DARBEYA WELATFIROŞ

Roja geş a nîvê rojê ya Kurdistana Başûr ji nişkê ve temirî, şevereşekê seranserê wê vegirt. Di du rojan de mezintirîn destkeftiyên di tarîxa modern a Kurdistanê de firiyan çûn. Kurdistan heta berî çend rojan jî xwedan giringiyeka global a stratejîk bû ku stêrka wê li esmanê navneteweyî diçirûsî. Lê ji nişka ve ji sedî çilê axa xwe, giringtirîn beşa çavkaniyên enerjiya petrol-gaz û avê yên stratejîk ji dest dan, ji alî aborî, siyasî, eskerî û derûnî tûşî wendkirineka nedîtî bû.

Trajediya mestir, ev felaket, ne di encama şikesteka liberxwedana li hember êrîşeka çekdarî, bi riya darbeyeka hin navendên serxwebûnnexwaz yên nav aliyekî siyasî yê Kurdistanê, li hemberî serxwebûnxwazên welat hat.

Darbekar katin nav komployeka reş a navneteweyî ya dirinde ya ji Bexdayê, Tehranê û Anqerê pêkhatî. Diyar e, komployê bi rêvekirina Amerîkayê û hevpeymanan destpêkir. Ji bo misogerkirina yekpareyîya axa Iraqê, pêre jî rûnedana şerekî dûrûdirêj ê navxweyî, wan proses seranser xist bin kontrola xwe. Amerîkayê, serokê Kurdistanê, hukumet û YNK’yî jî tê de cezakirina serxwebûnxwazan esas girt.

Daxwiyaniyên berpirsên eskerî û siyasî yên YNK’ê derdixin ku serkêşê vê darbeyê beşek ji endamên malbateka xwedan roleka giring in, biryara planeka darêştî ya gavbigav a yek li pey yekê, berî rapirsiyê darijiyaye, li gor şertan hatiye guhertin û nuhkirin.

Berî rapirsiyê, serokê Herêmê û serxwebûnxwazên nav YNKê hatin tehdîdkirin, teşebbusa darbeyekê li hember berpirsên Kerkûkê bû. Piştî rapirsiyê, daxwaza hilweşandina wê û radestkirina deverên 140ê bo Bexdayê hat kirin. Van tu encam neda. Tek çare, navendên hevkar xistin bizavê. Berpirsên Kerkûkê tehdîd kirin da ew îdareyê bide dest wan. Nebû. Ya dawîn plana şernekirin û vekişiyana pêşmerge bi biryara fermandeyên eskerî yên YNK’yî ket gerrê.

Mixabin ku fermandeyên meydanî tawaneka giran kir, bê haya serokê Herêmê û fermandeyê giştî yê pêşmerge, ya berpirsê YNKê û cîgirê serok, biryara vekişiyana bêşer da û Kerkûk tê de deverên binavkirî pêşkêşî Heşda Şaabî, orduya Iraqê û polîsê federal kirin.

Vê tawanê, ne tenê beşeka giring a welat xist bin destê dijminan, bû wek kevjalekê, hişk bi serxwebûnxwazan veda, ew tevizandin. Yan diviya wan şerekî navxwe û yê li gel Bexdayê destpê bikira, yan jî xwe radestî hevkarên vê mihwera dirinde bikira. Wiha bû ku, deverên PDKê û hêzên YNKê ên serxwebûnxawaz jî mecbûr bûn vekişin.

Seranser deverên piştî 2014ê yên ku bi hatina DAİŞê pêşmerge ew rizgar kirin, careka din ketin destê Bexdayê. Şertên cîbicîkirina îradeya rapirsiyê û bikaranîna wê wek hêzekê di gotûbêjên li gel Bexdayê de neman. Bexda di pozîsyoneka xurt de bangî gotûbêjan kir, hukumeta Herêmê bi erêyî bersiva wê da.

Rewş ê bi ku ve biçe ne diyar e. Hê ji nuha ve Bexda soza ku dabû hevpeymanan da êrîş neçin ser xelkê sivîl bicî nayne. Heşda Şaabî ket nav bajaran. Êrîş û talanên ser kurdan ji hedê der in. Kurd malên xwe dihêlin, pena ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve dibin.

Piştî du rojên zor û zilmê, li Xaneqînê û li hin taxên Kerkûkê xelkê serîhilda. Behsa vekişiyana Heşda Şaabî ya ji bajaran hat kirin, lê diyar e ne rast e. Siyasiyan piştgirî neda serîhilderan. Bexda bi amanc e di 1-2 salan de bi siyaseta maliştineka etnîkî, nifûsa kurdan a ji deverên 140’ê ber bi Hewlêrê û Silêmaniyê ve biqewirîne, ebediyen van deveran tevî yên erebên şîe bike.

Çend zû Kurdistan rabe ser xwe û ji bo vegerandina hin deveran, bi taybetî Kerkûk û derûdora Mûsilê, Şingalê, Xaneqînê û deverên din ew qas baş e.

Çi dibe bila bibe, divê şerê navxweyî derneyê, yekîdareyiya heyî neyê hilweşandin.

Ji bo tekûzkirina yekrêziya neteweyî, mekanizmaya herî lêhatî, bilezûbez avakirina îdareyeka li ser esasê federalîyeka Kurdistanî ye ku li jêr du hukumetên federe yên deverî bin, yek navenda wê Silêmanî ya din Soran be. Parlamentoyên deverî ava bibin. Rêveberiya deverî tenê bi xizmetên rojane yên welatiyan mijûl bin, ji pirsgirêkên neteweyî yên giştî, dîplomasiya li gel derva, parastina neteweyî û pirsên wek van dûr bin.

Li jor van herdu îdareyan, li Hewlêrê hukumet û parlamentoyeka federalî a Kurdistanê ya li ser esasê serokatiyê ava bibe ku xwe nexe nav xizmetên deverî ên jiyana rojane, tenê barê siyaseta îdarekirin, parastin û dîplomasiya giştî ya neteweyî hilde ser milê xwe. Hêzên 70 û 80 ji nav pêşmerge bên vekişandin, reorganîzeyî ji bo ewleyiya herdu deveran bibin. Zanyarî û Parastin têkevin nav sîstema deverî. Pêşmerge, îstîxbarat û hêzeka taybet a nuh li ser esasê dewleteka modern a şefaf a ser bi hukumeta federal ya tenê ji bo parastina li hember derva bên avakirin.

Ev hemû bi lihevkirina hemû aliyên siyasî bên kirin. Li ser vî esasî, hilbijaritnên serokayetiyê, parlamentoyên deverî û federali bibin, hersê hukumet bên danîn.

Lê lazim e bilez hin guhertin û nûbûn, strateji û taktîkên nipînûh bên cîbicîkirin. Ji bo vê, di asta parlamentoyê û navendên ciddî yên zanistî yên neteweyî û navneteweyî de lêkolîn li ser sedemê rewşa rûdayî bên kirin, encam bên derxistin, li gor wan reform bibin.

Eger hin rûreşan ev welatfiroşî kir, derket, sîstema Kurdistanê ya rêveberiya siyasî, eskerî, îstîxbaratî, burokrasî jî ne di wê ast, bikêrhatin û dûrbînîyê de ye ku karibe rê li ber navendeka ew qas bixeter ya bi serkêşiya çend kesan bigire. Rêveberiya Kurdistanê, di mesela rapirsiyê de, di tesbîtkirina dost, dijmin û piştgiran de hesabên şaş kirin, li hember mewqif-guhertinan di wextê de pozîsyonên xwe nuh nekirin. Helbet ev kêmasî û şaşî hemî ne ji gavên dema dawîn in, hin rengvedana sîstemên qels, şaş û bêkêr, heta rêgir ên bisala ne.

Em jibîr nekin di esasî de sîstema bêkêr rê da vê xesareta mezîn, wek berfa di nava destan de heliyayî destkeftiyên zêrîn berhewa bûn.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: