Li Stenbolê du xwişkên Babanzade: Dîclehan û Neslîhan

IMG_6155

 

NESLÎHAN KISAKÜREK

Neslîhan Baban di 5ê Tebaxa 1917an de ji dayikê bû. Bavê wê waliyê Tirkiyeyê yê kevn Abbas Recaî Nuzhetê kurê Yehya Nuzhet Paşayê kurê Alî Begê kurê Xalid Paşayê Baban e. Diya wê Sarê Xanim e, çerkez e.

Neslîhan xwişka mezin a Dîclehan Babanê ye. Tenê herdu xwişk in, wekî din zarokên malbatê çênebûne.

Neslîhan Baban ji Lîseya Saint Benoitê mezûn bû.

Ew sala 1941ê bi şairê navdar ê ustadê dîndarên Tirkiyeyê Necîp Fazil Kisakürek re zewicî. Heft zarokên wan hatin dinyayê; Mehmet (1943), Ömer (1944-2005), Ayşe (1948), Osman (1950), Zeynep (1953-2002) û du kuren wê bûn, herdu jî navê Ali li wan kir, lê ew bi piçûktî mirin.

Hakimên Mîrekiya Babanan ku paytexta wê Silêmanî bû, gava di destpêka sedsala 19an de dawî li mîrekiyê hat anîn, hatin sirgûnkirin bo Stenbolê û ew li vê derê cîwar bûn.

Di nivîsa ser Dîclehan Babanê de jî hat diyarkirin, Babanan di jiyana siyasî, dîplomasî, kulturî, zanistî û aborî de rolên girîng li Stenbolê û Tirkiyeyê leyistine. Hinan ji wan li vê derê berî cumhuriyetê di arîfeya Şerê Cîhanê de cihên girîng di tevgera azadîxwaz a kurdan de girtine.

Li ser jiyana Neslîhan Kisakürekê agahî kêm in. Di dema amadekirina vê nivîsê de min pêwendî bi Cîgira Serokê Weqfa Kultur û Vekolînan a Necîp Fazil Kısakürek; Şeyma Kısakürek Sönmezocakê re danî, wê ez gihandim birêz Suat Ak; nivîskarê berhema bi navê Necîp Fazil ve Büyük Doğu*, hin agahiyên vê derê bi saya wan in.

Ew wek hevjîneka durust, îtaetkar û wefadar a Necîp Fazil û dayikeka fedakar a perwerdeder a zarokên xwe, di medya dîndaran de hatiye naskirin. Medyaya sekuler, tew xwestiye jiyana wê ya modern ji bo piçûkxistina Necip Fazıl Kısakürek bikar bîne. Wekî din wan ew tune hesabkiriye.

Di derbarê şexsiyeta wê de berfirehtir agahî cardin ji bal Necip Fazıl bi xwe ve hatine dayîn. Ew diyar dike ku, di jiyana xwe de ew rastî momentekê hatiye ku jiyana wî kiriye du beş; ya berî û ya piştî momentê… Ew jî  dema naskirina wî ya Seyyîd Abdulhekîmê şêxê Neqşebendî yê Arwasî yê kurdê Wanê yê navdar e, ku pişt re Necip Fazıl buye mirîde wî û ‘gelek feyz û hîkmet jê wergirtine’, bi nasîna wî re jiyana wî bi temamî hatiye guhertin.

Seyyîd Abdulhekîmê Arwasî her gav doz lê dikir ku ew bizewice. Gelek caran Necip Fazıl ew vedixwend mala xwe, lê Şêx digot; ‘heta tu nezewicî ez nayêm mala te’.

Wî yeka li gor xwe peyda nedikir, ji Şêx re digot; ‘hûn yekê ji min re bibînin, bira cariyeya we be jî ez ê pê re bizewicim.’ Şêx qebûl nedikir, digot; ‘gerek yek ji derûdora te be, tu bi xwe bibînî.’

Necip Fazıl rojekê Fatma Neslîhanê nasdike, wê dibe Eyyubê li kafeteryaya Piyer Lotiyê radiwestîne û derdikeve hizûra şêx ku mala wî nêzî kafeteryayê bûye:

‘’Ezbenî, min keçek nasî, navê wê Neslîhan e… Keçeka ji wan modernan yên ku tu dinasî; ji Babanan, Babanzadeyan… Min heta vê derê ew anî. Nuha li kafeteryaya wê derê rûdinê. Hûn jî teqdîr dikin ku zehmet e bawerî bi keçên modern ên zemane bê anîn. Min guman heye, Hûn çi difermon?’’

Şêx bi bizaveka birûskîn pirsî:

“Çi li ser wê ye?..”
“Mantoyekî kesk ezbenî.”
“Tu ne ji wê, ji xwe gumanan bike!”

Li ser vê, Necip Fazıl Neslîhanê tîne bi şêxê xwe Seyîd Abdulhekîm dide nasîn. Şêx ne li hundur, li derve pêşwaziyê li herduyan dike û dibêje; “Xwedê zamin û kefîl e, jibîr meke!” Ew destên şêx radimûsin, vediqetin û dizewicin. Pişt re şêx hergav ji Neslîhanê re dibêje ‘bûka min’ û ji Necip Fazıl re jî ‘zavayê min’.

Zewaca wan heta mirinê berdewam kir, Neslîhanê her piştgiriya mêrê xwe kir û di rojên tarî û teng de taqet û hêvî dayê, gava ew dihat xala peskirinê, wê ew teşwîq dikir, radikir piyan. Di dadgehan de li pişt wî bû, di dema zîndanan de serdana wî dikir, hêvî didayê.

IMG_6152

Lê Neslîhan Kısakürekê bi xwe jî di jiyana entelektuelî de cih girtiye. Demekê ew xwediya kovara ‘Büyük Doğu Dergisi’ (Kovara Rojhilata Mezin) bû. Di sala 1947an de bi îdîaya ku ‘hekaret li tirkîtiyê kiriye’ li gel hevjînê xwe yê zindankirî derket ber dadgehê, di 6ê tebaxa 1947an de wan beraat kir, lê ku dadgeha bilind biryar xerakir ew bi ducaniya xwe hat şandin zindanê.

Wê di rûpela dawîn a kovarên Büyük Doğu yên 1945an de, di bin sernavê “Muaşerat Edebi” (Edeba Muaşeratê) de nivîs nivîsîn. Di 1952an de di Büyük Doğuya rojane de Pol û Virjini a nivîskarê Fransî Bernardin de Saint-Pierre wergerand tirkî û wek zincîreyekê da weşandin. Di Büyük Doğu yên rojane yên 1956an de wê ji Joseph Balsamo (berhema Alexandre Dumas) wergerandin û dan weşandin.

Ew li Dadgeha Yassi Adayê di doza ‘örtülü ödenekê’(kontoya veşartî) de derket hemberî dadgehê. Dadwer jê pirsî ku di warê ‘örtülü ödenek’ê de ew çi dizane. Wê bersiv da reîsê dadgehê ku ev gotin wê cara pêşîn gava Recep Peker 100 hezar teklîfî mêrê wê Necîp Fazil kir bihîstiye, pişt re ev gotin bi tu awayî li ba wê bikar nehatiye.

Neslîhan Baban ji malbateka arîstokrat a kurd a modern dihat. Ew servekirî û bi kincên modern ên rojavayî bû, mala wê jî bi awayekî modern hatibû xemilandin. Xwarinên wê, rabûn rûniştin û ezimandinên wê hemî xwedan esaleteka modern bûn. Ronakbîrê tirk Taha Akyol piştî li gel Alparslan Türkeş çû mêvandariya Necip Fazıl Kısakürek, li ser vê moderniya nav mala Neslîhan Xanimê gelek bi pesn nivîsî.

Ji ber modernî û servekirîtiya wê, gelek rexne hatine ser Necip Fazıl Kısakürekê dîndarê “şerîetxwez”. Lê wî qet guman neanîye ser hevjîna xwe, ji ber wê diltengî nekiriye û herdem pê serbilind buye. Li gor kurê wan Mehmet, di mêrxasî, serbilindî û kûrbûna entelektuelî û liberxwederiya bavê wî de, para dayika wî gelek bû. Ne ji wê buya Necip Fazıl nedibû ev Necip Fazıl Kısakürekê nuha.

Fatma Neslîhan Kısakürek di 22ê Gulana 1995an de wefat kir, gorra wê li goristana Eyyüp Sultanê li rex gorra hevjînê wê Necip Fazıl Kısakürek e.

* Suat Ak , Necip Fazıl ve Büyük Doğu, Büyüyenay Yayınları Mayıs 2016. Wî agahiyên hêja dan min.

IMG_6151

Li ber Dadgeha Yassı Adayê

Ji BASNEWS hej 26ê.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: