BUMERANG

Xwendevanên hêja yên Basê, dema we xweş!

Ji vê hejmarê û pê ve ez ê jî ji hefteyê carekê, bi nivîsên xwe yên li vî quncikî li pêşberê we bim. Nivîsên min ê di warê cuda de bin; carina li ser bûyerên germ ên rojevê, carina pirsen civakî, kulturî, siyasî, îdeolojî, felsefî û zanistî yên giştî bin; ziman, edebiyat û dîroka kurdan jî tê de.

Bi hêviya ku ji bo we balkêş be, ez siftehê bi nivîseka li ser mihasebeyeka kurt a siyaseta serokê çûyî yê Amerîkayê Obamayî ya Rojhilata Navîn dikim.

***

Obama, wergirê Xelata Aştiyê ya Nobelê ye. Lê, wî xelata xwe ne piştî xebatên xwe yên ji bo aştîya cîhanê, berî wê, hê gava cara pêşîn bû serokê DYAê wergirt. Ev yek, di medyaya cîhanê de bû sedema rexneyan li hember biryarderên Xelata Aştîyê, ne kêm derûdoran amaje pê kir ku ew, ji xelateke encama xebateka serkeftî bêtir wek krediyekê bû, ji bo destpêka xebatê.

Gava meriv piştî heşt salên du dewreyên desthilatdariya Obama, li siyaseta Amerîkayê ya derve, bi taybetî jî ya Rojhilata Navîn dinêre, dixwiyê ku rexneyên di wî warî de ne bêbingeh bûn. Wî, wek mînak, li devera me, bi coşeka mezin a ‘Bihara Erebî’, ‘demokrasiya pirpêkhateyî’ û ‘hevkariya medeniyetan’ dest pê kir, lê bi xeyalşikestiyeka kûr, westeka bêhalketî û vekişiyaneka wendakirî dawî lê anî.

Îddîa min ne ew e ku berpirsê hemû pirsgirêkên civakî yên deverê ew e. Lê wî bi awayekî wiha hin biryar dan û ew wiha tevgeriya ku para ser milê wî ya çareserî û sivikkirina pirsgirêkan bi ekse qesd, armanc an hêviyên wî vegeriyan. Şerê li dijî DAIŞê balkêştirîn nimûneya vê ye. Ev, ewqas eşkere ye ku Obama bi xwe liberketina xwe diyar kir, got ‘ez piçekî xwe berpirs dibînim ji rewşa dawî ya deverê’, lê wî israr kir ku biryar rast dan. Qesd ji biryaran, yên dema bikaranîna çekên kîmyayî ya rejima Esed a li ser sivîlan bû. Obama berê gotibû ku bikaranîna çekên kîmyayî ji bo wan xeta sor e, ku ew bên bikaranîn DYA ê midaxele bike. Hatin bikaranîn, lê Obama midaxele nekir. Bi rûsan re li hev kir, xwedêgiravî çekên kîmyayî ji Sûriyê hatin maliştin, ku ev ne mimkin e.

Obama bi xwe, di hevpeyivîneka li gel wî kirî de, dibêje ku di momenta dawî ya biryardana midaxeleyê de, wî DAIŞ û Esed dane ber hev; gelo ji bo Amerîkayê kîjan girtirîn tehdîd e, ew gihaştiye wê qenaetê ku ne rejim, lê DAIŞ e, loma midaxele nekiriye. Li gel gelek sedemên din, kartêkirtirîn argument ‘tehîda li hember Amerîkayê’ bûye.

Ne ecêb e, helbet Obama ne kalikê Noelê bû ku, stêrên aştîyê û asûdeyiyê biweranda ser rûyê erdê, wek serokê Amerîkayê ê berjewendiyên wê bixista pêşiya her tiştî. Lê berê geşbûna bûyeran nîşan da ku biryar û bizavên Obama bi vê maneyê jî bi vacayiyê armancan vegeriyan. Midaxelenekirina askerî, bû poşmaniya ji ehdê, li deverê xeyalşikestin û bêbawerî li hember DYAyê anîn. Erebên sune, ew, wek xencerlêdaneka li pişte dît. Kutleyên sune, çi rêkxistiyên islamî yên mulahim, çi jî nerêkxistî herikîn nav DAIŞê û Nûsrayê. Mixalefetên sekuler û islamiyên ne-req, bûn berfa havînê, heliyan.

Rola DYAê şkest, krîz ket navbera wê û mitefikan, Esed, Rûsya, Îran, Hizbullah xurt bûn. Şer dijwartir bû, koça bi milyonan li hinavên Ewropayê û Amerîkayê da. Bi eksê tesbîta Obamayî, midaxelenekirinê tehdîd û pirsgirêk mestir kirin.

Di vekişandina eskerê Amerîkayê ji Iraqê de jî her eynî hesabşaşî û eksderketin diyar e. Li Amerîkayê, NATOyê û deverê, gelek mittefikan û dostan israr kir ku Amerîka esker venekişîne, yan na, rewş ê dijwartir bibe. Di serê israrkiran de jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hebû. Wî eşkere got, eger vekişiyan bibe ê li Iraqê teroreka giran a berbelav serî hilde. Heta teklif anî ku li hember her îhtîmalê, eskerên vekişiyayî li Kurdistanê bên bicîkirin, wî ciyê ku heta nuha difna eskerekî Amerîkî jî lê xwîn nebûye.
Lê nebû. Obama esker vekişandin. Terora DAIŞê serî hilda, Mûsil dagirt, xwe gihand ber deriyê Bexdayê, Hewlêr xist xeterê. Hê pak nabûye, ê gelek bidome. Pê re jî Iraq ket bin kontrola Îranê; bêyî ku ew guleyekê biteqîne. Li alî şîeyan, Heşdî Şaebî, bi terora xwe bû DAIŞeka din. Ne ji qehremaniya pêşmerge bûya, kî dizane nuha çi sosretê serî hildabû!

Nuha jî, ji mecbûrî eskerê Amerîkî û Ewropî vedigerin deverê. Bi milyaran dolar li şerî tê kirin, kuştina bi hezaran sivîlan û koçberî, rewş aniye qonaxa jenosîdê.

Kurtbînî, yeklabînî û nirxandina pirsgirêkan îzolekirî ya yeko yeko, ew biryar û bizavên Obama, wek BUMARENGê, vegeriyan li Amerîkayê dan. Helbet li mitefikên wê yên deverê û navneteweyî jî… Di serî de li kurdan.

Heftenameya Bas, hej. 6

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: