Nivîskarê swêdî yê ku zimanê kurdî afirand

Çendekî berê di kanalekî televîzyona swêdî de hevpeyivînek bi Mehemed Uzunî re hat kirin. Behsa hevpeyivînê nivîskarî û romannivîsiya wî bû.

Televîzyona swêdî gellek caran programên xwe yên kulturî du car-sê car dike. Hevpeyivîna bi Uzunî re jî yek ji wan programan bû ku hat carîkirin.

Di weşandina cara pêşîn a programê de min hay jê nebû, ez bi saya hin nas û dostan pê hesiyam. Gava min bihîst, gellek kêfa min hat, ez pê serbilind bûm.

Sebebê kêfxweşiya min jî ew bû ku, em kurd gellek caran bi bindestî, zulmlêbûyî û belengaziya xwe derdikevin pêşberî xwendevan an temaşevanên dinyayê. Gava navê kurdan tê, hema bêje tenê rebenî û perîşanî tê bîra xelkê. Lê millet nikarin tenê bi rebeniya xwe xwe bidin nasîn. Divê meriv bi aliyên xwe yên pozîtîf ên avakir jî xwe derxe meydanê, bi kultur û medeniyeta xwe, bi berhemên xwe yên di nava malbatên millettan de jî xwe bide nasîn. Loma jî derketina nivîskarekî kurd a ser televîzyona swêdî, hem jî bi romannivîsiya xwe, helbet ez kêfxweş kirim. Gava ji ber hin axaftinên Mehemed Uzunî yên di programê de hinan gazin jê kir jî bêyî ku ez programê bibînim min got “xem nake, tu însan ne mukemmel e, divê em însanên xwe bi qencî û kêmasiyên wan qebûl bikin, ji ber hin xetayên wan karên wan ên qenc jibîr nekin.”

Pişt re, firsend ji min re çêbû, di carîkirina programê de min jî ew temaşe kir.

Rast e, program li ser Mehemd Uzunî û romannivîsiya wî bû. Li ser romanên wî, jiyana wî ya sirgûniya li Swêdê û vegera wiya welêt a piştî panzde salan bû. Civînên wî yên li welêt, îmzekirina pirtûkên xwe ji bo gencên nûgihayî, yek bi yek di şaşa televîzyonê de diyar dibûn. Çend xwendevanên wî bi dil û can pesnê wî didan ku wî çi xizmet ji bo ziman û edebiyata kurdî kiriye. Şanaziya herî bilind ew bû ku romannivîsê me yê tirk ê kurdnîjad Yaşar Kemal, bi rûmetdaneka gellek bilind pesnê Mehemed Uzunî dida.

Ji ber weşandina programeka wiha meriv çawa kêfxweş nabe! Lê ez rastiyê bêjim, çawa ku ez di destpêkê de bi heyecan û hêviyeka mezin li ber televîzyonê rûniştim, di dawiyê de jî ez deh qat dilşikestî, liberxweketî û heta ne hindik bi hêrs ji berê rabûm. Program çend pesn û rûmetdan bû ji bo Mehemed Uzunî, ew qas jî înkarkirin, bêbextî û heqaret bû ji bo ziman, kultur û edebiyata kurdî û xizmetkarên bi rûmet ên avakirin û geşkirina vê kultur û edebiyatê.

Bêbextiyê bi pêşkêşkera programê destpêkir ku wê Mehemed Uzun wekî danerê nesra kurdî da nasandin. Gava min ev bihîst berê ez şaş mam, lê min got qey bêhemd, bi şeqitîn ev yek ji bal swêdiyeka nasnekira ziman û kultura kurdî hatiye zimên, loma jî xem nake. Pişt re wê got ku gava Mehemed Uzun dest bi nivîskariyê kir edebiyata modern a kurdî tunebû. Bi perbipêşçûna programê, min dît ku ev tesbît ne bêhemdî hatiye kirin, armanca esasî ya programê ew e, bide nîşandan ku berî Mehemed Uzunî tiştekî nivîsandî yê kurdî tunebûye û wî bi xwe zimanê nivîskî yê vi milletî afirandiye. Mehemed Uzunî, li kamerayên televîzyonê dinihêrt û digot “gava min dest bi nivîskariyê kir ne ferhengokek ne jî tik û tenha teksteka kurdî hebû. Min zimanek afirand”.

Pişt re dor hat ser Yaşar Kemalê bi nav û deng, qasî Uzunî nebe jî wî jî edebiyata kurdî reş dikir. Digot ne li Kurdistana Tirkiyê, ne li perçeyên din ne jî li Yekîtiya Sovyetan berî Mehemed Uzunî romana kurdî tunebû, heke hebûya jî hin muswede bûn, roman nedihatin hesibandin. Romana modern cara pêşîn bi Mehemed Uzunî dest pê kir.

Piştî van tesbîtan, ez gellekî fikirîm ku gelo divê ez çi bikim. Gelo diviya ez hêrs û xemgîniya xwe daqurtînim û bêjim de xem nake? Lê gellekî xem dikir. Hin merivên “mestî mezin” derketibûn ber kamerayê, bêyî ku çavên xwe biniqînin li bîbika çavên min dinihêrtin û em Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Hacîqadirê Koyî û Pîremerd deynin alîyekî, Celadet Bedirxan, Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Kamûran Bedirxan û Cîgerxwîn jî înkar dikirin. Erebê Şemo, Aliyê Abdurrahman û Îbrahîm Ahmed înkar dikirin. Kemal Badillî, Mûsa Anter, Edîp Karahan û Mehemed Emîn Bozarslan inkar dikirin. Kemal Burkay, Malmîsanij, Nacî Kutlay, Bavê Nazê, Rojen Barnas, Hesenê Metê, Mehmûd Lewendî, Zinarê Xamo, Mahmûd Baksî, Ahmed Huseynî, Firat Cewerî, Rohat û Reşo Zîlan înkar dikirin. Evan hemuyan berî Mehemed Uzunî dest pê kiribûn bi kurdî nivîsîbûn. Bi sedan çîroknivîs, helbestvan, rojnamevan, lêkoler, zimannas û xwedî û berpirsiyarên rojname û kovarên kurdan red dikirin, bi qelemekê ew ji dîrokê dimaliştin. Kurdistan, Hawar, Roja Nû, Gelawêj, Ronahî, Tîrêj, Armanc û bi sedan kovar û rojnameyên kurdan înkar dikirin. Tarîxa hebûna zimanê kurdî ji Mehemed Uzunî dest pê dikirin. Li gor wan, berî Mehemed Uzunî hew çend dengbêjên wî yên zarbêj hebûn û hew.

Mehemed Uzunî tevî ku heta niha kitêbek jî bi swêdî nenivîsiye, digot “ez xwe nivîskarekî swêdî hesab dikim”. Çawa dibû, yekî ku qet kitêbek jî bi swêdî nenivîsîbû xwe swêdî hîs dikir? Em mesela zanistî û eqlê selîmiyê bidin aliyekî, em bêjin ev hîs e, yek xwe çawa hîs bike, wê bike. Meriv nikare bibêje ku “tu çima xwe wiha hîs dikî?” Lê ku wî digot “gava min dest bi nivîskariyê kir ne ferhengokek, ne jî tik û tenha teksteka kurdî hebû. Min zimanek afirand” lazim e em li wê derê rawestin û bipirsin ku “Mehemed Uzun ma nayê bîra te, gava te cara pêşîn tûrê nivîskariyê da ser milê xwe û tu bi rê ketî, di wî tûrî de hin meywe hebûn ku ji baxçeyê Hawarê, ji “darên biber” ên Celadet Bedirxanî hatibûn jêkirin? Ma ne xureka te ya herî pêşîn ji wî baxê dewlemend ê rengareng hatibû berhevkirin. Te çi zû ji bîr kir?”

Di programê de gellek mixabin ku şêla Yaşar Kemalî ji ya Mehemed Uzunî ne kêmtir bû. Tevî ku di wê programê de Mehemed Uzunî bi xwe digot ku “her çendîn Yaşar Kemal kurdnîjad e û bi kurdî diaxive jî ew xwendin û nivîsandina bi kurdî nizane” jî, tevî ku eşkere jî bû ku Yaşar Kemalî ne romanên Mehemed Uzunî, ne jî yên kurdên din xwendine, wî ew heq di xwe de didît ku bibêje, berî Mehemed Uzunî romana kurdî tunebû, yên ku hebûn jî muswede bûn. Li gora Yaşar Kemêl, berê, kurdî zimanekî wiha bû ku derbasî nivîsandinê nebûbû, Mehemed Uzunî zimanekî nuh afirand. Ez qet nikarim fêhm û qebûl_bikim ku nivîskarekî wekî_wî, tevî ku nikare romanên kurdî bixwîne, hay ji edebiyata kurdî ya nivîskî nîne, di heqê wan de fikrên xwe dibêje û her tiştî bi carekê de înkar dike.

Qasî ku min taqîb kiriye ji romana pêşîn û bi vir de, pêşveçûnek di nivîskariya Mehemed Uzunî de çêbûye û ew xizmetekê dide zimanê kurdî, lê hemû xwendevanên kurdîxwîn wê heq bidin min ku heke romanên li derveyî yên Mehemed Uzunî muswede bin, yên wî jî muswede ne. Çimkî ew bi naverok û teknîka xwe ji wan ne pêşdetir in.

Heta niha em dibûn şahidê wê yekê ku hin siysiyên kurdan radibûn, tarîxa têkoşîna kurdan ji xwe dest pê dikirin, liberxwedan, fedakarî û xebatên berî xwe înkar dikirin, lê bi vê şêla Mehemed Uzunî êdî xuya ye ku mixabin em ê bibin şahidê înkarkirina ronakbîran jî. Ecêb e, ronakbîrek çawa dikare kultura milletê xwe û ronakbîrên wî înkar bike?Wekî ku meriv rabe wê firaqa(amana) jê xweriye pîs bike.
Mehemed Uzun gava dibêje ez nivîskarekî swêdî me, ew bi xwe îtîraf dike ku ne ronakbîrekî kurd e. Lê bi qenaeta min gava ew radibe hebûna kultur û edebiyata millettekî înkar dike, ew nîşan dide ku ji ronakbîriyê jî dûr e.

(Nivîs di destpêka mîlenyumê de hatiye nivîsîn)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: