Welatê ”bêedeban”

NETKURD: 2009-06-05 11:05:31

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyib Erdogan çend roj berê derket ser kursiyê, bihêrs got “navê kurtkirî yê partiya me ‘Ak Partî’ ye, lê hin derûdor bi israr ji bo me dinivîsin ‘AKP”. Erdogan lê zêdekir got “me resmî navê kurtkirî yê partiya xwe wek ‘Ak partî’ qeyd kiriye, loma jî kî ji me re nabêje ‘Ak Partî’ û bi israr dinivîse ‘AKP’ ew bêedeb e.”

”Ak Partî”, yanî ”partiya sipî, partiya pak, partiya bêleke”, AKP jî herfên serî yên gotinên ”Adalet ve Kalkınma Partisi” (Partiya Pêşketin û Adaletê) ne.

Çima ku Erdogan welê got, di medyaya tirk de gelek derûdor êrîşeka xurt dibin ser. Ne tenê medyaya mixalif, ji ya terefderê vê hukumetê jî gelek nivîskar yan wî rexne dikin, yan berdewam dikin îja bi qesd navê partiyê wek ”AKP” dinivîsin. Hetta gelek nivîskarên navdar ên ku pêşengiya reformên ji bo demokrasî û azadiyê dikin jî ketine nav koroya rexnekirina Erdoganî, ji ber vê meselê. Înadek e berdewam dike, dibêjin “na, navê we ne AK Partî ye, AKP ye!”

Ez ne li gel rexneyên medyayê me, bi awayekî xurt piştgiriya Receb Tayyib Erdoganî dikim. Heta bi ya min, eger wan bigotaya ”Erdogan, heyra bibore, welle em ne ji ber tiştekî, lê ji ber wê hînbûna salan a ku kurtiya navan hema hema hergav herfa serî a navên partîyan e, bêyî hemdê xwe, beyî qesd vê dibêjin, wek em dibêjin ’CHP’, ’MHP’, DSP, ’DTP’ û hwd”, meriv ê bigotaya ev îhmalkariyeka medyayê ye, qusûrek e, lê ne bi qesdeka xerab e. Lê gava medya radibe dinivîse ku ”Na em ji te re nabêjin ’Ak Partî’ em ê bêjin ’AKP”, meriv tê digihîje ku bi rastî jî ”bêdebiyek” di nav meselê de heye.

Çimkî eger mesele edeb û rêzgirtina li hev be, lazim e însan, yan rêxistin, kî çi navî li xwe dike meriv wî navî qebûl bike û ji bo rêzgirtinê bi wî navî bang li însan an dezge û rêxistinan bike.

Ma ne bêedebî ye ku min navê xwe kiribe “Mûrad” lê hinek rabin bêjin ”na navê te ne ew e, ’Mirad’ e”?

Erdogan heq e, lê ew jibîrdike ku ev ”bêedebî” ne tenê li hemberî partiya wî hatiye kirin, di bingehê avabûna dewleta tirk de heye, buye îdeolojiyeka resmî û ev 90 sal in ku dewlet bi israr welatiyên Tirkiyeyê li ser esasê vê bêdebiyê perwerde dike, yên ku nexwazin jî bi darê zorê wan mecbûrî ”bêedebiyê” dike.

Li Tirkiyeyê hin radibin dibêjin ”em kurd in”, dewlet bi orduya xwe, tank, top, mahkeme û zîndanên xwe, bi medya û ragihandina xwe hicûm dike serê; ”na tu ne kurd î, tu tirk î, tu çi bikî jî em ê ji te re bêjin ‘tirk.”

Ew her sibe zarokên me li ber xwendegehan dixe hezrolê û bi wan dide gotin; ”Türküm, dogruyum, çalışkanım… Ne mutlu Türküm diyene!”.

Em diçin nifûsê, dibêjin me keçikek buye, me navê wê kiriye “Zozan”, yê nifûsê dixeyide dibêje ”Na, navê wê ne Zozan e, navê wê Suzan e!”

Em dibêjin navê bajarê me ”Diyarbekir” e, ê hê kevntir jî ”Amîda” ye, dibêjin ”Na, nabe ev bajar ne diyarê Bekir e, diyarê bakiran (metalê sifir) e, loma navê bajarê we Diyarbakır e”.

Navê gola me ya herî mezin ”Gola Wanê” ye, TRT 6 jî tê de radibe dinivîse ”Gola Van”. ”Agirî” buye ”Ağrı”, ”Ruha” buye ”Şanlı Urfa”.

Ne navên kurdan tenê, yên lazan, çerkezan, rûman, ereban, ermeniyan jî hemî hatine guhertin. Yanî li meydanê ”bêedebiyek” heye û wiha ne tenê hatiye serê partiya Erdoganî bi tenê. Serûbinê Tirkiyeyê di ”bêdebiyê” geriyaye.

Erdogan jî mixabin nikare bi zirteka ji ser kursiyê vê “bêedebîyê” rake. Ew ê wê gavê rabe, gava berî herkesî Erdogan ne tenê ji bo navê partiya xwe, ji bo herkesê ku navê wî/wê bi israr hatiye guhertin bixeyide û eşkere bêje ku ”li vî welatî, kî xwe çawa dibîne, çawa hîs dike û çawa bi nav dike, divê rêz lê bê girtin, ew bi wî awayî bê qebûlkirin”.

Divê destûra vî welatî û qanûnên wî jî bi wî awayî bên guhertin ku her kes xwe çi dibîne welê bê naskirin, welê bê qebûlkirin. Wê gavê bi rastî jî ev ”bêedebî”ya berbelav ê ji vî welatî rabe, Erdogan jî, em ê jî rehet bikin.

 

ŞÎROVE

Şexbızın Kazım

Bırez Kek Murad wek ku hun ji dızanın tırkan terbiye u eedep le ba wan,wek tegıha wana ku nehat şirovekırın lı ba wan be wateye.Çunku formata terbiye lı gori standarta tırkan dı hesıbının.Kerdoxan ji wılo dıfıkıre dı axıve.Ew ji lı gori tırkan normale.Tırko u Kerdoxan dıbe xeyni me fıkra faşist,hun ji ew gotın bı mıjare neke. Rez u sılav Şexbızın Kazım

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: