Elweda!

Redaksiyona Armancê bi vê hejmarê xatir ji xwendevanên Armancê dixwaze.Bi îmkanên wê yên ku hene îdî ev redaksiyon nikare jiyana Armancê li gora wan prensîbên ku heta îro ew xwe dispêre wan bimeşîne. Loma jî îro Armanc rawestinekê dide jiyana xwe ya weşanî û xatir ji xwendevanan dixwaze. Di rojên pêş de Armanc wê careka din dest bi jiyana weşandinê bike yan na û heke bike jî wê kengî û li ser kîjan prensîban bê weşandin, ji alî redaksiyona me ve ne diyar e. Armanc huqûqiyen ya komeleyeka Kurd a li Swêdê ye, şeri`yen jî hêzeka siyasî xwedî lê derdikeve ku mîrasgirên partiyeka siyasî ya bi salan endamên wê mil dabûn Armancê di nava wan de ne. Redaksiyon xwe vedikişîne û rojnamê teslîmî van herdû “mafdaran” dike.

Armanc gelo ji ber çi sedeman hat qonaxeka wilo ku bi vî awayê îroyîn nikare jiyana xwe bidomîne? Sedemên wê gelek in. Belkî îro belkî jî di rojên pêş de kesên ku li ser rojnamegeriya Kurdî lêkolînan bikin wê çêtir bikaribin li ser van sedeman bikolin û wan ronî bikin. Lê îro hin sedem hene ku bi kêmasî wekî berpirsiyarê redaksiyonê ji bal min ve xuya dibin û ez dixwazim ligor zanebûna xwe wan li vê derê diyar bikim. Armanc, rojnameyeka Kurdan e. Ji bal mirovên milletekî bindest, înkarkirî û ji hemû maf û azadiyên xwe bêbar dihat derxistin. Ev millet ji dewletê, ji muessesên millî yên civakî, kulturî û aborî bêpar e. Ne wezaret, ne unîversîte û enstîtu an weqfên ku xwe bidin pişt derxistina rojname û kovaran hene, ne îmkana huqûqî û madî ya wê yekê heye ku kesên xwedî sermiyan karibin bi mexsedeka tîcarî rojnameyekê derxin. Kurd ne milletekî xwenda ne, yên ku di nava wan de xwendibin jî ne bi zimanê xwe yê zikmakî lê bi zimanê din xwendine. Kitêbên ku di nava Kurdan de hatine weşandin dikarin bi tiliyên destan werin hejmartin. Rojnamên ku di nava Kurdan de tên derxistin, yan ji bal hêzên siyasî yên îllegal, yan jî ji bal komelên li derveyî welêt tên derxisitin. Ev komele jî hemû di bin tesîra hêzên siyasî de ne, siyaset destê xwe dirêjî nava her karê wan dike. Adeta rojname xwendinê di nava vî milletî de gellekî kêm e. Rojnamên ku tên belavkirin yan bi say, şerm an tirsa siyasiyan e yan jî ji bo xwenîşandana terfdariyeke siyasî ye. Tucaran tu rojname bi saya kirrîn û alîkariya xwendevanên xwe ne jiyane.

Di vê rewşê de Armanc jî li derveyî welêt; li Swêdê ji bal hin Kurdan hat derêxisitin ku komeleyeke kulturî ava kiribûn û li gorî taqeta xwe dixwestin mil bidin têkoşîna rizgariya milletê Kurd.

Li Swêdê sîstemek heye ku ji budçeya dewletê her salê alîkariyek ji bo rojname û weşanên kulturî tê veqetandin û li wan dihate parvekirin. Beşekî gellekî piçûk ê vê alîkariyê jî tê veqetandin ji bo weşanên biyaniyên ku li Swêdê dijîn. Ji wê ji mîqdareka gellek biçûk ji bo Armancê jî dihat dayîn. Ev mîqdar ewqas bû ku tenê têra alîkariya çapa Armancê di çapxaneyeka piçûk a ne modern de dikir û gellek caran têra vê jî nedikir. Loma jî ji destpêka derketinê û heta îro di tu qonaxa derketina Armancê de tu xebatkarên wê pere an meaş ji vê xebatê nestendine, ji aliyekî her tim karekî din kirine ku jiyana xwe bidomînin û karên siyasî û kulturî yên din jî kirine û ji aliyekî de jî hewl dane ku Armancê jî derêxin. Gellek caran wan ji kîsê xwe mesref kirine ku hin kar û barên Armancê bimeşin. Belavbûna Armancê ne bi awayekî profsyonel bû. Ev bi mesrefeka gellek buha di riya posteyan re, di riya komele, endam û dilxwazên wê hêza siyasî de ku mil dabû ber xebata Armancê dihat belavkirin. Di vê sîstemê de Armanc kêm dihat firotin, tiştê ku dihat firotin jî piraniya perê wê di nava destê berpirsiyarên komeleyan de an jî yên komîteyên siyasî de diman û nedigihîştin Armancê. Ne kêm caran îmkanên maddî yên Armancê ji bal komîteyên siyasî ji bo armancên siyasî jî hatine bikaranîn. Loma jî pereyê ku ji ber firotin û abonetiya Armancê digihîşt Armancê têra heqê postekirina nusxeyên wê jî nedikirin. Ji ber vê rewşa trajîk tu caran Armanc nebû xwedanê wan îmkanan ku xwe pêşde bibe, mukemmeltir bike, naveroka xwe dewlemendtir bike.

Berê Armanc di fiiliyatê de organa hêzeka siyasî ya Awrûpayê dihat qebûlkirin. Wê demê ez hem di nava vê hêza siyasî de xwedanperpirsiyar bûm û hem jî berpirsiyarê Armancê bûm. Min û bi min re hevalên redaksiyona Armancê û gellek hevalên siyasî me têkoşîn da ku Armanc ji vê rewşê xelas bibe, bibe rojnameyeka serbixwe, ne ku organa resmî ya tu hêzê be û karibe bi serbestî her awe nûçe tê de bên diyarkirin, fikrên cuda bên weşandin, kesên siyasî yên cudda an yên ne siyasî tê de kar bikin. Demekê Armancê xwe gîhand îmkaneka wilo jî. Êdî bi çavê rojnameyeka serbixwe lê hat nihêrtin. Her çendin yên mil didan ber, pirraniya wan hin endam û dilxwazên hêzeka siyasî bûn jî, wê karî mewqifekî serbixwe bigre û mesafe têxe navbera xwe û vê hêza siyasî. Lê piştî ku min xwe ji berpirsiyarî û heta terefdariya vê hêza siyasî bi dûr xist gav bi gav rewşeka welê di vê siyasetê de hat meydanê ku cardin berpirsiyarên siyasî çavê xwe berdan vê rojnamê û tehemmul û qebûl nekirin ku ev rojname serbixwe bimîne.

Di vê navberê de, demekê me Armanc li hundurê welêt jî da weşandin, lê Kurd wekî xwendevan çawa xwedî li tu kitêb û rojnameyên Kurdî dernakevin wisa xwedî li Armancê jî derneketin. Li hundurê welêt, nusxeyên Armancê ku dihatin firotin nedigihîştin sedan jî. Gava Armanc li hundurê welêt derket, hin Kurdan çûn ji meqamên Swêdî re gotin ku ev rojname îdî ne li Swêdê lê li Tirkiyê derdikeve, meqamên Swêdî jî gotin ku madem wisa ye divê em wê alîkariya ku me dida Armancê qut bikin û qut kirin. Her çendî Armancê nekarî li welêt derkeve û careka din vegeriya Swêdê jî, dezgehên dewletê yên Swêdî jî bi bahana teserufkirina ji budçeya dewletê ew alîkariya berê jî nedan Armancê. Mîqdara alîkariyê gellek daxisitin. Her wekî alîkariya ku par dane Armancê tenê têra heqê çapa du hejmarên wê jî nekir.

Îcar em hatin rewşeka wilo: Li hundur Armanc nikare derkeve; ne kadroyên ku karibin Armancê derxin, ne ew serbestiya huqûqî ya weşanan heye û ne Kurd bi xwe xwedî li weşaneke wiha bi zimanê Kurdî derdikevin. Li derveyê welêt jî yên ku Armanc dikirrîn an bûbûn abone hejmara wan ji çend sed kesan nedibuhurîn. Li aliyê din tu dezgeh an muesseyeke ne-siyasî ya Kurdan jî tunebû ku xwedî lê derkeve. Swêdiyan alîkariya xwe anîn dereca hema hema qutkirinê. Hêzeka siyasî jî xwe da ber difna redaksiyona Armancê ku çima Armanc xwedanê mewqifekî serbixwe ye û çima wekî organeka vê hêza siyasî kar nake. Wan anîn noqteyeke wilo ku eger Armanc wekî organa wan kar neke wê di tu qonaxê de xizmet û alîkariya çapbûn û belavbûna Armancê nekin. Em endamên redaksiyonê jî ne xwedanê wan îmkanên maddî bûn ku karibin wê bijînin. Ya diviya me Armanc bikira organeka siyasî û alîkariya vê hêza siyasî werbigirta, ku tu garantî di wê de jî tunebû ku ew wê karibin Armancê bidin jiyandin -çimkî weşanên wan ên din li meydanê bûn ku nedikarîn wan bidin jiyandin- yan jî diviya me dev jê berdaya. Me endamên redaksiyonê biryar da ku em wê berpirsiyariyê nexin hustuyê xwe ku Armancê careka din di bin tehakumeka siyasî de derdest bikin û wekî redaksiyonekê jî dewam bikin di bin vê derdestiyê de wê biweşînin. Me rasttir dît ku em vekişin û wê teslîmî mîrasgiran bikin. Îdî qedera Armancê di destê wan de ye, çi pê bikin helbet ew dizanin.

Lê divê hûn bizanibin ku redaksiyona Armancê ji bêçaretiyê û bêîmkanetiyê vekişiyaye û Armancê ji bêxwedîtiyê dawî li jiyana xwe ya heta îroyîn anîye.

De bi xatirê te “milletê” Kurd, de bi xatirê we “xwendavanino”, de bi xatirê we kurdino!

Û silaveka taybetî li we wan xwendevanên ku erê bi hejmara xwe gellek hindik bûn, lê di her demê de bi her awayî mil dan ber derketina Armancê. Armanc tu caran we jî jibîr nake!

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: