Pêwendiyên Tirk û Kurdan ji Maweraunnehrê heta Rojavayê Anatolyayê

Murad Ciwan

Cîhana Kurdan di destpêka belavbûna îslamê de

Gava îslam li Nîv-girava Ereban derket û dest bi berfirebûnê kir, axên ku Kurd li serê dijiyan di navbera du dewletên mezin ên wê demê; Împaratoriya Romaya Rojhilatê û Împaratoriya Sasaniyan de hatibûn parvekirin. Cîranên wan ên başûr Ereban, ji erdên Kurdan re; ji alî rojhilat û başûrê rojhilat re elCîbal, ji bakur û bakurê rojava re el-Zozan/Zewzan û ji hemiyê wê re Eradu’l Ekrad (Erdên Kurdan (Kurdistan bi zimanên Aryayî) digotin.

Kurd ji alî bakur û bakurê rojava ve cîranên Ereban bûn. Li hin deveran jî bi gelên wek Fars, Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî, Rom û Yahudiyan/Cihûyan re wek giravokên nav deryayekê li rex hev an di nav hev de dijiyan. Kurd di Dewleta Sasanîyan de bi dîroka xwe ya kevnare û hebûna xwe ya wê dewranê xwedan rolaka berbiçav bûn.

Piştî Ereban, cîranên wan ên herî nêzîk; Kurdan, îslamiyet carina bi darê zorê, carina ji bo parastina jiyan, dam û dezge û berjewendiyên xwe, hin caran jî -bi taybetî di dema fethên berfirehbûyî yên îslamê de- ji bo îstîfadekirina ji berfirehbûna îslamê, xeza û fethan qebûl kir.

Di dinyaya îslamê ya deh salên destpêkê de ku ber bi rojhilatî, bakurî û bakurê rojavayî ve fireh dibû, -heke gotin di cih de be- Kurdan wek xizmetkaran, neferan, mensûbên tebeqeyên jêrîn cihê xwe girt. Rêber, qumandar, serdar û birêvebirên payebilind ên xezewat û fethên vê dewrê Ereb bûn.

Her çendîn ji tebeqeyên nizm bûn jî, Kurdên pêştirîn misilmanbûyî ji ber xezagêrî û cîhadgêriya xwe bi fermanên emîr û qumandarên Ereb ji cih û warên xwe yên eslîn dihatin rakirin, di serhedên şeran û warên fetihkirî de ji bo misilmankirina nifûsa warên vegirtî bi komelgehî dihatin bicihkirin.

Erdfirehkirina Kurdan a dewra îslamê bi vî awayî destpêkir. Piştre xanedanên Kurd yên cuda û emîrên wan ji bo fethên nuh, bidestxistina xenîmetan û dewlemendbûna bi saya xeza û cîhadan bi taybetî ber bi bakur; Azerbaycanê, Ermeniyayê, Gurcistanê, Qefqasyayê, Şêrwan, Deyleman, Gîlanê û Xorasanê ve, ji alî rojava ve; ber bi Sûriyeyê, Antaqyayê, Kîlîkyayê, ber bi hundurê Împaratoriya Romaya Rojhilatê ve erd fireh kirin.

Heta gihaşt sedsalên 10’ê-11’ê ji aliyê axên nuh, nifûz, hêz, dewlemendî, ilim û zanînê ve Kurd bûn xwedan hebûneka berbiçav, xwedan nifûseka gelek dînamîk û li nav Daru’l îslamê rolên gelek giring lîstin. Bi serê xwe jî dewlet avakirin û li nav dewletên gelên cîran bûn emîr, rêber, wezîr, fermandar, birêvebir û alimên giring. Di dewleta Emewî û piştre di yên Ebasiyan û Fatimiyan de, dewletên wek Samanî yên Xorasanê, Xezneyî, Buweyhîyan de rolên wan her li pêş û diyar bûn.

Ku dewlet û xanedanî avakirin Kurd li alî serhedên bakur û rojavayê Daru’l îslamê bûn ”rimên îslamê, ”miletê xazî”. Yên ku li bakur û rojava li serhedan bûn, îdî ne Ereb û Faris, lê Kurd û civakên din ên misilmanbuyî yên deverê bûn. Ev civak û Kurd ji nêzîk ve tevî hev bûn, di hev geriyan, di nav hev de jiyan.

Di vê navberê de heta dawiya jiyana Emewiyan, gava bi perspektîfa Ereban lê dihat nihêrtin cîranên ku ji Kurdên li bakur, bakurê rojava û rojava bûn, bi Emewiyan re, cîranên Kurd ên li rojhilat û rojhilatê bakur bi şîeyan, xariciyan, misilmanên heterodoks ên din re hemhal bûn.

Piştî ku Emewîyan di nîvê sedsala 8’ê de desthelata xwe ya seranserê Daru’l îslamê wenda kir, ew ji Kurdistanê vekişiyan ber bi Misirê û Afrîkaya Bakurî ve dûr ketin, Ebasî bûn hêzên desthilatdar ên dînî û dunyevî. Bi Ebassiyan re rêûresmên îslama sunî li Kurdistanê gelek xurt bûn. Lê Zerduştî, Xristiyanî, Êzîdîtî û li deverên nêzî Farsê, varyantên şîetiyê jî hebûnên xwe yên xurt di nav Kurdan de parastin. Dewra desthilatdariya xwe de, Emewîtiyê şopên xwe li ser Kurdan hiştin. Fatimîyan ku piştre li Misrê; bakurê Afrîkayê, Yemenê û Diyarê Şamê belav bûn jî di baweriyên dînî yên Kurdan de rengên xwe hiştin.

Kurd berî hatina Selçûqiyan

Berî ku Selçûqî ji Maweraunnehrê bên rojava; Diyarê Ecem, Kurdistanê, Erebistanê, Azerbeycanê û Ermeniyayê, li devera Farsê, Kirmanşahê, Loristanê; ji Mûsil, Şarezor heta el Cîbalê, Hemedanê, Azerbaycanê beşeka Ermeniyayê, li El Zozan; heta Meraş û Meletiyeyê, li berriyên bakur ên Bîladê Şamê; Cizîrê, Nisêbînê, Herranê û Ruhayê nifûseka mezin û dînamîk a Kurdan hebû: Di sedsala 11’ê de Kurdan dewra xwe ya herî dînamîk a bihêz dileyist. Îdare, rêvebirî û dewletên Kurdan bi xwe yên wek Fermandariya Dêsemî/Deysemî, emaretên Hesenweyhî, Annazî/Ayyarî, Kakeweyhî, Şiwankareyî, Hezarespî, Hezbanî, Rewadî, Şeddadî, Cawanî, Merwanî avabûn. Hewlêra îro paytexta xanedaniya Kurdên Hezbanî bû. Hezbanî hem pêşhatiyên Dewleta Rewadî û Şeddadiya ne, hem jî di heman qirnan de yek ji dewletên Kurda ne.

Kurd herwiha beşeke giring bûn di nav Saciyên Pars û Azerbaycanê, xanedaniya Salarî/Misafirî ya Aryayî-Azerbaycanî, Ziyariyên Gîlanî-Taberîstanî, Hemdaniyên ereb yên Mûsilê-Helebê-Meyafarqînê û Amîdê; ku ev Hemdanî desthilatdarên berî Merwaniyan bûn, erebên Uqeylî yên alî Musilê, Helebê û beşeka giring a Diyarê Şamê.

Hatina Civakên Tirknîjad a nav Daru’l îslamê

Ereb û Aryayiyên misilman (Kurd jî di nav wan de) yên ku îslamiyet ber bi Rojhilatê ve belav dikir, di sedsala 9’ê-10’ê de bi ser ketin, di nav gelek pêkhateyên Tirk de îslamiyet dan qebûl kirin. Cara pêşîn Tirkên ku li vî aliyê Maweraunnehrê; Xorasanê, Ecemistanê, Kurdistanê, Azerbaycanê û Erebistanê xuya bûn ew kole/êsîr/gilman bûn ku misilmanan di xeza û cîhadên wî aliyê Maweraunnehrê de, li Asyaya navîn ew zeft dikirin, dianîn, li welatên xwe ew difrotin, wan wek kole û cariye di xizmeta misilmanan de cih digirt.

Piştre ew di parastina giregirên civakên cuda yên îslamê de wek mihafiz û şerkar jî hatin bikaranîn. Dest pê kirin bûn misilman, di nav ordiyan de hatin bicîhkirin, jêhatîyên wan li qesrên xelîfe û emîran bûn birêvebir, alim, paşa û wezîr.

Kurê Harûnê Reşîdî; Mu’tesim seranser orduyeka xwe ji Tirkên kole/memlûk/xulam yên ji Maveraunnehrê hinartî ava kir. Tu pêwendiya van Tirkên cara pêşîn wekî kole hatî, bi Oxuzên Selçûqî û eşîrên derûdora wan re tunebûn.

Selçûqî

Selçûqê kurê Duqaq, serokê konfederasyoneka eşîrên Oxuzên koçer bû. Çar (li gor hin çavkaniyan pênc) kurên wî hebûn: Îsraîl, Mîkaîl, Mûsa, Yusuf, (Yunus?) Turkmenên Oxuz ên ku malbatên birêvebir ên Selçûqî yên cuda reîstiyên wan dikirin, di destpêka sedsala 11’e (1029) de hatin Ecemistanê, Kurdistanê û Iraqa Ereb. Ew ji ber hin hêzên xurt ên Tirknîjad yên wek Qerexaniyan terkewar bûbûn. Ji çavkaniyan dertê ku îhtîmala mezin berê wan pena biribû nav Dewleta Xezerî.

Tirknîjadên Xezerî di sedsalên dehê, yazdê de li rojhilat, bakur û bakurê rojavayê Deryaya Xezerê weka hîlaleka mezin dewletek ava kiribû. Ew bi nîjadê xwe Tirk, lê bi baweriyên xwe yên dînî, Mûsewî bûn.

Ji bo xwenêzîkkirina li rêvebirên payebilind û wergirtina çêregehên berfireh ên ku mihtac bûn, Selçûq, navên Mûsewiyan li kurên xwe kiribûn.

Lê ji ber ku Selçûqîyên xwedî ajel ên koçer diçûn kîjan warî, bi sedemên texrîbkariya xwe di demeka kurt de bi xelqên cînişînên eslîn ên wan deveran re tûşî şeran dibûn xelkên deveran gazinên wan li ber desthilatdaran dikirin. Ev bû sedem ku Tirkên Xezerê ew qewirandin.

Ew mecbûr bûn ber bi Xorasanê ve hatin, ketin nav wan erdên ku berê di destê dewleta Samanî de bûn, piştre ku ew hilweşiyan, Mahmûdê Xezneyî yê kurê fermandarê orduya Samaniyan Sebuktekîn, Dewleta Xezneyî li ser wê erdê li gel hin erdên rojavayê Hindistanê avakir. Bavê Mehmudê Xezneyî Sebuktekîn, bi eslê xwe ji wan Tirkên kole bû û di orduya Samaniyên Aryayî de bilind bûbû, gihaştibû fermandariya askerî ya bilind. Ku Samanî hilweşiyan, wî desthilat xist destê xwe. Li dûv wî kurê wî Mehmûd, Dewleta Xezneyî avakir.

Li wê derê jî ji ber texrîbkarî û talankeriya Selçûqiyan, şer ket navbera wan û Mehmûdê Xezneyî. Van şeran gelek kêşa lê her carê Selçûqî dihatin şikestin, direviyan, vedikişiyan warên çiyayîn ên bilind yan jî sehrayên tenha yên warên diz û rêbirran.

Selçûqî cara pêşîn li welatên Kurdan

Di vê navberê de cara pêşîn hin hêzên Oxuzên Tirkmen ên alîgirên Îsraîl/Arslanê kurê Selçûqî bi serokatiya Qutalmişê kurê Îsraîl derbasî alî Hemedana warê Kurdan bûn. Li wê derê xelkên deverê ew qebûl nekirin, nekarîn xwe ragirin, derbas bûn alî Kurdistana zozanên Azerbaycanê nav erdên Dewleta Rewadiyên Kurd ku hukumdarê wan Vehsudan bin Memlan bû.

Armanca wê benda Selçûqiyên peyrewên Îsraîl/Arslanî ew bû ku karibin xwe bigihînin serhedên Daru’l îslamê ku jê wirdetir erdên Daru’l herbê yên Ermeniyeya nav Împaratoriya Romaya Rojhilatê (bi taybetî devera kraliyeta Vaspuraganê ya başûr û başûrê rojhilatê Deryaçeya Wanê) hebû, wan dixwest ji bo talan û xenîmetan li wan deran dest bi xezawat û cîhadan bikin.

Li serhedên rojava û bakurê rojavayê Deru’l îslamê welat û dewletên Kurdên Şeddadî, Rewadî û Merwanî hebûn. Selçûqîyên ji şaxê Îsraîlê kurê Selçûqî, ku hatin xwe gihandin Rewadiyan, mîrê Rewadîyan Vahsudan bîn Memlan ew vehewandin, li derûdora Xoyê, Tebrîzê û Urmiyê war dan wan. Ev dever nêzîkî Vaspuragana Ermenî bûn.

Piştî demekê, ev beşê Selçûqiyan bi emîrên Rewadiyan re xayin derketin, wan xwest desthilata wî hilweşînin, dest deynin ser ax, bajar, mal û milken Kurdên Rewadî. Emîrê Rewadî Kurdên deverê gihandin hev, êrîşî Selçûqiyan kir, ew tarûmar kirin, pengizandin. Ji bo ku cara pêşîn beşeka giring ji van Selçûqiyan bi paşvekişiyanê xwe gihandibûn Îraqa Ecem, ji wan re dihat gotin Selçûqiyên Îraqî.

Bermayiyên wan ên din En ku ji ber Kurdên Rewadî reviyan, hin ji wan vegeriyan alî Iraqê, Hemedanê, çûn Xorasanê, hinên wan jî berê xwe dan başûr; ber bi Mûsilê daketin, berê li alî Hekkariyan êrîş birin ser Kurdan, mal, milk û jinên wan ji xwe re birin. Kurd mecbûr man ji tirsa wan vekişiyan çiyayên bilind û asê. Oxuz ranewestiyan li pey wan çûn.

Li wan bilindahiyan, Kurdan xwe da ser hev, êrîşeka dijwar vegerand ser wan. Ew tarûmar kirin, mal û milk, jin û zarokên xwe yên di dest wan de hemî rizgar kirin. Ev Oxuz ji wê derê jî reviyan daketin alî Cizîrê, Nisêbînê, Herranê, Berriyên Mêrdînê û Ruhayê, daketin bakurê Bîladê Şamê, hilkişiyan zozanên Rojavayê Amîdê/Diyarbekirê; yek ji herdu paytextên Kurdên Merwanî, ku ya din jî Meyafarqîn bû.

Demeka ne kurt, bûn bela serê Merwaniyan. Daketin alî Ruhayê, Helebê û Antaqyayê.

Piştre bi serokatiya kurê Qutalmiş Suleyman Şah, ancax li alî Bîladê Şamê, karîn têkevin nav erdên Împaratoriya Romaya Rojhilatê/Bizansî. Wek gotî li wir erd zeft kirin û li ser wan erdan yên ku gelek piştre, di encama gelek merheleyên dirêjkêş de Dewleta Selçûqiyên Romê avakirin. Wek destnîşanbûyî ev Selçûqî ji bera Îsraîlê/Arslanê kurê Selçûq bûn ku Selçûq bi xwe hê berî zarokên wî bi serkêşiya xwe êşîrên Oxuz bînin bên vî aliyê Maweraunnehrê, miribû. Arslan jî di zîndana keleyeka Xezneyiyan de li alî Hindistanê miribû.

Wek tê zanîn bera esasî ya din a rikebera vê bera binavkirî, Muhemed/Tugrul Beg û Dawud/Çagrî Beg bûn. Ew herdu bira kurên Mîkaîlê kurê Selçûqî yanî pismamên Qutalmişî bûn.

Şerê navxweyî yê navbera Selçûqiyan

Hatina Tirkan a Anatolyayê a nav erdên Romaya Rojhilatê a ku îdî venegerin, cara pêşîn, ne ji bakur; alî Azerbaycanê û Ermaniyayê, an ku ne di encama şerê Melazgirê ê 1071ê de ye, ne bi saya Selçûqiyên Alparslanê kurê Dawudê/Çagriyê kurê Mîkaîl e. Ji başûr de bi saya Oxuzên Selçûqiyên pêgirên Îsraîl/Arslan û kurê wî Qutalmiş û kurê wî jî Suleyman Şah e.

Vê bera Oxuzan xwe li Xorasanê, Diyarê Ecem, Kurdistanê, Iraqê, Azerbaycanê û Ermenistanê negirtibû. Oxuzên Selçûqî yên pêgirên Çaxrî Begî û Tugrul Begî firsend nedan wan, bi wan re şerên giran kirin û her carê serokên wan kuştin, Tirkmenên koçer ên ji bera yên kuştî ber bi jêr û rojava; nav erdên Bîzansê ve qewirandin.

Kurên Selçûqî, piştî mirina wî li ser reîsî û desthilatdariyê bi hev ketibûn. Îsraîl/Arslan kurê mezintirîn bû, bawer dikir ku bavê wi wefat bike serokatiya Selçûqiyan ê têkeve destê wî. Kurê Selçûqî Mîkaî berî mirina bavê xwe di şerekî de zû hat kuştin, her du kurên wî li cem bapîrên xwe mezin bûn. Diya wan piştî ku Mîkaîl hat kuştin li birayê din Mûsa hat mahrkirin. Kurek ji diya Çagrî û Tugrul re ji apê wan çêbû; navê wî Îbrahîm Yinal bû.

Gava Selçûq hê berî bicîhbuyîna li Xezerê; hê li Maweraunnehrê mir, desthilat ket destê wan herdu birayan. Îsraîl bi vê razî nebû, rikeberî ketin navbera wan. Lê hîn zû di şerekî de li gel Mehmûdê Xezneyî Îsraîl hat êsîrkirin û di keleyeka nav axa Hindistanê de hat zindan kirin.

Îsraîl di zîndanê de mir, Qutalmiş jê ma. Qutalmiş û bera xwe xwest li gel bera Çagrî û Tugrul bimînin, lê yên dawîn xwe qayil nekir, her çendîn eşkere ew neqewirandin, di xeza û fethan de ji wan îstîfade kirin jî, misêwa ew ji navendên desthilatên xwe dûr xistin, dan perîferiyan; war û bajarên ku zeft dikirin ji wan distendin, rol û mewqiyên bilind nedidan wan.

Qutalmiş li alî Azerbaycanê di şerê dijî Alparslanê kurê Çagrî de hat kuştin, kurê Qutalmiş Suleyman Şah jî di şerê nêzî Helebê de, ji bal orduya Tutuşê kurê Alparslanî ve hat kuştin.

Helbet vî şerê navbera Selçûqiyan piştre jî kêşa. Tugrul, Çagrî, Alparslan û Melikşah her mihawele kirin ku Dewleta Selçûqî ya Romê ava nebe. Bes ew dever ne di bin hukmê şûrê wan de bûn, bi rexmê daxwaza wan Dewleta Selçûqiyên Romê ava û geş bû.

Ji ber vê jî gelek şaş e ku Selçûqiyên Romê weka beşeka an dewama ‘’Dewleta Selçûqîyên Mezin’’ bên nirxandin.

Selçûqî li Daru’l îslama Xorasanê, Ecemistanê, Kurdistanê û Erebistanê

Dawud/Çagri û Muhemed/Tugrul Beg; her du kurên Selçûqî ku bavê wan berî bapîrê wan miribû, piştî mirina bapîrê xwe wek serokên eşîrên Oxuz ên Selçûqî xwe dan qebûlkirin.

Wekî bahskirî ku ji nav dewleta Tirkên Xezerî hatin qewirandin, Mehmûdê Xezneyî hukumdarê dewleta Xezneyiyn li Xorasanê cih dabû wan. Lê ji ber koçerî û erdguhaztina wan a bêserûber, zilm û tahdeyiyên wan ên li ser xelkên gund û bajarên Xorasanê, Mehmûdê Xezneyî.mecbûr ma wan bîne fesalê.

Di encama şerên Xezneyiyan yên li hemberê Selçûqiyan de her çendîn gelek caran zora wan bir jî Sultan Mehmûdê Xezneyî nekarî wan ji Xorasanê derxe. Ew mir, kurê wî Sultan Mesûdê Xezneyî ket şûnê.

Wê demê şerê desthilatdariyê di navbera Buweyhiyên ji Deyleman daketî û Xezneyiyan de jî gurr bûbû. Xezneyî herwiha li alî erdên bin destên xwe yên Hindistanê jî di nav şeran de bûn.

Pêwendiyên Kurdan û Selçûqiyan

Piştî ku Selçûqî ji Xorasanê ber bi başûr û rojava ve herikîn ji bilî du hember û rikeberên xwe yên giregir; Xezneyî û Buweyhiyan, rûbirûyî Kurdan jî bûn.

Selçûqî ne xelkên cihnişîn ên berhemder ên aştîparêz û aramîparêz bûn, jiyana wan li ser xwedîkirina ajelan/heywanan û bidestxistina çêregehên ji bo ajelên wan bûn. Ji bo vê jî lazim bû berdewamî di nav tevgerê de bin ku bibizivin, çêregeh û zozanên nuh bidestxin. Ne wek koçerên welatên din, bi taybetî, ne wek ên Kurdan bûn.

Kurdan zivistangeh/germiyan/deşt û çêregehên xwe yên çiya û zozanan di nav welatê xwe de diparastin, pez û mih û heywanên piçûk xwedî dikirin, hedefên wan ên havînan hilkişiyana zozanan û zivistanan, daketina wan a germiyanan, deşt û berriyan her di nav welatên wan de qonaxên kurt bûn. Di welatên Kurdan de ji bo berdewambûna jiyanê bivênevê ew mihtacî çiyayan û zozanan jî mihtacî deştan û germiyanan jî bûn. Selê nîvê jiyana wan mecbûr li zozanan nîvê din jî li germiyanan derbas dibû, bêyî yekê ji van nedibû.

Ji bilî koçeriya werzane ya di nav welatê xwe de, li ser riyên van qonaxên zozan û germiyanan keleyên Kurdan ên parastina zozan, germiyan û geliyên xwe, rê û pirên jêderbasbûnê, xanên vehêsanê, bajar û gundên wan ên ciwarbûyînê, bazirganiyê, camî, cemxane, perestgeh, medrese û tekyayên dînî, jiyana îlm û tesweifê, gund, zevî, baxçe û bostanên ji bo berhemderiya çandiniyê hebûn.

Ji awayê koçberî û talan û dagirkeriya Selçûqiyan û eşîrên Oxuzan, Kurdan zerarên mezin dîtin, pergala wan a siyasî û civakê ya wê demê li gelek ciyan hilweşiya, Kurdan cih û warên xwe terk kirin.

Pirraniya dewletên Kurd yên ku serbixweyiya xwe ji ber îstîla, dagirkerî û desthilatdariya eşîrên Tirkmen wenda kirin, bûn vasal, hin ji wan emaret û dewletên wan hilweşiyan, ji meydanê rabûn, pêwendî, post û meqamên xwe yên bi navenda seltenata Xelîfetiya Ebasiyan re wenda kirin, hukumdar, emîr û serdarên Kurdan yan bêyî van meqam û postan li warên bav û kalan vegeriyan, wek hukumranên welatên xwe yên deverên piçûktir ên mîrasî man, yan emîr û fermandar û reîseşîran welatên xwe bicîhiştin, tevî siwarî, esker û ehlê eşîrên xwe seferî derên din, warên din kirin, hinan berê xwe dan xezayên nav erdên Romaya Rojhilatê.

Weqanivîsên Ereb û ên îslamê ên ku ji perspektîfa xelîfeyan, sultanan bûyer dinivîsîn, bes pêwendiyên li gel desthilata xelîfetiyê û desthilatdarên cuda yên wê agahî dixistin nav tarîxên xwe, îdî behsa wan Kurdan nedikirin ku rolên xwe yên desthilatiyê yên li ser asta xelîfetiyê wenda kiribûn lê li deverên xwe yên otokton yên bavûkalan û di nav gelên xwe de mîr bûn. Ew ji nav rûpelên dîrokên van weqanivîsan wenda dibûn, tenê di weqayîname, arşîv û numîsmatîkên deverên xwe (lokal) de diman.

Di vê çarçeveyê de dive bê destnîşankirin ku dema destpêke ku Selçûqî ber bi rojava; nav Ecemistanê, Kurdistanê û Erebistanê de hatin, di Şerê Dandanakanê ê 1040’ê de yê li hemberê Xezneyiyan, Tugrul û Çagrî tifaqeka giring bi Kurdên Kakeweyhî re kiribû. Gava Xezneyî di vî şerî de şikestin û Selçûqiyan zafera xwe îlan kir, li gel Tugrul û Çagrî, Ebu Mensûr Feramûrzê emîrê Kakeweyhiyan jî hebû.

Şer li nêzî bajarê Merwê bûbû û Xezneyî tûşî têkçûneka mezin bûbûn, Xorasana mezin ket bin destê Tugrul û Çagri. Hin şer û têkçûn û serkeftin pişt re jî bûn, lê Xorasana Mezin nema ji bin desthilata Tirkmenên Selçûqî derket, heta dawiya jiyana xwe Çagrî wek fermanrewayê Xorasanê ma û ew der li gel birayê xwe Tugrul îdare kir.

Tugrul Beg jî bi esker û eşîrên xwe yên Tirkmen li Daru’l îslama beşa nav Xelîfetiya Ebbasiyan şerê xwe yê li hemberê Buweyhiyan, Xezneyiyan, emîrên Kurd û Ereb ên deverên cuda, bi taybetî jî, dilxwaz, alîgir û hevkarên Xelîfetiya Fatimiyên Îsmaîlî yên li Misrê kir. Bi van şeran wî warên desthilatdariya xwe ya nav Xelîfetiya Ebbasiyan berfireh kir.

Selçûqî; misilmanên sunne û parêzerên Xelîfetiya Ebasiyan a îslama sunne

Xelîfeyê Ebasî yê îslama sunne, ji ber ku ji siyaseta birêvebirên karûbarên dunyewî ên Xelîfetiyê, ji navend Bexdayê heta hemî deverên perîferiyan; ji siyaseta şîîtiyê ya Buweyhiyan û hevkariyên wan ên bi Xelîfetiya Fatimîyan a şîe/îsmaîlî bêzar bûbû, her wiha Tirkên Selçûqî jî misilmanên sunne bûn, Tugrul û Çagrî hemî sozên parastina Dewleta Xelîfetiya Ebasî dan, Xelîfe jî li hemberî Buweyhiyan her awe piştgirî dabû serokên Selçûqiyan.

Ji salên derûdora 1029ê heta sala 1055ê Selçûqiyan zora Xezneyiyan û Buweyhiyan bir, ew ji meydanê rakirin û dezgehên burokrasiya Dewleta Ebasî, heta rêveberiya dunyewî ya Bexdaya paytexta Xelîfetiyê jî xistin destên xwe.

Di encama keftelefteka du deh salan de Selçûqiyên behskirî, Buweyhî û Xezneyî hilweşandin û bûn rêvebirên karûberên dunyewî yên hemî deverên Xelîfetiya Ebasî.

Tevî ku hevrikî, şer û pevçûn di nav wan de hebûn jî pirraniya vê dewrê bera Qutalmiş û Îbrahîm Yinal jî li gel Tugrul Begê bûn, Tugrûl gelek îstîfade ji wan kir. Bes rikeberiya navbera wan her venedimirî, ew tim ji navendên biryarder ên Selçûqiyan dûrxistî li perîferiyan bûn, warên ku wan bidest dixistin yên giring ji wan dihatin stendin, bi warên kêmqîmettir dihatin guhertin. Ew her nerazî û dilbikîn bûn. Gava firsend didîtin jî texsîr nedikirin, alîgirên Tugrul û Çagrî ditevizandin.

Di kefteleftan de Kurd û Selçûqî ne ku hergav li hemberê hev bûn. Gelek caran hevkarên hev bûn jî. Bi taybetî gava dibû şerên li hemberê Buweyhiyan, Xezneyiyan û terefdarên Xelîfatiya Fatimiyan.

Wek hatî destnîşankirin, mîrên Kurdan, bi taybetî yên sunne jî di vê dewrê de bi Selçûqiyên Xorasanê re geh pevdiçinîn, geh jî ji ber tehdîda Buweyhiyan, Xeznewiyan û alîgirên Fatimiyên Misrê hevkarên wan bûn. Gava Selçûqiyan zora wan dibir, desthilat ji wan distend jî ew bi lihevkirina bidestxistina hin war û meqamên burokratiya eskerî, siyasî û dadwerî ya Xelîfetiyê, li gel wan dost û hevkar diman.

Birêvebir û alimên Kurdan di hiyerarşiya desthilatdariya Selçûqiyan de ji alî dînî, ilmî û îdarekirina burokrasiya Xelîfetiyê li ser esasê qanûnên îslamî gelekî rêveberiya Tirkmenên Selçûqî kirine. Selçûqî muhtacî, zanîn, bikêrhatin û tecrubeyên Kurdan bûn, Kurdan jî di warên fermanrewatiya wan de wazifeyên bilind ên wek wezîrtî, fermandariyên eskerî, rêberiyên ilmanî bidest xistibûn.

Lê destkeftiyên Kurdan yên ku dihatin parastin an nuh dihatin bidestxistin ji destkeftiyên wan ên berî hatina Selçûqiyan gelek kêmtir bûn. Gava di sala 1063yê de Tugrul Beg mir, li alî rojhilatê; Farsê, Kirmanşahê, Loristanê, Hemedanê, Isfehanê, Hilwanê, Hilleyê û Şarezorê Kurdan mîrtiyên xwe yên nav Daru’l ‘İslama Xelîfetiya Ebasî wenda kiribûn, hin bi şerên dijwar bûn; hin jî bi lihevhatinan bûn.

Lê her di wê demê de li rojavayê Kurdistanê; Azerbaycanê û Ermeniyayê, dewletên Şeddadî, Rewadî û Merwanî li ser piyan bûn. Tu carê şerekî rasterast di navbera wan û Selçûqiyên ser bi Tugrul, pişt re Alparslan ve -ku ketibû şûna wî- derneketibû. Car bi car krîz û nelihevî di navbera wan de peyda dibûn jî ew bi gotûbêj û bazariyên aştiyane, li ser esasê dostayî û hevkarî dihatin çareserkirin.

Van hersê dewletên Kurd ji Qafqasyayê heta Antaqyayê hidûdên/serhedên rojavayê Daru’l îslamê diparastin, gava şerekî wan li gel Ermeniyan, Gurciyan, Romayiyan bibûya jî, Tugrul Beg, piştî wî jî Mehemed/Alparsalan Beg wek “sultanê” (emîru’l umerayê primum/yekem) Xelîfetiya Ebasî ordiyên xwe digirt, dihat hawara dewletên Kurd ên Şeddadî, Rewadî û Merwanî.

Gava ev wek sultanên[1] (ev meqam awayek ji awayên sedrezamî û serdariya eskerî a dewra Osmaniyan bû) Xelîfe, bi eskerên xwe dihatin rojava, ser hidûdê Daru’l îslamê , şerên nav Daru’l herbê, yan rawestina li hember êrîşên kafiran ên ser erdên misilmanan ku ew jî erdên Kurdan bûn, hersê emîrên Kurd jî li gor yasaya îdarekirina dewleta îslamê tevî eskerên xwe li rex wan cih digirtin. Di dema êrîşên Ermeniyan ên li ser Şeddadiyan ên 1064ê de û di dema zeftkirina Melazgirê de ji bal Împaratorê Romaya Rojhilatê Romen Diyojen a di 1071ê de, bi armanca ku herdû dewletên Kurd; Şaddadî û Merwanî karibin bajar û erdên xwe ji destên Xristiyanan derxin, Sultan Alparslan hatibû hawara emîrên Kurdan.

Taybetmendiyên Hukumraniya Selçûqiyan li Daru’l îslama Xelîfetiya Ebasiyan

Selçûqiyên Oxuz hê li Asya avîn bûbûn misilman û li ser navê îslamê wan li Maveraunnehrê cîhad û xeza dikir. Gelên wan deran ji ber sedemên dînî jî bi wan re di nav pevçûnan de bûn.

Ji xwe Tirkmen ji wan Oxuzan re dihat gotin yên ku bûbûn misilman. Li Daru’l îslamê ew wek gelekî misilman pêşiyê bêtirs bi dilaramî hatin pêşwazîkirin. Mahmûdê Xezneyî li Xorasanê warên zozan û germiyanan dan wan da ew û ajelên xwe tê de bijîn. Lê vê, têra wan nekir, wan xwest erdên cuda yên hê berfirehtir têxin bin destên xwe.

Bi pêwendiyên xwe yên req ên li gel xelkê Xezneyî, Xorasanî, Farsê, El Cîbalê, Azerbaycanê û deverên din re ew bêzar kirin.

Oxuzan zêdetir heywanên mezin xwedî dikirin û qonaxên sefer û koçeriyên wan dirêj bûn, her di xîvetan de dijiyan, warên gelek fireh ji wan re lazim bûn, cîwarbuyîn û berhemderiya çandiyê jiyan û aboriya wan teng dikir.

Vê yekê jî welê dikir ku ew cihên tê re derbas dibûn kavil bikin, beyar bihêlin û berhemderiya gelên cîranên xwe û yên ser koç û riyên xwe pûç bikin, jiyana însanan têxin xeterê, bi wan re têkevin nav şeran, kuştina. Oxuz bi dijwarî û zordariya xwe ya prîmîtîv, ji jiyana cîwarbuyînê, bajarvaniyê, berhemderîyê bêparbûn.

Lê ji bo dewletan, desthilatdar û damûdezgeyên van welatan, parastina jiyana berhemderiyê, dewlemendbûna xelkê û berhevkirina bac û xeracan, ji ber pêdiviyên xezîneya dewletê meseleyeka heyatî bû. Li ciyên ku ev nebûna, dewlet nedijiyan, li ser piyan nediman.

Gelek caran dewlet ji wan xurttir bûn, xelkên cîwarbûyî xwe dispartin dewletên xwe. Êrîşkar yan têk diçûn yan mecbûr diman birevin warên bin destê desthilatdarên din. Li Asyaya Navîn Qerexaniyan ew qewirandin, çûn nav dewleta Tirkên Xezarê. Desthilatdarên wan ew qewirandin reviyan hatin Xorasanê, nav erdên Dewleta Xezneyiyan û piştre warên bin desten Buweyhiyan (herdu jî di nav Daru’l îslamê de bûn, ew desthilatdarên Xelîfetiya Ebasî bûn). Ketin nav zozan û germiyanên emaretên Kurdan.

Lê di van şeran de, çi têk biçin çi jî biserkevin xelkên cîwarbûyî yên berhemder zerarên mezin ditîn, mal, milk û berhemên wan tarûmar dibûn, wan yan jiyanên xwe wenda dikirin, yan ew diteriqîn, gund û bajarên wan kavil dibûn.

Selçûqî her çendê bûbûn misilman jî baweriya wan tenik, xav û sivik bû, bi baweriyên wan ên kevn re têkilhevbûn, serokên wan jî tê de hemî nexwenda bûn, hew bi devkî qasî jiyanên xwe yên dûr ji medrese û ilmên kûr, bi awayekî îptîdaî misilmantiya xwe dijiyan.

Li gor dînê îslamê cîhad û xeza di nav erdên Daru’l îslamê de, li ser misilman yan kafir herkesê ku hukmê îdareya îslamêu li ser xwe qebûl kiriye heram bû jî li nav Xelîfetiya Ebasiyan a berfireh ku temsîla desthilatdarîya Daru’l îslamê dikir, Tirkmenên Selçûqî ’’xeza û cîhad’’ên xwe berdewam dikirin.

Ne ku tenê war û desthilatên civakên xeyrê mislim, ji wê jî zêdetir yên desthilatdar û xelkên misilman zeft dikirin, xelk dikuştin, mal, milk, jin û zarokên wan, hebûnên wan ji bo xwe hiltanîn. Bi heywan, eşîr û siwarên xwe yên her-seferî li nav îslamê divizikîn. Xelkê îdî ji bêzarî, gazin birin Xelîfeyê îslamê ku van karên heram zerarên mezin didin wan, nema karin jiyaneka maqûl, aram û aştiyane bijîn, berhemderiyê bikin, ne bac û xeracên xwe ne jî alav û berhemên ji bo jiyana xwe peyda bikin.

Xelîfeyê îslamê ku temsîla şerîet, rêûdirb û qanûnên îslamê dikir, fetwa û fermanên wî xwe dispartin Quranê û hiqûqa îslamê, wek meqamê Destûra îslamê dihat qebûlkirin. Wî name şand ji Tugrul Begê kurê Selçûqî re, ku ew karûbarên ku dikin li gor îslamê heram in, gunehkarî ne, îslam xeza, cîhad û talangeriya nav misilmanan qebûl nake.

Tugrul Beg qasî ku tê zanîn misilmanekî dîndar bû, lê nikaribû rê li ber Tirkmenên xwe yên talangêr bigire. Carina mihaweleyên zeftkirina wan a di nav heddekî de dikirin, lê Tirkmenan qebûl nedikir. Ger wî israr bikira ew vediqetiyan diçûn ba reîsên Tirkmen ên din. Loma wî ji mecbûrî çav li wan digirt, heta ji bo xelatkirin, dilxweşkirin û sedaqeta wan û gelek caran îstîfade kirina ji wan a ji bo hêza çekdarî ew teşwîq jî dikirin.

Wî cewaba nameya Xelîfe şandibû ku ew mihawele dike, lê ji bo berdewamiya jiyana wan ev kar bivênevê ye, Tirkmenên koçer nikarin dev ji vê berdin. Çimkî digot her warê ku ew nuh diçinê, çêregeh, berhem û pêwistiyên jiyanê yên wê derê bes hefteyekê yan du hefteyan têra wan û ajelên wan dike, ji bo bijîn ew mecbûr in rabin biçin, bi xweşî an zorê, warekî din vegirin.[2]

Vê problema esasî ya Daru’l îslamê her û her berdewam kir. Piştî ku Tugrul û Çaxrî desthilatên warên cuda û meqamên cuda yên hiyerarşîya dewleta Ebasî xistin bin destên xwe, bûn emîr û serdarên ku welatek, deverek, bajarek an meqamek zeft kirin, bac û xerac ji bo wan jî bûn qezenc û dewlemendiyên esasî, ew jî hatin wê baweriyê ku bi hebûna Tirkmenên koçer, ne dikare berdewamî bê dayin desthilatên deveran, ne ew der bên birêvebirin, ne jî bac û xeracên ji bo meaşên burokrasiya sivîl û eskeri a bin destê wan bê misogerkirin.

Tugrul, bi bidestxistina desthilata dunyewî a li paytext Bexdayê (1055), biryar da ku destpêbike orduyeka profesyonel a ji Tirkên xulam/memluk pêkhatî yên fêrî disiplînê û nîzamê buyî ava bike, kadroyên birevêbirina burokrasîya sivîl û eskerî perwerde bike, alimên ilmê îslamê bigihîne da dewlet û damudezgeyên Daru’l îslamê bên îdarekirin.

Wî îdî Tirkmenên koçer ên talanker li ber armanca xwe asteng û rêgir dîtin, dest bi şerê li hemberî wan kir, ew tirsandin an teşwîq kirin ku ji Daru’l îslamê dûr bikevin û ber bi rojava ve; nav erdên Împaratoriya Romaya Rojhilatê; nav Daru’l herbê/Kafiristaniyê ve biçin. Bi vê armancê alîkariya wan kir. Yên ku bê dil bûn, ew tehdîd kirin yan têkşikandin. Tugrul Begê soz da ku ê li ser riya cîhadê alîkariya wan bike, ew ê jî li pey wan bê.

Demek hat, îdî Oxuzên Selçûqî ku bixwestaya jî îdî tu warên wan ên kevn ên ku ew vegerinê nemabûn. Bi cehdên çend deh salan ketin şûna meqam û dezgehên desthelatên ku wan bi xwe hildiweşand. Desthilatên ku nekaribûn hilweşînin digirtin bin wesayeta xwe. Bûn beşeka ji welatên Xelîfetiya Ebbasiyan. Peywendiyên nuh bi gelên misilman û xeyrê Mislim ên otokton re danîn.

Welê bû ku jiyaneka mişterek peyda bû, hevkarî, rikeberî û danûstendinên nuh, şer û pevçûnên li ser dabeşkirin û bidestxistinên war û dewlemendiyên nuh li gel gelên berî xwe û di nav xwe bi xwe de jiyan.

Bi xetên seranser ên dîroka hatina Selçûqiyan a nav Daru’l îslama Xelîfetiya Ebbasiyan, teybetmendiya esasî ew e ku ew qewmekî misilman bûn, tevî vê jî hatibûn erdeki berfireh ên Daru’l îslamê dagîr kiribûn, ne ku çûbûn xeza yan cîhadeka li Daru’l herbê, yanî a ku Kurd jê re dibêjin Kafiristanî.

Li gor îslamê cihada nav Daru’l îslamê hem li hemberê xelkên misilman hem yên ne-misilman ên ku fermanrewatiya dewleta îslamê qebûl kiribûn (zimmî) heram e. Merîfeta Selçûqiyan a herî diyarkirî ew e ku ew wek qewmekî misilman hatin, wan dest danî ser sifreya hazir ya dewleta Xelîfetiya îslamê.

Li nav erdên Daru’l îslamê ew ne xwedan milk bûn, ne ji gelên otokton ên deverê bûn. Welatê xwe li Asyaya Navîn bicîhiştibûn, welatekî/milkekî wan ê bavû kalan tunebû. Wan gava welatek, deverek, yan bajarek zeft dikir jî, di nav serweriya Dewleta Xelîfetiya îslamê de bû, ew der nedibû milkên wan. Çi misilman çi xeyrê Mislim, di bin qanûna îslamê de dijiyan. Îslamê helal nedikir ku Selçûqî dest deynin ser milkên misliman an xeyrê-mislim û bikin yên xwe.

Zeftkirineka bi darê zorê a bajarekî, deverekê an welatekî buya jî wan dikaribû tenê mafê îqtatiyê; yanî îdarekekirna wan deran bi fermana Xelîfeyê îslamê, li ser esasê berhevkirina bac, xeraca ji hatinên deverê, para xwe jê hilaniyana û ya din bişandaya navenda xelîfetiyê.

Bi vacayî îdîayên dîroknasên Tirk, îdareyên deverî yan navendî yên ku wan bidest dixistin, bi maneya îro a ku em tê digihîjin ne dewletên Selçûqiyan, lê meqamên burokrasiya dewleta îslamê ên Xelîfetiya Ebbasiyan bûn.

Dewleta îslamê ji xwe hebû, ku ew Xelîfetiya Ebbasiyan bû, li deveran jî hem dewletên miletên otokton, hem jî îdareyên deverî yên ser bi navenda Xelîfetiyê/Bexdayê hebûn. Îdîaya ’’Dewleta Selçûqî’’ di nav, yan li ser dewleta Xelîfetiyê muhtacê zelalkirin û têgihandineka ilmî ye.

Ya hê maqûltir ew e ku wek emîr, reîsên eşîrên Selçûqî wek fermanber post û meqamên burokrasiya Ebbasiyan bi dest dixistin. Hêzên eskerî ne orduyên nîzamî,  çekdar û siwariyên eşîrên wan ên milis ên seyar bûn ku li ser esasê xeza û talanan, vegirtina çêregehan tevdigeriyan. Kadroyên wan ên wezîrtiyê, rêvebiriya li ser esasê îslamî û bi eslên xwe ecem, ereb, Kurd û ji qewmên din ên deverê bûn.

Wek di vê xebatê de hatiye behskirin ancak piştî sala 1055’ê Tugrul Beg biryara avakirina orduyeka nîzamî ya ji koleyan pêkhatî da. Gava em li Şerê Melazgirê ê 1071’ê dinêrin em li wê derê dibînin ku Alparslan xwedan mihafizên taybet ên ji çar hezar eskerên nîzamî yên ji kolayên Tirk pêkhatî bû. Eskerên din yên orduyên hers ê dewletên Kurd; Merwanî, Rewadî û Şeddadiyan bûn.

Mesela destpêkirina avakirina medreseyên Nîzamiye ên ji bal wezîrê binavûdeng ê ecemnîjad Nîzamu’l Mulk di dewra Melîkşahê kurê Alparslanî de jî mihaweleya gihandina burokrasiya pêdivê ya ji bo avakirina dewletê ye. Lê ji ber şerên navxwe yên Selçûqiyan ên ji bo desthilatê û piştî mirina (li ser vê jî newekhevÎ di navbera dÎroknasan de heye, hin îdÎa dikin ku nexweş ket mir, hin jî dinivîsin ku ew hat jahrdadayîkirin) Melîkşah di 1092’yê de ev proje biser neketin.

Gelên otokton ên nav Daru’l îslamê ên wek Kurd, Ecem û Ereb yan ji berê de xwedan milkên xwe û îdareyên xwe yên dewletî bûn, milkiyet jî hukumranî jî yên wan bûn, yan jî di demên xezayên ku wan li Daru’l herbê bidest xistibûn, kiribûn milkên xwe. Îslamê rê dida milkiyeteka wiha ya ji Daru’l herbê, lê rê nedida ku dest bê danîn ser milkên xelkên berê yên hukumraniya îslamê qebûl kirî, çi misilman bin yan Kafir.

Ne bêsebeb e ku di dinya îslamê de gava ’’milk’’ tê gotin, qesd jê ’’ dewlet’’ e. Gotineka bi Tirkî heye dibêje ’’Adalet mülkün temelidir’’ (Bingehê dewletê edalet e).

Sîstema îqtatiyê, yanî rêvebiriya burokratîk a ku emîr an fermanberekî gava bi îqtatî deverek îdare dikir, ew tenê xwedan wan mafan bû ku ji bac û xeracên wan deveran îstîfade bike, wî ne dikarî ew dever bikirana milkên xwe, eger bi kirînfirotina şexsî ne be, ew nikaribû bibe xwedan milk. Îdareya îqtatiyê rasterast mafê milkiyetkirinê nedida. Her wiha îqtatiya deveran bêyî fermana Xelîfe an wekîlên wî ne hetahetayî ji xwediyên îqtayan re dima, ne jî derbasî mîrasgiran dibû. Bi fermanan dikaribû ji rêvebirên/emîrên îqtayan bên stendin.

Yek ji wan sebebên ku fermanber û emîrên îslamê, tim bihewes bûn berê xwe bidin Daru’l herbê cîhad û xezayan, dest deynin ser milkên kafiran wan bikin yên xwe, ev sîstema îqtatiyê bû.

Yek ji zeîfî û sînorkiriya Selçûqiyan ew bû ku ew ji îqtatiyê wêdetir nikaribûn biçûna. Kare bê îdiakirin ku her çendîn di dema qirnê navîn de dewletên modern ên ku em niha jê fahm dikin tunebûn, hukumetbûn û dewletbûn pirr nêzî hev bûn di mane û naverokên xwe de jî, Selçûqî çi yên piçûk çi jî ya mezin, ji dewletbûnê zêdetir, hukumetên burokrasiya Xelîfetiya Ebasî bûn.

Hin dîroknas dixwazin sîstema îqtatiyê a gelek berfireh a nav xelîfetiya Ebasiyan weka meziyeteka teybetî a Tirkan nîşan bidin ku goya ev sîstem bi xwe re hê ji Asya navîn anîne. Lê ne welê ye. Ya rastî ew e ku, Sistema îqtatiyê ne taybetî ye bi Selçûqiyan ne jî bi civakên îslamê. Ev sîstem bi navê cuda di hemû dewletên û bi taybetî împaratoriyên dewra kevn de hebuye. Her wekî di dewleta Romaya Rojhilatê de jî sîstem hebû. Ya rasttir ew e ku îqtatî, temsîla post û meqamên burokrasiyê dike ku di xizmeta dewletekê de dike, ne ku ew dewlet bi xwe ye.

Pêlên Peydabûna Nifûsa Kurdan li Anatolyayê; Nav Erdên Împaratoriya Romaya Rojhilatê

Mesela hebûna Kurdan li Anatolyayê ne wek ya Tirkan e. Kurd miletekî otokton ê deverê ye û ji berî îslamê jî, ji berî mîladê jî li vê deverê dijî.

Pêwendiyên Kurdan bi civakên wendabûyî û yên mayî yên deverê re hebûn. Pêşiyên wan di nav Hurrî û Mitaniyan, Medî û Parsiyan de weka Kardukî rolên mezin ên desthilatdariyê lîstine. Li gel miletên semîtîk, ên aryayî, yunanî/grêkî û ermenî xwedan pêwendiyên her warê jiyanê bûne. Hem di şeran hem jî şahiyan de bi wan re tevî hev bûne.

Mediyan, Persiyan û Sasaniyan gelek caran bi amancên tîcarî û danûstendinê jî bi hedefên zeftkirina erd û desthilatan jî bi awayekî kîtlewî çûne xwe gihandine nav erdên ku nuha ji wan re tê gotin Anatolyaya navîn û ya rojava. Kurdan di nav van bizavan de beriya îslamê jî piştî hilatina wê jî, berî Împaratoriya Romayê û di dema wê de jî hebûna xwe nîşan dane.

Ev behseka giring a taybetî ye ku divê dîroknas wê bi her awayî derxin meydanê. Lê piştî derketina îslamê û belavbûna wê û bi taybetî di sedsala 11ê, 12ê û 13ê de seferên kurdan û çûnûhatinên wan ên Anatolyayê, heta Stenbolê, peravên Deryaya Reş, Marmarayê, Egeyê (Deryaya Giravan) û Deryaya Sipî îdî bûne karên bizavên bi komî, yên xurt, ên li gel orduyên mezin, bûne tevgerên rojane.

Bi taybetî piştî hatina Tirkan a vî alîyê Maveraunnehrê, têkiliyên wan ên bi Kurdan, Ereban û Farisan re rewşeka nuh peyda kir. Ji ber ku Daru’l îslam li serhedên rojavayê Kurdistanê, Ermeniyayê, Kapadokyayê, Kîlîkyayê û Bîladê Şamê bûbû cîranê Împaratoriya Romaya Rojhilatê û Tirkmenên Oğuz û Selçûqî jî îdî bûn şirîkên seferên ber bi Daru’l herba rojava ya nav erdên Împaratoriya Romayê seferên ber bi rojava de rengekî din wergirt.

Bi taybetî di encama şer û talanên Tirkmenan û rêveberên wan ên xurt Selçuqiyan de, her wiha ji ber hilweşiyana emaretên Kurdan û wendakirina meqam û postên xwe di asta burokrasiya navendî û hiyerarşiya wê ya ji jor ber bi jêr de, pêleka giring a nifûsa Kurdan ji warên bavûkalan veqetand, ber bi warên din ên dinyayê de pekand; zêdetir jî ber bi rojava, bakur û bakurê rojava ve…

Di sedsalên duwazde, sêzde û çardeyan de, ji bo peydakirina desthilat û postan, pirranî jî ji ber reva bi hatina pêlên moxoliyan û herî dawîn yên Tîmûriyan, pêlên rev û koçan gelek berfirehtir bûn, ber bi Anatolyayê, bakur; erdên Romên Pontusan, Gurcistanê û Ermenistanê ve belav bûn, derbasî Qefqasyayê bûn.

Moxol û Tîmuriyên ji Asyaya Navîn hatî, di pêlên xwe yên ber bi Rojavayê; Ecemistanê, Kurdistanê, Erebistanê, Azerbaycanê, Qefqasyayê û Anatolyayê de, ferqî nexist navbera Tirkmen, Kurd, Ereb û Eceman, misilman an Xristiyanan, hemî dan ber kuştin, wêran- û talankirinan.

Bi vê pêlê re Oxuzî, Xwarezmî û Tirkên din jî xirabiyên berê ku dianîn serê gelên otokton ên van warên li jorê binavkirî, vê carê ew tûşî wan bûn. Moxolan ew gelek êşandin, hincirandin. Tirkmenên Oxuz, Kurd, Faris, Ereb, Rom û Ermenî, Asûrîyên misilmanbuyî û hinên nebûyî jî bi zexta van pêlên Moxolî û Tîmuriyan reviyan, heta Rojavayê Anatolyayê; nav erdên Romaya Rojhilatê hatin. Li wan deran gelek erd, bajar û kele feth kirin, dewlet û emaret ava kirin.

Lê gava meriv bala xwe bidiyê li Rojavayê Anatolyayê hebûna Fars û Ereban gelek gelek kêm bû. Ew vekişiyan warên xwe yên berê. Yên li Rojavayê Anatolyayê li warên Romên Pontusan, Gurciyan, Ermeniyan û Qafqasyayê rex bi rex li gel hev man an têkilhev bûn, Tirk, Kurd û ew Rom, Gurcî û Ermeniyên misilmanbûyî û Moxolên jibermayiyên piştî vakişiyana Îlxaniyan bûn.

Ev gelên têkilhev ên misilman, li hember dinyaya dervayî Daru’l îslamê, Romayiyan, Xristiyanên deverê û Xaçperestan li ser navê hevparî û hevkariya îslamê bi hev re tevgeriyan. Lê ji aliyekî de, di nav xwe de ji bo desthilat, post û dewlemendiyan şerê hev jî kirin.

Bes fenomenek jî tê dîtin ku pirraniya Ermenî û Gurciyên misilmannebûyî yên li deverên xwe desthilatdar, bi Moxoliyan re lihevkir, bi hevkarî êrîş birin ser misilmanên binavkirî.

Pêla gelên Asyaya nêzîk; Diyarê Ecem, Kurdistanê, Erebistanê ji yên ku warên xwe bicîh hiştî hat, bi minasebeta pêlên îstîlayên Moxoliyan gelek zêdetir bûn ji yên dewra îstilayên Oxuz û Tirkmenan.

Hê berî Moxolan li başûr û başûrê Rojhilatê Daru’l îslamê, li Bakurê Afrîkayê, bi taybetî li Misir, Yemen û Erebistanê dewletên mezin ên îslamê ava bûbûn. Dewletên Tirkên misilman berê wek ên Tirkên kole/memlukî yên ku bûbûn xwedan meqamên bilind; atabeg, serdar û emîr peyda bûn.

Kurdên Eyûbî biserketin, wan împaratoriyeka mezin li Afrîkayê, Rojhilata navîn û Kurdistanê ava kir. Vê diyardeyê, statu û rola Kurdan li deverê bilindtir kir. Loma Kurdên dewreka berî hatina Moxolan û yên dewra wan, ber bi rojava; nav erdên Bîzansiyan ve herikîn, ku ev ne ji ber revê lê zêdetir ji ber bihêzbûnê û daxwaza berfirehbûnê jî bû…

Du dewletên mezin, Selçûqiyên Romê û Eyûbiyên Kurd, hevkariya wan a li gel hev li hemberî Xaçperestên Latîn û Ewropayî; tifaqa Kurd û Tirkên ku diherikîn rojavayê Anatolyayê xurttir kir.

Dewleta Selçûqiyên Romê her çendîn roleka mezin da bera wan Selçûqiyên kul Tugrul, Çagrî û Alparslan xedr liwankirî, a ber bi Bîladê Şamê, piştre jî nav axa Romaya Rojhilatê ve terkediyarbûyî. Lê Kurd jî bi hebûna xwe ya li wê derê, bi emîr, fermande, serdar, eşîr û nifûsa xwe ya eskerî ya şerkar di nav Dewleta Selçûqiyên Romê de ji navenda saltanatê heta serhedan rolên mazin leyistin.

Ku Dewleta Eyyubî ava bûbû û gihabû asta Împaratoriyê, herwekî li Sûriyeyê, Misrê, Yemenê û Afrikaya Bakur, li Kîlîkya-Kapadokyayê, Ermeniyeya Rojavayê û erdên din ên Romaya Rojhilatê li cografyayeka berfireh erd xist destên Kurdan, civakên Kurd bi armancên cuda ber bi wan deran ve herikîn û koloniyên wan durust bûn. Xan û mîrên Kurdan, serdar, şerkar û nifûsa wan a eşîrên koçer ji derfetên dewleta Eyubîyan dayî îstîfade kirin.

Li cîhana îslamê Kurd him bi asteka şaqûlî ya hiyerarşîk bilind û bihêz bûn, him jî afakî; ber bi cografyayeka nuh berfireh bûn. Li nav erdên Afrîkayê û Yemenê dûrûdirêj nesitirîn lê li nav wan erdên ji Romayiyan wergirtî bicih bûn, desthilatdarîyên xurt bidest xistin û roleka wiha kartêkir lîstin ku tesîra encamên wê di roja me ya îro ya modern de jî xwe nîşan dide.

Yên Tirk; berê atabeg û bira û pismamên ji xanedaniya Selçûqiyan yên ku ji ber nakokiyan, rîsk û tehdîd dihatin dîtin û ew nêzî navendên desthilatan nedihatin bicihkirin, ber bi perîferiyan, serhedan û asêgehan ve dihatin qewirandin, piştre jî bi hilweşiyana desthilat û hukumdariyên Selçûqîyên hukumran ên nav Dewleta Ebasî yên ku Tirk ji wan re dibêjin ”Selçûqiyên Mezin”, dûvre bi êrîşên dijwar û kavilker ên Moxoliyan, bermayîyên wan, berê xwe dan Anatolyaya bin destê Romayê. Kurd û Tirkmenên Selçûqî û ne-Selçûqî, pêkhateyên gelên misilman ên din li nav erdên Romayê berfireh bûn, bajar, kele, ax û desthilatên nuh ên ne-misilman xistin dest xwe, nîfûsên misilman, rêber, alim û murşid (yên ku ”kafir” misilman dikirin) diguhêztin nav nifûsa van waran.

Zemînekî dagirkeriyê û jiyanê yê nuh ji bo misilmanan peyda bû. Bi hezaran, deh hezaran nifûsên Kurd û Tirkên derfetwendakirî li gel emîr û serdarên xwe hatin li van deran bicî bûn.

Dîroknasên Tirk, çavên xwe lê bigirin û piştguh bixin jî, peydabûna Dewleta Selçûqiyên Romê li Klikyayê, Kapadokyayê, li Anatolyaya navîn û rojava, li peravên Deryaya Egeyê, demeka gelek kurt be jî heta Marmarayê çûyin û ji bo demeka kurt be jî fetihkirina Îznîkê û paytextîlankirina wê, xwe nêzîkkirina li Bosforê/Tengava Îstanbolê, her çendîn bi hatina sefera yekê a Xaçperestan paş de vekişiya be şûnwarên xwe yên destpêkê; Qeyseriyê, Sêwasê û Qonyayê, piştre hemleya wan a duyê a belavbûna nav axa Romaya Rojhilatê qasî sedsalekê girtibe jî, vê carê biserktina wan û avakirina dewleta mezin a Selçûqiyên Romê, di musulmanbûyina Anatolyayê de, ji Şerê Melazgirê gelek gelek mestir rol leyistiye. Heta kare bê îddîa kirin ku Şerê Melazgirê roleka ciddî ya kartêkir nelîstiye.

Bi rexmê îdîayên Tirkan, Selçûqiyên Romê û dewleta ku bi serokatiya wan hat avakirin tu carî nebû beşeka an berdewamiyeka ku tê gotin ‘a Dewleta Selçûqiyan a Mezin’. Ji bo ku ew dewleta ji bal Selçûqiyên kurên Îsraîl/Arslan, ji wî jî yên Qutalmiş hatiye avakirin, a wan kesan e ku Selçûqiyên Tugrûl û Çagrî ew ji nav xwe qewirandin, li nav erdên Romayê li pey wan geriyan da wan bikujin, têkbişkînin, li derveyê hidûdên xwe nehêlin bibin alternatif, li hemberî wan derkevin.

Heta ji ber vê, Alparslanê ku li Melazgirê Împarator Romen Diyojen êsîr kir, bi împarator re li hev kir ku ew wan bajarên misilmanan ên ku dagirkirine teslîmî wî bike, bi vî şertî ew zû berda. Di ser de, heqê riya wî û mesrefên wî jî dayê da ew dereng nemîne, firsendê ji dest dernexe. Dewleta Selçûqiyên Romê bi rexmê hemî îrade û mihaweleyên desthilatdarên Selçûqiyên li nav Dar’ul îslamê, rêgiriyên wan ên bi her awe midaxeleyan, şer û kuştin û planên wan ên bi hevkariyên hêzên dijber avabû.

”Selçûqiyên Mezin” ji bilî ku dest danîn ser hiyerarşîya bürokrasiya karûbarên dunyewî yên Dewleta Ebasî, yanî rûniştina li ser sifreya cîhana îslambûyî pê ve tu tişt nekir. Selçûqiyên Romê, li gel Kurdan û gelên misilmanbûyî yên cuda li diyarê Daru’l herbê bi cîhad û xezayan erdên xeyrîmusliman fetih kirin, wan dewletek ava kir û dînê îslamê ber bi wan deran ve, yanî Anatolyayê ve berfireh kir.

Moxolî Dewranekê Bûn Efendiyên Rojhilatê Bîzansê û Seranserê Anatolyayê

Pêlên mezin ên Moxolan yên ku li dor nîvê pêşîn ên sedsala 13ê (1200-1250) hatin, qîma xwe tenê bi vegirtinên cîhana îslamê neanîn. Her wiha ji bo ku nekarîn ji çemê Feratê berjêrtir ber bi Diyarê Şamê, Misirê,Yemenê û Afrîkayê ve biçin, wan jî berê xwe zivirind ber bi rojava ve, ew jî ber bi erdên Împaratoriya Romayê ve herikîn, şerê Selçûqiyên Romê û hevkarên wan kirin, ew di qonaxa demeka gelek kurt de hilweşandin (1243 Şerê Kosedagîyê), piştre berê xwe dan serhedên Romayê, Anatolyaya Rojava, hem li gel misilmanên berêhatî hem jî li gel Xristiyanan ketin nav şer û pevçûnan.

Di nav van pêlan de Xwarezmiyên di navbera qewirandina Xezneyiyan û êrîşbiriya Moxolan de asêkirî jî hebûn. Ew jî ji erdên Xorasanê ber bi rojava ve qetiyabûn, heta Kîlîkyayê, Kapadokyayê deşt û beriyên bakurê çemê Firatê hatibûn, ji wê derê çûbûn ketibûn xizmeta Sultanên Selçûqiyên Romê, lê demekê şunda ji bal wan ve paşde qewirandî mabûn, hetibûn Bakurê Bîladê Şamê, başûr û rojavayê Kurdistanê.

Bi vî awayî ji Anatolyaya navîn û rojava, ji Deryaya Sipî (Mediterranien), Egeyê ber bi bakur ve Deryaya Reş, seranserê Paflagonyayê, Karîyayê, Tirkmenên bi serdariya sultanê Selçûqiyên Romê, Kurd, Xwarezmî û Moxolan wak pêkhateyên misilman cih girtin. Rom, Ermenî, Gurcî, Asurî- Suryanî, gelên Xristiyanên Ortodoks yên din, ji xwe ji berê de li van deran bûn. Beşên giring ên ji wan ên misilmanbuyî jî hebûn.

Ku rola Kurd û Tirkan li Diyarê Şamê, Rojhilatê erdên Romayê bilind û bihêz bû, hêzên misilmanên Ereb û Ecem vekişiyan ber bi deverên xwe yên Ereb, înterese û hêza wan a xeza û cîhadê şikiya. Lê wek ilim, dîn, marîfet û medeniyet rola alim, şêx û zanayên Ereb û Ecem her berdewam kir.

misilmanên ku di van qonaxên dûrûdirêj de herikîbûn rojava, hem misilmanên Sunî, hem jî yên şîe, yên Îsmaîlî, Wefayî[3], Nuseyrî, Êzîdî û Durzî bûn.

Eşkere ye ku xelîfe û murşidên Wefaiyeyê ku damezrênerê wê Tacu’l Arifîn Ebu’l Wefayê Kurdî di misilmanbûyinê û belavbûna îslama heterodox de roleka sereke leyist. Bi vê maneyê diyar e gava di sedsala 11’ê de Tirkên Oxuz ên Selçûqî hatin û piştre di seferên nav Romayê de, di avakirina Dewleta Selçûqiyên Romê û dawîyê jî di damezrandin û berfirehbûna Dewleta Osmanî de, Kurdan mamostatî û rêberiya misilmanbûyina Tirkan kiriye û midetekî dûrûdirêj ew îrşad kirine. Serkêşiya ilm û îrfanê di nav wan de kirine, di avakirina dewletan de, peywendiyên nevbera desthilatdar û teb’ayan de, her wiha di yên navbera teb’ayan bi xwe de ew fêrî nezeriye û cîbicîkirina jiyana li ser esasê hiqûqa îslamê kirine.

Di salên pişt re de, bi taybetî bi destpêkirina Seferên Xaçparêzan de Frenk/Latînî jî ji Ewropayê hatin. Êrîşên wan ên esasî li ser cîhana îslamê bû lê dijberiyên wan ên li gel Împaratorên Romaya Rojhilatê û li gel gelên Xristiyan ên Ortodoks ên deverê jî hebûn. Ev dijberî gelek caran gurr dibûn. Ji van dewran de Xaçparêzan nêzî sedsalekê paytexta Romaya Rojhilatê Konstantînîye/Stanbolê di destê xwe de hişt, Împaratorên Romayê reviyan alî Asyayê, wan Îznîk kir paytexta xwe ya miweqet.

Moxolên Îlxanî yên ku heta Rojavayê Anatolyayê hatin ji rabûn-runiştinên li gor zanyariya kûr a îslamî dûr bûn, hin ji wan ne misilman jî bûn. Em Tîmûriyan jî hesab bikin qasî du esran li van deran man, piştî texrîbkirinên gelek giring, ketin nav krîzan bi dijberên nav xwe re.

Êrîşên wan ên nuh ên der û dorê her ku çûn jar ketin, vekişiyan qalikên xwe yên li Asyaya Navîn; Moxolîstanê. Ji wan, gelek bermayîyên hindik, li van deran man. Lê navên Moxolî û yên zimanên Tirkî yên cuda li ser navên gelek deşt, newal, kele, bajar û warên van deran man.

Herwiha ji bo ku ew ne bawermendên îslamê yên xurt, zane û sadiq bûn, zêdetir bi baweriyên xwe yên şamanîst tevdigeriyan û rengê xwe yên vê baweriyê tevî rengên cuda yên mezheb û terîqetên îslamê dikirin, li hember îslama sunne di dereceya yekê de pal dan mezheb û baweriyên tesewifî yên nuh. Ev, bû sedemê rengînbûna baweriyên nav îslamê. Di pirrengî û pirçêjiya nav îslamê de roleka Moxolên pragmatîst peyda bû, şîitî, mezheb û riyên tesewifê yên heta Qizilbaşiyê ji vê pragmatîzmê û ”xweşbînî”yê îstîfade kir.

Hebûna Xwarezmiyan jî Di Vê Dewrê de, Ber bi Wendabûnê Ve Çû

Ew bi awayekî bazdayiyên ji pêkhateyên herdu aliyên Maweraunnehrê, bi taybetî yên ji ber êrîş û lipeyhatiyên Moxolî bûn. Xwarezmî heta nav Selçûqiyên Romê hatibûn. Sultanên Selçûqiyan li hember sedaqeta wan a tevayî û xizmetên wan hin cih û warên sitirînê dan wan. Lê çavê Xwarezmiyan li bilindahiyan bû.

Yên ku wan dikirin, li hemberî berjewendî û siyasetên Selçûqiyan û Eyubiyan bûn, xeter dianîn ser desthilatên wan, tevlihevî li nav erdên bin destên wan derdixist. Di encama darbeyên van herdu dewletan de, carina ên yeko yeko, carina jî yên bihevre, Xwarezmî zû şikiyan, belav bûn, vegeriyan di ser bakurê Bîladê Şamê, Kurdistanê û Azerbaycanê re mihawele kirin, vekişin cihûwarên bavûkalan.

Ew gelek dirinde bûn, li ser riya xwe li alî Meraşê, Adiyemanê, Helebê, piştre li zozanên Diyarbekirê û Farqînê, li alî Nisêbînê, Cizîrê û Musilê zerarên mezin didan xelkên deverê.

Berê li serhedê, li devera bi navê Yassi Çemenê Sultanê Selçûqiyan Alaeddîn Keyqubad ê 1’ê û Sultanê Eyyubiyan El Kamil bi hevkarî di şerekî dijwar de ew şikandin. Ordiya Celaleddîn Xwarezmşah belav bû, ew bi beşek ji yekîneyên xwe yên mihafizên xwe re di ser Bedlîs û Meyafarqînê re ketin nav mihaweleya ku biçin aliyê Mûsilê û Cizîrê. Lê li çiyayên dora Farqînê Kurdekî ku ew nasnedikir bi daxwaza destdanîna ser alavên biqîmet ên li gel karwanê wî, ew kuşt. Piştre hat fahmkririn ku ew Celaleddîn Xwarezmşah e, cenazeyê wî birin Farqînê li wê derê hat veşartin.[4]

Celaleddîn Xwarezm Şah gava derûdora Tebrîzê, Melazgirê û Exlatê talan dikir, ji bo ku Melîkeya Kurd a Eyubiyan a bi navê Tamta, alîkariya Melîkeya Tirkmen a Tebrîzê kiribû da ew ji Keleya Tebrîzê bireve bê Exlatê, jê hers bûbû. Tevî ku Tamta hevjîna Melik Eşrefê Eyyubî bû jî, Melik Eşref wê wextê li paytexta Eyyubiyan a duyê; Şamê bû, Celaleddîn bi darê zorê Tamtaya Kurdnîjad li xwe mahr kir. Helbet ev mahr li gor îslamê betal bû, ew jina mahrkirî ya Melik Eşref bû.

Li gor hin îddîayan berî ku Celaleddîn Xwarezmşah Melîke Tamtayê mehr bike, sê şevan bêyî mahr ew li cem xwe hiştibû û bi zorê zîna pê re kriribû. Celaleddîn Xwarezmşah gava ew welat zeft kirin bi keça Emîr Şeref Xanê Mîrê Bedlîsê re jî zewicî. Bi vî awayî xizmayetî di navbera Emîr Şeref û Celaledîn de peyda bû.

Seferên ji Asyaya Navîn û Rojhilatê Ecemistanê li Anatoliyayê Diyardeyên Nuh Peyda Kirin

Helbet sefer, koçkirin û îstîlayên Selçûqî, Moxolî, Xwarezmî û Tîmûriyan gelek bilezûbez, sert û dijwar hatin lê wek hatûçûnên sivik ên demkurt hema derbas nebûn.

Ji destpêka sedsala 11’ê heta nîvê sedsala 13’ê bû dewra sefer, dagirkerî û desthilatdariyên Tirkmenên Selçûqî, ji nîvê sedsala 13’ê heta serê sedsala 15’ê bû dewra pêlên îstîla, talan û serdestiyên Moxolan ku xwe gihandibûn heta peravên Deryaya Egeyê (Deryaya Giravan), Bursayê, çiya û palên rojhilatê Îzmîrê, Marmarayê, Deryaya Reş. Li ser hev ev dewra dagirkerî û kavilkeriyê 300-350 salan kêşa.

Her çendîn hatina wan bi zordarî, komkujî û kavilkerî be jî, piştre desthilatdariyê û heddê berpêşçûyina ber bi rojava de, ew li Anatolyayê rawestandin, hêdî hêdî li ser wan erdan ber bi cîwarbûnê, jiyana berhemderîyê guherîn. Lê karên wan ên eskerî, serdestî û destdanîna ser rêberiyên gelan her esasîn bûn. Bivê nevê beşek ji wan cîwar bûn, ketin nav têkilîyên gelên cîran, danûstendinên aborî û kulturî peyda kirin. Di siyasetê de geh şer û pevçûn geh jî aramî û aştî bû.

Selçûqiyên Romê Ne Tenê Bûn

Gava Selçûqiyên Romê hatin nav erdên Bîzansê, li gel wan çi bi sere xwe Kurd, Ecem û heta dereceyekê Erebên misilman jî hebûn.

Bi taybetî Kurd ji tarîxên gelek kevn de wek gelekî otokton ê deverê û cîranên rasterast ên Romên Romaya Rojhilatê bûn. Ji berê de çûnûhatina wan a nav Romayê heta Konstantîniyê bi armancên aborî û bazirganî, danûstendinan û pêwendiyên sîyasî, dîplomatîk, kulturî û eskerî hebûn. Rom, Ermenî, Gurcî, Asûrî-Suryanî û Keldaniyên Xristiyan û yên piştre misilmanbûyî hebûn. Piştre, Moxolî, Xwarezmî û Tîmûrî ji rojhilatê, yên ji Asyaya Navîn û Maweraunnehrê herikî hatî, ji sedsala 11ê pêve Xaçparêzên Frenk, Latînî û Germenan yên bi seferên li pey hev hatî jî ji Rojava; Ewropayê ber bi Rojhilatê; Anatolyayê, cîhana îslamê, Filistîn û Qudsê ve hebûna xwe nîşan dan. Demekê ji bakurê Deryaya Reş, ji Qirimê Tatar hatin anîn, gelek ji wan venegeriyan, li Anatolyayê bicih bûn.

Hebûna Bicihbûyî ya Kurdan li Anatolyayê bi Selçûqiyan re Paşê bi Osmaniyan re

Gelên misilmanên cuda di cîhad, xeza û fethan de li gel hev bûn, ji ber ku Selçûqî, piştre jî Moxolî serdest û serkêşên van seferan bûn, derfetên wan ji yên gelên din zêdetir bûn.

Bi taybetî eşîr û emîrên Kurd û Tirkmen gelek aktîf bûn, wan hem di îdareya navendî ya desthilata Selçûqiyên Romê û navendên ilim, îrfan, îrşad û îbadetan de cih girt hem jî bi hêz û eşîrên xurt ên serkeftî, bûn parêzer û fatihên serhedên Romayê, bûn mîrên serhedan û emîr/mulûkên sewahîlan ku Tirkan ji wan re digot ”uc beylerî”. Hem serhedên bejayiyan yên Kariya û Paflegonyayê hem jî peravên Daryaya Sipî û Deryaya Egeyê û giravên wan ên ji Qibrisê, bi taybetî ji Rodosê bigire heta derûdora deryayî ya Îzmîrê di destê Kurdan de bû.

Piştî ku Moxolî di demeka nedirêj de bûn împaratoriyeka dewasa ya cîhanî, şaxê wan ê başûrê rojava; ji welatên Ecem, Azerbaycanê, Ermenîstanê, Gurcistanê, Kurdistanê, Iraqên Ecem û Ereb heta rojavayê Anatolyayê; peravên Marmarayê û Egeyê bû para neviyê Cengiz Xan yê bi navê Hulagu Xan û navê Dewleta Îlxanî li van erdên bin desthilata Hulagu Xan hat kirin. Piştî Hulagu, mîrasgirên wî û rêvebirên xizm, dost û nêzîkên wî yên sadiq ev war îdare kir, ew yan dibûn xan (îlxan) yan jî waliyên giştî.

Di şerê Kose Daxiyê (Köse Dağı) yê sala 1243yê de, Îlxanîyan zora Selçûqiyên Romê bir. Têkçûna Selçûqiyan bû destpêka dawîlêhatina Dewleta Selçûqiyên Romê. Wan berê stû li Moxoliyan xwar kir, piştre bi sedemên vasalî û gavbigav pêbestiyên derecebiderece şidiyayî, dewleta Selçûqî hukumranî wenda kir, jar û bêkêr bû. Otorîteya desthilata navendî mehiya û ber bi tekçûnê ve çû.

Li nav axa dewletê, bi taybetî li perîferiyan, navendên desthilatdariyên cuda yên nuh serî hildan. Mîrekiyên ku berê ser bi desthilata navendî ya Selçûqiyên Romê ve bûn, ber bi nîv-serbixweyiyê, meyldariya ber bi guhdana Moxoliyan, hetta xwebestina bi xanên Îlxaniyan ve çûn.

Selçûqî di encamê de di nîvê duyê yê sedsala 14 ê de belav bûn. Mîrekîyên ku vê demê û heta despêka sedsala 15ê desthilat girtin destê xwe û xwe îdarekirin, bi dereceyên cuda be jî bi Îlxaniyan ve hatin bestin.

Demeka ne dirêj, piştî van diyardeyan, di nav desthilata Îlxaniyan da ya ku navenda wê berê Meraxe û piştre Tebrîza li nav axa Kurdistanê û Azerbaycana niha ya Ecemistanê/Îranê bû, rikeberî û pevçûnan li ser desthilatan û derfetên desthilatdariyê destpêkir. Vê, rê vekir ku Moxolî dev ji erdên berfireh ên bin desthilata xwe berdin û ber bi qalikê xwe yê li rojhilatê yanî Moxolistanê ve vekişin.

Derzên mezin li dewleta Îlxaniyan ket. Ji warên ew vekişiyayî mîrên serhedan û yên sahilan ên ji Selçûqiyan mayî, dewletên nuh ên serbixwe îlan kirin; Dewleta Mendeşahî/Menteşayî, ya Candarî (Îsfendiyarî, Qizil Ehmedî), Dewleta Şadgelî/Şadgeldî/Amasyayê, ya Germiyaniyan, ya Eşrefî, Hemîdî û Remezanîyan, Aydinîyên Kurd û Tirkmen mişterek, Dewleta Qeremaniyên Tirkmen û hw din avabûn. Dewleta Osmanî gelek piştî serxwebûna van wek begîtiyeka piçûk dest bi jiyana xwe kir.

Dîroknivîsê Bîzansî yê wê demê Pachymeres dinivîse ku Osman [Beg ] berê serdarekî eskerî (subaşî) yê hakimê Qestemoniyê (emîrê Çobaniyan/Şiwaniyan, piştre emîrê Candariyan) bû, wî gelek êrîş dibirin ser erdên derûdora Îznîkê ê Bîzansiyan. Di encamê de ew der zeft kirin. Piştî ku beşek erd li alî Îznîkê, Eskîşehirê û Bursayê bidestxist, Osman Beg mîrîtiya xwe ya li ser esasê vasaltiya Candariyan ava kir.

Gelek pişt re ku wek begîtiyeka herî rojava a Daru’l îslamê ciyê piyên xwe girt, firsend dît di Tengava Çeneqaleyê (Dardanelê) ya navbera Deryaya Marmarayê û ya Egeyê re derbasî Trakyayê û Balkanan bû, li wê derê erdên xwe berfireh kirin. Bi vê re Osmaniyan jî serbixweyiya xwe îlan kir.

Dewleta piştî Selçûqiyan a herî mezin a despêkê ya Qeremanî ya Tirkmen bû. Piştre Osmanî bi saya seferên ser Trakyayê û Balkanan (ku ew war Daru’l herb qebûl dibûn) mezin bûn, wan vê carê berê xwe da mîrektiyên Tirk û Kurd ên serbixwe. Di encama keftelefteka dûrûdirêj de ev mîrekî hin bi lihevhatinan, hin bi darê zorê tevî Osmaniyan bûn, bûn beşeka ji wan. Dewleta Osmanî bi vî awayî derket meydanê.

Bi hilweşiyana Selçûqiyên Romê û vekişiyana Moxoliyan re du pêl emaretên serbixwe yên li Anatolyaya Rojava peyda bûbûn: Qeremaniyên ji Tirkmenan û Romiyên misilmanbûyî, Germiyanî, Candarî, Mendeşahî, Aydinî, Sarûxanî, Eşrefî, Hemîdî û Weledên Remezan bûn.

Pêla duyê ya mîrekiyan jî Eretnayî yên Moxolî, Mîrtiya Qadî Burhanedînê qadiyê Eretnayiyan ku gav bi gav ev hukumdarî ji destê wan derxist û desthilatdariya xwe îlan kir, Emîrtiya Şadgeliyên Kurd a Amasyayê, Mîrekiya Weledên Taceddîn a li Erzincanê, Begîtiya Mutaherten bûn. Osmanî di dawiya pêla yekê de hatin, bi pêla duduyê re mezin bûn û yên din hemî dabelihandin.[5]

Pêla pêşî, pirtir piştî hilweşiyana Selçûqiyan, ya duyê jî bi vekişiyana Moxoliyan a ji Anatolyayê û Asyaya Nêzîk rabû.

Dewra serbixweyiya van herdu pêlên emaretan jî piştî derketina Begîtiya Osmaniyan ku ji aliyekî li herî rojavayê van mîrekiyan û li ser serhedên Darû’l Herba Împaratoriya Bîzansê bûn, rê dîtin derbasî Traqyayê û Balkanan bûn, ev der vegirtin û ji ber wê jî di demeka kurt de zû ber bi firebûn û bihêzbûnê ve çûn.

Emîrîyên din, yan ji ber ku hidûdên wan ji bal peravên Deryaya Sipî û Deryaya Egeyê dihatin birrîn, her wiha hemhidûdbûna li gel mîrekiyên misilman ku her çendî xeza û cîhadkirina ser misilmanan heram bû, lê ew wek aliyên misilman bi hev re diketin şeran û ev şer ew lawaz dikirin, dixistin nav krîzan, ber bi jarbûn û têkçûnê ve diçûn.

Gava ev mîrekî hemî ji ber pirsgirêkên giran jar dibûn û ber bi têkçûnê ve diçûn, Osmanîyan firsendên fethên nuh li ser Daru’l herbê, dewlemendî, berfirehbûn û bihêzbûn xistibûn dest.

Ku Osmanî li Balkanan xurt bûn, berê xwe dan rikeberî, şer û pevçûnên navbera van emaretan jî. Di encamê de hin bi dagirtin û zeftkirinên bi darê zorê, hin jî bi saya peyman, lihevhatin û hevkariyan, tevî Dewleta Osmanî bûn.

Berê di nav axa Osmanî de hukumraniyên wan ên otonom û damûdezge û rêvebiriyên wan ên di çografyayên desthelatên wan ên kevn de ji bo wan hatin qebûlkirin û ew bûn awayek ji vasalên Osmaniyan. Lê hêdî hêdî wan ev otonomiyên xwe jî wendakirin, ketin nav îskeletê dewleteka navendî, rêvebirên wan li gel rêvebirên dewleta Osmanî entegre bûn, mehiyan û weka memûrên pileyên astên cuda bûn beşeka burokrasiya Osmaniyan.

Jiyana ji destpêkirina heta dawîlêhatina dewrana mîrekî, begîtî û dewletên piçûk ên Anatolyayê qasî 150-200 salan kêşaye. Di vê dema dirêj de li rojava û navenda Anatolyayê, li sahîlên/peravên Deryaya Sipî, ya Egeyê û Deryaya Reş van dewlet û mîrekiyan şopên gelek balkêş ên hebûna maddî û kulturî ji Osmaniyan re mîras hiştine, mîrasê wan ê burokrasiya sivîl û eskerî, rêvebiriyên cuda û hiqûqa nav civakê a îdarekrin û birêvebirinên tabian ji Osmaniyan re mane û Osmanîyan ji vê mîrasa bikêrhatî gelek îstîfade kiriye.

Qonaxa entegrebûna van mîrekiyan a bi Dewleta Osmanî ve wextekê di destpêka sedsala 15ê de bi hatina Tîmurlengê mîratxurê Cengiz Xanê Moxolî navberî katiye. Tîmûrleng jî bi sefereka eskerî a talangerî hat heta hidûdên Anatolyaya Rojava; Egeyê, Îzmîrê û Bursayê.

Şerê wî yê bi padîşahê çarê yê Osmanî Bayezîdê I’ê re, êsîrkirina Bayezîdî, piştre mirina yê duyê di esaretê de, di ser de vasalkirina Dewleta Osmanî, welê kir ku dewreka fetretê di desthilata Osmaniyan de destpê bike. Mîrekiyên Anatolyayê yên ku ketibûn nav Dewleta Osmanî, bi piştgirî û handana Tîmûrleng re xwe ji Osmaniyan dûr xist, piştgiriya Tîmûriyan kir, ji nuh ve serbixweyiyên xwe îlan kirin.

Şerê Anqerê ê navbera Tîmûrleng û Bayezîd de ku Osmanî şikestin û Padîşah Bayezîd êsîr hat girtin, di 1402yê de rû da. Lê Tîmurleng zû; di 1404ê de vegeriya Semerqendê, di 1405ê de jî mir. Vekişiyana Tîmûr û pêre jî desthilat û hukumraniyên wî ji Anatolyayê û Asyaya Nêzîk, ji bo Osmaniyan careka din dewra bihêzbûn, xwe organîzekirin, serdestî û vegirtinên nuh anî.

Ji destpêka sedsala 15ê heta nîvê wê, padişahên Osmanî heta bigihê Fatih Sultan Mehemed, hem li Balkanan û li Ewropayê erd zeft kirin, hem jî paytexta Romaya Rojhilatê; Konstantînîye/Îstenbûl xistin destê xwe. Wan Bîzans hilweşand, bûn destpêşxerên dewraneka nuh a cîhanê.

Vê prosesa xurtbûna Osmaniyan, careka din serbixweyiyên mîrekiyên Anatolyaya Rojava pûç kir û ew bi temamî xistin bin hukmê Osmaniyan.[6]

Encam: Pêwendiyên Kurd û Tirkan Di Çarçoveya Dîrokê de

Pêwendiyên Kurd û Tirkan, ji demên kevn de dest pê dike, lê bi taybetî piştî hatina Tirkan a nav daru’l îslamê, di çarçoveya hevkarî, rikeberî, şer û danûstendinên çandî de pêş ket. Kurd wek gelê otokton û bi rolên xwe yên di dewletavakirinê de, Tirk fêrî jiyana li ser esasê îslamê kirin.  Kurd bi hêz û hebûna xwe di dewra îslamê de bi taybetî piştî hatina Tİrkan ji  Asyaya Navîn ber bi rojavayê Anatolyayê ve li gihaştin nav welatên Împaratoriya Romaya Rojhilatê. Bi SelçûqiyÊn Romê re di nav hevkariyeka mezin a piralî û bi qirnan bû. Hatina Moxol û Tîmûriyan, guherînên mezin peyda kirin, lê di encamê de Osmanî derketin meydanê û biserketin. Kurdên Anatoliya Rojava jî tevî Dewleta Osmanî bûn. Di gelek waran de Kurdan zanîn, hebûn û bikêrhatinên xwe yên îdarî, siyasî, eskerî û ilmanî tevî hebûna Osmaniyan kir. Di vê  öeröeveyê de ji Selçûqiyên Maveraunnehrê heta dawiya Împaratoriya Osmanî peywendiyeka Tirkan a dûrû dirêj a piralî avabû, Geh nelihevî û pevçûn hebûn, geh jî hevkarî û bihevreyî. Vê pêwendîyê, di musulmanbûyina Anatolyayê de rolên sereke lîstin û tesîra wan heta îro berdewam e. Lê peydavbûna tevger, guhertin û desthilatên modernîst ên navendîxwaz, takperest û tirkperest derbeka mezin li gel gelek miletên din li Kurdan jî xist. Hevrikiya encama vê siyasetê hê jî berdewam e.


[1] Esas Xelîfe tu carî bi navê ’’sultan’’iyê ew erkdar nedikirin. Di fermanên resmî yên erkdarkirina wan ji bal Xelifeyan de ew bi navê ’’emîru’l umera’’ erkdar dibûn. Lê gotina sultan hê ji dewra Mehmûdê Xezneyî de ji bal wî bi xwe de hatibû meydanê, Gava Xelîfe ew wek emîru’l umera tayîn kir wî navê ’’sultan’’ li xwe kir. Gava ew mir kurê wî Mesûd ket şuna wî, wî jî xwe ’’sultan’’ binavkir. Dema Şerê Dandanakê bi serkeftina Tugrul ya li hemberê Mesûdê Xezneyî encam da û Mesûd textê xwe yê rojava bicîhişt, ber bi Hindistanê ve vekişiya,  Tugrul jî li Merwêderket ser textê wî yê bicîhiştî û xwe ’’sultan’’ ilan kir. Lê Merw wê gavê jê re nema, mecbûr bû vekişiya çolistanê. Di 1055ê de gava li Bexdayê biserket, Xelîfe ew wek ’’emîru’l umera’’ tayînkir, wî piştre cardin navê ’’sultan’’iyê bi xwe ve kir. Gava li pey hev Alpaslan û Melikşah hatin ser text ev nav li xwe kirin. Îdî di dinya Îslamê de her wiha meşiya. Ku xelîfetî hilweşiyan ’’sultan’’î îdî bû navê padîşahan.

[2] Abu’l  Farac, Gregory (Bar Habraeus),Abu’l Farac Tarihi, c. 1, r. 296, 300-302, Çeviren Ömer Rıza Doğrul, Türk Tarih Kurumu, 3. Baskı 1999.

[3]Ew jî wek Safeviyan rêbazeka Sunî hatibû danîn, lê piştre bi taybetî piştî hukumraniya Moxolan a li deverê karakterekî ber bi şîîtiyê ve girt ber xwe, bi berfirehbûna desthilata Safewiyan ber bi riyeka derveyî Îslama Sunî ya radîkal, ber bi Ehlê Heqê, Qizilbaşiyê, Nuseyrîtiyê û li nav axa Osmaniyan ber bi Bektaşîtiyê û şîîtiya caferî ve guherîn.

[4] Nayê zanîn li ku derê ye. Lê van salên dawî yên destpêka sedsaala 21ê hin arkeolog îdîa dikin ku wan nêzî Farqîna niha gorra wî tespît kiriye. Kolanên arkeolojîk ên di vê bareyê de berdewam in.

[5] Piştre bûn dewleteka Balkanî û Rojavayê Anatolyayê. Ew Heta Şerê Çaldiranê weka dewleteka Ewropî Balkanî hat nasîn. Piştî Şerê Çaldiranê bû împaratoriyeka cîhanî.

[6] Bi vê, bi taybetî fetihkirina paytextê Bizansiyan û hilweşandina wan li gor pîvanên modern Osmanî kirin dewlet. Lê ew hê nebûbû dewleteka cîhanî, ew wek dewleteka Balkan a Ewropayê dihat hesibandin tevî ku erd û nifûsa navend û rojavayê Anatolyayê jî ket bin destê wan. Ji xwe wê demê ji bajarê Sêwasê bi xwe re jî dihat gotin Roma Sexîr/piçûk.

Osmanî piştî ku di destpêka sedsala 16ê de bi hevkariya Mîrekiyên Kurdistanê bi şerê Çaldiranê û têkbirina Safewiyan û piştre serîhildana Kurdan û rizgarkirina beşeka mezin a Kurdistanê, bi hevkariya ordiyên Kurdistanê, fetihkirina Bîladê Şamê û Misrê û hilweşandina Dewleta Memlukiyan bûn împaratoriyeka cîhanî.

Leave a comment