Kurd ne unsurê esasî ne lê divê xwe bikin unsurê esasî

Rapora ko di dema çûyî ya nêzîk de li ser Tirkîyeyê hat derxistin tawsiye dike ko YE prosesa mizakerekirinê bi Tirkîyeyê re dest pê bike. Bi baweriya min, biryara ko di 17ê meha 12an de bê dayîn wê li ser esasê vê raporê be. Wê riyeke mizakerekirinê li ber Tirkîyeyê vebe, çimkî rewşa herêmê, têkiliyên Tirkîyeyê û YEyê rê nadin wê yekê ko Ewropî dev ji mizakereyan berdin an ji bo demeke nediyar bi paş de xin.

Gava redek yan biryareke nediyar derkeve, hem wê bêîstîqrariyeke mezin li Tirkîyeyê derkeve, krîzeke kûr serî hilde û belkî jî hikûmeta îro bikeve, hem jî wê bêbawerî û bêewletiyeke mezin di têkiliyên YE û Tirkîyeyê de xwe diyar bikin. YE wê biryereke bi wî awayî derxe ko hem têkiliyên wê û Tirkîyeyê yên piralî berdewam bin hem jî bawer dikim ko wê şertên heyî yên dema berendametîyê û belkî jî prosesa destpêka endametîyê bi awayekî wiha formule bikin ko qonaxa berendametîyê dirêj bikêşe û heta di salên pêş de heke Tirkîye teahudên xwe bi cih neyne, ev mizakere karibin bên birîn.

Daxwaza min bi xwe jî ew e ko YE biryareke berbiçav a destpêkirina mizakereyan bide. Ji bo gelê kurd li Kurdistana Tirkîyeyê û li hemû perçeyan rewşa herî lirê ew e ko qonaxeke berbiçav a mizakerekirinê di navbera YE û Tirkîyeyê de dest pê bike. Şertên ko îro li Tirkîyeyê hene ji bo nêzîkkirina Tirkîyê ber bi YEyê de, gelek lirê ne. Hikûmeta ko heye ji dil dixwaze ko Tirkîye bibe endama YEyê û îşaretên dilxwazîya bicîhanîna şertên Tirkîyeyê jî dide. Gava dilxwazî hebe ev hikûmet hikûmeteke wiha ye ko ji hemû hikûmetên heta niha pirtir dikare gavên reforman bavêje. Hikûmeteke xurt a yekpartî ye, li meclisa Tirkîyeyê piranîeke w ya zêde heye. Piranîyeka mezin a hilbijêran hem tirk û hem kurd dixwazin ko Tirkîe bibe endam.

Baskê eskeran ên kemalîst ên ko ji wan re ”derîn devlet” tê gotin û berdestikên wan ên sivîl ên siyasî yên çapemeniyê û warên din ên di nav tirk û kurdan de, her çendîn li dijî endametîya YEyê ne, tehdîdan dikin, terorê ji nuh ve radipelikînin û gellek komployên din li hember xelkê û hikûmetê dimeşînin jî, ji bo ko Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê ji dema şerê li dijî Iraqê û vir de xwe ji piştgirîya wan vekêşaye ew ne ew qas jî bi hêz in ko karibin rê li ber îradeyeke xurt a sîyasî bigrin.

Esas tirsa min ji alî biryara YEyê ya li ser Tirkîyeyê tune ye, YE dînîtiyeke bi wî awayî nake ko Tirkîyê ji xwe dûr bixe. Lê xetera esasî ew e ko rewş û statuya kurdan di protokol û platformên resmî ên mizakereyan de eşkere cih negirin, an jî bi awayekî nezelal cih bigrin.

Divê daxwaza me ew be ko YE bi Tirkiyê re dest bi mizakereyan bike, lê dev ji wê nezelaliya siyaseta xwe ya li ser mafê kurdan berde, kurdan wek gelekî mafxwarî yê li Tirkîyê (çi wek netewe an jî wekkêmnetewe be, çimkî ev yek ji alî momenta îro di encamê de ferqeke ew qas muhîm nade) qebûl bike, statuyek bi wî awayî ji bo kurdan bixwaze ko bi kêmasî ew di nav hidûdên dewletê de li her cihên ko lê piranî ne îdareyeka xwe ya siyasî deynin, xwedan parlamentoya xwe bin, kurdî bibe zimanê resmî ê duduyan, hebûna kurdan di qanûna esasî de bê qebûl kirin, Kurdistan ji nuh ve bê avakirin û ji bo aboriya herêmên kurdan projeyên taybetî yên pêşdexistinê bên destpêkirin, xwendina kurdî, ji dibistanên seretayî heta unîversîteyan dest pê bibin, medyaya kurdî dest bi weşanê bike; hem delet hem jî sexs bi vî karî rabin. Divê ev daxwaz di belgeyên mizakereyan de cih bigrin. Kurd li ser esasê van daxwazan wekî terefê sisiyan bên qebûlkirin.

Em kurd divê di vê qonaxê de yekgirtî, aktîf, hişyar, zana û realîst bin. Berî her tiştî divê em wekî kurd bi navê kurdayetîyê di platformên mizakerekirinê yên resmî û neresmî de cih bigrin. Û divê em bi projeyên ber bi çav serî li dezgeyên YEyê bidin.

Ji alî din, di demeke wiha de ko roj roja biryardanê ye, xeterek mezin e ko kurd li Ewrûpayê bigerin behsa wê yekê bikin ko ew perçeyek ji milletê Tirkîyeyê ne, ew sub-kesayetiyek in an ”unsurê esasî” yê dewletê ne.

Ev dişibe siyaseta tirkan a dewra Lozanê. Wê demê ji bo ko kurd bi rewşeke diyar û hiqûqî di peymana Lozanê de cih negirin, tirkan ew xistin bin çengên xwe, di cemiyetên tirkan de civandin, cemiyetên kurdan hemû bi darê zorê û qetlîaman ji holê rakirin. Heyetên tirk şandin konferansên navneteweyî. Lê li ser navê kurdan ji meclisê, ji bajarên Kurdistanê telgraf şandin wan konferansan ko xwedêgiravî kurd jî li ba tirka ne, heyetên konferansê temsîla kurdan jî dikin. Li meclisê hin kurdên cahil û saf bi vî awayî derxistin ser kursiyan.

Îro jî gava hin kes li Ewrûpayê tên gerandin da bibêjin ko ew perçekî ji miletê Tirkîyeyê ne, unsurê esasî ne, dewleteke unîter dixwazin û li welêt jî plan û mihawele hemî ew bin ko partiyên siyasî ên bi navên kurdîtiyê hatine naskirin, xera bibin û hin partiyên tirkiyeyî yên di bin kontrola tirkan û berdevkên wan de bên ava kirin, mixabin nexwe planeke gellek qirêj li ser serê milletê kurd tê hûnan.

Kurd jî kîjan partiyê dibin bila bibin, an dixwazî bila ne ji tu partiyê bin divê rabin, xwe bikin yek, her çi ji destên wan tê bikin da vê plana qirêj pûç bikin û wek kurdênn Kurdistan Iraqê bi navê xwe, bi dezgeyên xwe, bi partî û hemû platformên xwe yên kurd û Kurdistanî xwe li hemberî tirkan û YEyê bikin terefekî. Tirkîye divê ji nuh ve ava bive. Divê demokrasiyek ava bibe ko hemû millet, dîn, mezheb û kêmnetewe û grûbên etnîkî tê de xwedan maf û azadî bin. Îro kurdên Kurdistana Başûr çawa bi hemû dezgeyên xwe yên siyasî û ne siyasî di avakirina Iraqê de cih girtine û bi rastî jî bûne unsurekî esasî ê avakirina Cumhuriyeta Federal a Iraqê, divê kurdên Kurdistana Tirkîyeyê jî bi vî awayî xwe bikin unsurê esasî yê veavakirina Tirkîyeyeke demokratik a federal a endama YEyê.

2003’ya de hatiye nivîsîn.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: