Rakirina biryara Donald Trump ya qedexekirina seyaheta welatiyên hin dewletên misilman a ji bo Amerîkayê ji bal dadwerên wî welatî ve, protestoya welatiyên ji rêzê û hin serokên naskirî, bi daxwiyaniyên ‘em hemû misilman in’, diviya li Tirkiyeyê ji du aliyan ve deng vedana. Hatibe behskirin jî, di rex re hat vizikîn, giringîya wê fehm nebû.
Di demekê de ku hestên xwedêgiravî Rojava/dinya xiristiyan li hemberê misilmanan çend pêşînhukm û êrîşkar e tên fûrandin, îdamên temsîlî yên Noel Baba ji alî medyayê û siyasîyan ve di çavan tên rakirin, peyamên tehdîdkar ji bo ew awe jiyanên ‘ne li gor’ normên serdest, tên rêkirin, rawestandina fermanên serokê xwe ya dadwerên DYA’yê, da misilman bi azadî seyaheta wî welatî bikin û serîrakirina wezîra derva ya berê Madeleine Albrightê (di ser de yeka cuhû ye jî) bi daxwaza ‘min jî îdî misilman binivîsin’, tezên li ser pevçûna Rojhilat-Rojava/îslam-xiristiyaniyê hejandin.
Li wê Rojavaya (heke em welatên wek Japonyayê û Avusturalyayê jibîr nekin, li wan welatên demokrasiya pêşketî) ku ne homojen e, îslam li rex xiristiyaniyê dînê duyê ye, hemû bawermend û nebawermend ji rengên civatê tên zanîn, ev diyarde ne take-buyer e, ne jî bi warên diyarkirî sînorkirî ye. Heta tevî rewşa konjonkturel a tevgerên nîjadperest ên dilreşkir, ew, pêşveçûneka esasî ye ku mora xwe li dewrana me dide.
Ev meyildariyên berahevdana medeniyetan/olan yên ku berhema îmajên ‘rikeberiyeka tevayî’ ne, dibe ku wek lênayiyên pêdiviyên dinyaya global, gav bi gav ji qadê dertên, lê li devera me ya ku dergûşa etnîsîte, dîn û kulturên curbicur e, enerjiya me ya diviya berhênê xweşkirina jiyanê buya, diguhêre dike gurrkirê agirê jiyana dojehîn.
Denghildana welatiyên DYA’yê yên ji dînên cuda ya bi slogana ‘em hemî misilman in’, kêm be jî wek daketina însaniyetê ya meydanê jî hat dîtin. Lê xerîb e, têgihîştin, ne wek parastina misilmanan a ji bal cuhûyekî, xiristiyanekî, an ateîstekî, lê wek ya ‘însanekî ji bal însanekî din ve’ ye . Ya rast, Trump, ne bi giştî li hember însanan, li hember yên xwedan nasnameyên misilman pêşînhukmî kir. Xwepêşanderan jî bi zanîn, misilmantiya wan li gel baweriya xwe hevrûmet dît û got ‘ez jî misilman im’. Kes ji misilmantiya xwe nehatibû şêlandin. Wan negotibû ‘ew însan in, bira bên welatê me.’ Bi taybetî gotibûn ‘misilmanan piçûk mexin, ew çi bin, bila welê bên. Xristiyaniya min û misilmantiya wan di mafê hebûn û azadiyê de hevast in.’
Meyildariya me ya micerredkirinê, giştîkirinê (ya flûkirinê, da em nebêjin bincilkirinê) ji niyetçaktirînê me bigire heta reqtirîn bêfêhmê me, di civaka me de berbelav e û di hemû tebeqeyan de heye.
Di salên 90’an de, ku Demirel li gel İnönü got ‘em realîteya kurd nas dikin’, kurdan destpêkir Newrozên xwe, dawet, şîn û şahiyên xwe, rojên xwe yên dînî û adetî bi ziman, kinc, rabûnrûniştinên xwe pîroz kirin, sembolên xwe yên neteweyî hildan. Kolanên kurdan bi stiran û cemûcoşên kurdî olan dan. Nebê, dewletê pêşbîniya diyardeyeka wiha nekiriye ku veciniqî, got, ‘Hop, ku me got em realîteya Kurdî nas dikin, me negot cudaxwaziyê bikin!’
Em hergav aliyên xwe yên mişterek derdixin pêş, gava rastî hin reng an tonên piçek cuda tên, tirs û xof me digire, em hema wan dimalin bin cilikê. Eger em neşên veşêrin, bi gurmîn mîrkutekî li serî didin. Em, yên kurd, çerkez, ereb, alewî, xiristiyan, êzîdî, jin, zarok, yên ne ji bajar an gundê xwe, li derveyê norman, ecêb dibînin û fişefiş bi me dikeve.
Lê demokrasi, awayekî bihevrejiyanê ye ku însanan qasî aliyên wan ên hevpar, ên cuda jî, di çi mesafe an pîvanê de hebin, bi wî awayî qebûl dike, her cudayiyeka din, di asta hevrumetiya a xwe de dibîne. Rejimên ku mafê jiyanê tenê didin aliyên mişterek, ne demokrasî ne.
Parastina însanan, bi wêdekirin an nedîtina nasnameyên cuda nabe, lê bi dîtin û pêşdeanîna wan dibe. Ev taybetmendî, meziyetek e ku bi toleransa/xweşbînîya semereya perwerdedariyê, bi têgeha me ya tesewifî; gihaştina merheleya kemale tê bidestxistin.
Xweşbînî, ne welê sivik e ku difn lê bê badan. Yên zanist, fîlozof, entelektuelên kartêkir, balê dikêşin serê ku tenê bi perwerdebûna bidestxistina zanistên fenî û însanî-civakî, meriv nabe kesekî/a perwerdedar, nagihê kemalê. Diyartirîn pîvana perwerdedarî û gîhana kemalê, xweşbîniya ku însan karibe hemû aliyên cuda yên însanan, di asta yên xwe de hevrûmet bibîne. Ji xwe parastina însanan ya ji bal însanan jî ev e.
Heftenameya Bas, hejmar 7
Leave a Reply