Dawiya komediyê trajedî ye

NETKURD: 2009-09-12 11:11:54

Hukumeta Ak Partiyê li ber îmtîhaneka mezin dilikume, diheje, gavekê pêş de, du gavan paş de davêje.

Di bîra me de ye. Berê serokwezîr Erdogan destpêkir got ’li Tirkiyeyê pirsa kurd heye û ev pirsa hemû Tirkiyeyê ye, divê bê çareserkirin.’

Pişt re serokkomar derket, got ’giringtirîn pirsa Tirkyeyê pirsa kurd e, derfeteka dîrokî ji alî rewşa hundurîn û derve peyda buye, divê ev derfet neyê revandin.’

Wezîrê hundur îlana ”Vebûna kurd” kir, derket gerra hevdîtina derûdorên cuda. Ji bilî CHP û MHP-ê hemû hêz û rêxistinên civakî û siyasî dîtin.

Serokwezîr li grûba parlamentoyê a partiya xwe axaftineka hestiyar kir; kurd, tirk hêsir li herkesî barand; navên ’Xanî’ ’Şivan’ dan, behsa dengbêjên çiyayên Cûdî û Munzirê kir.

Li gel Ahmet Türk civiya yê ku berê bi bahaneyên pûç lê bi şidetekî mezin red dikir.

Li alî din, MHP-ê û CHP-ê xwe sert kir, tûj kir. MHP-ê got ji xwe kurd tunene hemû tirk in, her tişt divê wek berê bimaşe, eger na hukumet cudaxwaz, xayin û bêşeref e.

CHP-ê got: Takes kurd hene, lê gelek bi vî navî tune, mafên wan ên kollektîf jî tunene. Dewlet qet’iyen divê xwe nede ber tu mafan, tu mafên siyasî nede kurdan, tu mesrefê li wan neke.

Pişt re jî dengê enirîn û xume-xumê ji eskeran hat. Xetên sor: ”Tek dewlet, dewleta-netewe û unîter, tek millet, tek ziman, tek ala…”

Pê re pê re rengê AK Partiyê jî dest bi çilmisîn û zerbûnê kir, dilê wê lerizî, got ”Esker rast dibêjin; ji xwe ev hemî xetên sor ên me ne jî”

Wezîrê hundur nema navê ”Vebûna kurd” anî, got ”Vebûna demokratîk”,” projeya dewletê”, ”projeya yekîtî û yekpareyiya neteweyî”.

Gotina ”kurd” ji devê berpirsên hukumetê wenda bû. YÖK-êbiryar da ku li zanîngeha Mêrdînê ji dêlva”Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî” ”Enstîtuya Zimanên Zindî” vebe. Ji xwe TRT 6 jî bi navê ”Televizyona pirr-zimanî” vebûbû.

Heta nuha a ku diyar dibe ev e: hukumet behsa navê kurd bike yan neke, gavên bi wî awayî davêje ku gotina ”kurd” tê de tunebe, wek welatî hebûna kurdan neyê naskirin, dewlet îmza neavêje bin biryar, qanûn an rênumayekê ku bi qebûlkirina mafên kurdan wek yên gelekî mukellef bibe.

Hiqûqiyen hê jî li Tirkiyeyê kurd tunene, hê jî her kes tirk e, parçeyek ji neteweyê tirk e.

Serokê hukumetê û wezîrê hundur behs dikin ku di ”Vebûna wan a demokratîk de” mesela ”efuyeka giştî” tune. Berî hilbijartinan ê destûr neyê guhertin.

Hê du sal mane ji hilbijartinan re. Û ne diyar e ku piştî hilbijartinan Ak Partî ê li ser hukum bimîne yan na.

Hêviyên ku ev çend mehên dawiyê weka baloneka mezin di nav civakê de hatin nepixandin, gav bi gav tên vemirandin. Bêhêvîtî, bawerîşikiyana û gumanbarîya ji hukumetê, hissa xapandinê di nav civkê de belav dibe. Geşbînî û xweşbînî ciyên xwe ji reşbînî, hêrs û nefretê re dihêlin.

Di wê dereceyê de ku hemû ew şow îdî ji bal gelek derûdorên fireh gellek ciddî wek lîstikeka mişterek a derwleta tirk a baskê eskerî û sivîl, a desthilat û mixalefetê tê dîtin. Weka ku Ak Partî û hukumeta Erdogan bi xwe di nav vê lîstikê de bin

Lîstika ku hukumet rabe bêje ”em ê mafê kurdan , yên geyrî misliman, yên elewiyan bidin. Em ê bi Ermenistanê re, bi Kurdistana Federe re lihevbên, pirsa Qibrisê çareser bikin”, lê mixalefet û ordî jî rabe bêje”Na, qet nabe,kurd tune, teror heye. Xeyrê-mislim maşika destê biyaniyan e. Li Qibrisê çareseriya herî baş neçareserî ye. Li bakurê Iraqê kurd bira dev ji Kerkûkê, ji federetiyê berdin. Ew tehdîda dewleta me dike, hedefa wê perçekirina dewleta me ye.”

Di dawiya lîstikê de jî weka ku hatiye plankirin hukumet bang bike, bêje ” Gelî dinya, kurdino, ya Amerîka, ya Yekîtiya Ewrupayê! Ma hun nabînin, ez dixwazim hin reforman bikim, esker nahêlin, mixalefet nahêle. Em çi bikin, hin ji we bi kurtêlan razî bibin, hin ji we jî sebir bikin, li hêviya me bisekinin. Meraq mekin em ê rojekê bên rehmê!”

Her ev guman bû ku rê vekir Hatip Dicle û Ahmet Turk di 1-êylulê de ji meydana Diyarbekirê bibêjin ”ew mirinê nîşanî me didin, da me bi tayê razî bikin! Lê bira bê zanîn ji dêlva ku em bi tayeka bêrûmet razî bibin em amade ne mirinê tercîh bikin!”

Hin derûdor ciddî cidî vê şovê bi mesela rapora Yekîtiya Ewrupayê a salane ya li ser Tirkiyeyê ve girêdidin ku ê di meha oktoberê de derkeve. Hin jî cidî cidî difikirin ku ev vekişIyan bi gotûbêjên Kerkûkê ve girêdayî ne ku vê havînê amerîkiyan, îngilîzan, tirkan gereka din li Kurdistanê kir, pirsa Kerkukê, a deverên nakokbar anîn rojevê, lê ji devê serokên kurdan cardin maddeya 140-ê derket.

Her ji ber vê gumanê ye ku Ahmet Türk bi pêkenîneke mezin diyar kir ku ”gelo çawa bêyî ku gotineka kurd bê bikaranîn ê reformên çareseriya pirsa kurd bên kirin.”

Bi rastî jî eger mesele ne lîstik be, meriv çawa bi partiyeka wek MHP-ê a ku hertiştî înkar dike û behsa careka din ”fetihkirina Anadoluyê”; yanî qirkirina kurdan dike li konsensusê bigere.

Eger ne lîstik be meriv çawa bi wê CHP-ya berdevka orduyê re li konsensusê bigere.

Konsensus dikare bi wan hêzanre bê mihawelekirin ku ji bo çareseriyê viyaneka (îradeyeka wan) heye û xwedanê projeyekê ne. Ya ku MHP û CHP dixwazin parastina statukoya berê, înkar û îmhakirina kurdan e.

Herdu partî jî ji bo hilbijartinan vê nakin. Lêkolîn û anket nîşan didin ku CHP çend vê siyasetê dimeşîne ew qas desteka hilbijêran wenda dike. Lê ew her û her li ser vê siyaseta xwe ya neçareserkirinê sortir dibe. Mesele kûrtir û cidîtir e. Plangêrriya dewleta statukoîst e. Serkêşiya wê ordû û dewleta kûr dikin.

Ak Partî di kudera vê plangêriyê de ye? Gelo di şova binavkirî de bi zanebûn rola xwe dilîze? Yan li derveyî şovê ye, lê ji tirsa xwe gav bi gav hustu li daxwazên statukoîstan ditewîne?

Li ku dibe bila bibe, çi tavîzê dide bila bide, bi paşvevekişiyanê, bi devjêberdana çareserkirina pirsa kurd Ak Partî nikare xwe xelas bike. Rapora serokerkaniyê a meha nîsana derbasbûyî ya li ser tunekirina Ak Partiyê a ku hat înkarkirin îspata vê ye.

Bi her hal, lîstikek tê lîstin; wek komedyayekê ye, lê eger Ak Partî li xwe varneqile, ne di dûr de; herî dereng heta hilbijartinan ê vegere bibe trajedî ku perçê herî mezin guhê vê partiyê bimîne.

ŞİROVE

Evdirehman Onen

Kek Mûrad, ev nivîsa te pir maqûl e, pirtirîn jî ev paragrafa ta bi rêk û pêk e: “Heta nuha a ku diyar dibe ev e: hukumet behsa navê kurd bike yan neke, gavên bi wî awayî davêje ku gotina ”kurd” tê de tunebe, wek welatî hebûna kurdan neyê naskirin, dewlet îmza neavêje bin biryar, qanûn an rênumayekê ku bi qebûlkirina mafên kurdan wek yên gelekî mukellef bibe.” Ango rewşa statuya sîyasî ya Kurdan hek çi be jî divê Kurd wek netew û xwedî welat bê pejirandin(serxwebûn, konfederasyon, federasyon, otonomî an tiştekî din). Xwezî di nivîsa te de di derheq helwesta A.Ocalan jî nirxandinek hebûya. Li gor min, Ocalan Kurd û Kurdîstanê dernaxîne pêş, wek her car xwe derdixîne pêş, rasterast dibêje ku “heta hun min qebûl nekin, pêşîya min venekin tu çareserî çênabe.” Di xweşîyê de bimîne… 

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: