Hevpeyivîna Netkurdê bi Kemal Burkay re

Ji NETKURD–ê 2011-08-27 10:25:31

Siyasetmedar û ronakbîrê kurd ê naskirî birêz Kemal Burkay piştî 31 salan vegereyia hundurê welêt. Medyaya kurd û tirk eleqeyeka mezin nîşananî vegera Burkay da.

 Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan

Siyasetmedar û ronakbîrê kurd ê naskirî birêz Kemal Burkay piştî 31 salan vegereyia hundurê welêt. Medyaya kurd û tirk eleqeyeka mezin nîşananî vegera Burkay da. Wezîrên hukumetê, berpirsên dewletê kurd û tirkên nas û dost û hevalên wî, nunerên partîyan û rêxistinên sivîl pêşwaziyeka germ li wî kir.
Li ser vegera birêz Burkay heviyên mezin jî çêbûn û rexne û gazin jî hatin kirin. Sedemê vegera Burkay, gelo ê çi bike, ê di prosesa aştiyê de, di ya vebûna demokratîk de roleka esasî bilîze yan na? Ev hemî hatin meraqkirin.

Min di nav vê gurrûgoll û stresa vegerê, hevdîtin û civînna de di ser torra Înternetê re xwe gihand Kemal burkay û pirs danê ku ew ji bo xwendevvanên Netkurdê bersiva wan bide.

Birêz Burkay kerem kir qebûl kir, bersiva hin pirsên min dan. Ez wan li xwarê pêşkêşî xwendevanan dikim.
Lê pirsên min ne ew tenê bûn, ku wî bersivandin. Li ser rewşa aktuel, mesela gurrbûna şerê nuha, Konferansa Kurdistanî, îddîaya nivîskariya quncik ku goya rojnameya Zamanê teklîf kiriyê, mesela hediyekirina Qur’anê’ ji bal wezîr Bagiş, danîna alaya tirk û busta Ataturk di hevdîtina wezîr Ertugrul Gunay de, mesela rexneyên li ser daxwiyaniya wî ya ku tevgera wan tu carî berê xwe, meyla nedaye şerê çekdarî, pirsa ku gelo ew çima tercîha piştigiriya Hak Parê dike ji dêlva ku xwe di mesafeyeka wekhev de nêzî hemû grûbên kurd bike û roleka neteweyî bilîze jî min pirs pêşkêş kiribûn. Lê birêz Kemal Burkay ji ber kar, hevdîtin û civînên xwe yên gelek liserhev diyar kir ku ew ê nikaribe bersiva hemuyan bide.

Bersiva wan û pirsên din ên wek wan înşallah careka din, di demeka din de. Nuha li xwarê em wan bersivên ku birêz Kemal Burkay dene pêşkêşî xwendevanan dikin

Mûrad Ciwan


-Birêz Kemal Burkay piştî 31 salan hûn vegeriyan welêt. We Îstanbul dît, hûn çûn Anqerê, Diyarbekirê. Ez texmîn dikim ku hûn çûn Dersimê warê bav û kalan jî?

Ez hîn li Diyarbekrê me, ango ne çûme Dêrsimê, lê ez ê biçim.


– Piştî vegera ew qas sal we çi dît, çi hîskir? Guhertinên li welêt li gor texmîn û xeyalên we kêm in an zêde ne? Guhertina fîzîkî ya welat; bajar, gund, aborû û avayî çawa pêş ketibû?

Waxtê min him li Îstembol û Enqerê, him jî li Diyarbakrê piranî bi hevdîtina nas û dostan, bi civînan û pêvendî bi medyayê ra derbaz bû. Min firsend ne dît li bajaran baş bigerim û hal û rewşa gel baş fêm bikim, ango bizanibim gel çawa dijî û difikire. Lê dîsa jî tiştên balkêş ji bo min hene.

Yek jê ev e ku bajar gelek mezin bûne, avahîyên gelek bilind û modern çêbûne, bajar bi otobanan bi hevra hatine girêdan. Bajarê Enqerê ku ez gelek salan lê ma bûm, ne dihate naskirin. Nifûsa bajarê Diyarbekrê jî 31 sal berê 150 hezar bû, nuha bûye mîlyonek.

Ango ji aliyê fîzîkî guhartin gelek mezin e. Helbet vê guhartinê tesîra xwe li rewşa aborî jî kiriye. Li bajaran malên hevalan –bi kêmayî yên ku min ditîn- li gor standardên Ewrûpayê baş bûn, heya baştir bûn. Erebêyên wan ên taybetî hene. Li gundan jî guhartin xwe nîşan dide; rêyên gundan hene, malên teze hatine avakirin û di gelekan da av û elatrik, têlevîzyon û internet jî heye.

– Ji alî civakî û sîyasî ve we guhertineka çawa dît? Kurd û Tirk? jin, mêr keç û xort?

Bi aliyê civakî, qasî ku hin kesan, bi taybetî dorhêlên kemalîst propagande dikirin û digotin, rewşeke xeterbar tune, Tirkîye ne bûye Îran! Belê, di kûçe û kolanan da jînên sergirtî hene, lê serqot pirtir in.. Gor berê jin zêdetir di warê civakî û sîyasî da xwe nîşan didin, ku di nav wan da yên sergirtî (bi turban) bal dikêşin. Tevî heval hogirên min ên berê, ku êdî porê wan sipî bûye, gelek jin, keçik, xort û zarok jî hatin dîtina min. Ew jî nîşan dide ku jin di alîyê civakî û sîyasî da gor berê gelek aktîftir in. Eleqe û germîya xortân jî hêvî dide mirovan. Gelek ji wan hewl didin bi zmanê dayikê, ango bi kurdî xeberdin û bixwînin, binivîsînin.
Lê min li jorê jî got, hîn ger û dîtinên min bi sînor in. Ji bo qeneeteke han waxt lazim e.

– Gava hûn vegeriyan welêt li gor medya dinivîse; cîgirê waliyê Îstanbulê hat pêşiya we, bi kurdî bixêrhatin li we kir, hûn di VIP-ê re derbasî hundur kirin. Piş re we havdîtinek bi wezîrê karûbarên Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş re kir. Wezîrê Kulturê Ertugrul Gunay li Otêlê hat serdana we. Tê îddîakirin ku hukumetê 4 pasewan (koruyucu) dane we ji bo parastina jiyana we. Di vegerê de di civîna çapemeniyê ya pêşîn de we got ku “ez hatime piştgiriyê bidim vebûna demokratîk”.. Hetta di vegera we de heyetek rojnamevanan ji Zamanê, Cîhan Ajansê û Radikalê hat heta Swêdê û bi we re vegeriya, vegera we dokumante kir, karûbarên medyatîk hatin organîzekirin.


Ji van hemuyan ew netîce tê derxistin ku li ser banga hukumetê, bi projeyeka hukumetê hûn vegeriyan welêt. Gelo projeyeka hukumetê heye ku hûn li welêt tê de kar bikin û we di vî warî de we tu rol gitrtiye. Mesela behsa heyetekê tê kirin; Heyeta Merivên Rîsipî (Akil Adamlar Toluluğu)…

Belê, Cîgirê Waliyê Îstembolê li balafirxanê hat pêşîya min û bi kurdî xêrhatina min kir. Lê ez ji “deriyê WIPê” derbaz nebûm, ez û hevalên xwe ji derîyê normal yê ji bo hemû rêvingîyan derbaz bûn. Ditina min û wezîran ne ji berê da programkirî bû. Wan xwest min bibînin û me hevdu dît. Ew pasewanên ji bo parastinê, ne bi daxwaza min bû, heya min ji kesên berpirs ra got ku tu pasawan naxwazim. Lê dîsa jî ew venekişandin. Min di civîna çapemenîyê da ne got ku “ez hatime piştgirîya vebûna demokratik bikim”. Min got: “Ezê nuha şunda, li nav welat jî piştgirîya kar û xebata ji bo demokrati, azadî û aştîyê bikim.” Hin kes gotinên min gor dil û daxwazên xwe çepeçûlkî dikin. Rast e, çend rojnamevan berî vegerê hatin Swêdê, li wir bi min ra hevpeyvîn kirin, hin dîmenên Stokholmê kişandin û bi min ra vegerîn. Lê ew tişta kesî organîze ne kiriye. Rojnamevanan bi xwe xwest û hatin. Ew karekî rojnamevanîyê bû. Eleqeya medyayê ji bo min bi taybetî van 3-4 salên dawî gelek bû. Kovar, rojname û têlewîzyonan, malperên înternetê –çi Kurd çi Tirk- bi min ra bi dehan hevpeyvîn çêkirin û weşandin. Heya ez ji vê eleqeyê bêzar bûm û min têlefona xwe ya destan middetekî girt. Piştî ku min roja vegerê ilan kir eleqeya medyayê qat bi qat mezintir bû. Xuya ye vegera min a piştî 31 salan balkêş dîtin.

Lê ev hemû tişt nîşan nade ku ez li ser banga hukumetê vegerîm welat, yan jî vegera min projeya hukumetê ye. İddîayên han tu eleqeya xwi bi rastîyê tune. Vegera min a welat, him jî piştî 31 salan ne tiştekî ecêb e, ne gunekarî ye. Gelo ji hin berpirsên PKK pêve ki neçû welat û nehat? Xuya ye yê ku herî dereng ma ez im. Min bi dehan caran di beyan û nivîsên xwe da eşkere kir çima nuha vedigerim. Min got: “Rewş li welat gelek nerm bûye. Yên wekî min, ango serok û sekriterên gelek partîyên Kurd bi salan e diçin welat û tên. Kanalekî têlewîzyonê ya dewetê bi Kurdî weşanê dike. Pirsa Kurdî bi rehetî tê axaftin. Partiyeke legal (HAK-PAR) heye ku di bernama xwe da federasyonê diparêze. Medya bîr û bawerîyên min jî bi serbestî belav dike. Hingê ez çima venegerim? Ezê herim kar û xebata xwe li welat bikim. Him min bîrîya welat kiriye, him jî, ger asteng nebe, kar û xebata nav welat çêtir e.”

Mesele ev e. Bila kes di bin gayan da li golikan negere. Helbet Serokwezîr Erdogan jî got “Burkay dikare bi serbestî vegere.” Wezîrê Hundur yê berê Beşîr Atalay jî têlefonî min kir, got “asteng tune, çima venagerî?” Tesîra van beyanan jî helbet li ser vegera min bû. Lê ev nişan nade ku vegera min projeya hukumetê ye. Me û hukumetê li ser tu projeyî qise ne kiriye. Kesekî rolek nedaye min wek beşdarîya “heyeta mirovên rûsipî” û hwd… Ez jî ne li benda tiştekî han im. Ger ez rolekê dilîzim yan jî bilîzim ji bo çareseriya pirsa Kurd, ew jî ji ber daxwaz û hêvîyên mirovên aştixwaz û azadîxwaz in, çi Kurd çi Tirk. Belê min dît daxwazeke usa xurt di nav gel da heye û ez jî hêz û morala xebatê ji wê distînim.

– Piştî hûn vegeriyan BDP-yî û KCD (Demokratik Toplum Kongresî)hinan bixêrhatin li we kir. We Behsa navê Selahettin Demirtaş da. Wekî din we behsa CHP-yiyan kir ku wan jî telefon kiriye û û bixêrhatina we kiriye. Ew kî bûn gelo. Gelo hemşeriyê we Kemal Kiliçdaroglu jî telefon kir?
Yê ku têlefon kir Cîgirê Serokê CHP-ê Sezgîn Tanrikulu bû.

– Abdullah Öcalan raxne kir li we got “hin siyasetmedarên derve bi xêra min vedigerin welêt lê rexne li min dikin”. Pişt re Murat Karayilan eşkere kir ku hevalên te berî çend mehan ew ji vegera te agahdar kirine, wan pozîtîf li meselê nihêrtiye, lê di vegerê de we ew hêvî ya ku wan ji we dikir şikandiye.
Ez bi xêra Ocalan vegeneriya me, lê bi saya xebata xwe û hevalên xwe, bi saya hêzên aştixwaz û demokrat vegeriyame. Min berî vegerê Qereyilan yan jî tu berpirsekî PKK ji vegera xwe agahdar ne kiriye û ji bo vê agahdariyê wezîfe ne daye tu kesî.

– Ji van daxwiyaniyan medya gihîşt wê baweriyê ku hûn li ser daxwaza dewletê an em bêjin hukumetê û ya PKK-ê vegeriyan welat. Belkî jî mesela vegera we di mizakereya heyeta dewletê a Îmraliyê û Öcalan de hat xeberdan. Herdu aliyan belkî qebûl kir ku hûn rolekê di prosesa aştiyê de bilîzin. Ev çend rast in? Gelo we roleka wiha girtiye ser xwe. Eger heye nuha ev kar di çi merhelê de ye?
Bersiva vê pirsê li jorê heye. Daxuyaniyan han ne li cî ne, ne rast in.

– Hun çûn Diyarbekirê. BDP-yî û KCD-yiyan bang kiribû ku hûn bên di nav KCD kar bikin. Wan diyar kiribû ku muhtemelen hûn ê li gel wan hev bibînin. Li Anqerê an li Diyarbekirê tu hevdîtin di navbera we û berpirsên BDP-ê an KCD-de pêk hatin gelo? We çi xeber da, çi encam jê derketin?

Di navbera min û BDP-KCD da, wek rêxistin tu pêvendî çênebûn. Min Serokê Şaredariya Diyarbekrê Osman Baydemir û serokê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş ditin, ew jî mirovên hilbijartî ne û temsila gelê bajêr dikin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: