Tirkiye û Israîl

Nizanim gelo bala we jî dikêşe an na, gellek muşterekiyên Îsraîl û Tirkiyê hene ku gava meriv bala xwe dide Tirkiyê Îsraîl dikeve bîra meriv. Ez bi xwe, hema hema her cara ku li ser rewşa Tirkiyê, pirsgirêkên wê yên siyasî û civakî difikirim Îsraîl dikeve bîra min. Min gellek caran pirsa wê yekê ji xwe kiriye ku gello çima welê dibe.

Îsraîl welatekî wisa ye ku hin xusûsiyetên wê hene wekî yên Tirkiyê ne. Tirkiye û Îsraîl hin wekheviyan parvedikin, dişibhin hev. Ji gellek aliyan de jî hin xusûsiyetên Îsraîlê hene ku hema hema ji sedî sed bi eksê yên Tirkiyê ne. Bi kurtî Tirkiye û Îsraîl hin wekhevî û newekheviyan parvedikin ku gava meriv bala xwe dide yekê ji wan ya din dikeve bîra meriv. Xwiya ye gava ez li Tirkiyê dinêrim yên Îsraîlê dixin bîra min ev wekhevî û newekheviyên muşterek in. Çi ne gelo ev muşterekî?

Tirkiye û Îsraîl du dewletên herêmê ne, ew bi xwe hema hema cîranên hev tên hesibandin, têkiliyên navbera wan di halê herî xerab ê herêmê de jî herî xweş bûne.Îsraîl, welatekî wiha ye ku li ser mûsewîtîyê ava bûye, lê dewleta wê di Rojhilata-navîn de dewleteka demokratîk a yekane ye. Bi xusûsiyetên xwe yên dînî û demokrasiya xwe, tecrube û nimûneyek e bingehîn e ji bo herêmê. Bi awayê jiyana xwe ya civakî û siyasî, temsîla jiyan û medeniyeta Rojavayî dike. Tirkiye jî di jiyana demokrasiyê û medeniyata Rojavayî de helbet hê gellekî li pey Îsrailê tê, lê wekî tecrubeyekê, pêşketîtirîn û balkêştirîn nimûne ye di nava dewletên dinya musulman de. Ew jî bi teşebusa xwe ya lihevanîna jiyana civaka îslamî, demokrasî û jiyan û medeniyeta Rojavayî, di qonaxeka balkêş de ye. Her çendin gellekî li pey bilikume jî li ser riyekê ye ku dişibhe ya Îsraîlê.

Hin sergêjanî û êşên Îsraîlê û Tirkiyê bi cîranên xwe re wek hev in.Serê Îsraîlê bi dewletên Ereb û musulman re, bi taybetî ji bi yên wekî Sûriye, Îraq û Îranê re di derd û belayê de ye. Tirkiye jî bi taybetî bi van cînarên xwe re ne li hev e.Û ji ber ku bûye mîratxurê dewleta Osmanî, bi tevayî dewletên Ereban bi çavekî baş û dileki safî lê nanêrin.

Îsraîlê heta do miletek cînarê xwe bindest kiribû ku di nav hev de dijiyan û ew ji mafên wî bêpar hiştibû.Ez behsa Filistînîyan dikim. Tirkiye jî bi vî awayî muamelê bi Kurdan re dike. Heta salekê du salan berê, muşterkiyeka wan a dinê jî hebû. Herduyan jî maf û berjewendiyên milletên bin destê xwe red dikirin, têkoşerên van miletan terorîst dihesibandin, red dikirin ku bi wan re rûnên, bi awayekî aştî, adil û demokratîk çareseriyekê ji pirsgirêkên van miletên bindest re bibînin. “Çimkî,” digotin “heke em destê xwe bidin van, wê milên me jêkin, em îro serbestiyekê bidin wan sibehî wê welat perçe bikin”.

Lê ev muşterekî heta demekê meşiya. Rojek hat ku Îsraîl û Tirkiye di vê wekheviyê de ji sedî sed ji hev cuda bûn. Berî bi salekê-du salan, Îsraîlê berê siyaseta xwe sed û heştê dereceyî zîvirand. Destê xwe dirêjî wan kesan kir ku ji wan re digot “terorîst”, bi wan re li hev kir. Hebûna Filistîniyan a li ser erda wan, maf û azadiyên wan ên millî, siyasî û însanî qebûl kirin.Dît ku divê Yahûdî û Ereb ji vir pê ve wekî cînar li rex hev û di nava hev de bi aştî, ewleyî û dostanî bijîn; bidin û bistînin; pêşeroja herêmê bi hev re ava bikin. Îsraîlê her wiha dest pê kiriye, yeko yeko bi hemû dewletên Ereb re jî li hev dike.

Li aliyê din Tirkiye, hê jî bi înada hişk li ser siyaseta xwe ya berê dimeşe, xwe nêzî çareserkirinekê ji bo pirsa Kurdî nake. Îdîa dike ku xwedêgravî, mesele wê tu caran di çarçewa bidestxistina maf û azadiyan de nemîne, piştî bidestxistina van mafan wê Kurd firsend û taqetê bibînin ku welêt perçe bikin, hebûna dewleta Tirkiyê têxin bin xeterê.

Gelo çi bû çi qewimî ku Îsraîlê dev ji vê tirs û îdîayê berda, lê Tirkiye hê li ser înada xwe berdewam e? Gava meriv pirsa Kurdan û ya Filistînîyan, her wiha têkiliyên Kurd û Tirkan û yên Îsraîlî û Ereban dide berhev, meriv dibîne ku di wê tirsa xwe de ya heta du-sê salan berê Îsraîlî ji Tirkan bêtir xwedan bingeh û argument bûn. Tirsa wan pirtir bi meriv maqûl dihat. Çimkî Îsraîlîyan digotin ku em dewleteka piçûk a xwedan du-sê milyon nifûs in ku bi çaralî ji bal bîst dewletên Ereb hatine dorpêçkirin. Di serî de Filistînî hema hema hemî dewletên Ereban siyasetek welê danîne ber xwe ku dewleta Îsraîlê bi tevayî ji meydanê rakin, li ser wê dewleteka Ereb a Filistînî avabikin. Heke em firsendê bidin wan ku serbest bibin, sibehî wê bi hemû wan dewletên Ereb re berê xwe bidin hebûna me û me ji holê rakin, divê careka din em Yahûdî birevin li çaraliyê dinyayê belav bibin û bibin hedefên jenosîdan.

Birastî ev, argumentinî ciddî bûn. Ereb bi nifûsa xwe sih çil caran ji Îsraîlîyan zêdetir bûn, 20-22 dewlet bûn, petrola wan, pereyê wan, çek û ordiyên wan, dost, mutefik û terefdarên wan hebûn. Dinya musulmantiyê li pişta wan bû. Ji heqîqetê ne dûr bû ku bi zeafeka Îsrîlê re ew karibin wê ji meydanê rakin. Tirsa Îsraîlê, îddîa û argumentên wê ber bi hiş ve diçûn. Tevî wê jî Îsraîlê aqilê xwe da serê xwe, hemî cesareta xwe ya medenî civand û bi dûrbîniyek hêja destê aştî, hevkarî û dostaniyê dirêjî Ereban kir.

Ma gelo îdîa, argument û tirsên Tirkiyê ji yên Îsraîlê gelekî pirtir nêzî rastiyê ne ku ew hê jî di înada xwe de berdewam e?

Ne Tirkiye qasî Îsraîlê ew qas pîçûk e ne jî Kurd qasî Ereban mezin û xwedan dewlet, hêz, dost û mutefîk in. Tirkiye wekî Îsraîlê ne dewleteka nûavabûyî ye jî. Welatekî welê ye ku xwedan ordiyek mezin e, di NATO-yê de ye, bi dehan peymanên xweparastinê bi DYA re û bi dewletên Rojavayî re îmza kirine. Li herêmê doza serokatiyê dike. ji Balkanan heta Asya-navîn ji xwe re bingehekî Tirkîtiyê û xwesipartinê dibîne. Di pirsa Kurdî de hêzê ji Îran, Îraq û Sûriyê, ji hemû dewletên Ereb û musulman distîne.

Nufûsa Kurdan nagihîje ji sisiyAn yekê ya Tirkan. Kurd ji movikên pişta xwe bûne çar perçe, di nava çar dewletên cînar de hatine parvekirinê. Dora wan bi dagirkeran hatiye pêçan,valahî û korîdorek nemaye ku tê re serê xwe derxin, têkilî bi dinyayê re deynin û bîhnekê vedin. Tu dewlet tuneye ku piştgiriya wan bike û alîkariyê bide wan.

Kurdan tu caran îddîa nekirine ku wê dewleta Tirk ji holê rakin. Pirsa serxwebûna Kurdistanê di tarîxa têkoşîna Kurdan de dewreka pir kurt digre ku ji deh-penzde salan ne dirêjtir e.Ew jî ne ji alî Kurdan ve ev daxwaz hatiye kirin, piraniya yên ku bi vê daxwazê rabûne, devjê berdane. Yên ku mane jî di nava Kurdan de ne xwedanê hezinî mezin in. Bi kurtî di seranserî dîrokê de bi esasî Kurdan ne ku doza cudabûnê kirine, her xwestine ku bi Tirkan re jiyaneka muşterek bidomînin. Bi nifûsa xwe ya esasîn dîn û mezhebên Kurd û Tirkan muşterek in(ne wek yên Îsraîlî û Ereban e); her du jî bi piranî musulman û sunnî ne; Alewîtî jî di Kurd û Tirkan de muşterekiyek xurt e. Hin buyerên trajîk ên van dused salên û bi taybetî jî heftê û pênc salên dawiyê nebin, tarîxê gellek tiştên muşterek di navbera Kurd û Tirkan de hûnane. Di buyêrên trajîk ên du sed salên dawîn; şer û pevçûnan de jî berpirsiyar ne Kurd lê Tirk bi xwe ne.

Peymana jiyana bi hev ra cara pêşîn bi êrîşa dewleta Osmanî ya ser mîrîtiyên Kurdan ji alî Tirkan ve hatiye xerakirin. Ji wê rojê vir de hemî caran, di hemû şer û serîhildanan de, pêşiyê Tirkan hucûm anîne ser Kurdan, berê xwe dane rakirina hebûn û berjewendiyên wan, li ser vê wan jî dest avêtine çek da êrîşa ser xwe pûç derêxin, xwe û berjewendiyên xwe biparêzin. Bi kurtî buyer û rûdanên dîrokî jî derdixin ku Tirk di îddîa, argument û tirsên xwe de bi deh qatî ji Îsraîlîyan bêbingehtir in. Pirsa Kurdan jî ji alî çareserkirinê ve gellekî ji ya Filistîniyan asantir e. Hebûna Kurdan, çareserkirina pirsgirêka wan tu carî ji bo dewleta Tirk nabe xeter, bileks di gellek waran de dibe hêz û serbilindî jê re, wê ji gellek zeafên wê xelas dike ku dilnexwazên Tirkiyê bi wan dilîzin.

Tevî vê jî gelo çima Îsraîl gelllekî berî Tirkiyê dikare pirsgirêka xwe bi filistînyan û bi Erebên din re çareser bike lê Tirkiye newêre û nikare ya xwe bi Kurdan re safî bike? Xwiya ye ev girêdayî ye bi mesela dûrketina ji barbariyê û nêzîkbûna ber bi medeniyetê û dûrbînîya însaniyeta medenî. Çimkî heke meriv gihîştibe wê dereca însaniyeta medenî û bûbe xwedanê wî aqilê selîm û cesareta medenî, meriv xweş dikare bibîne ku gellek riyên din ên jiyana muşterek hene di navbera gel û civekên cînar de, ji bilî qebûlnekirin û nenasîna hevdu û pevçûna bi hev re. Îsraîlîyan bi aqilê selîm ê xwe û cesareta xwe ya medenî ev riyên jiyana muşterek dîtin. Lê Tirk bi mejiyên xwe yên zingarî, dilên xwe yên reş ê ku ji siya xwe jî ditirse, nabînin, nabihîzin û hîs nakin. Hê ji merhela barbariyê derneketine. Barbarî jî kovîtî ye. Kovîtî wehşîtî ye, bêfamî ye, dûrbûna ji jiyana însanî, avayiyan û şêniyan e, tirsa ji van hemû xusûsiyet û diyardeyên însanî ye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: