NETKURD: 2009-07-22 20:55:53
Di 25-ê mehê de li Herêma Kurdistanê hilbijêr diçin ser sindoqan da ji bo serokatiya Kurdistanê û Parlamentoyê deng bidin.
Hilbijartin di qonaxeka gelek hesas û giring de dibin, encamên wê ê kartêkiriyeka heyatî li ser paşeroja vî perçeyî û heta li ser temamiya qedera kurdan bike. Hebûna Kurdistana federe û destkeftiyên ku bi saya ve hebûnê hene, li herçar perçeyan rojane tesîrê li jiyana kurdan dikin. Di meşandina siyaseta kurdan û ya dijminê wan de hesabê wê tê kirin.
Kurdistan îro di qonaxeka hesas re derbas dibe. Bi taybetî ji rizgarbûna Iraqê û bi vir de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Li ser sê bajarên giring ên Kurdistanê serweriyeka federeyî ya pirtir nêzî konfederaliyê ava bû ku ji alî siyasî, îdarî û eskerî ve xwedanê hemû dezgeyên pêwîst ên dewleteka modern a demokratîk e.
Di çarçeweya Iraqê de jî kurd bûne xwedan roleka mezin, siyasta Iraqê bê wan nayê meşandin. Ciyê Kurdistanê di rojhilata navîn de û rola kurdan di îdarekirina Iraqê de, wan di qada navneteweyî de dike aktorên hesabliserkirî.
Di qezenckirina van destkeftiyan û bilindbûna rola kurdan de li Iraqê û çarçeveya navneteweyî, herdu partiyên Kurdistanê; PDK-ê û YNK, serokatiya Kurdistanê a bi Mesûd Barzanîyê garantorê berjewendiyên neteweyî û pabendê soz û peymanan, hukumeta yekbûyî ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzaniyê xwedan vizyon û zîrekiya îdarî û siyasï, herwiha zîrekiya dîplomatîk a serokkomar Celal Talebanî esas in.
Gelek behsa kêmasî û şaşiyên dewra îdareya heta nuha tê kirin. Gazinên ku ji burokrasiya tiral, nezan û serhişk û gendeliya hundurê dewlet û civakê tê kirin bê hed in. Para rastiyê di hemuyan de jî heye. Ew, birînên xedar ên nav civakê û dewletê ne. Lê rastiyeka din jî li ber çav e ku ji rizgarbûnê bi vir de, bi taybetî ji 2005-ê heta nuha, bi saya vizyon, kar û xebata hukumeta yekbûyî, Kurdistan wek dinyaya ku ji zivistanê derkeve û buhar bi ser de bê berdewami qalikê xwe diguhere, misêwa xwe nuh dike, kavil û wêraneyên riziyayî yên dewra rejima Sadam dide alî, wek buhara bi gul û giya xwe ji nuh ve ava dike, vedijîne. Kurdistan nimûneya wê yekê ye li ser ruyê erdê, ku gava welatek dikeve destên xwediyê xwe dikare çiqas avadan û geş bibe, bipêşkeve. Em bifikirin, avakirina take xaniyekî kare bi mehan û salan bajo, de îja avakirina Kurdistanê di 5-6 salên dawiyê de serkeftineka mezin e.
Di warê avakirina muesesetiya dewletê de, di warë perwerdê, tendurustiyê, çandiniyê û yên ser bi karûbarên ciavakî de jî ne hindik pêşketin hene, her çendî hê gavên mezin pêdivê ne. Aboriya Kurdistanê roj bi roj geş dibe. Têkoşîna ku di warê petrolê de hukumetê da û boriyên petrola Kurdistanê gihand xetên navneteweyî paşeroja gel misogertir kir.
Ji bo avakirina dewleteka demokratîk a hiqûqê, ji bo yeksaniya mafê welatiyan, bi taybetî ji bo rakirina mezalima li dijî jinan û avakirina dezge û yasayên li gor hiqûqa navneteweyî, perwerdekirina însanan ji bo cîbicîkirina van yasayan tiştên gelek hêja hatin kirin.
Di warê dîplomasiyê û pêwendiyên li gel dinyayê de, bi taybetî di xebata normalîzekirina pêwendiyên li gel dewletên cîran de, gelek gavên giring hatin avêtin. Em bifikirin ku ev normalîzekirin li ser esasê parastina maf û azadiyên kurdên perçeyên din bûn.
Vê serweriya li vî perçeyê welêt nahêle ku li perçeyên din hukumetên serdest bikaribin bi kêfa dilê xwe tevbigerin, me bera hevudin bidin. Hebûna vê serweriyê cara pêşî di tarîxa Kurdistanê de, derbê li tifaqa dewletên serdest a li hemberî kurdan xist. Ew îdî nikarin bi kêfa dilê xwe bên ba hev û plangêriyan li ser serê me bikin. Heta ew mecbûr dibin di bin zixta destkeftiyên Herêma Kurdistanê de maf û azadiyên me (heta dereceyekê be jî) qebûl bikin. Danûstendinên navbera hukumeta tirk û ya Kurdistana federe nimûneya eşkere ya vê rewşê ne.
***
Tevî van hemû destkeftiyan jî Kurdistana federe îro di nîvê qonaxa heyî de ye. Gelek destkeftî hatine bidestxistin lê ne hemî… Statuya Kurdistanê a federe bi saya destûra Iraqê gihîştiye asta hiqûqî, lê ji ber ku hê bi qasî 40-50 yasayên lazim nehatine derxistin, detayên naveroka vê statuyê hiqûqiyeta xwe nestendine, bes di fiîliyatê de hene. Yanî yên bidestixistî hê nehatine misogerkirin, dijmin û dilnexwaz gelek mihawele dikin ku wan paş de ji destên kurdan derxin.
Hukumeta Hewlêrê di meseleya Kerkuk, Mûsil û Xaneqînê de, di mesela qanûna petrolê de, di mesela budçeya Kurdistanê de, di ya pêşmerge û orduyê de, di ya pêwendiyên li gel derva û misyonên dîplomatîk de û di gelek meseleyên din ên hiqûqî de hesabê xwe yê li gel hukumeta Bexdayê nebiriye. Têkoşîneka dijwar di van waran de berdewam e, heta bi wê şidetê ku carina peywendiyên herdu hukumetan tên dereca qutbûnê, li deverên nelihevkirî pêşmerge û esker difn-bi-difn tên hemberî hev. Sedemên ku şerek di navbera kurd û ereban de derkeve qet ji holê ranebûne.
Di hundurê Kurdistana federe bi xwe de jî karê avadankirina welat û muesesekirina dewletê temam nebûye, bi lezeka ne ji ya berê kêmtir lazim e avadanî, muesesetiya hiqûqî ya demokratîk û çaksazî berdewam bin.
Pêwendiyên li gel dewletên cîran; bi taybetî yên li gel Tirkiyeyê hê negîhîştine qonaxa dawïn a lihevhatinê, gavên hêja hatine avêtin, lê tam jî proseseka hesas û giring lidar e ku bi qedera kurdên bakur ve jî gelek eleqedar e. Biserxistina vê prosesa navbera Herêmê û Tirkiyeyê ê qedera hemû kurdan biguhere. Bi vî awayî mesele stratejîk e.
Kurdistan di pêwendiyên xwe yên li gel Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê de, her wiha di entegrekirina aboriya vî perçeyî ya li gel ekonomiya global de jî negîhîştiye asta temambûyî.
A Kurdistan, wiha, di qonaxeka gelek giring a nîvcomayî re derbas dibe. Weka ku di ser pirekê re derbas dibe, lê hatibe nîvê pirê… Encamên hilbijartinê di qonaxeka wiha nîvcoyî de dikarin teqlekê li avadanî, reform û normalîzekirinê xin, wan pêşde bibin û dikarin bibin sedem ku ev karên heyatî hêdî bimeşin, yan rawestin jî.
Îhtîmaleka mezin, di du waran de encam ê peyama berdewamkirina an rawestandina avadanî, çaksazî û normalîzekirinê bidin; yek jê postê serokatiyê ye, ya din jî ne qasî vî postî garantîkirî be jî hukumeta nuh a PDK-YNK-ê ye.
Ji bo postê serokatiyê ji bilî Mesûd Barzanî 4 kêsên din jî xwe destnîşan kirine, lê herkes mitefik in ku ev post beyî minafeseyeka ciddî ê cardin bibe yê Barzanî. Ji alî qonaxa hesas a binavkirî ve şansekî mezin e ku serokekî wek Mesûd Barzanî ê bê hilbijartin. Di van çend salên îdarekirina Herêma Kurdistanê de, wî îsbat kir ku ew ne tenê fermandeyekî hêja û têkoşer ê pêşmerge ye li serê çiyan, ew siyasetmedarekî zîrek û gelek maqûl e di birêvebiriya dewletê de jî.
Barzanî bêyî ku pişta xwe bide berjewendiyên neteweyî yên gelê kurd ên li hemû perçeyên Kurdistanê, gemiya dewleta federe bi awayekî waqiî (rasyonel) di nav pêlên siyaseta Rojhilata navîn û ya cîhanî re bir û anî û ew ber bi azadî û selametiya herheyî ve bir. Berdewamiya serokatiya Mesûd Barzanî ê ne tenê misogerî û pêşvexistina destkeftiyên dewleta federe be ê bibe piştrastî, ewleyî û moralekî bilind ji bo kurdên perçeyên din jî. Kurd li her çar perçeyan giringiyeka mezin didin soz û peymanên Mesûd Barzanî; gava ew sozekê dide, kurd hemû dizanin ku ew her û her li pişt soza xwe ye, ê wê bicî bîne. Ev, ji bo miletekî di nav têkoşanê de gelek giring e
***
Em werin ser hilbijartinên parlamentoyê ku encamên wê ê di avakirina hukumeta êbê de kartêkir be.
PDK û YNK di encama hevkarîya xwe ya stratejîk de ku ji dewra berê de berdewam e,vê carê jî bi hev re bi navê Lîsta Kurdistanî beşdarî hilbijartinan dibin. Ji alî qonaxa hesas a Kurdistanê, ev avantajeka mezin e. Yên ku Kurdistan anîn heta îro ev partî ne û yên ku beştir ê wê di nîvê rê de nehêlin cardin ev herdu partî ne. Pirraniya parlamentoyê ji bal wan ve bê temsîlkirin û hukumet ji wan bê pêkanîn ê mezintirîn şiyan û derfetan bide ku avadanî, çaksazî û normalîzekirin raneweste, Kurdistan têkeve qonaxa bêveger.
Lê ji du aliyan ve meriv nikare wê piştrastiya ku di mesela postê serokatiyê de tê dîtin di hukumeta nuh a herdu aliyan de bibîne.
Yek jê, bi îhtîmaleka gelek zeîf be jî, wek surprîz bê dîtin jî tecrubeyeka wek a Hamas û Fetehê ya li Filistïnë dikare di serê Kurdistanê re jî derbas bibe. Yan jî dikare herdu partiyên sereke nikaribin hukumetê deynin, mecbûr bibin bi hin hêzên mixalefet re koalisyoneka berfirehtir ava bikin.
Her çendî ev nuha gelek zeîf tê dîtin jî bi ya min tehdîdeka ciddî ye. Mişahedeyên min ên li Kurdistanê ew in ku hêzên îslamî gelek xurt in. Mizgeft, tekya û xaneqa jî tê de ew gelek war û derfetan bi kar tînin ku mixalefeta xwe li hemberî hevkariya herdu partiyên sereke xurt bikin, xelkê bikêşin aliyê xwe. Hilbijartinên çûyî yên herêmî nîşan da ku ew di nav xelkê de xwedan hêzeka ciddî ne.
Herçendî hêzên îslamî yên Kurdistanê ku di qada legal de hene û bi hevkariyeka li gel sosyalîst û zehmetkêşan beşdarî hilbijartinan dibin nikare wek Hamasê bê dîtin jî, bi taybetî van demên dawiyê ew dixwazin wek AK Partiya Tirkiyeyê bên lansekirin jî , bingehê ku Ak Partîyê derxistiye li gel wan tuneye, ew dikarin ber bi lîberaliyê û miyanrewiyê de jî biçin û bi tesîra dewletên cîran û hin dewlet û hêzên ereb ber bi radîkaliyê û îslamiya siyasî de jî bipekin. Loma tevî her tiştî koalisyona ku îslamiyên Kurdistanê tê de ne, nikare misogeriya temamkirina qonaxa avadanî, çaksazî û normalîzekirina demokratîk a Kurdistanê bide. Ew dikarin vê proseê rawestînin, heta paş de bibin.
Hevrika din a giring a ku li hemberî hevkariya herdu partiyên sereke heye Lîsteya Gorranê ya bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ye. Ew wek hevrikeka sekuler, demokratîk û çaksazîxwaz derdikeve. Lê bi wê maneyê jî têra xwe baweriyê nikare bide raya giştî ya Herêmê û derva. Çimkî ew ne wek aksiyonekê, lê wek reaksiyonekê derket ji nava YNK-ê û xwedan meyleka wiha ye ku her awe mixalifên YNK-ê û Partiyê li dora xwe bicivîne.
Em dizanin ku hemû mixalif û hevrikên van herdu partiyan ne reformxwaz û demokrasîxwaz in. Gelek ji wan îdîa dikin ku ev herdu partî wek hêzên desthilat dewlemendiyên Kurdistanê dixwin û ji bo ku têra xwe nadin wan, yan ew ji wan kêmtir dixwin hevrikiyê dikin. Bi hêzên wiha gelo Lîsta Gorranê bê ser hukum jî ê çiqas wan armancên ku Newşîrwan Mistefa behsa wan dike cîbicî bike. Meriv meraq dike, eger bibin hukumet jî, gelo piştî salekê an du salan Newşîrwan Mistefa ranebe deklerasyonekê li hember wan nede û bi wan re jî nekeve mixalefetê?
Bi her hal, ev hevrikeka ciddî ye û eger di ser 10-15 parlameneran re kursî bidest xe ê bibe surprîz û darbeyeka mezin li Yekîtiyê û li gel mixalefeta îslamî di parlamentoyê de têra xwe cih li herdu partiyên sereke teng bike.
Heta surprîz be jî îhtîmala ku koalîsyoneka îslamî li gel Gorranê bê danîn divê ji ber çavan neyê wendakirin. Tê zanîn ku Newşîrwan Mistefa li bizavîya îslamî ya Kurdistanê wek Ak Partiya Tirkiyeyê temaşe dike, wan welê dibîne. Li hemberî wan pozîtîf e.
Esas ya ku meriv ji her îhtîmalê bêtir dixe nav fikaran ew e ku gava PDK û YNK hilbijartinan bidest xin ê çawa bibe. Ev herdu partî ê hukumeteka nuh deynin û li gor peymana stratejîk ya navbera herdu partiyan vê carê serokwezîrê hukumetê ê YNK-yî be. Berhem Salih ji nuha ve hatiye îlankirin ji bo vî postî.
Peymana herdu aliyan vê encamê pêşîn dixe destê me û eger YNK bi xwe xwe neguhere PDK, ne jj alî exlaqî û ne jî ji alî siyasî ve nikare tu tesîrê li encamê bike.
Baş e gelo bi vê encamê hukumetek bê avakirin, çiqas misoger e ku Kurdistan karibe di prosesa avadanî, çaksazî û normalîzekirinê de berdam be. Çimkî rola aqilane, zîrekî û vîzyoneriya Nêçîrvan Barzanî di gavên heta îro yên nav hukumetê de tayînker bû. Nêçîrvan Barzanî baş didît ku divê Kurdistan ber bi ku ve biçe û heta ku dikare biçe. Wî hem di îdarekirina hukumetê de li gel YNK-ê, hem di parastina destkeftiyan de li gel Bexdayê, hem di normalîzekirinê de li gel dewletên cîran, hem di pêşdexistin û entegerekirina welat de bi cîhana global re; li gel Amerîkayê, Yekîtiya Ewropayê, dinya ereb û Rojhilatê xwe îsbat kir û ji bal wan ve jî bi hêjayî û cidiyetekê ve hat pêşwazîkirin, teqdîra hemû aliyan girt.
Ne ji vîzyonerî û dînamîzma wî û baweriya wî ya entegrebûna bi dinya modern re bûya belkî ew qalikguhertin û xwenuhkirina îro li Kurdistanê çêdibe gelek gelek li paş buya. Îhtîmala ku eger ew dev ji serokwezîriyê berde beza çaksaziyan dakeve, yan hê xerabtir, raweste heye. Hukumeteka nuh a bi kadroyên nuh çiqas xwedan eynî taybetmendiyan jî bin, heta temamiya dosyeyên nîvcomayî yên li ber destê hukumeta nuha nas bikin û dest bi tedbîqkirina wan bikin dikare salek du sal tê re biçin ku ev ji bo Kurdistanê di vê qonaxa hesas de ê bibe derengmayineka ciddî.
Gerçî Berhem Salih bi xwe jî kesayetiyekî gelek zîrek e. Di dema xwe ya postê cîgirê serokwezîriyê de li Bexdayê nîşan da ku ew hem di xwedîlêderketin û parastina berjewendiyên neteweyî de gelek hişyar, bimesûliyet û jêhatî ye, hem jî ji bo îdarekirina hemû Iraqê rasyonel û hekîmane difikire. Berhem Salih di warê navneteweyî de jî naskirî û teqdîrdîtî ye, xwedan tecrube ye, ew dikare baş temsîla hukumeta Kurdistanê bike.
Lê tevî van hemû meziyetan hin taybetmendiyên Nêçîrvan Barzanî hene ku Berhem Salih belkî nikaribe wan bidest xe. Yek jê, Nêçîrvan Barzanî barzanî ye, hezkirîyekê desthilatdar ê wê malbatê ye ku li seranserê Kurdistanê xwdan rêzeka gelek bilind e. Ev, wê hêzê dide Nêçîrvan Barzanî ku karûbarên stratejîk û neteweyî yên hukumetê di ser her awe mihaweleyên partîzaniyê re bigire, heta di meşandina karan de her awe liberxwedana burokrasiya tiral bişkîne û bike ku kar bêyî rastî astengên mezin bên di wextê xwe de bimeşin û bi asta xwestî temam bibin.
Em dizanin ku ev taybetmendî li ba Berhem Salih nînin û ne essah e ku YNK ê ji aliyekî de hem piştgiriya wî bike hem jî rê bigire ku partîzanî destê xwe têxe nav karûbarên dewletê. Rewşa nelihev a Yekîtiyê, baskên heyî, micadeleya van baskan li hemberî hev, muhtemelen dikare karê hukumeta Berhem Salih giran bike, wê bêmecal bixe. Hukumeteka ku wextê xwe bi têkoşîna li hember partîzaniyê û rêgiriyên nav xwe xerc bike nikare bi lez û beza îro reforman pêş de bibe.
Di ser de, Nêçîrvan Barzanî ê di hukumeta Berhem Salih de cih negire. Behs nayê kirin ku ji PDK-ê kî ê bibe cîgirê serokwezîr. Kî bibe cîgirê serokwezîr, tê wê maneyê ku ew ê zêdetir Hewlêr û Dihokê û Berhem Salih jî Silêmaniyê birêvebibe. Gelo kesê ku bê ser postê cîgirê serokwezîr ê çiqas bi şiyana Nêçîrvan Barzanî van deveran îdare bike û rê li ber mihaweleyên partïzaniya terefên nav PDK-ê bigire?
Kurdistan bi hatina Berhem Salih a ji Bexdayê jî dikare çepereka giring a din wenda bike. Çimkî Berhem Salih li Bexdayê roleka giring ji bo kurdan dilîst, parêzerekî gelek hêja yê berjewendiyên neteweyî bû.
Nexwe îhtîmalên ku meriv têxin nav fikaran gelek in. Û ev hilbijartin ji bo PDK-ê û YNK-ê serkeftinê bînin jî ê neyê wê maneyê ku prosesa avadankirin, çaksazî û normalîzekirina rewşa Kurdistanê bi vê lez û heyecana îro bimeşe.
Mixabin tehlîkeya ku lezûbeza reforman dakeve, reform rawestin û pirsgirêk girantir bibin heye.
Gelo YNK û PDK vê îhtîmalê çend difikirin. Yanî ji bo ahd û wahdên xwe yên li hemberî hev bicîh bînin ê li ser vê peymanê biisrar bin, yan ê rewşa nuh û qonaxa nîvcoyî li ber çav bigirin û mihasebeyeka nuh bikin? Ji bo herdu aliyan jî mesele gelek zor e. PDK bi her awayî destgirêdayî ye. Ew ji ber pabendiya li hember peymanê nikare bi karekî wiha rabe, heta nikare bi dengekî bilind vê meselê bifikire jî. Hemû bar li ser pişta YNK-ê ye. Çimkî top li alî wê ye. Ancax ew teklîfeka mihasebeyeka nuh bîne ev mesele ji nuh ve bikarıbe bê minaqeşekirin.
Lê mesele ji bo YNK-ê jî ne rehet e. Yek ji problemên nav Yekîtiyê û yên ku Newşîrvan Mistefa anî heta vê derê, ev tifaqa stratejîk e. Ew ji serî de li dijî vê tifaqê bû û digot PDK postên ku bidest xe nema devjêberdide. Îro jî dikare sergêjaniyeka mezin ji bo YNK-ê peyda bibe eger ew îma jî bike ku amade ye ji nuh ve Nêçîrvan Barzanî bibe serokwezîr. Ji xwe ji ber tirsa spekulasyonan bû ku YNK-ê hê zû bi zû Berhem Salih wek xwediyê postê serokwezîriyê eşkere kir û rê li ber gotegotan birî da tesîrê li hilbijartinan neke.
Lê gelo piştî hilbijartinan kombînezona nav YNK-ê ê dest bide ku ew karibin vê meselê ji nuh ve gotûbej bikin? Ew ne diyar e.
Nediyariya rewşa YNK-ê paşeroja Kurdistanê jî dixe nav nediyariyeka ciddî.
Leave a Reply