bi awayekî nerme bi çareseriyekê ve girê bide û vegere. Esker rakir û vegeriya Amasyayê.[85]

 Hecî Şadgelî Paşa îdî muhtacî tedbîrên nuh ên bibingehtir û ciddîtir bû. Bi erkanên dewletê şêwirî û xwest tifaqeka li gel mîrên Erzincanê, Canîkê, Qerehîsara Şerqê, Qeyseriyê, Qestemoniyê yên bi navê Taharten, Taceddîn, Melik Ehmed, Cuneyd û Bayezîd Beg re li hemberî Qadî Burhaneddîn durust bike û ji bo vê ew dawet kirin.

Hukumdarê Qestemoniyê, Candariyê Kurd Bayezîd Beg, xwezûrê Emîr Ehmed Begê kurê Şadgelî Paşayî bû. Ji emîrên din bêtir nifûza wî hebû. Begê Qeyseriyê, Cuneyd Begê Begzade Omer dijminekî mezin ê Qadî Burhaneddîn bû. Taceddîn Begê ku bi navê Canîkî dihat naskrirn pêvebestiyê Şadgelî Paşa û hakimê seranserê wîlayeta Samsunê bû.

Ev bizavên ku ji Şadgelî Paşayî dihatin dîtin, îşaretên şerekî bûn li hember Qadî Burhaneddînî.

Di Meclisa Bilind a Ehdê de Qezasker Cemaleddîn Ehmedê Aqsarayî, miftî Îzzeddîn Ehmedê Amasî, ji pêşdehetiyan Celaleddîn Mehemed bîn Resûl, Alaeddîn Elî bin Aksarayî û ji emîrên birûmet Cemaleddîn Fîruz Beg û alim û begên li gel van, lirê/maqûl nedidîtin ku demildest şerek li gel Qadî Burhaneddîn bê derxistin. Wan digot:”Eger meqsed ji şerî, hilkişandina ser text a kurekî hê balixnebûyî yê Elî Eretnayîyê muptelayê sefahetê be, gune ye ew mal û canê ku ê di riya wî de bê xerckirin, tu fêde tê de ji bo Emareta Amasyayê nîne, lê na eger mexsed wergirtina bajarê Sêwasê ye divê heta wext tê û tedbîr hemî tên girtin, pêdivî hemî tên peydakirin, bê paşdexistin.”[86]

Serdar Elî Paşayê kurê Babur Şah, wezîr Sîraceddîn Mehemedê kurê Torumtay, Pîr Elîyê kurê Xelfet, Îsa Begê Sunqur û hinên din jî ku bi eksê yên din difikirîn, wan Şadgelî Paşa teşwîq dikir ku şer bike. Hela Elî Paşa îstîlakirina Sêwasê gelek asan didît, berdewamî Şadgelî Paşayê ku îdî extiyar bûbû pîjî şer dikir.

Mixalefeta van a li hemberî şernexwazan ew qas pêşde çûbû ku însanên bi fezîlet û alimên ku ji her awe endîşeyên paşeroja xwe dûr yên ku ne terefdarên şerî bûn, bi wê yekê hatin îthamkirin ku merivên Qadî Burhaneddîn in û ji bal wî ve hatine şandin. Bi vî awayî ew dihatin paşgezkirin û bêtesîrkirin. Dihat gotin ku casûsên Qadî Burhaneddîn li Amasyayê casûsên wî hene, tirs ew bû ku tiştên bi dizî li meclisê dihatin axaftin di nav xelkê de bên bihîstin, têkevin devên casûsan, welê bûbû ku gotina rastiyan jî îdî xeter bûbû.

Erêkirina ku Hecî Şadgelî Paşa alîkarî û tifaqa wan xwestibû hatibû stendin, her yekî soz dabû ku ê hêzên alîkariyê verêkin.

Li ser van sozan Hecî Şadgelî biryara sefera ser Qadî Burhaneddînî da, hemî hêzên xwe dan ser hev û ji Amasyayê derket.

Gava Qadî Burhaneddîn bihîst ku Şadgelî Paşa hereket kiriye, ji Sêwasê rabû ber bi Toqatê ve sefer kir, Gava Hecî Şadgelî Paşa gihaşt Turhalliyê, Qadî jî gihaşt Artûqabadê. Qadî careka din riya eglekirinê da ber xwe, yekî bi navê Devatî Ehmed Beg wek elçî şand ba Şadgelî Paşa.

Elçî bi du armancan çûbû. A yekê bi ve’da emîrtiya Amasyayê Serdar Elî Paşayî ji Şadgelî Paşayî veqetîne, ya duduyê jî têgihîştinekê di derheqê qerargeha Şadgelî de peyda bike.

Di vê navberê de yekîneyeka eskerî ya ji bal Hecî Şadgelî Paşa ve durustkirî ji nişka ve êrîşeka şevê biribû ser beşek eskerên Qadî Burhaneddîn, ordu ketibû nav panîkê, telaşekî Qadî girtibû.

Herdu alî gav bi gav nêzî hev bûn, Qadî Burhaneddîn di bin Toqatê re xwe derbasî heta nav Qazovayê( Qazavayê, Qazabadê) kiribû. Hecî Şadgelî jî xwe gihandibû wê derê, lê ew alîkariyên hêzên eskerî yên ku ji bo Hecî Şadgelî hatibûn dayîn, diyar nedibûn.

Di meha Remezana 1381’ê de, yanî ya dawiya Çiriya Paşîn ya destpêka Çileyê Pêşîn bû. Qadî Burhaneddîn beşek ji eskerên xwe xist kemînên ser riya wan, ber bi sibê ve tevî şer bû. Wî pevçûnê wek têkçûnekê nîşan dida û bi întîzam eskerê xwe vedikişand, Hecî Şadgelî Paşa jî bi mîrên li gel xwe li dûv şopa wî diçû. Gava Hecî Şadgelî gihaşt texma kemînan, eskerên xweveşartî li dawiyê, Qadî Burhanedînê ku vedikişiya li pêş bi şiddet êrîş bir ser eniya eskerên Hecî Şadgelî Paşayî.

Baskê Hecî Şadgelî Paşa, eskerên taybetî yên Hecî Şadgelî Paşa bûn, hêza orduyê ya esasî bi serdariya kurê wî Emîr Ehmed Beg li dawiyê bû. Serdar Elî Paşa û piraniya mîran li gel Hecî Şadgelî Paşa bûn.

Qadî Burhaneddîn hêzên giştî yên Amasyayê bi qismek ji orduya xwe ve mijûlkirin, baskê Hecî Şadgelî Paşa bi temamî ji orduyê hetibû tecrîdkirin û dorlêpêçan. Bi vî baskî re şerekî xwînawî bû. Hecî Şadgelî û hin emîrên wî hatin kuştin, Elî Paşa, Pîr Elî Beg û yên wek wan jî hatin êsîrgirtin.[87]

 EMÎRTİYA FEXREDDÎN EHMED YA SER AMASYAYÊ

Emîr Fexreddîn Ehmed Beg, piştî kuştina bavê xwe, li Turhalliyê, bi yekdengiya erkanên dewletê di Çiliya Pêşîn a 1381’ê de, hat derxistin ser textê Amasyayê. Ew bû hukumdarê sisiyê yê Emareta Serbixwe ya Amasyayê.

Diya wî keça apê bavê wî Xwace Elî Şah bû, ew bi xwe jî zavayê hukumdarê Qestemoniyê emîrê Candariyên Kurd Bayezîd Begî û yê Elî Paşayê kurê Babuk Şahî bû.

Emîr Ehmed Beg, kurê Şadgelî yê duyê bû. Di dema desthilatdariya bavê xwe de ji bo ku ”devatdar(divîtdar/katib)” bû jê re Devatdar Ehmed Paşa dihat gotin.

Hemdemên Emîr Ehmed Paşa ev bûn; hukumdarê Alê Osmanan Muradê Yekê, Elî Begê Qeremanan, Candarî ’’Kuturum /ketûm, seqet)” Bayezîd Begê hukumdarê Qestemoniyê, Taceddîn Begê emîrê Canîkê û Samsûnê, Emîrê Şerqîqerehîsarê Melîk Ehmed Beg, emîrê Erzincanê Teharten Beg, Emîrê Sêwasê Qadî Burhaneddîn Ehmed Çelebî.

Nifûza begê Mîrtiya Osmanîyan Muradê Yekê di ser Anqerê re heta ber bi nîveka Anatolyayê fireh bûbû. Ya ku berî her kesî ev tesîr his kir Emareta Amasyayê bû. Cafer Begê Eretnazade yê emîrê Qeyseriyê bi mîrtiya xwe qayil bû û pirtir bi zewq sefaya xwe ve mijûl bû. Yê ku mîrtî îdare dikir Cuneyd Begzadeyê Omer bû.

Cuneyd Beg dijminekî dijwar ê Qadî Burhaneddîn û dostê mezin ê Ehmed Begê emîrê Amasyayê bû. Xwezûrê Ehmed Beg ê Candarî Bayezîd Beg jî hevkar û piştgirê zavayê xwe Ehmed Beg bû. Melik Ehmed û Taceddîn Beg jî ji berê de pêvebestiyên dilhez ên Amasyayê bûn. Emîrê Toqatê Şêx Necîb Beg ji xwe ji bal Hecî Şadgelî Paşayî ve hatibû tayînkirin.

Qadî Burhaneddîn bi kuştina Hecî Şadgelî Paşayê ku ew li hemberê xwe xeter didît weka ku cîhan bûbe a wî kêfxweş û serxweş bûbû, nizanibû ê çi bike, zafername şandibûn çarmedorê û xwe sultan îlan kiribû. Kuştina wî weka zafereka mezin li derûdor û terefdarên xwe re kiribû ”mizgînî”.

Gava wî Şadgelî Paşa kuştibû serê wî jêkiribû, berê şandibû Sêwasê, paşê jî Erzincanê, heta jê dihat cesedê Şadgelî piçûk dixist.[88]

Mexsedeka wî ya din emîrê Toqatê Şêx Necîb Begî mecbûrî xwe jidestveberdanê bike û bajarê Toqatê bêyî şer teslîmî wî bike.

Her wî dixwest hêviyên emîrê Şerqîqerehîsarê Melik Ehmed Beg û yê Erzincanê Taharten Begê ji Amasyayê nehêle û wan ber bi xwe ve rakêşe. Serê Hecî Şadgelî Paşa yê jêkirî jî bi wê meqsedê şandibû Erzincanê.

Wekî din teşekurnameyek bi awayekî ku têkeve destê Ehmed Begê emîrê Amasyayê nîvîsîbû û xwedêgiravî şandibû ji alim û zanayên şernexwestî yên Amasyayê re, name ketibû destê Ehmed Paşayî. Armanca wî ew bû ku şik û gumanê têxe navbera wan alim û zanayên hêja û Emîr û wan bi xwe bera hevde û gelekan ji wan mecbûr bike ku dev ji Amasyayê berdin, bar bikin. Bi vî awayî ê xirecir û pirrbendî têketa hundurê Amasyayê, wî jî karibuya wê derê bi hêsayî zeft bike.

Li ser vê teşekurnameya bihîle, mecbûr kir ku qezasker Cemaleddîn Mehemed Aqserayî û xwedan hikmet Îzzeddîn Hesen Çelebî barkin Qonyayê, Miftî Îzeddîn Mehemed û Qadî Muhyeddîn çûn Hîcazê, xwedan hikmet Celaleddîn Mehemed îbn Resûl çû Misrê, Aqsarayîzade Alaeddîn Elî, Merzîfonî Cemaleddîn Sefer Şah Çelebî û ji emîran Yazarluzade Cemaleddîn Fîrûz Beg jî çûbûn Bursayê.

Yek ji van jî ne alîgirên Qadî Burhaneddîn bûn, ne pêwendî bi wî re danîbûn. Lê wam ê nikaribûya meselê zelal bikin, ya ê serê wan bihata firandin yan jî ê xwe hustuxwar bikirana. Wan riya devjêberdana welatê xwe hilbijart, bar kirin, çûn.

 Piştî terkewelatbûna van yek ji wan kesên xwedan hîkmet, Mewlana Cemaleddîn Yusuf bin Exî Huseyîn en-Nixidî bû Qezaskar, Mewlana Îmadeddîn Yusuf bin Xelîl El Meletiyeyî bû qadiyê Amasyayê, Mewlana Saadeddîn Mewhûb bin ez-Ziyarî li ser postê fetwaderiyê rûnişt. Pêşvehatiyê muderisan Fexreddîn Osman et-Turkmanî wekîlê qadî bû.

 Emîr Fexreddîn Ehmed Begê ku li Turhalê rûdinişt, rewş û bizava Qadî Burhaneddîn Ehmedî dişopand û erkanê hukumeta wî biryarder bûn ku bi Qadî Burhaneddînî re şer bikin. Lê li benda firsendê bûn. Ligel Elî Paşa û Pîr Elî Begê ku êsîr hatibûn girtin, riya şerkirinê peyda kiribûn, talîmatê pêdivî didan wan.

Qadî Burhaneddîn bi kêf û dilxweşiya serkeftina xwe ji Qozovayê(Qozavayê) bêrawestan derketibû, çûbû Toqatê, emîrê wê derê Şêx Necîbê ku ji propagandaya şikestina orduya Hecî Şadgelî ya bi temamî gelek tirsiyabû, pêşwazî lê kiribû, heta rastiya meselê hîn bibe mecbûr mabû bi Qadî Burhaneddîn re lihevkirî û hemaheng bimîne.

Ji alî din ve ku Qadî Burhaneddîn ji meydana şer rasterast çû Toqatê, nîşana wê yekê bû ku wî newêrî ew rasterast tuşî rûbirûbûna wê orduyê bibe ku Şadgelî li pey xwe hiştibû. Vê yekê jî cesaret dida mîrên li hemberî wî.

Seyidî Husam, serdariya mîrên êsîrketî Şêx Necîb, Exî Newrûz Ferîdûn û Nebi Beg girtibû dest, digot tu carî baweriyê bi gotinên Qadî Burhaneddîn ên ji bo şa’şa’ayê xwe nexapînin, bala wan dikêşa ser serkarî û hêza emîrê Amasyayê Ehmed Begî, ew han dida ku li hemberî Qadî Burhaneddîn rawestin. Wiha digot: ”Hecî Şadgelî zatekî extiyar bû, wefat kir. Hemd ji Xwudayî re kurekî gênc û li ser xwe hêla, Mêrxasî, cesaret û şerkariya kur qat bi qat ji ya bavê zêdatir e. Divê mîrên Ulusê, Qeyseriyê, Erzincanê û Taceddîn Begê mîrê Canîkliyê hevkariyê li gel wî bikin.”[89]

Mexsedeka Seyyîdî Husam jî ew bû ku di wekîltiya Elî Paşayê kurê Babuk Şahî de yê ku di dema kuştina Hecî Şadgelî de êsîr ketibû, Mehemed Begê Eretnazade derxe ser textê emarete û xwe jî bike wezîr.

Pêkhatina mexsedeka wiha bi saya hevkariya li gel Emîrê Amasyayê Ehmed Beg mimkin bû. Elî Paşa jî xwezûrê emîr Ehmed bû.

 Seyyidî Husam têgihîşt ku ji bo gihaştina vê mexsedê divê bisebir be û li benda roja lêhatî be. Hê di riyeka kurtebirr re gihaştina vê mexsedê li îmkanên kuştina rêgirê herî mezin Qadî Burhaneddînî geriya. Bi hevalên xwe da qebûlkirin ku Qadî Burhaneddîn bi awayekî vexwîne baxekî li dora bajarê Toqatê û li wê derê wî ji navê rake.

Lêbelê casûsên Qadî Burhaneddînî li her aliyî hebûn. Ji vexwendinê ket gumanê, bes bi wan neda hiskirin. Wan mîrên êsîr ên ku li hemberî wî di tifaqê de ne her yek tayinî derekê kir, da wan ji hev veqetîne. Yek ji wan mîran Elî Paşayê kurê Babuk Şah bû, ew gazî meqamê xwe kir, bi peyvên xweş û diyariyên hêja xelat kir û jê re got ku wî ew bexişandiye, ew serbest e, kengî bixwaze dikare biçe welatê xwe. Elî Paşa hemû mîrasê Hecî Şadgelî Paşayî xwest, Qadî Burhaneddînî bê teredud qebûl kir.

Di vê navberê de emîrê Toqatê hay ji rewşê bûbû, li hemberî Qadî Burhaneddîn mewqif girtibû, dest bi pêwendiyan li gel hevkar kiribû. Gava mîrên hevkar zeafeka Qadî Burhaneddîn zeft kir, firsendek lê anî û êrîş bir ser eskerên wî, ew ji hev belawela kirin. Hindik mabû ku wî êsîr bigrin, ew bi tena sere xwe reviya canê xwe xelas kir.

Qadî Burhaneddîn piştî vê êrîşê, orduya xwe ji hundurê bajarê Toqatê vekêşa. Emîr Şêx Necîb jî xwe li keleyê asê krirbû û nedihişt ew nêzî bajêr bibe. Wê hêza Qadî ya ku xwe li bajêr asê bike û têkeve hundur nebû.

Qadî Burhaneddîn ji pêşberî Toqatê jî rabû çû Artuqabadê. Nameyek şand ji Sêwasê re, eskerên nuh xwestin. Her wiiha Xwace Yaqûb Beg wek elçiye xwe şand Turhalayê ba Ehmed Begî. Wî dixwest ew Ehmed Beg dev ji tolhildana bavê xwe berde, qîma xwe bes bi Amasyayê bîne û vegere wê derê, diyar dikir ku ew jî ê biçe Sêwasê.

Elçî Xwace Yaqûb Beg, çû daxwazên wî gihandin emîr Ehmed, lê ew hatin redkirin. Liberxwedana Emîr Ehmed Begê, Qadî Burhaneddînî hêrs kir, bi hêza xwe ya nuhcivandî sefer rakir ser Ehmed Begê.

Emîr Ehmed Beg derket pêşberê Qadî Burhaneddînî, şerekî dijwar rû da, her du aliyan gelek hêz wenda kirin, lê kes biser neket.

Qadî tevî ku têgihişt ew li hember Emîr Ehmed zaferaka misogerkirî bidest naxe, teklîfên xwe yên bi Xwace Yaqûb Begre hinartî dubare kirin. Mîr Ehmed di vê navberê de ji Turhalê zîvirîbû heta Çengeleyê hatibû.

Li vê derê dît ku ew hêzên Candariyên Qestemoniyê yên di bin serdariya Candarî Îsfendiyar Begê de ku Ehmed Begê daxwaz kiribûn hê nuh gihaştibûn, Îsfendiyar Beg kurê Emîr Bayezîdê Candarî û bûrayê Emîr Ehmed bû. Bi pesindayin û jixwebaweriyên bilind Ehmed Beg paşde zîvirand.

Emîr Ehmed nîzameka nuh da eskerê xwe, li gel eskerên Îsfendiyar Begî ji Çengelê di ser Komenatê re vegeriya Turhalê. Seyidî Husamê ku bi hesreta têkçûna Qadî Burhaneddîn bû, ev xeber gihande Qadî Burhaneddînî. Qadî li ser vê xeberê vegeriya Qazovayê(Qazabadê), ku bihîst Ehmed Beg gihaştiye Tuhalê êrîş bir ser wê derê. Li nêzî Turhalê her du eskeran carek din bazda hev. Îsfendiyar Begê Candarî wek temaşevanekî rawestiya. Car bi car beşdarî şer dikir. Yên ku şer dikirin tenê eskerên Amasyayê bûn.

Ehmed Beg têgihîşt ku ew ê nikaribe ji hêza Îsfendiyar Begê îstîfade bike ya ji bo alîkariyê hatî.

Qadî Burhaneddîn jî gelek derb xwaribûn û westiya bû, tê gihştibû ku berdewamkirina pevçûnan ê tu fêdeyê nede. Lihevkirin û dawî li şerî anîn. Ehmed Beg li gel Îsfendiyar begê vegeriya Amasyayê. Qadî Burhaneddîn jî çû deh rojan li Zîleyê vehêsa û pişt re berê xwe da Sêwasê.

Qadî Burhanedîn xeber girtibû ku Ehmed Begê kurê Qûtlû Begê Aqqoyunluyan dest bi tehdîd û talankirina deverên Sêwasê kiriye. Yek ji sedemên ku wî nedikarî berdewamiyê bide şerî ev bû.[90]

Dem dawiya sala 1381’ê bû. Emîr Faxreddîn Ehmed Beg li Amasyayê bicih bû. Îsfendiyar Beg danî Qesra Benatan (Qesra Keçan, Kızlar Sarayı). Eskerên xwe li cihên pêdivê bicihkirin, mihawele kir ku birînên ku şeran vekirîye bikewîne, derman bike.

Di vî şerî de Qadî Burhaneddîn ji Amasyayê tu erd qezenc nekir, lê kuştina Hecî Şadgelî Paşa ew gelek nêzî serbixweyiyê kiribû. Wendakiriyên Emîrtiya Amasyayê ya Kurd gelek zêde û giran bûn. Qetilkirina Hecî Şadgelî Paşa zerareka gelek mezin bû. Piştî van şeran, bajarê Sînopê jî ketibû bin destê Kotirim Bayezîd Begê xezûrê Emîr Ehmedê mîrê Amasyayê, Taceddîn Begê emîrê Canîkê û Samsûnê destpêkir bi serê xwe tevbigere.

Herwiha Îsfendiyar Begê Candarî yê kurê Bayezîd Beg jî jibîr kiribû ku bi mêvandarî, ji bo alîkariya Mîr Ehmed hatiye, li Amasyayê rûniştibû, niyeta wî ya vegera welatê xwe tunebû. Dirêjkêşana mêvantiya wî îşareta niyeteka wiha bû ku ew dixwazê Amasyayê û derûdora wê îstîla bike. Mehmud Begê mala Began emîrê Osmanciqê îdî emareta Amasyayê nasnedikir, îtaeta Bayezîd Begê Candarî dikir.

Emîr Ehmed Beg îdî ji aliyekî êrîşên Qadî Burhaneddîn, ji aliyê din yên Taceddîn Begê mîrê Canîkê eleman kiribû. Eşîra Moxolî Cavunkaran/Çunkaran dest bi talanên ser derûdorên Amasyayê kiribû, gelek serê Mîr Ehmed diêşand.

Emîr Ehmed merivekî hişyar ê dûrbîn bû. Torumtayzade Sîraceddîn Mehemed Çelebîyê wezîrê bavê xwe ku di şerê dawîn de bîrîndar bûbû, kir wezîrê xwe. Bijîtirîn emîrê Amasyayê Xelfetzade Alaeddîn Elî Beg jî kiribû şêwirdar û alîkarê xwe. Ehmed Beg ku ji xezûrê xwe Bayezîd Beg li benda alîkariyê û parastinê bû, gava didît ew li pey hewesên îstîlakirina Amasyayê ye gelek hêrs dibû. Neçûna Îsfendiyar Begê bûrayê wî ew zêde aciz dikir, çimkî ji xetera îstîlaya wî nedikarî orduya xwe bişîne ser serîhilder û talankerên ji çarmedorê.

Di vê navberê de ji rojhilat de di serdarîya Tîmurleng de êrîşeka dewasa ya Moxoliyan jî destpêkiribû. Her ku diçû nêzîk dibû. Hê gava ev sefera eskerî û talankerî li dûrê bû jî tehdîda wê gelek nêzîk dihat hiskirin, orduya wî warê avadankiriyê ku digihîştê agir berdidayê, texrîb dikir, dikir kavil. Ji başûr ve asêkirinên Memlukên Misrî jî her ku diçû zêde dibûn. Qeremaniyên ku wê demê îdî mezintirîn mîrekiya deverê bûn her dixwest ber bi bakur û rojhilat ve berfireh bibin. Diranqirçandinên Candariyan û mîrekiyên dostên berê her ku diçû zêde dihat bihîstin.

Alaeddîn Elî Begê şêwirmendê emaretê berê heşt salan li Anqerê jiyabû, hêza Osmaniyan û rabûnrûniştina emîrên wan dîtibû û gelek ecibandibû. Wî digot bizav û hêza Osmaniyan li hemberî hêza Qadî Burhaneddîn jî li hember a Candariyên Qestemonûyê jî têrê dike.

Emîr Ehmed Begê ku ji çaralî ve hatibû asêkirin, didît ku eger hevkariyekê bike bi hêzên Osmaniyan re yên ku Alaeddîn Elî Beg tawsiye dikirin pişta xwe bi wan bibeste, ê karibe li hember ew dijmin û reqîbên binavkirî wî biparêze. Ji dêlva ku serî li alîkariya Memlûkiyên Misrê xe, çêtir e ew xwe têxe bin şemsiyeya Dewleta Osmanî.

 Ehmed Beg xwest rojekê zûtir bibîne ka çareserkirineka bi vî awayî ê bibe an na. Qûtlûyê kurapê xwe yê ku ji erkanên dewletê bû, zavayên xwe Yexşî û Bicar, Mehemedê Torumtayan, Evdilah Begê Atabekan û li gel wan miftî, qadî û pêşvehatiyên emaretê yên din yên wek Celaleddîn Ebdurrehmanê kurê Muslih, ev fikir maqûl dîtibûn.

 Li ser vê Ehmed Begê û Elî Begê têkilî danîn bi Elî Çelebî, Safer Şah Çelebî û Fîrûz Begê Amasyayî yên ku par çûbûn, li Bursayê bicîh bûbûn û bi xweşî pêşwazî li wan hatibû kirin. Elaeddîn Elîyê Aqsarayî û Safer Şah Çelebî kesayetîyên jîr ên xwedan taybetmendiyên qani’kir û guhlêder bûn.

Ev bi hev re çûn cem Emîrê Osmaniyan; Muradê Yekê û wezîrê wî Candarî Xelîl Paşa (Çandarlı Halil Hayreddin Paşa)[91] rewşa Amasyayê, bizavên Bayezîd Begî, mayina dirêj a Îsfendiyar Begî a li Amasyayê pêşkêş kirin û daxawaza parastina Amasyayê kir. Muradê Yekê jî cewaba belêyî da wan.

Ji bo xweparastina ji êrîşên Qadî Burhaneddînî, Emîrê Qeyseriyê Eretnazade Cafer Beg û alîkarê wî Cuneyd Beg jî serlêdana Memlukiyên Misrê kiribûn ji Melik Zahir Berkutî daxwaza parastina xwe kiribûn.

Emîrê Osmaniyan Muradê Yekê ku ji Amasyayiyan re gotibû ‘erê’, ji bo ku karibe Îsfendiyar Begê Candarî ji Amasyayê rake alîkarî şand ji Suleyman Şahê kurê Bayezîd Begê Candarî re da ew serî hilde. Suleyman Şah pêşwextekê ji bo li hember bavê xwe Bayezîd Beg û birayê xwe Îsfendiyar biserkeve alîkarî ji Muradê Osmanî xwestibû. Wî dixwest ew bibe emîrê Candariyên Qestemonûyê. Çimkî bavê wî kût û kuturum bû, hemî karûbarên emareta Candarî ji bal apê wî Îskender Begî dihatin meşandin. Îskender Beg di serîhildana Suleyman Şah de hat kuştin. Bayezîd Beg bi lezûbez gazî Îsfendiyar Begê kurê xwe kir da ji Amasyayê bê. Sala 1383’yê bû. Îsfendiyar Beg eskerê xwe girt ji Amasyayê derket, çû Qestemonûyê, ket nav şerê li hember birayê xwe Suleyman Şah. Suleyman Beg şikest xwar reviya, pena bir ba Muradê Yekê, hem xwe ji kuştinê, hem jî Amasya ji îstîlaya Îsfendiyar xelas kir.

Ku Îsfendiyar ji Amasyayê derket çû, Emîr Ehmed Beg rehet kir, eskerê xwe civand bir ser eşîra Cunkarên Moxolî û ew belawaela kirin. Serokê wan Qere Dewletşahê kurê Bextiyar qewirand, Qoç Huseyîn Begê Tîmurxaniyan wek emîrê Çorum’e tayîn kir û ew derûdor xistin bin ewleyiyê.

Vegeriya çû Osmanciqê, Mehmûd Begê mala Began ê ku xwe mîrekî ku ji bal Emîr Bayezîdê Candariyan tayinkirî dihesiband, ji wê derê rakir şand Toqatê, di şûna wî de birayê wî Ebdullah Beg kir mîrê Osmanciqê.

Emîrê Ladîkê Elî Begê kurê Keyqubadê kurê Altûnbaş şand ser Tacceddîn Begê ku li derûdorên Canîkê û Samsûnê bi bêperwatî dibizivî. Emareta Samsûnê da wî. Bi vî awayî ew der hinekî aram bûn nîzam û întîzam hat wan deran.

Êngî Beg bû mîrê Ladîkê. Elî Beg ew kes bû ku ji herkesî bêtir derdiket pêşberî Mîr Taceddînî, şerê wî dikir, ew bêzar dikir. Zora wî bir û bi navê ”Qubadoglu” deng da.

Di vê qonaxê de Emareta Amasyayê a Kurd ji Amasyayê, Toqatê, Çorumê û Samsunê pêk dihat. Îdareya maqûl û qenc a Ehmed Begî, di nav xelkê de dihat qebûlkirin ku ew layiqê meqamê bavê xwe ye. Li ser wî kitêb hatin nivîsîn, rêz û hezkirineka giştî dît.

Di dewra Ehmed Begî de, Husameddîn Husên El-Katî, Husameddîn Hesen el Xoyî, Sadreddîn Artûqê Gumuşî, Fexreddîn Osmanê el-Turkmanî, Bedreddîn Mahmud bin Îbrahîm en-Niksarî, Şucaeddîn Îlyas bin el-Gumuşî, Şeyxu’l Qurra Hafizeddîn Mehemed bin Xelîl el-Hubazî alimên naskirî bûn. Ji van, Muxliszade Celaleddîn Ebdurrehman Çelebî katib û endamê dîwana mîrî bû. Şêxê Mewlewîxaneya Amasyayê Celaleddîn Mehemed Çelebîyê Dedezade Hussam xwedan rêzeka mezin bû.[92]

 Heyder Begê Taşanan ê ku berê ji Kopruyê reviyabû li derûdorên Elbistanê û Maraşê bêserûber dibizivî, îdî extiyar bûbû, di vê demê de tevlî kurê xwe hat, xwe avêt Emîr Ehmed Begê, li alî Kopruyê li devera Qocaqayayê rûnişt. Mîrê Kopruyê jî birayê wî Umur Beg bû. Herwiha di vê dewrê de, Mîrê Zeytunê Zeynel Begê Ereban mir, kurê wî Zekeriya Beg ket şûnê. Mîrê Hakeleyê Mehmûd Beg mir, kurê wî el-Hac Mehemed Beg ket şûnê. Mubarek Şah b. Dogan Şahê mîrê Turhalê hem kurapê Mîr Ehmed, hem jî zavayê wî bû.

 Gozler Çunkaroglu û kurê wî yê piçûkTursun Beg û İnal[93] li derûdora Toqatê û Amasyayê çetecîtî dikir, xelk bêzar dixistin. Hêzek hat şandin ser wan, ew hatin rawestandin, mecbûrî îtaetê bûn. Pîjkirinên Qadî Burhaneddîn bêencam man. (1384)

TEVLÊBÛNA EMARETA AMASYAYÊ A NAV OSMANIYAN

Emîrê Candariyên Qestemoniyê Bayezîd Beg ku bihîst Emareta Amasyayê ê tevlî Osmaniyan bibe, kurê xwe Îsfendiyar Begî cara duyê şand Amasyayê ji zavayê xwe Ehmed Beg dazwaz kir ku ew tevlî Candariyan bibe.

 Di serê sala 1385’ê de Îsfandiyar Beg ku hat Amasyayê, ji Emîr Ehmed rêzdarî û pêşawaziyeka xweş dît. Ew cardin li Qesra Binatan (Qesra Keçan) hat mêvankirin.Wek ku Katib Çelebî dinivîse , ji bo ku Îsfendiyar Beg du caran xweş li Qesra Binatan hatibû mêvankririn îdî jê re dihat gotin ”Qesra Îsfendiyarî”.

Emîr Ehmed Beg ji ber sefera Îsfendiyar Beg a cara berê li ser burayê xwe biguman bû. Wekî din xwe ew qas di zorê de nedidît ku biçe îltîhaqê Candariyan bike. Li gor wî esas Bayezîd Beg li hember asêkirina Murad Begê Osmanî muhtacî parastinê bû. Loma piçekî bihna wî teng jî bûbû. Lê hema di vê demê de Bayezîd Begê emîrê Qestemonûyê mir, kurê wî Îsfendiyar Beg zûbizû dawî li ”mêvandariya” xwe ya li Amasyayê anî çû Qestemonûyê, ji bo textê bavê xwe bi birayê xwe Suleyman Şah re gelek şer kir, heta text bidestxist. Di vê demê de Emîr Ehmed Beg jî ji tengavkirinên ku ji wî aliyî de dihatin rizgar bûbû.

Qadî Burhaneddîn jî di vê demê de êrîşên xwe yên li çarmedorê zêde kiribûn. Geh ji bo dagirkirinê esker dişand alî Qeyseriyê, bi talan û kavilkirinan tevdigeriya, geh êrîşên dizî û talanan dibir derûdorên Amasyayê û Toqatê, dixwest wan deran zeft bike. Fitne û fesadî dixist navbera mîrên Amasyayê, ew bera hev didan.

Emîr Ehmed Beg, çend caran mihawele kir ku tifaqekê li gel Mîr Taceddînê Canîkê, Qûtlûzade Ehmed Begê Aqqoyunlu deyne û bi hev re şerê Qadî Burhanddîn bikin, lê lihev nehat. Li dora wî îdî dewletmendên jêhatî yên xwedan hikmet nemabûn. Tenê bi zîrekiya mîrekî emaretek qenc nedihat îdarekirin, li dora wî diviya birêvebirên zana û xwedan tecrube yên kartêkir jî hebûna.

 Şêx Elî Yar Çelebîyê kurê Dîvrîgilîzade Sîyawuş Çelebî, wek elçî hatibû şandin ba Qadî Burhaneddîn. Venegeriya, li cem wî ma. Ji begên Çunkarên eşîra Moxolî Ulu, Sulamiş û Gözler bi sedemê ku bi buyereka ne giring, bi Emîr Ehmed re ketibûn hevberiyê, jê xeyidîbûn û çûbûn ba Qadî Burhaneddîn. Qadî Burhaneddîn bi saya van, eşîra Çunkaran kêşa alî xwe, ew techîz kir, bera ser Amasyayê da. Evê eşîrê berdewamî Amasya tehdîd kir. Dewlet Şah Begê kurê Bextiyar ê ku ji Anqereyê reviyabû hatibû xwe avêtibû bextê Emîr Şadgelî Paşa, çûbû ba Qadî Burhaneddîn Ehmed û bi alîkariya wî Turhal ji Emareta Amasyayê zeft kiribû, bûbû mîrê wê derê.

 Berî vê, Qadî bi xwe Toqat zeft kiribû û Şêx Necîb ji wê derê qewirandibû, Seyidî Husam tayînî mîrtiya Toqatê kiribû. Lê Emîr Ehmed Seyidî Husam kêşabû aliyê xwe, ew ji Qadî Burhaneddîn veqetandibû. Ku Qadî ew jî ezil kiribû, mitefiqê emîr Ehmed Beg Emîr Şêx Necîb Toqat zeft kiribû lê ew jî çûbû alîyê Qadî.

Piştî mirina mîrê Nîksarê Hecî Beg, kurê wî Suleyman Beg hatibû şûna wî û xwe sipartibû Qadî Burhaneddînî. Êdî baweriya Emîr Ehmedê Amasyayê bi paşdexistina/derengxistina tevêkirina Amasyayê ji bo ser Osmaniyan nemabû.

Wezîrê Emîr Ehmed, Torumtayzade Sîraceddîn Mehemed Çelebî, ji bo karûbarên tevlêbûnê pêşdetir û zûtir bixe, xebera tecawuzên Qadî Burhaneddîn û rewşa Anatolyaya navîn bigihîne Osmaniyan, rabûbû bi xwe çûbû paytext Bursayê, rewş hemî ji bo Muradê Yekê bi ta û derzî vekiribû.

Emîrê Qeyseriyê Cuneyd Beg jî ji bo berterefkirina şer û xerabiyên Qadî Burhaneddînî, xwe gihandibû Misrê, ba Memlukiyan, roja 18ê Çiriya Pêşîn a 1383yê bi diyariyan derketibû hizûra Melik Zahir Berkuk û daxwaz dikir ku wî li hemberê Qadî Burhaneddînî biparêze.[94]

Mehemed Çelebî, piştî ku ji Bursayê zîvirîbû, çûbû li gel Qadî Burhaneddînî peymaneka aştiyê jî îmza kiribû. Esas ev, bi mexseda eglekirina/mijûlkirina wî bû. Bi vê sayeyê Emareta Amasyayê a Kurd demekê ji êrîşên Qadî dûr mabû, heta hatina hêzên Osmanî, wan wext qezenc kiribû.

Alaeddîn Elî Begê Qeremanî paymana xwe li gel Osmaniyan xera kiribû û êrîşî ser erda wan kiribû. Îsfendiyar Begê Candarî ji ber alîkarîkirina Muradê Yekê a birayê wî Suleyman Şah Begî, hêrs bûbû, îstîfade ji meşxûlbûna Murad a bi Qeremaniyan îstîfade kiribû û êrîş biribû ser Boluyê.

Sala 1384’ê Murad Beg piştî ku Qeremanî şikandin, li gor teswîrên bidetay ên Bezm û Rezmê fahm dibe ku ji Boluyê sefer kiribû ser Qestemonûyê, bi şerekî dijwar Îsfendiyar Beg heta Sînopê qewirandibû.

Îsfendiyar Beg ji kirinên xwe poşman bû, lê Murad Begê Emîrê Osmaniyan, birayê wî Sulyman Şah kir emîrê Qestemonûyê yê Candariyan. Piştre Murad Beg kurê xwe mîrzade Yildirim Bayezîd bi serdarîya hêzeka eskerekî xurt ji Qestemonûyê şand Amasyayê.  

Çimkî tam di wê wextê de Qadî heta Turhalê hatibû û Amasya xistibû bin tehdîdê. Emîr Ehmedê Amasyayê li hember tehdîdên Qadî li ser tenzîmkirina eskerî bû ku xebera biziviyana Mirzade Bayezîd Yildirim a ber bi Amasyayê ve hat.

Ebdullah Çelebiyê mala Began, li ser hidûdê Osmanciqê pêşawaziyeka xweş li Yildirim Bayezîd kir, Emîr Ehmed jî li gel eyanên Amasyayê li hundurê Osmanciqê bi coş pêşwazîya Bayezîd kir.

Mîrzade Bayezîd ji Osmanciqê elçiyek şand ba Qadî Burhaneddîn Ehmed û daxwaz kir ku ji ser hidûdê Amasyayê vekişe biçe warê xwe. Piştre midetekê li Osmanciqa qesebeya piçûk rawestiya.

Esterabadî di Bezm û Rezmê de dinivîse ku: ”Di vî wextî de Weledê Osmaniyan hat Osmanciqê, ji wê derê elçî şand. Elçî hat îlamê keyfiyete û edayê rîsaletê kir (rewş diyar kir peyamnêrî bichanî). Sultan Qadî Burhaneddîn fermo kir got ”Osmanciq memeleketekî bi ser me ve ye, divê ew ji wê derê rabe biçe.”[95]

Mîrzade Bayezîd ji Osmanciqê çû qesebeya Gumuşê(madena zîvan, Gumuşxaneya nuha) daket qonaxa mîrê Gumuşê; Hecî Mehemed Begî. Rojekê li vê derê bû mêvan û dest bi sefera ber bi Amasyayê ve kir.

Yildirim Bayezîd muhtemelen di 3’yê Çiriya Paşîn/Novembera a 1388’ê de bi awayekî çoş û xuroş ket hundurê bajarê Amasyayê. Daket qesra Emîrê Amasyayê Ehmed Begî. Agahî hat gihandin her aliyî ku Amasya îdî buye parçeyek ji Milkê Osmaniyan.

Bi hatina Mîrzade Yildirim Bayezîd, dawî li serxwebûna Emareta Amasyayê a Kurd hat. Lê wek dewleteka vasal a li bin şemsiyeya Osmaniyan, îdareya xwe meşand.

XANEWADEYÊN KURD LI AMASYAYÊ

Huseyin Husameddîn di Amasya Tarihi (Dîroka Amasyayê) de ku her çar cildên wê yên pêşîn di destpêka sedsala 20’ê de (1909-1913) hatine weşandin, behsa wan xanewadeyên wexta jiyana xwe dike ku rehên wan diçin demên dêrîn, lê hê li Amasyayê hebûn û tesîra wan mabû.

Yek ji wan, xanewadeya dêrîn a Şadgeliyan/Şadgeldiyan e. Li gor wî, ji ewladên Şemseddîn Şadgeldî re ku ji qebîleya cîbicîbuyiyê Amasyayê ya bi navê Akcakoyunluyan bû û gava di sala 1381ê de hê hukumdarê Amasyayê bû wefat kir, a ji wan re Xanewadeya Şadgeldiyan/Şadgeliyan tê gotin. Ji van, bi navên Mala Devatdarlu (Dîvîtdar, Munşî, katibê dîwanê) û Mala Buraqlu du şax derketine.

Ji weledên Devatdar Ehmed Paşayî re Devatdarlu hatiye gotin. Ji yên Ehmed Paşayî, bi navên Şadî Begzade, Buraq Begzade, pişt re Şadî Paşazade, Sînan Paşazade û Qadîzade pênc şûbe pêkhatine. Ji şubeya mala Sînan Paşayî şaxên mala Bekir Begzâde, Derwêş Begzâde derketine. Şaxê Bekir Begê heta sala 1884ê li Amasyayê hebûna xwe berdewam kiriye, şaxê Derwêş Beg di sala 1786ê de unwan guhertine, loma dawiya wan nehatiye zanîn ku kî mane.

Xanewadeyeka din jî ew e ku ji eslê Baba Îlyasê ku di dema Selçûqiyên Romê de, di nîvê yekê ê sedsala 13ê de li Amasyayê wek xelifeyê Wefaîyî xwedan xaneqeyeka mezin a naskirî bû, ku Wefaîye ji bal Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî hatibû danîn.

Hin dîrok/weqayîname dinivîsin ku Baba Îlyas bi eslê xwe ji Xorasanê bû. Ji xwe Ebu’l Wefa, ji eşîreta Nêrgiziyan a konfederasyona Kurdên Cawanî (Gavanî) bû. Cawaniyan bi eşîreka Ereb re (a bi navê Benî Esed bawermendên şieyên hewadarên Hz. Elî) bajarê Hilleyê li Başûrê rojhilatê Bexdayê li ser Riya Xorasanê (Terîq el Xorasan ku ev rê ji Xorasanê dihat, diçû heta Hîcazê) ava kiribû. Ev nîşan dide ku pêwendiyên navenda Cawaniyan û Wefaiyeyê xurt bi Xorasanê re hebû, Xorasan ji hatina Selçûqiyan pêşdetir yek ji warên Kurdan bû. Ya din, Tirkan li ku derê Terîq El Xorasan dîtibe, ‘’terîq’’ avêtine û ‘’Xorasan’’ xwendine, vê jî delîlê tirkbûna şexsiyetan îdÎa kirine.

Baba Îlyas murşidê wî Baba Îshaqî bû ku di sala 1240ê de li hemberî desthilatdarên Selçûqiyên Romê serî hilda, bi deh hezaran xelkên hejar li pey xwe rakirin, wan hicûm bir ser desthiladaran. Ew ji Hisnî Mensûrê (Adiyamanê) heta Amasyayê meşiyan, heta berpirsên Selçûqî li Amasyayê murşid Baba Îlyasê Wefayî nekuşt û cesedê wî bi dergehê Kela Amasyayê ve darde nekir, nikaribû wan bişkîne. Ku Murşid Baba Îlyas hat kuştin, hêşta mirîdên li pey Baba Îshaqî hêvîşikestî bûn û belav bûn.

A di destpêka sedsala bîstê de li Amasyayê hê bermayiyên vê xanewadeya Baba Îlyasiyan hebûn. Ji wan re Xanewadeya Babazadeyan dihat gotin.

 Ji Xanewadeya Babazadeyan (ya Baba Îlyasî) sê şax pêk hatibûn, her yekê ji wan jî beşên xwe hebûn. Şaxê Aşiq Paşayî şair û paşayê destpêka Osmaniyan Aşiq Paşa, ku dîroknivîsê Alê Osman Aşiqpaşazade û xelîfeyê tekyeya Wefaîyeyê piştî wan Elwan Çelebî ji wan bû, ev şax bû. Şaxê Qûtlû Begê û Şaxê Fîruz Begê gelek bi navûdeng bûn. Mala Âşıq Paşayan navê xwe heta 1592’ê parast, lê piştre bi navên En’âm Begzâde, Mutewellîzâde hatine nasîn. Ji beşa duyê Şaxê Ûxûrliyan, Ûlûbegan, piştre Cebeciyan, Fexfûriyan pêk hatine. Van herdu şaxên dawîn dom kirin bi navên Sefer Axazade, Hifzizade piştre Xenîzade wek unwan ji wan re peyda buye. Ji şaxê sisiyê şubeya Fîrûz Paşazadeyiyan pêk hatiye. Ligor Huseyîn Husnûyê dîroknas ev xanewade bê lêkolan, ê derkeve di dstpêka sedsala 20ê de ku hema hema ji sedê dehê nifûsa Amasyayê ji wan e: li gundên Efteyê, Moramulê, Înepazarê, Ulusê yên cîwarbûyî ji vê xanedanê tên. Li qezaya Mecîdozuyê gundên Elwan Çelebîyê, Qayîyê, Qere Yaqûbê (Qere Yaqûb di dîrokê de navê emîrekî Germiyaniyên Kurd ên Kutaxyayê ye. Di dema xwe de erdên heta Anqereyê jî bigre nav xwe zeft kiribû, Germiyanî berfireh kiribûn.) Nişteciyên Qişlaciqê ji vê sulaleyê ne. Ji van gelek kesên dewletîdarekir derketine. Mala Hecîbegzadeyan jî ji vî şaxî ye.

Xanewadeya Bicaran/Biçaran: Muhtemelen ew ewladên wan kesa ne ku ji devera Bicara niha hatine ku li Kurdistana Rojhilat bajarek e. Ew ewladên Emîr Husameddîn Bicarî ne ku di sedsala sêzdê de li gel maiyeta xwe hat li van deveran bicîh bû, emîrtî kir.

Xanewadeya Bicaran buye du şax, şaxê Hemze Paşazadeyan û şaxê Îsmaîl Paşazadeyan. Navûdengê wan, heta salên 1520ê jî hatiye şopandin û tê zanîn.[96]

 Xanewadeya Xelatiyan: Ev şax ji ewladên Necîbuddîn Mûsayê Xelatî re tê gotin ku ew ji mudderisên Amasyayê bû û di sala 1301ê de wefat kiribû. Ji vê xanewadeyê, bi navên Mesûdî û Îmadî du şaxên mezin peydabûne. Her yekê ji wan jî beşên nuh ji wan derketine. Ji Îmadiyan, malbatên Şêx Mueyyedzade, Kupelîzade û Çeqelzade ji Amasyayê û malbata Ebû Suûd Efendî ji Îskîlîpê derketine, her yekê ji wan li Amasyayê û li Stanbolê şaxên nuh vedane. Ebû Suûd Efendiyê Kurd ê ku wek Şêxulîslamê Dewleta Osmanî gelek navûdeng daye, ji vê malbatê ye û îspateka wê yekê ye ku Xanewadeya Xelatiyan bi eslê xwe Kurd bûne.

Ji şaxê Mesûdiyan jî beşên Zekeriyazadeyan, Ebdullah Paşazadeyan derketine, ya yekê heta 1560ê jî hebûna xwe daye xwiyakirin. Şubeya duyê heta sala 1280yê li Amasyayê, piştre jî heta 1909’ê li Sonisayê neslê xwe berdewam kiriye. Gelek kesên meşhûr ji vê malabatê man, şêxulîslam, mewlewî û emîr ji wan derketine.

Huseyîn Husameddîn gava behsa Amasyayê ya berî emîrtiya Bahaedîn Kurdî dike tabloyeka gelek rengîn a demografîk radixe ber çavan:

”Waliyê Amasyayê Şehabeddîn Şadî Beg, ji Xoya (Xoya ku îro bajarê Kurdistana rojhilat e) bajarê Azerbaycanê bû, Sê birayên Şadî Begî hebûn; Şemseddîn Mehemed Beg, Kemaleddîn Ehmed Beg, û Cemaleddîn Fîrûz (Pîroz) Beg. Ji van Fîrûz Beg sipehsalarê Amasyayê bû. Du kurên wî hebûn; Emrullah Çelebî û Nasrullah Çelebî.

Koleyên/xulamên Şadî Begê jî gelek bûn, cariyeyên wî gelek zêde bûn. Nifûz û hukumeta wî gelek no û asê bû.

Li Amasyayê mustewfî (defterdar, muhasib) emîrê mezin Şemseddîn Mehemed Şah bîn Ehmed en-Naxcewanî bû.

Li Amasyayê rêvebirê zabite û emniyeta bajêr, emîrê mezin Îmadeddîn Umer bin Îbrahîm el-Lurî(Lorî) bû. Di dema van de Qadiyê Qudatan yê Amasyayê Mewlana Îmadeddîn Ebu’l Fezail Umer bîn Şemseddîn Mehemed el-Xelatî bû.”

Kurdên Lek ên ku di qirnê navîn de ji Loristanê rabûn, piştre wek li gelek cihan li alî Edeneyê xwiyabûn û ji wê derê belavî gelek cihên Anatolyayê bûn, wetenê wan ê eslîn li Loristanê derûdora Kermanşahê ye. Di qirnê navîn de Kermanşah paytexta Emareta Kurd a Loristanê bû û Lek li gel Luran/Loran li van erdan dijiyan. Ew piştre di demên cuda de bi sedemên cuda ji axa xwe veqetiyan belavî derûdorên cuda bûn. Beşek jî hatin deverên Edeneya ku îro li başûrê Tirkiyeyê ber peravê Deryaya Sipî bajarekî mezin ê Tirkiyeyê ye. Helbet li gel Lekan, Lur jî gelek bûn ku bi vî awayî ber bi bakur û rojavayê dinyaya Îslamê, serhedên Daru’l Herbê, warên xeza û cîhadê rêwî bûn. Peydabûna wan a despêkê li rojava û navenda Anatolyayê di qirnê navîn de, di dewra Eyyubiyan û Selçûqiyên Romê de bû. Lê heta ku ew tevî Osmaniyan bûn û wan wesayeta Osmaniyan qebûl kir, pişt re li Anatolyayê û li Stenbola Paytexta Osmaniyan di burokrasiya siyasî, eskerî û dinyaya dîn, îlm û îrfanê de rol hildan, bûn îdarekir, rêvebir û rêberên gelek kartêkir ên naskirî. Wan wek Kurdên din di avabûn û geşbûna Dewleta Osmanî de karên mezin hildan ser milên xwe. Di vê navberê de reaya, koçer û paleyên eşîrên wan ên li deverên Anatolyayê mayî, heta Cumhuriyeta Tirkiyeyê jî ku lezûbez hat deyin ji bo mehandina ziman, kulturû edetên wan ber bi tirkîtiyê ve, wan ziman û nasnameya xwe ya Kurdî parastibû, îltîfat bi tirkîtiyê nedikir, lê serokên malmezinên wan eşîran ên ku di burokrasiya Osmaniyan de cih girtin bere bere dev ji Kurdîniya xwe berdan, di nav Tirkan de entegre û asîmîle bûn, tevî ku piraniya wan dizanîbû ku bi nîjadê xwe Kurd in. Pêwendiyên wan bi eşîr, gund, war û nifûsa wan a li Anatolyayê mayî jî her heta demekê hebû.

Lê piştî siyaseta tirkkirina Cumhuriyeta Tirkiyeyê bi xweşî an zorê û hîleyan, ev beşên hejar, koçer, gundî, pale, eşraf û eyanên gund û qesebeyên Anatolyayê jî bi lezûbez tirkîze bûn. Heta îro li gelek wan bajaran Tirkên dijwar ên di nav partiyen nîjadperest de kar dikin û li pey îdeololjiyên nîjadperet û faşîst dibezin ew in.

 Cengiz Orhonluyê lêkolerê Tirk di xebateka xwe de behsa wê yekê dike ku “di destpêka sedsala 18’ê de qezayeka serbixwe ya bi navê Ekradê Lek hebû ku nifûsa wê di navbera senceqên Bozoqê, Amasyayê û Çorumê de diman….”.[97] Diyar e ku ev, Kurdên Lekên koçer bûn ku di navbera senceqên binavkirî de diçûn dihatin. Loma meriv dikare bêje Qezaya Kurdên Lek qezayeka ji koçerên Kurdên Lek pêkhatî bû. Di sîstema Osmaniyan de qezayên bi vî awayî ji koçeran pêkhatî û di defteran de wek qezayeka serbixwe rêkxistî hebûn, Osmaniyan paşa an begek wek mutesellim davêt ser serê wan da ew wan îdare bike û baca ji wan kom bike.

Bi vî awayî, mirov rastiyê binivîse, divê diyar bike ku bi sedan, hezaran Kurdên din hebûn li Anatolyayê li nav hidûdên Selçûqiyên Romê û piştre yên Dewleta Osmanî ku ji bo li pişt navê wan gotina ”Kurd”, an nîşaneka etnîsîteya Kurdîtiyê pêre tunebû, em bêyî lêkolîn nikarin destnîşan bikin ew Kurd bûn, lê bi lêkolînên ciddî derdikevin ku ew Kurd bûne. Dîroknasên Kurd mecbûr in vê rastiyê hemû caran di bîra xwe de zindî bihêlin.

HIN AGAHIYÊN ZÊDETIR LI SER HECÎ ŞADGELÎ

Agahiyên ku Huseyîn Husameddîn ji weqfiyeyên Bayezîd Paşayî dide, eşkere dikin ku hecî Şadgelî Paşa di dewra xwe de bi unwanê emîru’l umera (mîrê mîran, begê began) bû. Li gor pileyên sîstema diesthilatdariyên Kurdistanê ev meqam ’XAN’ e. Çifte Hemama ku piştre li Amasyayê bi navê Alaca Hemam dihat binakirin jî di dewra Bayezîd Paşayî de wek Hemama Hecî Şadgeldî/Şadgelî dihat naskirin.

Ev hemama ku wek mîras ji bapîrên Şadgelî yên Selçûqî gihaştibû wî, para milkiyeta wê ya ku ya Bayezîd Paşa (Ev Bayezîd Şadgelî ye, divê bi Emîr Bayezîdê Candarî neyê tevlihevkirin) bû, ji keça Hecî Şadgelî Paşazade Mustafa Begê; Sittî Xatûnê û jina wî Binefşe Xatûnê gihaştibûyê. Navê hemamê ku bûbû Alaca Hemam jî ji ber wê bû ku di wextê xwe de ketibû bin rêvebiriya Şadî Begzade Alaca Yehya Begê ji Xanewadeya Qûtlû Şah îbn Kurd.

Ji xanimên Emîr Şadgelî bes gorrên keça Seyyid Ehmed Rifaî û keça Xwace Elî Şahê wezîrê Eretnayiyan tên zanîn ku ev gorr li Ladîkê/Denîzlîyê ne. Lê piştre kêlên goran ew qas texrîb bûne ku navên keçan ji wan nayê xwendin. Kurrê Hecî Şadgelî Paşa yê ji keça Seyyid Ehmed Rifaî bûyî yê bi navê Seyideddîn Mehemed Beg berî Emîr Şadgelî miriye. Kurrên wî yên din Emîr Faxreddîn Ehmed û Musluhiddîn Mustefa Beg in.

Hin keç û cariyeyên Hecî Şadgelî Paşayî jî tên zanîn. Ji keçên wî, Sefapaşa Xatûn, Masûme Xatûn, Bulaşah Xatûn, Cîhanşah Xatûn, Ûlû Xatun (hê di dema saxiya Emîr Şadgelî de wefatkir), her wiha, keça wî ya herî piçûk Kiçê Xatûn tên zanîn.[98] Gorrên wan li Qeyseriyê ne. Zavayên wan Şêxzade Şerefeddîn Osman Paşa û Elî Şahzade Taceddîn Îbrahîm Beg tên zanîn. Zavayên ku hevjînên keçên wî ne Mubarek Şah û Bicarzade Seyfeddîn Bicar, Sunqurzade Cemaleddîn Yaxşî Beg jî tên zanîn.

LI GOR HUSAMEDDÎNÎ MEZİYETÊN ŞADGELÎ

Emîr Hecî Şadgelî, li gor dema xwe emîrekî bifezîlet yê kêmdîtî bû, bi ilmê xwe tevdigeriya, li hember teb’ayên xwe adil, birêvebiriya dewlet û xelkê welêt baş dizanîbû, hakimekî mukemmel bû. Emîran, aliman, şêxan û teb’ayên ji tebeqeyên xelkê, gelek jê hez dikir. Li gor ciyên xwe carina bi navên wek Şemseddîn (Tava dîn), Seyfeddîn(Şûrê dîn) û Bahaeddîn (Rometa, qîmeta, buhayê dîn) dihat binavkirin, kesayetiyek bû ku di dilan de bûbû hezkirî. Hecî Şadgelî gelek xizmeta seadeta emaretê û paşeroja wê ya geş kiribû.[99]

Hecî Şadgelî Paşa, gelek rêz li wan alim û kesên têgihiştî yên ji her derê li Amasyayê civandî digirt. Sohbet û minaqeşeyên wan ên di warê ilim de guhdarî dikir, kêf jê digirt. Xwedîlêderketina wî ya li ilm û îrfanê Amasya kiribû wek daru’l funûnekê/zankoyekê.

 Qazaskerê wî Mewlana Cemaleddînê Aqserayî, şêxulîslamê wî Mewlana Îzzeddînê Amasyayî, tebîbê wî yê taybetî Mewlana Burhaneddîn Seremdan bû. Kesayetiyên wê demê yên gelek rêzdar ên naskirî bûn. Ji bilî van, Mewlana Muhyeddîn Yehya bin Armaxan, Mewlana Musluhuddîn Mûsa bin Mehmûd Sêwasî jî alimên naskirî yên pêşdehatî bûn.

Sê wezîrên Emîr Şadgelî gelek naskirî bûn: yek jê emîrê Niksarê Mehemed Begê kurê Doganşahî, yê din mêrê xwişka wî el Hac Şerafeddîn Osman Paşa û yê siyê Torumtayzade Siraceddîn Mehemed Çelebî bû.

Qazaskerên (qadî esker) wî, Pîr Nîzameddîn Mehmûdê Curcanî û Cemaleddîn Ehmedê Aqsarayî, şêxulîslamên wî Nîzameddîn Abdulmelîk Naxîcewanî û Îzzeddîn Mehemed Amasî gelek meşhûr bûn.

Mezintirîn serdarê wî yê eskerî Babukşahzade Alaeddîn Elî Paşa bû. Bavê vî serdarî Îmadeddîn Esen Beg jî serdarê emaretê bû. Tê texmînkirin ku Îmadeddîn Esen Beg, her wiha xezûrê Emîr Şadgelî bû.

Serkatibê dîwana Emîr Şadgelî Paşa, pîrê xetatên Anatolyayê Yehya Er-Romîyê tilmizê Argun Kamil bû û gelek naskirî bû. Tilmizê wî Muslihzade Celaleddîn Abdurrehman Çelebî bûbû navdarê xettatan û alimekî naskirî.

MEDRESEYÊN EMÎR ŞADGELÎ

Ew camî û medreseya ku Emîr Şadgelî Paşa dabû avakirin û Medreseya Şadgelî Paşa ku avabûna wê temam bûbû li dor sala 1371ê, Mewlana Îzzeddîn Mehemed Amasî bûbû muderrisê wê yê pêşîn. Ev camî û medrese piştre bi navên Camiya Seracxaneyê (Sarachane Camisi) û Medreseya Seracxaneyê (Sarachane Medresesî) hatibûn binavkirin.

Hecî Şadgelî Paşa ji bilî medreseyên Xalfetiye, Xiyasiye, Torumtayîye û Atabegiyeyê, li hemberê wan, medreseyeka din û li navbera wan camiyek dabû avakirin. Di zawiyeya wê de Weqfiyeya Şêx Sunullah Xelwetî hebû û bi navê Camiya Hecî Şadgelî Paşa dihat naskirin.

Ev camiya ku ji ber nîzam û întîzamkrina weqfiyaya wê di sala 1540’ê de bi navê Camiya Sunullah Xelwetî dihat naskirin, piştre bi navên Şêxê Seracan, Şêxê Debaxan hat naskirin. Herî dawîn ji ber ku li wê dora camî lê Seracxaneyek hat avakirin, îdî bi navê Camiya Seracxaneyê hat naskirin.[100]

Emîr Şadgelî Paşa sala 1363’yê Kela Amasyayê da tamîrkirin, derbxaneya wê jî restore kir. Li devera ku wek Terabut dihat naskirin, fabrîkeyeka mezin a kaxetan durust kir. Ev der piştre bi navê Kaxitxane hat naskirin. Elî Muhyeddîn Mehemed Çelebiyê ku bi navê Kaxitçî hat naskirin, bû emînê/şarederê Kaxitxaneyê.[101]

***

Her wekî pêşveçûnên rûdanên dîrokê nîşan didin, baweriya Xanewadeya Şadgeliyan ew bû ku ger ew emaretê di wê dema hesas a xeternak de têxin bin şemsiyeya Osmaniyan ê bên parastin, weka vasaltiyekê emaret ê bimeşe û ji bal Xanewadeya Şadgeliyan bê îdarekirin û jiyana xwe berdewam bike. Emareta Amasyayê a serbixwe a Kurd, ne di encama şerekî de yê li gel Osmaniyan, lê bizzet bi teklîf û pêşwazîkirina emîrê wê demê, bi riyeka aştiyane û peymanekê bû parçeyek ji Dewleta Osmaniyan. Ev çareseriya emîr û rêvebirên Emareta Amasyayê ya wê demê nehata dîtin, erdên fireh ên emaretê dikaribû têkevin destê Candariyên Kurd ku xizmên Şadgeliya bûn, an bibûya parçeyek ji dewleta Qadî Burhaneddîn Ehmedê ku dewleta xwe ji Eretnayiyan stend û fireh kir, yan bibûya parçeyek ji Qeremaniyên Tirkman ku wê demê emareta herî mezin a deverê bûn û dijminekî xedar ê Osmaniyan jî bûn. Heta emaret dikarîbû biketa destê Memlukiyan an Tîmuriyên warisên Moxoliyan. Bi her hal, rêvebirên demê selametî û ewletiya xwe bi lihevkirina li gel Osmaniyan dît.


[1] Şikarî, Karamanname [Zamanın kahramanları Karamaniler’in tarihi], yên amadekar Metin Sözen, Nejdet Sakaoxlu, Karaman Valiliği-Karaman Mevlüt Belediyesi yayınları, 2005 İstanbul.

[2] Abdîzade Huseyîn Husameddîn, Amasya Tarihi, 12 cild, Amadekarê ji bo weşanê: Doç. Dr. Mesut Aydın, Amasya Belediyesi Kültür Yayınları, 2004.

[3] Bnd.. c. 3, r. 63

[4] Bnd.. c. 3, r. 63

[5] Huseyîn Hussameddin Abdizade (îhtîmaleka mezin eslê wî jî kurd e), sala 1869ê li Amasyayê hatiye dinyayê, piştî ku perwerdebûna xwe ya destpêkê li vê derê temam kiririye, sala 1890ê çuye Stenbolê, di warê ilmên Îslamî de, yên zimanê Erebî û Farisî de gihaştiye asteka pêşketî. Ji ber ku wî ev ziman baş dizanîbûn di nezareta Ewqafê de tercumaniya Erebî, di sala 1903yê de wekaletiya Dadgeha qezaya Kopriyê (Köprü kazası), li qezayên Osmancikê, Niksarê û Refahiyeyê wekaletiya dadgehan, li Refahiyeyê; li Nezareta Ewqafan tercumaniya sicîlên kevn ên weqfan kiriye, di 1909ê de buye endamê Encumenê Dîroka Osmanî ya ku nuh hatiye avakirin. Huseyîn Husameddîn di 10’ê Sibata 1939ê de li Stenbolê miriye, li Goristana Ferîkoyê hatiye veşartin. Ew jî tevî kampanyayên nîjadperstiyên req ên wê deme buye -îdî ji mecburiyete be yan bi dilxwazî be nayê zanîn- tevî wan kampanyayên ku rabirduya Tirkiyeyê bi temamî tirk hesibandiye di kampanyayên van waran de cih girtiye, hemu agahiyên ku dide şahidiya wê dikin ku ev xanewadeya ku li Amasyayê jiyaye Kurd in jî,heta di beşên piştre yên berhema xwe de îdî ew ji qebûl dike ku Kurd in cardin jî di destpêkê de îddîa dike ku ew bi nîjadê xwe Tirk in. Giringtirîn berhema wî Dîroka Amasyayê a ji 12 cildan pêkhatî ye. Ji bilî van, bi du berhemên xwe meqaleyên wî yên ku di Mecmueya Encumena Diroka Osmanîyan de, di Mecmueya Diroka Tirkan de û di rojnameya îqdamê de hatine nivîsîn”Di dewra Cumhuriyetê de, bi derketina qanûna guhertina paşnavan, Huseyîn Husameddîn paşnavê ”Yaşar” wergirtiye.

[6] Ew jî wek Safeviyan rêbazeka Sunî hatibû danîn, lê piştre bi taybetî piştî hukumraniya Moxolan a li deverê karakterekî ber bi şîîtiyê ve girt ber xwe, bi berfirehbûna desthilata Safewiyan ber bi riyeka derveyî Îslama Sunî ya radîkal, ber bi Ehlê Heqê, Qizilbaşiyê, Nuseyrîtiyê û li nav axa Osmaniyan ber bi Bektaşîtiyê û şîîtiya caferî ve guherîn.

[7] Nayê zanîn li ku derê ye. Lê van salên dawî yên destpêka sedsaala 21ê hin arkeolog îdîa dikin ku wan nêzî Farqîna niha gorra wî tespît kiriye. Kolanên arkeolojîk ên di vê bareyê de berdewam in.

[8] Piştre bûn dewleteka Balkanî û Rojavayê Anatolyayê. Ew Heta Şerê Çaldiranê weka dewleteka Ewropî Balkanî hat nasîn. Piştî Şerê Çaldiranê bû împaratoriyeka cîhanî.

[9] Bi vê, bi taybetî fetihkirina paytextê Bizansiyan û hilweşandina wan li gor pîvanên modern Osmanî kirin dewlet. Lê ew hê nebûbû dewleteka cîhanî, ew wek dewleteka Balkan a Ewropayê dihat hesibandin tevî ku erd û nifûsa navend û rojavayê Anatolyayê jî ket bin destê wan. Ji xwe wê demê ji bajarê Sêwasê bi xwe re jî dihat gotin Roma Sexîr/piçûk.

Osmanî piştî ku di destpêka sedsala 16ê de bi hevkariya Mîrekiyên Kurdistanê bi şerê Çaldiranê û têkbirina Safewiyan û piştre serîhildana Kurdan û rizgarkirina beşeka mezin a Kurdistanê, bi hevkariya ordiyên Kurdistanê, fetihkirina Bîladê Şamê û Misrê û hilweşandina Dewleta Memlukiyan bûn împaratoriyeka cîhanî.

[10] Suleyman Şah bin Mehemed Begê bin Yaqûb Begê I’ê ê ku di sala 1363’yê de buye emîrê Mîrekiya Germiyanîyan a Kurd jî li hember tehdîda Qeremaniyan, paytexta xwe Kutaxyayê, bajarên xwe Sîmawê, qesebeya Emetê, keleyên Egrîgozê û Tavşanliyê, bi minasebeta ku di sala 1381’ê de keça xwe Dewlet Xatûnê da Şehzade Bayezîdê kurê padîşahê[emîrê] Osmaniyan Muradê I’ê, wekî cihêzên bûkê bi şertê ku zava bê li Kutaxyayê emîrtî bike dan Osmaniyan. Zave Bayezîd ku hê şehzade bû wek walî hat tayinkirin ji bo Kutaxyayê. Emîrê Germiyan Suleyman Şah jî ku extiyar bûbû îdî, li Şerqîqerehîsarê(Afyon Qerehîsara niha) vekişiya înzîwayê.

Yanî, Amasya û bajar, qesebe û keleyên ser bi emaretê û Kutaxya û bajar, qesebe û keleyên emaretê; ku herdu jî emaretên kurd bûn. Bi daxwaza xwe, bi peymaneka encama danûstendinên aşîtiyane tevlî dewleta Osmanî bûn, Osmaniyan erdên van herdu emaretan ne bi şer, lê bi lihevkirina li gel emîrên kurd tevî axa xwe kirine. Ev perçe erdên ku îro hîn jî di nav hidûdê Cumhuriyeta Tirkiyeyê de ne bi ”diyarîkirina kurdan bûne beşek Osmaniyan.

[11] Bnd.. c. 3, r. 5

[12] Bnd. c. 3, r. 12.

[13] Li gor lêkolîneka me ya sivik, navê gundê Karacaçevuşê yê ser bi qezaya navendî ya Amasyayê ve, berê Qeyî bû û temamê nifûsa wê Kurd bû. Tê diyarkirin ku ew kurdên Alewî yên ser bi eşîreta Canbegiyan bûn. Gundê Qeyî yê ser bi Kutaxya, Emetê, gundê Qeyî yê ser bi Cihanbeylî ya Qonyayê bi kurd û Tirkenan cînişînbuyî ne. Gundê Qeyî yê ser bi Çorum Mecîtozuyê nifûsa wê Kurdên Alewî ne. Her wiha li Kurdistanê jî gundên ku navê Qeyî li wan hatine kirin hene. Li Pîrana/Dîcleya ser bi Diyarbekirê ve gundekî bi navê Qeyî heye. Kird jê re dibêjin Şinigirka Jorî. Berê buye Yukarı Göktepecik, piştre Qeyî. Selmika ser bi Elabociyan a ser bi gundê Bismiêl Sînanê ve jî buye Qeyî. Li Mêrdîn Îdilê, gundê Hêdilê buye Qeyî.

[14] Bûyera Cîmrî ew e ku dema Anatolya di bin desthilata Moxolan de bû û demekê li ser textê Dewleta Selçûqiyên Romê ê li paytext Qonyayê siltan tunebû. Mehemed Begê Qeremanî çav berda textê Selçûqiyan, yekî ku îdîa dikir ew Alaaddîn Siyavuşê şahzadeyekî Selçûqiyan e, wek siltan îlan kir. Di nav xelkê de ji vî Alaeddînî re Cîmrî jî dihat gotin. Îddîa wî ew bû ku ew kurê Îzzeddîn Keykawis e.

Mehemed Begê Qeremanî, ew bi merasimekê sultanê Selçûqiyan îlan kir û bi leşkerekî mezin ê ji Tirkmanan pêkhatî, Siyavûş girt, berê xwe da Qonyayê, daxwaz kir ku bajar radestî ”Siltanê Selçûqî” Siyavûş bê kirin. Daxwaza wî hat redkirin, êrîş kir, di 23ê Nîsana 1279an de ket bajêr û Siyavûş bi merasimekê derxist ser textê Selçûqiyan. Ew jî bû wezîr. Her wiha li ser navê wî xutbe hat xwendin û sikke hat derbkirin.

Gava Mehemed Begê Qeremanî êrîşî Qonyayê kiribû, orduya esasî ya Selçûqî ne li nêzî bajêr bû çend emîr û serdarên Sultan bajar diparast lê hêza wan têr nedikir. Ew şikestin. Di vî şerî de bavê Mende Şahê (Menteşayê) damezrênerê Dewleta Mendeşahiyan a serbixwe Emîrsewahîl Bahaeddin Muhammedê Kurdî jî hebû. Mixabin ew di vî şerê parastina Qonyayê de hat kuştin.

Her çend Siyavûş (Cîmrî) û Mehmed Beg bi saya serkeftinên leşkerî yên di nav salekê de, serweriya xwe ji Anqereyê heta peravên Egeyê berfireh kir, piştre gelek caran ji aliyê artêşa Moxolan-Selçûqiyan ve ew hatin şikandin.

[15] Bnd. c. 3, r. 12.

[16] Şikarî, Karamanname [Zamanın kahramanları Karamaniler’in tarihi], amadekar, Metin Sözen, Nejdet Sakaoxlu, Weşanên Karaman Valiliği-Karaman Belediyesi, 2005 İstanbul, r. 145.

[17]Camî’u’d-Duwel, veguhastin ji Huseyîn Husameddîn, c. 3, r. 21. Guhastin ji Huseyîn Husameddîn, c 3, r. 20

[18] Şikarî, Karamanname [Zamanın kahramanları Karamaniler’in tarihi], amadekar, Metin Sözen,  Nejdet Sakaoxlu, Karaman Valiliği-Karaman Belediyesi yayınları, 2005 İstanbul r. 146.

[19] Abdîzade Huseyîn Husameddîn jî bi delîl nîşan dike ku sedemê ji Qûtlû Şah û yên wek wî re tevî ku bi eslên xwe ne Moxolî bûn jî Moxolî dihat gotin, lê ku dor tê ser Selçûqiyan û Osmaniyan ew meselê bêdeng derbas dike, Îtîraz nake ku ji yên bi esil ne Tirk re Tirk tên gotin, heta ew bi xwe jî ji wan re Tirk dibêje.

[20]Hem dîroknasên Ewropayê û deverê yên Xiristiyan, hem jî yên tarîxa Îslamê.

[21]Münecimbaşı, Camiu’l Duwel, veguhastin ji Huseyîn Husameddîn c. 3, r. 21.

[22]Huseyîn Husameddîn, Amasya Tarihi, c. 3 r. 24.

[23]Camî’u’d-Duwel, veguhastin ji Huseyîn Husameddîn, c. 3, r. 21.

[24]Bnd. c. 3, r. 14.

[25] Bnd. c. 3, r. 14-17.

Piştî belavbûna Selçûqiyan Osmanî jî di nav de berê vasaliya Îlxaniyên Moxol naskir, li ser navê wan sikke lêdan û xutbe dan xwendin. Piştî ku Moxolî herifin û paşde vekişiyan hemû wan mîrekiyên dema Selçûqiyan serbixweyiyên xwe îlan kirin.

[26] Huseyîn Husameddîn, Amasya Tarihi, c. 3. S. 22-24

[27] Münhezîm-i şiddet-i Süleyman Hân Eretna’dır. Eğerbük (Egribük) rûz-ı hamîsi çihârdehm mâh-i cümâd el-âhir sene erba’a ve erba’în ve seb’a mi’e der-fasl-ı harîf”. Ikdü’l-Cüman, Di A’yânu’l-asr, Kitabü’s-Slûkê de her eynî tarîx heye. Guhastin ji Huseyîn Husameddîn, c 3, r. 20

[28] Muhtemelen Ezîz bîn Erdeşîr Esterabadî, ji ber wê jiyana ku Mehemed Beg û xelefên wî yên di pey re hatî kirin adet û teqalîdeka berdewamî ya coş û xuroşan, zewq û sefayan, navê berhema xwe Bezm û Rezm (Şahî û Şer” danî.

[29] Ji Camî’ü’d-Duwelê veguhastina Husameddînî c 3. S 26.

[30] Muneccimbaşı Ehmed Efendi, Di Camî’u’d-Duwelê, di beşa li ser Âlê Eretnayiyan de, yê veguhaztiye Husameddîn c. 3, r. 28.

[31] Şikarî bi dûrûdirêjî dinivîse ku Mehemed Begê kurê Eretna Xan û Elaeddîn Begê Qeremanî ji zaroktiya xwe de hevalên hev ên dilsoz bûn, bi hevre mezin bûn û perwerde dîtin, herdu jî xweşik û lêhatî bûn, di dereceyeka pêwendiyên hemcinsî de aşiqên hevdu bûn, ji ber vê jî Elaeddîn Beg diçû Sêwasê, bi mehan li gel Mehemed Beg dijiya, carina jî Mehemed Beg diçû Qonyayayê yan jî Larendeyê (Qeremanê) bi Elaeddîn Begê re dijiya. Li gor Şikarî van pêwendiyên wan ên aşiqane û hevbestiya wan bi hev re, tesîr li ser pêwendiyên siyasî yên herdu dewletan jî dikir, Elaeddîn Beg carina biryarên bi wî awayî hissî didan ku ziyan digihand Qeremaniyan. Loma birayê wî Suleyman Beg gazin dikir û dixwest ku Elaeddîn dawî li van pêwendiyên evîndariyê bîne, ku birayê wî bi ya wî nedikir jî ew gelek aciz dibû.

Lê Huseyîn Husameddîn, dinivîse ku Mehemed Begê kurê Eretnayî xweşikekî meran bû, Xwace Elî Şahê birayê Hecî Qûtlû Şah îbn Kurd û gelek caran bûbû wezîrê Mehemed Begî û Cafer Begî yên bira, aşiqê Mehemed Begê bû. Ew behsa aşiqiya Elaeddîn Begê Qeremanî nake.

Şikarî tevî ku gelek caran behsa Xwace Elî Şah û Îbn Kurd dike jî qet hissen evîndariyê yên Xwace Elî yên li hemberê Mehemed Begê destnîşan nake.

[32] Bnd. c. 3, r. 28-29.

[33] Ji beşê Alê Qeremaniyan a Camî’u’d-Duwelê, veguhastin ji Husameddîn c 3, s 30.

[34] Şikarî, Karamanname [Zamanın kahramanları Karamaniler’in tarihi], amadekar, Metin Sözen, Nejdet Sakaoxlu, Karaman Valiliği-Karaman Belediyesi yayınları, 2005 İstanbul r. 147-148

[35] Huseyîn Husameddîn c. 3, r. 30.

[36]Bnd. c 3, r. 30

[37]Belgeya ku îsbat dike Sultan Altunbaş cara sisiyê hilkişiyaye ser text, weqfiyeya wî ya duyê û weqfiyeyên bavê wî ne. Weqfiyeya wî ya duyê bi tarîxa dawiya Şewala 756ê/dawiya Novembera/Çiriya Paşîn a 1355ê ye. Di vê weqfiyeyê de û di ya yekê de leqeb û wesfên sultaniyê ji bo wî hatine nîşankirin. Zêdetir, di weqfa bavê wî de “Velemma veffeqallahu subhanehû we Teala sahîbu’s-sa’adat es-Sultanu’l-mezkur”nivîsandî ye. (Hem ewsafê sultaniye ya jorîn, hem vê teebîrata şer’iye, nîşan didin ku Sultan Altunbaşê Selçûqî di şewala 756ê de li Amasyayê sultanê Selçûqî buye. Hakimê vê weqfiyeyê jî Mewlâna îmâdeddîn Omer Çelebî ye.)

[38] Bnd. c 3, r. 31.

[39] Esas Xwace Elî û Qûtlû Şah bira ne. Muhtemelen ev ji alî dayikê ve birayên ji dêmariyê ne loma cuda hatine bahskirin.

[40] Veguhastin ji Husameddîn, Amasya Tarihi, c. 3, r. 3258.

[41]Sultan Taceddîn Altunbaş, gelek xemgîn bûbû ku cara sisiyê ji textê xwe hatiye daxistin. Piştî vegeriya Çiftilka xwe nexweş ket, kesekî jî buhuriyê 70 salî bû, ji kerban piştî çend mehan mir (758/1357). Li gundê Şêx Sawcî yê ku Çiftlika wî lê ye li wî ciyê ku tê gotin Gorra Gazî Çelebî hat definkirin.

Çar şehzadeyên Sultan Altunbaşî hebûn: Mesud, Alparslan, Keyqubad, Keyxusrew. Her yek ji van li Çiftlikên xwe yên ji bo wan texsîskirî yên li dora bajarê Amasyayê jiyan. Piştre kurê Şehzade Mesûd Qiliçarslan Beg bû emîrê Sêwasê.

[42] Bnd. c. 3, r. 32-33.

[43] Di Camî’u’d-Duwelê de di beşe Alê Eretna de. Guhestina Husameddîn c. 3, r. 33.

[44] Ji sedemê şî’reka mezin a bi navê Qawullu û terefdarên wî ew bi navê Kavulluzade/Qabîluzade dihat nasîn.

[45] Camî’u’d-Duwelê de. Veguhêz. Husameddîn Bnd.. c. 3, r. 34

[46] Bnd.. c. 3, r. 42-43.

[47] Bnd.. c. 3, r. 36.

[48] Bnd.. c 3, r. 37-38

[49] Camî’u’d-Duwel, Veguhêz, Husameddîn c. 3, r. 42

[50] Bnd.. c. 3, r. 44-46.

[51] Bnd.. c. 3, r. 37-39.

[52] Bnd.. c. 3. r. 40.

[53] Bnd. c. 3, r. 37-39.

[54] Dibe ku ev kuştin di tarîxeka hê verêtir de bûbe. Çavknî Îşaret dikin ku ew sala1362’ê miriye.

[55] Veguhastin ji Huseyîn Husameddîn, Amasya Tarihi, c3 r. 42.

[56] Bnd. c. 3, r. 42.

[57] Prof. Dr. Yaşar Yücel, Anatolu Beylikleri Hakkında Araştırmalar, Eretna Devleti, Kadı Burhaneddin Ehmed ve Devleti, Mutahharten ve Erzincan Emirliği, TTKB, 1989, Ankara, r. 17.

[58] Prof. Dr. Yaşar Yücel, Anatolu Beylikleri Hakkında Araştırmalar, Eretna Devleti, Kadı Burhaneddin Ehmed Devleti, Mutaharten ve Erzincan Emirliği II. TTK Basımevi, 1989 Ankara, r. 44

[59] Veguhastin ji Huseyîn Husameddîn, Amasya Tarihi, c. 3, r. 43

[60]Huseyîn Husameddîn, Amsya Tarihi, c.3, r. 43

[61] Kitabü’l-Acaib, Nuri Osmânîye Kütüphanesi, akt. Huseyîn Husameddîn, c. 3, r. 45-47

[62] Kitabü’l-Acaib’de “… ve Hacı İbrahim vak’asından ve Mehmed Bey oxlu Şahzade cülusundan berü seksen beş yıldır”… diye yazıldığına göre, olay 1370 (772) yılında olmuştur. Şahzade dediği Mehmed Bey oxlu Horoz Ali Bey’dir. Bnd. c. 3, r. 46-47

[63] Aziz b. Erdeşir Esterabadi, Bezm u Rezm, çeviren Prof. Dr. Müslüm Öztürk, Kültür Bakanlığı Yayınları, s 106-112, Amasya Tarihi, Husameddîn c. 3, r. 47.

[64] Bezm u Rezm, 106-107, Husameddîn, c. 3, r. 51.

[65] Bnd. 113-114

[66] Bnd. r. 118.

[67] Bnd. 121-122

[68] Bnd. r. 126-127.

[69] Husameddîn, c. 3, r. 52

[70] Bnd. c. 3, r. 59

[71] Bezm u Rezm, 183-187, Husameddîn c. 3, r. 55-56

[72] Bezm û Rezm r. 182-186

[73] Bnd. 197-204, Husameddîn c. 3, r. 61

[74]Di Bezm û Rezmê de bi dûrûdirêjî tê îddîakirin ku Qiliçarslan li pey kuştina Qadî Burhaneddîn bû, ku Qadî ev dît, xwest ber lê bigire û di xefika ku danî de Qiliçarslan kuşt. Bezm û rezm 190-204.

 

[76] Husameddîn c 3, r. 58.

[77] Husameddîn c 3, s. 58.

[78] Aziz b. Erdeşir Esterabadi, di Bezm u Rezmê de behs dike ku wê wextê li Amasyayê nexweşiya webayê serî hildabû. Hetta dinivîse ku Ertnazade Elî Beg ê ku çûbû şerekî dijî Şadgelî Paşayî, ji webayê mir.

[79] Bnd.. c. 3 r. 64-65

[80] Bezm u Rezm, r. 215

[81]Çavun, İbn-i Mühennâ Lügatnâmesi’nin Moğol kısmında “elbaret-cün” ve “elid kâr” diye yazılıdır. Şu halde Çavunkâr “soğuk el” demek olur. Aziz bin Erdeşir Bezm u Rezm’de bu başta “cabkâr” sonra “cavunkâr” şeklinde yazmıştır; 

[82] Husameddîn c. 3, r. 59.

[83] Di Bezm u Rezmê de tê nivîsîn ku enasirên orduya Çaygazên Moxol ên alîgirên Şadgelî Paşayî jê veqetiyabûn, digotin ”Çi mecbûriyeta me heye ku em tarafgiriya wî Şadgelî Paşayê kurê koleyekî yê bêşeref bikin ku ji bal herkesî ve xerabiya esl û nesebiyata wî ya xerab tê zanîn”, qet behsa pîjkirinên Qadî Burhaneddîn nayê kirin. (Bezm u Rezm, s 222); Husameddîn, c. 3, r. 67.

[84] Bezm u Rezm, s. 221.

[85] Bnd. r. s222-223, Husameddîn, c. 3, r. 67.

[86] Husameddîn, c. 3, r. 61.

[87]Bezm u Rezm, r. 233-235.

[88] Bezm u Rezm s. 237

[89]Husameddîn c. 3, r. 71.

[90] Bezm u Rezm r. 249-282

[91] Aqilmend, wezîr û paşayê Osman Begî yê eskerî. Kurd û hevlingê Şêx Edebalî bû. Ew bi keçen Taccedînê Kurdî re zewicandî bûn.

[92] Alimê naskirî Husameddîn el-Katî di dawiya despêka ku ji bo Emîr Ehmed Beg nivîsî bû, wiha gotibû: “bi-resmî hîzaneti’l-emîri’l-alîmi’l-adil mueyyedi’l-muzaffer el-mucahidi’l-murabit nusretu’l-guzat ve’l-mücahidîn zahiru’l-mulûk ve’n-newavîn Fexreddin Ehmed Çelebi e’azze’llahu ensarehu ve za’afe îqtîdarehu.” Veguhastin ji Huseyin Hüsaemddîn, Amasya Tarihi c 3, r. 75.

[93] Huseyîn Husameddîn, c. 3, r. 76.

[94]Kitabu’s-Sulûk, veguhastina ji Huseyîn Husameddîn, Amasya Tarihi, c. 3, r. 77.

[95] Bezm u Rezm r. 175-176

[96] Bezm u Rezm r. 175-176

[97]Her wiha binêrin: Rohat Alakom, “Orta Anadolu Kürtleri”, http://www.bitlisname.com/2015/11/19/orta-Anatolu-kurtleri-arastirma/

[98]Prof. Dr. Kemal Göde, Halil Edhem (Eldem), Kayseri Şehri –Selçuklu Tarihinden Bir Bölüm, 2011, Weşanxaneya bi navê Kayseri Büyük Şehir Belediye Yayınları. s. 16

[99] Bnd. c. 3, r. 67.

[100] Bnd. c. 3, r. 68.

[101] Bnd. c. 3, r. 41.

Leave a comment