Civaka IT û pirsa kurdî(*)


(Semînerek li ser IT û pirsa kurdî li Enstîtuya Kurdî li Stockholmê (15/11/1997)

Mêvanên hêja axaftina min li ser civaka teknolojiya agahî û ragihandinê û tesîra wê li ser pirsa kurdî ye. Bi kurtî dikare bê gotin ”civaka IT û pirsa kurdî.” IT, kurtkirina du gotinên Îngilîzî ye; Information Technology. Loma jî ji vê civakê re tê gotin IT Society. Carinan jî wek Information and Communication Technology Society (Civaka teknolojiya agahî û ragihandinê) tê binavkirin

Gelo hilhatina civaka agahîyê û ragihandinê, tu guhertinê di pirsa kurdî de bi xwe re tîne, rewşeke nû di vê pirsê de çêdike an na? Bi kurtî ez dixwazim li ser vê rawestim. Civaka agahîyê û ragihandinê, li ser bingehên teknolojiya herî nuh a agahîyê û ragihandinê rû daye. Globalîzebûna civaka ser ruyê erdê jî li ser vê teknolojiyê pêk hatiye. Loma jî meriv dikare bêje ku civaka agahîyê hemû xusûsiyetên jiyana globalîzebûyinê di nava xwe de daqurtandine û civaka agahîyê, bi vê maneyê qonaxeka nû û pêşketîtir a civaka globalîzebûyî ye. Bi awakî din, civaka agahîyê, navê merhela nû û pêşketîtir a civaka globalîzebûyî ye.

Loma jî, min divê ez di destpêkê de bi xetên stûr û bi kurtebirî li ser globalîzebûyinê jî çend tiştan destnîşan bikim. Berê ez ê li ser globalîzebûn û otomatîzebûna civaka ser ruyê erdê û jiyana tevayî rawestim û pişt re ez ê werim ser mesela civaka agahîyê.

Helbet ev pirs, ne ji bo me kurdan tenê, ji bo hemû civakên dinyayê hetta ji bo ewrûpiyan bi xwe jî pirseka gelek nû ye. Li Ewrûpayê û tevayiya civakên rojavayî, ev pirs, gellek tê minaqeşekirin. Maneya civaka agahîyê û ragihandinê çi ye û jiyaneka çawa di warê aborî de tîne? Di rojên pêş de, di warê siyasî û civakî de dê çi bi xwe re bîne? Ev pirsên han li cem wan bi xwe jî pirsinî taze ne.

Ya din, belkî em bifikirin ku ev pirs, pirtir ya wan welatan e, ku ji alî teknolojiyê û demokrasiyê de pêşkeftî ne. Dibe bê fikirîn ku ew ji xwe heta îro jî di qonaxeka jiyanê ya pêşkeftî de bûn û niha ev qonaxa nû ya ku em bahsê dikin li ser esasê civaka wan peyda bûye. Qonaxeka nû ya ji bo wan e ku ew ketine destpêka vê. Dibe ku meriv bifikire ku ev pirs ji bal wan ve bê munaqeşekirin di cîh de ye, ne tiştekî fuzûlî ye. Lê gelo em kes an ronakbîrên civakên welatên paşdemayî, her wek yên kurd ku hêja dewleta me nîne, em parçe ne, em bêdad û bêmaf di rewşeka dijwar de ne. Tiştên ku tên serê milletê me nayên serê tu milletî; di rewşeka wiha de ku bi hezaran pirsinî din hene, gelo em çawa dikarin pirseka wiha munaqeşe bikin?

Helbet heke meriv bi vî awayî bifikire, piçekî para rastiyê tê de heye. Lê gava min bala xwe da vê pirsê, min ji wê yekê hereket kir ku teknolojiya ragihandinê, ev civaka ku pê re ava dibe û têkiliyên vê civakê yên aborî, siyasî û kulturî hin tişt bi xwe re anîne ku cara pêşîn belkî wekî yên hemî civakên dinyayê, ev mesele bi pirsa me ve jî girêdayî ye. Belkî ji wan jî bêtir qedera çareserkirina pirsên kurdî bi vê meselê ve bestî ye. Eger em perspektîf û xusûsiyetên wê li ber çavan bigrin û li wê moxila pirsên civaka xwe xin, ne dûr e ku îmkanên mezin li ber me vekin. A ji ber vê yekê, min viya ez vê buyera nuh munaqeşe bikim. Gelo têkiliya wê bi mesela me ve çi ye? Em dikarin çi bikin di vî warî de?

Li gor qenaeta min, di dîroka Kurdistanê de hema em bigrin ji du sed salan; ji tarîxa liberxwedanên mîrekiyên kurdan bi vir de (ku bi dewletên zilhêz ên wekî Îran û Osmaniyan re ji bo mafên jiyana xwe, şerên xwe yên dawî yên man û nemanê dan, lê têk çûn û ku pişt re gelê kurd bi gellek awayên din serî hilda) heta îro cara pêşîn e ew sîstema ku li ser ruyê erdê peyda dibe bi daxwaz û perspektîfên kurdan re jî lihevhatî ye. Sîstemên ku heta niha di qada navneteweyî de; hê berberbiçavtir, di ya Rojhilata Navîn de hebûn; çi sîstema aborî û siyasî, çi têkiliyên navbera millet û dewletan bin, sîsteminî welê bûn ku kurd her çendîn bi qasî milletên din ên dinyayê ku ji bo serbixweyî û azadiya xwe serî hildidan zîrek û zana jî bûn, cardin ew rewşa dinyayê ya ku ji wê demê heta îro hebû, li gora ciyê cografî û jeopolîtîkî yê kurdan rê nedida ku kurd bi ser kevin.

Ev pirseka dûr û dirêj e, ji ber ku mijara me pirseka din e ez dirêj nakim, weka tesbîtekê destnîşan dikim. Qesda min ji vê yekê ev e: ji dema liberxwedan û serîhildanên mîrekiyan bigre heta îro ew potansiyela kurdan a ku hebû ya serok, zana û ronakbîrên kurdan, ya têkoşer, serîhilder û şerkarên wan, bi kurtî ya civaka kurdan a bi her awayî ji yên milletên Rojhilata Navîn û yên Afrîkayê, yên melik û serokeşîrên wan ne kêmtir bû, her çendîn kurdan jî bi qasî wan milletan li ber xwe didan û bi qasî wan zîrek bûn jî, rewş ew bû ku, bi qasî wan serkeftî nedibûn û maf bi dest nedixistin. Meriv dikare bêje ku her çendîn barana ku ”rehmeta Xwdê” ye gellek caran dibariya lê tu carê li rezê kurdan nedida.

Îhtîmal e, cara pêşîn baranek tê ku dikare li rezê kurdan jî bide. Çimkî rehmeteka welê ye ku ji xwe hêzên xurt û pêşkeftî, wekî hemî caran jê îstîfade dikin lê hêzên herî jar, bêtaqet û bêkes jî dikarin para xwe jê werbigirin.

A bi vê maneyê ez dixwazim li ser vê pirsê rawestim; çend nuxteyan diyar bikim. Berî ku ez werim ser pirsê, min divê ez xalekê diyar bikim. Helbet ez dizanim ku ev, pirseka nû ya piralî ye. Di civîneka wiha de wext nîn e ku meriv bi kûr û dûrî li serê raweste. Di meseleyeka nû ya piralî de ez nikarim îddîa bikim ku ez ê karibim wê bi hemî zelaliya wê li ber çavan raxim. Na, ez dixwazim wekî perspektîfekê, wekî çend xetên bingehîn meselê bidim diyar kirin. Bi hêviya ku ev destnîşankirin balê bikşîne, ronakbîrên kurdan jî li serê rawestin û wê munaqeşe bikin; bê gelo ji alî kurdan de maneya vê rûdana nuh çi ye…

 Civaka agahiyê û ragihandinê

Tesbîteka Karl Marksî heye ku wî li ser guherîn û pêşketinên civakan kiriye. Ew, gava tehlîla guherîna civakan a dîrokî dike, dibêje ku lihevkirina navbera hêzên berhemhênanê û pêwendiyên berhemhênanê dibin dînamîzma pêşveçûna civakan. Di jiyana civakî de pêşketineka berdewamî di hêzên berhemhênanê de heye û ev proses tu carî ranaweste, hêzên berhemhênanê her û her diguherin. Di civakê de ji bo ku guherîn û nuhbûn li ser kar bin, divê pêwendiyên berhemhênanê li gora sewiya hêzên berhemhênanê bin û bi wan re lihev bikin.(1)

Îro, rûdanekê serî hildaye ku em dikarin bêjin hêzên berhemhênanê yanî ku ilm û teknîk; bi taybetî elektroteknîk û bîyoteknîk gihaştiye qonaxeka welê û bi lez û bezeka welê pêş ve diçe ku berhemhênan ber bi otomatîzebûyin û elektronîzebûyinê ve diçe, welê lê tê ku di demeka ne pir dûr de, ji bilî karûbarên ilmî, lêkolîn û keşfan, koordînekirina xizmetên civakî û berhemhênanê, wê her der otomatîze bibe. Ji niha de alet ên elektronîk, robot û komputer di seranserî jiyana civakên welatên pêşkeftî de serdest bûne. Têkiliyên agahîyê û ragihandinê di tu demê de wekî îro muhra xwe li ser şikilwergirtina civatan nexistine. Hêzên berhemhênanê yên nuh; ên agahîyê û ragihandinê ên bingehê otomatîzebûyinê gihîştine qonaxeka welê bilind ku ew pêwendiyên berhemhênanê û pişt re yên piralî yên civaka îndustrî, nikarin xwe bi wan re lihevhatî bigirin. Derdikevin hemberî van hêzên berhemhênanê, hin ji wan perçe dibin an ji holê radibin û di şûna wan de pêwendiyên nuh tên avakirin. Lê hinan jî hê umrê xwe temam nekiriye, bi vî an wî awayî li ber xwe didin. Proseseka civakê ya têkilhev a piralî û rengareng li dar e. Em dikarin bêjin ku niha, em di navbera du civakên ji hev cuda de ne. Em li dawiya qonaxa civaka îndustriyê û destpêka civaka agahîyê ne. Dawiya civaka ”kevn” û destpêka civaka nuh derbasî nava hev bûne. Loma jî têkiliyên wan jî bi hev re di nav hev de dijîn.

Ev têkiliyên nuh ên civaka post-îndustriyel (pişt-îndustrîyel) çi ne? Yek ji xusûsiyetan ew e ku li ser ruyê erdê globalîzebûyin heye. Ilim, zanebûn û ew aletên herî pêşkeftî yên ku îro peyda bûne û bi sureteka nedîtî ber bi pêşve diçin, bingehekî welê li ser ruyê erdê ava kirine ku jiyana civaka me ya îroyîn jî çarçeva dewletên millî derketiye; hebûn û jiyaneka transnasyonel ji bo pêwandiyên berhemhênanê û herwiha ji bo avayiyên civakê yên ku li ser wan bilind dibin rû daye. Di sermiyan, kar û xizmetê de, di çûn û hatin û gerra însanên ser ruyê erdê de û di pêywendiyên pir alî yên rasterest û biwasite de, di jiyana kulturî û ya siyasî de transnasyonalîzebûn bûye xusûsiyeteka berbiçav. Di encama vê de wekî tê gotin ”dinya piçûk bûye”.

Sermiyan ji her demê pirtir bûye multînasyonel û di ser de jî warê berhemhênanê ji herêmî an nasyonelîyê derçûye û bûye transnasyonel. Maneya vê çiye? Pir-nasyoneliya sermiyan ne tiştekî nuh e. Vê rewşa sermiyan û şîrketan hê di destpêka sedsala me de dihat dîtin. Lê diyardeya îro îmkaneka welê daye ku şîrketên mezin ên multînasyonel careka din bi muazzamiyeka nedîtî û bi wan hebûnên xwe yên berbelav ên ser ruyê erdê, xwe dikin yek. Her derê ser ruyê vê kurreya me, dibe warê berhemhênana wan. Qîmeta cî û mesafê ji bo wan nemaye. Merkezên wan dikarin li Stockholmê, New Yorkê an Londonê bin, beşekî karê wan û buroyên wan li Sîngapurê, beşek li Hamburgê, yeka din li Sydneyê an Bankogê be. Ev ji alî berhemhênanê an biserxistina xizmetekê tu astengan li ber wan dernaxe. Her beşekî karê wan dikare li derekê bimeşe û mal an xizmeteka ku di van hemû merkezan re derbas dibe, dikare di heftiyekê an rojekê de derkeve piyasê. Ezmûnên agahîyê û ragihandinê gîhaştine merheleyeka welê ku ji bo îdarekirina van dezgehên dewasa, talîmatdayin û hînkirina kargiran, amadekirina civîn û konferansan qîmeta cîh û mesafê nêmaye. Her beşekî kargiran dikare li wan bajarên binavkirî bin û berpis û kargêrrên wan her sibahî beriya destpêkirina karan dikarin ji dûrê bi saya torra elektronîk civînan bi hev re bikin, biryaran wergirin û belavî ser hemû karmendên xwe bikin.

Transnasyonalîzebûn û jiholêrabûna qîmeta mesafeya navbera mekan û zemanan di warên din ên jiyana aborî de jî wiha ye. Her wekî gava berî hefteyekê krîzeka aborî li Malezyayê destpêkir û borsa li wir serûbinî hev bû, ev krîz bi wê derê mehdûtkirî nema, pê re pê re di eynî roj û saetan de borsa Amerîkayê, Awrûpayê, Japonyayê û yên welatên din jî ketin krîzê û serûbin bûn. Yanî dinya welê piçûk bûye ku sermiyan, kar û xîzmet bi îşê saet, deqîqe, hetta saniyan xwe ji quncikekî dinyayê digihînin yekî din.

Di dema derbasbûna ser bi civaka îndustriyê de avabûna millî û navnetewî

Berê, gava însan ji civaka çandiniyê derbasî civaka îndustriyê bûn, ew pêwendiyên aboriya girtî û hudûdên dewletên piçûk ên feodal hilweşiyan, di şûna wan de bazareka vekirî ya berfirah û dewletên millî dest bi avakirnê kirin. Avabûna dewletên millî bi wî awayî bû ku, ya derebegekî êrîş bir ser derebegên dora xwe yên ji etnîsîteya xwe û heta hin caran jî yên ne ji etnîsîteya xwe jî, desthilatdariya wan ji holê rakir û di şûna wan dewletan de dewleteka millî ya ji etnîsîteyekê pêkhatî ava kir. Yan jî avabûna dewleta millî bi lihevkirin û xweyekkirina çend derebegan pêk hat. Pêkhatina dewletên millî a bi van herdu awayan, pirtir li Awrûpayê rû da. Li Asyayê û Afrîkayê mîr, serokeşîr, reîsekî dînî an zanayekî, eşîr û derebegiyên ji etnîsîteyekê dan dora xwe, li hemberî kolonyalîzmê û dagirkeriya biyanî şerekî rizgarîyê da û dewleta xwe ya millî bi vî awayî ava kir.

Dewletên feodalî rabûn, di şûna wan de dewletên firehtir ên millî avabûn. Daweya desthilatdariyeka millî hat kirin ku milletekî li hemberî milletê din hudûdê hegemoniya xwe ya millî diyar kir, ku ev, wek mafê milletan ê tebîî hat dîtin da kes nikaribe dest bidiyê, tecawuzî wê bike. Pirsa tayînkirina qedera xwe bi destê xwe jî ji vê bawerî û qebûliya cîhanşumûlî bingeh wergirt. Millet, rabûn wan wekî zirxên tankan hudûd li dora erdên xwe yên millî kêşan, ordiyên mezin ava kirin û dan ber van hudûdan, ji bo çûn û hatina mal û sermiyanan, bazirganî û seyehetê gumruk ava kirin û bac û xerac danîn. Dest bi millîkirinê kirin. Ew dewlemendiyên ku li ser axa wan bûn û di destê biyaniyan de bûn ji wan sitendin, hin xistin bin milkiyeta dewleta xwe ya millî û hin dan hemwelatiyên xwe. Hetta hin dewlemendiyên ser û bin erdê ên girîng ji hemwelatiyên xwe jî wergirtin û kirin malên dewletê. Mesela millîkirin û mîrîkirina(devletleştirme) petrolê, av, çem, gol û daristanan, ya madenên bin erdê û hwd. ew karûbarê avakirin û tekûzkirina hegemoniya millî bû ku di çarçeveyên dewletên millî de dibûn.

Li hemberî mal û sermiyanê milletên din xwedî li mal û sermiyanê xwe yê millî derketin. Yên li Tirkiyê mezin bûbin divê di bîra wan de be ku heta van salên dawiyê jî her salê kampanya dihatin li dar xistin ku xelk malên biyaniyan nestînin an nexwin ên jicî bistînin. Tarîx eşkere nîşan dide ku li hemberê burjuwaziya ermenî, rûm an yahûdî dewleta tirk mil da burjuwaziya tirk, îmkan, mal, milk û sermiyanên wan bi awa û riyên rengareng ji wan stendin û dan burjuwaziya tirk.

Heke meriv teşbîhekê bike, meriv dikare bibêje ku her milletî makîneyeka welê ya bizirx ava û tekûz kir ku karibû li hemberî makînên zirxpûş ên din hebûna xwe biparêze. Bi vê zirxpûşiyê re hin xusûsiyetên din jî hatin. Awayê avakirina dewletên burokratîk ên merkezî yên unîter, bûn awayê piraniya van dewletan. Hukmê siyasî, carinan jî(wekî li Asya û Afrîkayê) yê siyasî-eskerî hegemoniya xwe li ser muessesên dewletê yên din û li ser civaka sivîl danî, paytext bi berpirsiyarî û fermanan hat çekdarkirin ku hukmên herêman qels bûn, îdare bi her awayî ji paytextan hatin kirin. Li wan hin welatên Awrûpayê yên federal û desentralîze avakirî jî, piranî belkî li ser esasê lihavkirin û konsesusekê fermanrewatî di navbera desthilatdariya merkezî û yên herêmî, an eyaletî de hatin parvekirin jî formasyona merkezî û burokratiya wan xwe da diyarkirin, rola dewlet û burokrasiyê di jiyana aborî, siyasî, civakî û kulturî de xwe da hîskirin.

Di nav van dewletên millî de, gellek grûb an sub-grûbên etnîkî, yên millî, dînî, mezhebî, kulturî an dialektî hatin piştguhkirin; hatin înkarkirin an îhmalkirin. Di halê herî baş û niyetçak de ji bo ”yekîtî, hebûn û xwediyarkirina millî” an berjewendiyên millî, ev xusûsiyetên sub-grûbî hat xwestin ku bên rakirin. Li piraniya welatan mafên wan ji wan hatin stendin an înkarkirin, zor û neheqî li wan hat kirin. Ew li ber yekîtiya millî wekî bend hatin nîşandan. Vê yekê rê da ku li gellek welatan bi navê hebûn û yekîtiya millî an suverînîteya dewleta millî, hin millet an eqaliyetên din hatin bindestkirin.

Ev yek li Ewrûpayê jî û li derên din ên dinyayê jî bi vî awayî pêk hatin. Mesela gava hat gotin fransiz an dewleta Fransayê, hat îddîakirin û ji bal dinyayê jî hat qebûlkirin ku dewleta Fransayê ji milletekî pêk tê ku ew jî milletê fransiz e; hebûna korsîkî, katalonî, baskî û hinên din yan hat înkarkirin, an îhmalkirin, ew ji mafên xweîdarekirin, pêşdexistin û geşkirinê hatin bêparhiştin. Îngîltere jî bi vî awayî bû. Mafên îskoçî, galî û valan ji bo xatirê ”yekîtiya millî ya îngilîzan” hat binpêkirin, heta belkî ew civak wekî stiriyên ser riya vê yekîtiyê hatin dîtin. Ka em bifikirin carekê ku em kurd bibûna xwedanê dewleteka millî, me yê konsepta milletê kurd bi çi awayî diyar bikiraya: Li welatê me ji bilî kurdan, ermenî, suryanî, asûrî, keldanî, rûm, yahûdî, tirk û ereb hebûn. Em ji alî diyalektan ve kurmanc, soran, dimilî, lor û hewramî û hin zaravên dinê ji hev cuda ne. Em musulman, êzîdî, xiristiyan û yahûdî ne. Em sunnî, elewî an ehlê heq in. Terîqetên cuda di nav me de hene. Di rewşeke wiha de me yê milletê kurd û xusûsiyetên wî yên gelemperî yên muşterek bilind bikiraya, lehceyek bikira zimanê resmî û yên din îhmal bikira, me yê belkî mafên wan grûbên etnîk ên din, wan cudatiyên dîn, mezheb, ziman û herêman nedana wan. Çimkî diviya me milletek pêk bianiya. Her wekî li Tirkiyê welê bû. Ji bilî Tirkan, ji bilî xusûsiyetên wan ên gelemperî û muşterek yên din hemî hatin înkarkirin û îhmalkirin, hebûna me kurdan û millet û eqaliyetên din nehat qebûlkirin, gava me doza mafên xwe jî kir, em li ber yekîtî û pêşveçûna millî wekî bend û stirî hatin dîtin.

Vî awayê avabûna dewleta millî, an vê konsepta millî ya ku hat qebûlkirin ne xas e bi Tirkiyeyê tenê ve, her çendî di warê bidestxistina maf û azadiyên grûb û herêman de Hindistan ji Tirkiyeyê sed û heştê derece cuda ye jî, li wê derê bi xwe jî behsa dewleteka millî ya tenê tê kirin û muşterekiyên milletê hindî yên giştî tên berpêşkirin, mafên grûb û herêman tê îhmalkirin. Loma jî çendîn her welatî di guherîn û pêşveçûna xwe de riyeka taybetî daye ber xwe jî, ev hin xusûsiyet in ku li seranserî dinyayê ji derbasbûna civaka çandiniyê ber bi ya îndustriyê damga xwe kêm zêde li avabûna dewlet û civakan xistin, pişt re paralel bi dereceya bicîhbûn û geşbûna demokrasiyê, ev xusûsiyet her çendîn li hin welatan bere bere zeîf bûn jî heta îro her hatin.

Ber bi civaka agahiyê de veavabûna dewletên millî û rewşa navnetewî

Lê îro ku em ji civaka îndustrî ber bi civaka agahîyê û ragihandinê ve diçin, taybetiyên ku bi vê civakê re rû didin; yanî pir-nasyonelîzebûn, transnasyonelîzebûn û înternasyonalîzebûna sermiyan, kar, mal, xizmet û kulturê, rabûna mesafeya navbera cihan û tiştên her wekî din, darbeyeka mezin li vî zirxê dewleta millî dixin.

Bi vê yekê qesda min ne ew e ku dewletên millî ji holê radibin. Na, dewletên millî hene û wê hê hebin jî. Lê rewşa nuh welê lê kiriye ku ew wî zirxê xwe ji xwe dikin. Em avabûna îro ya welat û civakên Awrûpayê bidin ber çavên xwe: Avabûna Yekîtiya Ewrûpayê ku gumrik ji navbera endamên vê yekîtiyê rakiriye, sermiyan, mal û xizmet bi serbestî çi li Ewrûpayê û çi jî heta dereceyekê li hin welatên derveyî wê jî diçin tên, çûn û hatin û danûstendina civakên dinyayê bi hev re, ew perspektîfên ku hemû dewletên dinyayê ji bo rojên pêş didin ber çavên xwe, diyerdeyên vê yekê ne. Li Yekîtiya Ewrûpayê parlamento, hukumet, wezaret û muesseseyên muşterek ên rêvebirinê ava bûne. Dadgehên navnetewî û yên Ewrûpayî biryaran didin ku dewlet û hemwelatiyên dewletan mecbûr in guh bidin van dadgehan. Pereyekî muşterek ê têkeve tedawulê.

Rola Neteweyên Yekbûyî, ya NATO-yê û rêxistinên navneteweyî an herêmî yên din ji nuh ve tê minaqeşekirin û ew ji nuh ve tên avakirin. Tevgerên demokratîk, ên hawirdorparêz/jîngeparêz, maf û azadîparêz, sendîkayên karkiran yên navnetewî dadimezirin, yên damezirandî geş û xurttir dibin. Çapemenî û medya, unîversîte û dezgehên zanistî yên din kar û barekî li ser esasê qadeka navnetewî dimeşînin û hwd.

Ev rûdan hemû derbeyekê li wî zirxê millî didin û wê diperçivînin, darbeyê li sîstema wê fermanrewatiya burokratîk a merkezî ya dewletên millî dixin. Dewletên millî mecbûr dibin wî zirxî ji xwe bikin, dev ji beşeka girîng a wê fermanrewatiya xwe ya merkezî ya burokratîk berdin. Gotineka serokkomarê Tirkiyê Suleyman Demirelî hebû ku digot ”em ê qereqolên xwe şefaf bikin”. Ji qewlê wî ve dewletên millî yên ser ruyê erdê destpê kirine xwe şefaf dikin, derî û pencereyên nuh di dîwarên xwe de vedikin. Mişterekiyeke nuh bi yên dî re peyda dikin. Wê avayiya hişk a merkezî qels bibe, desentralîzasyonek di dewletan de rû dide, dewlet ji warê aborî û bazirganiyê û gelek aliyên jiyana civakî vedikişe û biçûk dibe. Civaka sivîl di jiyanê de bêtir dibe xwedanê însiyatîfê, dewlet bi rastî jî êdî dikeve bin xizmeta hemwelatiyan, herêm mafên hin warên fermanrewatiyê ji merkezê distînin. Herêmên cografî, millet û kêmasiyên millî grûb û sub-grûbên millî, dînî, mezhebî û kulturî digihîjin mafên pirtir. Hemû ew hebûn û dewlemendî û cudayiyên ku di nava van dewletên millî de hebûn ji tengasiya bihnçikîner a wê zirxpûşiyê rizgar dibin û bîhnekê vedidin, îmkana pişûdanekê/vehêsanekê ji xwe re dibînin.

Em bi xwe dibînin ku di dema me de li Ewrûpayê di dewletan de desentralîzasyoneka berfirehtir rû dide, herêm zêdetir dibin hukumran, li cihên wekî Îspanyayê, Îngîltereyê, Fransayê bi referandûm û bi riyên lihevkirin û konsensusan, herêm, millet û grûbên etnîkî mafên xweîdarekirinê distînin. Dewletên sosyalîst hilweşiyan, ji bin kavilên wan gellek dewletên mezin û piçûk ên din derketin. Ew bi xwe jî îro xwe mecbûr dibînin ku mafên zêdetir bidin herêm û grûbên nava xwe. Tirkiye bi xwe jî îro tevlî wê barbarî û paşdamayina xwe behsa piçûkkirina dewletê, desentralîzebûnê û gellek tiştên din dike. Em bala xwe bidin Îsraîlê. Îsraîl ku dewleteka piçûk e di nav bîst dewletên ereb de û di rewşeka ew qas dijwar de ye, ew bi xwe jî ji bo ku li Rojhilata Navîn ji bo milletê xwe rewşê normalîze bike, da ev millet di bazar û bazirganiyeka serbest a berfireh a herêmê de cihê xwe bigre, pê qayil dibe ku heta dereceyekê mafê otonomiyê bide filistîniyan, pirsgirêkên xwe bi ereban re çareser bike û bi wan re têkeve nava jiyaneka navnetewî ya serbest. Bi gotineka din ji bo ku sermiyanê yahûdî di nav ereban de di herêmê de serbesttir biçe-bê, qebûl dike ku beşek ji fermanrewatîya xwe teslîmî filistîniyan bike. Nexwe îsraîlî îdî wê yekê dibînin ku dinyayeka wilo peyda buye ku ji îro pê ve meriv ne mecbûr e bi wan rê û dirbên berê têkiliyên xwe bi ereb û filistîniyan re bimeşîne, meriv dikare têkilînî din ên li ser esasê jiyana hemdem a nuh deyne û bi saya wan jî bijî, serbilind be, di garantiya pêşveçûn û dewlemendbûnê de be. Îsraîlî bi zîrekiya xwe vê rastiya nuh dibînin û îradeyek li cem wan heye ku ber bi wê de gavan bavêjin.

Di vê civaka nuh a agahiyê ya înternasyonalîzebûyî de ferd, bi serê xwe bihêztir dibe, wekî hemwelatiyekî, ferd, li gor do îro azadtir û bihêztir e. Şexs li hemerî grûba xwe ya etnîkî, dînî, mezhebî an kulturî azadtir dibe, grûbên piçûk li hemberî grûbên mezin, kêmasiyên nava dewletê li hemberî milletê serdest an ê pirranî, herêm li hemberî fermanrewatiya merkzî ya burokratîk û hemû hemwelatiya sivîl, anku civaka sivîl li hemberî dewletê, li hemberî burokrasiya navendî bihêztir û azadtir dibe. Ev xusûsiyetek an hê rasttir tendensek e ku bi hatin û pêşveçûna civaka agahiyê re xwe nîşan dide; i sîstema kontrolê ber bi sîstema zanyariyê ve…

Di vê prosesê de îro rewş hatiye derekê ku civak ber bi otomatîzebûyinê ve diçe. Komputer bi hemû awayî ketiye jiyanê. Berê qonaxê ber bi wê yekê ve ye ku ji xeynî xizmetên giştî, karûbarên koordînasyonê û yên ilmî û lêkolînan; li fabrîke, dikan, banke, buro, borse, bazar û warên din ên berhemhênanê, hemû karûbar û bizav bi bêyî destlêdanê dê berhem û encamên xwe derînin û bidin xizmeta însaniyetê. Îmkan derketiye ku ji bilî wan warên binavkirî jiyan tam, li wan deran jî nîv-otomatîze bibe.Yanî di jiyana aborî û xizmetê de para hersedêya(prosenta) rola însanan ê gellek kêm bibe. Prosesa rola komputerê ji roja ku derketiye û heta îro ji sedî sed hatiye guhertin. Berê komputer ji bo wê yekê hat lidarxistin ku wekî bankayekê agahdarî û zanînan di heqê buyer û însanan de tescîl bike û bi vî awayî di destê dewletê û burokrasiyê de bibe wasiteya kontrolkirin û çavdêrîkirina însanan, civakan û bûyeran. Dewletê ji bo kontrolkirin û garantîkirina nîzam û întîzama heyî, komputer bikar dianî. Bi vê rola xwe komputer di destê mekanîzma burokratîk û desthilatdariyên siyasî de li hemberî hemwelatiyan dihat bikaranîn. Lê îro piştî pêşveçûna komputerê ber bi sîstema agahiyê û ragihandinê piştî derçûna înternet, întranet, multîmedia, sîstema vîrutel a li ser esasê înteraktîviyê, komputer bi esasî ji wasitetiya kontrolkirinê derket, rola mezintir a wê welê guherî ku di destê hemî hemwelatiyan de bû sîstema agahîwergirtin û ragihandinê.

Îro torreka ragihandinê ya welê li ser esasê agahdariyê ava bûye ku ez dikarim li malê, li ber komputera xwe rûnêm û bi hemû unîversîte, zanîngeh, kutubxane, medya, hukumet, parlamento, arşîvxane, laboratuar, alim, zana, hunermend û kesên normal ên ser ruyê erdê re yên ku xwe bi înternetê ve girê dane têkilîyan deynim. Ez dikarim ji Swêdê di çend saniyan de xwe bigihînim merkezeke ji wan merkezên binavkirî yên Japonyayê û heke ew der ne bi dilê min be, piştî çend saniyên din dişêm xwe bi bingeheka dinê ve girê bidim, ew agahdariyên ku ji min re lazim in, ez, wan ji wan navendan ji bo xwe bînim. Heke min daxwaz, hêvî yan jî pirsek hebe ez dikarim ji wan bikim û ew jî piştî du sê deqîqeyan de bersîva min bidin. Ez dikarim li mala xwe rûnêm û bi xeta înternetê xwe bigihînim rojnameyên Tirkiyê bixwînim, pişt re biçim yên Amerîkayê û pişt re jî biçim yên Misrê bixwînim ku ji bo van hemû karan nîv saetek derbas nebûbe. Ez dikarim çi xeber an rismê ku di wan de ji min re lazim in, bînim, kopya bikim, di komputera xwe de bi kar bînim. Ez dikarim li mala xwe taqîba hemû ajansên dinyayê bikim û ew xeberên min divê bibihîzim an bixwînim….

Ez bi riya posteya elektronîk dikarim nameyan ji nivîskarên rojnameyan, ji parlamenterên welatên cuda, ji mamosteyê xwe yê mektebê yan ji hevalên xwe re bişînim û ew dikarin piştî çend deqîqeyan bersîva min bidin. Di torra ragihandina înternetê de grûbên cuda yên guftûgo û munaqeşeyan ava bûne ku gellek pirsên cuda yên jiyanê minaqeşe dikin. Her yek ji wan li quncikekî dinyayê rûniştiye û bi hev re danûstendinê dikin. Ez dikarim tevî minaqeşeya wan bibim. Ez dikarim wekî ku ez bi telefonê bi yekî re diaxivim bi wan re biaxivim.

Di mesrefa van hemû pêwendiyan de ji bilî endametiyeka piçûk a mehane; em bêjin heke ez li Swêdê bim û yek ji wan li Japonyayê be, mesrefa ku ez serê deqîqeyê bidim qasî wê mesrefê ye ku wekî ez bi yekî ji bajarê xwe re biaxivim.

Heke ez lêkolînekê dikim an meqaleyekê dinivîsim an ji bo tişekî din min agahdariyek divê, ez dikarim navê wê yan jî gotinekê ji behsa wê li programê lêgerînê bar bikim, ew di navbera çend saniyan de li ser wê behsê çend metin û dokument li ser ruyê erdê yên bi torra înternetê ve girêdayî hene bicivîne û lîsta wan bîne têxe komputera min, ez di komputera xwe de dikarim yeko yeko li wan binêrim. Dokumentek dikare ji kutubxaneya Stockholmê be ya din ji ya Qahîrê û ya din ji ya Tokyoyê ya din ji ya Sydneyê be. Ji bo berhevkirina van agahdariyan êdî ne lazim e ez bi rojan li bajar û kutubxane û arşîvên ser ruyê erdê bigerim, ku ne perê min, ne wextê min û ne jî taqeta min têrê dike. Hemû van tiştan di navbera çend saniyan de komputer ji min re dike. Ji bo min êdî mesela dûrbûn û mesafê ji holê rabûye, her çendî ez li Östersundê jî rûdinêm, mesafeya hemû kutubxaneyên dinyayê ji bo min bûne qasî hev. Ew jî ew mesafe ye ku di navbera serên pêçîkên min û tûşên komputerê de ye. Gava min serê pêçîka xwe gihand tûşê nexwe min xwe gîhand wan bîblîyotekan jî. Maneya vê ew e ku wekî şexs, wekî hemwelatî îmkana bidestxistina agahdariyê ji bo min gellek xurt buye; ez dikarim hem erzan, bi perê bêrîka xwe, hem zû di mudetê çend deqîqe û saniyan de û hem jî pirr; bi milyonan dokument bicarekê de û ji çar quncikên dinyayê agahdarî wergirim û bi her derê dinyayê re pêwendiyan deynim fikrên xwe pêşber bikim û îstîfade ji fikrên din bikim.

Multîmedya

Wê agahdariya ku ez distînim ne tenê ji tekstan pêk tê. Sîstema multîmedyayê ya ku derketiye, agahdariyê bi tekst, bi deng, bi şikl û grafîk û bi fîlmên biliv dide min, Grafîk, şikl û fîlm li ser esasê 3 bejneberiyê (dîmensîyoneliyê) û bi deng re jî ji bo min dinyayeka welê ava dike ku hema hema wekî dinya rastîn e. Mesela em bêjin li serê çiyayekî Kurdistanê pêşmerge, an gerîlayek heke komputerek, telefoneka mobîl û modemek pê re hebe li gel kamerayekê ew dikare di wê gavê de fîlmê şerî bikêşe, li Ewrûpayê bigihîne navenda televîzyona Medê û piştî nîv saetê, di nûçeyan de, ne ku her tenê bi tekst lê bi deng û fîlm jî nûçeya şerê wan li ser ruyê erdê belav bibe. Heta ez bi xwe li mala xwe tenê bi saya komputera xwe dikarim wê xeberê bibihîzim û temaşe bikim. Em kesên ku têkiliyên wan bi înternetê re hene, wekî şexs dikarin deng û wêneyan ji bo hevdû bişînin.

Ferd bihêztir û azadtir dibe

Rûdana han wê yekê jî diyar dike ku bi hebûna vê sîstema ragihandinê kes û civakên bihêz ji xwe fêdê ji vê digrin lê kes, hêz an grûbên jar ên xwedanên kêmîmkan jî dibin xwedanê îmkaneka xurt a bidestxistina agahîyan, zanînê, xwediyarkirinê, xwenîşandanê, dibin xwedanê îmkana bihîstandina dengê xwe.

Em bêjin ez nivîskarekî kurd im. Min kitêbek nivîsî. Heta niha rewş welê bû ku heke weşanxaneyeke kurdan xwe da ber wê kitêbê û ew çap kir jî, îmkanên min û yên wê weşanxaneyê nîn in ku kitêba min li hemî welatên Ewrûpayê, li nav kurdan belav bike da ew bibînin û wê bikirin. Ji ber wê jî pirrê caran heke kitêba min hêja be jî, ji ber bêîmkaniya belavkirinê, di destê weşanxaneyê de dimîne û nayê firotin. Heke hin zanînên hêja jî di wê de hebin kurdên xwendevan ji wê bêpar dimînin. Yan jî em bêjin hêzên me kurdan yên siyasî li Tirkiyê rojnameyan didin weşandin. Lê li Tirkiyê dezgeha belavkirinên weşanan di destê rojnameyên wek Hurrîyetê de ye. Ew ji bo ku ji fikrên rojnamên me ne razî ne, wan belav nakin. Dimîne ku hêzên me yên siyasî bi îmkanên xwe yên rêxistinî wê belav bikin ku ew jî gellek mehdûd e û kil û kêmasî tê de peyda dibin. Xwendevanên kurd bi berfirehî ji xwendina wan rojnameyan bêpar dimînin.

Lê îro bi saya torra înternetê îmkanek peyda bûye ku wekî siyaset, wekî grûbek nivîskar an wekî nivîskarekî bi tenê heke min rojnameyek derxist an kitêbek nivîsî, ez jî dikarim qasî Hurriyetê xwedan îmkan bim kitêba xwe an rojnameya xwe di torra înternetê de bicîh bikim ku dinya hemû çiqas dikare biçe bala xwe bide Hurriyetê ew qas jî dikare bide kitêb an rojnameya min.

Vê gavê Özgür Politika her roj dikeve înternetê, îmkana xwendina wê jî ji alî teknîkî ve qasî îmkana xwendina wan hemû rojnameyên mezin ên ser ruyê erdê ye. Ev torr, yeka wisa ye ku ne gumrik û hudûdan, ne otorîteya dewlet û ordiyan, ne jî sansuran nas dike. Özgür Politka çawa li Ewrûpayê tê dikeve mala min, her wiha jî dikare here li Diyarbekirê têkeve mala yekî kurd yan li serê çiya ber destê grûba şerkarên kurd di şikeftekê de. Nexwe teknîkê îmkaneka wiha daye ku ji bo belavkirina fikr û zanîna xwe îmkana yên ku bi milyaran pere dikarin li rojnameya xwe bikin û yên ku belkî nikarin hezar kronî serf bikin buye yek. Ev diyarde ya wê yekê ye ku ferd û grûbên piçûk çiqas bi hêz bûne û çiqas azadî bidest xistine. Cardin em numûneyekê ji xwe kurdan bidin. Em bêjin ku grûbeka çekdar a şerkerên kurd li çiyayekî digerin, şer dikin û di şikeftên çiyê de xwe disitirînin. Teknîk hatiye merheleyeka welê ku heke komputereka seyar, telefoneka mobîl û modemek bi wan re hebe ew dikarin ji wê şikefta ser çiyayê Kurdistanê di riya înternetê re pêwendî bi parlamentoya Stockholmê re, bi merkeza zanîngeha kurdî re ya ku em bêjin li Awrûpayê ye, bi Unîversîteya Oxfordê re, bi rojnameya New York Times re, bi bîblîoteka Petersburgê re an bi fakulteta tibbê ya Universiteya Kentucky re deynin, hem agadariyên li ser kurdan, hem zanyariyên tibbî yên xweparastin û tedawiyê, hem nûçeyên dinyayê, hem kursên ziman hem jî zanînên siyasî, eskerî û teknîkî û hwd ji bo xwe werbigirin û li wê derê programekî çêkin, pê xwe bigihînin. Hetta hin ji wan dikarin ji wê derê qeyda xwe li unîversîteyekê ji unîversîteyên Ewrûpayê çêkin, dersên wê taqîb bikin, pirsan ji wan bikin, wextê îmtîhanê pirs ji wan re werin, bersîvên xwe binivîsin û bişînin, yan jî guhdariya dersan bikin û bi telebeyên sinifê re li ser wê dersê têkevin minaqeşeyan.

Yan jî em bêjin ku doktorek heye di wê grûba şerkeran de, şerek çêbûye û yek ji pêşmergeyan birîndar buye, divê ew emeliyat bibe, lê li nik doktorî kitêb û agahdarî nînin. Ew doktor dikare bi unversîte an nexweşxaneyeka Ewrûpayê re têkilî deyne, pirsiyaran ji doktoran bike, doktor pirsiyaran ji wî bikin heta risman bişîne an fîlmên 3 bejneberî (dîmensiyonel) ên vîrtuel ên li ser laşên însanan bi hemû teferuatên xwe di arşîvên wan unîversîte an fakulteyan de hene, ew bi xwe li wan binêre, bibîne, bikaribe li ser birînê bigihîje netîceyekê, tiştê lazim bike û jiyana wî pêşmergeyî xelas bike.

Di torra ragihandinê de bajarin ava bûne ku ji wan re bajarên vîrtuel tê gotin. Ez li mala xwe, li ber komputera xwe rûdinêm, xwe bi înternetê ve girê didim, navnîşana bajarekî ji wan bajarên vîrtuel didim û diçim ber dergehê wî bajarî, ez dikevim bajêr. Heke ez cara pêşîn çûme wî bajarî û min divê ez warekî li wî bajarî ava bikim, gerrek û taxên wî bajarî hene, kolan û ceddeyên wî û li ser wan kolanan jî avayiyên vîrtuel hene ku ez dikarim biçim xaneperrekê(home page) ji bo xwe tê de hilbijêrim, kirê bikim, têkevimê, agahdarî, zanyarî, rism û muzîka li gora dilê xwe tê de ava bikim, li gora dilê xwe bixemilînim. Ez dikarim ji wê malê xwe bi wan merkezên vîrtuel ên ser ruyê erdê girê bidim ku min divên. Di wî bajarî de, ez dikarim ji mala xwe derkevim biçim bazara bajêr, meydana kirîn firotinê, dikanan, qehwexaneyên vîrtuel ên ciyên sohbet û munaqeşeyan. Li wê derê, hin munaqeşeya siyasî dikin, hin li ser sporê diaxivin, hin behsa têkiliyên jin û mêren dikin, hin li ser dînan sohbet dikin. Zanîngeh, arşîv û şêwirgehên wî bajarî hene ku ez dikarim biçim ji wan fêdê bistînim. Hilbijartinên wî bajarî hene, ez dikarim li ser avabûn û geşbûna bajêr, li ser xizmeta wî bajarî û li ser hilbijartina serokbelediye û berpirsiyarên wî bajarî, dengê xwe bidim, fikra xwe diyar bikim. Hemşehriyên wî bajarî jî yeko yeko dikarin pêwendiyan bi min re deynin.

Peydabûna dinya sisiyan

Maneya vê çiye? Hin alim hene diyar dikin ku bi avabûna vê civaka agahiyê di jiyana însanan de sê dinya pêk hatine. Ev sê dinya ne ew sê dinya ne ku ji teoriya Maoyî hatibûn avakirin. Ji van dinyayan yek jê dinya fizîkî ya me ye, dinya maddî ye ku em tê de dijîn. Dinya duduyan, ya xewn û xeyalan e ku gava meriv dikeve xewê, an bi roj ji xwe ve biçe meriv dikeve dinya xewnan an a xeyalan, meriv tê de dijî, buyer têne serê meriv, meriv pêwendîyan bi der û dora xwe ya xeyalî re datîne; buyer, ji dinya fîzîkî gellekî wêdetir e, zeman û mekan jê re nîn in, meriv xwedanê taqeta wêdetir a dinya maddî ye; meriv difirre, bi cin û lawiran re rûbirûyî hev tê, mesafe ne xwedanê qîmetekê ye, gah meriv li vî serê dinyayê ye gah li serê din e. Heke meriv ji odeyekê derbasî odeyeka din bibe ne lazim e ku meriv di dergeh an penceran re derbas bibe, meriv hema çik li odeya din e. Meriv dikare dêw be û di eynî saniyê de bibe mêş, meriv dikare bimre, vejî û hwd. Di vê dinyaya xewn û xeyalan de her tişt dikare bibe. Lê heke meriv şiyar bû, her tişt wenda dibe û meriv dibîne ku meriv li ciyê xwe ye, tu eser ji wê dinyayê li ber meriv namînin.

Dinyaya sisiyan jî ew dinya ye ku jê re dinya virtuel yan jî sîbermekan (cyberspace, sîberwar) tê gotin. Ev dinya, ne wekî dinya fizîkî ye, meriv dikare di vê dinyayê keve, ne mesafeya zeman û ne jî ya mekan jê re heye, ew tiştên ku di dinya xewn û xeyalan de hene hema hema bi tevayî di vê dinyayê de jî hene, hudûdê vê jiyanê, xeyalên mirov in, yanî xeyalên mirov heta ku derê biçin bi mesafa hudûdê wan xeyalan meriv di wê dinyayê de dijî. Ji odeyekê bêyî ki di derî û penceran re, di pêpelûkan re derbas bibe, meriv dikare derbasî odeyeka din bibe, ji vî welatî meriv dikare biçe Norveçê, ji wir jî biçe Japonyayê an welatekî din. Ez dikarim biçim ji xwe re di kutubxane û zanîngeh an qehwexaneyên wan welatan de bigerim. Bes ev gerr, gerreka vîrtuel e, ne fîzîkî ye. Lê ne wekî dinya xewn û xeyalan e jî, ez diçim wan deran, dikarim agahdariyan bi awayê tekst, deng, grafîk û fîlman jê bînim, ez dikarim pêwendî bi însanan re deynim sohbet û munaqeşeyan bikim, ez dikarim têkevim hilbijartinan, serokê komeleya xwe, partiya xwe ya siyasî, serokbelediyê xwe, heta reîswezîrê xwe hilbijêrim, ez dikarim dersê bixwînim û dersan bidim. Yanî ez tê de dijîm, ez dikarim bi saya mudaxeleya xwe bi rastî jî di wê dinyaya vîrtuel de û di dinya maddî de guhertinan çêbikim. Bi mudaxeleya hinên din guhertin dikarin di min de çêbibin, heke ez di şikefteka serê çiyê de bim jî bi saya wê ez dikarim jiyana pêşmergeyekî birîndar xelas bikim.

Heke ez li Diyarbekirê rûniştibim jî bêyî ku polîs karibin min bigrin an rê li ber min bigrin biçim merkezeka zanîngeheka kurdî ya vîrtuel, li ser ziman, edebiyat, dîrok û rewşa civakî ya kurdan agahdarî ji bo xwe bibînim, agahdariyan bidim hevalbendên xwe yên siyasî yan jî hemwelatiyên xwe û agahdariyan ji wan bistînim û li Diyarbekirê li nava milletî belav bikim.

Ev dinya ne dinyaya xewn û xeyalan e ku meriv ji xew şiyar bibe her tişit difirre diçe, na, dinyayeka înteraktîv e ku meriv tê de dimîne, kar dike, dibizive û berheman dide. Pêwendî û rûdanên nuh.

Ev dinya ku îro ava bûye tiştin bi xwe re anîne. Tê gotin ”madem dinya wiha ber bi otomatîzebûyin û globalîzebûyinê ve diçe, gelo dinya dê ber bi ku de biçe?” Ev yek herî berbiçav xwe di jiyana aborî de û diyartirîn jî di pirsên kar û bêkariyê de derdixin meydanê. Em dizanin ku pirsa herî mezin li Awrûpayê îro pirsa bêkariyê ye. Piranî tê gotin ku sebebê bêkariyê siyaseta hukumetan an krîzên mueqqet ên konjokturel in. Tedbîrên ekonomîkî yên bi îradeya siyasî dikarin bêkariyê ji holê rakin. Hin bîrbir jî îro dibêjin ku helbet para buxranên konjukturel û siyasetên aborî yên welatan di bilindbûn û nizmbûna bêkariyê de heye. Lê ev, nayê wê maneyê ku bi tedbîrên siyasî yên heta îro heyî, dikare rê li ber bêkariyê bê girtin. Otomatîzebûyina jiyana aborî û civakî welê lê kiriye ku wekî meriv bi kevçiyan berhev ke lê bi heskê belav ke; ji aliyekî de meriv ji vir û wir de tedbîran werdigre û însanan îstîxdam dike, ji aliyê din jî otomatîzebûyîn, robotên kar û xizmetan, komputer dikevin şûna bi hezaran an milyonan karkiran, berhemên destlênedayî hê erzantir û hê zûtir dertên.

Ev, encameke welê bi xwe re tîne ku ya her ku biçe bêkarî ê pirtir bibe, yan jî divê em konsepta kar û bêkariyê biguherin û li gora wê konseptê guhertinên civakî bikin. Dinya dê were qonaxeke wilo ku tenê di warê îlm û keşfan de, di warê xizmetên giştî û koordînasyona karûbaran de însan ê di prosesa kar de bimînin, wekî din dê hemû karên din otomatîze bibin. Robot û komputer ê ji dêlva însanan karan bikin. Bi vî awayî li gora konsepta îro ê beşeka herî mezin a civakê bêkar bimîne û beşeka gellek piçûk ji însanan kar bikin.

Nexwe berî her tiştî divê em tarîf û konsepta xwe ya li ser kar biguherin. Divê kar ne tenê ew be ku meriv biçe bi meaş di fabrîke, daîre an warekî din de bizava berhemhênanê bike. Her mijûliyên ku insan jê hez dikin û pê dibilin divê ji kar bên hesabkirin. Her wekî mijûliya yekî ya resimkêşiyê, şairiyê, sporê, biliyana bi edebiyatê, kolleksîyonî, biliyana bi muzîkê û karûbar û mijûliyên din jî ku niha wekî hobî tên qebûlkirin divê têkevin nava tarîfa kar.

Mesela wergirtina meaş jî, di civakekê de, divê were rewşeka wilo ku bibe mafê hemwelatîtiyê. Çawa îro gava meriv hemwelatiyê welatekî tê ser ruyê erdê, hin mafên hemwelatîtiyê wekî mafê dengdan û hilbijartinê çawa ji bo meriv bê qeyd û şert tê dayîn, mafê meaş wergirtinê jî ji bo her hemwelatiyekî bibe mafê hemwelatîtiyê yê bê qeyd û şert. Ji vê re dikare bê gotin meaşê hemwelatîtyê. Lê ew kesên ku ji bilî vî meaşî, diçin karekî bi pera jî dikin divê ew destmiz di ser vî meaşê hemwelatîtiyê re ji bo wan bê dayin û hwd. Axir min nevê ez di van pirsiyaran de dûr û dirêj biçim. Tenê dixwazim destnîşan bikim ku pirs û munaqeşe hatiye heta vê derecê.

Demokrasiya vîrtuel

Diyardeyeka din jî rû daye ku hin pirsên din jî dide minaqeşekirin. Gelo jiyana siyasî, rewşa demokrasiyê, pirsa îradeya civakê û hemwelatiyan ê bi çi awayî bê guherîn. Em îro, di wan welatan de ku demokrasî li wan heye, di nava şertên demokrasiya temsîlî de dijîn. Yanî ji bo ku em hemwelatî nikarin bi derbekê de li ser pirsekê biryarê bidin, em berê nunerên/temsîlciyên xwe hildibijêrin, ew diçin di parlamentoyan de li ser navên me biryaran didin, qanûnan derdixin hukumetan datînin û hildiweşînin.

Lê em dizanin ku di tarîxa destpêkê ya demokrasiyê de demokrasî wiha nedibizivî. Mesela di dema Yunana Antîk de demokrasiya rasterast(demokrasiya dîrekt) a bajaran hebû. Hemû hemşehriyên wî bajarî ku wê çaxê ji wan re hemwelatî dihat gotin, diçûn li meydanekê diciviyan, pirsên xwe minaqeşe dikirin û bi dengdana rasterast biryar werdigirtin. Lê piştî ku nifûsa însanan zêde bû, ew li ser ruyê erdê, li gellek bajar, welat û qitayan belav bûn îdî îmkana civiyana li meydanekê û dengdana rasterast nema, ji dêlva wê ve hemwelatiyan li ser navê xwe hin însan hilbijartin, ew çûn li derekê civiyan, ji dêlva hilbijêrên xwe ve dengê xwe dan û biryar wergirtin. Bi vî awayî demokrasiya temsîlî derket û heta roja me ya îro bi rengarengiya xwe geş bû û pêş de çû.

Lê îro ji nuh ve, bi saya jiyana komputerîzebûyî ya ku jê re tê gotin civaka agahiyê ku ferqa mesafa navbera zeman û mekanan nemaye û teknîk welê pêşde çûye ku îmkanê dide ku her hemwelatiyek di pirsên curbecur ên welêt de bibe xwedan deng û biryar, her hemwelatî dikare bi xwe dengê xwe bide, îdî jê re ne lazim e ku yekî bişîne parlamentoyê ku ew ji dêlva wî ve deng bide. Em dizanin ku bi alîkariya şopa pêçîkan an avabûna çavî her kes dikare şexsiyen xwe binasîne û bi saya komputerê ji mala xwe dengê xwe bide. Em bêjin ku hukumeta Swêdê budçeya Swêdê a 1998-ê amade kiriye û dixwaze ew bê tesdîqkirin. Îro rewşa teknîkî hatiye merheleyeka welê ku her hemwelatiyê swêdî dikare bi xwe dengê xwe li ser budçeyê bide; bê ka bê qebûlkirin an na. Nexwe şert û mercên demokrasiya rasterast bi awayekî nipînuhtir peyda bûne.

Heta em bêjin ku di rewşa îro de heke hemû pirsên civaka seranserê welêt nebin jî hin pirsên wan, an pirsgirêk û hilbijartinên belediyan, yên partiyên siyasî, sendîke û komeleyan dikarin bi vî awayî bi riya dengdanên rasterast bên çareserkirin û biryardan. Hemwelatî, hemşehrî an endam ne mecbûr in îdî hinan li ser navên xwe hilbijêrin ku ew biçin di parêlamentoyan de, di meclisên belediyan de an di kongreyên partî, rêxistin û sendîkayan de temsîla wan bikin. Qada hemû welêt, ya tevayiya bajarekî an berfirehiya her partî û rêxistinekê ji bo kesên endam û beşdarên wan bûye platformeka rasterast a sohbet, agahdarî, minaqeşe û biryar wergirtinê.

Helbet ev pirseka piralî ye ku hin encamên din jî bi xwe re tîne; wekî di rojên pêş de gelo ê rola siyasiyan, ya partî û meclisan, ya rêxistinan ber bi ku de biguhere. Lê em nakevin van minaqeşan, tenê balê dikşînin ser û derbas dibin.

Mesela demokrasiyê jî her wiha ye. Gelo ê demokrasiyeka rasterast pêk bê an na, yan ê tiştekî di navbera demokrasiya rasterast û ya temsîlî de derkeve, ku jê re ”demokrasiya vîrtuel” an ”demokrasiya dîjîtal” tê gotin, em nakevin kûrayiya van pirsan jî. Çend pirsinî din jî hene ku divê ew jî li vê derê bi xetên qalind bên destnîşankirin. Yek jê ew e ku madem em dibêjin ev sîstema han sîstemeka wiha ye ku ê li nik ferd û grûbên piçûk jî belav bibe, nexwe ev îmkan dikeve destê kes û grûbên zirarder jî. Bazirganên seks û pornografiyê, pedofîl, hêzên nîjadperest, terorîst û krîmînel, diz û mafîa û yên wekî van jî ê vê torrê û sîstemê ji bo armancên xwe yên kirêt bi kar bînin. Ji niha ve dest bi van karan bûye, lê têkoşîna li hemberê van jî ji bal civak û dezgeyên civakê yên meşrû ve dest pê kiriye. Divê em ji bîr nekin ku ev kes û hêzên xerab û zirarder, di civaka maddî bi xwe de jî hene, serêşandinên mezin ji bo civakan peyda kirine. Lê civak li hemberî van bi qanûnan wasite û dezgehên rêlibergir ên aborî, hîndekarî û huqûqî û yên cezadariyê têkoşînê dide. Pirseka din jî ew e ku ev teknîk û sîstema ku îro pêş de dikeve, li wan welatên pêşkeftî di destê herkesî de nîne, hin beşên civakê ji vê yekê bêpar in. Welatên paşdemayî jî têra xwe ne xwedanê wê îmkanê ne ku karibin bingehê teknîkî û zanyarî yê vê torrê li welatê xwe raxin.

Pişt re, ev teknîka pêşkeftî, kare têkeve bin monopola wan şîrket û hêzên ku wê dertînin, pêş de dixin û dixin piyasê. Gava welê be, alim, kaşif û teknîker jî ê têkevin bin emrên wan. Nexwe zanyarî dikeve bin monopla hin grûbên piçûk ên elît û tevayiya civaka ser ruyê erdê, mecbûr dibe li destê wan binêre, ew ji zanyarî û agahdariya di destê xwe de çi berdin, heta ku derê berdin û bi çi awayî berdin civak ê mecbûr bibin ku ew qas werbigirin. Geva welê be, dê îmkana îdarekirina civakên dinyayê tekeve bin destên grûbên elît ên piçûk. Helbet ev pirseka gellek ciddî ye. Pirsa wekhevî û newekheviyê, ya heq, huqûq û edaletê ye. Lê ji bo ku pirseka wiha heye em nikarin bêjin ku divê em dev ji pêkanîn û pêşdexisitna vê sîstema nuh berdin. Em bixwazin jî em nikarin rê li ber vê pêşveçûnê bigrin. Ev pêşveçûn divê her hebe û wê her hebe jî. Divê rojekê zûtir em vê rastiyê bibînin û berê têkoşîna xwe bidin wê yekê ku ev bêedaletî û xetera nuh a ser ruyê erdê çawa dikare kêm bibe, heke îmkan heye ji holê rabe.

Carekê ev sîstem yeka welê ye ku yên wê derdixînin nikarin di nava destê xwe de bihêlin, divê bi berfirehî li nav civakê belav bikin. Qezenca şîrketan di belavbûna vê sîstemê de ye ku li her welatî, herkes bibe xwedanê wê û zanibe wê bi kar bîne. Pişt re di vê dinya globalîzebûyî de ew nikarin tenê bi civakên pêşkeftî bimînin, lazim e ew muhawele bikin ku li nava welatên paşdemayî jî teknîk û zanîna bikaranîna wê belav bibe. Berjewendiyên berpirsiyar, desthilatdar û xwedanhêzên welatên paşdemayî jî di wê de ye ku ev torr belav bibe.

Lê helbet ew belaş vê torrê li ser ruyê erdê belav nakin. Meriv dibîne ku heta ji destên wan tê dixwazin maliyeta wê ji bo kes û hemwelatiyan erzan be, heta li gellek ciyan dewlet xwe dixe bin avakirina înfra struktura wê. Nexwe wekî bacder, bikarhêner û dengderan divê hemwelatî warên têkoşînên bi wî awayî peyda bikin û bi daxwazinî bi wî awayî rabin ku zanyarî jî di destên hinan de nebe monopol û ew bêedaletiya ku heye heta îmkan tê de heye ji holê rabe.

Ji xwe têkoşîna heq, huqûq edalet û wekheviyê ya îmkana pêşkeftin û geşbûnê ji bo herkesî, ne tiştekî nuh e, li ser ruyê erdê, ji destpêka dîroka însaniyetê her hebûye û wê hebe jî. Li vir, ya esas ew e ku ev têkoşîn hay ji vê rewşa îro hebe û xwe bi daxwaz û pêdiviyên vê dewrê bixemilîne.

Di vê beşê de girêdayî bi vê meselê aliyekî din jî heye ku ew jî pirseka girîng e divê ew jî bê destnîşankirin. Di beşên derbasbûyî de me got îro îmkan vebûye ku hemwelatî îdî rasterast biryaran li ser pirsên civakî ên derûdora xwe, ên bajar û welatên xwe bidin. Lê pêwendiyên heyî rê li ber vê yekê digrin. Ev, wekî wê meselê ye ku demekê ji ber rewşa aborî ya jinan û ya bêmilkiyetan, ji ber rewşa dewlemendî û serdestiya beşek ji mêran, jinan û mêrên bêmilk nikarîbûn di hilbijartinan de dengê xwe bidin. Têkoşîneka mezin ji bo vê hat dayin da bêyî ferqa dewelemendî û feqîriyê, bêyî ferqa jin û mêran, mafê her hemwelatiyekî xwedanruşt û dengekî hilbijartinê bê qebûlkirin û îro ew hatiye qebûlkirin. Îro jî di vê civaka agahdariyê de îmkana her hemwelatiyek û dengekî rasterast peyda bûye. Yên ku rê li ber vê yekê digrin yek jê ew e wekî me li jorê bahs kir ku herkes hê nebûye xwediyê îmkana bikaranîna vê sîstema nuh. Ya din jî, ji bo wan hemwelatiyên ku rojê heşt saetan, hetta deh, duwanzde saetan kar dikin îmkan tune ye ku ew karibin di gellek meselan de xwe tê bigihînin, wan fam bikin, sewiya zanîn û kultura xwe bigihînin wê derecê ku karibin di biryaran de tercîhên xwe li ser esasên zanînê bidin. Ji bo vê yekê jî lazim e ku ew di bîst û çar saetan de hindiktir kar bikin û wextê xwe pirtir bidin zanîn û agahdariyê. Nexwe mesela kurtkirina wextê kar, bes ne ji bo wê yekê ye ku wê bibe çareseriya heta dereceyekê ya bêkariya ku îro buye pirsa yekê di civakên pêşkeftî de, ew her wiha bûye daxwaz û talebeka hemwelatîtiyê ya demokrasiya nuh.

Heta niha îmkana wê yekê tune bû ku her hemwelatî li ser pirsên herêmî, giştî û navnetewî dengên xwe rasterast bidin, loma jî demokrasiya temsîlî pêk hatibû. Hinan ji dêlva hemwelatiyan biryar didan, hemwelatiyan tenê ji çend salan carekê ew hildibijartin û li mala xwe bi karê xwe mijûl dibûn. Lê îro, gava îmkana her hemwelatiyekî derketiye ku ew bi xwe di van meselan de dengê xwe bide, kes nikare bêje ku na heqê wî tune ye ku ew deng bide. Îddîayeka wiha, yanî meriv rabe bêje ku ew hemwelatiyê normal e, ne lazim e rasterast deng bide, qasî îdîaya ku digot ew jin e ne lazim e deng bide ji ciddiyetê dûr e.

Nexwe, riyek dimîne: divê qanûn bên guhertin ku hemwelatî pirtir û pirtir di meseleyan de xwedan biryar û dengdan bin. Û divê têkoşîn bê dayin ku dema karkirinê bibe şeş û pişt re jî çar saet ku însan karibin pirtir wextê bibînin, bi meselên xwe yên civakî û hemwelatî bibilin, kultur û zanîna xwe bînin wê sewiyê ku ew jî bi zanîn tercîhên xwe bikin. Biserketina têkoşîneka wiha wê bêkariyê jî kêm bike û wê hem kvalîta berhemhênanê hem jî ya tevayiya civakê bilindtir bike.

Divê em mejî û perspektîfên xwe biguherin

Ji vir pê ve me divê em werin ser pirsa kurdî. Ev rûdan û guhertinên ku li ser ruyê erdê çêdibin çi tesîrê li pirsa kurdî dikin? Bi qenaeta min tevî ku ev guhertin pêk hatine jî, em hemî kurd gava li ser rewş û pirsên xwe radiwestin, mejiyê me, fikra me, perspektîf û pêşniyariyên me li gor wê yekê ne, weka ku ev guhertin bi ser ruyê erdê de nehatibin û ê neyên. Em hê di hema hema hemî pirs û pirsgirêkên xwe de, çareseriyên klasîk ên dewra beriya van guhertinan difikirin. Mesela eger behsa yekîtiya zimanê kurdî bê kirin, pirr rahet em dikarin rabin bêjin ”baba eger heta her çar perçeyên Kurdistanê rizgar nebin, heta hemû perçe nebin yek û yekîtiyeka siyasî ava nebe, yekbûna zimanê kurdî pêk nayê.” Hê jî em di wê fikrê de ne ku em ê bi têkoşîna riyên klasîk yeko yeko perçeyan rizgar bikin, wan bikin yek û li ser hemûyan dewleteka yekbûyî ya kurd ava bikin, pişt re wê prosesa yekbûna zimanê kurdî dest pê bike.

Yan jî herî siviktir; em dibêjin ku ”em kurd li Awrûpayê di nav welatan de belav bûne, komeleyeka me li vî welatî ye, yek li filan welatî ye, enstîtuya me li welatê din e. Em kurd bêîmkan in, em neşên biçin, hevdu bibînin, civînan pêk bînin, pirs û pirsgirêkên xwe munaqeşe bikin û karû barên mişterek bimeşînin. Loma jî hin pirsên kurdan hel nabin.” Lê ev civaka agahîyê û ragihandinê ya ku hê di destpêka jiyana xwe de ye, nîşanî me dide ku divê îdî em dev ji fikirandina bi vî awayî berdin. Bêyî ku Kurdistan di jiyana fizîkî de bi hemû perçeyên xwe rizgar bibe, bibe yek û dewleteka yekbûyî ya Kurdistanî ava bibe, prosesa yekbûna zimanê kurdî dikare destpê bike. Ev proses jî wê xwedan taybetiyên dema nuh be, ne wekî yên wan riyên yekbûna zimanên miletên din.

Bêyî ku kurdên Ewrûpayê hinde mesrefên rê, cih û waran bikin bi saya torra ragihandinê ya elektronîkî, bi sîstema înternet û întranetê dikarin pêwendiyên xurt bi hev re deynin, bidin û bistînin, munaqeşe bikin, biryaran bidin, plan û projeyên mişterek pêk bînin û bimeşînin. Hemû kurdên Ewrûpayê li gel kurdên Kurdistanê û yên warên din ên xwedan îmkaniyetên vê torra elektronîk, dikarin qadên muşterek ên jiyana siyasî, kulturî û hin tiştên din pêk bînin. Hema em mîsalekê ji ber çavê xwe bidin. Hê berî avakirin û bikaranîna vê îmkaniyeta torra agahdarî û ragihandinê ya vîrtuel jî, tenê bi riya MED TV û hin radyoyên xwedan weşana navneteweyî, em dikarin buyer, rûdan û nûçeyên çar aliyê Kurdistanê bibihîzin û temaşe bikin. Bi saya vê televîzyonê îdî soranî ji bo yekî diyarbekirî ne xerîb e, dimilî ji bo yekî mehabadî an silêmaniyeyî ne xerîb e. Bifikirin ku ev hê destpêk e. Dersên kurdî tên dayin, behsa jiyana Diyarbekirê , Mehabadê, Silêmaniyê, Afrînê, Behdînan an bajar û herêmeke din a Kurdistanê tê kirin, ji hemû perçeyên Kurdistanê em helê hevdu dibihîzin, lê temaşe dikin. Yanî perçebûna Kurdistanê, hebûna dewletên dijmin, hudûd, gumruk û sansura wan, ordiyên wan ên li ser hudûdên destkird, qanûn û dadgehên wan nikarin rê li ber wê weşana televîzyonê bigirin ku di riya satelîtê re diçe, li Diyarbekirê dikeve mala yekî kurd, li Mehabadê yan li serê çiyayê Kurdistanê, di şikeftekê de dere dikeve ber çavê yekî kurd.

Ji vê jî wêdetir, îro îmkan heye ku em li Ewrûpayê navendeka vîrtuel a dîjîtal ava bikin ku li ser kurdan û bi zimanê kurdî program û materyalên hîndekariyê ji dibistana destpêkî heta zanîngeha bilind bê danîn ku ji Kurdistanê û ji çar aliyên cîhanê kurd, pêwendîyan pê re deynin, dersên wê li gora sal û sewiyên xwe taqîb bikin, heta li ciyên ku ew lê dijîn di serokatiya mamosteyan an rêberan de grûb an sinifan ava bikin, aktîv dersan bibînin. Ev navenda vîrtuel dikare îmtîhanan ji bo wan pêk bîne, yên ku ji van kursan bi serfîrazî derbas bûn dîplomeyan werbigirin.

Ez li vir dixwazim numûneyan li ser halê herî xerab bidim. Em dizanin ku îro dewleta tirk mafê kurdan ên kulturî nas nake û heta demeka dûr û dirêj jî wekî dewlet wê îmkanan peyda neke ku dibistanên kurdî vebin û kurd bi fînansekirina dewletê, bi hatina baca ji hemwelatiyan, bi zimanê xwe bixwînin. Gava wiha be, îmkan gellek dijwar dibin ku însan bi zimanê xwe di prosesa hîndekariyê re derbas bikin.

Lê em dizanin ku ji aliyê din li Tirkiyê jî hêdî hêdî tevgereka berfireh çêdibe ku dixwaze dewletê piçûk bike, li ser aboriya bazara vekirî û milkiyetiya şexsî reforman bike. Heta van karan destpê kirine jî. Ev dide xwiyakirin ku her çendîn dewlet ne nêzîkî vekirina medreseyên kurdî û dezgehên ragihandinê yên kurdî be jî, sermiyanê şexsî dikare dest bi van karan bike, an ko hin medrese, dersxane û merkezên ragihandinê yên kurdî peyda bibin. Em bêjin ku niha li Diyarbekirê bi alîkariya du sê mamosteyan dersxaneyeka taybetî vebe û ew xwe bi torra ragihandina vîrtuel girêbidin, ew dikarin hemû wan program, zanyarî û materyalên ku di navenda vîrtuel a kurdî de hene ji bo xwe werbigirin û hînî şagirtên xwe bidin. Bi vî awayî tenê dersxaneyeka bi du sê mamosteyan dikare salê bi sed dusedan şagirt ji kursên xwe derbas bike û wan hînî xwendin, nivîsandin, dîrok û edebiyata kurdî bike.

Li Kurdistana Iraqê, Unîversîteya Selaheddînê an ya Silêmaniyê, tenê bi alîkariya komputerekê, modemekê û xeteka telefonê dikarin pêwendiyan bi vê merkeza vîrtuel a kurdî re deynin, hemû ew zanyariyên ku li Ewrûpayê di bin destên me de hene, dikarin têkevin bin destên wan jî ku ew li şagirtên xwe belav bikin. Ew dikarin lêkolîn û zanyariyên xwe verêkin vê navendê , ew di wir de bicîh bibin da em hemû xwendevanên kurd ên li derveyî welêt wan zanyariyan bi dest xin. Heke ev herdu unîversîte bi torra elektronîk a înternetê ve bên girêdan ew dikarin têkilî bi hemû wan unîversîteyên pêşkeftî û grîng ên ser ruyê erdê re deynin û wan zanyariyên herî nuh û pêşkeftî werbigirin bidin şagirtên xwe, yanî ji mehrûmiyet û bêîmkaniyeta xwegihandina zanyariyê xelas bin, çi zanyariyên modern li unîversîtên pêşkeftî tên xwendin li van unîversîtên kurdan jî bên xwendin.

Îro li tevayiya welatên rojava, ji dibistanên destpêkê bigire heta unîversîte û zanîngehên bilind hemuyan program û kursên xwe xistine navendên vîrtuel, dewletan ji bo malbat û piçûkên karmendên sefaretxaneyên xwe yên li derveyî welatên xwe ji bo wan hemwelatiyên ku tevî malbatên xwe demên dirêj li derveyî welêt dimînin dibistanên wiha vîrtuel çêkirine û piçûkên wan ên ku li derveyî welêt in jî ders û mektebên xwe taqîb dikin. Ji vê jî pêştir divê em bibînin ku dinya bi vê yekê jî namîna û pêşdetir diçe. Hê îro hatiye rojevê ku di çend salên pêşiya me de destpê bibe, telefon, komputer û televîzyon bibe her yek aletek û bi vî awayî têkeve nava malan. Maneya vê yekê ew e ku îdî tekst deng û wênerewanên piçûk ên mehdûtkirî namînin. Îdî ew prosesa sîstema ku deng, dîtin û liva 3 bejneberî (dîmensîyonelî) ya misêwayî û herlidar ava dibe, di wê sîstemê de meriv îdî ne temaşevan an guhdarekî pasîf e ku hema bes wergirê agahdariyan e. Îdî sîstemeka seranser a înteraktîv destpêkiriye ku meriv têde ye. Meriv di wir re hem di riya fonksiyonên telefonê re (ku îdî meriv bi kê re biaxive wî dibîne jî) bi însanan re pêwendiyan deyne, bi programên televîzyonê re têkiliyan deyne, kengî bixwaze wan programên bi dilê xwe, di demeka ji bo xwe lêhatî de temaşe bike, bi saya fonksiyonên wê yên komputerî jî wan hemû kar û barên li banî jimartî pêk bîne.

Yenî heke em bi hişyariyeke hayjêheyîyê van pêşveçûnên îroyîn û dûrbînîyeka bînerê pêşeroja dûr û nêzîk û xweamadekirê li gora wê bibizivin em dikarin navendeka kurdî ya vîrtuel a welê ava bikin ku navenda hukumeteka kurdistanî tê de be ku endamên wê bêyî ku fîzîkî werin ba hev pêwendiyan bi hev re deynin û biryaran di heqê Kurdistanê de werbigirin, em dikarin navendeka kongreyeka millî ava bikin ku hemî siyasiyên kurd çi li hundur û çi li derveyî welêt li gel hev pêwendiyan deynin, guftûgoyan bikin, biryaran bidin da nebêjin me hay ji hev du nebû, te wiha kir û yê din filan kir, yan ev perçe yê min e û yê din ê te ye. Hemî jiyana me ya kulturî têkeve vê sîstema dîjîtal çi ji hundur û çi jî ji derveyî welêt em bi saya wê xwe bigihînin. Her partî û rêxistineka kurdî bi vî awayî dikare pêwendiyên rojane bi endamên xwe yên hemû welatan û derve û hundur re ava bike, hemû dezgeh, rêxistin, enstîtu, weqf û komeleyeên kurdan dikarin bi vî awayî bihev bên girêdan, platformên muşterek ên rojane avabikin.

Min nevê ez dirêj bikim: Qesda min ew e ku îro pêşveçûna jiyana civakî ketiye merheleyeka welê, ew îmkanên ku peyda bûne ji alî me kurdan bi xwe jî ku em milletekî bindest in li gor milletên din yê herî bêxwedî, bêdost, bêîmkan û bêtaqet in bi vê bêîmkanî û bêtaqetiya xwe jî em dikarin xwe têxin nava vê berhema civaka agahdarî û ragihandinê, xwe bi rê xin, bikin xwedan muessese, ku milletê me jî ava bibe, li seranserê Kurdistanê di nava kurdan de şuûreka millî ya muşterek çê bibe û geş bibe, ku hemî karibin bi hisên hev bihesin, ji ber hev şad an xemgîn bibin, dilê wan bi hev biêşe, an kêfxweş bibe. Îro me hay ji hevdu nîne, em neşên bi ser hev de biçin û bên û hevdu bibînin an bibihîzin, loma jî em hevdu nanasin, derd, êş û bexteweriyên hevdu nabînin. Yekî diyarbekirî hay ji yê mehabadî, yê mehabadî hay ji yê qamişloyî nîne. Lê wekî ku bi Med TV destpêkiriye, weşanên bi vî awayî yên ragihandinê pirtir ava bibin, em xwe têxin wê jiyana virtuel, ew ordî, hudûd û zordariyên dewletên dijmin wê qasî îro nikaribin me ji hevdu perçe werçe bikin, dûr bixin. Na, me yê hay ji hev du çêbibe û wê şuûra muşterek, me bi gellek awayan bigihîne hev, em ê ber bi milletbûneke modern de gavan bavêjin.

Tevî gellek dijwariyan, gellek bend û astengan îro îmkan heye ku nêzîkbûna lehceyên kurdî ber bi hev ve biçe, ev, bere bere rê li ber zimanekî yekbûyî yê standard veke. Em bala xwe bidinê ku Med TV nimûneyeka tenê ye û hîn bi vê sîstema vîrtuel a înteraktîv ne xemilandî ye. Tenê yekalî ye, ew weşanê dike em jî dibihên û dibînin. Lê heke em bifikirin ku naveroka programên wê bê dagirtin, bi hişyariya hayjêhebûna ji vê rewşa nuh, bi sîstema vîrtuel a înteraktîv bê xemilandin, hem bide û hem bistîne û bibe weka unîversîteyekê… Çawa ku îro li Awrûpayê jî meriv dikare li Stockholmê bijî û li Unîversîteya Oxfordê bixwîne. Dersên ku li unîversîteyê tên dayin dikare bi sîstema înternetê û bi ya vîdyoya înteraktîv bixwîne. Dokument, kitêb û materyalên dersê çi bi riya postê û çi jî bi riya xeta elektronîk bi awayekî dîjîtal ji wê derê jê re tên, ew dikare dersan taqîb bike, pirs ji mamosteyê wî ji wir jê re werin û ew jî bersîv û xebatên xwe yên din di riya xeta elektronîk de ji mamostê xwe re verê dike. Ew bi vî awayî bêyî ku biçe Oxfordê ji unîversîteya wir mezûn dibe. Her bi vî awayî bêyî ku yek ji Kurdistanê derkeve dikare di zanîngeha kurdî ya vîrtuel de bixwîne û bibe xwedanê zanîn û meslagakê. De îja em bifikirin ku navendên wiha tenê bi Med TV nemînin û çend navendên kurdî yên din jî bi vê teknîk û sîstemê xemilandî bên avakirin. Divê kurd dest bi vê bikin.

Berpirsiyariya millî

Divê li vir em destnîşan bikin ku li gor rewşa kurdan ji bo pêşveçûna têkoşînê, hişyariya millî û avabûna rayeka giştî ya kurdistanî di mesela bikaranîna wasite û teknîka hemdem a pêşketî de yên herî pêş ew kes in ku xwe dane ber danîn û meşandina Med TVyê, hêz û der û dorên Kurdistanî yên din erê hinan ji wan dest avêtine îmkanên înternetê jî, hê di dereceyeka berbiçav de bi diviyahî û berpirsiyariyên xwe ve ranabin. Lê berpirsiyarên Med TV bi xwe jî, li gora qenaeta min, bi wê hayjêhebûna wê prosesa ku me bahs kir, dest neavêtine meselê. Ev pirs divê li cem wan bi kûr û dûrî bê jenandin û encameke li gor pêdiviyên dem û dewranê jê bê derxistin.

Divê kurdên din jî bi van berpirsiyariyan rabin. Em mîsalekê bînin; heke kurdek derdikeve serê çiya, şer dike, dikuje û tê kuştin, ji bo çi? Ma ne ji bo rizgarbûna milletê kurd e, ne ew e ku kurd li ser axa xwe serbest, azad û di nava şadî û bexteweriyê de bijî, bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivîse, bi zimanê xwe dinyayê nas bike, xwe îfade bike? Baş e ew hêzên ku bi vî awayî pêşmergeyan derdixin serê çiyan û kuştina bi deh hezaran ji wan didin ber çavên xwe, ew qas tedeyî, zilm, zor û qetlîamên li ser millet tehemmul dikin, îro îmkanek peyda bûye ku ew karibin kanaleka televîzyonê, yeka din û yeka din jî bi wan wasite û sîsteman techîzkirî di riya avabûn, yek bûn, serbestbûn û pêşveçûna milletê kurd de li dar xin, çima nakin? Ma ne wazîfeyeka millî ye ku ew vê yekê bikin. Heke ew vê yekê nakin maneya wê ew e ku ew berpirsiyariyên xwe yên millî bicîh naynin.

Ji ber çi? Ev îmkan û sîstemên ku em bahs dikin, berî deh panzde salan nebûn, heke wan bivîya jî wan nedikarî ev ava bikirana. Her wekî mîsala Med TVyê. Heke di van salên dawiyê de wê sîstema bazara serbest, piçûkbûna milkiyeta dewletî û berfirehbîna warê milkiyeta şexsî nebûna ew ava nedibû. Berî niha bi çend salan, qanûnan rê nedida ku şexs bibûna xwedan kanalên televîzyonan, radyo û televîzyonan tenê dewletan dikarîn daniyana. Heke îro jî ev sîstema dewletî li Ewrûpayê li dar bûya, avakerên Med TVyê çend bi cehd û muhawele dibûn bila bibûna, çend dewlemend dibûn bila bibûna ji bo ku ne dewlet bûn nedişiyan bibin xwedanê kanaleka televîzyonê. Lê îro sîstema Awrûpayê ya li ser teşebbusiya şexsî ev rê vekiriye ku şexs rabin şîrketekê deynin û Med TVyê ava bikin. Madem rewşa cîhanê ya globalîzebûyî ya nîzama nuh ku xwe li ser milkiyet û teşebbusa şexsî, reqabet û bazara serbest ava dike, rê dide ku navendên ragihandin û zanyariyê yên wiha bên danîn wazîfe ye li ser hemû hêzên kurdan ku çi televîzyon be, çi jî navend û sîstemên vîrtuel bin deynin. Îdî mesela millî ne tenê ew e ku ew pêşmergeyên xwe derxin serê çiyan û bêjin em ji bo serbestiya Kurdistanê şer dikin, mesela millî her wiha ew e ku ew wasite û sîstemên wiha jî derxin meydanê ku bi saya wan, têkoşîna hebûn, avabûn, û pêşketina milletê kurd pêk bê.

Li Ewrûpayê bizaveka nuh

Berpirsiyarî ne tenê li ser hêzên siyasî yên kurdan e. Em her kurdên normal, ronakbîr û pisporên ji meslegên cuda jî di bin berpirsiyariya vê rewşa nuh de ne. Divê em jî mejiyê xwe biguherin û bi berpirsiyariya ferdê milletekî hişyar şêla xwe diyar bikin. Bi taybetî îro berpirsiyarîyek derketiye hemberî me kurdên ku li welatên Awrûpayê dijîn. Di vê rewşa civata globalîzebûyî ya dinyaya piçûk de, di vê civaka agahdariyê de, em ji nîv milyonî zêdetir kurd di nava hudûdên Yekîtiya Awrûpayê de dijîn. Em bûne hemwelatiyên endamên vê yekîtiyê, an me musaeda rûniştinê û kar li van welatan girtiye; em bacê didin, karan dikin, eskeriyê dikin û di hilbijartinan de dengên xwe didin, hildibijêr in û tên hilbijartin. Îdî eşkere ye ku em ne mêvanên muweqet in, em ê her û her li van welatan bimînin. Heke em tek tek li van welatan grûbên piçûk bin jî di tevayiya Yekîtiya Ewrûpayê de em grûbeka etnîkî ya girîng in ku em ji mafê xwendina bi zimanê xwe, mafê radyo û televîzyonan a bi zimanê xwe bêpar in. Heke li welatê me yê eslîn, li Kurdistanê ev maf ji miletê me hatiye stendin em vê yekê bi barbarîya berpirsiyarên welatê dagîrker girê didin. Baş e ji bo çi Yekîtiya Ewrûpayê van mafan nade me?

Ez difikirim û pêşniyar dikim ku em kurd bi awayekî munaqeşe û lêkolînan bikin, ku gelo em nikarin mafê redyo, televîzyon û zanîngehên kurdî ji Yekîtiya Ewrûpayê bixwazin ku weşanê li seranserî Ewrûpayê û heta li ser Kurdistanê bikin. Ev dezgeh, bi sîstema înteraktîv a vîrtuel bên xemilandin ku em hemû kurdên Ewrûpayê jê îstîfade bikin. Gelo rewşa huqûqî, siyasî û peymanên heyî yên Yekîtiya Ewrûpayê di van waran de çi mafan didin me? Em bacê didin. Em hem di hilbijartinên herêmî û yên welatan de û him jî di yên parlamentoya Ewrûpayê de hilbijêr in. Gelo em nikarin vê hêza xwe ji bo van daxwazan bikar bînin? Wan îmkanên ku civaka agahdariyê dide me gelo em nikarin bi saya wan platformekê li seranserê Awrupayê tenê ji bo van daxwazan ava bikin û wê bikin bizaveka aktîf ku ji hemû kurdan pêk bê? Gelo em nikarin çend civînan ji bo vê meselê amade bikin û bi guftûgoyan vê pirsê hîn zelaltir bikin? Ez bi xwe di wê qenaetê de me ku em van hemûyan jî dikarin bikin. Her tişt heye, bes me viyan jî hebe wê ev kar dest pê bibin.

Perspektîfên dûr û dirêj

Ez werim ser perspektîfên dûr û dirêj ên stratejîk ên tevgera kurdan. Ev sîstema dinyayê ya kû îro peyda bûye ji bo me asoyekî welê aniye ku bêyî ku em daxwaza serbixweyîya her perçeyekî Kurdistanê bikin, bêyî ku em li ser van perçeyan bi awayê klasîk dewletên serbixwe dabimezrînin, van perçeyan bigihînin hev û dewleteka millî ya kurdî deynin, civaka kurd dikare li her perçeyî xelas bibe û hetta ji hemû perçeyan yekîtiya milletê kurd pêk bê. Ev bi çi awayî dikare pêk bê? Helbet ez kûr û dûr bi vê meselê de naçim, li vê derê tenê rûdanê destnîşan dikim. Me got sîstema nû ya cîhanî ya globalîzebûyî pêk hatiye, prosesa piçûkbûna dewletan destpêkiriye, milkiyet û teşebusa şexsî di warê jiyana aborî de serdestiya xwe bi dest dixe, dewlet her ku diçe ji aboriyê vedikişe û teşebussên civakên sivîl berbipêş ve diçin, bazara serbest çêdibe, desentralîzasyon dikeve herêman, mekanîzma navendî ya burokratîk diherife û herêm û perîferî, grûbên etnîkî û yên din zêdetir dibin xwedan maf û berpirsiyarî. Di dem û dewraneka wiha de ku fikr û bizavên bi vî awayî li hin wan welatên ku kurd bindest kirine jî peyda bûne, ger kurd jî wekî siyaseteka millî, wekî perspektîfên serbestiya millî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dev ji daxwaza serxwebûnê berdin, hebûna xwe ya di nava van her çar welatan de lbikin program ji xwe re (ku bi pirranî îro welê ye) û ya esasî, xwedî li wan programan derkevin da ev welat reforman di xwe de çêkin, dewlet û civakên xwe ber bi wan perspektîfên jorîn biguherin; avayiya dewletê ya unîter rabe, milkiyet û teşebbusa dewletê rabe, ya şexsî bê, desentralîzasyon û ew hemû tiştên jimartî pêk bên û di vê çerçevê de mefên millî ên siyasî û demokratîk ên kurdan bê dayin wê asoyekî realîst li ber kurdan vebe.

Mafên millî yên kurdan bi çi awayî bê dayin; federasyon an otonomî helbet li vê derê nabe ku meriv têkeve wê bahsê. Lê wekî sîstem, kurd bibin beşdarên mafên millî, însanî ên demokratîk û hemwelatîtî. Nabe ku em ji bîr bikin ku jiyana civakî ne statîk e, hemû caran diguhere û pêş ve diçe. Gava kurd di çarçeva van dewletan de dawa maf û statuyekê dikin divê ji bîr nekin ku ew statu, ne statuyeka statîk lê yeka dînamîk be, piştî bîst salan, gava guhertin di dinyayê de di van welatan de çêbû, ew welê di cihê xwe de nemîne, statuya wê jî karibe geş bibe, xwe nuh bike. Nebe wekî makîneyeka kevnare ya ku kar nake. Divê em dawa statuyeka welê bikin ku dînamîzm, jiyan û liv tê de hebe.

Nuxta duduyan; cardin wekî siyaseta millî ya kurdî divê em doza wê yekê bikin ku gumruk, qeyd û bend ji nava hudûdên van herçar dewletan û bi wan re dewletên din ên Rojhilata Navîn rabe; mal, semiyan, ked û kar, kirrîn û frotin û gerr û kultur di navbera van welatan de serbest bibin. Peyman û pêwendiyên bi vî awayî di nava van welatan de bên hûnandin ku di warê aborî, siyasî, kulturî, hîndekarî û gellek warên din de platformên mişterek bên avakirin, dûr û dirêj perspektîfeke wekî ya yekîtiya Awrûpayê di nava van welatan de bê danîn. Îro çawa wan panzde dewletên Awrûpayê bi navê Yekîtiya Awrûpayê sîstemek welê ava kirine ku hema hema ber bi dewletbûnekê ve diçin. Heke ev perspektîfên me, di Rojhilata Navîn de bên biserxistin, maneya wê ew e ku bi yekîtiya van welatan re yekîtiya kurdan jî pêk tê. Di sîstemeka wiha de, wê zêde qîmeta wê yekê nemîne ku resmî her perçeyekî Kurdistanê bi ser welatekî din ve ye, di rastiya jiyanê de wê kurd karibin di nava her çar perçeyan de biçin û bên, bazareka wan a muşterek ava bibe, bixwazin li kîjan perçeyî rûnên an karbikin ji wan re serbest be, bidin bistînin ticaretê bikin, bibin şirîk û merivên hev. Zehmetiya wan qasî wê yekê be wekî ku ji bajarekî biçin bajarekî tir.

Hilkirina daxwazên wiha wekî perspektîfên millî yên kurdan, ez dibêjim ku realîst e lê ne di demeka kurt de dikare pêk bê, ne jî wiha hêsan e. Helbet gellek têkilhev û bi fetlok e, asteng û bend li pêşiyê ne û demeka dûr û dirêj jê re lazim e. Gava ez behsa van perspektîfên dûr û dirêj dikim ez tevayiya seranseriya sedsala bîst û yekê li ber çavan digirim. Gava ji bo xelasî û serbestiya xwe em kurd behsa muddetê sedsalekê bikin ne ew qas ecêb e û ne demeka wiha pirr dirêj e. Em bînin bîra xwe Alman li ser ruyê erdê dewleteka ew qas pêşketî û xurt bûn, mîratxurê împaratorîyekê bûn jî ji bo ku karibin yekîtiya xwe pêk bînin teqrîben nîv qirnek li ber xwe dan, sebir kirin. Heke nîv qirn ji bo Almanan ne pirr be sedsalek jî ji bo me kurdan ne pirr e.

Axir, qenaeteka welê li ser min peyda bûye ku divê em îro îdî mejiyê xwe, fikr, perspektîf û pêşniyariyên xwe biguherin, bi mejî û çavekî nuh bi hişyarî û bîreka nuh li pirs û pirsgirêkên xwe binêrin. Divê hem perspektîfên me yên taktîkî hem jî yên stratejîkî bên guhurîn. Divê edî em li civaka kurd û tevgera kurdan a rizgariyê bi wî çavî nenêrin û wê di wan metodên klasîk de hebis nekin ku bibe tevgera herî dawîn a milletên rizgarbûyî yên dema civaka îndustrîyel, lê em têkoşîna gelê kurd bi wasite, metod û perspektîfên civaka agahdarî û ragihandinê bixemillînin ku ew bibe tevgera herî pêşîn a civak, millet û grûbên millî û etnîkî yên din ku îro bi saya hatina vê qonaxa nuh, rê li ber wan vedibe, ew jî firsend û îmkana xwerizgarkirinê bidest dixin. Divê em dev ji wan metod û perspektîfên klasîk ên ku heta niha me li milletên berî xwe nihêrtin û ji bo xwe anîn berdin. Rehmeta ku di wan dewr û deman de bariya tu caran li rezê me nekir, tevî ku me jî qasî milletên din ked û xwîna xwe rijand, me tu berek ji wî rezî nexwar. Ew baran çû, şûna wê va ye hişk dibe û diterike jî. Ka em berê xwe bidin vî aliyê didin, bibînin ku wa ye baraneka taze ya gurr û geştir û têravtir tê ku diyar e wekî hemî jar û bêîmkanan wê li baxê me jî xe. Îhtîmal e ku em yê pêşîn bin ku ji berhemên vê baranê bixwin û yên din jî li me binêrin, em, rêberî û nimûnetiyê ji wan ra bikin.

Piştî vê tesbîtê, bi îzna we ez dixwazim dawî li axaftina xwe bînim. Her wekî min di destpêkê de got; ev axaftin tenê bi wê amancê hatiye kirin ku bi hin xetên qalind bal bê kişandin ser hin pirsan û belkî riyek li ber munaqeşê bê vekirin, da ev pirs pirtir bên minaqeşekirin û lêkolîn belkî hê berfirehtir û zelaltir bibin.

Sipas ku we zehmetî kêşa û guhê xwe da min.


(*) Bingehê vê nivîsarê, bi kurtî di 15-ê meha 11-ê ya 1997-ê de li Stockholmê, li Înstîtuya kurdî wekî semîner hatiye dayin û bi armanca weşandina di rojên pêş de ji bo Med TV hatiye kêşandin. Li vê derê, ew ji nuh ve hatiye nîvîsîn û berfirehkirin.

(1)Li gorî Marksî, esas ev her du diyarde hemî caran bi hev ve girêdayî ne û du alî tesîrê li hev dikin. Gava awayê pêwendiyên berhemhênanê bi sewiya hêzên berhemhênanê re lihevhatî be, ew pêwendî rê li ber pêşveçûna hêzên berhemhênanê vedikin, teqlê li wan didin ku ew nuhtir û mukemmeltir bibin. Wê gavê hêzên berhemhênanê jî dikevin bin pêwendiyên berhemhênanê û wan nuhtir, gurr û geştir dikin. Ev dînamîzm e ku civakan ber bi pêşkeftinê de diguhêre. Gava di navbera van her du diyardeyan de neliheviyek peyda bibe ew dikevin hemberî hev û rê li ber teqla pêşveçûna hevdu digrin. Bêîstîqrarî dikeve civakê, pêşveçûn û nuhbûna civakê radiweste, texrîb dibe, heta hin caran dikare paş de jî here.

Lê bi giştî, di van têkiliyên dualî de bingeh û qedertayînker, hêzên berhemhênanê ne. Di hemberî û nelihevkrina navbera van her du diyardeyan de, piştî demekê pêwendiyên heyî yên bi hêzan re nelihev, perçe perçe dibin û pêwendînî nuh ên berhemhênanê peyda dibin ku li gora bejna hêzên berhemhênanê ne û ew careka din li hev dikin, hev du pêş ve dibin. Civak di warên din de jî destpê dike geş dibe û gul vedide. Li gorî Marksî, ev, qanûna pêşveçûna civakan a determînîzma materyalîzma dîrokî ye. Civak li ser vî esasî guherînên xwe yên evulusyonî û şoreşgerî dijîn. Ew, dîroka guherîna civakî ya ji komunala îptîdaî ber bi ya koledariyê, ji wir ber bi feodaliyê û ji wir jî ber bi sermiyandariyê de bi vê qanûnê tehlîl dike.

Mesela; di civaka feodal de, hêzên berhemhênanê ji wan alet û wasitan pêk dihat ku bi hêza destan dihatin bikaranîn. Zanebûn û bikêrhatina însanan li gora bikaranîna van aletan bû. Li gora vê, sîstemeka aborî ya girtî hebû, xwedîtiya milkiyeta ax û erdê û karkirina li ser esasê serfî û reeyatî ya li ser van erdan ew pêwendiyên berhemhênanê bûn. Jiyana civakeka despot a patriyarkal û dewletên biçûk ên derebegayetî an ku mîrî hebûn. Milliyetek ji gellek dewletên piçûk pêk dihat ku bi hudûdan ji hev cudakirî bûn. Ev, civakeka derebegayetî yan jî ya çandiniyê bû.

Lê ku makînên buxarê keşif bûn, aletên bi qeweta buxarê, pişt re motor, elektrik û sanayiya mekanîzebûyî peyde bû, fabrîke hatin danîn ku di berhemhênanê de ji dêlva qeweta destan an a heywanan, a motoran bikar dianîn, civaka îndustrî serî rakir, ew pêwendiyên feodaliyê yên axatî û reayatî, ekonomiya girtî, avayiya ji dewletên piçûk ên feodal, bi wan hêzên berhemhênanê yên nuh re li hev nekirin, rê li ber wan girtin. Vê carê têkiliyên berhemhênanê yên li ser kedfiroşiya serbest, jiyana bajarvanî, bazara li ser esasê peran çêbû. Dewletên feodal perçe bûn, ji dêlva wan, dewletên berfirehtir ên li ser esasê millî ava bûn, mefhûma milletbûnê ser ruyê erdê girt, hemwelatîtiya azad, bû bingehê pêwendiyên navbera dewletê û însanan û yên navbera însanan bi xwe. Jiyaneka nuh a civaka îndustrîel destpêkir ku ev wekî civaka sermiyandarî jî tê binavkirin.

Ji tehlîl û tesbîtên bi vî awayî, Marks gîhaşt wê baweriyê ku li gora vê qanûnê bivê nevê wê civaka sosyalîst û komunîst piştî civaka sermiyandarî were. Di destpêka sedsala me de, gava şerê cîhanê yê yekê derket û buxraneka navnetewî ya giran peyde bû, hin welat yekcar serûbin bûn, qismek ji peyrewên Marksî gotin ku ev tesbîta Marks di derbasbûna ji sermiyandariyê ber bi sosyalîzmê de wê ne ji sedî sed wiha be. Berê wê şoreşa sosyalîst pêk bê, di bin hegemoniya dewleta sosyalîst de wê berê peywendiyên berhemhênanê yên civeka muşterek bên serdestxistin û wê ev bi xwe re hêzên berhemhênanê yên bilindir bînin. Di destpêk û pişt re di nîvê vê sedsala me de, gava şoreşên sosyalîst bi ser ketin û heta vê dema me ya dawîn jiyan, rêberên van şoreş û civakan bi guhertin û lêzêdekirinên bi vî awayî xwe li vê teoriya Merksî girtin. Lê sosyalîzm bi ser neket. Demeka mueqqet li ser hukum ma, bi awayekî ji ya hatina xwe zûtir, bi hezîmet û bi bêberiyeke mezin hilweşiya. Erê piştî sermiyandariyê bivê nevê sosyalîzm nehat, lê bi qeneeta min ev hin rastiyên wê qanûna ku Marksî bahs kiriye nade alî. Rastî di vê tesbîtê de hene ku hêzên berhemhênanê û pêwendiyên berhemhênanê bi hev re ne, dualî tesîrê li pêşveçûn û hêdîketina hevdu dikin û di netîcê de hêzên berhemhênanê esasî ne, divê pêwendiyên berhemhênanê xwe li gora van hêzan biguherin, nuh bikin û bînin awa û derencekeka wisa ku bi wan re lihevhatî bin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: