PROJEYA VÎZYONA KURDISTANÊ

Netkurd 4/6/2008

Duh li Dubaîyê bi merasimekê mezintirîn projeya Kurdistanê ya heta nuha (ku projeyeka dêwîn e) hat eşkerekirin. Protokola navbera hukumeta Kurdistanê û şirketa Emîratan; DAMAC-ê ji bal serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serokê şirketê ve hat îmzakirin. Ew projeyeka bi 18,3 milyar dolaran e, ê di 10 salan de temam bibe.

Bifikirin ku ev hê projeyek e. Gelek tebîî ye ku tenê yek proje li ber destê hukumeta Kurdistanê nîne. Di van salên nêzîk ên pêşiya me de ê bi hezaran projeyên din ên mezin destpêbikin ku bi dehan ji wan ê wek vê projeya dêwîn bin.

Ev proje û yên wek vê,  ji aliyekî de diyar dikin ku welatek gava di destê xwediyê xwe de be çawa geş dibe û miletek li ser axa xwe serwer û azad be dikare çi bike.

Lê gava meriv rewşa Kurdistanê û paşeroja wê bifikire, meriv ê bibîne ku ji van projeyan û ew vîzyon û viyana hukumeta heyî ya ku xwe dike misogera wan,  maneyeka kûr a stratîk dertê ku pirr ji nêzîk ve bi qedera Kurdistana başûr ve; ji wê jî wêdetir bi ya hemû kurdên ser ruyê erdê ve bestî ye. Ev, projeyên man û nemanê ne, projeyên misogeriya qedera hemû kurda ne.

Piçekî em dev ji xayileyên xwe yên rojane berdin û li asoya Kurdistanê binerin, em ê bibînin ku eger ji nuha de bi vîzyoneka mezin hin gavên stratejîk neyên avêtin di êbêyeka nêzîk de kurd, (em bidestxistina destkeftiyên zêdetir li aliyekî bihêlin)  li Iraqê belkî nikaribin wê statuya xwe ya heyî ya îro jî biparêzin.

Bifikirin, statuya federe ya Kurdistanê di destûra Iraqê de hatiye diyarkirin, lê di praktîkê de bi sedan war hene ku statuya herêma federe, peywendiyên hukumeta federe û ya Bexdayê nezelal dikin. Di destûrê bi xwe de ji 40-ê zêdetir madde hene ku hê divê qanûnên wan ji parlamentoya federal a Bexdayê derkevin înca sîstema federalî ê xuya bike ku çawa ye.

Ya xuya, di paşeroja xuyabûyî de Kurdistan ê wek dewleteka federe di çarçeweya Iraqa federal de bimîne. Wekî din, ji îro pê ve dewra şer derbas bûye, hemû pirsgirêkên navbera kurd û ereban divê bi riyên aştiyane, diyalog, hilbijartin û parlamentoyan bên çareserkirin, parastina maf û azadiyên heyî bi van awayan bên parastin, berfirehkirina wan bi van awayan bibe.

Rastiya Kurdistana federe ew e ku nifûsa wê di navbera 17-25 ji sedê nifûsa Iraqê de ye. Yanî di êbêya Iraqê de, di organ û dezgeyên temsîliyê de kurd ê tu carî ji  sedî 25-ê derbas nebin. Di halê herî baş ê ji bo kurdan de jî rola kurdan a ku ji temsîliyeta hilbijartinan û nuneriya gel bê ê ji % 25-ê derbas nebe. Di organên navendî de, di hukumeta merkezî û parlamentoya federal a Bexdayê de ereb herdem ê di pirraniyê de bin û kurd ji çaran yekê hêzê bin.

Nexwe em rehet karin fahm bikin, eger mesele bê parlamento, hukumet û dengdanê, ereb ê karibin rê li ber maf û azadiyên kurdan jî bigirin û  destkeftiyên heyî jî kêm bikin.

Ji me kesê ne veşartî ye ku ereb di mesela statuya nuha a Kurdistanê de û di ya maf û azadiyên berfirehtir de comerd nafikirin, heta bi baweriya wan kurdan zêde desthilat bidest xistiye, divê bê kêmkirin. Di mesela pêşdexistina demokrasiyê de jî ereb ne pirr bi hewes in; hem şîe, hem jî sunne ji alî xwe ve di wê mihaweleyê de ne ku civekên li ser esasên dînî ava bikin. Ev ê Iraqê ji dunya modern a pêşketî ya azad gelek dûr bixe.

Ev rastî nîşan didin ku lazim e kurd statuya xwe ya nuha û berjewendî, maf û azadiyên xwe yên pêşerojê ji bilî destûra îro (û jii bilî hêviyên ku ji 40-ê zêdetir qanûnên êbêyê ê bi însafa ereban bi naverokeka demokratîk bên qebûlkirin), bi hin bingehên din misoger bikin.

Ew jî ev e; di qonaxa îro ya Iraqê de ku erebên sune û şîe hê têr li hev nehatine û berê xwe bi hev re nedane kurdan, Kurdistan di warê aborî, civakî, hiqûqî û kulturî de bibe herêmeka modern a bi dinyayê ve entegrebûyî ya ew qas pêşkeftî û di çarçeweye Iraqê de domînant, da erebên iraqî bigihîjin wê qenaetê  ku ew ê nikaribin bêyî Kurdistaneka federe bijîn û pêşbikevin.

Rewşa  nuha ya Iraqê dikare wek pêşbirkeka bezê bê fikirîn. Bi ketina rejima Sadam fîtika pêşbirka bezê di navbera erebên sune, yên şîe û kurdan de lêketiye. Kurdan, -ji bo ku yekrêziya wan hebû- dest bi startê kiriye û ew ber bi amancê ve dibezin. Lê ereban ji ber şerê sune û şîe hê dest bi bezê nekiriye. Ew li ciyê startê şerê hev dikin. Heta roja ew li hev bên û dest bi bezê bikin, kurdan çend mesafe girtibe ew qas misogeriya zaferê nêz e ji bo wan. Roja ku ereb jî dest bi bezê bikin, divê bê zanîn ku kurd gavekê bavêjin, ereb ê sê gavan bavêjin (Li ser esasê nifûs û temsîliyê). Lê eger mesafe di navbera wan û kurdan de hatibe firehkirin, ew nema karin kurdan zeft bikin û ji gihaştina armancê bêpar bihêlin.

Meseleya projeyên Kurdistanê ên ji bo pêşdexistina Herêma Kurdistanê divê wek beza kurdan ya di pêşbirkê de bê dîtin. Warê aborî tenê jî ne bes e. Li ser axa Herêma Kurdistanê divê gelê Kurdistanê ji alî aborî, perwerdeyî, hiqûqî, kulturî û warên din hemiyan bibe neteweyekî modern ê pêşkeftî, xwedan demokrasîyeka berfireh û aboriyeka xurt a bi dinyayê ve entegrekirî.

Çawa li Îspanyayê devera Katalonyayê û li Îtalyayê bakurê Îtalyayê her çendîn bi nufûsa xwe  kêmasî ne, lê ji ber ku xwedan aborîyeka xurt û civakeka pêşkeftî ne ew li seranserê Îspanya û Îtalyayê domînant in, deverên din mihtacî wan in, li Iraqê jî lazim e Kurdistan bibe herêmeka pêşketî ya domînant ku rola wê ji rêjeya nifûsa wê gelek zêdetir be. Ev prensîb li hemû deverên dinyayê wiha ne. Li Afrîka Başûr hevsengiya navbera kêmasiya sipî û pirraniya reşik bi hukmê aboriyeka domînant hatiye danîn.

Li dinyayê jî wiha ye. Swêd nifûsa wê 9 milyon e, rola ku ew li dinyayê dilîze ji rola welatên wek Tirkiye, Îran, Misir û welatên paşdemayî yên dinyayê qat bi qat serdesttir e.

Îjar pirsa xwe-domînantkirina Herêma Kuredistanê li Iraqê ne bi emelên tehakumkirinê ve girêdayî ye. Ew ji bo kurdan meseleyeka stratejîk a man û nemanê ye. Eger Kurdistan bibe domînant, misogeriya statuya federe ya nuha dimîne û maf û azadiyên zêdetir ê karibin bên bidestxistin. Lê eger Kurdistan xwe neke devereka domînant, dikare di 20-30 salên pêşiya me de ew destkeftiyên ku îro hene wenda bibin. Kurdistan bê perawêzkirin û têkeve nav dijwariyan.

Loma ji bo min projeya ku duh li Dubaîyê hatiye destpêkirin û yên wek vê ên din, wek dewama têkoşîna hebûn û nebûnê ya gelê Kurd in, ne hema wek daxwaza xwe-dewlemendkirina her welatekî din in.

Şansekî mezin e ku Kurdistan ji bal hukumeteka xwedan vizyoneka bi vî awayî tê îdarekirin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: