SEDEMÊ KUŞTINA ŞEREF XANÎ

 

‘Ferman e, ferman e, fermana mîrên kurdan e!’

 

M. Dehqan û V. Genc ên ku bi xurdekarîyeka rêkûpêk li ser tarîx û awayê mirina (kuştina) Şeref Xanî rawestiyane (b. nivîsa berî vê; “Kuştina Mîr Şeref Xanê Bedlîsî”), li ser sedemên kuştina wî, belge neanîne, bi esehî nizanin ku Şeref Xan çima hatiye kuştin.

Lê balkêş e, li ser sedemê kuştina wî, gelek texmîn û spekulasyon anîne pêş ku dikare rê li ber xwendevanan wenda bike û bibe sedemê hin qenaet û tohmetên şaş yên tarîxî.

Li gel hin teoriyan, hê rasttir spekulasyonan, ew zêdetir girîngiyê didin ku Şeref Xan muhtemelen bûbû dilsozê safewiyan û hevkarê, heta serokê Celaliyên Anadoluyê yên ku wê demê li gelek deran serî hildabûn.

Lêkoler, Ahmed Paşa jî wek dijminê Celaliyan nîşan didin. Ev spekulasyona wan, digihê wê dereceyê ku bêyî tu îşaret hebin, ew Xelef Begê birayê Şeref Xan, ji bo kuştina birayê xwe bi hevkariya li gel osmaniyan gumanbar dikin.

Bi a wan, yek ji delîlên hevkariya Şeref Xan a li gel Celaliyan dikare ew be ku du nusxe destxetên Şerefnameya wî li ba Husên Canpolatê mîrê Kilîsê hebûne. Ew, Husên Paşa dikin hevkarê Qereyaziciyê Celalî û Şerefnameyê dikin delîlê hevkariya bi Celaliyan re.

A rast, Husên Paşayê ku bi Qereyazicî re hevkarî kiriye ne Husên Canpolat, lê Husên Paşayê beglerbegiyê Qeremanê ye. Qereyazicî li Urfayê ji bo xwe xelas bike, vî Husên Paşayî teslîmê osmaniyan dike, ew wî dibin li Stenbolê bi awayekî sosret îdam dikin.

Rastiya din, Mîr Husên Canpolat ,wekî mîrên din ên kurd tevî eskerên xwe berê hatibû alî Serhedê ji bo sefera Osmaniyan a ser Îranê. Wî cara pêşîn Çaxalazade Sînan Paşa jî di sefereka wiha de naskir, ew bûn dost û di paşerojê de qedera wan di buyerên balkêş de giha hev, ta ku sadrazam û serdar Sînan Paşa bû qatilê Husên Canpolat. Şeref Xan jî tevî van seferan dibû. Mîrên kurdan li wê derê digihîştin hev, wan hevdu baştir nasdikir. Nasîna Şeref Xan û Husên Paşa ew qas nêzîktir e.

‘Celalî’ ne têgehek e ku navê tevgerên pêkvebestî yên bi armancên mişterek û di bin hiyerarşiyekê de ava bûbin. Li ba osmaniyan ‘celalî’ bi maneya ‘îsyankar’,  ji tevgerên gelek cuda, yên dewrên cuda, herêmên cuda, armancên cuda re dihat gotin. Husên Canpolat bi xwe serî hilnedaye, heta ew bi fermana paytextê li hember celaliyan derketiye seferê jî. Yê serî hildaye piştî kuştina Husên Canpolat Paşa li Wanê, biraziyê wî û wekîlê wî yê mîrekiya Kilîsê û mîrêmîranê Helebê Alî Beg e. Lêkolerên biyanî vê serîhildanê wek ya Celaliyan qebûl nakin. Ew serîhildaneka mîrê kurdan e ku heta armancên cudabûna ji dewleta osmanî, avakirina dewleteka serbixwe çuye.

Wek di nivîsa destpêka vê zincîreyê de diyarkirî, ne mîrê kurdan bûne celalî an serokên celaliyan, ne jî serîhildanên wan di nav axa mîrekiyên kurdan de rû dane. Esas, celalî û mîrên kurdan ne lihev bûn. Heta Şah Abbas, xweş pêşwazî li wan 13 hezar celaliyên ku di dewra Kuyucu Murat Paşa de têk çûn, reviyan û pena birin Îranê kir û dawiyê ew şandin Kurdistana nav Îranê da li hemberî kurdan şer bikin.

Ahmed Paşa ne merivê xas ê Padîşah, siyasetmeşînê paytextê û dijminê Celaliyan bû, bi eks, ew hem li Wanê, hem jî pişt re li Sêwasê bi yekîneyên xwe yên eskerî (mîrîmîran birlikleri) diçû talanên xelkên nav eyaletên ku ew lê bû, yan jî merivên xwe yên eşqiya bi behaneya bac û xeracê dişandin ser wan, xelk dikuştin, zindan dikirin, dişelandin.

Êrîş, kuştin û talanên ser mîrê Bedlîsê îhtîmaleka mezin ne dewama siyaseta Sultan bû. Gava Ahmed Paşa tê naskirin, fehm dibe ku Xelef Xan çima siyaseta dostaniyê li gel Sultan û ya neyartiyê li gel Ahmed Paşa meşand,  zilma wî, ezabekî miweqet ê ser Bedlîsiyan dît, nameyeka hawar û gilîyan verêkir paytextê, xwest Sultan xelkê Bedlîsê ji zilma wî xelas bike:

Nevê wî, Alacaatlu Ahmed Paşa ye. Bi taybetî di dema begêbegantiya Sêwasê de li derûdora Gerger-Adiyamanê û Arapgîra Meletiyê (ku ev der jî li ser Sêwasê bûn) kuştin, girtin û talanên nedîtî kirine. Di vê bareyê de gilînameyên Taret Efendîyê qadiyê Arapgîrê ku ji Sultan re şandine naskirî ne. Wî ji Padîşah dixwest da ew xelkê ji bin zilma Alacaatlu rizgar bike. Ahmed Paşa li Sêwasê hevkarî jî bi Qereyazicî re kiriye.

Îskender Begê Munşî yê Tirkmanî, di Alemarayê Abbasî de, karên xerab ên Ahmed Paşa yên dema Wanê tîne ser zimên, dinivîse ku wî eşqiyayên xwe şandine pêşiya karwanekî bazirganên Şah Abbas, ew kuştine û talan kirine. Ji xwe gilînameya Xelef Xan a ji bo Sultan bi gelek awayî zilm û talangeriya Alacaatlu radixe ber çavan.

Nameya Xelef Xan û fermanên Sultan ên tehqîqatê, şandina nunerekî xwe yê pilebilind, wê qenaetê xurttir dikin ku kuştina Şeref Xan ji fermana paytaxtê, bi taybetî ji ya Sultan bêtir, bi eşqiyatiya Alacaatlu Ahmed Paşa encam daye. Ev, nayê wê maneyê ku li Anadoluyê û li paytextê hevkarên wî tunebûn. Paşayên wiha serîhilder wê demê ne kêm bûn. Mustafa Paşayê xelefê Alacaatlu jî hin îşaretên ber bi vir de dane.

Kuştina Şeref Xan yek ji wan buyerên gelek dijwar ên nîşana hevrikiyên navbera paşayên osmanî ên ji paytextê tayînkirî û mîrên Kurdistanê ên xwedan mîrekiyên irsî ye.

Rûdan nehatiye zelalkirin, gelek aliyên wê yên tarî hene. Lazim e xebateka cidî di arşîvên osmanî de bê kirin û buyer bê zelalkirin. Di arşîvan de, li ser buyerê gelek belgeyên ronahînedîtî hene.

 

http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/367282

Leave a comment