KUŞTINA MÎR ŞEREF XANÊ BEDLÎSÎ

Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’

 

Mîr Şeref Xanê Bedlîsî yek ji navdartirîn mîrên kurdan e. Ew wek mîrê Bedlîsa mîrekiyeka Kurdistanê ya girîng, xwedan roleka berbiçav e. Lê, ew bi şexsiyeta xwe ya alimî, hunermendî û tovavêjê bîrûbaweriya neteweyî jî derdikeve pêş.

Ew li sirgûnê li Îranê jidayik bû (1543), li malbateka xwedan ilm û îrfaneka bilind û hê ji piçûktiya xwe de li qesra Şah Tahmasp; bi mîrzayên Şah re mezin bû, perwerdeyeka pir alî a dînî, ilmî, siyasî, eskerî û hunerî girt. Wî Şerefname nivîsî ku li hundur û derve bû çavkaniyeka girîng a dîroka kurdan û a gelên deverê. Şerefname bi agahî û ramanên xwe yên neteweperwerî kitêbeka sereke ya kitêbxaneyên kurdan e.

Heta du sal berê, zanîn ew bû ku Şeref Xan di 1012 (1603-1604)ê de bi hemdê xwe miriye. Di 2015an de, du lêkolêrên bi navên M. Dehqan û V. Genç bi du meqaleyên* bi belge zanîna derbareyê awa û tarîxa mirina Şeref Xan a berê pûç kir. Belge, ji arşîvên ermenî û yên osmanî ne. Belgeyên ermenî tarîxa mirina Şeref Xan di navbera salên 1007 (1598-1599) û 1009 (1600-1601) de nîşan didin**. Li gor yên osmanî jî zelaltir dibe ku Şeref Xan di 1008 (1599-1600)ê de hê sax, di 7ê Şabana 1009 (11ê sibata 1601) ê de jî êdî mirî ye. Li gor vê, tarîxa mirina Şeref Xan 1600 yan jî hema destpêka 1601ê ye.

Belgeyên wan lêkoleran pêşkêşkirî her wiha derdixin ku Şeref Xan bi hemdê xwe nemiriye, di encama şerekî li gel Ahmed Paşayê beglerbegiyê Wanê de hatiye kuştin. Bi kuştinê re hecmeka zêde, xezîne, mal û milkê Şeref Xanî hatiye talan kirin, kurê wî yê heşt salî; Tatar û muhtemelen navmaliyên wî hatine revandin. Li gor arşîva osmanî, talana hezar bar akçe û xezîneyên Şeref Xan û sê hezar bar mal, alav û kincên malbat û merivên wî hatiye kirin û li Wanê, li malên radayî yên ketxudayê Ahmed Paşa; Mehemed, merivê wî Silêman û hinên din, di sindoqên kilîtkirî de hatine veşartin.

Ahmed Paşa, bi kêmasî ji sala 1007 (1598-1599)ê bi wir de beglerbegiyê Wanê bû. Çavkaniyên ermenî bi kêmasî du seferên wî yên ser Bedlîsê qeyd dikin. Yek jê sefera 1007 (1598-1599)ê ya din jî ya 1009 (1600-1601)ê ye. Muhtemelen Şeref Xan di vê seferê de hat kuştin.

Ahmed Paşa zû ji beglerbegîtiya Wanê hatiye stendin. Di 1602yê de ew beglerbegiyê Rumê (Sêwasê) xuya dibe.

Pirsgirêka êrîşa Ahmed Paşa ya li ser Şeref Xan, kuştina wî, talankirina mal û revandina maliyên wî, piştî çûna wî ya ji Wanê jî her dewam kiriye. Çimkî ew talan, muhtemelen hemî yan qismek girîng jê, li pey wî li wê derê, li nav lepên ketxuda Mehmed, Silêman û merivên din mane.

Belge nîşan didin ku xelkê Bedlîsê ji vê zilma mezin a Ahmed Paşa gelek bêzar e. Yek ji wan belgeyan nameya çend alimên dînî û rêberên civakî yên bilind ên Bedlîsê ye. Xwediyên nameyê lavayiyê li Sultan Mehemedê III. dikin da zilma heyî bide rakirin û xelkê Bedlîsê ji ezayê xelas bike.

Yeka din jî nameya Xelef Begê birayê piçûk ê Şeref Xan e (ku di belgeyan de wek Xelef Xan tê binavkirin. Ew piştî mirina birayê xwe,  demeka qasî 8 mehan bûye mîrê Bedlîsê) ji Sultan re, behsa kuştin, talan û revandinan dike û daxwaz dike ku ew, neheqiya li wan buyî rake,  tawanbaran ceza bike.

Piştî Ahmed Paşa begêbeganekî bi navê Mustafa Paşa tayînî Wanê buye.

Li gor belgeyan, Padîşah tehqîqatekê li ser vê buyerê vedike û yekî bi navê Abdullah Axayê ‘kapicubaşî’ (serdergevan)yê Dergahê Alî (axayekî pilebilind ê yenîçeriyan ê dergahê Sultan bi xwe) dişîne Wanê. Encama tehqîqatê ne diyar e. Lê li Wanê eşkere dibe ku merivên Ahmed Paşa bi dizî ketine malên sindoq lê veşartî, kilît şikandine û hemî xezîne, mal û milk revandine. Heta ji fermanên Sultan ên şandî eşkere dibe ku Mustafa Paşayê xelefê Ahmed Paşa jî di revandin û veşartina wan talanan de rol leyistiye. Sultan vê di fermana şandî de li ruyê wî dixe û tehdîda cezakirinê didiyê.

(Hefteya bê ‘SEDEMÊ KUŞTINA ŞEREF XANÎ’)

* – M. Dehqan, V. Genç, ‘’Reflections on Sharaf Khan’s autobiography’’, Manuscripta Orientalia, Vol. 21:1 June 2015

– M. Dehxqan, V. Genç, ‘’Why was Sharaf Khan killed?’’, Manuscripta Orientalia, Vol. 21:2 2015

** Lêkoler, derbarê tarîxa mirina Şeref Xan de agahiyeka Arak’elê Tebrîzî yê ermenî jî minaqeşe dikin ku Mîr Şeref Xanek di 1605ê de di sefera li hemberê Îranê a bi serdariya Çaxalazade Sînan Paşa de, amade buye, lê nagihên encameka tekuz ka ew kîjan Şeref Xan e.

Îskender Begê Munşî yê Tirkmanî ku katibê Şah Abbasê Safewî buye, di Alemarayê Abbasî de dinivîse ku ev, Mîr Şeref Xanê mîrê Cizîrê ye ku bi hejmara eskerên xwe mezintirîn mîrê kurdan e. Şah Abbas, bi êsîrekî ji merivên Şeref Xan re nameyekê jê re dişîne, dixwaze ew wek dostekî wî, ji Çaxalazade veqete, tevî orduya wî bibe, ku ev ne mimkin e, eskerê xwe bigire vegere Cizîrê da xwîn nekeve navbera qizilbaşan û cizîriyan.

 

BASNEWS: http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/365666

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: