Gelo Yavuz 40 hezar Alewî qetilkirin, ma Îdrîsê Bedlîsî xayinê neteweyî bû?

Di Şerê Çaldiranê de rola Osmaniyan, Safewiyan û Kurdan

 Hevpeyivîn li gel Mûrad Ciwan / Muhsîn Kızılkaya

 – Di demên dawiyê de, bi minasebeta minaqeşeyên li ser Dersimê, careka din ew îddîa hat rojevê ku Yavuz Sultan Selîm gava çû Şerê Çaldiranê 40 hezar Alewî serjêkirin. Gelo bi rastî jî Yavuz 40 hezar Alewî kuştin?

Baş e ku me ji vê derê destpêkir; ji mesela ku ‘gelo Yavuz 40 hezar Alewî kuştin, yan na’… Yek ji wan texrîfatên mezin ji vê derê destpêdike. Ji demên berê heta îro gelek dîrokzan, lêkoler û nivîskar jî îddîa dikin ku Yavuz 40 hezar Alewî kuştin. Hê bi xurdekarî tê gotin ku 40 hezar Alewiyên Tirk û Kurd hatin kuştin. Di nav kurdan de îdîa berbelav in ku Kurdên Şafiî yên ku Îdrîsê Bedlîsî serkêşiya wan dikir, bi hevkariya li gel Yavuz, Alewiyên Dersimê qetilkirin. Bi taybetî Alewiyên kurd ên Dersimê gelek baweriyê bi vê tînin.

Yê ku cara pêşîn behsa vê meselê kiriye, Îdrîsê Bedlîsî bi xwe ye ku di berdestê Şerê Çaldiranê de gava biryara şer hat girtin û di dema şerî de li ba Yavuz bû, bi xwe bûbû şahidê buyeran. Bedlîsî di berhema xwe ya bi navê Selîm Şah-name de, ku hema piştî Şerê Çaldiranê nivîsî, radigihîne ku bi fermana Sultan Selîmî di defteran de navên 40 hezar Qizilbaşên nav hidûdê Osmaniyan hatin nivîsîn, Sultan fermana kuştina wan da, hejmara yên kuştî ji 40 hezarê jî buhurî. Piştre dîroknivîsan, bêyî ku li tu derê rastî tu belgeyê bibin; hinan navê Îdrîsê Bedlîsî da, hinan jî neda, ev agehdariyên wî dubare kirin. Bi dem û dewranan re, peyva Qizilbaş bû ‘Alewî’, ji wê guherî bû ‘Alewiyên Kurd ên Dersimê’, ‘Alewiyên Kurd û Tirk’ û hwd.

Lê a rast ew fermana ku tê gotin Selîmî da, ne ji bo temamê Alewiyan, tenê ji bo Qizilbaşan e. Qizilbaşî û Alewîtî ne eynî tişt in. Her Qizilbaş Alewî ye, lê her Alewî ne Qizilbaş e. Alewî bi maneya terefdariya Hz. Alî gotineka giştî ye. Di demên cuda yên dîrokê de gelek mezheb, terîqet û riyên tesewifê derketine ku her çendî di bin banê Alewîtiyê de hatine dîtin jî gelek cudayî di navbera wan de heye. Bi wî awayî ku yên xwe mezhebên nav Îslamê dihesibînin jî hene û yên xwe wek baweriyên li derveyê Îslamê qebûl dikin jî hene. Şîetiya 12 Îmaman; yanî ya Caferî, Bektaşîtî, mezhebên cuda yên batinî yên Îsmaîlî; Qalenderîtî, Nusayrîtî, Durzîtî, şaxên cuda yên Fatimîtiyê, Zeydîtî, Haşaşiyînên di bin rêberiya Hasan Sabah de, alîgirên Şêx Bedreddîn, Yaresanî / Ehlê Heq, Şîetiya dewra dawîn a şêxên Safewî; ‘Şîetiya Xulat’ û hwd, ev hemû wek Alewîtî tên zanîn. Qizilbaşî jî diyardeyek e ku di dema murşide Safewîtiyê Şêx Heyder de derketiye meydanê.

Loma jî eger ê behsa fermanekê bê kirin, ew bes derbarê Qizilbaşan de ye. Şaş e ku meriv wê teşmîlê Alewîtiyê bike ku gelek bawerî û mezhebên din jî digire nav xwe. Mesela gava Sultan Selîm diçû sefera Çaldiranê bi xwe jî, hestiyê pişta orduya wî ji Yenîçeriyan pêk dihat. Yenîçerî bi xwe Bektaşî; yanî Alewî bûn. Yeniçeriyên Bektaşî li Çaldiranê li hember Safewiyên Qizilbş ên Şah Îsmaîlî şer kir. Yavuz, di dema vê seferê de li devera Qonyayê serdana Xaneqaya Seyyid Gazî ya Alewiyên Qelenderî kir, pere bexişand terefdar, mirîd û belengazên wê.

Heta ne durust e ku ferman teşmîlî temamê Safewiyan bi xwe jî bibe. Ev terîqet di destpêkê de wek terîqeteka Sunnê-Şafiî derket. Damezrênerê wê û murşidê wê yê pêşîn Şêx Safiyeddîn bi pênc bavên (neslên) xwe yên derbasbûyî digihîşt Pîrûz (Fîrûz) Şah Zêrînkulahê Kurdî yê Sincarî. Ew ji devera Sengala îro ya ser bi Mûsilê ve çûbû devera Erdebîlê ya Azerbaycanê û ne şêx, Kurdekî dewlemend ê xwedan keriyên pezan bû.

Di dema Xwace Alîyê neviyê Şêx Safiyeddîn de, di encama têkiliyên bi Qereqoyuniyên Şîe, Şêrwan Şahan, împaratorê Moxoliyan Tîmûr û kurrên wî de, Terîqet berê ber bi Şîetiya 12 Îmaman ve çû, pişt re di dema neviyê wî Şêx Cuneyd de jî ew li nav Kurdistanê, Rumê (Anadoluya navîn û rojava) Bîladê Şamê; li nav wan civakan belav bû ku pirraniya wan Tirkmen bûn, lê Kurd û Ereb jî di nav wan de hebûn; guherî bû terîqeteka batinî ya ku Sunne jê re ‘Şîetiya Xulat’ (Şîetiya Zêdeçûyî) dibêjin, bû pêkhateyeka milîtan, baweriya xwe bi tenasuxekê anî ku elementên anîmîstiyê (baweriya xwe bi wê yekê tîne ku di siruştê de her tiştê ku dilive, geş û mezin dibe; her wekî dar û nebat xwedan ruh e) jî digre nav xwe. Di nav mirîdan de baweriyên bi wî awayî belav bûn ku goya rehberên wan xwedan taybetmendiyên xwedayî ne, ê rojekê wek xelaskar Mêhdî derkevin meydanê. Piştî mirina Şêx Cuneyd, mirîden wî bi wê baweriya ku ew ruhekî xwedayî ye ku ji laşê xwe derketiye da di laşekî din de vejî, jê re gotin ‘Allah’, bi kurê wî Şêx Heyder re jî miameleya ‘Îbnûllah’iyê (Kurê Xwedê) kirin.

Di dema Şêx Cuneyd de terîqet tevî seferên cîhadê yên nav erdên Qiraliyeta Rum Pontusê, li Qefqasan; yên Gurcî, Osetî, Ermenî û Çerkezan bûn ku wê demê hê Xiristiyan bûn û erdên wan Daru’l Herb dihatin qebûlkirin, talan birin, dest danîn ser xenîmetan, êsîr û cariye girtin, anîn li bazarên Daru’l Îslamê firotin. Li ser van deverên xeza û cîhadê, bi begên Şêrwan Şahan, Qereqoyuniyan û Aqqoyuniyan re ketin nav reqabet (minafese) û şeran. Şêx Cuneyd û Şêx Heyder di şerên wiha de ji bal Qereqoyunî û Aqqoyuniyan ve hatin kuştin. Wekî mîsal Şex Heyder li gel terefdar û mirîden xwe, di seferekê de ku biribû ser Çerkezan li gel gelek mal û micewheran 6 hezar jî êsîr girtin, anîn li bazarên Misilmanan firotin; di nav wan de keç-jinên ciwan û zarok jî hebûn.

A di demekê de ku mirîd û alîgirên terîqeta Safewî bûn şerkarên milîtan û micahid, Şêx Heyder ji bo ku şerkarên xwe ji mirîd û terefdarên din cuda bike û wan têxe nav disiplînekê, pêdivî bi unîformayekê dît. Ji kulavê sor, kulahekî 12 perçeyî da çêkirin û da serê şerkarên xwe. Navê wî jî kir ‘Qizilbaşlik’(Kulahê Sor) an ‘Tacê Heyderî’. Muhtemelen, sebebekî ku jê re ‘Qizilbaşlik’ hat gotin ew bû ku ji bapîrê wan ê herî kevn ê ku tê naskirin re Pîroz Şah Zêrînkulah dihat gotin. Di Azerî de maneyeka ‘qizil’ê sor, ya din jî ‘zêr’ e. ‘Qizilbaş’ yanî ‘Zêrînkulah/Zêrînser’. ‘Qizilbaş’î ji wê rojê pê ve derket; di dewra Hasan Sabah, Şêx Bedreddîn, Hecî Bektaşê Welî, yan di destpêka Safewiyan de tunebû.

A din, ev têgeh/mefhum bes ji bo Tirkmanên siwarî yên şerkar yên terîqeta Safewiyan dihat gotin. Bi vê maneya xwe, Qizilbaşî, gelek dişibiya Yenîçerîtiyê. Wek tê zanîn Yenîçerî jî leşkerên şerkar bûn û bi baweriya xwe jî Bektaşî bûn.

Nexwe gava em destnîşan dikin ku fetwayên wê demê kî amanc kiribûn, lazim e em ne maneya îro ya Qizilbaşiyê (civakeka gelêrî ya xwediya rê û baweriyekê), lê ya wê ya wê demê esas bigirin. Yanî fetwa û fermanên Sultan Selîm li hemberê tarafdarên şerkar ên Şah Îsmaîl bûn ku ew bi xwe wê demê him Şah û rêberê dînî yê Îranê, him jî Mirşidê Kamil ê terîqeta Safewiyan bû; ne li hemberê Bektaşiyan, Qalenderiyan, wan Alewiyên terefdarên Hesen Sabah û Şêx Bedreddîn bû.

Ya duyê, fermana derheqê 40 hezar kesan, ji bo wan Qizilbaşan bû ku li nav axa Osmaniyan bûn. Çimkî salek du sal berî Selîm hilkişe ser text, li Anadoluyê; li deverên Antalya Tekeliyê û Amasya-Tokat-Sêwasê serîhildan berpa bûbûn. Ew ji bal kesên bi navên Şah Qulu Tekelî û Nûr Alî Xelîfe yên ku Şah Îsmaîl ew tayin kiribûn hatibûn pîjkirin. Her çendî wê demê tu midaxeleya Selîm ê ku hê şehzade bû nebûbû, ji bal birayên wî Şehzade Korkut û Şehzade Ahmed ve bi alîkariya eskerên ku bavê wan Padîşah Bayazîdê II-ê şandibû hatibûn vemirandin, lê ku ew bû padîşah û wî biryara sefera ser Îranê girt, muhtemelen wî xwest ew berê Qizilbaşên nav hidûdê Osmaniyan tasfiye bike. Yanî ferman tenê derbarê Qizilbaşên nav axa Osmaniyan e.

Ne mimkin e ku fermanê Alewî û Qizilbaşên Dersimê jî kiribe amanc. Çimkî Dersim ya ku wê demê bi 32 kela û 16 nahiyeyên xwe ve jê re Mîrekiya Çemîşkezekê dihat gotin, ne di nav axa dewleta Osmaniyan de, bi temamî di nav ya Safewiyan de bû. Deverên wek Meletiye, Meraş û Elbistan jî di nav axa Begîtiya Dulqadiriyan de bûn ku ev mîrekî, wê demê serbixwe bû. Adana, Hatay, deverên Kurd Daxiyê (Çiyayê Kurmênc) û Heleb jî, li nav hidûdên dewleta Memlukiyan bûn. Osmanî ji bakur li Trabzonê, ji rojhilat û başûr li Tokat, Amasya, Sêwas û Manîsayê bi Safewiyan re, li devera Antalya û Mersînê bi Dulqadiriyan re hemhidûd bû. Dewleta Osmanî ji van bajaran wêdetir neçûbû; weka dewleteka Balkanî, yan ya Ewropî dihat hesabkirin. Loma ne mimkin bû ku Selîm wê demê karibe Alewiyên Kurd ên Erzincan, Dersim, Meletiye, Meraş û Elbistanê bide kuştin.

Dimîne Qizilbaşên Canîkê, Tokatê, Amasya û Antalyayê (yên nav axa Osmaniyan). Evan jî di salên 1511-1512-ê de serî hildabûn (serîhildanên Şah Qulu Tekelî û Nûr Alî Xelîfe), berê xurt bûbûn, lê pişt re li hember orduya Osmanî têkçûbûn, ji derûdora Erzincanê vekişiyabûn nav axa Safewiyan. Tê bahskirin ku piştî têkçûnê wan bi qafîleyên panzde-bîst hezar kesan dewleta Osmanî bicî hiştin û pena birin nav Îranê. Di rewşeka wiha de gelo çi qas Qizilbaş (ne bi giştî Alewî, tenê Qizilbaş) mabûn, em nizanin.

Jê pêştir îddîaya ku 40 hezar Qizilbaş hatin qetilkirin tenê di Selîm Şah-nameya Îdrîsê Bidlîsî de heye. Heta îro ne di arşîvên Osmaniyan, ne di yên Îraniyan, yên Memlukî û Dulqadiriyên wê demê de belge û agahiyên di vê derbarê de nehatine dîtin. Li Ewropayê jî di raporên Venedîkiyan de ên ku wê demê xwedan têkiliyên nêzîk ên li gel Osmaniyan û Îraniyan bûn, di arşîvên Papatiyê de, li tu derê nehatine dîtin. Gelo ev ne balkêş e?

Selîm gava şehzade bû, tu dexla wî di îsyanên Tekelî û Nûr Alî Xelîfe de nînbû. Wê demê, wî li hember bavê xwe û birayên xwe Şehzade Korkut û Şehzade Ahmed ên ku di nav pevçûna li gel Qizilbaşan de bûn, berdewamî dida şerê bidestxistina textê seltenetê. Di destpêkê de ew li Trabzonê bû, pişt re çû Qirimê (Kefeyê) ba kurê xwe, ji wê derê jî dihat Trakyayê da pêşwaziya şerekî li gel bavê xwe bike. Paşa û wezîrên bavê wî Bayezîd, jê fermanek dabûn derxistin ku piştî wî Şehzade Ahmed bê ser text. Yenîçerî, sîpahî û hin beg û mîrên herêman jî li pişta Selîm bûn, çimkî ew terefdarê sefereka xezayê a ber bi Rojava (Ewropayê); Daru’l Herbê ve bûn, wan mihawele dikir da ew bê ser text. Bi vê maneyê serîhildanên Qizilbaşan ên li Anadoluyê, ji bo ku serên bav û birayên wî diêşandin gelek bi kêrî Selîm dihatin.

Piştî ku Selîm bavê xwe razî kir û hilkişiya ser text, heta dawiya sala 1513-ê bi wê yekê mejûl bû da bav û birayên xwe ji navê rake; text ji bilî xwe bê alternatif bihêle. Ancax di payiza 1513-ê de gihaşt vê hedefa xwe û pişt re ji bo derbaskirina zifistana navbera 1513-1514-ê çû Edirneyê. Li wê derê gava pêşwazî li elçiyên welatên biyanî dikir, ku bi mebesta pîrozkirina wî dihatin, ew hê jî di nav wan planan de bû ku sefereka xezayê bibe ser rojava; Macaristanê, Îran û Qizilbaş ne li ber bala wî bûn. Tevî ku Macarî dilxwazê lihevkirinekê bûn jî Sultan Selîm şer li hemberê wan pîj dikir.

Lê bi hin sedemên ku em ê dawiyê li serê rawestin, dev ji sefera ser Macaristanê berda, biryara sefereka ser Îranê wergirt. Zifistana 1514-ê bû. Di meha nîsanê de dest bi seferê kir. Di 20-ê nîsana 1514-ê de ew hê li milê Îstanbulê ê Anadoluyê bû. Li gor hin dîroknivîsan, li vê derê lîsteyên ku navên 40 hezar Qizilbaşan di navê de bûn jê re hatin. Li gor îdîayan li vê derê ferman da ku navên di lîsteyan de bên qetilkirin.

Şerê Çaldiranê di 23-yê Tebaxa (Agustosa) 1514-ê de rû da. Yanî 4-4,5 mehan berî vî şerî, gava bang li hemî mîr û begên li herêmên nav dewleta xwe kiribûn da bên seferê û ew jî li ser rê bû ev ferman da. Ew bi orduya xwe, di ser Konya, Sêwas û Erzincanê re ket nav axa Safewiyan, jî nîvê zêdetirê demê bi sefera nav axa Safewiyan derbas bû. Di demeka wiha kurt de ku wiha li ser xetekê di riya seferê de ye, 40 hezar Qizilbaşên ku li bajarên cuda yên Osmaniyan dijîn ê bên kuştin, tu kes ê nereve Îranê, Memlukiyan, ê agahî nede, yan serî hilnede, hilnekişe çiya û şaxan. Ewropî ê nebihîzin. Ji her devereka cihnişîn 40 kes bên kuştin dike hezar dever, 1000 kes bên kuştin dike çil dever. Ne karê aqilan e ku ev neyê bihîstin, li hemberê vê serî neyê hildan, ji vê neyê reviyan.

Her wiha, Sultan Selîm qasî ku îro tê texmînkirin ne ewqas reqe-dijminê Şîe/Qizilbaşiyê bû. Bêguman Sunne bû û li hemberê Şîetiyê / Şîetiya Xulat bû. Lê wî, fetwa û ferman ji vê sebebê bêtir, bi sedemên siyasî derxist, da Yenîçerî, eskerên din, paşa û wezîrên ku nedixwestin derkevin sefera rojhilatê; nav axa Îslamê, şer bikin, qanii bike ku ji dêlva sefereka ser Daru’l Herbê ya rojava, rojhilat ê bikartir be, ê bi xenîmetan dewlemendtir bibin.

Diyardeyên ku vê qenaeta me xurttir dikin jî ne kêm in. Gava li fetwayan bê nihêrtin, ew bi temamî yên bi wî awayî ne ku mal û milk û jin û keçên Qizilbaşan helal dikin, fetwayên tekfîrkirinê ne û tê dîtin ku welê tên teswîrkirin weka ku ew der ne axên Îslamê ne, Daru’l Herb in. Lê belê, di dema seferê û vegerê de; di praktîkê de li gor van fetwayan nehatiye tevgeriyan. Tenê li Çaldiranê, mal, milk û jinên eskerên orduya Safewî ya li meydana şer têkçûyî wek xenîmet hatine parvekirin, ji bilî vê, êrîşê tu civkeka sivîl, bajar yan warên cînişînan nehatiye kirin, meyla ber bi xenîmetkomkirinê nahatiye kirin. Piştî Şerê Çaldiranê orduya Osmanî ketiye nav paytexta Safewiyan; Tebrîzê, ji bo ku neyê talankirin berê tedbîr hatine wergirtin, piştî ku heftekê li wê derê hatiye mayin bajar û pê re jî hemû erdên Safewiyan hatine terkkirin, hatiye zîvirîn nav axa Osmaniyan; Amasyayê. Ji xwe ji bo ku xenîmet nehatine komkirin, êrîş û talan nehatine kirin, li seranserê seferê û di vegerê de Yanîçeriyan, begên şerbaz, hin wezîr û paşa, misêwa li hemberê Sultan rawestiyane, têkilhevî deranîne. Sultan Selîm mecbûr maye ku serên hin paşa û wezîrên xwe jî bifirîne.

Bêguman, ew cih û mewqifê batinîtiyê yê ku wê demê Safewî û Şah Îsmaîl lê rawestiyabûn, li gor Îslama Sunne li derveyê hidûdê Îslamê dihat hesibandin. Lê sedemê esasî ne ev, siyasî bû; şerê du dewletên mezin ên ji bo desthilatê û erdê bû. Hetta, Şah Îsmaîl, hem wek Murşidê Kamilê terîqetê, hem jî wek şah desthilata dînî û dunyewî di kesayetiya xwe de gihandibû hev, Şîetiya Caferî kiribû dîn-mezhebê resmî yê dewletê, wê demê civakên Îranî yên ku pirraniya wan Sunne bûn bi zorê dikirin Şîe. Bi vê maneyê jî ew ji  Selîm bêtir di mewqifekî muteesibiyê de bû.

-Ew gotineka yekî Venedîkî heye ku te kiriye epigraf di kitêba xwe de ya bi minasebeta 500 saliya peywendiyên Kurdan û Tirkan. Tu jî li gelê yî ku digot;‘’Ger Kurdan gazî nekiraya Yavuz tu carê cesaret nedikir êrîşî Şah Îsmaîl Bike’’?

Ji ligelbûn û neligelbûna min wêdetir, giring e ku dokumentên wê demê çi nîşan didin, aktor çi dibêjin, buyer bi kîjan aliyê ve geş dibin. Mesela ew Venedîkiyê tu behsa wî dikî, yê bi navê Giovanni Maria Angiolello yê ku ji malbateka aristokrat tê, di dema Fatih Sultan Mehmet de, gelek salan li İstanbulê di xizmeta Şehzade Mistefa de ma, tevî şerê Otlukbelîyê (ê navbera Fatih û Uzun Hasan) bû, heta meqamê defterdariyê bilind bû. Piştî Fatîh, vegeriya welatê xwe. Pişt re bi armanca bazirganiyê yan jî wek elçiye Komara Venedîkê çû Îranê; di navbera salên 1499-1515-ê de li vê derê jiya. Di dema Şerê Çaldiranê de li Îranê bû. Pişt re di orduya Yavuz de tevî şerên Mercîdabiqê û Rîdaniyê (ên Osmaniyan ên li hemberê Memlukiyan) bû. Ew Ewropayiyekî şahidê wê demê ye. Di berhema xwe de bi xurdekarî (detail) nivîsand ku gava Şah Îsmaîl orduya xwe şand rojhilat; ser Ozbekan, di serî de Mîrê Bedlîsê; hukumdar û mîrên Kurdan ku wê demê di bin desthilata Safewiyan de dizêriyan, civiyan û xeber verêkirin ji Sultan Selîmî re û ew pîjkirin da di wê dema lêhatî de ew bê êrîşî ser Îranê bike. Piştre jî tekez dike ku eger Kurdan; di serî de jî begên bihêz ên Kurdan gazî nekiraya, Sultan Selîm esla cesaret nedikir biçe ser Şah Îsmaîlî.

Vê agahiyê piştî 80 salan dîrokzanê Kurd; Mîrê Bedlîsê Şeref Xan jî di Şerefnameya xwe de, hem jî du caran dinivîse, agahiyên berfirehtir dide. Ew dinivîse ku bapîrê wî Emîr Şeref bang li Îdrîsê Bedlîsî û alim û fermandeyekî din yê bi navê Mehemed Axayê Kelhokî kir û bi wan şêwirî. Ew jî piştî ku li nav hukumdar û begên Kurdan geriyan, began civînek lidarxist, biryar da bi serokatiya van herdu aliman, heyetek -hin name li gel wê- şand Îstanbulê da ew karibe Sultan Selîm qanii bike da ew seferê bîne ser Şah Îsmaîlî.

İdrîsê Bedlîsî di berhema xwe de ya bi navê Selîm Şah-nameyê, dinivîse ku gava Selîm bû padîşah dest bi amadekariyên sefereka ser Macaristanê kir, lê li gor wî ev şaş bû, esas xeterî wê rojê ne ji rojava; ji Macaranê, lê ji rojhilat; ji Îranê dihat. Her wiha destnîşan dike ku ew milletên ku dinaliyan di bin desthilata Şah İsmaîl de yê ku di demeka kurt a wek 14 salan de ji Xorasanê, çemê Ceyhûnê heta rojavayê Firatê; Erzincanê, li bakur ji Qefqasyayê, Deryaya Xezarê heta Delavê Hurmuzê (Korfeza Besrayê) hemî ev erd bi darê zorê zeft kiribûn, bi taybetî jî civakên Sunne, ji Sultan Selîm re heyet, name, elçî û alim verêdikirin da mihawele bikin wî qanii bikin ku seferekê bîne ser Îranê, van deveran têxe bin destê xwe. Di zivistana 1513-1514-ê de wî dev ji sefera ser Macaristanê berda û dest bi amadekariyên sefera ser Îranê kir.

Di Şerê Çaldiranê de Osmanî biserketin. Tevî ku Şah Îsmaîl ji meydana şer reviya û orduya Osmanî ket paytexta Îranê; Tebrîzê, hefteyekê li wê derê ma jî, Yavuz li nav erdên Îranê nema, ji bo derbaskirina zifistanê vegeriya Amasyayê; nav axa Osmaniyan. Lê soz da begên Kurdan yên ku li gel wî tevî şer bûn û ji wan re got: ‘’Hûn serî hildin, kela û bajarên xwe rizgar bikin, bi her hal, ez ê ber bi biharê de orduya xwe bigirim û vegerim Îranê. Ji bo rizgarkirina gelên din jî ez ê berdewamiyê bidim seferê.’’ Îdrîsê Bedlîsî jî li ser vê sozê ê ji Urmiyê, Şinoyê heta Meletyeyê û Bîladê Şamê di nav mîrên Kurdan de bigeriya, wan qanii bikira da serî hildin û hevahengiyekê di navbera wan de ava bikiraya.

Lê Sultan, ji ber muxalefeta nav orduyê, buharê nekarî vegere. Hetta berê xwe da welatê Dulqadiriyan yê bin difna Amasyayê. Di demeka wiha de mîrên Kurdan ên ku kele û bajarên xwe ji destên Safewiyan rizgar dikirin û gelê ku li hundurê bedena Amîdayê (Diyarbekirê) serî hildabû, lê dorûberê wî ji bal orduyên Qizilbaşan ve hatibûn dorpêçkirin, endîşedar bû ku orduya Osmanî venegere, Şah Îsmaîl jî cesaretê ji vê bigire û berê orduyên xwe careka din bide kele û bajarên Kurdistanê, êrîşê wan bike. Mîr û hukumdarên Kurdan cardin civiyan, wan Îdrîsê Bedlîsî bi nameyekê şand Amasyayê ba Sultan Selîmî.

Heta Bedlîsî gihaşt wê dere, Sultan Selîm hin yekîne hiştibûn û bi xwe ber bi Îstanbûlê ve ketibû rê jî. Bedlîsî bi riya peyamnêrekî din, name gihandin Îstanbulê. Di wan nameyan de jî mîrên Kurdan li gel gelek tiştên din destnîşan dikin ku Şah İsmaîl di wê baweriyê de ye ku Kurdan Sultan Selîm pîj kiriye sefereka ser Îranê, loma jî li hemberê wan di nav kîn û hêrseka dijwar de ye, eger orduya Osmanî neyê, ew bi tena serê xwe serî bi Şah Îsmaîl re dernaxin. Ji van nameyan em fahm dikin ku li gel gelek civakên din, di serî de Kurdan Sultan Selîm qanii kir da ew seferê bîne ser Îranê. Loma jî mesele ne îdîayek e ku îro hatiye meydanê, hê wê demê diyardeyek bû ku Kurdan, İraniyan, hetta Venedîkiyan hay jê hebû, 80 sal piştî wê Şeref Xan di Şerefnameyê de ew nivîsî.

Sultan Selîmî hema hema bi tena serê xwe biryara sefera ser Îranê da. Wezîr û paşayên wî, hê di destpêkê de, ordu û yenîçeriyan jî bi rê de heta Çaldiranê berdewam li hemberê vê seferê rawestiyan. Tevî ku şer hat qezenckirin, paytext hat bidestxistin jî mixalefeta orduya Osmanî dewam kir. Tevî ku Sultan nedixwest jî, ew mecbûr ma vegere Amasyayê. Tevî ku ji Kurdan re û ji yên din re gotibû ku ‘’Ez ê bi buharê re vegerim’’, venegeriya, beşê esas ê orduya xwe girt û çû Îstanbulê. Ji ber mixalefeta nav xwe, bi rê de û li Îstanbulê gelek ceza dan, ezil kirin, serî firandin.

Kurdan serî hildan, kele û bajarên xwe rizgar kirin, di rizgarkirina Diyarbekirê û Mêrdînê de û di şerê dawîn de Sultan bi fermandeyiya Biyikli Mehmet Paşa, li gor hinekan eskerekî 8-10 hezaran, li gor hinekan 20 hezaran şand alîkariya Kurdan. Di şerê dawîn de, orduya Kurdistanê ji 40 hezar eskeran pêk dihat.

Sultan di navberekê de, ji ber endişeyên mîrên Kurdan û dilnexwazî û dudiliya eskerên Osmanî yên li Kurdistanê, li İstanbulê biryara sefera 2-yê ya ser Îranê da û bi xwe jî birêket. Lê heta gihaşt derûdora Elbistanê, tifaqa orduya Osmanî ya di bin fermandeyiya Biyikli Mehmet Paşa û orduya Kurdistanê ya bi rêberiya Îdrîsê Bedlîsî û bi fermandeyiya mîrên Kurdan, li ber Mêrdînê (Qiziltepê, Qosarê [Qoçhîsarê]) darbeya dawîn li orduya Safewiyan da. Ji bilî deverên bakurê Wanê û Hekkariyê, Kurdistana îro ya nav Tirkiyeyê, Sûriyeyê û İraqê rizgar bûn, mîrên Kurdan bi îradeya xwe tevî dewleta Osmanî bûn. Di tarîxa Osmaniyan de bes devera Kurdistanê ne bi fethê, lê bi dilxwaziya mîrên Kurdan û li gor peymanên navbera Sultan Selîm û mîran tevî nav erda dewleta Osamanî bû.

-Ger ev gotin rast be, Kurdan ji ber çi gazî Yavuz kir, vê mesele çawa rû da?

Şah Îsmaîl di 1501-ê de, hê di jiyê 14 salî de, paytexta Aqqoyunuyan Tebrîz zeftkir; xwe şah, û Şîetiya 12 Îmaman jî wek dîn-mezhebê resmî yê Îranê îlan kir ku wê demê piraniya wê Sunne bû. Xwest civakên ku serdestiya xwe li wan dikir; li gel wan, Kurdan jî bi şûr bike Şîe. Mîrên Kurdan ji desthilata kele û bajarên wan daxist, ezil kir, hin kuştin, hin sirgûn kirin, hin jî avêtin zîndanan. Statuyên hukumdarî û mîrekiyên Kurdan hilweşandin, xelîfe, beg û fermandeyên xwe yên Qizilbaş li van deran dan ser desthilatê. Herwekî li Mîrekiya Çemîşkezekê, mîrê wê; Hacî Rustem Beg ji desthilatê daxist, tevî nifûseka qasî hezar malbatan ew qewirand hundurê Îranê. Xelîfe û begê xwe Nûr Alî Xelîfe bi fermanekê anî ser Mîrekiya Çemîşkezekê. Mîr Alî Xelîfe, hem ev der birêvedibirin, hem jî ji vê derê êrîş dibir ser bajarên nav axa Osmaniyan; Tokatê, Amasyayê û Sêwasê.

Di 13-14 salan de Şah Îsmaîl ji Xorasanê, Çemê Ceyhûnê heta Firatê; ji Qefqasyayê, Derya Xezarê heta Delavê (Xelîcê) hemû ev erd feth kirin. Împaratoriyeka Îranî ya ji dewleta Osmanî firehtir ava kir. Temamê Kurdistanê; ji Îlamê, Kirmanşanê heta Erzincanê, Meletiyeyê, Bîrecîkê, seranser çemê Firatê ket bin destê Safewiyan. Kurd tûşê çewsandineka mezin bûn. A li hember vê çewsandinê, vê siyaseta Safewiyan, Kurdan Osmanî ku Sunne bû û soza naskirina statuya wan dida, wek ‘’hêzeka super’’ a li hember, cîraneka ku di dema serîhildanê de karin baweriya xwe pê bînin dît. Ger lêdana pêşîn, li hember rawestiyana hergavîn û sîwaneka ewleyîn ya dewleteka wiha tunebuya, Kurdan nedişiya li hemberê Şah Îsmaîl serî hildin, kele û bajarên xwe, erdên xwe rizgar bikin.

-Buyerên ku piştî Şerê Çaldiranê rûdan, tesîreka çawa li ser qedera Îraniyan, Osmaniyan û Kurdan kir?

Şerê Çaldiranê û rûdanên germa-germ ên hema piştî wê rû dan, amaje bi mezintirîn, giringtirîn û rasttirîn tifaqa Kurd û Tirkan dike. Buyer 500 sal berê qewimîn. Bi saya biserxistina tifaqa navbera Kurdan-Osmaniyan, beşeka mezin a Kurdistanê ji bin destan derket, mîrên Kurdan gihîştin statuya mîrekiyên xwe yên li gor adetên Kurdan ên berê; wek herêmên otonom yên di nav hidûdên Osmaniyan de ewleyiya xwe li hemberê Safewiyan û Memlukiyan bidest xistin.

Bi saya sîwana ewleyî ya nav dewleta Osmanî, ji hilweşiyana dewleta Eyyubî bi vir de; piştî îstîla, şer û perçebûnan, piştî çewisandin û zilmên Moxolan, yên lipeymayiyên wan,yên Qaraqoyunî û bi taybetî yên Aqqoyunî û Safewiyan, cara pêşîn civaka Kurdan gihaşt rewşeka ta dereceyekê aştiyane. Îstîqrar û aramî hat. Her mîrekî, erdên bin destên xwe birêvebir, welatê xwe înşa û îmar kir. Zenaet, çandinî û ajeldarîyê firsenda geşbûnê li ber xwe dît. Bazirganiya hundur û derve zêde bû. Dest bi avakirina riyan, xanan, hemaman, camî, medrese û nexweşxaneyan (bîmaristanan) hat kirin. İlim, îrfan, felsefe û tesewifê berê xwe da geşbûnê; şair, alim û dîrokzanên wek Alî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Şeref Xan, Ahmedê Xanî, di rewşên maddî û manewî yên ku bi vê dewra nuh ra hatin, derketin.

Ji bo dewleta Osmanî jî serkeftinên muezzem pêk hatin. Hê salek-du sal piştî Çaldiranê ku hezîmeteke mezin bi Îraniyan hat çêştin û beşeka mezin a erdên Kurdistanê tevî Osmaniyan bû, bi saya îmkan û firsendên ji van zafer û rizgariyan bidestxistî, Yavuz Sultan Selîm orduyên Kurdistanê jî dan rex xwe, berê sefera duyê a li hemberê Îranê vegerand ser bi Memlukiyan de; di şerên Mercîdabiqê û Ridaniyê de ew têk birin, erdên Îslamê; Suriye, Lubnan, Filistîn, Misir, Urdun, Erebistana Siûdî, beşeka mezin a İraqê hê wê demê hat fetihkirin û dewleta Osmanî cara pêşîn ber bi rojhilatê; Daru’l Îslamê ve vebû, berfirah bû. Bajarên pîroz ên wek Quds, Meke û Medîneyê, yên giring ên wek Heleb, Şam û Qahîreyê ketin nav erdên Osmaniyan. Sultan Selîm meqamê xelîfetiyê ji ereban wergirt û anî Îstanbulê. Cara pêşîn ew bû hem padîşah hem jî xelîfe. Vê rewşê heta hilweşiyana dewleta Osmanî berdewam kir.

Eger li Çaldiranê ne Osmanî, Safevî biserketana, Îranîyan, belkî jî ji Persan bi vir de cara duyê ê xwe bigihandana peravê tengava Îstanbulê (Bosforê. Ji xwe wê demê hidûdê Safewiyan li ber Sêwas, Amasya û Tokatê xwe gihandibû Osmaniyan) Orduya Şah Îsmaîl yeka gelek şerbaz bû. Ew erdên ku di 14 salan de bidest xistibûn li ber çavan bê girtin, ev yek baş tê dîtin. Lê şikestina Çaldiranê, ew têkbir, lezûbeza wî birrî, wî ji erdên Anadoluyê û Kurdistanê bi paş ve pengizand.

-Take dîrokzanê ku behsa serbirrîna 40 hezar Alewiyan a ji bal Yavuz ve dike, Îdrîsê Bedlîsî ye. Eger ev qetlîam nebûbe Îdrîsê Bedlîsî çima vê bêje?

Hin fermanên Yavuz hene ku derheqê jêmayiyên terefdarên serîhildan û pîjkirinên Tekelîyê û Nûr Alî Xelîfe de derxistine ku şandine ji birêvebirên Tokat, Amasya û Sêwasê (Wê demê ev hersê bi navê Senceqa Rumê a Suxra dihatin binavkirin) re û daxwaz kiriye ku navên terefderên mayî yên van serîhildanan di defteran de bên lîstekirin û bên şandin. Ev hatine cîbicîkirin. Lê qasî ku heta îro ji arşîvên Osmaniyan hatine tespîtkirin, navên li dor 70 kesan hatine dîtin. Ji vê derbas nebûne.

Baweriya min ew e ku îdîa mubalexekirinek be. Îro jî gotin û axaftinên me yên wiha bi mubalexe hene; ji bo em mezin bikin em dibêjin, ‘bi hezaran Însan hatin kuştin’, yan jî ’çil hezar caran got’, ‘çil û yek caran maşallah’ filan. Di belge û weqayînameyên wê demê de, gelek caran bi minasebetên din, gotina ‘çil hezar’ tê bikaranîn; Hejmara orduyan çil hezar e, îsyankar çil hezar in, yên kuştî bi çil-pêncî hezaran tên îfadekrin.

Ya din, Selîm Şah-name, di dema Îdrîsê Bedlîsî de wek miswede ma, nehat temamkirin. Pişt re, di dema Qanûnî Sultan Suleyman de, li ser daxwaza wî, ji bal kurê Bedlîsî Ebu’l Fazl Mihemmed ve hat temamkirin. Tê zanîn ku hemû destnivîsên ji bal bavê wî ve nivîsandî nehatin dîtin, yên heyî jî ji derên cuda hatin berhevkirin, hetta hin kêmasî ji bal Ebu’l Fazl ve hatin temamkirin. Ji ber vê jî, tê hiskirin ku di Selîm Şah-nameyê de hindik be jî dubarekirin hene, piştre midaxeleyê hin derên wê hatine kirin, bi kêmasî hin lêzêdekirin tê de hatine kirin.

Eger li ber çavan bê girtin ku dijberiya req a jihedêder a li ser esasê mezhebî-dînî a li hemberê Qizilbaşan û Safewiyan, mubalexe û mezinkirinên kotîkirina yên li hember, nîşandana jar û helakbûyîna wan, pesinderiya terefdarê xwe, esas ji dema Sultan Selîm bêtir di demên sultanên pişt re hatî de zêde buye, ne li derveyê îhtîmalê ye ku ew mubalexe ji van rewşên dema berhevkirinê jî hatibin.

Selîm Şah-name berhemeka wisa ye ku her eynî buyer, hem bi nesirê (pexşanê) hem jî bi nezmê hatine pêşkêşkirin. Gava behsa qetilkirinê tê kirin, di beşê nesirê de tu reqem nayê dayin, bes tê diyarkirin ku ‘’ji wan kutleyeka mezin hat kuştin’’. Lê di beşê menzûm de tê gotin ‘’hejmara yên kuştî ji çil hezarê hesabkirî têperiya’’.

Wekî encam, agahiya kuştina çil hezar Qizilbaşan tenê di Selîm Şah-nameyê de heye. Heta ku bi belge û buyerên din neyê xurtkirin, zêdetir ew ê weka mubalexeyekê bimîne. Lê madem di berhemê de agahiyeka wiha heye, nikare bê gotin ‘’ev nebuye’’jî. Hin agahî û belgeyên ku em îro nizanin di rojên pêş de dikarin derkevin, bi çavkaniyên hê zelal û bawerpêkirî ev îdîa dikare bê îsbatkirin.

– Îdrîsê Bedlîsî kî ye, di serî de Ocalan hin Kurd çima wî wek ‘’xayinê neteweyî’’ dibînin?

Mewlana Îdrîsê Bedlîsî, bi eslê xwe ji malbateka alim a Kurd a Bedlîsê tê. Kurê Mewlana Husameddînê Bedlîsî ye. Di navbera salên 1452-57-ê de hatiye dinyayê, di 1520-ê de miriye. Bavê wî Mewlana Husameddînê Bedlîsî, li Amîdayê (Diyarbekira îro ku wê wextê paytexta şahê Aqqoyunuyan Uzun Hasan bû) li qesra Uzun Hasanê Aqqoyunî wek alim û dîplomatekî xizmet kir. Gava Uzun Hasan paytexta xwe ji Amîdayê veguhazt Tebrîzê, ew jî çû wê derê. Gava Uzun Hasan mir, ket xizmeta kurê wî yê bi navê Yaqûb Beg ê ku li ser text rûnişt. Ku Mewlana Husameddînî wefat kir, Îdrîsê Bedlîsî, li qesra Yaqûb Begî postê bavê xwe girt. Gava Şah Îsmaîlî Tebrîz zeft kir û xwe şah, û Şîetî jî dînê-mezhebê resmî yê Îranê îlan kir, Îdrîsê Bedlîsî yê ku Sunne Şafiî bû, Tebrîz bicîh hişt, çû, ket xizmeta mîrê Bedlîsê.

Roleka wî ya diyar a tayinker, di civiyana mîrên Kurdan û vexwendina wan a Sultan Selîm ji bo sefereka ser Îranê de, di serkeftina Şerê Çaldiranê de, di serîhildanên mîrên Kurdan ên li hemberê Safewiyan de, di peymanên di navbera Osmaniyan û Kurdan de bestî de heye. Sunnî û Alewî hemû mîrên Kurdan rêzeka mezin lê digirt, bawerî bi rehberiya wî dianîn. Herwekî, mîrê Çemîşkezekê Pîr Husên Beg, piştî Çaldiranê berî herkesi ji sirgûnê hat, li Amasyayê, bi Sultan Selîm re lihevkir, pişt re çû welatê xwe, xelkê xwe li hemberê Nûr Alî Xelîfe yê ku li ser navê Şah Îsmaîl Mîrekiya Çemîşkezekê (deverên berfireh ên Dersim û Erzincanê) îdare dikir, serî da rakirin. Çemişkezekiyan Nûr Alî Xelîfe kuşt, orduya Qizilbaş a Safewiyan qewirand û azadiya xwe bidestxist. Piştre Pîr Husên, orduya xwe girt û çû tevî orduya Kurdistanê bû ya ku di bin rêberiya Îdrîsê Bedlîsî de bû. Orduyên mişterek ên Osmaniyan-Kurdan, li ber Mêrdînê, orduya Qere Xanê Safewî têkşikand. Selîm Şah-name û Şerefname cih didin qehremaniyên mezin ên Pîr Husên.

Îdrîsê Bedlîsî di şerên li hemberê Memlukiyan de jî wek fermandeyê orduyên Kurdistanê cihê xwe li rex Sultan Selîm girt, bi saya zaferên wergirtî, Misir û erdên Îslamê yên din yên behskirî tevî nav hidûdên Osmaniyan bûn.

Îdrîsê Bedlîsî alimekî mezin ê dînî û tesewufî bû, edîb, rehber û dewletmedarekî temam bû ku karûbar bi rêkûpêkî birêve dibirin. Îro jî mezinekî Kurdan derneketiye ku karibe tifaq û destkeftineka di asta ya Kurdan û Osmaniyan a mezin û dûvdirêj a ku wî bidestxist, pêk bîne. Ew dîplmatek e ku li pêşiya hemî wan kesan tê, yên rê vekirin Sultan Selîm dev ji sefera ser Macarîstanê berde û berê xwe bide sefera ser Îranê. Padîşah ew qas bawerî pê dianî ku kaxetên sipî yên binê wan muhurkirî dayê, got ‘’ biçe, statuya kîjan mîrê Kurdan li gor adetên Kurdan çi ye, wê binivîse’’.

Wê demê daw û dozên netewebûnê tunebûn ku Îdrîsê Bedlîsî ‘’xayinê neteweyî’’ be(!) Henek li aliyekî, dîtina alim û dewletmedarekî wek wî, wek ‘’xayinekî neteweyî’’, esas encama bêagahbûna ji tarîxa xwe ye. Dewletên serdest îdeolojî û siyasetên înkarkirin û reşkirina tarîxa gelên bindest, piçûkxistina pêşkevftî, rêber û alimên wan dimeşînin. Ev gelek tesîrê li kesên endamên miletên mezlûm dike, viyana wan, baweriya wan a bi xwe dişkîne. Her wiha, dikare ji wê armancê bê, ku dixwaze Kurdên Sunnî û Alewî, Kurd û Tirkên rast-dîndar û çep ew qas ji hev dûr bixe ku tim di pevçûnan de bin. Bi vî awayî rê tê girtin ku civak bigihên hev, lihevkirî bin, li ser bingehên rasyonel cudatiyên xwe derxin meydanê û bi hev re bijîn.

-Tu/Çu rengvedaneka rawestiyana Kurdên Sunne li gel Yavuz û ya Alewiyên Qizilbaş li gel Şah Îsmaîlî, li ser pirsa îroyîn ya Alewîtiyê, yan ya Kurdan heye gelo?

Rûdan û rastiyên tarîxê bi awayê ku di pirsê de tê kirin, pêknehat. Lê ji ber nebûna derfetên têr yên lêkolînên dîroknasan û ronakbîrên dewra cumhuriyete, têgihîştana tarîxê ya kemalîstan ya bi zanetî, yan jî dîroknasiya fetihxwaziya Îslamî, hem Alewî, hem Sunniyên îro buyerên wê demê îro bi vî awayî fahm kirin, têgihîştineka wan a bi vî awayî çêbû. Herçendî di bingehê buyeran de ne reqabeta (minafeseya) mezhebi, lê ya siyasî hebû jî, aliyên mezhebi hat derxistin pêş ku di esasê xwe de ew behane bûn. Şerekî ku tenê li hember Qizilbaşan bû, teşmîlê hemû Alewiyan hat kirin. Tevî ku tenê ew di nav axa Osmaniyan de bû, weka ku ew Kurd Tirk, Ereb li hemberê hemû Alewiyan be hat nîşandan. Ji ber çavan hat dûrxistin ku Qizilbaşî kengî, çawa peyda bû, di şertên wê demê de maneya wê çi bû. Heta welê hat nîşandan weka ku li hember murşidekî mezin ê destbitizbî, postlimil û mirîd û terefdarên wî yên dest-bêçek, li hemberê hemî mezheb û terîqetên Alewî yên ne Sunne hatibe kirin. Loma jî buyer di tarîxê de weka Kerbelaya Duyê hat têgihîştin. Ev têgihîştin, di hema hema hemû buyerên roja me de veguhezîn travmayan.

Lê di rastiyê de tiştên ku wê demê dihatin jiyan, hema hema bi tevayî vacayiyê têgihîştîyên îro bûn. Şah Îsmaîl serokê mezintirîn dewleta wê demê ya Îrana Safewî bû. Qizilbaş jî ew ordu bû ku hestuyê piştê yê hêza şer a vê dewletê bû. Ev ordu, di demeka kurt; wek a 14 salan de, bi zora şûr ji Xorasanê heta Erzincanê, ji Xelicê Besrayê heta Qefqasyayê berbelavê qada desthelatê bû, li nav erda Osmaniyan du serîhildan pîj kirin. Seranser Kurdistana mezin xist bin destê xwe, statuyên siyasî û civakî hemî tarûmar kirin.

Sultan Selîm tenê serokê dunyewî, padîşahê dewleta Osmanî bû. Rêberiyên dînî, şêxulîslamî, miftîtî, ulema ta dereceyekê be jî di destên cuda de bûn. Dezgeyên burokratîk ên Osmanî bi awayekî ‘hê laîk’ bûn, hê bi rênumayên dunyewî dihatin îdarekirin. Di nav orduya Osmanî de Sunne, Bektaşî hebûn. Di bin fermandeyiyên paşa û began de ku ji Anadoluyê, Balkanan dihatin û di wextê şer de diketin nav sefên orduyê, orduyên xiristiyan hebûn hwd. Li hemberê vê, Şah Îsmaîl, hem wek şah, serokê dunyewî yê İmparatoriya Îraniya Safewî bû, hem jî mezintirîn şêxê; Murşidê Kamilê terîqeta Safewî bû, desthilata dînî jî di kesayetiya xwe de kom kiribû. Bi siyaseteka muteesib a req a şiddetdar, teb’ayên xwe mecbûrê Şîetiyê dikir. Di welatê Daru’l Îslamê de ji Sultan Selîm zêdetir esas wî siyaseteka berfirehxwaziya mezhebi dimeşand.

-Gelo mimkin e ku meriv reh û rîşeyên beşdarnebûna Dersimiyan di serîhildana Şêx Seîd de û bihewarneçûna Kurdên Sunne jî di dema Qetlîama Dersimê de, bibe bigihîne minafeseya (reqabeta) navbera Yavuz û Şah Îsmaîl?

Helbet, pevçûnên navbera Sunne û Alewiyan û bêbawerî û pêşînhukmiya navbera Kurdên Alewî û Sunne yên heta îro hatî, destpêka hemiyan bi wê derê ve hat girêdan, lê wek me gotî, bi têgihîştin û manîpulasyonên vacîkirî. Pêwendiyên pêşîn ên di ast û qewareya ciddî de, yên navbera Osmaniyan û Îraniyan wê demê destpêkir. Lê çîrok ne welê bûn weka ku îro tên veguhaztin, îro têgihîştin. Muteesibiyet, pêşînhukmî û hevredkirinên du alî, di dema sultanên Osmanî û şahên Îranî yê piştre de, ji dema Selîm hê dijwartir bûn, qat bi qat bi pêş ketin.

Gava ji alî Dersimê em binerin, esas heta nîvê duyê ê sedsala 18-ê, herwekî herêmên din ên Kurdan, eyalet û rêveberiyên xweser hebûn. Osmanî li herêma Dersimê rûbirûyê begên xweser û serokeşîrên wan dibûn, di meselên vêrgîyê (bacê) û eskeriyê de ew mixatab digirtin. Dersimî jî di çerçeveyên siyasî û civakî yên ananewî yên Kurd Alewî de di nav sîstemên xwe yên mîrekî û eşîrtî de dijiyan. Ev ne tiştên xerab bûn. Bi çavekî ilmî lê bê temaşekirin; ev ew muesese bûn ku civak bi hebûnên maddî û manewî li piyan dihiştin.Wekî ku li mîrekiyên din ên Kurdan dibûn. Lê çi wext ku Tirkiyeyê dest bi bizaveka navendîker a jakobeniyê kir ku tesîra xwe ji şoreşa burjuwa ya Fransayê û milîtarîzma Almanan werdigirt, çi wext ku her wekî li mîrekîyên din ên Kurdistanê hat kirin, êrîş hat birin ser statuyên beg û serokeşîran, rêber û dezgeyên dînî yên Dersimê, a wê demê bi îdeolojiyên li gor vê, ev muesese û statü kevneperest, xerab, kedxur û hwd hatin nîşandan.

Gelek caran tê minaqeşekirin ku li Dersimê berî qetlîamê serîhildanek bû, yan na. Meriv rastiyê beje, di 1937-38-ê de îsyanek nebû. Lê ku Dersimiyan xwest ew li gel begên xwe, serok û dezgeyên xwe yên eşîrî, rêberên dînî û awayê jiyanên xwe berdewam bikin, bijîn, welê hat hesabkirin ku îsyan kirine. Daxwaza parastina van dezgehan, vê jiyanê, weka îsyanê dihat hesibandin. Ji bo ku Cumhuriyetê dixwest civakeka homojen a Sunne-Tirk a moderna jakoben, navendîgêr û otoriter avabike, bedêla wê çi dibe bile bibe diviya ev dezgeh hilweşandana, pûç bikirana. Tarîx jî, rabuhurî jî, Şerê Çaldiranê û buyerên wê demê jî li gor vê hat vedanîn, têgihîştineka wek a roja me ya îro, bi temamî ya manîpulekirî hat afirandin.

Vê, hem Kurd û Tirkên Sunne, hem Kurd û Tirkên Alewî bi vî awayî rapêça û ew rûdanên tirsdar ên em dizanin, êş û azarên mezin hatin jiyan. Hê jî ronahîkirinek û lihevkirineka (konsensuseka) bi vê ve bestî nehat durustkirin.

-Sedem çiye hin Dersimiyên wek Kılıçdaroğlu, ku xwe Kurd nahesibînin û eslên xwe dirêjdikin dibin heta Xorasanê?

Ji bo ku min lêkolîn li ser şecera wî nekiriye, ez nizanim gelo malbata Kılıçdaroglu ji wê derê tê yan na. Lê gelek malbat an welatî, ji bo ku îsbat bikin ew ne Kurd in, Tirk in, xwe mecbûr his dikin ku nîşan bidin xwedêgiravî ew ji Xorasanê hatine. Esas ev tesîra ‘’Têza Tarîxê ya Tirkan’’ e. Li gor vê tezê, yên ku ji Asya Navîn an Xorasanê hatibûn Tirk bûn. Lê hatina ji Xorasanê nîşan nade ku meriv Tirk e, yan Kurd e. Di seranserê dîrokê de Kurd jî, Tirk jî wek civakên berfireh li Xorasanê jiyane. Di dema Şah Îsmaîl de, yên ku bi daxwaza xwe dan pey wî û çûn Xorasanê jî hebûn, kurdên ku sirgûnê wan deran bûn jî hene. Şah İsmaîl Hacî Rustem Begê bavê Pîr Husên Mîrê Çemîşkezekê tevî hezar malbatan sirgûnê hundurê û rojhilatê Îranê kir. Şahên Îranê yên piştre beşeka giring a eşîrên Celalî û Kurdên din, ji bo ku herêmeka tampon ava bike, li Xorasanê bicih kir. Hin zîvirîn, hin jî hê li wê derê dijîn. Bi kurtî, Kurd jî Tirk jî gelek caran çûne Xorasanê û hatine. Xorasan ne Kurdîtî, ne jî Tirkîtiya kesê îsbat dike.

-Armanca teza ku ‘’Dewleta Safewî ya Îranê ji Osmaniyan zêdetir Tirk e“çi ye?

Bi qenaeta min vê tezê cara pêşîn Turkologên Azerbaycana Sovyetan û yên Rûsnîjad anîn meydanê. Li Tirkiyeyê çawa ji bo tesîrkirina li Tirk û misilmanên Asya Navîn li hemberê komunîzmê Teza Turk-Îslamê hat pêkanîn, bi awayekî wek vê, ji bo Tirkmen û Azeriyên Şîe yên li Azerbaycana Sovyetan li hemberê Şîetiya Fars-Îranê û ya Azerbaycanê parastî bin Tirkîtiya Safewiyan hat hûnandin, hatta hat îddîakirin ku ji Osmaniyan bêtir Tirk in. Ronakbîrên Kemalîst ên dewra Cumhuriyetê ji vê çavkaniyê îstîfade kirin da hem welatiyên Şîe-Alewî yên cumhuriyetê ji bin tesîra Azerbaycana Îranê û Farisan dûr bixin, hem jî ji bo reşkirina Osmaniyan, Sultan Selîm û Osmaniyên li pey wî nêzîktirî Farisan, Safewî jî bêtir Tirk nîşan dan.

Esas, demezrêner û şêxên Safewiyan bi eslê xwe Kurd bûn. Di dema Şêx Cuneyd de xizmayetiya wan li gel Uzun Hasan destpêkir. Lê Uzun Hasan bi xwe dayika bavê wî prenseseka Rum-Gurcî (bav Rum dê Gurcî) bû, diya wî bi xwe Xiristiyneka Aramî, hevjîna wî prenseseka bi navê Catarîna Despîna; keça Qiralê Dewleta Rum Pontusê bû. Uzun Hasan xwişka xwe ya ku ji dayikeka Xiristiyan Aramî hatibû dinyayê ya bi navê Xatîce Begum, li Şêx Cuneyd mahr kir, kurê ku ji wan hat dinyayê yê bi navê Şêx Heyder jî bi keça xwe ya ji prensesa Rum Pontusê buyî; Marthayê (Pişt re navê wê bû Alem Şah Begum) re zewicand. Şah Îsmail ji vê Marthayê hat dinyayê.

Helbet ku şêxên Safewiyan bi Uzun Hasan re xizmayetî danîn, piştî mirina wî wek warisê text daketin meydanan, ev terîqet li Turkmenan gelek cazîb hat. Her wekî din, di wan êrîşan de ku li Qefqasan; birin ser Xiristiyanên Çerkez, Gurcî û Ermeniyan û li Deryaya Reş birin ser Dewleta Rum Pontusê, talan, xenîmet û êsîran, dilbijiyana siwarên koçer yên Tirkmen zêde dikir. Loma tevî ku di nav mirîden Safewiyan de Kurd, Ereb, Fars û Talaşî jî hebûn, Tirkmen di pirraniyê de bûn û post û meqamên navendî zeft kirin.

Di wan dewranan de rêjeya kesên ku xwendin û nivîsandinê dizanîn gellek kêm bû; belkî ne ji sedê yek jî bû. Gelek caran reîs eşîr, beg, paşa, hetta padîşah jî nexwenda (analfabet) bûn. Li deverekê eger terîqetekê bixwestaya terefdar û mirîdan qezenc bike diviya bi zimanê wan û bi rîtualên sazbendî û dengbêjî xîtabê wan bikiraya. Ji ber pêwendiyên bi vî awayî, zikr û ayînên dînî yên Safewiyan bi giranî bûn Tirkî. Wan ji aliyekî xwe seyyid (Erebnîjad) nîşan dida ji aliyekî din ve jî deng û bahsên ku eslên wan Tirkman e didan belavkirin.

Li Anadoluyê ji bo ku li gel terefdarên baweriyên batinî yên Îsmaîlî û Alewî, hetta pê re jî bihevrejiyana alîgirên Îslama heterodoks û Xiristiyaniyê, terîqeta Safewî li Azerbaycanê ji Sunnetiyê ber bi Şîetiya 12 Îmaman, li Andoluyê ber bi Şîetiya Xulat (Şîetiya zêdçûyî) / Qizilbaşiyê ve çû.

Hin lêkoler, diyar dikin ku piraniya şiirên ku tê gotin Şah Îsmaîl ew nivîsîne, ji bal wî ve nehatine nivîsîn, ji bal kesên din ve hatine xwendin, piştre wek dîwanekê hatine komkirin ji bal xelîfeyên xwendinzan di ayînan de, şahî û mihrecanan de hatine xwendin.

Gava meriv bala xwe bidiyê, Ezîdîtî jî di qonaxên wiha yên guherînê re derbas bûne. Yek ji pîroztirên fîgurên Êzîdîtiyê; Şêx Adî bîn Musafir, bi esil ji Beqaayê; ji malbateka Ereb dihat. Terîqeta Adewiye ya ku wî danî, wek terîqeteka Sunne hilat. Lê ku li Sincarê bicih bû û terîqet belav bû, hem zimanê kurdî yê xwecihên wan deran lixwegirt, hem jî guherî bû baweriyeka heterdoks a kartêkiriya dîn û baweriyên kevn ên wan civakan, piştre jî guherî bû dînekî li derveyê Îslamê.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: