”WELATÊ XIRANT” ?!!

NETKURD: 2009-10-15 11:47:45

(RESIM HEBU)

Di maça duh a navbera Tirkiye û Ermenîstanê de ku li stadyuma Bursayê hat leyistin, ji spore bêtir siyaset hebû. Pêwendiyên nuh ên navbera herdu welatan ên ku bi îmzakirina protokolan hefteyek berê destpêkir hesasiyetên gelek mezin xist nav maçê.

Serokkomarên herdu welatan bi hev re maç temaşe kir. Dewletê bi riya bilêtan rasterast midaxele kir ku kî biçe stadyumê û kî neçe. Ên ku biçin, çi li gel xwe bibin û çi nebin, di maçê de çi sloganan bêvêjin û navêjin, hemû hatin plankirin da buyereka nexwestî derrneyê. Da her tişt xizmeta biserxistina prosesa nuh a siyasî a navbera herdu welatan bike.

Welê bû, her tişt li gor dilê berpirsiyarên herdu welatan meşiya. Mejıyê min zêde ji alî sporê ve naşixule. Loma min fahm nekir di vê maçê de çiqas spor û çiqas siyaset hebû. Ji bo ku siyaseta nuh a navbera herdu welatan li hesabê min jî tê, ev şova siyasî li ba min xem nedikir, lê gunehê min bi wan sporhezên rastîn dihat. Niza wan çiqas spor û çiqas siyaset temaşe kir.

Di vê navberê de pankarteka gelek balkêş jî di hundurê stadyumê de hat vekirin. Bi sê zimanan; bi tirkî, ermenkî û îngilîzî hatibû nivîsîn: ”HÛN BIXÊR HATIN WELATÊ XIRANT DÎNK!”

Xrant Dink rojnamevan û entelektuelê ermenî yê ku li kolana Îstanbûlê ji bal ergenekoniyan hat kuştin. Yanî yê ku destê dewleta kûr a tirk di xwîna wî geriyabû!

Loma jî, bi rastî gelek zehmet dihat ku meriv mane û mesaja heqîqî ya vê pankartê fahm bike: Gelo dixwest bêje çi?

Xirant ermenî bû, gelo pankartê dixwest bêje Tirkiye welatê ermeniyan e jî? Lê çima yekî kuştî yê xwîna wî hê lierdêmayî? Wek meriv bêje ”Hûn bixêrhatin welatê ermeniyên kuştî!”. Uvvvvv! Xwedê meriv bistirîne! Temamê laşê meriv diricife!

Li ber zeviyên mayinçandî, deverên radyoaktîf, yan xwedan xetera kahrebê hin lewhe hene. Rismê totikekî însanan ê rût li ser e, du hestiyên lingan çeprast li gel in û li binî dinivîse: ’Dikkat! Ölüm tehlikesî!’ Yanî mekevin vî erdî; xetera mirinê heye! Dîqqet! Welatê Xirant!

Terefdarên Ermenîstanê nuha miheqeq fikirîne; gelo em têkevinê yan na!

Hey Xirant, hey! Ma tu ji xwe ne pincara van erdan bûyî ? Ma ev welat ji xwe berî gelekan ne yê te bû ? Nuha hinek wê wek îltîfat pêşkêşî te û hemnîjadiyên te dikin.

Em bîna xwe fire bikin ! Cardin îro, ji wan rojên reş û tarî çêtir e. Qet nebe hin çirûsk di şevereşa wê de diçirûsin. Ji bo paşerojê hêvîyan didin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: