Hevpeyivîna XeberênKurdî bi Mûrad Ciwan re

Ji NETKURD-ê 2011-10-03 13:06:31

Malpera Xeberên Kurdî (xeberenkurdi.com) hevpeyivînek bi berpirsê malpera me Mûrad Ciwan re kir. Em wê hevpeyivînê redakte dikin û li vê derê diweşînin.

Malpera Xeberên Kurdî (xeberenkurdi.com) hevpeyivînek bi berpirsê malpera me Mûrad Ciwan re kir. Em wê hevpeyivînê redakte dikin û li vê derê diweşînin.

Netkurd
Beriya 3-4 rojan Mûrad Ciwan hat Anqerê. Em roja înê (30-9-2011) ji bo hevpeyivînekê li Anqerê hatin ba hev.

Murad Ciwan, ji Diyarbekirê ye. Beriya derbeya 12 Îlonê ji Tirkiyê derket; lê piştî darbeyê şert û mercên Tirkiyê gelek xirab bûn. Ji ber vê, li Swêdê ma, paşê jî bi cîh bû. Piştî wî malbata wî jî çû Swêdê.

Ciwan heta 1992’yê di nav siyasetê de aktîf cîh girt; lê niha aktîf siyasetê nake. Ciwan, demekê di dibistanên Swêdê de dersa kurdî jî da. Ew niha wek ronakbîr û nîvîskarekî li Swêdê li ser înternetê malpera NETKURD-ê dide weşanê.

– Mamoste ez berê spas dikim, we em neşikandin. Pirsa min a ewil ew e ku: rewşa diyasporaya Swêdê ya Kurd çawa ye? We got ‘ez ji siyasetê veqetiyam’, çima qey êdî hûn ji siyasetê têr bûn?”

– Kurdên Swêdê wek kurdên din ji sê beşan pêk tên. Hinek ji wan karker in ku ji bo aboriyê hatine. Ew siyasî nînin. Piştî derbeya 12 Îlonê multeciyên siyasî hatin Swêdê ew jî beşek in û wekî din gencên kurd ji bo xwendinê hatine. Civaka kurdên Swêdê ji wan her sê beşan pêk tê.

Piştî 1980-yan bi rûdanên Helepçê û yên din re Kurdên Iraqê jî hatin, piştî şoreşa Îran-ê rewşa kurdan li Îranê xirabtir bû ew hatin. Ji Suriyê, ji deverên Ermenîstanê jî hatin. Ji hemû mintiqayên kurdnişîn hatin.. Yên ku hatin paşê jin û zarên xwe jî anîn. Bûne civakek. Paşê komele û rêxistin damezrandin. Kurd endamê wan komela û rêxistina ne ku jê beşeka giring jî siyasî nînin. Ev komele paşê li Stokolmê bûn wek federasyonekê: Federasyona Komeleyên Kurdıstanî li Swêdê. Bi vî awayî diyasporaya Kurdan li Swêdê avabûye.

– Pêwendiyên kurd û swedîyan çawa ne? Kurd li gettoyan dijîn an na?

– Ev jî li gor ferqa di nav Kurdan de diyar dibe. Kesên ronakbîr, rewşenbîr û zana hene, karker hene, kesên gundî yên ji ber şerê dewlet û PKK-ê ji gundan derxistî jî hene; li gor wê seviya civakê di navbera însanan de diguhere. Kesên ronakbîr, rewşenbîr beşdarî civakê bûne, pêşve ketine, zarokên xwe gihandine, entegreyê jiyana Swêdê kirine; lê yê din dibe ku di dereceyeka hindik de mane. Rewş çawa be jî ne tene li Swêdê li Almanya wan deran jî xerîb li cihekî kom dibin. Ne tene Kurd, Tirk yên Afrîkayî jî wisa ne. Yanê xerîbên her derê tên li cîhekî kom dibin. Belê ev piştgirî û cîranîyê çêdike lê dibe sedema hinek problemên civakî jî, mîna jiyana gettoyan. Yên entegrebûyî jî hene.

– Çima diyaporaya Swêdê ya kurdan ji aliyê çandê ve li gor diyasporayên din yên kurdan ewqas pêşve çû ye?

– Rast e diyasporaya kurdên Swêdê gelek pêşve çûye. Kesên din jî vê astê tînin ziman. Çimkî pêşeng, ronakbîrê xwendî yên Kurdan pirttir li Swêdê bi cih bûn. Ronakbîr û xwendiyên Kurd yên ji Iraq û Îranê jî hatin Swêdê. Li gor diyasporayên din tebeqeya ronakbîrên Kurd li Swêdê xurt û zexm bû. Çapxane, weşanxane û komele hatin danîn, kovar û kitêb hatin weşandin.

– Mamoste, li Swêdê perwerdehîya bi zimanê Kurdî heye?

– Ji hemû gelan û zimanan re ev derfet heye, ji bo kurdan jî heye. Armanc fêrbûna zimanê xwe ye. Hemû ders Kurdî nayên dayîn, lê hinek ders bi Kurdî tên dayîn. Heke dê û bav bixwazin şaredarî mecbûr in derfetên dersa zimanên zikmakî bidin zarokan. Perwerdehî jî di destê belediyan şaredariyan de ye, di destê hikumeta merkezî de nîne. Min jî mamostetiya zimanê Kurdî kiriye.

– Orhan Miroğlu dibêje ”ji ber hinek sedeman rewşebîrên kurd yên diyasporayê çirmisîn, qels bûn û paşve çûn.” Hûn vê gotinê çawa dinirxînin?”

– Belê, min jî ew sê nivîsên Orhan Mîroglu ên di Tarafê de xwendin; para rastiyê jî di wan de heye; şaşîtiyên afakînêrînê, teniknêrînê jî di wan nivîsan de hene. Mesela ronakbîrên kurd yên çûn wê derê ne ku berê xurt bûn û paşê qels bûn. Na wan siyaseta aktîf dimeşand, piştre hin mîna berê aktîf neman di siyasetê de. Ev nayê wê maneyê ku ew di ronakbîriyê de qels bûn.

Mesela ez… Min dev ji siyaseta rêxistinî berda, lê dev ji ronakbîrîyê berneda. Ez li ser ziman, dîrok edebiyat, çand, kultur, rojnamegeriya kurdan dixebitim. Ev 5-6 sal in em NETKURD-ê derdixin ji her derê dinyayê ew tê xwendin.

Heke meriv bêje siyasetmedariya kurdan hinekî sist bû, sedemên wê yên maqûl hene: Berê gava di 1980’an de li Tirkiyê, Iraqê, Îran û Suriyê rewşa kurdan gelek xirab bû. Îmkan tunebû rojnameyan derxin, radyo û televîzyonan vekin. Lê paşê sal bi sal pêşveçûn gihîşte noxteyeka wisa ku kurdên Iraqê ji bo xwe dewleta federe avakir. Dezgeyên wan, hikumet, radyo, televizyon , parlamento, unîversite çêbûn.

Li Tirkiyê mîsal qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabû, azadî hat. Rojname, kovar derketin. Hê problem hebûn; lê azadî çêbû. Gava ev der reş û tarî bû, hert tişt dihat înkarkirin, di bin darê zorê de bû, Swêd qiymeta wê hebû, wek çirakê bû. Me kovar, kitêb derdixistin, komele ava dikirin, civîn çêdibûn. Lê niha her tişt li vê derê di nav gel de dibe. Çiqas be jî êdî ew der (Swêd) li kêlekê ma. Nayê wê manê ku ronakbîrên li wê dere mayî, sist bûne.

Dîsa tespîteke wî ya gelek şaş hebû: Ji alî ronakbîriya li Ewropayê Fîlîstînî û Kurdan dida ber hev. Lê rewşên wan li Ewropayê ne wekhev bûn. Mînak; ez mamostê kurdî bûm, mamostên Tirkî , Erebî û Îngîlîzî hebûn. Min xwe û ew didan ber hev. Min dîdît Erebek dikare ji 22 dewletên Eraban kitêbên zarokan û yên xwendinê bigre bîne. Wê demê îmkana filistîniyan hebû ku ew ji sedî sed bi zimanê xwe xwende bin. Mamoste û ronakbîrênTirkan ji Tirkiyeyê kitêb danîn. Lê em kurd mecbûr bûn bi xwe kitêban ji bo zarokên xwe çekin, kovarên zarokan me bi xwe çêdikirin; em û fîlîstînî wekhev nebûn. Hem Ewropiyan hem Sovyet jî tê de welatên sosyalîst û yên rojhilat zarok û gêncên filistînî bi bursan dibirin welatên xwe, ew didan xwendin, îmkanên maddî, manewî didan ronakbîrên wan, ew li ser destan digirtin. Heke em van şertan nizanibin dibe ku em neheqîyan li kurdan bikin.

– Li gor we îhtîmala diyasporayên nû hene gelo? An jî ez wiha bêjim îhtîmala koçkirina kurdên Tirkiyeyê heye, çima?

– Rewşa dinyayê û welatan guherî. Digel wê, rewşa kurdan jî guherî. Kurd hê jî negîhîştine asta wisa ku hemû maf û azadiyên xwe bi dest xistibin. Berê rewşa Kurdan pir kambax bû. Lê niha şertên ku peyda bûne, kurd êdî ne mecbûr in bibin penaber, welatê xwe biterikînin, bi çolan kevin. Dikarin li welatê xwe bimînin mucadeleya xwe bi awayekî demokratîk, bi çarçova siyasî, bi diyalog û mizakeran, bi medotên aştiyane bimeşînin, heqên xwe yên bidestnexistî bistînin. Dinya, mintiqe, Tirkiye guheriye. Îmkan hatine ku îro bêyî mecbûr bibe bazde, mecbur bibe dest bi şîdetê bike, mecbûr bibe şerê çekdarî bike dikare xebata xwe bike. Bêyî van jî mirov dikare gelek tiştan bike heqên xwe hêdî hêdî, gav bi gav bi dest bixe.

Rewşa dinyayê jî guheriye. Berê heta me ji Swêdê telefonek vê derê dikir saet û roj diçûn. Me digot em telefonê ji dê û bavên xwe re bikin em diçûn santralan, diketin doran, dawiyê îja santral dihatin guhdarkirin, yekî ji santrala farzê muhal ya Diyarbekirê digot ‘Kürtçe konuşma, Kürtçe konuşursan kapatırım” . Lê niha ferqa vê dere ji wê derê nemaye TRT Şeş televizyonên kurdan yên din weşana kurdî dikin, him xîtabê Kurdên Ewropayê dikin him yên vê dere. Li ser înternetê weşan tê kirin ferqa hundir û derva nehîştiye. Dinya êdî piçûk bûye. Ji ber van rûdan û guhertinan ez dibêjim êdî diyaspora çênabe. Guhertinan mesafe li navbera hundîr û derva nehîştiye. Xeribîya welat êdî çênabe. Ez li Stokolmê siwarî teyyarê dibim piştî 3 seeta têm Stenbolê. Dinya piçûk bûye, pêwendî pirr alî gihîştine hevdu.

– Mamoste piştî van guherînan hun têkoşîna çekdar ya PKK-ê an rêxistinên din çawa dinirxînin?

– Ez dibêjim heke îmkan hebûna şerekî wisa dest pênekiraya ê qenctir buya. Berî salên 80-yan rêxistin û komeleyên Kurdan hebûn ku şerê çekdarî nedikirin. Tenê PKK şerê çekdarî dikir. Bi awayê demokratîk daxwaz û têkoşînên wan hebûn; lê dema darbeya eskerî hat, pir dirindane êrîş bir ser wan, hemû rêxistin girtin, kurd xistin hepsan, mal û xelq perîşan bûn, koçberî bû, însana gundên xwe terikandin. Yanî heke ne çare bû jî vê rewşê hinek mecbûr kirin ku derkevin dest bi şîdetê bikin, hêrs bibin, bi çiya kevin, şerekî dest pê bikin. Vê zirareke mezin da.PKK sedem nîne encamek e.

Lê îro têkoşîna çekdarî qet lazim nîne, di şertên rewşa îro de ku dinya gelek guheriye. Hetta ez dibêjim heke îmkan hebûya mirov bikaribuya vegeriyana demên berê, min ê bigota tevî wê zilm û zorê çardin hûn bi çek ranebin. Bê çek belkî me bikaribiya em gavên peşdetir bavêjin. Ez dikarim bêjim heke şerê çekdarî nebûya dikaribû ji asta îro jî zêdetir em herin.

Xwezîya 4 hezar gund vala nebûna, 3 mîlyon însan koçber nebûna, 40 hezar însan nehatina kuştin bira ev seviye kêmtir bûya. Bira 40 hezar însanên me nehatina kuştin, bira 3 mîlyon însanên me ji cîhên xwe nehatana qewirandin bira me 10 sal derenegtir heqên xwe bistandana. Ew texrîbata ku wan tiştan kir îro ne rihete em bikaribin şûna wan dagirin. Genç mirin, kadro mirin, mejî mirin, gund beyar man, rez bêyar man. Butçe û enerjiya dewletê ji wê re hat mesrefkirin, ku dikaribû di rêya pêşveçûyîne de bihata xerckirin. Qesda min ne ew e ku ez filankes an jî bêvankesan gunehkar bikim, gava wekî tespit, wekî realîte didî ber çavan meriv dikare bêje muhtemelen em ê ji îro ne kêmtir buna lê em kêmtir bûna jî bira hema 10 sal jî bikşanda lê ev tişt pêk nehatana.

-Mamoste PKK çima ji dewletê re wiha nabêje:‘Ji bo dayina mafên Kurdan(ziman, çand)muxatabî şert nîne; heke hûn li muxatabekî digerin ‘peyama mafên mirovan ya Ewropayê’ bigrin’?

– Ev muhtemelen ji ber egoya rêxistinîyê nayê gotinê. Gava meriv partiyek be li gor xwe micadeleykê didî, li gor xwe têyî derekê, konaxekê, te keda xwe rijandiye, însanên te hatine kuştin, tu bi çola ketîyî. Ev egoîzmekê çêdike ku jî dinyayek di sere meriv de peyda dibe, meriv dibêje qey heta em nebin her tişt ê xirab bibe. Lihevkirin bi me re neyê kirin, doz ê were firotin, tasfiye kirin, yê bê xirab kirin. Ev egoîzm carbicar digîhîje dereca paranoyayê jî.

Li derên din ên dinyayê jî; gava yek dest bi karekî dike ewilî dibêje ji bo milet e, qenciya mîletê herî baş ez zanim. Dawî çi jî bike, dibêje ‘qenciyê ez baş zanim, millet nizane, millet nezan e! Paşê jî millet sar dibe. Tirk dibêjin ya, ‘halkı kurtarıcılarından kurtarmak’ meriv tê wê noqtê. Ew dibêjin me xelq rizgar kiriye; lê paşê tu mecbur dibî xwe ji wan rizgarkeran rizgar bikî.

Yanî rewş tê dereceya paranoyayekê. Rasyonalîzm winda dibe. Rastiya cihanê, ya jiyanê ya rojane winda dibe.

– İsmail Beşikçi dibêje ku “BDP bikaribe Qendîlê kontrol bike û fermanan wernegire wê çaxê Qendîl û Îmralî jî ê guhê xwe bidin BDP-ê.” Li gor we tiştekî wisa dibe pêk were? An ev daxwaz îdealîzma rewşenbîran e?

– Ez jî di rewşa îro de beşdarî Îsmail Beşikçi dibim. Çawa berê li ser Tirkiyeyê wesayeta eskergeriyê hebû, heta niha jî hê heye -belê îro gelek zeîf ketiye; lê hê xilas nebûye- vê problemên mezin jî ji Tirkiyê re çêkirin. Rê li ber siyasetê, li ber demokrasiyê girt. Me çawa digot gerek reform bibin, esker têkevin bin emrê siyaseta sivîl, yê parlamentoyê, yê demokrasiye. Bawer dikim divê PKK jî bi temamî tevgera xwe bixe bin hukmê partiya sîvîl ya ku hêza xwe ji raya xelqê distîne. Li gor Qendîlê û Îmraliyê divê di dereca herî pêş de siyaseta sîvîl ya ku ketiye parlamentoyê were. Evên din jî bi hev re tekîliyên wan hebin jî –Qendîl û PKK- divê îrada xelqê qebûl bikin. Li çiya be jî, li deştê be jî dîvê bêjin îrada millet pêşdirtirê her tîştî ye. Ma wan di serî de jî negot ji bo azadiya millet! Gerek çiya tabi’ê BDP-ê, gruba parlamanetoyê ya hilbijartî bin. Ne ku bêjin bira BDP têkeve bin emrê me, bira qirara nede.

Divê sivîlîzebûn di PKK-ê de jî dest pê bike, ew jî li hemberî dengên xelqê hustu bitewînin, ne ku bi zora sîlahê tişt bên kirin. Çimkî heke wisa be ev nay vê maneyê ku daxwaza me, îrada me ev e, fikra me ev e. Divê millet bikare xwe îfade bike, qenaeta xwe bêje, daxwaza xwe bêje. Ev jî ji wir tê. Evê ku ne bi darê zorê, bi daxwaza xwe ray dane ew bikaribin wan îdare bikin, rêya wan, daxwazên wan bimeşînin.

– Mamoste ketina BDP-ê ya meclîsê hûn çawa dibînin

– Ez pirr tiştekî baş dibînim. Gelek kêfa min pê hat. Ez vegera parlamentoyê ji bo Tirkiyeyê, ji bo Kurdan, ji bo her kesî tiştekî bixêr dibînim. Çimkî Tirkiye di konaxeke pirr hessas de ye. Bi Tirkên xwe, Kurdên xwe, bi Elewî û Sunniyên xwe, bi Misilman û ne Misilmanên xwe ve, Tirkiye di qonaxeke nuh de ye, li ber hemlekê, guhertinekê ye ku dixwaze nûbûnekê bike, li dinyayê, li mintiqê rola xwe bilîze. Loma divê êş û kul û giraniyên ku rê li ber wê digrin, yan jî enerjiya wê negatif heba dikin bên rakirin, divê ji wan xilas bibe.

Îja ev ne tenê derdê Tirkiyê, ne tenê derdê Ak Partiyê ye, ne tenê derdê hikumetê ye, derdê kurda , yê BDP-ê yê jî. Îro hatiyê wê noqtê ku gava herî esasî a ku me ji wan derdan xelas bike Qanûna Esasî ye. Berî her tîştî divê em Qanûna Esasî derxin.

Divê em ji wan rêgirîyên ku dema em gava xwe davêjin, dibêjin ‘Qanûna eEasî ya 12-ê îlonê nahêle’, em daxwazekê dikin, dibêjin’ Qanûna Esasî ya 12 îlonê nahêle’ xelas bin. Qanûna Esasî ya nuha bûye wek zincîrekê dest û lingên me girtîye. Bifikire, yek êdî dixwaze rabe, tiştekî bike, lê te dest û lingên wî zincîr kirine, te barê giran lê kiriye, kêvirekî mezin pê ve girêdaye, li vî alî, wî alî 3-4 pirsgirêk û kulên wî yên pir muhîm hene. Ew çawa rabe ser xwe. Divê ji wan xilas be.

Di vir de divê Kurd jî rola xwe bilîzin, BDP jî. Çimkî grûbeka wan a xurt peyda bûye, hatine hilbijartin, milet reya xwe daye wan. Erdoğan, hikumet jî nabêje ‘Qanûna Esasî ez ê bi tena serê xwe çêkim’. Behsa komisyoneka konsensusî tê kirin; ferqa partiya piçûk, mezin ê tunebe. Dibêjin yên ku ketine parlamentoyê bira werin ba hev, komsiyanekê çekin û reya wan qasî hev be. Yanê BDP ê qasî AK Partiyê heqê vetoyê li ser Qanûna Esasî hebe. Jî wê baştir çi heye! Yanê tê vê maneyê ku Qanûna Bingehîneke ku Kurd nexwazin dernakeve. Heke derkeve yê bi dilê Kurdan be jî. Divê BDP rola xwe bilîze. Çimkî miletê reya xwe ji bo wê daye. Divê ew jî bersiva miletê bide.

– Mamoste li cem wan karên erênî, karên neyînî hene. Li herêmê sivîl tên kuştin. Ev dê çawa bibe?

– Şert çi be jî, mirov nikare kuştina sîvîlan qebûl bike. Qanûna Bingehîn hebe an jî tunebe… Çimkî di netîcê de sîvîlên me tên kuştin. Kî bikuje jî nayê qebûl kirin. Gotineka kurdan heye ”got ’bavê te kê kuşt, siwaran a peyan. Yê hember got ’piştî bavê min hat kuştinê, ha siwaran ha jî peyan çi ferqa wê heye.’. Loma ez li pey kê kuştinê nînim, çimkî kê jî kuştibe sîvîl tên kuştin. Însanê me winda dibin, em vê qebûl nakin.

Hevdîtana MİT-ê-PKK-ê xuya kir ku mirov dikare di gelek tiştan de li hev bike. Yanî êdî gunehkariyeke mezin e meriv şer bike, sîvîlan bikuje. Ne sîvîl, ne esker, ne jî yên serê çiya bila êdî neyên kuştin. Dê çima bimrin? Çimkî êdî îmkan heye, bi lihevkirinê, bi mizakerê, bi diyalogê çêdibe, çima rêya şer êdî vekirî be? Kî wisa dike gunehkariyeke mezin e. Divê em qebûl nekin. Wek kurd jî bêjin em qebûl nakin.

– Revandina mamosteyan hûn çawa dinirxînin?

– Ji xwe ev trajediyeke mezin e. Hinek kes hene him mamsotetiyê dikin ku di eynî wextê de terefdar, an dilsozê PKK-ê ne, ew mamostetiya xwe berdewam dikin. Li alî din PKK mamosteyan direvîne. Heke ewqas ferz be bira ew pêşiyê îstifa bikin, dev ji meaşên xwe berdin, paşê bira herin mamosteyên din birevînin. Ev ji kuderê derket. Bahaneya wan jî sunî ye. Qest tiştekî din e. Dixwazin tengjînekê peyda bikin, aloziyekê çêkin, civat nerihet be, tedîrgîn bibe, – qesta min raya giştî ya Tirkan û ya Kurdan e- dûrî hev bikevin. Xizmeta wî îşî dike, xizmeta başiyê nake.

Bira meşan çike ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mekteban veke, mamostan bigîne, hezar tiştên din hene. Lê heta dema bidestxistina perwerdeya bi zimanê zikmakî jî xwendin û nivîsandin ê hebe. Em nikarin zarokan nexwenda bihêlin. Em dixwazin berî her tiştî zarokên me bi zimanê xwe hînî ilm û îrfanê bibin, ya herî baş ev e. Lê heke îmkan tunebe, bi kîjan zimanî be jî em ê zarokên xwe bidine xwendinê. Ev nayê wê manê ku em dibêjin bira hetta hetta Tirkî hebe. Lê heta zimanê me bê em nikarin zarokên xwe cahil bihêlin.

– Îsabel Allande dibêje “ez koçer nînim bi dil ji welatê xwe derneketim, ez sirgun im bi zorê ji welatê xwe hatim derxistin; loma welatê nû ji bo min êşek e” hûn wê gotinê li ser jiyana xwe 
çawa dinirxînin?

– Belê rast e. Welatê mirov ji bo mirovan, welatê zaroktiyê ye. Dema mirov nexweşiya alzheimerê dikevin, xeynî demên zaroktiyê her tiştî ji bîr dikin. Loma min got, welatê mirov welatê zaroktiyê ye. Lê Swêd jî ji bo min bû welatê duyemîn.

Dema ku ez nû çûbûme Swêdê bavê min digot bira ji min re telefonê neke, mektuban neşîne. Çimkî tevî hisretî diket dilê wî jî ji ber tadeyiyê nedixwest. Min jî nedixwast malbata xwe aciz bikim. Him ew diêşiyan him jî ez.

Lê nuha dinya welat û ya sirgûniyê ew qas ji hev ne dûr e. Meriv eger bi zorê nehatibe qewirandin û koçberê bi dilê xwe be meriv kara rehet biçe bê. Loma rast e sirgûnî ji koçberiya dûrketina bidilxwazî gelek dijwartir e.

– Mamoste ez gelek spas dikim. We fikr û ramanên xwe yên giranbiha bi me ra parve kirin. 

– Ez jî spas dikim. Ez malpera we jî gelek ji nêz teqîb dikim. We pîroz dikim, hûn karekî hêja dikin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: