Ber bi revanşa Lozanê ve…

NETKURD: 2009-09-17 19:46:47

Van rojan em dibin şahidên buyerên giring. Li Tirkiyeyê behsa ”vebûna kurd”, ”vebûna demokratîk” tê kirin. Erdogan ne carekê gelek caran got, ”Buhayê wê ji bo partî û hukumeta me çi dibe bila bibe em ê van gavan bavêjin”.

Van rojan em dibin şahidên buyerên giring. Li Tirkiyeyê behsa ”vebûna kurd”, ”vebûna demokratîk” tê kirin. Erdogan ne carekê, gelek caran got, ”Buhayê wê ji bo partî û hukumeta me çi dibe bila bibe em ê van gavan bavêjin”. Pirsa kurd li Tirkiyeyê bi her awayî, bi hemû berfirehiya xwe tê minaqeşekirin.

Li bin çengê Tirkiyeyê bi statuyeka federeyî be jî dewleteka kurd avabuye. Berpirsên Kurd di serokatiya navendî ya Iraqê de xwedan roleka giring in.

Li parlamentoya Tirkiyeyê 20 parlamenterên DTP-ê, li şarederiyan 100 serokşarederî… Di Ak Partiyê de hema hema seksiyoneka Kurdistanê; li Diyarbekirê, li hin deverên din, Leyletulqediran bi mevlûdên kurmancî û zazakî pîroz dike. Destên ”muminên Kurdistanê” îdî eşkere û resmî bi dua û hêviyên kurdî re ”hildibin ber bi Xwedê ve”.

Heyeteka DTP-ê di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de diçe tê; kurd li kurdan dicivin, şêwr û mişêwrê dikin.

Wezîrê derve yê Iraqê ê kurdnîjad Zêbarî li gel heyeteka mezin a ji wezîran pêkhatî li gel wezîrên hukumeta tirk, li Îstanbulê, li ser esasê hevpeymaniya stratejîk civînan dikin; pirsa hevkarîya aborî, civakî û siyasî tê minaqeşekirin, nexşeyên xeta petrol û gazê ya Kerkuk-Îskenderûnê a ku Kurdistana bakur û başûr ê bi hev ve girêbide, bazirganî û sermiyangêriya herdu aliyên hidûd tên kêşan. Li riyan tê gerriyan ku hidûd çawa bên sistkirin.

Her di eynî demê de serokê Sûriyeyê, wezîrê wê yê derva li Tirkiyeyê ye, biryara avakirina konseyeka bilind a stratejîk tê dayin, vîzeya navbera herdu welatan tê rakirin. Nexwe kurdên herdu aliyan bi pasaport be jî îdî ê karibin bi serbestî rabin bên ”serxetê” û biçin ”binxetê”..

Behsa hevkariyeka model a navbera Iraq-Tirkiyeyê tê kirin. Minaqeşe hene ku gelo guhertinên bi navê ”vebûna demokratîk” li Tirkiyeyê despêdikin, piştgiriya ku Sûriye didiyê û konseyên mişterek ên stratejîk ên ku Tirkiye-Sûriye û Tirkiye-Iraq datînin wek dendika çandî ya ber bi awe yekîtiyeka wek ya Eropayê ne.

Di demeka wiha de peymanên berê ên dewra berî globaliyê yên dema şerê sar; Pakta Sadabadê, Pakta Bexdayê, Pakta CENTO-yê û hela hela Peymana Lozanê tê bîra meriv.

Civînên rojên dawiyê yên yekemîn Meclisa Millî ya Mezin a Tirkiyeyê ên li ser peymana Lozanê tên bîra meriv.

Yên ku xwendibin ê bê bîra wan. Gava bi Mitarekeya Mondrosê Brîtanya serkeftî ket Îstanbulê û biryara girtina Meclisa Mebûsan a Osmanî da, vê meclisa osmanî di civîna xwe ya dawî de Sonda Millî (Mîsaqê Millî) xwar û hê belav bû. Di nav Mîsaqê Millî de wîlayeta Mûsila dewra osmanî (Kurdistana başûr a nuha tevî Kerkûkê) û Kurdistana Sûriyeyê jî hebûn. Yanî mebûsan sond xwar ku hemû ew erdên tirkan û kurdan bi hev re bên xelaskirin.

Lê di 1923-yê de di gotûbêjên li Lozanê de, hukumeta tirk a bi serokatiya Mistefa Kemal li gel hevpeymanan û bi taybetî li gel îngilîzan lihev kir, dev ji xwestina erdên kurdan ên ku nuha li nav hidûdên Sûriyeyê û Iraqê ne berda û biryar da ku bêyi wan Lozanê îmza bike.

Gava mebûsên kurd ên di meclisa yekê de ev bihîst, şok derbaskir, ji guhê xwe bawer nekir ku bêyî van beşên welêt çawa dikare Peymana Lozanê bê îmzakirin. Di meclisê de hemû mebûsên bajarên Kurdistanê îsyan dikir ku ev ê bibe felaketa kurdan, ê bê wê maneyê ku ji movikê de pişta kurdan bê şikandin; boruya nefesa wan bê girtin, hemû damarên jiyanê li wan bên birrîn.

Parlamenterê Bedlîsê ê wê demê Yusuf Zîya Beg rabû ser kursiyê got: ”Rewşa cografî ya Mûsilê, pêwendiyên wê yên nîjadî, awayê pêkhatina wê, avabûna wê ya civakî û siyasî, rê nade ku piştî peymana aştiyê ew deqîqeyekê jî di bin miameleya îngilîzan de, di bin mandateriya îngilîzan de bimîne.”

”Hevalno, min hêvî dikir ku bê gotin Mûsil parçeyek ji Tirkiyeyê ye. Çimkî ew bi kurdan û tirkan meskûn e. Zêdetirê nîvîyê wê kurd in. Di tarîxa kurd de cihekî giring ê binirx ê Mûsilê heye. Muhtemelen li cihekî din buya min ew qas endîşe nedikir. Di dîroka kurd de kursiyeka Mûsilê heye. Hevalno, çawa meriv nikare merivekî bike du perçe, yan perçeyekî wî jê veqetîne bi wî awayî jî ne mimkin e ku Mûsil ji Tirkiyeyê bê veqetandin.” (Ji zabitên civînên bi dizî yên axaftinên Meclisa Tirkiyeyê ya Ewil.)

Yusuf Ziya Beg li ser kursiya meclisê ji bo parçeyê ku bi ser Sûriyeyê (Fransaya wê wextê) ve hatibû berdan jî wiha got:

”Hevalno, mirov divê zikê xwe têr bike. Ev tiştek e ku beşer muhtac e. Ehlên Mêrdînê, Nisêbînê, Kilîsê, Urfayê û Entabê jî divê bijîn. Yên li vê derê nikarin çandiniyê bikin.. Çimkî di navbera hidûd û wan de herî zêde nîv saet mesafe heye. Ew bi xwe li qesebê rûdinên, lê zeviyên wan li rexê dî yê hidûd e. Îro belkî diçe tiştekî direvîne tîne, çandiniyê dike. Lê sibehî ne diyar e fransî bi çi qanûnan hidûd li ser wan bigire. Millet nikare ticaretê bike. Li rexê din ê hidûd bajar, qesebe û bazarên nuh tên avakirin. Bi risûm derbasî vî aliyî dibe, tiştek dibe 5 quruş, lê li rexê dî bi sed pereyan e. Loma kes nayên bazarên vî aliyî, hemû daxistî ne. Çarşî daxistî ye hevalno! Sin’et dimire, çimkî alet û alvên ku mihtac e, li rexê din erzantir e. Însanên ser hidûd bihn li wan çikiyaye, nikarin tenefus bikin. Boruyên wan ên tenefusê vekin hevalno da karibin bihna xwe bidin bistînin, nefetisin.” (her eynî cihî)

Lê Lozan hat îmzakirin. Ji wê rojê heta nuha her wiha bû. Kurdistan bû çar parçe. Mûsil li aliyekî, başûrê rojava li aliyekî, bakur li aliyekî… Qereqol hatin danîn, têl hatin kêşan, mayin hatin çandin. Her ku çû kurdên herdu aliyên hidûdan ji hev dûrketin. Ew hatin înkarkirin, kuştin û asîmîlekirin. Dewletên netewî; Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran ji kurdan re bûn zîndan.

Lê kurd teslîm nebûn. Wan li ber xwe da, daxwaza jiyaneka bi rûmet ji dest bernedan. Û hatin îro.

Van rojan, gava meriv van liv û bizav û diyardeyan li pey hev dibîne, bivê nevê meriv difikire: Gelo dibe ku roja revanşa Lozanê hatibe. Belkî hê zû ye. Belkî hê gelek maye. Lê eşkere ye ku ev rojên îro ji bo kurdan dawiya qonaxeka reş û tarî û destpêka qonaxeka pirşeng û ronahî ne. Rojên mizgînbexşa revanşê ne.

Bi destpêkirina qonaxa global, civaka agahî û ragihandinê a ku darbeyên mezin li hidûdud û serdestiyên zordar ên dewletên neteweyî yên merkezî yên zirxpûş dixe, têkoşîna kurdê bindest bi hemû mihaweleyên nêzî sedsalekê paradîgmaya ”yek dewlet, yeknetewe, yek ziman, yek ala”yê wek qedeheka krîstal hûrhûrî dike.

Tu riya înkarkirina hebûn, maf û azadiyên kurdan li ber dewletan nemaye. Ji hundur de têkoşîna gelê kurd zorê dide, di bin çengê wan de hebûna Kurdistaneka federe zorê dide, rewşa nuh a global; di nav wê de Yekîtiya Ewropayê û Amerîka zorê dide. Li hundur pêdiviyên sermiyangêrî û peywendiyên civakî yên van welatan bi xwe zorê didin.

Bi taybetî Tirkiye wek jina ducanî ya li ber zarokanînê diqurmise, di nav tevziyan de digevize. Çare nemaye, ê bifilite… Her çendîn ew bi slogan behsa xetên sor ên li ser take devlet, take ziman, take netewe, take ala û dewleta neteweyî ya unîter dike jî rewşa nuh wek şapeyekê bi ser ve tê û wê mecbûr dike ku xetên xwe gav bi gav ber bi zerayiyê û belkî jî ber bi keskayiyê ve bibe.

Ê bibe. Lê zû an dereng, kêm an zêde, xurt an qels, piçekî jî bi kurdan ve girêdayî ye. Eger kurd li xwe varqilin, bibînin ku dinya ne dinya berê ya dema şerê sar e, gelek guheriye û ew bibînin ku di dîroka însaniyetê de belkî jî cara pêşiyê daxwazên qonaxa global û yên kurdan bi her awayî lihevhatî ne, ew ê karibin gelek zûtir destkeftiyên gelek mestir bidestxin. Roja revanşa bi Lozanê re ê zûtir bê.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: