Hezeyanên li dora daxistina alayê

Çima ku di kongreya HADEP-ê de yek rabû alaya Tirk ji dîwar daxist û li şûna wê resm û alayên PKK-ê û yên serokê wê hilavîst, bi parlamento û partiyên xwe, bi hukumet, medya, ordî û sendîkayên xwe, bi karmend û karkirên xwe, bi faşîst û demokratên xwe Tirkan hezeyanek mezin li dar xistin. Li kolanan meş û mitîngên însanên ji xwe çûyî û harbûyî, der û dor tehdîd kirin. Dewletê ferman kir ku li seranserê welêt li her muessese, mal û dikanan alayên Tirk bên lidarxistin. Yên ku li darnexistin hatin tehdîdkirin. Ji nivîskarên goşeyên rojnaman bigre heta wezîr û generalan hemûyan sondên întîqamê xwarin, qîr û hawar kirin ku destên ku bigihîje alaya wan dê bê şikandin. Huqûq û edalet, mafê însanan, qanûn û dewleta huqûqî, hela hela demokrasî di bîra însanê herî demokrat ê Tirk de jî nema, hemiyan bi devekî behsa destşikandinan, serîfirandinan kirin. Hê di wê, şeva buyerê de berpirsiyar û endamên HADEP-ê hatin girtin, sê delegeyên wê bi êrîşeka kontrgerîlayê hatin kuştin, li hin cihan bombe hat avêtin bînayên HADEP-ê.

Careke din hat dîtin ku îdeoloji û hebûna tirkîtiyê bi dewlet û siyaseta xwe, bi medeniyet û kultura xwe Áend ji tehamul, aqlê selîm û xweşbîniya hemdemiya însanî dûr e, Áend di întîqamperestî, êrîşperestî û zordestiya hov a barbar de gevizandî maye. Xwedê kir ku ev kesê ku ala daxist ne ji eqaliyetek nemuslîm; Rûm, Ermenî an Yahûdî bû. Heke Xwedê neke yek ji wan bûya, niha li Tirkiyê mal û dikanek wan nemabû, hatibû herifandin an şewitandin. Niha gellek ji wan hatibûn kuştin.

Eşkere ye ku hezeyan, tehdîd û terora ku bi rojan dewam kir, ne welê reaksiyoneka spontan bi destê dewletê, bi alîkariya faşîst û sentezîstên Tirk-Îslamiyan hat pîlankirin. Ji ber ku dewlet û rejîm di krîzeka mezin da ye û sedemê vê krîzê jî siyaseta Tirkiyeyê ya hundurîn û derva ye, bi karmend, karkir, siyasî, burokrat û generalên xwe hemiyan xwe li vê hezeyanê rapiÁikandin. Berî buyera aladaxistinê Tirkiye bêhukumet bû, siyaset perÁe perÁe jihevketî bû, ji ber talan, dizî û xespa mal û vergiya millet, her siyasetmendî yê din bi dizîyê û perexuruyê îtham dikir. Mesela danîna hukumetê li gor bazarên li ser dosyayên van talankeriyan dihatin meşandin.

Turkiye ne ku tenê di kirîza siyasî de ye civak jî bi gellek aliyên xwe dirize. Rûmetên însanî, her ku diÁin di civakê de wenda dibin, bazirganên şerê qirêjî, Áete, mafiya û bertîlxuran civak zeft kirine, êsîr kirine, hişk xistine bin lepên xwe. Warwêrankirin û qetlîama li Kurdistanê, sirgûn û koÁbarî, bêkarî û birÁîbûna li seranserî welêt û gellek xirabî û dijwariyên ku heroj tên zimên, welat xistine rewşeka welê ku, bêhêvîtî, acizî û bîhntengiyê, wekî ewrekî reş seranserî welêt dapoşîye. Hefteyekê berî vê buyerê bi munasebeta futbola şampiyoniya Awrûpayê, yekî wekî Sakip Sabancî jî, lavayî dikir û digotÇîdî bîhn li me Áikiyaye, em tengijî ne, li ber teqiyanekê ne, em muhtacî serkeftinekê ne, em hêvî dikin ku tîpa Tirkiyê serkevtinekê ji me re bîne, da bîhna me fireh bibe.» Lê nebû, futbolê ew serkeftin ji wan re neanî ku diz û talankerên vî welatî yê ku serekaniyên dewletê di destên xwe de dihêlin îmkanê bi dest xin û bi gaziyên Çweten, millet û bayraq» ê bidin bin Áengên xapiyayiyan, mejîşuştiyên bi şovenîzmê û nîjadperestiyê.

Ji delva wê ve, mesela aladaxistinê derket meydanê. Buyereka piÁûk a ferdî ku li gorî qanûnan dikarîbû bihata Áareserkirin, Çbû dozeka milî», bi zorê, hîle û xapandinan civak hat rakirin ser piyan, hin hatin pîj kirin û hin jî hatin qetilkirin û terorîzekirin. Yên herî diz û talanker bûn ew kesên ku yên herî pirtir bi gaziya şeref û heysiyeta milî rabin, behsa destşikandinê û serîfirandinê bikin.

Ev, aliyekî meselê ye; ew dêmen e ku ji cebheya hember tê xwiyakirin.Gelo mesele ji cebheya Kurdan Áawa dixuyê? Buyerê hin nuxteyên munaqeşekirinê li ser rewşa Kurdan; Hadep-ê û PKK-ê jî raxist ber Áavan.

Hefteyek piştî buyerê, serokê PKK-ê beyanek da televîzyonê û eşkere kir ku haya PKK-ê ji aladaxistinê nîne, ew bi xwe jî û PKK-yî jî buyereke wiha taswîb nakin. Heta serokê PKK-ê bi vê jî nema, îdîa kir ku yê ku ev karê qirêj di wê salonê de kir, provakatorek bû ku ji alî dewletê ve hatibû wazîfedarkirin. Heta ew bi vê jî nema, meriv dikare bibêje ku bi şoveka mezin ji ber vê buyerê xemgîniyên xwe da diyarkirin û doza lêborînê li milletê Tirk kir.

Heke em beşê wê şova fuzûlî û lêborîna ne di cî de hesab nekin beyana serokê PKK-ê beyaneka qenc û pozîtîf bû û wê xizmetê bike ku ev provakasyon zelal bibe, bi kêmasî nehêle ku diz û keleşên serdestên vî welatî, bi navê Çweten, millet û bayraq² ê xelkê zêde bixapînin. Lê divê em destnîşanbikin ku hin pirsên nezelal jî di vê tewra serokê PKK-ê de, bêserûberî û tengasiyek di tevgera HADEP-ê û der û dora wê de heye ku bi tevayî dikare tevgera Kurdî tûşî zeafan bike û ya HADEP û der û dora wê jî di bin tuhmetan de bihêle.

Yek ji wan xalan ev e ku serokê PKK-ê bi qerardarî û gellek bi zelalî got ku ew ne li pişt vê buyerê ne, ew vê teswîb nakin û heta ev provakasyoneka dewletê ye. Baş e heke welê ye, serokê PKK-ê ji bo Ái hê roja pêşî beyanek wiha di riya televîzyonê re neda, rê li ber gellek hezeyan, tehdîd û terorên hefteyekê negirt, bê deng ma, piştî hefteyekê axivî. Gelo di destpêkê de tiştekî din difikirî, xwe hişt li hêviya geşbûna buyeran û piştî heftiyekê ev li hesabê wî hat ev got? Rewşek wiha zeafek ciddî ye. Çimkî hefteyekê tevgera PKK-ê û der û dora wê, yên bin tesîr û tirsa wê, bi Ái awayî bifikirin jî, nikarîbûne bêjin ku PKK-ê ev nekiriye, ev karekî neqenc ê li dervayî wê ye.

Ji pêşdeÁûna buyeran diyar dibe, ku biryareka HADEP-ê ku di kongrê de alaya Tirkan daxe nebû, lê gava yekî Áû ev kar kir, berpirsiyarên wê nizanîbûn ku ev kesê han nikare PKK-yî be, ev biryar ne bi talîmata wê ye, heta PKK-yî be jî madem karekî nerast kiriye, cesaret nekirrne ku rê li ber wî bigrin, bi wê zelalî û biryardariya serokê PKK-ê li hemberî wî rabin. Ev jî nîşan dide ku PKK-ê bi siyaseta xwe û bi praktîka xwe ya rojane, sîstemek welê li dar xistiye ku, partiyeka wekî HADEP-ê û serok û berpirsiyarên wê jî, cesaret nakin ku rê li ber xortekî bêmesûliyet, an Çprovakatorekî dewletê» bigrin, Áimkî di texmîna xwe de dibêjin Çlê ev xort PKK-yî be, lê ev talîmat bi emrê wê hatibe dayîn?» Welê buye ku di civakê de hê ji niha ve masûniyeta( bi Tirkî dibêjin, ayrûcal’k û dokunulmazlûk) wan heye, tirs û xofa wan heye, ew bi van xusûsiyetên xwe, eger rast bin yan şaş bin xwe beriya herkesî, di ser destê herkesî re digrin. Hetta yekî Çprovakator» gava îmaja PKK-ê dide xwe kare di kongrekê de dest û milên xwe bihejîne, here provakasyonekê bike, û di wê salonê de her kes dest û dev girêdayî bimînin, kes nikaribe mudaxele bike.

Divê em qebûl bikin ku sîstemek wiha, civakê ji dînamîzma xwe ya tebîî bêpar dihêle, rê li ber geşbûn û gulvedana fikr û gavavêtina ber bi nuhbûn û piralîbûnê digre; gellek muessesên wekî HADEP-ê bêdesthilat û însîyatîf dihêle, dixe binê tuhmetê ku rêz, hezkirin û baweriya xwe di nava civakê de wenda bikin, bibin nimûnên xerab ên destnîşankirina dijminî.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: