Hevpeyivînek li ser hin pirsên alfabeya kurdî

– Birêz Mûrad Ciwan wek ku em dizanin, Celadet Bedirxan di sala 1932-an de şiklê dawî dide alfabeya xwe.Ji vê tarîxê û pê de alfabe bi awayê ku wî nivîsîbû di nava rewşenbîrên kurdan de, heta ku digihîje tarîxa tevgera şexsiyetên wek Mûsa Anter, Dr. Şivan, Edîb Karahan û hwd. tê xebitandin. Îcar ji vê tarîxê û pê de em dibînin ku, alfabe û rêbaz û destûrên gramera Celadet Bedirxan, di nav rewşanbîrên Kurdistana bakur de bi awayekî tevlîhev tê nivîsîn. Û ew tevlihevî heta roja îro dom dike.Sebeb çi bûn ku di van deman de bûyerek wilo pêtî dide?

-Heke te rastî bivê di vî warî de ne min tu lêkolîn kiriye û ne jî ez rastî tu lêkolînan hatime ku ez karibim bersiveke durust a ilmî bidim te. Bersiva vê pirsê herî rasttir wê bi lêkolînên zanistî yên dîrokî karibe bê dayîn.

Lê ez dikarim bi saya hin zanîn, tecrube û serboriyên xwe texmîna xwe ji te re bibêjim. Wekî di her warê jiyanê de, di yê dîroka xwe ya edebî û ya alfabetîzebûyina civaka xwe de jî me lêkolînên ciddî nekirine. Belgeyên li ser van waran li ber destên me gellek kêm in. Di dema xebata wan zana û ronakbîrên me de -yên ku tu wan binav dikî- lêkolîn û zanyariyên bi vî awayî kêmtir bûn.

Pişt re civaka kurd ji ber bindestî, qedexekirin, têkşikandin û her awe zor û zilma dijmin firsenda wê jiyana azad a bi rûmet û rêkxistî ya xwedan dezgeh nejiyaye, navbirr ketiye navbera hema hema hemû neslên civakê û kultura maddî û manewî ya wan. Bi kêmasî ev du sed sal in ku rûdanên li ser jiyana civaka me bi vî awayî xwe diyar dikin.

Em bînin bîra xwe ku zanayê me yê rûmetbilind; Mîr Celadet Alî Bedirxanî alfabeya xwe di nîvê duduyan ê salên sihan û nîvê pêşîn ê salên çilan de, di dema derxistina Hawar û Ronahiyê de gihand û kemiland(helbet wî gellekî berî van salan dest bi durustkirina alfabeya kurdî ya ser esasê alfabeya latînî kiribû, lê em nakevin wê bahsê). Ji alî kurdan de ev dewran yeka welê bû ku Kurdistan di nava çar dewletan de hatibû parvekirin, serîhildanên kurdan ên gelêrî hema hema li hemî perçeyan hatibûn şikênandin, an gellekî qelsxistin. Dewra şerê dudyan ê cîhanê bû. Bi taybetî li Tirkiyê ewrekî reş ê tarî xwe berra ser welêt û bi taybetî civaka kurd dabû. Zanayên kurd, hin bûbûn penaber li Sûriyê, Lubnanê, Iraqê an li hin welatên Awrûpayê. Têkiliyên navbera wan û kurdên hundur gelek zeîf bûn, heta dereceyeka wilo ku meriv dikare bibêje “tunebûn”. Kurdên li hundurê welêt, zêde hay ji wê yekê nebûn bê ka kurdên li derveyî welêt çi xebatê dikin û berhemên ku ew derdixin çi ne. Kovar û pirtûkên ku li derveyî welêt dihatin derxistin, kêm diketin destên kesên hişyar ên welatparêz û zana yên hundur.

Loma jî meriv dikare bibêje ku gava di salên 50-yan û 60-an de yên wekî Mûsa Anter, Dr. Şivan, Edîb Karahan, Kemal Badûllû û yên din dest bi nivîsandina kurdî kirin ew berhemên ku agahdariyeka têr li ser alfabeya Celadet Bedirxanî bidin, li ber destên wan nebûn. Belê di hin cihan de, em lê rast tên ku hin kovar û pirtûk ji derveyî welêt ketibûn destên hinan ji wan, lê diyar e ku vê yekê têr nedikir da ew hay ji giştiya buyerê hebin û xwe li ser wî mîrasê ku Celadet Bedirxanî hiştibû ava bikin. Gava meriv gramera Kemal Badûllû û ya Celadet Bedirxanî bide berhev meriv çêtir di vê perîşanî, bedbextî û rebeniya kurdan digihîje.

Em dibînin ku di salên 50-yan û yên 60-an de, yên li Awrûpayê bi zimanê kurdî dibilin, wekî Kamûran Bedirxan, Thomas Bois, Joyce Blau û hinên din heta yên ku li Iraqê û Kurdistana Iraqê, li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê û heta ew zanayên kurdnas ên li Yekîtiya Sovyetan muhawelan li ser vê alfabeyê didin, bi alfabeya Celadet Bedirxanî dinivîsin, çimkî hay ji vê alfabeyê hene. Piştî ku Dr. Şivan derdikeve Awrûpayê û bi taybetî jî piştî ku diçe Kurdistana Iraqê û ku gramera Celadet Bedirxanî û berhemên wî yên din tên ber destên wî, em dibînin ku ew jî xwe nêzî alfabeya wî dike.

Piştî darbeya 12-ê Adara 1971-ê ku hin kurdên Kurdistana Tirkiyê derdikavin Awrûpayê, rastî berhemên Celadet Bedirxanî, xebatên Kamuran Bedirxanî û yên hin kesên din tên, em dibînin ku ew kovarên wekî Ronahî, Bahoz, Çiya û yên din li ser alfabeya Celadet Bedirxanî derdixin, ev berhemên wan di hin riyan re digihîjin hundurê welêt, pişt re gelekên ji wan bi xwe vedigerin welêt û dest bi xebata weşanî ya bi zimanê kurdî dikin û alfabe hema hema bi tevayî xwe dispêre ya Celadet Bedirxanî ji bilî wan dengdêrên “bikumik” û “bêkumik”. Bi texmîna min, yek ji sebeban ev qutbûna navbera neslan, bêmîrasmayina ji kultur û xebata neslê berî xwe û hayjênebûna dîroka xwe ye.

Sebebê dudyan jî kare ew be ku li welatekî, gava dezgeh û îmkanên meriv bi xwe tunebin, meriv dest davêje dezgeh û îmkanên wî welatê ku meriv lê dijî. Dibistan, weşanxane û çapxaneyên Kurdan bi xwe di dema salên 50-yan û yên 60-an de li ber destên yên wekî Mûsa Anter û Edîp Karahanî nebûn, loma jî wan destê xwe dirêjî wan îmkanan kirin ku dezgehên tirkan pêşkêş dikirin. Ew tîpên dengên kurdî yên ku bi alfabeya Tirkî re muşterk bûn bi kar anîn, ew ên ku ne muşterek bûn jî li gorî dîtin û bihîstina xwe durust kirin ku di nava tîpên çapxaneyên Tirkan de hebûn.

Tecrubeyek di serê min re derbasbûye ku ez dikarim behsa wê bikim bê ka bêîmkanî dikarin meriv mecbûrî çi bikin:

Beriya darbeya12-ê Îlonê li Tirkiyê kovara kulturî ya bi navê TÎRÊJ derdiket. Berpirsiyarê kovarê yê rasmî hevalekî din bû lê ez jî berpirsiyarê fiîlî yê karûbarê îdarekirina redaksiyonê û yê çapê bûm. Her çendîn ez endamê redaksiyonê bûm jî ji bilî wê, ew nivîsên ku ji bal nivîskaran û heyetê ve dihatin nivîsîn min berpirsiyarî li ser wan dikir ku biçin Istanbûlê û li wê derê bêne çapkirin. Çapxaneyên me kurdan bi xwe nebûn û her çapxaneya tirkan jî ji bo me çap nedikir. Her wiha li gora qanûnê jî qedexe bû ku meriv kovareka bi zimanê kurdî çap bike. Hem tirsa dewletê li ser me û hem jî ji bêîmkaniyetan em li vî aliyî wî aliyî digeriyan ku çapxaneyek j bo me kovarê çap bike. Hin çapxane an dezgehên tîpçînîyê yên hevalên tirk ên şoreşger hebûn ku wan jî bi îmkanên hindik û dezgeh û makînên piçûk û yên kevn ji bo xwe jiyana weşanî didomandin û qebûl dikirin ku nivîsarên me yên kurdî jî rêzbikin(biçînin) û çap bikin. Hostayên ser van makînan tirk bûn, di jiyana xwe de kurdiya nivîsandî nedîtibûn. Gava metnên kurdî diçandin yek bi yek li tipên wan dinihêrtin. Vê yekê gellek wext distend û ew bi xwe jî gellek di ber de diwestiyan. Gellek caran tip şaş rêz dikirin, an jî (bi nezanî)ew tîpa ku di metnê de hebû bikar netanîn yeka nêzî wê bikar tanîn. Her çendîn me alfabeya Celadet Bedirxanî dinasî û di orîjînalên metnên xwe de me ew bikar dianî jî gava kovar ji çapê derdiket, me didît ku alfabeyeka din durust bûye. Me jî digot di vê rewşa dijwar de bira kovar belav bibe hema bira qe bi wan tîpên şaş be.

Heke hûn li kovara Tîrêjê binêrin hûn ê bibînin ku di hin metnan de ji dêlva tîpa “ê”yê, ya “È” hatiye bikaranîn. Ev ne ji ber tercîha me bû lê ji ber wê yekê bû ku ji bo tîpçînê tirk ferqa navbera her du tîpan tunebû. Em jî mecbûrê wî bûn, me zêde nikarîbû zor bidaya wî. Di netîcê de bi wî awayî derdiket.

-Di alfabeya Celadet Bedirxan de em dibînin ku ji pênc dengdêrên(vokal) dirêj bilindek tenê li ser van her sê dengdêran(ê, î, û)heye. Bilindek çima li ser (a, o) tuneye?

-Ne hewce ye ku bilindek li ser van her du tîpan hebe. Çimkî di kurdî de dengê “a”yeka, an “o”yeka kurt û yeka dirêj tuneye ku ew mecbûr bibûya ji bo yekê tîpeka bê bilindek û ji bo ya din tipeka bi bilindek durust bikira. Lê gava em vegerin ser tipên”ê”, “î” û “û” em dizanin ku di kurdî de nêzî van dengan sê dengên din, lê kurt hene ku Celadet Bedirxanî ew bi tîpên “e”, “i”, û “u” dane temsîlkirin.Loma ji bo her sê dengdêrên dirêj jî bilindek danîne ser van tîpan û ew kirine “ê”, “î” û “û”. Di vî warî de, em dibînin ku alfabeya ku Celadet Bedirxanî durust kiriye ji ya Tirkan pirtir xwedan prensîb e. Em dizanin ku tîp bê bilindek, noxte an îşaretekê hema hema di hemî zimanan de temsîla dengekî “kurt” dike û her gava ku dengekî dirêj ê ku ji eynî cîhderkê an cihderkeka nêzî wê derdikeve, bi bilindek, noxte an îşareteka din ew tip hatiye guhertin û tîpeka serbxwe jê hatiye duruskirin. Tiştê ku Celadet Bedirxanî kiriye li vî prensîbî dike, lê tiştê ku tirkan kiriye gellek caran bi vî prensîbî re li hev nayê. Her wekî di mesela “û” û”i”yê de alfabeya tirkî xwe daye pey vî prensîbî, lê di mesela tîpên “u” û “ü” de bi eksê wê çuye.

-Mecbûriyeta ku Celadet Bedirxan bilindekê di alfabeya xwe de dixebitîne, ji ku tê? Ji hêleke din, gelo bilindek tiştekî ilmî ye?

– Bilindek helbet karekî ilmî ye ku gava di zimanekî de du dengên gellek nêzî hev, lê yek kurt û yek dirêj be; ya kurt heke bi tîpekê tê temsîlkirin ya dirêj jî bi her wê tîpê lê bi bilindekekê tê temsîlkirin. Ev metod pirtir di alfabeyên fonetîk de( yên ku her dengek bi tîpekê tê temsîlkirin) tê bikaranîn û hêsaniyeke têra xwe dide xwendin û nivîsîna wî zimanî.

-Ji nivîsên Celadet Bedirxan dixuye ku ew naxwaze elfabeya xwe ji ya tirkan bidûrxîne. Li aliyekî hem vê daxwaziya xwe vekirî tîne zimên û li aliyên din jî (u, û, i, î)ya kurdî ji ya ku tirk dixebitînin cihê lêdike. Sebebên ku alfabeya wî ji alfabeya Tirkan bidûrxist çi bûn?

– Rast e ku Celadet Bedirxanî bi xwe nivîsiye ku heta ji wî hatiye wî xwestiye ku ew alfabeya xwe nêzî ya tirkan bike. Lê her wiha dîsa wî bi xwe daye zanîn ku alfabeya tirkan di wê demê de di bikaranînê de piranî jî di bikaranîna xetên destnivîs de tûşî hin astengan bûye. Celadet Bedirxan ê ku berî tirkan dest bi durustkirina alfabeyeka latînî kiriye, lê piştî wan dest bi bikaranîna vê alfabeyê kiriye ji tecrube, şaşî û qelsiyên alfabeya tirkan ders wergirtiye û ew kêmasî di ya xwe de rakirine. Her wiha wî ji tirkan pirtir xwe sipartiye wî prensîbî ku gava du dengên nêzî hev bin yê kurt bê bilindek û yê dirêj bi bilindek be(ku me di bersîvên pirsên berê de jî behsa vê yekê kir). Ev her du tişt in ku bi baweriya min rê vekirine da ew di wan dengan de ku tu bi nav dikî xwe ji alfabeya tirkî bidûr xe. Heke meriv dûr û dirêjtir li ser vê pirsê rawest e ne dûr e ku hin sedemên din jî hebin. Lê bi ya min ew her du sedem bes in ku ew serî li guhertineka wiha bide.

Ji aliyê din em dizanin ku ew dijwarî û astengên ku alfabeya tirkan wê demê lê rast dihatin îro ji holê rabûne. Bi baweriya min heke meriv bixwaze li ser kêmasiyên alfabeya tirkan raweste meriv îdî nikare wan argumentan bikar bîne ku di wê demê de Celadet Bedirxanî ji bo xwe bikar dianîn.

– Birêz Mûrad di hejmara Armancê ya 178-an de meqaleyeka Dr. Celadet Çelîker bi sernivîsa” Hînbûna xwendin û nivîsandinê proseseke dijwar e!” derçû.

Dr. Celadet di vê meqaleyê de doktoriya xwe derxistiye pêş û bi awayekî ilmî, berfireh li ser (î)ya kurdî rawestiyaye. Ev tîp wek girêkeke kwîr dîtiye û di navenda mejî de sentaq kiriye. Her wilo bi vê bûyerê nakokiyek veşirtî aniye holê û pevgirêdana di navbera dest û çêv de zexel xistiye. Bi rastî doktor di vî warî de wilo nivîsiye ku, yekî wek min ne doktor li dij nikaribe tiştekî bibêje!

Bi salan e ku tu li Swêdê mamostetiya zimên dikî. Bêguman aliyên te ên pedagojîkî xurt in. Ji kerema xwe re bi rûpelekî kovara Çirayê, bibexşîne, ji bo zarokekî kurd ku hînî alfabeya latînî bûye, prosesa hînbûna (î)ya kurdî, yek çi qas wext digire, rave bike? Dudu, di pey dema serkeftinê de ev tîp(î) ya kurdî, ji aliyê psîkolojîkî de wek çi probleman jê re derdixîne?

– Berî ku ez bersîva pirsa te bidim divê ez destnîşan bikim ku ew prosesa hînbûna xwendinê an a hînbûna hin kar û barên din ku Dr. Celadet Çelîkerî di meqaleya xwe de û beriya wê jî di pirtûka xwe de li ser rawestiyaye encama lêkolîna tecrubeyên salan, naskirina anatomî û fîzyolojiya însanan e ku nazariyên îroyîn yên ilmî li ser wan ava bûne. Ew nazariyeninî cihê baweriyê ne û hîndekarî di welatên pêşkeftî de xwe dispêre wan. Di mesela dijwarî û astengên hînbûna xwendin û nivîsandina kurdî de jî yê ku heta niha bi metodeka ilmî li ser pirsgirêkê rawestiyaye û xwe sipartiye lêkolîn û metodên ilmî Dr. Celadet Çelîker e. Argument û pêşniyariyên ku wî anîne (bi mirovî çi rast bin û çi jî şaş bin) divê meriv guh bide wan û bi awayekî ciddî munaqeşe bike. Lê tevî vê jî, bi qenaeta min hin nezelalî û kêmasî di wan şîrovekirin û argumentên wî de hene ku divê em li ber çavan raxin da pirs li gora wan jî bê minaqeşekirin û riyên çareseriyê jê re bên dîtin.

Ez niha dixwazim vegerim ser bersîva pirsa te. Gava ez di wê de hinekî bi pêş de herim ez ê bêtir vekim ku qesda min ji vê yekê çiye û berfirehî û şaxvedana pirsê diçe heta ku derê. Min heta niha tu lêkolîn li ser wê meselê nekiriye ku ka gelo zarokekî kurd ê ku hînî alfabeya latînî bûye heta hînî “î”ya kurdî bibe wê çiqas wext bistîne. Hesabkirina vê yekê ne wiha hêsa ye jî. Ev girêdayî bi wê yekê ve ye ku zarok kî ye, kengî ji Kurdistanê hatiye, umrê wî çend e, ji malbateka çawa tê, çend saetan dersên kurdî dibîne, li malê çiqas kurdî diaxive, xwedan pirtûk û berhemên kurdî ye an na, problemên wî yên din ên ku tesîrê li prosesa hînbûna giştî û ya zimanê kurdî bikin hene an na û gelek pirsên din ên weka van. Loma jî ne sanayî ye ku meriv tiştekî zelal û qetî di vî warî de bibêje.

Di esasî de ne ew qas ferz e jî. Çimkî her çendîn nivîskar û zimannasên kurdan bi dûvika “i”ya bi kumik û ya bê kumik girtine jî dijwariya zarokên kurdan ne tenê di vê meselê de ye. Heke tenê mesele ev herf bûna çareserkirin gelek hêsa bû. Em hemû mamosteyên zimanê kurdî dizanin û heta divê malbatên zarokan bi xwe jî bibînin ku mesela kurdînivîsînê û bi taybetî ya kurdîaxaftina zarokan gellek kûrtir e. Zarokên kurdan ne ku tenê li “û” an “î”yê dilikumin, di wê prosesa hînbûnê de ya ku Dr. Celadet Çelîker behs dike rastî gellek dijwariyên din jî tên. Li gora ku li kîjan welatî ne, li gellek herfên din jî dilikumin. Ez dikarim mîsalan ji Swêdê û ji Tirkiyê bînim. Her wekî li Swêdê zarokên kurdan di dibistanên swêdiyan de tîpa “c”yê weka dengê”s”ya me, “e”yê weka “ê”ya me, “j”yê weka “y”ya me, “o”yê
weka “û”ya me, “x”yê weka “eks”ê, “q”yê weka “qu”yê dinasin û di xwendina van hemû herfan de dilikumin. Pişt re, heta di mesela xwendina wan tîpên xwedêgiravî muşterek de jî ne dengên kurdî lê yên swêdî derdixin. Ji bo ku di swêdî de dengdêr(vokal) li hin cihan kurt û li hin cihan dirêj tên bidengkirin, ew jî di hin gotinên xwe yên kurdî de dengê “a”yê yan ê dengdêreka din carina kurt û carina jî dirêj derdixin. Ma malbatên kurd bi guhê xwe nabihîzin ku gava zarokên wan li malê her çendîn bi kurdî diaxivin jî kurdiya wan wekî kurdiya yekî swêdî ye. Gava ew dibêjin “Kurdistan”, “dayê”, “bavo” an “welat” ew ne wekî dê û bavê xwe van gotinan bilêv dikin. Ma qet hûn li wan zarokan rast nehatine ku ji dêlva bêjin ku “ez digerim” dibêjin “ez girover diherim”, çimkî bi swêdî meriv dibêje ” jag gÂr runt”. Wekî din ew bi sedan gotin û cumleyên bi vî awayî ava dikin. Sebebê vê yekê ew e ku ew li dibistanên Swêdê dibin “hişyarê fonetîka zimanê swêdî” û bi otomatîkî bi vî awayî diaxivin.

Li Tirkiyê jî ev mesele heye. Bi taybetî jî li rojavayê Anadoluyê û li metropolan ev asteng derdikevin pêşberî zarokên kurdan. Yên ku fîlmê Mem û Zîn temaşe kirine bihîstine ku zarokên kurd ên li ser esasê fonetîka tirkî hînbûyî çawa bi kurdiya wekî ya tirkekî diaxivin, ji “were” re dibêjin “vere” ji “Miho” re dibêjin “Mikho” an di halê herî baş de “Mixo”. Em dikarin meselan di vî warî de zêdetir bikin, lê ne hewce ye.

De îja em dev ji tesîra zimanên miletên serdest, an yên xwedan dewlet û dezgeh berdin, zaravayên me bi xwe jî ji ber standardîzenebûna zimanê kurdî dijwariyên mezin derdixin pêşberî zarokên me kurdan. Ew zarokên min ên ku tên dersa zimanê kurdî yekî behdînî serî di devoka Diyarbekirê re, yekî diyarbekirî jî serî di devoka Botan re dernaxe, heta ez bi wan didim xwendin û fêmkirin serê min û wan bi hev re diêşê. De îja ji xwe kurmanc xwe nêzî soranî an dimilî, soran an dimilî jî xwe nêzî kurmancî nake û her wekî din. Li ber van dijwariyên wiha, mesela “î”yê belkî ne hêjayî munaqeşekirinê jî be. Loma jî divê em xwe li tîpên “û” û “î”yê asê nekin û van kêmasî û astengên gelek muhîm û pirralî jibîr nekin. Ne tenê piçûkên me, îro mezinên me û heta nivîskarên me bi kurdiyeka li ser esasê hevoksaziya tirkî, erebî an farisî dinivîsin, an diaxivin, bêyî ku bingehên rêzimana kurdî binasin bêjeyan ji ber xwe ve çêdikin û gellek şaşîtiyên din dikin. Xeter û dijwariya van pirsgirêkan ji ya kumik mezintir e.

Ew dijwariyên ku Dr. Celadet Çelîker bahs dike hemû bi vî an wî awayî di wan pirsgirêkên jorîn de derdikevin pêşiya zarokên kurdan. Lê li aliyê din divê em bibîr bînin ku mejiyê însan ne bi wî awayî ye ku gava hişyariyeke fonetîk digre û xwe li ser wî esasî otomatîze dike, ew tiştê wergirtî her û her di mejî de dimîne û nema meji kare li gora fonetîkeka din xwe ji nuh ve bikodîne(kod bike). Avabûna mejiyê însan ew qas balkêş e ku di bêhed û bêhejmar alternatîfan de dikare ji nuh ve kombînezyonên kodên xwe ava bike û xwe bigihîne wê hişyariya fonetîka nuh û li ser wê xwe veotomatîze bike. Heke ne welê buya, yekî ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibû nekarîbû zimanekî nuh ê biyanî hîn bibûya. Heke ne welê bûya, wê yekî tirk, kurd, ereb an çînî çawa fêrî îngilîzî, fransizî an zimanekî din bibûya.

Qesda min ji vê yekê ew e ku erê ew argumentên Dr. Celadet Çelîkerî heta niha argumentên herî ciddî û zanistî ne lê ew bi xwe jî meslê bi tevayî çareser nakin û ne ji bo demeka heta hetayî ne. Pirs di esasî de bi mesela serdestiya hîndekariya miletên din ve girêdayî ye ku zarokên me û şagirtên me, heta tevayiya endamên civaka me tûşî van astengan dike. Heta ev serdestî hebe, heta miletê me ji dezgeyên xwe yên milî bêpar be û hîndekariya bi zimanê xwe neke wê ev asteng bimeşin.

Tevî ku mesela kumik di nava van meselan de xwediyê cihekî gellekî piçûk e jî ji bo ku wê xwendin û nivîsandina kurdî ji bo zarokên me hêsatir bike ez terefdarê wê yekê me ku em di alfabeya xwe de tîpên “û” û “i” bikar bînin. Lê ji bo min mesela ku piraniya me tîpên “i” û “î” bikartînin û hinek ji me jî tîpên “û” û “i” bikar tînin ji vê meselê girîngtir e. Berî her tiştî divê em hemî eynî tîpan bikar bînin, heke rojekê em ê biguherin jî em wekî millet bihev re biguherin.

Tevî ku ez terefdarê tîpên “ý” û “i” me jî ji bo ku piranniya vî milletî ji dema Celadet Bedirxanî û vir de tîpên “i” û “î” bikar tînin ez jî wan bikar tînim û ez pêşniyar dikim ku ew hemû kesên ku bi vî awayî nanivîsin bi şuûreka millî helwestekê wergirin û vegerin ser van tîpan û vî milletî ji ucûbetiya dualfabetiya di vî warî de xelas bikin. Ev pirs ji bo min ji pirsa bikumikî û bêkumikiyê gellek girîngtir e.

– Tu pêwîst dibînî ku li ser pirsên alfabeyê û rastnivîsîna zimanê kurdî semîner, civîn û hwd. bên amadekirin?

– Helbet. Min bahsa hin pirsgirêkên zimanê kurdî kirin. Ji vê pêştir jî gellek problemên zimanê me hene, gellek tişt hene ku ji bal kurdîaxêv, nivîskar an wan kesên ku bi weşandina vî zimanî dibilin nehatine zelalkirin. Zimenê me û rewşa me pêdiviyê lêkolîn, semîner û civînan e, lê divê em li xwe varqilin û bi rastîbîniyê pirsgirêkên zimanê xwe tesbît bikin, tenê xwe angajeyê pirsekê nekin û xwe nekin wekî “hespê dingê” û li dora her tenê pirsekê nezîvirin ha nezîvirin.

970926

Jêrenot: Ev hevpeyivîn di hejmara 11 ya havîna 1997-ê a Çirayê de hatiye weşandin

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: