NIMÊJA VÊ DESTMÊJÊ BIVÊNEVÊ YE

Biryara serlêdana rapirsiya cudabûna Başûrê Kurdistanê hat dayin. Di 25ê îlonê de yên deverên li serê nelihevkirî (maddeya 140)  jî tê de hemû welatiyên pêkhateyên etnîkî,  dînî û mezhebî ên Başûr ê tevî rapirsiyê bibin. Zelal nebûbe jî çawa, yên li derveyê welêt jî ê deng bidin.

Gelo xelkên deverên di bin destê PKKê  û yên li bajarên erebnişîn ê karibin îradeya xwe diyar bikin, yan ê bên veguhastin ser  sindoqên nav Herêmê?

Rapirsî lihevhatî ye li gel destûra Iraqê. Lê hin dibêjin ku li deverên nelihevkirî ên mixatabên rapirsiya maddeya 140ê (gelo tevî Herêma Kurdistanê bibin yan na), diviya berê ew rapirsî, piştre ya li ser cudabûnê bihata kirin.

Rexneyeka wiha, ji gelek aliyan ve ne di cih de ye. Yên ku maddeya 140ê cîbicî nekir ne kurd, desthilatdarên Bexdayê bûn. Wan maf tune îro xwe bispêrin wê.

Ji xwe di vê navberê de êrîşa dirindane ya DAÎŞê hat ser deverên îdîakirî. Eskerên Iraqê ew dever berdan û reviyan, hin jê (Kerkûk û başûrê Germiyan) pêşmergeyan xwe gihand wan, DAÎŞ jê dûr xistin, hin jê jî pêşmerge bi şer ji deste DAÎŞê rizgar kirin. Loma li van deveran hikumeta Bexdayê mafê serweriya xwe wenda kiriye, bêyî îradeya van deveran, şer’iyeta tu gava wê nîne.

Rapirsî ê ji xelkê bipirse, aya ew ji Iraqê cuda bibin yan na. Li deverên li serê nelihevkirî, nirxa rapirsîyê bi du rapirsiyan e. Gava dengên cudabûna ji Iraqê pirranî bin, ew otomatîkî bersiva maddeya 140ê ye jî, tê maneya ku ew dixwazin biçin ser bi Kurdistanê ve.

Rapirsî ê ne biryarder, rawêjî (şêwirdarî) be. Ji ber vê taybetmendiyê, li derûdorên siyasî yên Bexdayê û Hewlêrê ew tê şibandin destmêjekê. Hewlêr dibêje ‘ew destmêjek e, piştî destmêjê mecbûriyeta nimêjkirinê tune. Nimêj dikare neyê kirin (serxwebûn neyê îlankirin).’ Bexda jî bi gumaneka endîşedar dipirse, ‘baş e ku nimej ê neyê kirin, destmêj çima tê girtin?!’

Ev anekdotek e, mîzaheka siyasî-dîplomasî tê de heye. Lê di rastiyê de yek ji wan nimandinên teswîrî yên herî xurt e ji bo rapirsiyeka rawêjî a li ser cudabûnê.

Rapirsiya cudabûna gelekî  ‘çareserkirina qedera xwe bi destê xwe’ ye ku di tarîxa hiqûq û dîplomasiya navneteweyî de, di prensîb û peymanên navneteweyî de û di qanûn û peyrewên dezgehên navneteweyî yên wek Cemiyeta Eqwama berê û Neteweyên Yekbûyî ya îro de xwe ferz dike, mecbûrî cîbicîkirinê ye.

Gelek girîng e ku ev rapirsî li ser şer’iyeta destûr û yasayên navneteweyî û yên Neteweyên Yekbûyî bimeşe.

Heya nuha terefan zelal nekiribe jî, di siruşta rapirsiya rawêjî de ye ku çareserkirina pirsê li ser esasê diyalog û gotûbêjên aliyên pêwendîdar bin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî piştî  hevdîtinekê  li gel Bexdayê gotibû ‘me ji Bexdayê re gotiye, roja em biryara cudabûnê bidin berî her kesî ê haya Bexdayê jê hebe.’

Ji hevdîtinên berpirsên Kurdistanê fêhm dibe ku Amerîka, Rûsya û welatên Rojava şertên piştgirîkirina cudabûnê ya dane ber kurdan, ew e ku bê şer, bi awayekî aştiyane, bi riya diyalog û lihevkirinê bibe. Eger serxwebûn, aştiyane biserkeve ê dinya piştgiriyê bidê, lê ku şer derkeve ji nuha ve tu soz tunene. Nexwe prosesa serxwebûnê kare dirêj bikêşe, ku xeteran li gel xwe tîne.

Kurdistan muhtaca riyeka wiha ye ku Bexda nikaribe şerekî ciddî derxe, yan li herêmê bê derxistin. Siyaseta gav bi gav xurtkirina statuya de facto ya serbixweyiyê, ji alî din ve jî rêxweşkirina ku di mesela yekpareyiya Iraqê de erebên sune û şîe jî bibin mixatabên hev li pêş kurdan e. Yekîtiya Iraqê pêkhatiya ji sê aliyan e. Ew yekîtî ne bes bi cudabûna kurdan, bi çûna yek ji terefên ereb jî ê ji navê rabe. Ger erebên sune û şîe li hev nekin û herkes bi riya xwe ve biçe ji xwe Kurdistan ê li ciyê xwe serbixwe bimîne û kes nikare bêje tu çima tenê mayî. Ji bo rêxweşkirina ber bi vir ve, siyaseta Kurdistanê lazim e piralîtir be.

Xetereka mezin ji bo serokên kurdan heye. Ger piştî rapirsiyê lihevhatin cudabûnê nede, yan bêçareserî dirêj bikêşe, rapirsî dikare bibe narincokeka demjimêrî û di destê wan de biteqe. Eger çareserî tunebe, divê sebixweyiya de facto her ber bi têraxwekirinê ve biçe. Ger lihevhatineka mayina bi Iraqê re rû bide, ji xwe berpirs mecbûr in wê bi rapirsîyeke nuh pêşkêşî îradeya gelên Kurdistanê bikin, vîna  gelan careka din daxin meydanê û şer’iyetê werbigirin.

Naskirina ‘mafê tayinkirina qedera xwe bi destê xwe’ di program û armancên hemî rêxistinên sosyalîst, sosyal demokrat, lîberal, demokratên çi xiristiyan û çi îslamî de heye. Encama rapirsiyê li gor qanûn û rênimayên wan divê ji bal wan ve bê naskirin û cîbicîkirin. Hemû dewletên ku ev prensîb di destûrên wan de hene, yan endamên Neteweyên Yekbûyî ne mecbûr in vê îradeyê nas bikin.

Ji alî kurdan ve, PKK/KCK û Gorran tê de, hemû partî û rêxistinên Kurdistanî, rapirsiyê boykot bikin yan nekin, beşdar bibin bêjin ‘erê’ yan ‘na’ ew mecbûr in encamê nas û cîbicî bikin. Mafê wan heye ew boykot bikin, an deng bidin bêjin ‘na’, lê mafê wan tuneye ku encama wê; îradeya derçûyî ya ‘teyinkirina qedera xwe bi destê xwe’ nas û cîbicî nekin.

Ev rapirsî ne destmêjeka ji rêzê ye. Nimêja vê destmêjê ji bo hemuyan; çi neteweyî, çi jî navneteweyî bivênevê ye.

 

Ji BASNEWS hej 24

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: