Encamên hilbijartinên Kurdistanê

NETKURD: 2009-07-31 11:39:50

Encamên hilbijartinên Kurdistana federe yên ji bo serokatiya Herêmê û Parlamentoya Kurdistanê ne bi temamî be jî resmî hatin eşkerekirin. Hê nediyar be ku kê çend kursiyên parlamentoyê bidestxistibin jî kêm zêde encam têrê dikin ku meriv karibe li ser paşeroja vî perçeyî hin pêşbînîyan bike.

Eger meriv bifikire ku Kurdistana federe dewleteka nuhavabûyî ya hê di prosesa temamkirina muesesetiya xwe de ye û ew ji nav dewleteka dîktator a Saddam derdikeve û tê, hilbijartin tevî encamên xwe serkeftineka mezin û nîşaneya demokratîk a hêvîbexş e.

Her çende hêzên mixalif hin gazinan ji partiyên desthilatê dikin û behsa hin sextekariyên li ser sindoqan dikin jî prosesa kampanyayê û hilbijartinê ji bal 24 lîsteyan ve gelek eşkere û zelal, bi minaqeşe û propagandayên zindî yên aştiyane, di bin ewleyî û aramiyeka temam de, li ber çavê dinyayê, bi mişahedeya çavdêrên biyanî yên rêxistinên navneteweyî derbasbûn. Hemû jî prosesê serkeftî hesab dikin, kêmasî û sextekariyan di wê dereceya liberçavgirtinê de nabînin. Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan eşkere kir ku ew paqijtirîn hilbijartin bûn di tarîxa Iraqê de. Ev ji bo dewleteka federe ya nuhavabuyî a ku dixwaze xwe ji qirêja dîktatoriya berê bişo û berê xwe daye demokrasiya hevdem, serkeftineka mezin e.

Gava em bên ser encamên hilbijartinan jî gelek nîşaneyên giring derdikevin pêşberî meriv. Di hilbijartinên serokatiyê de 5 berbijêr hebûn û Mesûd Barzanî bi nêzî %70-yê dengan cara duyê postê serokatiyê bidestxist. Cara berê ew ji bal parlamentoyê hatibû hilbijartin, vê carê rasterast ji bal hilbijêran ve…

Kemal Mîrawdelî ku mamosteyê zimanê îngilîzî bû li Iraqê, di destpêka salên 1980-yî de pena biribû Brîtanyayê, li wê derê dijiya û wek entelektuelekî ku ji destpêkê de mixalifê YNK-ê û PDK-ê tê naskirin jî li dor % 25-ê dengan girt.

Rêjeya bilind a dengên Mîrawdelî yek ji surprîzên hilbijartinan e. Nedihat bawerkirin ku entelektuelekî umrê xwe li derva derbaskirî yê bêîmkan karibe serkeftineka di vê dereceyê de bidest bixe. Lê diyar e di serî de lîsteya Gorranê (her çendî wan resmî diyar kiribû ku ew di hilbijartina serokatiyê de piştgiriya tu berbijêrî nakin jî) hemû mixalif, bêzar û dûrketiyên ji herdu partiyên sereke û yên ku berjewendiyên xwe bi hebûna desthilata îro wendakirine deng dan Mîrawdelî.

Qezenckirina Mesûd Barzanî, hemî çavdêr û pêwendîdar hemfikr in ku ji bo paşeroja Kurdistanê di vê qonaxa hesas de misogeriyek e. Çimkî hê gelek pirsgirêkên stratejîk ên vê Herêmê çaresernebûyî ne û di ser de jî piştî vê hilbijartinê qonaxa çareserî, reform û normalîzekirinê hesastir dibe. Ji îro pê ve di karê dewletê de hostetiyeka bi xurdekariyeka hesastir divê.

Hilbijartinên Parlamentoyê jî encamên balkêş bi xwe re anîn. 24 lîste beşdarî hilbijartinan bûn, bes sê lîsteyan karî xwe bigihînin nava parlamentoyê. Lîsteya Kurdistanî ji sedï 57.34, Lîsteya Gorranê ji sedî 23.75 û Lîsteya Xizmetguzarî û Çaksaziyê (tifaqa îslamî û sosyalîstan) ji sedî 12.8-ê dengan anîn.

Nehatiye eşkerekirin ku ji 111 kursiyên parlamentoyê her lîsteyê çend bidest xistine. 11 kursî ê di nav mînorîteyên welêt de bên pervekirin; 5 tirkman, 5 suryanî-asûrî û kildan, 1 jî ermenî. Li alî PDK û YNK-ê ku bi hev re Lîsteya Kurdistanî pêk tînin ne diyar e ku her yek ji wan ê çend kursiyan werbigirin. Gelo tevî şikesta ku baskê YNK-ê daye wan, ê fiftî-fïftî kursiyên Lîsteya Kurdistanî parvebikin, yan YNK ê hesabê şikestê têxe ser kîsê xwe û hin kursiyên zêdetir ji bo PDK-ê berde? Li gor agahiyên ku tên guhên me meyl ew e ku hesabê vê şikestê ji alî YNK-ê de bê kirin û hin kursiyên zêde bibin para PDK-ê. Yanî ku Lîsteya Kurdistanî li dor 60 kursiyan bidestxe ê ne surprîz be ku PDK 40-ê wê û YNK 20 wê werbigire.

Diyar e, kursiyên Gorranê jî ê di ser 20-ê re û yên tifaqa îslamî û sosyalîstan jî di ser 10-ê re bin. Ev encam nîşan didin ku li gor hilbijartinên berê ji xwe Lîsteya Kurdistanî gelek kursî wendakirine, YNK-ê jî nîvê hilbijêrên xwe, belkî zêdetir jî bi ser Gorranê ve berdane.

Rêjeya bilind a Gorranê û rêjeya kêm a tifaqa îslamî-sosyalîstan jî encamên nepayî ne. Giraniya pêşbînîyan ew bû ku îslamî ê bi mixalefeteka mezin bibin derceya duyê, heta belkî desthilata herdu partiyên sereke têxin xeterê. Lê nizmîya rêjeya dengê vê mixalefetê, ji nuha ve ew xistiye nav minaqeşe û pevçûnekê ku dikare paşeroja wê tarî bike. Çavdêr vê şikestê bi serkeftina Gorranê ve girêdidin û peydabûna mixalefeteka xurt a sekuler bi saya Gorranê, wek diyardeyeka bi sihhet dibînin ji bo Kurdistanê.

Rêjeya bilind a dengên Gorranê tesîreka erdhejînî li Kurdistanê kiriye û bala hemû dinyayê kêşaye ser xwe. Bi van encaman her çendî lîsteya Kurdistanî careka din mafê danîna hukumetê bi pirraniyeka gelek asan xistiye destên xwe, lê mixalefeteka xurt, dînamîk û belkî jî bi serokatiya Newşîrwan Mistefa ya gelek hişk li hemberî xwe dîtiye. Karê herdu partiyên sereke di parlamentoyê de gelek gelek dijwar dibe.

Nuha cara pêşî di dîroka Kurdistanê de qonaxa rastîn a îmtîhana desthilat û mixalefeta siyasî ya li ber birêvebirina dewlet û welatekî demokratîk destpêkiriye. Gelo siyasiyên Kurdistanê bi desthilat û mixalefeta xwe ê karibin zemîna islûb û zimanê kultura demokrasîyê peyda bikin û bi hev re welat ber bi reform û demokrasiya pêşkeftî ve bibin, yan ê zimanê desthilat û mixalefeteka populîst a ”a la şerqî” ya texrîbkar hilbijêrin?

Desthilat lazim e dest bi islûbeka nuh a hostatiya zirav a dewletîdarekirinê bike ku hem tê de yekîtiya mala kurdan, azadiya fikr û bizava hemû pêkhateyan bê parastin, hem pirsgirêk û karûbarên giring ên li gel Bexdayê, cîranan û civaka navneteweyî bên çareserkirin, hem jî qonaxa reforman, çaksazî, muesesetî û şefafiyetê serkeftî bê meşandin, yanî ber bi normalîzikerina dewleteka demokratîk ve bê çûyin.

Bi vê burokrasiya tiral a mîratxura kultura dewra Baasê, bi wê pêşmergeyatiya bêpar ji tecrubeya dewletîdarekirinê ku bi israr di dewletîdarekirinê de jî tê meşandin, zehmet e ku karûbarên li jorê birêzkirî bên biserxistin, lê çare jî tune, lazim e kaptanên vê keştiyê midaxeleyî islûba dewletîdarekirinê bikin.

Wekî din ev hilbijartin nîşana hin diyardeyên din in ji bo îhtîmalên 4 salên pêşiya me. Li Kurdistanê ji ber ku pirsgirêk bi Bexdayê û cîranan re çareser nebûne û Iraq normalîze nebuye, Kurdistan jî zehmetiyan dikêşe ku bibe dewleteka normal. Hê di gelek warên giring ên dewletê de herdu partiyên sereke bi awayekî pirr berbiçav di nav dezgeyên dewletê û civaka sivîl de ne. Dezgeyên gelek hessas ên wek medyayê bi giranî partîzan in, ajans û dezgeyên ku rayeka giştî ya welêt a serbixwe û azad misoger bikin ava nebûne. Destên partiyên sereke hê di hêzên çekdar, îstîxbarat û asayişê, fînansmana welat û hin derên din de jî mane. Dualîtiya birêvebiriya welat li gelek waran bi temamî wenda nebuye.

Piştî 4 salan eger pirraniya hilbijêran deng bidin hêzeka li derveyî van herdu partiyên sereke, eger ji nuha ve tedbîra riya guhertina birêvebiriya dewletê bi awayekî gelek normal neyê avakirin, dikare kaosek destpêbike û nekseka giran li berdewamiya herheyî ya dewleta demokratîk bikeve.

Bi taybetî herdu partîyên sereke, lazim e rojekê zûtir dev ji siyaseta paşdeavêtin û derengxiriya pirsgirêkan berdin. Tê dîtin ku YNK û PDK hem di karûbarên xwe yên partîtiyê de, hem jî di yên dewletê de derengxirî û paşdeavêtinê kirine adetek. YNK-ê heta nuha sê caran kongreya xwe paş de avêt. Dema kongreya KDP-ê ji mêj ve hatiye û derbas bûye. Li hember pirsgirêkên welat; neheqî û gendeliyan gelek komisyon hatine avakirin ku hê jî encamên karên wan ne diyar in. Di pirsa Kerkukê de; hem di mesela 140-ê û karûbarên bi wê ve bestî de, hem jî di mesleyên din ên hilavistî de li gel hukumeta Bexdayê her tenê siyaseta paşdexistinê cîbicîbûye, her çendîn di vê de para berpirsiyariya hukumeta Bexdayê jî ne hindik e, divê em bibîrbixin, ji bo hukumeta Bexdayê û hin dewletên cîran ev paşdexistin ji xwe armanca siyaseta wan a aktîf e. Ew îro nikarin rûbiruyê kurdan bibin, bi zanebûn siyaseta paşdexistinê dimeşînin, lê kurd tevî ku li dijî berjewendiyên wan ên stratejîk e jî, vê qebûl dikin.

Ev siyaset hem di nav herdu partiyan de, hem di nav dewletê de çareserîyan girantir dike rê li ber guhertin û nuhbûnan digire.

Herdu partiyên sereke ku bi kêmasî ê 4 salên din Herêmê îdare bikin, lazim e xwe nuh bikin, xwîn û enerjiyeka taze werbigirin û bêyî ku yekîtiya nav mala kurdan xera bikin di islûba îdarekirina dewlet û burokrasiyê de jî guhertinan bikin. Yekîtiya mala kurdan ne ew e ku giş bi hev re bibin desthilat û her yek para xwe bistîne. Di dewleteka demokratîk de desthilat jî, mixalefet jî lazim e. Lê ji bo konsensusa li ser yekîtiya nîştimanî divê pêwendî û zimanekî diyalogê ê berdewamî di navbera herdu aliyan de peyda bibe.

Di vî warî de berpirsiyariyeka mezin dikeve ser herdu hêzên mixalefetê jî (û bi taybetî ji bo ku nuha hêviyên mezin bi xwe ve girêdane) ser Lîsteya Gorranê jî. Zimanê Lîsteya Gorranê ne zimanê mixalefeteka welatekî demokratîk e, ew zêdetir zimanê hilweşandina rejimekî ye. Mixalefet jî lazim e tercîha xwe bike di navbera zimanê populîzma sînornenas ya rejimdaxir û zimanê mixalefeteka demokratîk ku berdewamiya dewletê esas digire, hem rexne û çavdêriya desthilatê bike, hem jî ji bo çareseriya pirsgirên xelkê alternatîfê xwe nîşan bide.

Gava meriv bi vî çavî dinêre, eşkere ye ku mixalefet jî ji bo îdarekirin, çakkirin û pêşdexistina welat ji plan û projeyeka darêjtî ya gişgîr bêpar e. Li ciyê ku program û proje tunebin zemîna populîzm û demagojiyê heye ku ew jî ji bo welat û civakê ne avaker, texrîbkar in.

Hilbijartinên Kurdistanê bi kurtî ji aliyekî ve demokrasiya Kurdistanê cîgirtir û tekûztir kir, ji aliyekî ve jî ji bo desthilatê û mixalefetê îşareta islûbeka nuh a hostatîya birêvebirina dewlet û civakê da.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: