Metnê temam ê kurte-teblîxa ku min li SEMPOZYUMA NAVNETEWEYÎ YA BEDLÎSÊ A I-ê a 26-27-28-ê Hezîrana 2014-ê da:
Di Sefera Sultan Selîm a ser Çaldıranê û Berfirehbûna Osmaniyan a Nav Daru’l Îslamê de Rola Kurdan a Bi Serokatiya Mîrekiya Bedlîsê
Mûrad Ciwan / Lêkoler-nivîser
”Eger Kurdan gazî nekiraya, Tirkê Mezin[1] esla cesareta êrîşa ser Şah İsmailî nedikir.”
Giovanni Mario Angiolello
– Venedîkîyekî li Qesra Osmaniyan
Îsal, 500 saliya Şerê Çaldiranê ye. Şerê Çaldiranê yê ku di 23-yê Tebaxa (Agustosa) 1514-ê de, li Deşta Çaldoranê (Çaldiranê) ya nêzî Xoya nav hidûdê Îrana îro, di navbera Osmaniyan û Safewiyan de rû da, bi serkeftina orduya Osmanî encam da. Şah Îsmîlê ku bi wêrekî û xwebaweriyeka mezin hatibû vi şerî û li sefên herî pêşîn şûr kêşa, ji meydana şerî reviya, berê çû Tebrîza paytext, ji wê derê jî vekişiya ber bi nîveka Îranê bidûrket. Sultan Selîm, bêyî tu hemberîderketinekê, ket Tebrîza paytexta Safewiyan, piştî ku hefteyekê li wê dere ma, ji bo derbaskirina zifistanê û bi dstpêka buharê re careka din vegere, berdewamiyê bide sefera hemberî Safewiyan, vekişiya Amasyayê; nav axa Osmaniyan.
Tevî ku di pêwendiyên Îraniyan, Osmaniyan û Kurdan yên sedsala 16-ê de bû sedemê rûdanên gelek giring û tesîrên wê, hê îro jî tên hiskirin jî, Şerê Çaldiranê û encamên wê, bi taybetî jî rola ku Kurdan di vî şerî û buyerên piştî wê de lîstine têra xwe nehatine ronîkirin.
Dîroknasên Tirk, bi giştî di wê îdîayê de ne ku Sultan Selîm hê gava nuh hat ser text xeteriya herî mezin dewleta Safeviyan didît; ew hê ji dema ku li Trabzonê şehzade bû, wî hay ji vê xeterê hebû, ku bû padîşah, hema dest bi sefera ser Îranê kir, piştî serkeftina Şerê Çaldiranê serî li mîrên Kurdan tewand û herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Kurdistana Tirkiyê) fetih kir û tevî dewleta Osmanîyan kir. Hin wek meziyet; hin jî wek çavsorî behsa dijminayetiya req a Sultan Selîm ya li hemberî Alewî-Qizilbaşan destnîşan dikin. Li gor tarîxnivîsên Kemalîst-Alewîst-çepgir Sultan Selîm fetwayên tekfîrkirina Alewîyan dan girtin ku mal, can, jin û keçên wan li Sunneyan helal dikirin û 40 hezar Alewiyên bêguneh dan ber şûran, kuştin.
Bi taybetî balê dikêşin ku Kurdên Sunne-Şafiî bi rêberiya Îdrîsê Bedlîsî, bi hevkariya Yavuz Sultan Selîmê Osmanî Kurdên Alewî-Qizilbaş kuştin.
Ji bo ku çarçeveya vê teblîxê şikilwergirtina siyaseta Sultan Selîm a li hemberê Safewiyan; di rûdanên Sefera ser Îranê û Şerê Çaldiranê û pêşhatiyên ku wan rê li ber vekir de, rola Kurdan a di rêberiya ulema û mîrên Bedlîsê de ye, behsa ferman û fetwayên Sultn Selîm nayê kirin ku li hemberê Qizilbaşên nav hidûdê dewleta Osmanî derxistin. Li vê dere, esas li ser rola kurdan a di çarçeveya pêwendiyên herdu dewletan de tê rawestiyan.
Ji ber pêwendiya behsê a bi kurdan ve, belkî amajekirineka bi vî awayî bikêrhatî be: ne mimkin e ku Sultan Selîm berî Şerê Çaldiranê û di dema wê de Alewî û Qizilbaşên Kurd qetil kiribin. Çimkî her wekî piştre jî ê bal bê kêşan, erdên ku ew li serê dijiyan, wê serdemê li derveyê hidûdê dewleta Osmaniyan; beşek jê di bin desthelata Safewiyan, beşek jî di ya Dulqadiriyan de bû.
Sultan Selîm ne terefdarê sefereka ser Safewiyan, lê yê ser Macariyan bû
Helbet Sultan Selîmê ku bi salan li Tabzona ber difna dewleta Îrana Safewî sencaqbegîtî kir û ji hilkişiyana Şah Îsmaîl a ser textê Îranê û vir ve 13-14 salên derbasbûyî şopand, nikare bê gotin ku hay ji xetera Safewiyan a ser Osmaniyan nebû; di ser de ku bûbû şahidê serîhildan û şerên Şah Kulu Tekelî û Nur Alî Xelîfe yên terefdarên Safewiyan ku li nav hidûdê dewleta Osmanî rû dan. Lê bi eksê nivîsên beşeka mezin a dîroknasan, piştî ku bû padîşah nebû, Sultan Selîm mewqifekî li hemberî sefereka ser Îranê û şerekî li hemberî Şah Îsmaîl wernegirt, wekî bavûkalên xwe yên padîşah yên bere, wî jî mewqifekî cîhad û xezayeka ser bi rojava; Ewropayê wergirt û dest bi amadeyiyên sefereka ser Macarîstanê kir. Siyaseta Selîm a sefereka ser rojava hê di dema şehzadetiya wî de pekhatibû.
Hemû weqenivîs, dîroknasên kevn û hevdem, hevfikr in ku paşa û wezîrên Osmanî, dixwest kurrê padîşah ê mezintirîn Şehzade Ahmed, yenîçerî û sîpahiyan jî dixwest yê bi navê Şehzade Selîm li şûna bavê wan; padîşah Bayezîdê II-ê li ser text bibînin. Lê meriv zêde rastî lêkolînên ku gelo çima paşa û wezîran Şehzade Ahmed dixwest, hetta hê ku Bayezîd sax bû, fermanek jê stend ku Ahmed warisê ser text dibîne û çima yenîçeriyan û eskerên din Şehzade Selîm dixwest. Îdrîsê Bedlîsî di Selîm Şah-nameyê de sedemê piştgiriya wezîr û paşayan a ji bo Şehzade Ahmed destnîşan dike, lê çima yenîçerî terefdarên Şehzade Selîm bûn, zelalkirinên rasterast nayne. Lê buyerên ku ew bahs dike bi rehetî îmkanan dide ku em van sebeban bibînin. Li gor ku Îdrîsê Bedlîsî dinivîse:
‘’Ji bo ku tendurustiya wî ne li cih bû, di text û taca Bayezîd Xan de tam fetretekê rû dabû… Çend buyerên mezin yên ji fitneyên berbelav ên zemane, li memleketên Osmanî, bi taybetî li wîlayetên Anadoluyê serî hildabûn. Ji bo ku hefsarên karûbarên giring ên seltenetê ketibûn destên wezîrên xwedan desthelat û berpirsiyarî, hemfikrî kirin û civînek lidarxistin û teklîf kirin ku Sultan [Bayezîd –MC] hê li heyatê ye bira xîlafeta xwe dewrî Sultan Ahmed bike. Sedemê vê fikra wan ev bû: ji bo ku yê navderbasbûyî [Şehzade Ahmed –MC] bi wezîrên bavê xwe re di nav nêzîkatî û hevkariyê de bû, ku saltanat bidana wî berpirsiyariya darayî û îdarî ê cardin di destên wan wezîr û naiban de bimaya.’’[2]
Îdrîsê Bedlîsî diyar dike ku Selîm di wê baweriyê de bû ku di salên dawiyê de derneketina orduya Osmanî ya cîhadê, cesaret dabû Frenkan û cîranên li rojhilatê, her wiha ordu etil xistibû, hê gava ew şehzade bû jî, siyaseta wî seferkirina ser Macaran bû.
Ku hê Bayezîd li jiyanê, wezîran fermana derketina ser text a Şehzade Ahmed li şûna wî, jê da derxistin, Şehzade Selîm ê ku wê demê ji Qirimê; Kefeyê ber bi Edirneyê û Îstanbulê dihat, di rê de bavê wî Bayezîd li gel wezîr û berpirsan pêşwazî lê kir, mihawelekir ku ew paş de vegere. Di dema gotûbêjan de Şehzade Selîm amaje pê kir ku bi salan e li rojava, li daru’l herbê nehatiye derketin xezayê, vê, hêza orduyê ya şer zeîf xistiye, hetta rizandiye, jê pêştir, li rojhilat dewleta Safewiyan bi pêş ketiye û li nav axa Osaniyan tevliheviyan derdixe:
Sultan Selîm ‘’ji bo ku wacib bû ew bibe tabiê rizaya bavê xwe, li wê derê rawestiya, çend rewş derbarê dîn û dewletê de erz kirin; ‘A yekê, tevî ku adeta bavûkalan û ecdadan mihawelekirina ji bo xeza, cîhad û berfirehkirina daîreya Îslamê bû, bê navberdan her sal li gor vê adetê eskerên mucahid dihatin teşwîqkirin û bizivandin û tevî ku hukmê ‘Ey pêxember, Mu’minan ji bo şer bicoşîne’ (Qur’an 8/65) vê pêdivê dike, nuha bi salan e ev sünnet, hetta ferza kîfaye tûşê îhmalkirinê buye. Mucahidên kevn ji karên mêrxasî û qehremaniyan bi şûn de (gîro) mane, gêncên nûgihayî jî hîç ruyê şer nedîtine. Bi vî awayî ev uslûba xweş a vê xanedaniyê hatiye terikandin.
Jê pêştir, li derdora memleketên Acem grûbekê, bi taybetî li memeleketê Acem ê mexlûb fikrên Qizilbaşên bêdîn avêtine meydanê: roj bi roj milk, mal û hebûna wê berfireh dibe. Tê zanîn ku ew dijminê dînî û milletî yê vê xanedanê [xanedana Osmanî, -MC] ne… Ji wê taîfeyê fitne û fesadeiyeka mezin tê payin (çaverêkirin). Her ku îhmal û xeflet di rêlibergirtina vê de tê nîşandan, mimkin e ku fesada li gel dîn û dewletê bê rewşeka bêisleh. Hin fitne û tevliheviyên rûdayî dikarin li her terefê memleket serîhildin.
Nuha, li vê xanedanê mecbûrî ye ku kesek bê ser vî karê dînî û mulkî (dewletî). Rewşa berpirsîhildana cenabê peder ji ber serîhildana extiyariyê û destpêkirina hin nexweşiyan nikare lirê (musaid) be. Dunya hemû pê hesiyaye ku cenabê alî yê bavê me, ji her sê birayan, ji her sê kurrên ku her yekê di buyerên derbasbuyî de tecrubekirî û di nav xelkê de mêrxasî û şiyana (bikêrhatina) wî ya serdariyê diyarbuyî, welîehdî daye birayê mezintirîn. Di vê bareyê de miheqqeq e ku wezîr di eynî fikre de ne, ne berjewendiyên dîn û dewletê, lê yên xwe li ber çavan girtine. Li derveyê (ji bilî) yên pêşketî û erkanên dewletê, hemû mucahid û mêrxas bi ekse vê dîtinê difikirin (tekezî ya min, -MC). Nuha cewaba van herduyan tê payîn.’’[3]
Piştî bazariyan, biryar hat dayîn ku fermana Padîşah a ku Şehzade Ahmed derdixist ser text betal bibe, hatta ku sultan Bayezîd li jiyanê ye text ji tu kesî re neyê hiştin, piştî mirina padîşah bi dîtina erkanên dewletê yên xwedan erk û berpirsiyarî û kesên pêşhatî, şehzadeyê herî lêhatî bê derxistin ser text: ‘’[Bayezîd] ferman da ku daxwaza kurê wî yê xweşdivê çi lazim dike, bê bicîhanîn.’’[4]
Li gor Şehzade Selîm: ji alî mesleheta şerê li hember kafiran, bi taybetî Macaran ew qas sal bi awayekî hîçûpûç hatine derbaskirin û pirraniya wan ji xeza û cîhadê bidûr rawestiyabûn. Wî Îzin ji bavê xwe xwest ku hemû beg û eskerên ku doza xeza û cîhadê dikin, li gel wî bên şandin û hemû alet û alavên orduya cîhadê bişînin alî wî.[5]
Li ser daxwaza Şehzade Selîm; ji bo sefera ser Macarîstanê amadeyi hatin kirin, emrê ku alîkariya eskerî û lojîstîk bê dayin hat derxistin. Gava Selîm ji ciyê lihevhatinê amadeyiyên sefera ser Macaristanê dikir, bavê wî jî tevî maiyeta xwe ber bi Îstanbulê birê ket. Îdrîsê Bedlîsî diyar dike ku li ser riya vegerê, wezîran dîsa destpêkir fişar anîn Bayezîd ku divê ew fermana ku Şehzade Ahmed derxistibû ser text di rewacê de be, lihevhatinên ku bi Şehzade Selîm re hatin kirin ji mecbûriyetê; ji ber îcabên meslehetê bûn, ne pêdivî bû ku bi van pabend bin. Loma jî sefera ser Macarîstanê pêk nehat, bêyî ku lihevhatinek bê peydakirin, şerê text ê navbera şehzadeyan berdewam kir.
Gava Şehzade Selîm li Ewropayê bi bavê xwe re bazariyên li ser text dikir û di nav amadeyiyên sefereka ser Macaristanê de bû, herdu kurên Bayezîd yên din; Li Manîsayê Şehzade Korkut û li Amasyayê Şehzade Ahmed bi herdu serîhildanên û şerên rûdayî yên bi navên Şah Qûlû û Nûr Alî Xelîfe ve mijûl bûn.
Mewqifê Şehzade Selîm ê ji bo sefera ser Macarîstanê, hin îşaretên ku çima ew yenîçeriyên ku bi salan e li daru’l herbê cîhad û xeza nekirine, mal milk û êsîr bidest nexistine, lê bêsebr li benda sedemê hebûna xwe ya di orduyê û çerxa herbê de; parwergirtina ji hatin û dewlemendiyên esasî yên ji talanên xeza û cîhadê ne, piştgiriyê didan Selîm. Ji bo ku yenîçeriyan dizanîbû seferên ku ser bi memleketên Îslamê de bên kirin ê xeza û cîhad hesab nebin, loma ê mal, milk, micewherat û êsîran neynin, wan dixwest ew şehzadeyekî wiha wek sultan li ser text bibînin ku sefera ser rojava; daru’l herbê; deverên ku ê dewlemendiyan bidin ji xwe re kiriye siyaset.
Wekî din ji bo ku ew bi xwe Bektaşî bûn, muhtemelen tepezkirinên serîhlidanên Qizilbaşan ji bal Şehzade Ahmed û Şehzade Korkut ve bi şer û şiddetê ku wê demê li nav axa Osmaniyan rû dabûn, ne buyerên wiha bûn ku heyecanê bidin wan û ew xwebexşane berê xwe bidin wan deran.
Selîm gava şehzade bû ji ber şerê ser text planên xwe yên seferkirina ser Macarîstanê bisernexistin, lê gava li ser textê padîşahiyê rûnişt, piştî ku birayên xwe û warisên din ên text tesfiye kirin, wek karê yekê, ev mesele danî ber xwe. Qasî ku tê fahmkirin wî tenê ji bo wergirtina piştgiriya yenîçeriyan a bo desthilatê ev siyaset nedimeşand, ew bi xwe jî samîmî terefdarê sefereka ser Macarîstanê bû.
Sultan Selîmê ku li ser text rûnişt, piştî berterefkirina hemû xeterên ku ê karibin li hember desthilata wî rû bidin, ji bo buhurandina zifistana 1513-1514-ê tevî maiyeta xwe ji Îstanbulê çû Edirneyê.
Ku Sultan Selîm gihaşt Edirneyê sultan û qiralên welatên cîran, ji bo pîrozkirina wî û nuhkirina peymanên xwe yên bi devleta Osmanî re heyî, elçî şandin. Li gor ku Îdrîsê Bedlîsî diyar dike: ‘’Ji ba Sultanê Misrê Kansu Gavrî ve elçiyek ji bo pîrozkirina culûsa pîroz, bi fîlan û diyariyên ji alavên şahane yên wek wan hat Edirneyê. Peymanên sedaqet û lihevkirinê yên berê yên di navbera wî û … Bayezîd de bestî hatin nuhkirin. Sultan [Selîm –MC] jî bi daxwazên dayina xeracan elçî ji qiralên kafiran re verêkirin… Her çendî di navbera Sultan [Selîm –MC] û Qiralê Macar (Engurusê) de peymanên çend salîn hebûn jî, Sultanê Îslamê Macaristan ji wê muhletê û rehetiyê bêhêvî hişt û dest bi amadeyiyên cîhadê kir, adet û teqalîdên şerkirina bi kafiran re nuh kir. Hin qiralên kefere yên wek Boxdanê, Eflakê, Frenkan û Venedîkan dan zanîn ku ew îtaet dikin. Qiralê Macaran jî teleba nuhkirina peymanên berê kir, ji bo cîbicîkirina vê armancê elçiyekî mezin ê ji pêşhatiyên kefere pêkhatî şand. Lêbelê Sultanê Îslamê îzin neda durûtiya berê, elçî hişt û fikra şerekî mezin avêt meydanê. (tekezkirina min –MC)’’[6] Ji ber banga Papa esas endîşeya xetereka ku ji rojava bê jî hebû. Çimkî ji 1513-ê bi vir ve li ser hidûdan gelek tevgeriyan (bizav) peyda bûbûn.
Lê tevî ku Papatiyê banga Sefereka Xeçparêziyê kir jî, Împaratoriya Roma Germen a Pîroz û Macaristan bi minasebeta culûsê, li riyên durustkrina peywendiyan geriyan. Împarator Maximilian, rica ji Qiralê Macar Vladislav kir ku wî jî daxilê dostayetiya xwe û Sultanê Osmanî bike. Hetta di tarîxa 2-3 Sibat a 1513-ê de nameyek ji Sultan Selîm re şandibû û bi munasebeta derketina ser text ew pîroz kiribû, diyar kiribû ku wek ya dewra babê wî Bayezîdî dostayetî ê berdewam be, bi minasebeta Qiralê Macarîstanê xwest ku ew jî daxilê aştiya navbera wan bê kirin.[7]
Sultan Selim ji bo sefereka ser Îranê hat qani’kirin
Lê di vê naberê de li derdora padîşah hin buyerên din diqewimîn. Hin derûdor û navendan bi telkîn û teklîfên ku tehlîkeya esas ne ji rojava, lê ji rojhilat dihat û diviya Sultan berê xwe vegerîne ber bi rojhilat, mihawele dikir da ew fikra xwe biguhere.
İdrîsê Bedlîsî gava behs dike ku Sultan Selîm ji bo êrîşî Qiralê Macar bike hema hema li bahaneyan digeriya û ber bi vî aliyî ve amadeyi dikirin, dîtin û bîrûbaweriya xwe jî eşkere dike ku ji bo dewleta Osmanî xetera esasî ji dereke din dihat: ‘’Ji bo ku li temamê ser ruyê erde mezintirîn fesada dînî berbelavbûna gurûha Qizilbaşiyê ye, ji bo ku dijminatiya dînî û dunyewî ya vê taîfeyê a li hemberê xanedaniya li meqamê xelîfetiya Îslamê miheqqeq e, hemû îmamên mezhebi û aliman û hemû kesên xwedan aqilê bilind yên arif hemuyan bi tifaq fetwa dan ku, di pêdiviyekê de ji bo parastina milk (devlet -MC) û millet û rizgarkirina xelkê memleketên Îslamiyetê ji zilmê, fikirkirina jiholêrakirina taifê Qizilbaş ê mulhid (Safewiyan -MC) giringtir û pêşdetir e.’’[8]
Li gorî Îdrîsê Bedlîsî, ‘’Ji ber destpêkirina dewra fetretê, li memleketên Ecem û li giştiya alemê berbelavbûna fitne û fesadê, pirraniya mezlûmên memleketên ku di nav xeteriyê de yên ku li nav efendî û xulaman (koleyan) rezîlî û tenezullî (düşkünlük) serî hildaye, pena dibirin ber siya (sîbera) merhamet û şefqeta xanedaniya Osmaniyan ji dergaha Sultan Selîmê penagaha alemê, alîkarî û hewar dixwestin. Bi taybetî awareyên welatê Îranê û mezlûmên diyarên Ecem, ji ber zilma qewmê Qizilbaş û îsyankarên dilkafir yên bi navê ‘Sûfî’, riya bicîhiştina mal û warên xwe hilbijartibûn û berê xwe dabûn diyarê Osmanî yê biewle. Nuçeyên zerarên ku wê civaka gunehkar (Qizilbaş, Safewî -MC) û zalim dida û tesîra israrên wan, demeka dirêj bû bi riya bibîrxistina yên xwedan îtîbar û selahiyet dihat guhên padîşahî.’’[9]
Civakên Sunne yên cuda yên ku zilma dagirkeriya Safewiyan didît û dihatin mecbûrkirin ku dev ji mezhebên xwe berdin û bibin Şî’e, bi navberkariya heyetan, nameyan û aliman mihawele dikirin ku Sultan Selîmê Osmanî razî bikin da seferekê bibe ser Safewiyan, vê xanedanê hilweşîne û Îranê tevî erda xwe bike. Her çendîn Îdrîsê Bedlîsî, di Selîm Şah-nameyê de; di beşa qonaxa biryardayinê de diyar neke jî, di esasî de di nav ‘mezlûmên Diyarê Ecem’ de yên ku hatibûn Dergahê Alî (Bilind) da Sultan ji bo sefera rojhilat; ya ser Safewiyan razî bikin, heyeteka Kurdan jî hebû. Heyeta ku Mehemed Axayê Kelhokî di nav de bû Îdrîsê Bedlîsî serokatiya wê dikir.
Mihaweleyên Kurdan yên teşwîqkirina Sultan Selîm ji bo şerekî li gel Şah Îsmaîl
Hukumdar û begên Kurdistanê jî bi riya vê heyeta ku şandibûn bang li Sultan Selîm dikir da seferekê bîne ser Safewiyan, diyar dikir ger ew bê seferê, ew ê jî di nav sefên orduya Osmanî de şer bikin, piştî serkeftinê ê tabîîyeta dewleta Osmanî qebûl bikin. Di vê behsê de ku dîroknas hema hema li ber çavan nagirin, gelek agahî, belge û rûdanên ciddî hene.
Gava Sultan Selîm çû Edîrneyê heyeta Kurdan jî gihaştibû wê derê. Îdrîsê Bedlîsî, di Selîm Şah-nameyê de eşkere diyar dike ku di dema prosesa biryardana sefera ser Îranê de, ew li wê derê bû, lê balkêş e, ji heyeteka Kurdan bahs nake. Muhtemelen, ji bo ku di berhemeka wek Selîm Şah-nameyê de ku bi temamî ji bo biyografiya Sultan Selîm hatiye terxan kirin, eşkerekirina navê xwe ji bo qani’kirirna Sultan wek bênezaketiyeka ku ê ne layiqê navê Sultan be dîtiye, bi eşkeretî nenivîsiye ku ew wek nunerê (elçîyê) Kurdan hatiye, tenê bi tevayî bi wê destnîşankirinê razî maye ku bêje ji diyarê Ecem mezlûm û feqîr bi daxwazên wî awayî dihatin dergahê.
Lê wekî ku berê jî hat destnîşankirin, Bedlîsî, eşkere tekez kiriye ku ew amadeyiyên Sultan ên ji bo sefereka ser Macaran rast nabîne, esas xeter ne ji rojava, lê ji rojhilat tê.
Dîrkonasên tirk, hema hema qet behs nakin, lê dîroknas û lêkolerên Îranî Îdrîsê Bedlîsî kesekî wiha destnîşan dikin ku wî Sultan Selîm qani’, hata pîj kiriye da ew seferê bibe ser Îranê. Herwekî, dîroknasê Îranî Muhemmed Arif Mutercim, di kitêba xwe de ya bi navê Tarixê İnqilabê İslâm beyn el-Xasa we’l-‘Am [10] a ku di 1307 (1889/90) de nivîsiye Îdrîsê Bedlîsî kesekî wiha dide naskirin ku ‘’Sultan Selîm mecbûr kir (pîj kir) da ew êrîşê bibe ser Îranê’’.
Di çavkaniyên cuda yên wê demê de agahî hene ku begên Kurd ên bin nîrê Safewiyan, ku Sultan Selîm bûnebû padîşah, heyeteka bi serokatiya Îdrîsê Bedlîsî şand Îstanbulê da wî ji bo sefereka ser Şah Îsmîlî razî bike.
Yek ji çavkaniyan Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ye. Şerefxan di berhema xwe de du caran behsa vê meselê dike.
Cara yekê; di beşê li ser Mîrekiya Botan de wiha dinivîse:
‘’ Ku pêwendiyên dostayetî û birayetiyê di navbera Şah Elî Beg [ê Mîrê Botan –MC] û hukumdarê Bedlîsê Emîr Şeref de xurt bû, wan sedaqet û pêbendbûna xwe ya bi Sultanê Osmanî Selîm Xan re îlan kir û destpêkir ew wî han bidin (pîj bikin) da wîlayetên Diyarbekirê, Ermenîstanê û Azerbaycanê ji destên Qizilbaşan derxe.’’[11]
Cara duyê; di beşa li ser Mîrekiya Bedlîsê de buyeran hê berfirehtir dide:
Gava hêviya Emîr Şeref a vegerandina milkên bav û bapîrên xwe; Wilayeta Bedlîsê ji Qizilbaşên ku ew der xesp kirine biserneket û ev kar demekê dereng ket, ji alî din ve jî bihîst ku Sultan Selîm Xan bi niyet e hemû welatê Îranê dagir bike; têgihîşt ku rewş lêhatiye da ew ji van şertan îstîfade bike û bi siwarê warê vekolînan, reîsê karwanê ser riya serkeftinê, pisporê qanûnên bingehîn û yên xurdekariyan, rêkxerê defterên fikirkirî û bihîstî, miderrisê medreseya pîroziyê, kurrê alimê Bedlîsê Îdrîs [Mewlana Îdrîsê Bedlîsiyê kurrê Mewlana Husameddînê Bedlîsî -MC)] û mumtazê hêvîxwazên ku ji xanewadeya bingehîn a Diyaeddîn re ’alîtî, qencî, îqbalê û dewletê dixwazin; Muhammed Axayê Kelhokî re li hev kir ku îtaet û sedaqeta xwe û pêbendbûna xwe ya bi textê wan ve pêşkêşî Qesra (Seraya) Alî Osman bike. Van kar kir heta 20 kesan ji beg û hukumdarên Kurdistanê bi vê tedbîrê tevî xwe bikin û nameyeka pêbendî û îtaetê hat nivîsîn û dayin Mewlana Îdrîs û Mehemed Axayê Kelhokî; wan jî ji bo ku vê (nameyê) pêşkêşî Dergehê Alî (Bilind) bikin demildest ber bi Îstanbûlê ve hereket kir.’’[12]
Hema hema her eynî agahî, li dor 80 sal berî nivîsandina Şerefnameyê di raporeka kesekî esker û xanzad ê Venedîkî de ku çend caran çuye nav axa Osmaniyan û ya Îraniyan geriyaye, li qesra Osmanî gelek salan xizmet kiriye, li Îranê şexsen Şah Îsmaîl naskiriye, pişt re jî di sefera Mercîdabiqê ya li hemberî Memlukiyên Misrê de li rex Sultan Selîm buye, tê destnîşankirin. Giovanni Maria Angiolelloyê Venedîkî di rapora xwe de ya bi navê Life and Acts of King Ussun Casano (Jiyan û Kirinên (Karên) Qiral Uzun Hesenî (Hesenê Dirêj ê Şahê Aqqoyunlîyan) dinivîse ku Sultan Selîm bi saya teşwîqkirina (hetta pîjkirina) di serî de Begê Bedlîsê û yên Kurd yên deverên serhedan (ser hidûdên Îranê) cesaret kiriye da ji bo şerekî li gel Şah Îsmaîl sefereka ser bi Îranê rêkbixe:
’’Gava Sûfî [Şah Îsmaîl –MC] li Tebrîzê bû, hin begên rex wî yên ku li devera hidûdê Tirkan (Osmaniyan -MC) hukumranî dikir, ku dîtin ordu hatiye şandin Xorasanê, wan bi Sultanê Osmanî re li hev kir û ew dawet kir da êrîşî Îranê bike. Qet’iyen cesareta Tirkê Mezin [Yavuz Sultan Selîm –MC] tunebû ku vê dawetê qebûl bike. Lê ku dît ji began hin giregir bûn û bi taybetî ku grûbek kurdên dijminên Sufî [Şah Îsmaîl –MC] yên li çiyayên Bedlîsê rûniştî, wî dawetî şer dikin, ji bo ku hay ji dereca hêza Tetaran [Özbekên Xorasanê ku Şah ji bo şerê li gel wan ordu xistibû seferê –MC] hebû, fahm kir ku Sûfî ê tûşî astengî û dijwariyan bê û di sala 1514’ê de biryar da dest bi komkirina orduyekê bike û êrîşê bibe ser Îraniyan. Baş fahm kirirbû ku eger Sûfî di şerê li gel Teteran de biserkeve; ji bo ku wî mehû bike ê bi Sultan [Sultanê Memlûkiyên Misrê –MC] re hevkariyê bike. Loma ji Îstanbûlê hereket kir, bi eskerekî bêhejmar berê xwe da Amasyayê [Esas Sêwasê, di vegerê de wî ordu anî Amasyayê –MC]. Piştî ku yên lazim in li vê derê bihêle, hişt, di meha Gulanê de ber bi Tokatê ve dest bi meşê kir.’’[13]
Her çendîn ÎdrÎsê Bedlîsî di destpêka Selîm Şah-nameyê de diyar neke ku ew li ser navê kurdan ji bo qani’kirina Selîm a ji bo sefereka ser Îranê hatiye Edirneyê jî, hê wê wextê, di ciyekî din yê berhema xwe de, bi minasebeteka din, agahî derbarê meseleyê de dide û Şerefxan û Giovanni Maria Angiolello rast derdixîne:
Di Selîm Şah-nameyê de tê destnîşankirin ku piştî serkeftina Şerê Çaldiranê, ji paşa û wezîran dîtinên bi wî awayî derketibûn ku mayina orduyê li derûdora Tebrîzê ji bo vehesiyana zivistanê, ê ne durust be, divê ordu vegere nav axa Osmaniyan û têkeve vehesiyana zivistanê. Sultan Selîm jî li gel vê hevaheng bûbû, biryar dabû ku gava behar hat careka din vegerin nav axa Safewiyan û fethê temam bikin. Li ser vê, di encama îstîşareyekê de li gel Sultan û bi fermana wî, Îdrîsê Bedlîsî çûbû ba mîrên kurdan yên ser erda ku ji Urmiyê heta Meletiyeyê dikêşe, bang li wan kiribû ku serîhildin ji bo rizgarkirina bajar û keleyên xwe ji nav destên Safewiyan. Ji wan re eşkere kiribû ku li gor biryarên wergirtî, bi beharê re Orduya Osmanî ê vegere Îranê û fethê temam bike.
Li ser vê, mîrên Kurdan her yek ji bo rizgarkirina bajar û keleyên xwe ji destên Safewiyan, çûbûn herêmên xwe û serî hildabûn, beşeka giring ji wan began keleyên xwe rizgar kiribûn, yên mayîn jî di berdewamiya serîhildanê de bûn. Lê kela û bajarên Amîdayê[Amed] û yên wek Mêrdînê, Erxeniyê, Xarpêtê û Urfayê ku mafê îdarekirina bi riya mîrasî ne li ser tu mîrê Kurd bû û ew ji bal tu yekî ji wan nedihatin îdarekirin hê nehatibûn rizgarkirin. Xelkê Amîdayê yê ku li nav bajêr serîhildabû û ji bal eskerên Safewî hatibûn dorpêçkirin, bi hêviyeka mezin çav li riya hatina orduya Osmanî bûn.
Bi hatina beharê re jî orduya Osmanî ya ku li Amasyayê ketibû vehêsana zivistanê, bi tu awayî venedigeriya nav axa bin serdestiya Safewiyan. Hetta kurdan di navberekê re gava bihîstibû ku ordu hatiye şandin ser Mîrekiya Dulqadiriyan, ew yekcar ketibûn qilqilê. Endîşeya wan a mezintirîn jî ew bû ku bi derengmayin, an nehatina orduya Osmanî, Safewî cesaretê werbigirin û êrîşê bînin ser Kurdan bi kîn û nefreteka mestir her derê careka din zeft bikin.
Bi vê endîşeyê, Mîrên Kurdan careka din civiyabûn, Îdrîsê Bedlîsî bi nameyeka ji daxwazên xwe pêkhatî, ber bi Amasyayê ve birêkiribû. Di wê nameya Mîrê Kurdan de, ku naveroka wê di Selîm Şah-nameyê de cih digire, li gel hin daxwaz û tespîtên din ew agahî jî hene ku Safewiyan bawer dikir ku yên ku Sultan Selîm pîj kirin ji bo Şerê Çaldiranê Kurd bûn, loma jî dijmaniyetî, kîn û nefreteka mezin li hemberî wan nîşan didan, eger orduya Osmanî neyê hawara wan, orduya Safewî ê zerareka mezin bide diyarên Kurdan. Li gor agahiyên cuda ên Selîm Şah-nameyê hukumdar û mîrên Kurdan yên ku hejmara wan di navbera 25-40 kesan de bû di nameya xwe de aynî ev yek nivîsîbûn:
‘’Diyar û meskenên me li nêzî diyarên Qizilbaşan, hetta pê ve ne. Çimkî di navbera Diyarbekirê, Azerbaycanê û Bexdayê de mane. Bi salan e ku vê taifeya bi şiara îlhadê, kok û reha Kurdan bi şûrê zilmê birrîye. Ev çarde sal in dijminayetiyeka wan a dînî û dunyewî li hemberê vê taîfeya [Kurdên –MC] xwedan îtîqada pak heye. Qizilbaş, mezintirîn sedemê berêxwedana ber bi vir ve a Sultanê Îslamê bang û gaziya Kurdan nîşan didin. Eger Sultanê Mucahidan [Sultan Selîm –MC], merhameteka padîşahî nîşan bide ji bo bihêzkirina gelê van diyaran, gihandina wan a refahê.. ev taifeya [Kurdên – MC] ku bi salan e ji ber zilm û çewsandinê jar û bêhêz ketiye, bi tena serê xwe nikare li hemberê wê civak û orduya jirêderketî raweste.’’[14]
Tê fahmkirin ku gazîkirina Sultan Selîmê Osmanî ji bal Kurdan ve bo ser Safewiyan, mihaweleya wan a di vê riyê de ji bo qan’ikirin, heta li gor hinekan pîjkirin, yan jî handana wî, ne çîrokek e ku paşiyê hatiye durustkirin, germa-germ hê wê wextê diyardeyeka hayjêheyî bû û ji bal Safewiyan ve wek çavkaniyeka kîn, nefret û gefeka li hember Kurdan, ji bal kurdan jî sedemê tirs û endişeyeka mezin a ji Sefewiyan dihat dîtin.
Kurdan ji bo çi gazî Sultan Selîm kir?
Baş e, Kurdan ji ber çi bi israr gazî Sultan Selîm kir da ew seferekê bîne ser Îranê? Ji bo çi ew kêmtirîn bi fermandariya 16 mîran bi orduya xwe beşdarê Şerê Çaldiranê bûn? Ji bo çi wan ji Sultan Selîm re got ‘’piştî şer em ê diyarên xwe bikin tabiê dewleta Osmanî’?
Cewaba vê pirse, divê di wê siyaseta Şah İsmaîl de ya di demeka kurt de bidestxistina paytexta Aqqoyunluyan, fetih û berfirehbûnan de lê bê gerandin. Şah Îsmaîl gava di 1501-ê de, hê di 14 saliya xwe de Tebrîz bidest xist, xwe Şahê Îranê û mezhebe Şîe yê 12 Îmamî jî dînê resmî yê Îranê îlan kir. Berê hemû erden Qereqoyunî û Aqqoyunîyan, pişt re ber bi rojhilat ve pêş de çû; welatê Ozbek ên sunnî zeft kir. Serkeftineka welê bidest xist ku, berî Şerê Çaldiranê yê 1514-ê, di hundurê 13-14 salan de, erden Îranê li rojhilat ji Çemê Ceyhûnê li rojava heta çemê Firatê, li bakur ji Çiyayên Qefqasan, Derya Xezarê, li başûr heta Delavê Besrayê (Delavê Hurmuzê) berfireh bû. Hidûdê Îraniyan bi Memlûkiyan re ji başûr ber bi bakur ve bû seranserê çemê Firatê. Bîrecik, Urfa, Xarpêt, Erzincan, Mîrekiya Çemişkezekê (seranserê welatê Dêrsimê ku berê Wîlayeta Kurdistanê jê re dihat gotin) ket bin serweriya dewleta Safewî ya Îranê. Safewî li Rojhilatê Sêwasê, li Amasyayê û Tokatê bi dewleta Osmanî re bûn cîran.
Her di vê demê de, Dewleta Osmanî xwedan axeka piçûktir ji ya Îranê; zêdetir li Ewropayê berfireh bûbû; jê re dewleta Ewropayê, yan ya Balkanan dihat gotin, lê dewleteka giring bû û her ku diçû berfirehtir dibû. Hidûdên Osmaniyan li rojhilat di Antalyayê, Sêwasê, Qeyserîyê û Tokatê re derbas dibû, li bakurtir Trabzon digirt nav xwe.
Lê belê Erzincan, seranserê dorûbera Firatê, bi ‘’32 kela û 16 nahiyeyên xwe ve Mîrekiya Çemîşkezekê’’ (Dersim), Urfa û Diyarbekir di bin destê Îranê de; Adene, Elbistan, Meraş, û Meletiye yê Mîrekiya Dulqadiriyan, hemû erden Îslamê yên başûrên wê jî; Şam, Heleb, Filistîn, Misir, Yemen, erdên pîroz ên weke Mekke û Medîneyê jî yê Memlûkiyan de bû. Li herêmê sê dewletên mezin (Zilhêz) peyda bûbûn; Îran, Osmanî û Memlûkî. Dewleta Osmanî belkî jî ji alî axa xwe ve piçûktirîna van her sê dewletan bû. Di navbera wan de jî Mîrekiya Dulqadiriyan a piçûk mabû.
Gava Şah Îsmaîl text xist destê xwe, mezhebe Sinnî yê Şafiîtiyê li pirraniya Îranê serdest bû. Wek nimûne gava Şah Îsmaîl Tebrîz zeft kir, ji çara sisêyê 300 hezar nifûsa wê dere, Sunnî bû. Şah Îsmaîl riya berfirehkirina Şîetiyê ya bi darê zorê da ber xwe. Li gor veguhastinên gelek weqanivîsan; gava Tebrîz hat bidestxistin, emîrên qizilbaşan, ji bo ku ê Şîetî wek dînê resmî bihataya îlankirin, bal kişand ser pirraniya nifûsa Tebrîzê û pirsî, got ‘’xelk di nav xwe de dibêjin ‘em padîşahekî Şîe naxwazin’ eger ew qebûl nekin ê çi bibe, Şah Îsmaîl şûrê xwe nîşan da û got; ‘Ez ji tu kesî natirsim. Xwedê û 12 Îmam li gel min in. Eger gotinek bê kirin, ez ê şûrê xwe bikesim, tu kesî sax nehêlim.’’[15]
Bi rastî jî Şah Îsmaîl bi riya şiddetê herkes mecbûr kir da Şîetiya 12 Îmamî qebûl bike. Wek nimûne piştî ku Tebrîz hat zeftkirin, di nimêja Cum’eyê ya yekê de bizzat Şah Îsmaîl bi xwe tevî terefdarên xwe yên Qizilbaş çû Mizgefta Cum’eyê ya bajêr, bi şûrê xwe yê rût li ber minberê rawestiya, ferz kir ku xutbe li gor mezhebe Şîe bê xwendin. Îmam Mewlana Ahmedê Erdebîlî, li ser navê 12 îmaman xutbe xwend; nîvê cemaeta camiye bi vê kêfxweş bû, yên mayî gava bi acizî xwe livand, Qizilbaşan hema şûrên xwe kêşan û ew hiş kirin. Çimkî qizilbaş bi çekên xwe wiha hatibûn rêzkirin ku di navbera her du kombuyiyên nimêja Cum’eyê de Qizilbaşek bi çekên xwe sef bi sef hatibûn rêzkirin.
Weqanivîsên wê deme yên terefdarên Safewiyan jî, çavkaniyên Rojavayî yên wê deme jî diyar dikin ku Şah Îsmaîl li wan welatên ku fetih dikir Şîetî bi zorê ferz dikir. Hesenê Rumlu yê dîroknivîsê Safewiyan jî ku ew weqanivîsê Şah Tahmaspê I-ê bû, bi pesindayin bahs dike ku gava li Tebrîzê text hat zeftkirin, Şah Îsmaîl bi zora şûr mezhebê Şîetiya 12 Îmamî dida ferzkirin:
Şah Îsmaîl, ‘di destpêka derketina ser text de, ferman da xetîbên(xutbexwênên) memleket, da li ser navê dozde îmaman (silav li ser hemuyan be) xutbeyan bixwînin. Ferman da ku ew gotina berî pênsed û bîst û heşt salan, piştî hatina Sultan Tugrul Begê kurê Mîkaîlê kurê Selçûq û bazdana Besasîrî hatibû rakirin, cardin têkeve nav azanê. Jê pêştir ferman hat dayin ku li çarsû û bazaran Ebubekir, Umer û Osman bên pîskirin û lanetkirin, yên ku li hemberê vê tên, serê wan bê jêkirin.
Derbarê xusûsiyetên mezhebê heq ê Caferî rênuma û qanûnên civaka xwedan Dozde Îmamî de wê demê xelkê tu tişt nizanibû. Çimkî kitêbên fiqhê yên Îmamiyeyê li wê derê tunebûn. Cildê yeke ya Bingehên Îslamê ya berhmên sultanê alimên pispor Şeyh Cemaleddîn Mutahharê Hilleyî ji bal Qadî Nesrullah Zeytûnîyê ji bo perwerdeya behsên dînî dihat bikaranîn. Her ku çû roja (tava)heqîqeta Mezhebê Dozde Îmamî hilbû û derûdora dinyayê bi tîrêjên wê yên biriqokî hat ronahîkirin.’’[16]
Esas Şah Îsmaîl, hê roja pêşîn gava bi 12 hezar Qizilbaşan re ket Tebrîzê, tevî ku pêşhatiyên bajêr pêşwazî lê kir û pabendbûna xwe nîşan da jî[17] wî li bajêr dest bi qetlîamekê kir. Yekî bi navê Bazirganekî Venedîkî naskirî yê ku wan salan li Îranê bû, di seyahetnameya xwe de dinivîse ku gava Tebrîz hat zeftkirin, qetlîamek hat kirin: ‘’Pişt re berê xwe da ber bi Tebrîzê. Li vê derê pêrgiyê tu miqawemetê nehat. Tevî vê jî qetlîameka mezin li beşeka mezin a xelkê bajêr kir. Hetta jinên ducanî bi zarokên di zikên wan de hatin kuştin. Gorrên Sultan Yaqûb[Sultanê Aqqoyunuyan –MC] û wan begên ku beşdarê şerê Derbendê bûbûn[18] vekirin, hestiyên wan şewitandin. Sê sed qehpik rêz kirin û laşê her yekê ji wan kirin du şeq. Pişt re serê heşt sed kesan ji blasierên (di wergerê de tu maneyeka zelal ji bo vê gotinê nehatiye diyarkirin, muhtemelen awayek esker e –MC) li ba Elwend (Yek ji şehzadeyên Aqqoyunluyan –MC) hat jêkirin. Hetta hemû seyên (kûçikên) Tebrîzê hatin kuştin; gelek ji tawanbaran tûşî fecîayên cuda bûn. Pişt re Îsmaîl ba diya xwe ya ku merivatiyeka wê bi awayekî li gel Yaqûb hebû[19] kir[20]. Çimkî bi begekî ku tevî şerê Derbendê bûbû re zewicî bû. Piştî ku qehir û lanet lê hat xwendin ferman da li pêş wî serê wê jêkin. Ez texmîn nakim ku ji zemanê Neron heta îro bi zilmeka wiha tîhnûyê xwînê hatibe ser ruyê erde.’’[21] Gelek weqanivîsên terefdar ên ku li ser Safewiyan nivîsîne jî destnîşan dikin ku gelek Sunnî hatine kuştin. Her wekî di Zeyla Habibu’s-Siyerê de tê nivîsîn ku ‘’Wê demê laşê gelek cahil û muteesibên li memleketê Azerbaycanê bi şûrên xazîyan hatin maliştin’’[22], di Ravzatu’s-Sefaviyyeyê de jî hatiye nivîsîn ku ‘’Muteesib û cahilên ku berî Şahê welayet [Şah Îsmaîl –MC] eziyet li hezkirên Hz. Alî û Şîeyan kiribûn di agirê tolvedanê de hatin sohtin.’’[23]
Di wan 13-14 salên ji destpêka bidestxistina desthilatê ya Şah Îsmaîl heta pêş Şerê Çaldiranê de, ji Kermanşanê heta Sêwasê û Erzincanê hemî erdên Kurdan jî ji bal Safewiyan hat dagîrkirin. Li ser hemû erden bidestxistî; Bradostê, Mukriyan, Wanê, Bedlîsê, Mûsilê, Cizîrê, Hesenkêfê, Diyarbekirê, Xarpêtê, Mîrekiya Çemîşkezekê (Dersimê) û Erzincanê mîrên Kurdan ji ser textên wan hatin daxistin hatin zîndankirin, sirgûnkirin, yan kuştin, di şûna wan de fermandeyên Qizilbaş hatin tayinkirin.
Safewî tenê bi fetihkirina welatan nediman, statuya berê hildiweşandin, sîstemên xwe ava dikirin, xelkê ne birêvebir û şerkar jî di navê de, hemû Sunnî dihatin mecbûrkirin ku bibin Şîe. Mîrên Kurdan û pêşhatiyên wan dihatin mecbûrkirin ku serpûş û kincên Qizilbaşan li xwe bikin, ji derva ve be jî wekî wan tevbigerin.
A ji bo ku di bindestiya vê desthilata zordar de, di rewşeka gelek asê de mabûn û ji bo liberxwedanê, muhtacî desteka dewleteka bihêz a din bûn, Kurdan gazî Sultan Selîm kir da ew seferekê bîne ser Îranê.
Li ser bang û gaziya gelên Sunnî ku ketibûn bin nîrê dewleta Safewî; bi taybetî ya Mîr Şerefê Mîrê Bedlîsê, Melik Xelîl Eyyubiyê Mîrê Hesenkêfê û hukumdar, beg û serokeşîrên Kurdan ên bi serokatiya Îdrîsê Bedlîsî, Sulan Selîmê Osmanî dev ji sefera ser Rojava (a ser Macaristanê) berda. Biryar da ku seferê bibe ser dewleta Safewî ya Îranê.
Li ser mihaweleyên qan’ikirinê û gaziyên berdewam ku Sultan Selîm, li Edirneyê di payiz an zivistana 1513ê de dev ji şerê li gel Macaran berda û biryara ser Îrana Safewî da yek jê bi paşa, beg û wezîran re, ya din bi alimên dînî-mezhebî, şêxulîslam, û miftiyan re; du civîn kirin.
Bedlîsî wiha dinivîse: ‘’Sultan, bi fikra dermankirin û nehiştina birîna milk (li vir bi maneya birîna dewletê ye –MC) ku çavkaniya xwe ji hebûna xwedan xurufiyana (sapıklık) eşkere û rêgirtina li ber zerardîtina milk û dîn li seranserê axa Îranê kete tevgerê û mesleheta Îslamî li ser xwe lazim û ferz zanî. Ji bo rêlibergirtina vê fecaetê û rawestandina fitneyeka wiha berfireh ya ewil, du civînên bihîkmet lidarxistin. Çimkî durustkirina xerabiyên li ser mulkî (dewletê) ji yên xwedan çek tê payin. Cîbicîkirina meqsedên dînî jî ji xwedanên ilm û qenciyan tê payin.
Berê bi yên xwedan tedbîr û şûran û mucahidên cîhangir re civînek kir… Ku civîna meşweretê ya ji yên xwedan şûr pêkhatî tedbîrên Sultanê fatihê cîhanê erê kirin, civîneka din hat lidarxistin ku mezinên dînî û xwedanên ’ilmul yeqîn’ tê de amade bûn. Di vê civînê de ehlê ilm û xwedanên diyanet û teqwayan derbarê vê tevgerê (Qizilbaşan – MC) de û ku şerê li hemberê wê ji yê li hemberê kafiran pêşdetir e fetwa dan.’’[24]
Di eslê xwe de, hema hema tenê Sultan Selîm guh da gazî û banga Kurdan, tenê wî, bawerî bi Kurdan anî û îcabeta vê vexwendinê kir. Hê di herdu civînan de ku ê biryar bên dayin, paşa û wezîran di civîna li gel xwe de, li hemberê biryara Sultan rawestiyan, pêşniyar kirin ku ew jî li gor siyaseta bavûkalên xwe yên padîşah tevbigere, ber bi Rojava ve derkeve xeza û cîhadan, bi Şah Îsmaîl re hevaheng be. Sultan gelek hêrs bû ji vê û diyar kir ku biryar ji alî wî ve hatiye dayin, ya ku dikeve ser milên wan cîbicîkirina fermanê ye. Bi wê fermana ku Sultan bi serê xwe da û bi wan fetwayên ku ji civîna li gel aliman derxistî sefera ser Îranê destpêkir.
Gava ordu li ser riya seferê bû jî, mixalefeta yenîçeriyan û ya wezîr û paşayên ku ew teşqwîq dikirin aş nebû. Gava ew li derûdora Erzincanê bûn, çima ku li ser hidûd ew pêrgiyê Şah Îsmaîl nebûne, hat xwestin bê vegerandin. Heta gihaştin Çaldiranê jî xirecirê dewam kir. Tevî ku li Çaldiranê şerî bi zaferê encam da û Şah reviya, gelên herêmê raperiyan, bermayiyên Safewiyan qewirandin û patexta Safewiyan ket destên Osmaniyan jî yenîçerî, wezîr û paşa li hember derketin ku ordî wê zifistanê li wê derê bimînin, hema hema ji Sultan û Kurdan pê ve herkesî got em ‘vegerin’. Berê hat vekişiyan Qerebaxê, ji wê derê jî, ji ber mixalefetkirinê hat vegeriyan heta Amasyayê; nav axa Osmaniyan. Li Amasyayê jî çend caran ji bo neyê derketin bo seferê û bê vegeriyan Îstanbulê, çend caran tevlihevî hat derxistin. Sultan Selîm di buyerên van hemberrawestiyanan li ser riya çûn û vegerê, ket rewşekê ku hin wezîrên xwe dan kuştin, hinek jî ezil kirin.
Tevî ku sozên di buharê de ê bê vegeriyan, ê bê çûyin ber bi hewara gelên Sunne yên hê pirtir li rojhilat hatibû dayin Kurdan, tevî ku Kurdan got ‘Safewî vegeriyan Kurdistanê, bi tenê hêza me têrê nake em wan rawestînin û biqewirînin, zû bigihên hawara me’ Sultan nekarî careka din bê hewara Kurdan, orduyek di bin fermandariyên Biyikli Mehmet Paşa û Şadî Paşa şand Amîdayê ji bo alîkariya Kurdan. Kurdan bi saya vê alîkariyê serkeftin bi dest xist, Amîda hat rizgarkirin. Pişt re di demekê de ku bi mihaweleyên Îdrîsê Bedlîsî û Melîk Xelîl Eyyubîyê hukumdarê Hesenkêfê kilîta Kela Mêrdînê bi riyeka aştiyane hatibû teslîmkirin, fermandeyê Osmanî Şadî Paşa, bi egera ku fermana Sultan ne ji bo rizgarkirina Mêrdînê ye, tenê ji bo rizgarkirina Amîdayê ye, li wê derê nema, vegeriya Amîdayê. Li ser vê, yenîçerî û sîpahîyên ku xenîmet û talanên xwe girtibûn jî dan pey wî û paş de vekişiyan.
Xebera vekişiyanê, encameka wiha da ku orduya Safewiyan di bin fermandeyiya Qere Xanê Ustaclu vegere, Mêrdînê careka din dagir bike û heta ber Bedena Diyarbekirê pêş ve were. Orduya Osmanî ya ku bi hawara Kurdan ve hatibû şandin, bi giştî ji alî viyana şerkirinê ve xemsar ma. Herwiha Orduya Osmaniyan a ku Biyikli Mehmet Paşayê li Amîdayê guh neda mîrên Kurdan û li ba Qerekopruyê şand ser Safewiyan, tûşê şikestineka hezîn hat û bi hezaran esker hatin kuştin. Tam ku Amîda ê biketaya, Sultan Selîmê ku li Îstanbulê xeber gihayê, biryara sefera duyê ya ser Îranê da, zûbizû li pêşiya xwe hin yekîneyên orduyê şandin alîkariyê.
Hê ku orduya Osmanî ya bi serpereştiya Sultan negihştibû Kurdistanê, gihaştina nûçeyên ku Sultan Selîm biryara sefereka nuh ya ser Îranê daye, ji bo alîkarîkirina Kurdan di pêşiyê de esker şandine, ji nuh ve rê vekir ku Kurd rabin êrîşê û alîgirên Safewiyan bêhêvî bibin û vekişin. Bi gahiştina hin yekîneyên Osmanî, li pêşberî Mêrdînê orduyeka yekbûyî ya Kurdan û Osmaniyan zora orduya Safewiyan ya bi serokatiya Qere Xan bir û hêviyên heyî jî bi temamî pûç kirin. Beşeka mezin a Kurdistanê hat rizgarkirin, bi statuyeka xwesariya mîrekiyên Kurd tevî nav axa Osmaniyan bû.
Gava ji bo sefera ser Îranê ya duyê jî biryarhat wergirtin, Sultan Selîm pêrgîyê mixalefeta orduyê û yên pêşhatî hat, cardin hin ji wezîfê girtin, sere hinan da firandin. Sefera duyê ya ser Îranê jî piştî ku heta Elbistanê hat, hem berî ku Sultan bigihîje, ji ber wê serkeftina dawîn û têkşikandina Safewiyan bi saya şerê orduya Kurdistanê ya ji 40 hezar kesan pêkhatî ya mil bi milê yekîneyên orduya Osmanî yên ku di pêşiyê de hatibûn şandin, hem jî ji ber ku Sultanê Memlukiyan destpêkiribû siyasetên neyarane yên li hemberê Osmaniyan pêşde dixistin, her wiha ji ber mixalefetkirinên yenîçeriyan û paşayan berê xwe ji ser ranê vegerand da welatê Memlukiyan bû sefereka li hemberê wan.
ENCAM
Her wekî tê dîtin, ne welê ye ku Sultan Selîm hat ser text nehat, bi agirê bêsebriya sefereka ser Safewiyan û tevêkirina erdên dinya Îslamê a nav axa xwe soja, hela hela, siyasetka wiha qet li hesabê beg, paşa û wezîrên Osmaniyan û yenîçeriyan nehat. Wek dîplomatê Venedîkî dinivîse, eger banga Kurdan nebuya, Sultan Selîm baweriya xwe bi soza Kurdan neanîbuya, hîç cesaret nedikir seferekê bîne ser Safewiyan û Şerê Çaldiranê pêk nedihat. Piştre kurdên ku cesareta xwe ji hewaya coşa serkeftina Çaldiranê wergirtin, serî hilnedana, wan erdên ku îro hema hema hemû deverên her sê perçeyên Kurdistana Tirkiyeyê, ya Suriyeyê û ya İraqê (Rojhilat û bakurê Gola Wanê ne tê de) ji bin nîrê Safewiyan nedihatin rizgarkirin û bi awayekî xwebexşane tevî dewleta Osmanî nedibûn.
Kurdistan; belkî jî di tarîxa Osmaniyan de bes Kurdistan, ne bi riya fetihkirinan, lê bi saya serkeftina şerekî yê encama banga mîr, beg û pêşhatiyên wî welatî xwe rizgar kiriye, bi îradeya xwe ya azad, bi peymanên ku wan îmzekiriye, li ser esasê teahudên dualî û qanûnname û fermanên li ser wan derxistî tevî nav axa osmaniyan buye. Sultan Selîm ji bo fetihkirinê sefer dernexist ser Kurdistanê yan Îranê. Kurd ji bo rizgarbûna ji esareta bin destê Safewiyan gazî cîranê xwe yê li rojava; dewleta Osmanî kir, ew bi desteka wê rizgar bûn. Ji bo ku di nav ewleyî, îstîqrar û aştiyê de bin, wan biryar da ew di nav yekîtiyeka dewletekê de bin ku statuya wan înkar nake û hilnaweşîne, wan mecbûrê guhertina dîn û mezhebê xwe nake û li gora meşreba wan e û ev biryar cîbicî kir.
Di serkêşiya wan hêzên ku Sultan Selîm qan’i kirin da ew dev ji sefera ser Macarîstanê berde û berê xwe bide şerê li gel Şah Îsmaîl Kurd hebûn. Roleka giring a 16 hukumdar û begên Kurd ên ku tevî Şerê Çaldiranê bûn, di serkeftina vî şerî de hebû. Hela hela ku piştî şer erdên xwe rizgar kirin û li ser navê Sultan xutbe dan xwendin, di wan şertan de ku sultan soza alîkariya ku dabû jî nedikarî pêk bîne, hêviyên xwe wenda nekirin û berdewamî dan şerên xwe, serkeftinên ku berê bi serê xwe, pişt re bi orduya Osmanî re bi hev re bidest xistin beşeka mezin a erdên Kurdistanê tevî dewleta Osmanî kir. Ew serkeftinên ku li Kurdistanê hatin bidestxistin, rê vekir ku ew Sultan Selîmê ku sefera duduya ya ser Îranê da û birêket, li Elbistanê biryara xwe biguhere, ji dêlva ser Îranê seferê bibe ser Memlukiyan. Eger Şerê Çaldiranê bi serkeftinê encam nedaya, erden Kurdistanê di demeka kurt de nehatana rizgarkirin û Safewî ber bi erdên Farisan nehatana peşde pengizandin, riya sefera ser Memlukiyan venedibû.
Ev nîşanê me dide ku Kurdan roleka qedertayinkir lîstiye di destpêka sedsala 16-ê de, ku Sultanê Osmanî berê xwe bide rojhilat, pêşiyê zora Şah Îsmaîl bibe û beşeka mezin a welatê Kurdistanê tevî nav axa wî bibe, pişt re bi seferên ser Memlukiyan Bîladê Şam, Misir, Erebistan, beşeka giring a İraqa Ecem û İraqa Ereb bên fetihkirin. Bi kurtî, di berfirehbûna dewleta Osmanî de li Daru’l Îslamê û bûna xwediya hemû erd û bajarên pîroz de, di wergirtina meqamê xelîfetiyê ji Ereban de, ku ew bû meqamekî bilind; li ba sultanên Osmanî îdî bi riya mîrasê ji bavê digihîşt kurran.
Bêguman, kurdan jî ji vê hevkariyê kar û qezencên mezin kirin. Beşeka giringtirîn a Kurdistanê, Mîrekiya Bedlîsê, başûr û başûrê-rojhilatê Gola Wanê di nav de, başûr û rojavayê Hekkariyê, devera Bradostan, mîrekiyên Soran, Behdînan, Hesenkêf û Botan, Musil, Mêrdîn, Amîda, Urfa, Meletiye, Mîrekiya Çemişkezekê (Dersim; ku jê re Wilayeta Kurdistan jî dihat gotin), Xarpêt, Erzincan, Bayburd û Erzurumê û hemû ew erdên nav van doran ên Kurdistanê hatin rizgarkirin, ew bi xwebexşî bûn tabiê dewleta Osmanî, her bajar, kela li gor esasê qanûn, adet û peymanên Kurdan ên berê gihaştin statuyên xwe. Hukumdar, beg û rêvebirên di dereceyên cuda de yên Kurdan li gor adetên xwe yên berê îdare û seltanatên xwe ji nuh ve ava kirin, di karûbarên navxwe de serbest bûn, îdareyên welatên wan bi riya mîrasê jî ji birêvebirên wan ciyan re hat hiştin.
Bi vî awayî, li gora şertên wê demê, dewletên feodal yên cuda yên Kurdistanê, gihaştin sîstemeka wiha ku di hundurê xwe de serbest, li hemberê derva di tabiiyeta Osmaniyan de, di dema şeran de esker bişînin ji orduya Sultan re, salê mîqdarekê jî bacê (vergiye) bidin. Kürt ketin bin şemsiyeya ewleyiya dewleteka bihêz ya Osmanî ya ku statuya wan nas dike, ji alî dînî û mezhebi ve jî wek wan Sunne ye û tiştekî din li ser wan ferz nake, 250 sal bi wir ve; ji êrîşên Moxolan heta wê demê, cara pêşîn, ji êrîşên derve, talan û fetihkariyan demeka dirêj rizgar bûn. Bi vê maneyê aştî, îstîqrar û huzûreka ta dereceyeka giring hat, Hukumdar û begên Kurdan derfet û wext dîtin ku memleketên xwe ava bikin û pêşve bixin, jiyanên gelên xwe çaktir bikin; rê, pir(d), xan, kela bîmaristan (nexweşxane), camî û medreseyan ava bikin. Rewşa ewleyî, aborî, bazirganiya hundur û derve zindî kir, çandinî û ajelxwedîkirinê îmkana pêşveçûnê li ber xwe dît; pêşveçûnên dînî, ilmî, edebî û tessewufî peyda bûn; kultur û edebiyata Kurdan di vê demê de dest bi bişkiviyan û geşbûnê, dayina berhemên birûmet kir. Yên weka Feqiyê Teyran, Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, Ahmedê Xanî û gelekên din di vê demê de; wek berhemên wê jiyana xwedan derfetên maddî û manewî yên li ser serkeftinên Şerê Çaldiranê û encamên piştî wê hatin avakirin.
Statuyên nîv-serbest yên li ser wan erdên Kurdistanê, yên ku di nava Împaratoriya Osmanî de man û ji neslekî derbasî neslekî din dibûn, Safewî jî mecbûr kirin ku li ser wan erdên Kurdistanê ên nav hidûdê Îranê jî statuyên wek wan nasbikin, ji bo ku Kurdan bi temametî wenda nakin, heta dereceyekê dev ji wan siyasetan berdan ku weka berê statuyan hilweşînin, tevî her halî jî berpirs û rêvebiran ji ser karên wan daxin, sirgûn bikin û fermande û begên xwe (yên Qizilbaş) ji navendê tayin bikin. Wan jî dest pêkir, statuyên herêmî naskirin, eger begekî terfdarê xwe be jî kirin ku ji kesên herêmî li ser desthilatê bibînin û wan nas bikin.
***
Ew statuyên ku li ser erdên Kurdistanê yên bin serweriya Osmaniyan diyarbûn, di dewra Sultan Selîm û kurê wî Qanûnî Sultan Suleyman de hetta dereceyeka mezin pê pabend hat mayin. Bêguman ew dem jî tê de di seranserê hemû qonaxên dawiyê de, destêwerdana sultanan, wezîran an mîrêmîran ên Osmaniyan a nav hukumet û mîrekiyên Kurdan her ku çû zêdetir bû. Lê ev destêwerdan gelek caran ji ber wê sedemê bû ku bi zebt di şerê desthilatdariyê yê mîrên Kurdan, bav û kuran, bira yan jî pismaman de, Kurdan bi xwe, mîrêmîran, Sultan an wezîr û paşayên Osmanî dixistin navberê, ew dikirin wasite, xwe dispartin wan û dixwestin desthilatê têxin destên xwe, yan pirsgirêkên li gel mîrekiyên cîranên xwe bi piştbestina bi wan çareser bikin. Di van şer û nelihevkirinan de berpirsên Osmanî, derfet dîtin ku li vî an wî aliyî cih bigirin û li Kurdistanê desthilatan hilweşînin, yên nuh bînin ser hukum. Lê bi giştî ev xirecir û mudaxele jî li gor wan peyman, qanûnname û fermanên encama lihevkirinên Sultanê Osmanî û mîrekiyên Kurdan dihatin kirin. Di dewrên sultanên pişt re de, her çendîn heta destpêka sedsala 19-ê, derece derece, van statuyan hêza xwe wenda kir û hatin şîlokirin jî ew berdewam bûn. Nîv-serbestiyên wek desthilatên mehandî yên statuyan hatin heta nîveka sedsala 19-ê, lê divê bê mukurhatin ku bi hezaran derd û belayan…
Bahskirina van qonaxên piştre yên dirêj û rudayîyên wê, li derveyê hidûdê vê xebatê ye. Lê bêyî behskirina diyardeyekê jî divê meriv derbas nebe; hê ji dewra Sultan Selîm ve, tifaqa Osmanî û Kurdan zêdetir xwe dispart bawerpêkirina navbera mîrên Kurdan û Sultanên Osmaniyan. Berê paşa û wezîrên berhevkirî (devşirme) yên li dîwanên padîşahan, pişt re jî burokrasiya îdarî, eskerî û dîplomasî ya Osmaniyan a ku pişta xwe dida Fransiyan, Îngilîzan, Almanan û Rusan, bi wan re lihevkirî dewleta Osmananî îdare dikir, hetta di vê navberê de serkêşiya bizavên İslahetê, Tanzîmatê û Meşrûtiyetê dikir, li hemberî statuya Kurdan a nav dewleta Osmanî carina bi dizî, gelek caran jî bi eşkereyî bi dijminayetî mewqif girtin, ji bo jarxistin û paşdexistina pozisyon û destkeftinên wan ên her demê li riyan geriyan. Di sedsala 19-ê de, ji bo ku li hember bidestxistin û pêşvebirina warên kartêkirinên xwe rêgir didîtin, Brîtaniyan, Almanan, Fransiyan û Rusan ji bo jinavrakirina statuyên Kurdan fişar anîn ser hukumetên Îstanbulê, yên ku li gel wan lihevkirî bûn jî ,destek û firsend dan wan.
(Teblîxa ku li SEMPOZYUMA NAVNETEWEYÎ YA BEDLÎSÊ A I-ê a 26-27-28-ê Hezîrana 2014-ê hat pêşkêşkirin.)
[1] Yavuz Sultan Selîm.
[2] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, wergêra ser Tirkî ya Hicabi Kırlangıç, TC Kültür Bakanlığı Kültür Eserleri, 2001 ANKARA, s. 87
[3] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, s. 90-91
[4] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, s. 91
[5] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, s. 91
[6] Selim Şah-name, İdris-i Bitlisi, s. 116-117
[7] Prof. Dr. Feridun M. Emecen, Yavuz Sultan Selim, Hazine Yayınları, s. 104
[8] Selim Şah-name, İdris-i Bitlisi, s. 117
[9] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, s. 120
[10] Muhammad Arif Mutercim, Tarixê Înqîlabê İslâm beyn el-Xasa we’l-1307 (1889/90)’de yazdığı ‘National Library of Tehran, numreya destnivîs 1634, 1307 hicri, s. 58.
[11] Şerefhan, Şerefname, M. Emin Bozarslan’ın çevirisi, s. 147.
[12] Şerefhan, Şerefname, Bozarsalan çevirisi, s.479- 480
[13] A Narrative of Italian Travels in Persia in the fifteenth and sixteenth centuries, Translated and edited by Charles Grey, London: Printed for The Hakluyt Society, 1873, s. 118-119.
[14] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, s. 261.
[15] Cîhanguşayê Hakan, s. 147, ji Son Kızılbaş Şah İsmail, Tufan Gündüz, s. 68.
[16] Hasan Rumlu, Ahsenü’t Tevârih, wergera Cevat Cevan, Ardıç yayınları, s. 74.
[17] Hasan Rumlu, Ahsenü’t Tevarih s. 84.
[18] Ew şerê ku Aqqoyunluyan Şêx Heyderê bavê Şah Îsmîl tê de kuştibûn.
[19] Her çendî nivîskar dinivîse ku ew nizane bi çi awayî merivê wî ye, diya Şah İsmaîl ya bi navê Martha (Alemşah Begum) xwişka Sultan Yaqûb a ji dêmariyê bû. Yanî Sultan Yaqûb zirxalê Şah Îsmaîl bû.
[20] Hin çavkanî destnÎşan dikin ku dikare dêmariya wî be.
[21] Seyahların Gözüyle Sultanlar ve Savaşlar, s. 185.
[22] Zeylê Habibu’s-Siyer, r. 66 ji Şah İsmail Son Kızılbaş, s 69.
[23] Rawzatu’s-Sefawiye, r. 154, ji Şah İsmail Son Kızılbaş s. 69.
[24] İdris-i Bitlisi, Selim Şah-name, s. 122-123
Leave a Reply