DI ÇAVKANIYÊN ROJAVAYIYAN DE TEVGERA ŞÊX UBEYDULLAHÊ NEHRÎ

Murad Ciwan

Yek ji wan pirtûkên ku di van demên dawiyê de min bi balkêşî û hezkirin xwendin û agahiyên hêja ji wan wergirtin, berhemeka Baran Zeydanlıoğlu ye. Wergereka bi Tirkî ye; navê wê Batılı Kaynaklarda Şeyh Ubeydullahê Nehrî Hareketi (Di çavkaniyên Rojavayiyan de Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî) ye ku ji bal Weşanxaneya Peywendê ve hatıye çapkirin. Berhemek e ku mixabin, xwendevanên tirkînezan jê bêpar dimînin lê bi taybetî ji bo yên tirkîzan ku Kurdên Kurdistana Bakur wiha ne, gelek bikêrhatî ye.

Naveroka pirtûkê li ser Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî ya 1880’yî ye. Agahiyên gelek hêja ên ji devera tevgerê tê de hene. Rapor, name û nirxandinên rojnamegerî yên ji wan belgeyan pêkhatî ji destpêkê heta dawiyê qonax bi qonax agahiyên ji şahidiyên hin Rojavayiyan ên ku wê demê li deverê dijiyan pêşberî xwendevanan dike.

Hin ji wan belgeyan ên rêvebir û xebatkarên navendên misyonêrên Devletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ên li Urmiyê û Tebrîzê ne, hin jê raporên dîplomatên Dewleta Brîtanî ên li deverê û hin jê jî nivîsarên rojnamevanî ne ku wê demê rojnameyên amerîkî ew ji nav dosyeyên navenda misyoneriya Amerîkayê derxistine, nirxandine û di rojnameyên wê demê de belav kirine.

Wergêr Baran Zeydanlıoğlu ew ji arşîvên cuda berhev kirine, nirxandine, hin ji yên esasî wergerandine û li gel nirxandinên xwe yên kurt ew di kitêbê de bicih kirine. Werger ji Îngilîzî hatine kirin.

Nivîserên rapor û nameyên misyoneran, yên malbatiyên wan ên amerîkî û yên raporên dîplomasiya Brîtanî bi çavekî şahidiyên rasterast, zindî yên herêmî buyer nivîsîne. Ew bi xwe bi salan bûye ku li wê deverê jiyane, xebitîne, geriyane, ji dûr û nêzîk ve  heval, nas û dostên ji endamên civakên cuda yên deverê peyda kirine, ew jî heta dereceyekê bûne parçeyek ji deverê. Têkiliyên rêber û karmendên wan, di serî de bi Şêx Ubeydullahê Nehrî, kurên wî Seyyid Ebdulqadir û Şêx Mehemmed Sadiq, bi malbat, eşîr û derûdorên din yên Kurd re hebûne, çûnûhatineka nêzîk a germ di navbera wan de hebûye. Ew her xwedan pêwandiyên germ ên bi xelkên Xiristiyan ên deverê, Suryanî, Kildanî, Nastûrî û Ermeniyan re bûne. Ji xwe misyona wan a li wan deveran esas ew buye ku di civakên ne-Misilman de xwendin, zanîn û agahiyên dînê Xiristiyaniyê belav bikin, fêrgeh, manastir û nexweşxaneyan vekin, yên vekirî aktîftir û bikêrhatîtir bikin. Pêwendiyên wan bi civakên Fars û Azeriyên deverê re jî hebûne. Ew erdên serîhildan lê berpabûyî, deverên Kurdistana Rojhilat ên bin destê dewleta îranê bûn.

Dîplomatên Brîtanî jî di çarçeweya rêdayinên Îranê de li deverê xwedan binkeyên dîplomasî bûne û li nav hemû cure xelkên deverê tora wan a pêwendiyan vedayî bûye. Ew jî ji nêzîk ve bi Şêx Ubeydullah û derûdora wî re di têkiliyan de bûne.

Ji berhemê tê gihîştin ku heta dawiya Tevgera Şêx Ubeydullahî jî pêwendiyên dîplomatîk ên Amerîkayê bi Îranê re tunebûne, tenê misyonerên dînî li wan derûdoran di bizavê de bûne û rêberên wan di dereceyeka balkêş de nas, dost û dilxwazên Şêx Ubeydullahê Nehrî bûne. Lê wan heta dawiyê bêterefiya xwe li hemberî endam û alîgirên wê tevgerê û neyarên wê parastine, mihafezeya xwe kirine da tesîrên xerab ji encamên bi vî an wî awayî, neynin serê xwe. Diyar e, dîplomatên Brîtanyayê bêtir bizavê dikin da tesîra wan li ser Tevgerê hebe, dilê wan jî ne ji Kurdan re, ji dewletê re dixwaze. Ew giraniya xwe didin alî dewleta Îranê.

Divê meriv bi çavekî bîrbiri vê berhema hêja bixwîne, jibîr neke ku  yên rapor û name nivîsîne misyoner û dîplomatên li deverê ne, wan agahî û dîtinên xwe yên şexsî yên deverî nivîsîne. Ew ne qasî navend û hukumetên xwe hay ji siyasetên dewletên xwe hebûne, ne jî destê wan digihîşt hemî war, quncik, meqam û hiyeyarşiyên Tevgera Şêx Ubeydullahî da bizanin ka bi temamî ew çi dixwaze, çi dike, pêwendiyên wê bi kê re hene. Ev çavkanîyên bahskirî, ji alî xwe ev çi zanibûne ew nivîsîne, lê gelek aliyên ku ew negihîştinê, wan bi dest nexistine jî helbet di van raporan de diyar nedibûne

Gava meriv bi vî çavî belgeyan bixwîne hêjayiya wan hê baştir tê fahm kirin.

Leave a comment