Murad CIWAN
Ehmedê Xanî yek ji wan kesayetiyên binavûdeng ên kurd e ku xwedan taybetmendî, bîrûbawerî û berhemên piralî ne. Ew şair e, mitefekir e, mitesewif e. Wî alimiya dînî û katibiya îdarî ya dîwana mîrayetiyê kiriye. Ew werwiha perwedekar e. Wî miderisî kiriye, bûye perwerdekarê hin mîrzayên (şehzadeyên) mîrekiya Bayezidê. Wî ewladên xanedaniyê hem ji alî bingehên îslamê, hem jî ji alî siyaset, dîplmasî û îdareya dewletê gihandine.
Di warê perwerdeyê de berhemên wî yên li ser bingehên îslamê, zimanê erebî û yê kurdî hene. Nûbihara Piçûkan hem ferheng e, hem jî ji bo piçûkên kurdan/kurmancan şîretên dînî, exlaqî û civakî tê de ne. Eqîda Îslamê û bi taybetî Eqîda Îmanê bi temamî berhemên fêrkirina bingehên îman û îslamê ne ji bo piçûkan.
Şiir û xazelên wî di warê mitesewifiyê de nîşana têgihîştina wî ne. Ew alimekî dînî yê neqşîbendî ye ku wek Îmamê Xezalî di navbera dîn û mitesewifê de çûye hatiye, gihîştiye ber sîvdera “Ene’l Heqiyê”, lê li xwe varqilîye, gotiye “Wan ene’l heq got, min wahidê mitleq got”, vegeriyaye ser xeta giştî ya sune ya eqîda îslamê.
Lê ya ku Ehmedê Xanî ji hemû şair û mitefekirên kurd cuda kiriye, bîrûbaweriyên wî yên neteweyî ne ku di Mem û Zîna wî de cih girtine.
Di vê xebatê de ez ê li ser nasyonalîzma (kurdayetiya) Ehmedê Xanî rawestim.
***
Du aliyên nasyonalîzma Xanî hene ku ne tenê di navbera kurdan de, di warê navneteweyî de jî ji bal rojhilatnas û kurdansan tê minaqeşekirin, li serê nayê lihevkirin.
Yek jê, “modernîtî” û aktueliya dîtinên wî yên neteweyî (nasyonalî) ne.
Ya din jî kevnbûna van bîrûbaweriya ne. Fikrên Xanî yên neteweyî teqrîben 300 sal berî îro, yanî sed sal berî Şoreşa Fransayê hatine ristin.
Fikrên neteweyî yên Xanî bi gotina Martin van Bruinessen ew qas modern in ku wek yên nasyonalîstên sedsala bîstê ne.
Van herdu taybetmendiyan welê kiriye ku rojhilatnas û kurdnas zehmetiyê dikêşin ka gelo çawa fikrên Xanî têxin çarçeweya kategoriya nasyonalîzmê; gelo meriv dikare Ehmedê Xanî wek nasyonalîstê kurd qebûl bike, yan na.
Ne hêsa ye meriv bersiva vê bide. Ne ji ber ku fikrên Xanî ne zelal in, lê ji ber ku dinya li ser meselaya nasyonalîzmê ne hemfikr e. Gelek mefhûmên (têgehên) “nasyon” û “nasyonalîzm”ê hene. (*)
Bi taybetî îdeologên modernîst ên ku xwe dispêrin prosesa nasyonalîzma ji jakobenîzma Fransayê rehgirtî, çend li hemberî fikrên Xanî heyirî û heyranî bimînin jî, nikarin wî wek nasyonalîst qebûl bikin.
Divê bê diyarkirin ku tarîfa nayonalîzma jakoben tenê bi îdeologên rojavayî yên “burjuwa” namîne. Marksîzm-lenînîzm û stanîlîzm jî rengekî jakobenîst û modernîst e li hember mefhûmên “nasyon” û “nasyolîzmê”.
Modernîzmê helbet roleka gelek giring di dîrokê de leyistiye. Lê divê meriv wê teesuba ku modernîzmê ji bo dewleta neteweyî derbirrîye, wê teesuba hişk û tengiya serdema navîn a di şerê li hember feodaliyê de nîşan daye ji ber çav wenda neke. Modernîzmê û jakobeniya wê, ji bo armancên xwe yên guhertin û nuhkirina civakê, metodên midaxelekirin û xerakirina struktura kevn mubah dîtine. Alim û îdeologên modernîteyê jî li hember diyarde û strukturên ne li gor referensên xwe zêde redkir in.
Em îro di dewra global a postmodern de dikarin zelaltir bibînin ku di bizava guhertina civakê ya ber bi nuhbûn, geşbûn û pêşveçûnê de, bizavên ji modernîzmê “humanîsttir” û kêmtexrîbtir hebûne, ku bi tolerans li pirrpêkhateyiya nasnameyên etnîkî, dînî, tebeqî û cinsî yên civakê nihêrtine. Heta tecrubên dûrûdirêj ên dîrokê pirtir maf û şeri’yetê didin wan û modernîteyê bi awayekî “gunehkar” dikin.
Di pirsa nasyonalîzma Ehmedê Xanî de ez ê cesareta xwe heta dereceyekê ji vê nêrîna postmodernîst a dewra globaliyê jî bistînim. Her çendî ez nikarim giringiya wê înkar bikim jî ez ê zêde xwe bi qalib û referansên modernîteyê ve girênedim.
Bi wê maneyê, nasyonalîzma Ehmedê Xanî ya ku ez bahs dikim, netewetiya kurd e; kurdîtî ye ku bingehên xwe ji medeniyeta antîk a Rojava nagire, lê ji civaka rojhilat, ya îslamê, ji sîstema îdarî û siyasî ya îrano-îslamî (perso-îslamî) werdigire.
Bi baweriya min Ehmedê Xanî bi bingehên fikrên xwe yên siyasî û îdarî bi kêmasî vedigere dewra Eyubiyan. Ji dewra Selaheddînê Eyubî heta Xanî û heta îro jî xetek heye ku xeta rengvedan û avabûna netewetiya kurd e. Ehmedê Xanî li ser vê xeta neteweyî qonaxeka gelek giring e. Destpêka nexşekêşana mîmariya “ronesansa kurd” e.
Ehmedê Xanî programekî siyasî dadirêje
Ehmedê Xanî, bîr û baweriyên kurdîtî bi awayekî rêkûpêk pêşkêş kirine, ew di vî warî de mîmarekî xwedan proje ye. Tesbîtên xwe li ser rewşa kurdan a dema xwe, sedemên vê rewşê û riya çareserkirinê diyar kirine. Meriv dikare beşên neteweyî yên di dîbaceya Mem û Zînê de bîne ba hev û programeka partiyeka siyasî ya kurd a hema hema dema nuha (sedsqla20’ê) jê derxe.
Xanî reweşa kurdan a dijwar, bindestî, perçeyî û paşdemayî destnîşan dike; li hemberî wê armanc û daxwazên kurdan derdixe pêş: ew daxwaza dewleteka kurd a di bin serweriya serdarekî kurd de dike ku hemû kurd gihandibin hev. Xanî ji bo gihîştina armancê, awa û metodên têkoşînê jî diyar kirine. Li gor wî kurd ê bi hukmê şûrî û yê qelemê karibin dewleta xwe bidest xin.
Sê taybetmendî di netewetiya Xanî de diyar in:
Yek; Ew kurdîtiyê dispêre nasnameya etnîkî; navê miletekî “kurd” yan “kurmanc/kirmanc” dide ku ji “ereb hata bi gurcan” li ser cografyayekê dijî. Xwedîlêderketina li ziman, kultur, edebiyat û rabûnrûniştina vî miletî li ba wî gelek diyar in.
Ehmedê Xanî bi perspektîfeke cîhanşumûlî fikirîye; li gor wî cîhanek heye ku însanên wê li gor karekterên xwe yên etnîkî ji hev cuda ne û ji her yekê ji wan re “millet” tê gotin ku xwedan jiyan, kultur û rabûn rûniştineke taybetî ne, xwedanê hîsab û kitêba ne. Kurd jî di nav van de milletek e ku divê hîsab û kitêba wan jî hebe.
Ew bi xwe dibêje ku wî bi zanebûn Mem û Zîn bi zimanê kurdî nivîsîye, heta qehremanên xwe bi zanebûn ji nav civaka kurd hilbijartine.
Ehmedê Xanî gava biryara afirandina Mem û Zînê dide, zane ku dewran ne ew dewran e da meriv destanan bi zimanê milletekî bêxwedî û bêserwerî bihûne. Dewran welê ye ku şiir, xezel û mesnewî yan bi zimanê “pîroz” ê Qur’anê (bi erebî), yan jî bi yek ji zimanên hakimên wan herdu împaratoriyên mezin ên herêmê û cîhanê, (farisî an osmanî) dihatin nivîsîn. Eger kurmancî qasî van zimanan ne pêşketî û di rewacê de be, kêmasiyên wê hebin jî ew tercîh dike bi kurmancî binivîse. Ev, tam xwedîlêderketineka modern a ziman, kultur û edebiyata xwe ye. (1)
Awayek şanaziya neteweyî jî bi Ehmedê Xanî re heye. Ew qebûl nake ku kurd bêxîret û becesaret in. Dibêje kurd însaninî welê ne ku wan bi şûr bajarê şuhretê ji xwe re girtine, nav û deng dane, welatê mêraniyê ji xwe re piçûk kirine. Her mîrekî wan bi camêriya xwe wekî Hatemê Tayî, her mêrekî wan bi mêraniya xwe wekî Rustemê Zal e. (2)
Daxwaza dewletê
Du; Ehmedê Xanî, di bin serdariya mîrekî kurdan de daxwaza dewleteka kurd dike. Lê ev dewleta ku ew daxwaz dike, ne bi temamî wek ya nasyonalîstên modernîst netewe-dewleteka homojen e. Di dewleta kurd de a ku ew bahs dike, dikare pêkhateyên din ên wek ereb, ecem, gurc û rom jî teb’a bin.
Sê; Ehmedê Xanî doza hemwelatiyeka azad a rojavayî nekiriye, loma jî bi vê qesdê meriv nikare bêje ku ew li dijî feodalîzmê bûye, lê wî doz kiriye ku tifaq têkeve nav mîrên kurdan, li hev bikin, kurd bibin yek, ne ku perçe perçe mîr li ser serê wan bin, bila padîşahekî xwedan tac bê li ser wan hukum bike.
Wek burjuwayên rojavayî yên li dijî dewletên piçûk ên feodal, Xanî jî yek bi yek dewletên mîrî yên kurd ên piçûk li ber pêşveçûna civakî ya maddî û manewî rêgir û rêxweşkirê bindestiyê dibîne.
Gava yekbûna mîrîtiyan di bin serweriya mîrekî mezin de (qiralekî de) pêk bê, bindestî, perçebûn, rewşa dijwar a paşdemayî ê rabe. Rê li ber pêşveçûnê, geşbûna ziman, kultur û edebiyatê vebe, medeniyeta wan rewacê bibîne, qîmeta wan li nav miletên din ên dinyayê bê zanîn.
Ew hêvî dike ku rojekê ji kurdan jî padîşahek rabe ku hemû cîhan xwe bispêriyê, şûrê hunera kurdan dakeve meydanê, qedrê qelema wan bê zanîn, derdê wan îlacekê bibîne, ilmê wan jî di meydana zanînê de bibe xwediyê rewacê. (3)
Li gorî Xanî heke kurdan serdarekî serkeftî hebûya û ew xwediyê cwamêriyeke mezin û alîgirê payva qenc û maarîfetê bûya diravê kurdan ê bi sikke bihataya sikkekirin û wekî niha bêrewac û bêeyar nedima. Her çendîn dirav saf û temîz bin jî bi sîkkê (mohra resmî ya serdariyê yan ya dewletê) rûmeta xwe bilind dikin.
Heke padîşahekî kurdan hebûya û Xwedê tacek layiqê wî bidîtaya, ji bo wî textek bihata tayînkirin, bi eşkereyî ji bo kurdan jî bextek vedibû. Heke ew bibûya xwedan tac, elbette rûmet û rewaca kurdan jî bilind dibû.
Wî yê li kurdên bêxwedî xemxurî bikiraya, ew ji desthen çavbirçî û çavnebaran derxistana. Ev rûm li ser kurdan serdest nedibûn, welatê wan nedibû wêraneyê destê bûm (kund). Ew nedibûn mehkûmê sefewî û rêbirrên serên çiyan, şikestî û hustuxwarê ber destên tirk û tacikan. (4)
Helbet, muşterekiyeka xurt a Xanî bi nasyonalîzma modernîst re, gava ew dixwaze civakeka kurd a welê derxe meydanê ku, bi zimanê xwe, hîndekarî, kultur û edebiyata xwe, bi tekiliyên xwe yên însanî yên evîndarî û yên civaka rojane yên din, xusûsiyetên etnîkî di xwe de diyar bike, di nav miletên cîhanê de bibe serbilindî û şanaziya her kurdekî.
Armanca herî berbiçav a hûnandina Mem û Zînê muhawela avakirina civakeka kurd a xwedan dewlemendiyên maddi û manewî yên pirreng û dewlemend e.
Pêşniyarî û xebata Xanî ya ji bo zarokên kurdan ku bi zimanê xwe bixwînin û hînî ilim bibin, afirandina Nûbihara Piçûkan, Eqîda Îmanê û Eqîda Îslamê ji bo ku zarok di dersan de bixwînin jî hemî ew muhawele ne û gelek “modern” in.
Xanî bingehê xwe ji dîroka civaka xwe wergirtiye
Ehmedê Xanî gava li reh û bingehan geriyaye, berê xwe wekî rojavayiyan nedaye dewra Antîk a Yunanî, Misrî en şaristaniyeka din û fikr û nirxên yekê ji wan. Helbet ev ne mumkun û ne jî lazim e.
Lê eşekere ye, gava Ehmedê Xanî projeyên xwe yên di warê civakî, siyasî, fikrî û edebî de dariştine, berê xwe daye dîroka ku civaka kurd jê tê, li wan cewher û qîmetan geriyaye, derxistine û xwedî li wan derketiye ku bi hebûna civaka kurdewarîyê re li hev bên.
Ehmedê Xanî ji awayê jiyana dînî ya îranî û osmaniyan (osmanî belkî ji îraniyan kêmtir) ne razî ye, heta ji ber zixta wan a dînî dibîne ku kurd diêşin, lê tu carî ew nayne bîra xwe ku kurdan bê îslamiyetê bifikire Ehmedê Xanî, dîn û dewlet ji hev veneqetandine, di îdara dewletê û jiyana civakî de rêveçûna li ser esasê dînî li gel rêveçûnên urfî gellek tebîî dîtiye. Di vê çarçoveyê de teb’atî li ba wî pir asan e. Heke îfade di cîh de be, meriv dikare bêje ‘Xanî sentezîstek e ku kurdîtî û îslamiyet di wucûdekê de sentez dike.’ Lê bingehên civakê, hebûna dîn û mezheb û terîqetên tesewifî yên civakê li ser esasên bingehên dînî û urfî, rabûn rûniştinên civakî ji bo wî nebûne pirsgirêk. Ew bi dîn, mezheb û tesewîfa xwe re gelek lihevhatî ye lê ne dijberekî req ê civakên bi baweriyên din e. Loma rola darêştina civakan nedaye baweriyên xwe. Îdarekirina civakan û tunekirina nelirêyî û bêedaletiyan daye ser milê serwerên dunyewî; mîr û hakiman, ne ku rêberên dînî.
Mîrîtî, Hukumdarî
Ehmedê Xanî li ser hukumdariyê, îdarekirina xelkê û dewletê xwedan bîrûbawerî ye. Xusûsiyetên hakiman yên ku bi wî qenc in û yên ku ne qenc in di Mem û Zînê de eşkere dibin. Ew hin xusûsiyetan bi devê xwe, hinekan bi devê Mîr, hinekan bi devê Tacdîn, hinekan jî bi devê Bekirî dide diyarkirin.
Mesela ku divê mirov xwedan dewleteka serbixwe be, hukumraniyeka meriv hebe û meriv ne bindestê qewmên din be, gellek zelal e li ba Ehmedê Xanî.
Di mesela şiklê hukumdariyê de, ew bi temamî bi çavekî exlaqî û dînî li meselê dinêre. Hukumkirin di destên mîrî de ye, ew xusûsîyetên exlaqî yên ku bi wî re ne, çi xerab û çi qenc şikil didin dewletê û nîzama civakê. Ew di mesela biedaletî an bêedaletiyê de cih nade muessesên ku karibin van awayan pêk bînin, bi temamî meselê girêdide bi exlaq, wesif û îrada însanî. Helbet di ser vê yekê re îradeyek Îlahî heye ku divê her hakim û teb ‘a û maiyet xwe bispêrê.
Ehmedê Xanî alim (bi maneya fîlozofî û mutefekiriyê) û hukumdar (bi maneya mîr û padîşah) ji hev cuda kirine. Îdarekirin û siyaset ji mîr û padîşahan re hiştiye û alim dane aliyekî; ser karên wan ên ilmî.
Gava Ehmedê Xanî rewşa bindestiya kurdan radixe ber çavan û dibêje kurd ketine bin destê rom û eceman û dinivîse ku ‘eyb e em ketine bin destan, lê heke eyb e em bûne tabiê wan, ev eyb ji kesên navdar re ye, namûs/ar e ji desthilatdar û mîran re, çi gunehê şair û feqîran tê de heye. (5)
Nexwe li gor Xanî, xelaskirina civakê ji destê hêzên xerab û serbilindkirina wê dibe wazîfe li ser milên siyasetmend, desthilatdar û emîran. Li ser feqîr û şairan ne wazîfe ye ku siyasetê bikin, werin serê civakê û wê îdare bikin.
Ji xwe Ehmedê Xanî ne dixwaze şair û alim bibin hukumdar, ne jî hukumdar bibin alim û fîlozof. Ew di gellek ciyan de daxwaza wê yekê dike ku hukumdar xwedî li şairan derkevin, heta di dîwanên xwe yen mîrîtiyê de cîh bidin wan û alimên din.
Xanî rexne li wê yekê digire ku ew çima kesên nezan, bê hîmmet û bêedalet li dora xwe dicivînin dikin şêwirdarên xwe.
Li gor Xanî hukumdar divê xwedanê hakimiyetek mutleq be. Lê gava meriv şîretên Ehmedê Xanî û bîr û baweriyên wî yen di meşrûîyet, hêz û heqaniyeta mîrîtiyê de dixwîne, ew tesbît û tawsiyeyên Nîzamulmulk tên bîra meriv ku di Siyasetnameyê de cîh girtine.
Gava meriv bala xwe dide fikrên Ehmedê Xanî yên li ser hukumdariyê, îdarekirina dewletê, ya mîrî û padîşahiyê jî, meriv dibîne ku ew dihere medresa Nîzamiyê. Fikrên Xanî yên di vî warî de pirtir bi wan fikrên Siyasetnameya Nîzamulmulk re li hev dikin. Nûzamulk wezîrekî esilecem ê Alp Arslanê Selçûqî û kurê wî Melîkşah bû. Ew şafiî bû û hemî nezeriyeyên wî yên îdarekirinê û siyaseta hukumraniyê ji Sasaniyan, Samanîyên îranî û Xezneyiyên dewama wan tên. Siyasetname kitêbeka dersê û şîretan e, rê û dirban nîşan dide da sultan û xelîfe welatên xwe çawa îdare bikin.
Terbiya siyaset û dewletê, meriv dikare bêje ku ji Nîzamulmulk gihîşt zengiyan û ji wir jî Selaheddînê Eyubî û Eyubiyan. Ev mîrasê perwerde û tradîsyona dewletîdarekirinê, ji wir jî gihîşt heta Ehmedê Xanî. Xanî jî wek Nîzamulmulk mamosteyê mîrzayan (şehzadeyan) bû. (Mamosteyê Mîrzayê kurê mîrê Bayezîdê).
Metodên gihîştina armancê
Ehmedê Xanî bi diyarkirina rewşa kurdan, hêvî, daxwaz û armancên wan nemaye, rê û dirbên çareseriya dozê jî nîşan dane ku li gor wî ev in: Her kesê ku destê camêriyê bire şûrî ji xwe re bi mêranî dinya zevft kir. Lewra ku dinya wekî bûkekê ye. Hukmê wê di destê şûrê rût de ye. Lêbelê erêkirin, mahrbirrîn û diyarî, qencî, cwamêrî, destvekirîtî, çavtêrî û bexşînerî ye. Xanî dibêje ‘Min ji dinyayê ev yek bi hîkmet pirsî ku mehra te bi çi ye. Gote min ku mêrxasî û xîret e. Welhasil dinya bi şûr û qenciyê ji bo însanan piçûk dibe. (6)
Bi kurtî Ehmedê Xanî alahilgirê neteweperweriya/ nasyonalîzma kurd e, nexşekêşê projeya dewleta serwer a kurd e, paşeroja kurdan di avabûna dewleta wan de dibîne.
_______________________________
(*)
Hin lêkoler ji perspektîfên cuda ên sosyolojîk diyar dikin ku meriv kare xwe bi sê awayan nêzî mefhûma nasyonalîzmê bike:
1. Li ser esasê primordial, yê prîmîtîv (xweristî).
2. Li ser esasê etnosymbolîk
3. Li ser esasê modernîteyê.
(Umut Özkirimli, Theories of nationalism, 2000)
Yên ku heft tîpolojiyên dabeşkirina mefhûmên cuda yên nasyonalîzmê derdixin pêş jî hene:
1- Cudatiya nasyonlîzma rojavayî (dewletbûn bi etnîkyê re ye) û nasyonalîzma ne-rojava (etnîkî berî dewletbûnê tê).
2- Tîpolojiya karakterîzekirina pênc awayên nasyonalîzmê: ya humanîter, ya jakoben, ya tradîsyonî, ya liberal û ya întegrekir.
3- Yên ku nasyonalîzmê dikin ya etnîkî û ya dewletî. (Nasyonalîzma baskan û ya îspanyoliyan, Fred W. Riggs)
4- Hin lêkolerên medresa modenîzmê nasyonalizmê bi vî awayî cuda dikin; nasyonalîzma şoreşgêr, ya lîberal, ya etnîkî ya kolonîyalî û ya antîfaşîstî. (Hobsbawm)
5- Yên ku nasynalîzmê bi navê ya vejandî û ya întegrekir cuda dikin. (Peter Alter)
6- Yek ji dabeşkirinên awayên nasyonalîzmê jî ya etnîkî, ya sosyal û ya resmî ye. (James G Kellas)
7- Awayê dawîn; nasyonalîzma azadiya takekesî (ya etnîkîî ya medenî) û nasyonalîzma aktorîtet a kollektîfî (Liah Greenfield) (Per Bauhn, Nationalism and morality)
1)
Ev meyve eger ne abîdar e
Kurmancî ye ew qeder li kar e
Ev tifle eger ne nazenîn e
nûbar e bi min qewî şêrîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
ev tifle bi min qewî ezîz e
Mehbûb e, lîbas û gûşîwar e
Milkêd-i min in, ne mustear e
elfaz û meanî û îbarat
înşa û mebanî û îşarat
mewzû’ û meqasid û hîkayet
mermûz û menaqib û dîrayet
uslûb û sifat û mane û lefz
Esla nekirin me yek ji wan qerz
bîlcumle netaicêd-i fikr in
dûşîze û nû’erûs û bîkr in
2)
Wan girtî bi şîr şehrê şuhret
Tesxîr kirin bîladê himmet
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi rezmê Rustem
Bi fikir ji Ereb heta ve Gurcan
Kurmancî ye buyê şubhê burcan
Ev Rûm û Ecem bi wan hesar in
Kurmanc hemî li çar kenar in
Her du terefan qebîl^´Kurmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ku li serhedan kilîd in
Her taîfe seddek in sedîd in
Ev qulzemê Rûm û behrê Tacik
Hindî ku bikin xurûc û tehrîk
Kurmanc dibin bi xûn mulettex
Wan jêk vedikirn mislê berzêx
3)
Rabit ji me jî cîhan penahek
Peyda bibîtin me padîşahek
şîrê hunera me bête danîn
Qedrê qelema me bêt ezanîn
Derdê me bibînitin îlacê
Ilmê me bibînitin rewacê
4)
Ger dê hebûya me serfîrazek
Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskhuk
Nedima wihe bêrewac û meşkûk
Her çendî ku xalis û temîz in
Neqdeyn bi sikke ezîz in
Ger dê hebûya me padîşahek
Layiq bidîya xudê kulahek
Te’yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji dest leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê destê bûm
Mehkûmê Elîyye û sealik
Mexlûb û mutîê Turk û Tacik
5)
Tebîîyetê wan egerçî ar e
ew ar li xelqê namîdar e
Namûs e li hakim û emîran
Tawan ci ye şair û feqîran
6)
Herçî bire şîrî destê himmet
Zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet
Lewra ku cîhan wekî erûse
Wê hukum di destê şîrê rûs e
Lê eqd û sîdaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û e’ta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hîkmet
Mehra te çi? Gote min ku himmet
Hasil ku dinê bi şîr û îhsan
Tesxîr dibit ji bûyî însan
Leave a comment