Qesab û Berx

Gava berî çar salan Kurdên Kurdistana Iraqê bi gelemperî li gund û bajaran serî hildan, îradeya xwe ji bo hemû dinyayê diyarkirin ku ew bi îdareyeka dagîrker a zordar qayil nabin; ew jî wekî hemû însanên ser ruyê erdê dixwazin li ser axa xwe, bi serbestî û azadî bijîn, tûşî şeran, penaberî û qetlîaman nebin, bibin xwedanê kar û baran, bi aîlên xwe têr, asûde, aram û ji pêşerojê bibawer bijîn.

Piştre, gava hilbijartin li ser vê axa rizgarkirî ya vî perçeyê welêt çêbû, Kurdan ew îradeya xwe ya milî dan destên partiyên xwe yên siyasî, ku parlamento û hukumeteka wan a ji vê parlamentoyê avakirî were ser karûbarê vî perçeyê welêt. Bi diyarbûna îrada milletê Kurd ji herdu aliyan; di riya serîhildan û ya helbijartinan re, eşkere bû ku Kurd dixwazin bibin milletekî gihaştî yê xwedan mueseseyên millî yên modern, wekî her miletekî din. Maneya vê, ew bû ku Kurdan mohra îradeya xwe li binê peymaneka muşterek dabûn ku îdî dev ji jiyan, rêveçûn û xwediyarkirinên eşîrtî, barbarî û hovîtî berdin, bibin civakeka modern ku di riya muessesên modern û netewî re bi hev re bidin û bistînin, îdî efendîtî û xulamtî rabe, xwedîtî û teb’atî nemîne, her ferdekî welêt, wekî hemî ferdên din û qasî hemî ferdên din xwediyê vî welatî be, tê de ne wekî teb’ayê emirber, lê wekî hemwelatiyê azad bijî, hemû problemên xwe yên bi hemwelatiyên din re di riya mueseseyên milî û demokratîk re çareser bike.

û di tarîxa milletê Kurd de ji demên mîrayetiyên xwedan serbestiya navxwe û vir de, ev cara pêşîn bû ku qet nebe li ser beşekî axa welêt, Kurdan demeka ew qas dirêj û firsendeka ew qas lêhatî bidestxistin ku karibin vê îradeya diyarkirî bicîhbikin, bikin xwedan esas û bingeh, welê lê bikin ku kes nema karibe wê ji meydanê rake. Em bînin bîra xwe, ne di dema Şêx Mehmûdê Berzencî de, ne di dewra avakirina Cumhûriyeta Mehabadê de, ne jî di dewra peymana 11-ê Adara 1970-yan de Kurdan dewreka ew qas dirêj a jiyaneka serbixwe bidest nexistin. Şertên dinyayê ew qas ji bo Kurdan negîhaştin. Li hemû perçên Kurdistanê Kurdan ew qas dilê xwe bi hev re nekirin yek; şerê xwe li hemû perçeyan ewqas bi berfirehî li dar nexistin.

Firsenda ku Kurdan di van çar salên dawiyê de bidest xist di tarîxa miletê Kurd de bi her awayî mezintirîn firsend bû, lê nebû, hêşta du salên vê firsenda dîrokî xelas nebûn ku bîzzat serokên Kurdan; partiyên siyasî yên ku ew serpereştiya wan dikin, wekî qesaban, ev îradeya bi serîhildan û hilbijartinan diyarkirî dan ber kêran serjêkirin; ne parlamento ma, ne hukumet ma, ne dadgeh û muessesên millî yên din , ne jî peymana hemwelatîtiyê man; cardin riyên çareserkirinan bûn awe û uslûbên eşîrtî, barbarî û hovîtî. Ji dijmin bêtir û ji dijmin hov û hartir êrîş bibrin ser hev, qetlîam û talan kirin. Mal û zeviyên xwe bi destê xwe sotin. Ji bo ku li hemberî hev serdest bibin çûn serê xwe li ber Îranê Iraqê, Tirkiyê û Sûriyê çimandin ku her çar jî dijminê miletê wan bûn, ew kirin şirîkên û heta efendiyên îdarekirinê welêt; ango tarûmarkirina welêt, di neticê de ji hev hinde dûr ketin ku her yek li aliyekî çûn ketin hembêza dijminekî û emr û fermanên wan li ser îrada xwe qebûl kirin. Welê lê hat ku tevayiya Kurdistanê berê çar parçe bû, îro hema tenê axa xwedêgiravî rizgarkirî bû çar-pênc parçe.

Trajediyeka welê hat lidarxistin ku di encamê de xwiya ye ku tarîx ji bo Kurdan tekerrur dike, lê vê carê bi awayekî komedî. Yên dîrokxwîn wê bibîr bînin; gava di destpêka sedsala 16-an de mîrên Kurdan li hemberî Şah Îsmaîlê Sefewî yê Îranî bi saya Îdrîsê Bedlîsî hevkariyek pêkanîn û ordiyên wî ji welatê xwe qewirandin û dor hat ser wê yekê ku li Kurdistanê kî yê bibe mîrêmîran ê Kurdistanê, li hev nekirin, baweriya xwe bi hev neanîn; li ser mîrekî Kurd li hev nehatin. Di encamê de ji Îdrîsê Bedlîsî re xeber verêkirin gotin ku em li ser mîrêmîrantiyê baweriyê bihev naynin, ya çêtir ew e ku tu ricayê ji sultanê Osmanî bike bira paşayekî bişîne da li Kurdistanê bibe mîrêmîran. Sultan ev rica bi kêfxweşiyeka mezin qebûl kir. Pişt re gava mîrayetiyên Kurdan hatin hilweşandin, vî mîrêmîranê paşayê Osmanî her carê fermandariya ordiyên sultanan dikir. De vê carê bala xwe bidin vê trajediya îroyîn ku her du partiyên Kurdistana Iraqê hatin li Ankarê hustuyê xwe li ber Tirkan şûşî erdê kirin, Çîller xanimê du Turkmanên Iraqî anîn li ser serê wan ferz kirin. Ew baweriyê bi hev naynin, wê Turkman bibin çavdêr û hakemên wan, xwedêgiravî nehêlin şer bikin û li ser esasê wekheviyê dê bi wan re têkevin îdareya muşterek jî. Yanî Tirkiye bû şirîkê îdarekirina Kurdên Kurdistana Îraqê jî, heke em nebêjin bû takehakimê wê. Ma ev ne tekerura tarîxê ya bi awayekî komedî ye lê çi ye gelo?

Gelî serok û siyasiyên Kurdan! Bes e, bes e îdî ev leyistika tîrajîkomîk! Bes e îdî hûn bûne qesabê îradeya miletê Kurd, bi kêra dijminî vê îradeyê her cara ku zîl bide; hêşîn bibe serjê dikin!

Kurdino! Gelî ronakbîr û hişyarên Kurdan! Ma ku ew bûne qesabên îradeya me û bêwestan ser dibirrin , em çi ne gelo? Ma em wekî wê berxa bêmecal a ku hustuyê xwe li ber kêra qesabî dirêj dike, ne ew qas bêçare, bêxîret, bêhêvî û bêşuûr in ku îradeya xwe li ber postal û qundaxên çekên van siyasiyan radixin da binpê bikin, qetil bikin. Kurdino, sûcdarê esasî em in. Em bi xwe pê qeyil in, rê didin, bêdeng dimînin an piştgiriyê didin ku ev siyasetên han di nava me de rewacê bibînin. Heke siyasiyên Kurdan bidîtana ku miletê Kurd tu carî siyasetên wiha qebûl nake, li pey siyasetên wiha naçe û bi şiddet red dike, wan cesaret nedikirin û îmkan nedidîtin ku vê siyasetê li nav civaka me bimeşînin. Me bazar vekiriye, em qîmet û perê xwe didin, siyasetên wiha ji bo xwe dikirin ku loma jî ew tînin li nav me difroşin! Divê em bizanibin ku çareserî ji me destpê dike, heta em muşterî bin wê firoşên vê siyasetê hebin û wê ev di nava me de rewacê bibîne. Divê em îdî bêjin bes e! Bi qerardarî rê li ber vê siyaseta qirêj a malwêranker bigrin.

Gelî ronakbîran bo çi hûn bê deng dimînin, rabin ser xwe û berê xwe bidin millet, heqîqetê di çavê millî rakin da bibîne û hişyar bibe!

Yan na dawî li vê leystika tîrajîkomîk nayê! Yan na, millet her wê berxê hustudirêjkirî û ew jî wê qesabên destbikêr bimînin!

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: