Li Kurdistanê li ser rewşa jinan reform dibin

Ji NETKURD-ê  2009-03-16 21:09:22

 

Birêz Diyar Mizûrî, tu rabêjê serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê karûbarên civakî yî. Wek em dizanin di prosesa qebûlkirina Qanûna Rewşa Kesayetiyê ya Herêma Kurdistanê de di karûbarên amadekariyê de te cih girt. Te aktîf di vê prosesê de kar kir û tu ji nêzîk ve mesela derxistina vê qanûnê dizanî.

Qanûna ku derket ji alî maf û azadiyên jinan ve, bi taybetî di ware anîna pirr-jiniyê (fire-jinî) de gelek rexne kêşan ser xwe. Li hundur li derveyî Kurdistanê rexne li hukumetê û parlamentoyê tê kirin ku bi vê qanûnê wan pir-jinî anîye Kurdistanê. Ev rexne hem ji bal biyaniyan, hem ji bal rêxistinên kurdan ên jinan ên li hundur û derveyî welat tê kirin.

Bi rastî jî ecêb e ku tevgera kurd a neteweyî ji berê de wek tevgereka modern a demokrat û sekuler tê naskirin, ji bo demokrasî, azadîyê û wekheviya mêr û jinan ew qas têkoşîn daye. Çawa tevgereka wiha piştî ku dewleteka federe ava dike, tê ser desthilatê dikare dev ji van prensîb û armancên xwe berde û mesela sîstemeka wek sîstema pir jiniyê bîne Kurdistanê? Çimkî wiha tê gotin.

Ma li gor qanûna berê a dewra Sadam rewş çawa bû, gelo yek-jinî hebû we ew guhert, kir pirr-jinî?

Eger welê ye, hukumet û parlamentoyê çima sîstema pirrjinî anî Kurdistanê?

Di meselê de şaştêgihîştineka gelek mezin heye? Sedemê vê şaş tegihîstinê belkî piçekî em bin ku me di wextê de agahdariyên lazim nedan. Ji alî din ve rêxistinên me yên sivîl û bi taybetî yên me yên jinan û yên derve, hin dezgeyên me yên medyayê tembelî an heta dereceyekê qesdxirabiyeka taybeti, ev mesele şaş tê gihandin.

Nayê fikirîn ku qanûna derxistî ne tenê qanûna jinanînê ye, ew ya rewşa kesayetî ye yanî qanûna medenî ye ku hemû aliyên pêwendiyên navbera jin û mêran û maf û berpirsiyariyên wan rêkdixe.

Ya din rexnegir du tiştan li ber çav nagirin.

Yek jê ew qanûna berê a dewra kevn û ya ku nuha parlamentoya Kurdistanê derxistiye nadin berhev. Qanûna dewra Sadam hem pirr-jinî tê de hebû hem jî di gelek warên jiyanê de jin xistibûn bin emrê mêran û ew kiribûn welatiyên dereceya duduyê yên di bin wesayeta mêran de. Di mesela mîrasê, ya şahidî û mal danînê, zewac û berdanê da li gor qanûna berê rewşa jinan gelek xerab bû. Qanûna nuh ew kirine xwedan mafên wek hev yên li gel mêran û xwedan berpirsiyarî.

Ji vî aliyî de reformên gelek mezin di qanûna nuh de hene.

Xala duyê jî me destûreka Iraqê heye ku her qanûnên ku em li Kurdistanê derdixin divê li gor wê Destûrê bin.

Di dema amadekirina destûrê de nunerên Kurdistanê gelek mihawele kir ku destureka sekuler a demokratîk derkeve, lê partiyên ereb ên şîe û sunne bi her awayî israr kir ku destûr li gor yasayên îslamî be. Mesela, wan dixwest ku dînê dewletê îslam be, ew ne sekuler be û Qur’an û şerîeta îslamê çavkaniya qanûnan be. Tevgera kurd gelek mihawele kir ku dewlet sekuler be û çavkaniyên qanûnan li ser esasê yeksaniya mefên însanan ên unîversel be. Bi saya israra nunerên kurd destûr guherî ji xala ku ’îslam çavkaniya qanûnan e’ ber bi ’qanûn nikarin li dijî îslamê ûmafên mirovan ên unîversel bin’. Ya bi dilê me, ne tam ev bû, lê me ew qas karî em tesîrê bikin. Vê jî ferqeka mezin heye li gel a din.

Nuha bi dilê me be yan na, qanûnên ku em derdixin divê li gor destûra iraqê bin. Eger ne li gor wê bin dadgeha bilind a federal dikare wan betal bike. Yanî qanûna ku em derdixin gerek ne li dijî şerîeta îslamê be.

Tiştekî din jî heye. Gava me dest bi reformekirina qanûna rewşa kesayetî kir, armanca me ew bû ku em bi her awayî asteng û neheqiyên li ber maf û hebûna jinan rakin. Jinan di civakê de bikin xwedan maf û berpirsiyariyên wek hev.

Berî ku qanûn bê parlamentoyê di nav civakê de hat minaqeşekirin. Rêxistin û meqamên cuda yên civaka sivîl ew nirxandin û pêşniyarî anîn. Partiyên siyasî, zanayên dînî, pisporên warên cuda yên civakê, komeleyên jinan û hwd. dîtinên xwe gotin..

Hukumetê ev minaqeşe organîze kir, wek koordînator, ev beşên cuda ên civakê anîn ba hev. Di netîca minaqeşe û mihaweleyan bi beşdariya nunerên jinan û alimên dinî û yên din pêşniyar hatin, di encamê de me ew gihandin konsensusekê.

Helbet konsensusa ku peyda bû, qasî armanc û hedefên ku me di destpêkê de dabûn ber xwe ne li pêş bû. Lê li gor qanûna rewşa kesayetî a dewra Sadam jî gelek pêşkeftî bû. Em fikirîn ku diyar e li gor civaka me ev mesele ê bi carekê de çareser nebe, lazim e qonax bi qonax em newekhavî û neheqiyan ji nav xwe rakin, civaka me bi xwe divê bigihîje wê merhelê ku ew bi xwe jî fahm bike tê bigihîje û daxwaza mafan bike, xwedî lê derkeve.

Helbet prosesa ku hukumet û parlamentoyê meşandiye li gor rewşa civakê li pêş e. Lê nabe ku serokatiya welatekî jî ew qas li pêş be, ew qas ji civaka xwe bidûr bikeve ku pêwendiyên wê û civakê ji hev qut bibin.

– Te behsa cudatiyên mezin ên navbera qanûna dewra Sadam û ya nuha kir. Gelo ev cudatî çi ne?

– Belê. Ew guhertinên ku li gor maf û berjewendiyên jinan hatine kirin gelek in. Di warê pênaseya hevjîniyê (zewacê, mahrkirinê) de; di qanûna nuh de ew wek girêbendeka arezûmendane ya navbera jin û mêran li ser bingehê mehr û xweşdivêyî (hezkirin) û berpirsiyaretiya hevbeş tê qebûlkirin. Lê di qanûna kevn de, ew wek girêbendeka mêr e li gel jinê ji bo pêkanîna jiyaneka hevbeş bi mebesta xwezêdekirinê (beranînê) bû.

Du; di qanûna nuh de bi pênc şertan mêr hatiye bestin eger niyaza wî ya anîna jina duyê hebe. Şert jî ev in:

– Rizamendiya jina yekê,

– Nexweşiyeka muzmîn a rêgir di cotbûnê (pêwendiyên cinsî) de, yan stewrî (bêberî) li gor rapora doktorê pispor.

-Şiyana darayî ji bo birêvebirina du hevjînan li gor belgeyên îspatkir û fermî.

– Belêkirina resmî ku ew ê dadperwerî di navbera herdu jinan de peyda bike ji alî maddî û manewî ve.

– Şerta pêncê jî di girêbesta hevjînîyê de jinê nenivîsîbe ku nabe hewî bê ser wê.

Û hemû ev şert divê li dadgehê bi emrê dadwer bên diyarkirin.

Tevgeriyana bi vacayî tenê yek ji wan mercan jî, cezayê wê ji şeş mehan heta salekê hefs û her wiha cezayekî bo qasî deh milyon dînaran pere ye.
Lê di qanûna berê de tenê du şertên sivik hebûn ku dikarîbû hukmekî lastîkî pê bê kirin ku ew jî ev bûn:

– Eger mêr şiyaneka darayî hebû ji bo xwedîkirina du jinan,

– Ya duyê eger berjewendiyeka meşru a rewa a mêr hebe.

Sezayê bi vacayî tevgeriyana li hember qanûnê jî ew bû ku ew azamî ji salekê zêdetir neyê hefskirin û sed dînarê iraqî bide.

Ji bilî zewacê di hin warên din de qanûn hat guhertin. Mesela di ware şahidiya mêr û jinan de. Qanûna berê digot du jin li hember mêrekî di şahidiyê de dibin wek hev. Lê qanûna nuh ew rakir, niha jin û mêr di şahidiyê de yek bi yek wek hev in.
Di mesela telaq, yanî hevduberdanê de; qanûna kevn mafê berdanê tenê dabû mêr. Lê di qanûna nuh de di girêbesta nuh a hevjîniyê de jin mafê wê heye daxwaz bike ku mafê telaqê bi destê wê bi xwe be.

Di warê umrê (jiyê) hevjîniyê de: Di qanûna kevn de umrê hevjîniyê 15 sal bû, eger welî (dêûbav) pê razî bibûya.

Di qanûna nuh de jiyê hevjîniyê 18 ye. Lê kesekî/a ku şanzde temam kir û bi xwe daxwaza hevjîniyê kir, dadwer dikare îcazê bide bi şertê ku şayeste be û şiyana wî/wê ya hevjîniyê hebe û welî jî pê qayil bibe.

Di qanûna nuh de di mesela nişûz(lasarîyê) (eger jin îhtmam bi zilam u mala xwe nedet. Rêz li bihayên malbatî negire) de jin û mêr wek hev li ber çav tên girtin. Di ya kevn de tenê mafê mêr hebû jinê bi lasarî (xemsarî û îhmal) tesbît bike û wê naçarî îtaetkirina mêrê xwe bike.

Li gor qanûna kevn wîlayeta zarokan piştî mirina bav diçû ji bapîr û mamê zarokan re, lê di ya nuh de ku bav mir, yan wenda bû, dayik dibe waliya zarokên xwe.

Di qanûna berê de mêr mafê wî hebû li jinê bide bi mebesta temîkirin, terbiye û îtaetkirinê. Di qanûna nuh de ev bi temamî hat rakirin. Ji dêlva wê di qanûna nuh de hatiye danîn ku tu îtaetkirin (stûtewandin) ji bal mêr ve nikare bê sipartin ser jinê û jin nikare ferz bike li ser mêr her karê ku li dijî qanûn û şerîetê be.

Di qanûna berê de telaqdan bi devkî û bi delalet dibû. Û di riya wekîl re jî ji dêlva kesekî ve dakirîbû telaq bê avêtin. Qanûna nuha ev hemû rakirine û nabe ku li derveyî dadgehê telaq bê avêtin.

Di mesela mîrasê de di qanûna kevn de du keçan qasî kurekî mîras digirt. Di qanûna nuh de li gor wesiyeta wacibe dikare kur û keç wek hev mîras bigirin.
– Te behsa destûrê kir ku hin maddeyên wê rê li ber digirin ku meriv qanûneka bi tevayî hemdem û adil derxe.

Belê di destûra Iraqê de hin madde hene ku rêgir in her çende sala 2005-ê nunerên kurd gelek mihawele kir û guhertin tê de kirin jî bi israra hêzên îslamî yên erebên şîe û sunne tê de man.

Maddeya duyê, xala yekê ya destûrê dibêje îslam ayînê dewletê yê resmî ye û ew çavkaniya serekî ya qanûndanînê ye. Paragrafa (a) dibêje nabe qanûnek bê derxistin li gel hukmên bicîkirinê nelihev be.
Maddeya sêzdê, xala yekê destûrê bi qanûna bilind û berz ya li Iraqê datîne ku pewîst e li her derê li Iraqê pê pêbendî hebe bêyî cudatî.

Xala duyê ya vê maddeyê dibêje nabe ku qanûnek bê danîn bi vacayiyê vê destûrê be.

Maddeya not û sê (93), xala yekê dibêje taybetmendiya Dadgeha Bilind (Dadgeha Federal) e ku çavdêriya dereceya destûrîbûna qanûnan û peyrewên karpêkirî bike.

Ev hemû nîşan didin ku em qanûneka bi her awayî li gor dilê xwe derxin jî Dadgeha Federal a Iraqê dikare wê qanûnê betal bike çima ku bi her awayî li gel destûra Iraqê hev nagire. Nexwe li gor destûrê em bixwazin yan yan nexwazin qanûnen ku em derdixin divê bi îslamê re ne nelihevkirî bin.

Kak Diyar ez dixwazim em vegerin ser mesela prosesa derxistina vê qanûnê. Çimkî bi qasî ez dizanim li ser navê serokwezîr te roleka aktîf di vê prosesê de lîst ji bo koordînekeirina karûbarên nav prosesê û tu ji nêz ve meselê dizanî.

Gelo qanûn di encama kîjan prosesê de derçû? Ji hêzên siyasî û civakî rola kê çêbû?

Helbet têkoşîneka dûrûdirêj a tevgera kurd a ji bo yeksaniya mafên jinan heye, bi taybetî rêxistinên jinan herdem mihawele kirine. Piştî raperîna 1991-ê ev têkoşîn ber bi xebateka berbiçavtir çû. Çimkî di yasayên rejima Saddam de gelek tahdeyî û neheqiyeka mezin dihat ser jinan.

Piştî hilbijartinên Kurdistanê ên 2005-ê ku parlamentoya nuhhilbijartî civiya, ji nav parlamentoyê komîsyoneka parastina mefên jinan hat damezirandin. Ev komîsyon hemû ji wan kesan pêk hatibû ku di mesela parastina maf û azadiyên jinan de çalak bûn.

Wê komîsyonê pêşniyeriyek anî ku qanûna rewşa kesayetî (Qanûna medenî) bê guhertin. Çimkî wek me gavek berê jî got gelek xalên li dijî mafû azadiyên jinan di vê qanûnê hebûn.

Vê komîsyonê di meha şeşa a 2007-ê de serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir û dxwaza piştgiriya hukumetê kir ji bo derketina vê qanûnê. Serokwezîr bi her awayî soza piştgiriyê da vê komîsyonê û got; baş e dest bi xebatên guhertina qanûna rewşa kesayetiyê bikin ku di civaka me de yeksaniya mafên jin û mêran bike û mafê zarokan jî biparêze.

Bi vê pêşniyariyê re serokwezîr daxwaza avakirina komîsyonekê kir ku ji zilamên zana yên warê şerîet û fiqha îslamê pêk bê û jinek jî di nav wan de be.

Li Iraqê mezintirîn zanayê warê şerîet û fiqha îslamê kesekî kurd e, prof. Mistefa Zelmî. Ew yek ji wan kesan e jî ku bi rastî piştgiriya mafê jinan dike. Di nav ve komisyonê Dr Nûrî Talebanî endamê parlamentoya Kurdistanê, Dr. Beşir Xelîl mamostayê zankoyê, Dr. Mihemed Şerîf endamê parlamentoya Iraqê li ser lîsta Kurdistanê û Dr. Muslih Mustefa hebûn.

Ew bû serokê vê komisyonê. Komîsyonê karê xwe kir û pêşkêşî hukumetê kir. Li ser vê, me di 27-ê nîsana 2008-ê de konferansek amade kir ku ji Zaxoyê heta Xaneqînê û heta Sincarê 163 kes tê deamade bûn.

Di wê konferansê de hakim û awukat hebûn, jinên çalak ên naskirî yên têkoşerên mafên jinan hebûn. Ji baskê rastê heta baskê çepê xelk tê de beşdar bûn. Me rojekê seranser pirsa jinan minaqeşe kir.

Di dawiya wê konferansê de biryar hat girtin ku komîsyona heyî bê firehkirin û zêdetir jin tê de beşdar bibin.

Li ser vê, komîsyon hat firehkirin ku ji 6 jinan û 5 zilaman pêkhatîbû. Berpirsiyariya komîsyonê ew bû ku reşnivîseka nuh a qanûna rewşa kesayetiyê (medenî qanûn) amade bike da ev bibe pêşniyera hukumetê û hukumet wê pêşkêşî parlamentoyê bike.

Jinên vê derê hemî jî jinên aktîf ên mafên jinan bûn. Pexşan Zengene bû ku seroka komîsyona parastina mafên jinan e li Parlamentoya Kurdistanê û parlamentera Partiya Komunîst e. Peyman Îzzedîn endama sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê ye ku ev rêxistin ser bi YNK-ê ye. Emîre Hesen dozgêr (savcî, mideyî am) e, endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê ye. Kurdistan Mukriyanî seroka Yekîtiya Afretên Kurdistanê ye ku ser bi PDK-ê ve ye. Şanaz Ahmed endama êncumena parêzgeha (meclisa bajêr) Silêmaniyê ye ji Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê ye. Mehabad Qeredaxî, ronakbîr, çalakvana mafê jinan e û demeka dirêj li Swêdê jiyaye. Ev bûn jinên me yên ku di wê komîsyonê de amade bûn.

Ez jî li ser daxwaza serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tê de bûm. Min înekê erê yekê na, wek çavdêr beşdarî di wê civînê de dikir. Vê komîsyonê du mehan berdwamî civîn kirin, xal bi xal qanûn minaqeşe kir. Wan di hemû xalan de li hev kir, tenê di tiştekê de li hev nekir: Gelo pirr-jinî li Kurdistanê bê qebûlkirin yan neyê qebûlkirin, bi şert be yan bê şert be…

Di vê navberê de,me di nîsan û gulâna 2008-ê de lêpirsînek û lêkolînek (survey)da kirin li Kurdistanê. Nuha hûn jî dizanin ku qanûneka ji bo li welatekî bê cîbicîkirin gerek ew li gel rewş û qonaxa civakî ya demê lêhatî û bişiyan be. Hukumetek ku li welatê xwe di nav reforman de ye û civaka xwe ber bi guhertinên nuh ên hemdem ve dibe dikare gavekê an du gavan li pêşiya civaka welatê xwe be, lê nabe ku hukumet bi dehan an sedan gavan ji civakê dûr ketibe. Wê gavê ê pêwendiyên wê ji civakê qut bibe.

Di wê surveyê (anketê) de lêkoler ji kesên gelek pispor pêkhatibûn ku serpereştiya wan ji bal kesekî ku ji derveyî welat e hatiye kirin. Lêkolîn û lêpirsîn (anket) bi temamî bi pîvanên zanistî yên standardên navneteweyî hat kirin. 1000 kes ji hemû bajar û deverên Kurdistanê di anketê de beşdar bûn û pirsiyar ji wan hat kirin. Li Duhokê Ji % 22, li Hewlêrê ji % 33, li Silêmaniyê ji %45di nav anketê debû.

Pirsên anketê hin jê azadiya jinê di civakê de, tundûtûjî li hemberî jinê, pirsa sunetkirina jinan û pirsa rewşa medenî bûn.

Hin encamên ku ji wê lêkolînê derketin ciyê dilêşiyê ne. Mesela li Kurdistanê % 62 –ê xelkê ne di wê baweriyê de ye ku jinek, serbixwe, bêyî ku pirsê ji bavê xwe, mêrê xwe, an birayê xwe bike bikaribe daxwaza pasaportê bike, pasaport derxe.

% 48-ê xelkê bawerî bi wê nîne ku jin karibin şofêr bin.

% 69-ê xelkê dixwaze ku qanûnên li Kurdistanê dertên şerîeta îslamê yan çavkaniya yekê ya wan be, yan jî îslam yek ji çavkaniya derece yekê be.

Dema meriv vê lêkolînê û hinek lekolinên din dibîne meriv dizane ka rewşa me ya civakî çawa ye. Netîce komîsyona amadekirina qanûna rewşa kesayetiyê, di mesela jinanînê de du alternatîf danî; yek pir-jinî qedexe be, du pirjinî bi şert û mercan be.

Hukumeta Kurdistanê jî li ser vê anketê, maf di xwe de nedî ku ji van herdu alternatîfan yekê hilbijêre, herdu alternatîf jî di reşenivîsê de parast û got bila bi vî awayî biçe parlamentoyâ, bila Parlamentoya Kurdistanê biryarê li ser vê bide.

Di mesela mercan de jî wek me li jorê bahs kir, 5 mercên vekirî hebûn ji bo ku mêrek karibe jina duyê bîne.

Di van mercan de ya ku dibêje di dema hevdu mahrkirinê de mafê jinê heye ku di eqda mahrkirinê de bide nivîsîn ku ew bi wî şertî dizewice eger mêrê wê ê tu carî jina duyê neyne ser wê.

Wek me berê jî bahs kir her mahrkirin divê li hember dadgehê bê aqdkirin. Û nuha lîsteyek hatiye çêkirin, li dadgehan ê bê ferzkirin ku di dema mehrê de ew xal bi xal mefên jinê bîne bîra wê û bêje ew dikare çi şertan li ser mêrê xwe deyne. Ê di dema mahrê de jê re bixwînin ku jin dikare şertê neanîna jina duyê li ber mêrê xwe deyne.

Di qanûna berê de gava mêr dimir, jinê1 ji 8-ê parê ji bo xwe werdigirt, lê nuha ê berê mahkeme biçe, tesbît bike para ku jinê di dema mayina xwe ya li gel wî mêrï qezenc kiriye jê bê derxistin, jin para xwe werbigire û pişt re malê mêrik li gor qanûnê bê parvekirin.

Em nuha mihawele dikin ku gava jin li derva kar nakin û jina malê ne, ew karê wan ê nav malê wek karê ful-time bê hesab kirin da ew mafê xwe di çêkirina wê malê de werbigire.

– Nuha rewşa jinan li Kurdistanê çawa ye, pêşveçûnên çawa rûdidin? Gelo bi rastî guhertina ber bi başiyê ve di rewşa jinên Kurdistanê de dibe, yan hema li ser kaxez guhertin hene lê di jiyanê de wek berê xerab dimîne?

– Berî salekê ji min re bihataya gotin ku rewşa jinan ê ber bi başiyê ve biçe, min ê bigotaya ku ev xewnek e û ne mimkin e ku demeka kin de di nav vê civaka me de rewşa jinan ber bi başiyê ve biçe. Lê ev yasayên ku tên derxistin û îmkanên tên peydakirin hem ji aliyekî de ewleyiyeka nuh ji bo jinan tînin, hem jî hişyarî û baweriyekê di nav xelkê de peyda dikin.

Di vê sala dawîn de hejmara kuştina jinan kêm buye. Di mehkeman de, mesela, hejmara kesên hukumkirî yên li ser tadeyiya li hember jinan, di salekê de ji % 80 zêdebuye. Hejmara jinên ku giliyê mêrên xwe dikin ji % 200 zêde buye. Berê tundûtûjiya li ser jinan wek meseleyeka nav malê dihat qebûlkirin û zêde nedihat bahskirin. Gelek tişt dibûn ku di hundurê malbatan de diman û em pê nedihesiyan, Lê tedbîrên nuh ên qanûnî, asayişî û civakî baweriya xelkê bi hukumetê zêdetir kiriye, ew mesele pirtir tên bahskirin, polîs û dadgeh pirtir pê tên hesandin, ragihandin jî zêdetir behsa van meseleyan dike.

Heta meriv dibêje qey tundutûjiya li hemberî jinan li gor salên berê zêdetir buye. Lê na, bi îstatîstîkan buyer kêmtir bûne. Berê pirtir bûn, lê nedihat bahskirin, nediçû polîs û dadgehan. Nuha buyer kêmtir bûne, lê bêhtir tên eşkerekirin, diçin polîs û dadghan, lêkolîn li ser tê kirin, hesab tê pirsîn. Jinên me jî baweriya wan xurttir buye ku eger neheqiyek li wan bê kirin hukumetek û damûdezgeyên asayişî, hiqûqî û parastinî hene ku xwedî li wan derkevin. Ev gelek giring e. Baweriya keç û jinên me bi jiyanê pirtir bûye.

– Baş e, ji derveyî derxistina qanûnan yên ku rewşa jinên Kurdistanê ber bi baştir ve dibin çi tedbîr ji bo buyerên rojane yên acil tên wergirtin. Çimkî mesela tetbîqkirina qanûnan û ya ku hem welatî, hem berpirs li gor qanûnan tevbigerin, pêwistî bi demekê heye ku welatî bên hişyarkirin, perwerde û agahdarkirin. Ev jî wext jê re divê.

Lê nuha, îro hê li gelek malan û li derve tadeyî li jinan dibe, heqaret li wan tê kirin, ew tên tehdîdkirin, çavtirsandin, heta kuştin û şewitandin. Di praktîkê de divê acîlen rê li berê bê girtin. Divê dewlet jiyana van însanan biparêze. Divê îmkan û derfet hebin ku jin xwe bispêrinê di rewşên herî dijwar û xeter de.

Ji vî aliyî de di praktîkê de li hember tadeyî, tundutûjî û heqaretên rojane di praktîkê de di warê asayişî, civakî û dadwerî de hukumetê çi tedbîr wergirtine?

– Hukumeta Kurdistanê giringiyeka gelek mezin dide pirsa jinan. Û ev ne ji ber wê yekê ye ku me divê em ruyê hukumetê li derve bişon loma, na. Bi rastî ji bo ku hukumetê baweriya wê bi vê tê, tedbîran werdigire, bi şev û bi roj kar dike.

Min berê bahs kiribû ku xebata ji bo mafên jinan xwedan dîrokeka dûrûdirêj e li Kurdistanê. Mesela di qanûnên dema Seddam de di kuştina jinan de bahaneya namûsê wek sedemek dihat dîtin ku jinkuj cezayên sivik bigirin.

Hukumeta Kurdistanê hê di sala 2002yê de qanûna jimare 14 derxist ku kuştina jinê bi çi sedemî dibe bila bibe wek curmeka cînayî qebûl kir. Cînayet cînayet e û bi bahaneya namûsê jî bûbe ew curmeka giran e. Qanûnên Kurdistanê nuha kuştina ji ber namûsê qebûl nakin û cezayê herî giran didin van curman.

Hukumeta Kurdistanê sala 2005-ê siyaseta wekheviya mafê jinê ragihand.

Di 17-ê meha 5ê a 2007-ê de civîneka bilind bi serokatiya birêz serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêkhat. Ev li ser daxwaza wî bû. Hejmareka zêde a wezîrên Kurdistanê di vê civînê de beşdar bûn. Ji van; wezareta karûbarên ayînî û ewqafê, wezareta dadê, wezaretên karûbarên hundurîn, wezareta karûbarên komelayetî, wezareta perwerde, wezareta werziş û gêncan, wezareta tendurustiyê, wezareta mafên mirovan, wezareta herêmî ji bo karûbarên civaka medenî, wezareta herêmî ji bo karên jinan, şarezayeka kurd ku li Fransayê dijî; Nezend Begîxanî wek rawêjkar amade bû. Ez jî wek rawêjkarê karûbarên komelayetî li encumena wezîran. Herwesa kordinatorê hukumeta Kurdistanê bo UN.

Li wir biryar hat dayin ku komîteyek bilind ji van hemû wezaretan pêk bê û siyasetek jî hat darêştin ka qonax bi qonax em ê çi bikin. Her di vê civînê de biryarek jî hat dayin ku komîteyeka lidûvçûnê a girêdayî vê komîsyonê bê danîn da ew komîte mesela pirsa karûbarên ji bo jinan hergav taqîb bike.

Serokwezîr Neçîrvan Barzanî di wê civînê de eşkere got ’ev mesele meseleyeka man û nemanê ye ji bo me’. Got ’yan em ê rawestin û em îdîaya civakeka demokratîk nakin, yan jî divê ev doz bibe ya her malê û dezgehê û her çar desthilat; ya qezayî, ya teşrîî, ya cîbicîkrinê û ya ragihandinê tê de cih bigirin.

Ew komîteya şopandinê ya ku di bin komisyona bilind de hat avakirin çavdêriya çalakiyên wezaretan dike, ka kîjan wezaret di mesela maf û azadiya jinan, baştirkirina rewşa wan de çi dike û çi nake.

Di gava yekê de me giranî da wê muduriyeta taybet bi jinan ku di herdu wezaretên karûbarên navxwe de hat durustkirin. Yanî polîs serpereştiya buroyan dike li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê. Berê van buroyan hem karûbarên lêkolînan hem jî yên çavdêriyê dikirin. Pişt re ku karûbarên wan zêde bû, beşê lekolînan ji ba wan çû, wan tenê karê çavdêrîkirinê girt ser milê xwe.

Yanî her daîra polîs li Kurdistanê ku tu biçiyê, polîsek heye ku şikayet an pirsek li ser mesela jinan hat, ew serpereştiya komîteya lêkolînê dike û wê muduriyeta ku me binavkir jî çavdêriyê dike bê ka ew pişkinîn û lêkolîn çawa dimeşe. Ew muduriyet ji gava ku pirs bigihîje polîs û heta li dadgehê bê noxteya dawî, biryar bê dayîn dawe temam bibe prosesê taqîb dike.

Berê li sê bajaran muduriyet vebûbûn. Ku medît têr nakin li Germiyan jî muduriyet vebu û li hin qezayên wek Ranye û Şarezorê jî departmentên van muduriyetan hatin danîn. Li Hewlêrê nivîsingeha Soran û li Duhokê jî ya Akrê zêde bû. Biryar heye ku li deverên din jî buro bên vekirin.

Bi saya van muduriyet û buroyan em karin faktayan bi awayekî rasttir bidestxin. Êdî em rasttir zanin çend jin hatine kuştin, çendan xwe şewitandiye, çend pêrgîyê tundûtûjiyê bûne, çend tehdîd li ser jiyana wan hene û hwd. Bi saya van îstatistîkan em rismekî rasttir ê rewşê dibînin. Bi van îstatîstîkan em dizanin ku hejmara kuştina jinan kêm buye û ya gilîkirina tawanên li hemberî jinan zêde buye.

Ev îstatistîk her wiha nîşan didin ku hejmara kesên tawanbar ên hukumkirî ji bal dadgehan ve jî zêde bûne. Nexwe dadgehên me jî êdî cidîtir li serê radiwestin û xelk zêdetir diwêrin û dixwazin meseleya bibin ber dadgehan. Ev îşareta wê ye jî hem dezgeh û dadgeh hem jî xelk zêdetir baweriya xwe bi siyaseta hukumetê tînin, piştgiriya wê li gel xwe dibînin û bi şewk û heyecan dozan dişopînin.

– Hûn ji rewşê bi temamî razî ne?

– Na, helbet ev trenda heyî ciyê dilxweşkirinê ye, lê em nikarin bi rewşa îro razî bin. Divê em têkoşîna xwe berdewam bikin heta hejmara kuştinan û sûcên din ên giran dibin sifir, her çende ev hejmareka gelek îdeal e jî.

Wekî din ji alî parastina jinan, ew jinên ku tehdîd li ser jiyana wan e, gelek ciyên parastina jinan çêbûne. Navendên parastina jinan avabûne, haya jinan ji van navendan bûne, telefon hatine eşkerekirin, Jinên ku tehdîd li ser jiyana wan e, dikarin derhal telefonî polîs bikin. Polîs yekser diçin vekolînan dikin, wan tînin teslîmî van navendan dikin.

Li her yekê li Duhokê û Hewlêrê navendek heye, Li Hewlêrê di nêzîk de ê bibin du navend, yek a rêxistinên medenî yek a hukumî. Li Silêmaniyê sê cih avabûne, yek hukumî ye û du jê yên rêxistinên civakên sivîl in.. Li Amediyê nuha yek tê avakirin. Li Çemçemalê cihek heye. Li Hewlêre û Dihokê li gel rêxistinên civaka sivîl ê heryekê navendek bê avakirin.

Ev navend xurt parastî ne, di bin kontrola polîs de ne. Navendek jî ji bo wan jinan hatiye avakirin yên ku muhtacî rehabilîtasyonê ne, ew jinên ku tûşî leşfiroşiyê bûne, an bêxwedî li kolanan mane. Ev tên wergirtin û rehabîlîtekirin, perwerdekirin da karibin cardin vegerin nav civakê.

Di van navendan de mihawele tên kirin ku pirsgirêkên van jinên ku tehdîd li ser jiyana wan e, li gel malbatên wan bê çareseririn. Yên ku çareser nabin jî dewlet xwedî li wan derdikeve, wan vediguhêze bajarên din, heta nasname û cihên nuh dide wan da ew di nav ewleyî de dest bi jiyaneka nuh bikin.

Nimûnen wiha hene ku li bajarekî ew tûşî tehdîdê bûne, me ew xelas kirine, birine gundekî an bajarekî piçûk, wan di bin çavdêrî û parastina polîs de ji xwe re dest bi jiyaneka nuh kiriye. Helbet dijwariyên wan bi temamî wenda nabin, lê jiyana wan tê parastin, ew dikarin vegerin jiyaneka rojane.

Li encumena wezîran me komîteyek danîye ku ji sê kesan pêk tê. Yek ji andaman ji wezareta karûbarê jinan e, yek ji parlamentoya Kurdistanê ye û sekreterek ji encumena wezîran e. Ev komîte ê li qanûna ceza ya Iraqê vekole, hemû wan xalên ku li dijî maf û azadiyên jinan e wan tesbît bike.

Di qanûna cezayê ya Iraqê de gelek xalên li dijî maf û berjwendinên jinan hene. Ev komîte ê hemû wan xalan tesbît bike, bide hukumetê da ew bişîne Parlamentoya Kurdistanê da guhertinên bi wî awayî bên kirin ku di mesela qanûna ceza de jî wekhevî pêk bê.

Di wê qanûnê de hin cezayên gelek neînsanî yên li dijî jinan heta li dijî meran jî hene. Em ê wan cezayên neînsanî rakin, rengekî pirtir nêzî însaniyetê bidin qanûnê. Di qanûnê de mesele na hema cezakirin be, mesele esas rehabîlîtekirin û perwerdekirin be.

Pirseka din a ku problemeka mezin e li Kurdistanê mesela sunetkirina keçan e. Mixabin ku ev meseleyeka dijwar û xeter e. Me îstatîstîk nînin ku çend berbelav e. Lê derceya belavbûna wê çi dibe bila bibe ew giring e. Nuha hukumet muhawele dike ku tedbîrekê li hemberî wê jî bigire.

Hukumet reşnivîsa qanûnekê amade dike ku ê pêşkêşî parlamentoyê bike. Qanûn bi navê ’Tundûtijiya di nav malbatê de’ ye. Hukumet ê wê pêşkêşî parlamentoyê bike û mihawele bike ku li wê derê suneta keçan bê qedexekirin.

Du madde ê di wê qanûnê de bin, ku yek cezayê giran hebe ji bo wan kesên ku sunetê dikin û du; ceza hebe ji bo wan kesên ku di malbatê de serpereştiya sunetê dikin.

Em di ragihandinê de gelek giringiyê didin mesela tundutijiya li hemberî jinan. Ragihandin ji bo agahdarkirin û perwerdekirina civakê di vî warî de dikare roleka gelek mezin bilîze.

Mesela, payizê di meha 11-ê de di navbera 19-25-ê mehê de me hefteyeka kampanyaya tundûtûjiya li hemberî jianan îlan kir. Di wê hefteyê de di xwendegeh û zanîngehên Kurdistanê de çalakiyên berfireh hatin kirin. Wezîrên me beşdarî kampanyayê bûn, ketin nav xelkê, çalakî kirin. Semîner li gelek cihan hatin dayin, di ragihandinan de, di radyo, tv û rojnameyan de minaqeşe, întervyû û gotûbêj hatin kirin. Bawer dikim kampanyayeka herî serkeftî bû di dîroka Başûrê Kurdistanê de. Xelkê pêşwaziyeka germ lê kir.

Lê ev nayê wê maneyê ku bi vê kampanyayê me hemû tişt çareser kir. Na, em ê berdewamî çi di minasebet û rojên ji bo vê pirsê wek 8-ê adarê, çi di derfetên din de vê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Ez dixwazim xwendevanên Netkurdê zanibin ku di vî warî de xebateka dûr û dirêj ya pir alî li ber hukumeta Kurdistanê ye. Gava em rewşa civakî, kulturî û hişyarîya Kurdistanê bidin ber çavên xwe ev mesele ne asan e, berpirsiyariyeka sext û giran e. Lê hukumet ê vî karî bimeşîne. Ev li ber me wek ajandeyeka neteweyî ye.

– Birêz Diyar Mizûrî sipas ji bo vê hevpeyivînê

– Ez jî sipasiya we dikim.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: