Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e?

Ji Netkurd-ê

 

Tirkiye di seranserê tarîxa xwe de ketiye qonaxeka bi wî awayî ya minaqeşeyên li ser pirsa kurd ku tu carî neketibuyê. Dewlet, hukumet, mixalefet, unîversîte, medya, rewşenbîr, sermiyandar, esker, polîs, rêxistinên civaka sivîl, xelkên jirêzê; bi kurtî herkes van rojan bi awayê çareserkirina pirsa kurd minaqeşe dike.

Hukumet bi sipartina Desteya Ewleyiya Millî ya Tirkiyeyê, mihawele dike ku di ”Girêvekirina Kurd” de modela Tirkiyeyê ava bike, serokê PKK-ê Abdullah Öcalan amadeyiyên darêjtina nexşeriya çareseriya pirsê dike.

Di navbera vê gurregurra minaqeşeyan de endîşeya ku li ba gelek tirkan serîhildide ew e ku gelo Tirkiye di vê gavavêtinê de neterişe, ber bi perçebûnê ve neçe? Malûm e, ji rojaroj de di nav tirkan de; berê temamiya dewletê; îro jî hin terefên dewletê û milletê di wê baweriyê de ne ku eger hin mafên ziman û kulturî ji bo kurdan bên dayin, kurd ê daxwaza tiştên zêdetir bikin, îmkana avakirina dewleteka serbixwe bidest xin û Tirkiye ê perçe bibe.

Tirkên herî çakbîn ên ku daxwaza dayina mafên ziman û kultura kurdan dikin jî, ji ber vê endîşeyê, bi her awayî li dijî reorganîzekirina dewletê ya bi wî awayî ne, ku unîteriya wê xera bike. Tirk bi dewlet û miletê xwe îro bi temamî girtî ye li her aweyê lamerkezîyetê, otonomî an federaliya dewletê.

Loma jî kurdên derûdora DTP-ê û PKK-ê bi her awayî mihawele dikin da dewletê û milet qani’ bikin ku ew tu daxwzeka ku unîteriya Tirkiyeyê têxe bin tehdîdê nakin.

Meriv nikare siyaseta milet û dewletekê fahm bike ku millet û etnîsîteyên din ên nav xwe înkar bike, ji maf û azadiyên suruştî bêpar bihêle û mihawele bike ku wan bi qetlîam û asîmîlasyonan ji holê rake. Lê meriv dikare tirs û endîşeya miletekî an dewletekê a ku gelo bi filan an bêvan gavê ê dewleta wê ber bi perçebûnê ve biçe yan na fahm bike; heta ev tirs li ser bingehekî neheq be jî…

Nuha kurdên Tirkiyeyê bi gûrr û geşbûna minaqeşeyên li ser çareseriyê, ji her demê cidîtir bûne mixatabên endîşeya ku kurd ê ji Tirkiyeyê veqetin û dewlet ê perçe bibe.

Kurdan ku bi sedan sal e her awe fedekarî kir, êş û azar kişand da bên bigihên rojên minaqeşeyên li ser pirsgirêka kurd û platformeka diyalogê, berpirsiyariyek di vî warî de dikeve ser milên wan jî ku ew bersiva tirs û endîşeya tirkan bidin.

Lê ji bo vê, kurd divê berê bi xwe bigihîjin encamekê ku gelo veqetiyana ji Tirkiyeya nuh a ku kurdan nas bike, maf û azadiyên wê qebûl bike di fêde an zerara kurdan de ye?

Eger encam ew be ku tevî rewşa nuh a Tirkiyeyê jî fêda kurdan di cudabûnê de heye, ji xwe kurd nikarin ji bo rakirina tirs û endişeya tirkan tiştekî bikin, endîşe ê vegerin rastiyê, her alî ê şûrê xwe bikêşe; êdî dimîne li ser wê ku bê Xwedê bext dide kê.

Lê eger encam ew be ku veqetiyana ji ”Tirkiyeya nuh” di zerara kurdan de ye, berpirsiyariyek dikeve ser milê kurdan ku tirs û endîşeya qet nebe pirraniya tirkan û terefên maqûl ên rasyonel ên dewletê rake.

***
Ez kurdek im ku min di 13-14 saliyê de xwe di nav tevgera kurd de dîtiye. Ji dawiya salên şestê ê sedsala 20-ê û bi vir de, ji bilî çekbikaranînê hema hema di her warê tevgera kurd de min cih û berpirsiyarî girtin. Min çek bikaraneanî lê heta dawiya salên 80-yî baweriya min bi şerê çekdarî dihat. Heta destpêka salên 90-ê baweriya min bi Kurdistaneka serbixwe ya yekbûyî ya sosyalist dihat.

Berê baweriya min ji sosyalîzma reel şikiya, pişt re ez gihîştim wê qenaetê ku mesele bi teoriya marksîzm-lenînîzmê ve jî girêdayî ye. Loma her çendî di destpëka 90-ê de ez ji xebata siyaseta rêxistinî vekişiyam jî, deh salên dawî min li gor xwe têkoşîneka şexsî ya Kurdistaneka serbixwe ya demokrat ya yekbûyî da.

Cara pêşî di destpêka mîleniuma sisiyê de; bi tehlîlên li ser rewşa dinyaya nuh a global a dema teknolojiya agahî û ragihandinê (IT) min nivîsî ku, rewşa dinyayê ya nuh derfeteka wiha peyde dike ku îdî ne bi veqetiyanê jî kurd dikarin bigihên maf û azadiyên xwe, hidûdên siyasî yên çar dewletên ku kurd lê dijîn neguherin jî û ew di çarçeveya van dewletan de bimînin jî ew dikarin ber bi yekbûn û entegrasyoneka xurt biçin.

Dewra nuh a global ew qas hêviyeka xurt da min, min wê gavê nivîsî ku ”sedsala 21-ê ê bibe sedsala kurdan!” Hinan got ”tu di vê tesbîta xwe de pirr mezin dikî”, lê 10 salên derbasbûyî û guherîna ku di van 10 salan da di rewşa kurdan de pêkhat, baweriya min a bi wê tesbîtê xurttir kir.

Ez van tiştên li ser xwe çima dinivîsim? Dixwazim prototîpeka kurdekî bidim ku 40 salên 53 salên jiyana xwe bi her awayî, hema hema her roj di nav tevgera kurd a herî mixalif de derbas kiriye, îro di destpêka hê gelek ne zelal a di nav mij û dûmanê ya rewşa nuh a Tirkiyeyê de jî tê wê qenaetê ku veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê ne ku gelek bi êş û elem e, nelazim e, heta zerar e jî.

Belê, baweriya min a îro ew e ku veqetiyana kurdan, ne tenê ji bo kurdên bakur, ji bo kurdên perçeyên din jî zerar e.

Ji bo ez karibim sedemê vê qenaeta xwe bidim zelalkirin ez dixwazim anekdotekê li ser şairê kurd ê naskirî Ahmed Huseynî bidim:

Piştî sala 2003-yê ya rizgarbûna Iraqê ji rejima Saddam û avabûna dewleta federe ya kurd, Ahmed Huseynî rojekê got ”ez ê dev ji şairiyê berdim.” Sedemê wê jî wiha îzah kir: ”Gava Kurdistan ava nebûbû, bi dehan, sedan sal em bi xeyala avabûna Kurdistanê jiyan. Hebûna dewleteka kurd ew qas xeyalî, dûr û pîroz xwiya dikir ku ji bo me şairan wek ketina buhuştê bû, dibû îlhama şiir gotinê. Lê îro ku Kurdistan ava buye, ew xewn û xeyal û îlhama buhuştî ya şiiran tê de nemaye. Dewleta kurd jî buye wek her dewleteka din a ser ruyê erdê, nema îlhamê dide min, nema karim şiiran li ser dewleta kurd bihonim.”

Para rastiyê di vê gotinê de pirr e. Welê rû dide, carina bi deh salan, sed salan rewşek li dar e ku meriv dibêje qey ew rewş ê tu carî xelas nebe, dawî lê neyê, lê carekê, rojekê, bi rizgarbûnekê, bi serkeftinekê, bi guhertineke lûtkeyî rewşeka ew qas nuh kare peyda bibe ku wan fikr, xeyal, bawerî û qenaetên meriv serobin bike, biguhere.

Ji roja avabûna Cumhuriyeta Tirkiyeyê ji ber siyaseta înkarkirin, îmhakirin û asîmîlekirina vê dewletê, kurdan ev 90 sal in êş û azarên ew qas giran kêşan ku meriv digot qet ê dawî lê neyê. Siyaseta dewleta tirk ew qas bêmerhamet bû ku meriv digot qet rojekê ê di nav azadî, aramî, wekhevî û biratiyê de jiyana bi gelê tirk û yên din re di çarçeweya yek-dewletê de ne mimkin be. Meriv digot qey ne mimkin e dewleta tirk biguhere, di encama wê de întîxar jî hebe, rizgarî û azadî tenê bi hilbijartina riya veqetiyanê ye, tek çare ew e.

Belê 90 salan wiha dom kir.

Lê ev çend salên dawîn, sedem çi dibin bila bibin (em di vê nivîsê de behsa sedeman nakin) guhertinên ku li Tirkiyeyê dibin û bi taybetî qonaxa ku îro em ketinê, nîşan dide ku, na, bêyî veqetiyanê jî meriv dikare bigihîje azadî û bexteweriyê. Heta veqetiyan, weka ku me di 90 salan de ew qas têkoşîn da, êş û azar kêşa ji bo azadiyê, îro tam Tirkiye rengekî demokrat û azad werdigire, yanî roj hatiye dema berhevkirina berhemên wan 90 salên têkoşînê, meriv pişta xwe bide berhemên gihîştî ên berdest û ber bi asoyeka nediyar de bimeşe. Gelo rast e ku meriv pişta xwe bide dstkeftî û nîmetên wê qonaxa nuhpeydabûyî, veqete û ber bi asoyeka nediyar ve biçe?

Ji min re welê tê, weka ku meriv bi salan darekê bigihîne, axa wê bikole, eşêf bike, bitahmijîne, av bide, tam gava ew meywe digire, tê roja ku meriv meyweyên wê bixwe, dev jê berde, biçe, bêje ”ev meywe ji min re nelazim in”

***

Ez ê nivîsara xwe ya li ser kar û zerara veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê berdewam bikim. Heta vê derê belkî min îzaheka heta dereceyekê romantîk raxist ber xwendevan, lê ev wek pêşekiyekê bû da ez karibim mexseda xwe ya ji nuha û pê ve zelal bikim.

Nuha ez ê mihawele bikim mesela cudabûnê ji sê perspektîfan şirovebikim:

1- Gelo mimkin e ku kurd ji Tikriyeyê veqetin?
2- Gelo (ji bo ku azad bibin) lazim e (pêdivê, pêwîst e) ku kurd veqetin?
3- Gelo di fêda kurdan de ye ku ew ji Tirkiyeyê veqetin?

Berî ku ez derbasî van hersê xalan bibim, dixwazim meseleyekê zelal bikim:

Kurd milletekî ji yên herî kevnare ên Rojhilatanavîn e, ku îro welatê wî li ser çar dewletan hatiye perçekirin, ji bilî destkeftiyên dewleta federe yên li ser sê bajarên kurdan (Hewlêr, Silêmanî û Dihok) li her çar perçeyan jî hatiye bindestkirin maf û azadiyên wî jê hatine wergirtin.

Wek millet, wek gel, mafê kurdan heye ku ew qedera xwe bi destê xwe tayin bikin, bi îradeya xwe ya serbest biryarê bidin ka ew bi dewletekê re bimînin, yan dewleteka xwe ya serbixwe ava bikin. Ev maf, mafekî suruştî yê hemû miletan e, ew qas mafekî eşkere ye ku ji bal Neteweyên Yekbûyî, gelek peymanên navneteweyî, heta destûrên gelek welatan hatiye qebûlkirin.

Mexseda vê nivîsê ne ew e ku minaqeşe bike gelo ev mafê kurdan heye yan na? Mexseda nivîsê ew e ku gelo kurdên bakur vî mafê xwe bi alî cudabûna ji Tirkiyeya ku em hevî dikin ji nuha pê ve gav bi gav pêş de biçe, bikarbîne, ê ji bo kurdan kar be an zerar be. A ev nivîs vî aliyê meselê minaqeşe dike.

Piştî vê têbiniyê ez vedigerim behsa esas a nivîsarê û ji xala yekê destpêdikim:

1- Gelo mimkin e ku kurd ji Tikriyeyê veqetin?

Çawa me got mafê gelê kurd ê suruştî ye ku ew ji Tirkiyeyê veqete, ji alî teorîk ve jî tu delîl tuneye ku em karibin bêjin ne mimkin e kurd ji Tirkiyeyê veqetin. Pêşveçûnên civakî û siyasî yên cîhanê, tarîxa însaniyetê nîşan daye ku rojekê derfetên tarîxî tên ber her neteweyekî û ew bi saya van derfetan digihê wê hedefa ku bi dehsalan, heta sed salan ji bo wê têkoşaye. Kes nikare bi argumentên ilmî û mantiqî îdîa bike kurd tu carî nikarin serbixwe bin.

Lê ji alî praktîkê ve gava meriv li tarîxa kurdan, li perçebûna wan a di nav çar dewletan de, li rewş û rola van dewletan, dost û mitefikên wan, hevkariya wan a bi hev re, hevkariyên wan ên bi dewletên mezin re binêre û li hemberî vê jî bala xwe bide îmkan û qeweta kurdan, bêparbûna wan a ji piştgiriya dinyayê a ji bo dewleteka serbixwe, ê bê dîtin ku di praktîkê de, qet nebe di demeka pêşeroja xuyakirî de a ku em dikarin bibînin û tehlîl bikin, îmkana veqetiyana kurdên bakur ji Tirkiyeyê ew qas dijwar, bi êş û jan e ku hema hema ne mimkin e.

Çima?

Em hinekî hûrtîr li ser meselê rawestin. Ji alî nezerî (teorîk) ve du riyên veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê hene. Yek jê bi referandumê, bi riya aştiyane, ya din jî bi riya şerekî çekdarî, bi darê zorê.

Bi referandumê: Ji bo referandumeka azad bibe û kurd bi îradeya xwe ya serbest karibin dengê xwe bidin ka gelo ew dixwazin ji Tirkiyeyê veqetin yan na, hin şert hene:

1- Divê Tirkiye wek dewlet ew qas demokratîk be, ew qas samîmî û dilxwaz be ku bi tu awayî nebe tehdîd li hemberî dengdanê, hemû îmkanan bide ku dengder karibin bi serbestî, bêyî tirs, bêyî şerm û bi zanebûn dengên xwe bidin. Çimkî eger dewlet van şertên li jorê peyda neke û kurd di bin tehdîd, tirs, şerm û nezaniyê de deng bidin, encama referandumeka wiha ne şer’î ye û nabe îradeya serbest a gelekî.

Ya ku ji rewşa Tirkiyeyê xuya dike, ew ne îro ne jî heta demeka pêşeroja xwiyakirî nagihîje wê qonaxa bi referandumeka serbest re lêhatî û lihevkirî.

2- Ji bo referandumê divê eşkere be ku ê kî deng bidin. Di rewşa îro de kurd kî ne? Gelo ê tenê kurdên ku li Kurdistanê dijîn, yan hemû kurdên ku li Tirkiyeyê ne deng bidin? Çawa ê bê tesbîtkirin ku kurdên lazim e deng bidin kî ne? Gelo di rewşa îro de hemû kurd ê xwe wek kurd qeyd bikin? Ji bo referandumekê (ne ji bo jiyaneka seranser) ê çawa xwe wek kurd bidin îsbat kirin?

Gelo tenê ê kurdên Kurdistana bakur deng bidin? Tirk, ereb, asûrî-suryanî, ermenî, yahûdîyên li vê cografyayê ê deng bidin yan na? Eger mesele tenê mesela kurdan a etnîkî be û ne cografî be, ku kurdên Anadoluyê û rojavayê Tirkiyeyê deng bidin çima ê milet û etnîsîteyên din nedin? Yan eger dengdan mesela veqetandina coxrafyayekê be, gelo çima ê tenê ne kurdên li ser wê cografyayê û kurdên rojava jî deng bidin?

Gelo çi qas kurd li derveyî Kurdistana bakur dijin? Tê gotin Îstanbul mezintirîn bajar e ku kurd lê dijîn; behsa 3-4 milyon kurdan tê kirin. Hin kurd wek ên Konyayê, Kirşehîrê, Anqerê û beşeka ji yên Îstanbul, Trabzon (eyyubiyên ku di dewra Yavuz de ji Hesenkêfê hatin şandin wê derê) û hin bajarên din ên hê di dewra osmaniyan de çûne li wan deran bicih bûne. Hin jî ji dewra Cumhuriyetê pê ve ber bi Anadoluyê ve sirgûn an koçber bûne. Hema di van 25 salên şerê herî dawîn de behsa 3 milyon kurdên koçber tê kirin, ku li Izmir, Manîsa, Mugla, Antalya, Adana, Mersîn û gelek bajarên din bicih bûne.

Îdîayek heye ku nifûsa kurdên derveyî coxrafyaya bakur ji ya nav coxrafyayê pirtir e. Gava meriv li rojavayê Tirkiyeyê digere, meriv dibîne ku ev îdîayek cidî ye, divê bê tesbîtkirin.

Di referandumê de ê rola hemû van kurdan çi be, ew ê deng bidin an na? Ku deng bidin, tu garantî heye ku kurdên li rojava ê mal û milkên xwe, yên bav û kalên xwe yên bi sedsalan, yan warên xwe, kar, xebat û kariyerên xwe yên nuha bidin bin piyên xwe û di dengdanekê de bêjin ”erê bira kurd ji Tirkiyeyê veqetin”? Û gava kurd veqetin, 8-10 milyon kurden li derveyî coxrafyaya Kurdistanê ê dev ji warên xwe berdin û koçî ”Kurdistana serbixwe” bikin gelo? Yan ê bêjin ”bira birayên me yên Kurdistanê serbixwe bibin, ji destên tirkan xelas bibin, bira em neçin Kurdistana serbixwe û em di nav dest û lepên tirkan de bê maf û azadî bimînin”?.

Mesela referandumê gelek mihtacî lêkolîneka berfirehtir e ku di çarçeweya meqaleyeka wiha de ne mimkin e meriv her aliyî zelal bike. Lê ev xalên ku li vê derê hatin nîşankirin jî radixin ber çavan ku rewş li Tirkiyeyê welê ye ku hema hema ne mikin e referandum bibe. Heta eger Tirkiye bixwaze jî eger em nebêjin ne mikin, lê gellek gellek zehmet e ku referandum bibe. Eger bibe jî îhtîmala ku ”veneqetiyan ji veqetiyanê pirtir derkeve” zêdetir e. Tu garantî tune ku hema referanduma azad bibe ê biryara serbixweyiya Kurdistanê derkeve.

Riya referandumekê di praktîkê de hema hema bi temamî girtî ye, îhtîmala herî mezin ew e veqetiyan di riya şerekî çekdarî re bê xwestin. Riya şerê çekdarî ji ya referandumê muhtemeltir e. 25 sal in jî ew tê kirin.

Riya şerê çekdarî: Du tecrubeyên me yên dewra modern hene ku ji bo îmkana serxwebûnê di riya şerê çekdarî re karin bibin bingehên lêkolîn û nirxandinan: Tecrubeya Kurdistana Başûr ku ji destpêka sedsala 20-ê heta îro her berdewam e. Tecrubeya şerê çekdarî yê PKK-ê ê 25 salan e. Vî şerî gelek caran li sê perçeyan rû daye (Tirkiye, Îran û Iraq).

Kurdên başûr ev ji sed salan zêdetir e serî hildidin, radikin çek û şer dikin. Derfeta herî mezin, di 2003-yê de, bi şerê rizgarkirina Iraqê ji rejima Sadam ket destê wan. Dewleta herî mezin a dinyayê bi hevkariyeka jidil a li gel kurdan ket Iraqê, dawî li rejima Sadam anî.

Ev di dewreka wiha de pêk hat ku sosylizm û Sovyet nemabû (hêzeka super têk çûbû), Amerîka take zilhêza dinyayê bû. Cardin jî mêzîna (hevsengiya) Rojhilata navîn û ya navneteweyî, her wiha rol û teqla tevgera kurd ew encam neda ku Kurdistana başûr ji Iraqê veqete.

Piştgiriya ku kurdan di 2003-yê de wergirt di tarîxa kurdan de ji bilî careka din tu carî nehatiye; ew jî gava kurdan li hember dagirkeriya Sefewiyan serî hilda, bi riya Îdrîsê Bedlîsî ji osmaniyan hat. Tevî vê jî başûr nebû serbixwe. Di serî de Tirkiyeyê hemû dewletên cîran nehişt, ereban nehişt, dewletên misilman nehişt, NATO-yê nehişt, Rûsya û Çînê nehişt, YE nehişt.

Belê gelek ji van xwedî li mafê kurdan ê otonomî an federasyonê derketin, lê wan nehişt Kurdistana başûr bibe dewleteka serbixwe, heta nehişt Kerkuk jî vegere ser Kurdistanê; çimkî li gor dewletên cîran û ereb vegeriyana Kerkukê a ser Kurdistana başûr dibû kilîta vekirina dergehê serxwebûna vî perçeyî.

Şerê çekdarî ê PKK-ê yê 25 salan jî ne ku buhustek erd ji bin destê Tirkiyeyê an Îranê xelas nekiriye, di ser de çuye perçeyeka erdê bin destê desthilata kurdên başûr dagir kiriye.

Piştî 25 sal şerê çekdarî PKK-ê dev ji daxwaza Kurdistaneka serbixwe û yekbûyî berdaye, nuha federasyon yan otonomiyê jî naxwaze. Sedem çi ne gelo?

Carekê ew mêzîna herêmî û cîhanî ya ku ji bo kurden başûr hebû hemû ji bo kurdên bakur jî hene. Di dinyayê de tu dewlet piştigriya kurdan a bi wî awayî nake ku kurd karibin dewleteka serbixwe deynin. Li Tirkiyeyê belkî hin caran hin dewletan alîkariya şerê çekdarî ê PKK-ê kiriye, lê ev ne ji bo ku PKK Kurdistanê ji Tirkiyeyê veqetîne, tenê di wê dereceyê de bûye ku PKK karibe serê Tirkiyeyê biêşîne, wê heta dereceyekê zeîf û mecbûr bike ku Tirkiye berjewendiyên wê dewletê an wê hêza navneteweyî li ber çav bigire, bicîh bîne. Ne bê sebeb e ku Tirkiye ji ber piştkuliya xwe ya ji pirsa kurd, ji gelek dewletên mezin ên dinyayê û yên cîran re daqurtandiye, di platformên navneteweyî de gelek hustuyê xwe xwar kiriye û tavîz dane.

Tiştekî din jî heye, di şerê çekdarî ê 25 salan de. Demeka berê li ser pirsekê serokê Konseya Birêvebiriya KCK-ê Murat Karayilan got, yek ji sedemên ku Ewropa û dinya Rojava PKK terorîst îlan kiriye ew e ku PKK li hemberî weltekî wek Tirkiyeyê ê endamê NATO-yê şer dike. Ev ne propaganda ye, rastiyeka mezin e.

Tecruba 25 salan, heta ya 30, 40 salên dawîn a têkoşîna kurdan nîşan dide ku ne tenê şerê çekdarî lê gelek caran yê hê negihîstî wê qonaxê jî tûşî êrîşên eskerî, îstîxbaratî û çekdarî yên dewletên NATO-yê hatiye. Berî 80-yê dewletên NATO-yê tevgerên kurdên bakur ji bo ku çep bûn wek destê dirêj ê Sovyetê qebûl dikirin û bi mixaberata xwe, bi hêzên xwe yên çekdar ên li Tirkiyeyê (çi polîs û cendirmeyên tirk, çi jî ên wan bi xwe bi awayekî bi dizî) êrîş birin ser tevgera kurd, ew bera hev dan, parçe parçe kirin, pişt re jî bi darbeyeka eskerî ew hilweşandin.

Pişt re wek Karayilan gotî dewletên NATO-yê bi her awayî li hemberî PKK-ê û kurdên bakur heta îro şerê xwe dewam kir. Hebûna Daîreya Herba Taybet, ya Ergenekonê, ya JITEM-ê, Dozên dadgehên Ergenekonê bi delîlê vê ve dagirtî ne ku NATO-yê çawa şerê kurdan û PKK-ê kir.

Îro belkî NATO-yê siyaseta xwe ya li hemberî kurdan guherîye, hin îşaretên vê hene. Qasî fahm dibe NATO berê xwe nade her awe bizava kurd, kurdan bindest qebûl dike, dixwaze kurd bigihên hin maf û azadiyan. Lê siyaseta NATO-yê a li hember şerekî ku Tirkiyeyê perçe bike, yan çekdar dewam bike gelek zelal e.

Di peymana NATO-yê de heye; hemû dewletên NATO-yê berpirs in ku wî endamê xwe yê ku axa wî di bin tehdîdê de ye biparêzin. NATO tu carî rê nade ku Tirkiye perçe bibe, ê bi her awayî şerê wê hêzê bike ku bixwaze Tirkiyeyê perçe bike. Kîjan tevgera çekdar a kurd a ku bixwaze li hember Tirkiyeyê şer bike divê li ber çavê xwe bigire ku li hemberî hemî NATO-yê şer bike.

Pir pir zehmet e ku kurd karibin bi ordu, îstîxbarat û ragihandina wê û her awe dezgeyên wê ve zora hemû NATO-yê, hemû dewletên wê bibe. Eger tevgera kurd berî 80-yî û bi darbê têk çû, NATO-yê ew têk bir. Eger serokê PKK-ê hat girtin û PKK hat rojên îro, NATO-yê ew anî. Gava ez dibêjim NATO helbet Tirkiye jî di nav de ye…

Loma di praktîkê de meriv dikare bêje hema hema ne mimkin e ku kurd karibin bi şerekî çekdarî di wê dereceyê de zora Tirkiyeyê bibin ku erda Kurdistana bakur bi temamî rizgar bikin û cudabûna kurdan bi wê bidin qebûl kirin.

Eger ferzê mehal kurd zora Tirkiyeyê bibin jî, weka tecrubeya îro a Kurdistana başûr ku rejima Sadam ne tenê li başûr li seranserê Iraqê bela wela bû; ordû, polîs, îstîxbarat û hemû burokrasî têkçû (Bi serkeftineke kurdan îhtîimaleka mezin ê li Tirkiyeyê dewlet li rojava û Anadoluyê ew qas belav nebe, tenê li Kurdistana bakur têk biçe) tevî wê jî li wê derê (li Iraqê) dewleteka serbixwe ava nebû. Çimkî eger kurdên başûr serbixweyiya xwe îlan bikiraya di serî de dewletên cîran, ê gelek dewletên herêmê êrîş bibiraya ser, di dinyayê de tu dewletê ev dewlet nas nedikir, karûbarÊn aborî, bazirganî, dîplomasî û siyasî pê re nedimeşand, dewletên mezin ên Rojhilat û Rojava qebûl nedikir, îmkana jiyana dewleteka serbixwe ya kurd nedibû.

Her eynî tişt; zedetir ne kêmtir ji bo kurdên bakur jî rastî ye. Di dinyayeka wek a îro de ne mimkin e ku dewleteka kurd a serbixwe bijî. Loma meriv digihîje wê encamê ku di praktîkê de hema hema (di pêşerojeka xuyakirî de qet) ne mikmin e ku kurdên bakur ji Tirkiyeyê veqetin û dewleta xwe ya serbixwe ava bikin.

Kurd lazim e ilmî û bi aqlê selîm bifikirin, heqîqetên praktîkê li ber çav bigirin û siyasetê li ser wan ava bikin.

****

Gelo ji bo azad bibin, lazim e (pêdivê ye, pêwîst e) ku kurd ji Tirkiyeyê veqetin ?

 

Ez berdewamiyê didim dîtinên xwe yên li ser pirsa “Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê”. Di beşa berê de pirs ji alî perspektîfa ku gelo mimkin e kurd ji Tirkiyeyê veqetin” hatibû nirxandin. Di vê beşê de ez ê li ser pirsa ku “gelo ji bo azad bibin, lazim e (pêdivê ye, pêwîst e) ku kurd ji Tirkiyeyê veqetin” rawestim.

Ez ê ji sê aliyan vî beşî binirxînim
a) Rewşa nuhrûdayî ya global
b) Entegrebûna Tirkiyeyê ya bi dinya global re
c) Projeya Tirkiyeyê ya endametiya Yekîtiya Ewropayê

Lê berê cardin noteka taybetî:

Hê zincîrenivîsarên min ên li ser behsê temam nebûne reaksiyon li hemberî wê peyda bûn. Hin kes, dîtinên min qenc dibînin, hin jî li dijî wan radiwestin. Normal e. Pirs giring e ji bo kurdan û ew di demeke hessas de tê minaqeşekirin.

Ez ê yek bi yek bersiva reaksiyonan nedim, herkes dîtinên xwe dibêje, dinivîse. Lê li hemberî hin reaksiyonên weka ku min ev dîtin nuh pêşkêş kiribin, divê ez balê bikêşim ku min dijwariya veqetiyana kurdan a ji dewletên dagirker û di şertên îro de nelazimiya veqetiyanê ji bo wergirtina mafên azadî û wekhaviyê, hê 10 sal berê li gelek cihan fire fire minaqeşe kirine:
Sala 1999-ê min di semînerekê de li Stockholmê li Enstîtuya Kurd bi navê “IT û pirsa kurd” ev mesele minaqeşe kir. Ew semîner ji bo telvizyona kurdî ya wê demê wek fîlm hat kêşanê (lê ez nizanim hat weşandin an na). Metneka sererastkirî ya wê semînerê, wê wextê di kovara Nûdemê de hat weşandin. Di wê semînerê de min ev dîtinên xwe yên îro pêşkêş kiribûn.

Di 5/6/1999-ê de li Norvecê li Stavangelê di konferansa li ser pirsa kurd de, min axaftinek li ser rewşa nuh a dinyayê û pirsa kurd kir. Her eynî dîtin li wê derê jî bi argument hatin pêşkêşkirin. Zincîre nivîsareka min her li ser eynî meselê wê wextê bi tirkî di rojnameya Azadiyê de ku li Istanbulê dihat weşandin derket. Li wê derê min bi navê “Kürt Çağı” meqaleyek jî nivîsî. Li wir jî ev fikir hatin parastin.

Ev nivîsên min, îro li ser înternetê di malpera min a şexsî de ku hê wan deman hatibû avakirin hene. Loma yên wiha tevdigerin weka ku ev dîtin ji bo min nuh bin û rexneyên xwe li ser wê ava dikin piçekî “cahilên” meselê ne.

Rewşa nuhrûdayî ya global

Ji ber wê jî ez ê beşeka nivîsara xwe ya nuha li ser axaftina xwe ya 10 sal berê ava bikim, argumentên xwe yên îro jî ji wê axaftinê bînim.

Di beşeka axaftina xwe de li ya konferansa li Stavangelê min wiha gotibû (kurtkirî):


… Bi rûdana dewletên “millî” ên civaka îndustriyê, xusûsiyetên avabûna dewletên vê civakê ji bo milletên piçûk bûn zîndanên gelan. Milletên xwedan desthilat (ên pirraniyê), wekî zirxên tankan hudûd li dora erdên dewleta xwe kêşan, ordiyên mezin dan ber van hudûdan, ji bo çûn û hatina mal û sermiyan û seyahetê gumruk ava kirin, bac û xerac danîn.

Dewlemendiyên welêt ên di destê biyaniyan de ji wan sitendin, hin xistin bin milkiyeta dewletê û hin dan hemwelatiyên xwe. Hetta hinên girîng ji hemwelatiyên xwe jî wergirtin û kirin malên dewletê.

Awayê avakirina dewletên burokratîk ên merkezî yên unîter, bûn awayê piraniya van dewletan. Hukmê siyasî, carinan jî(wekî li Tirkiyê, Îraqê û Sûriyeyê) yê siyasî-eskerî, hegemoniya xwe li ser muessesên dewletê û li ser civaka sivîl danî, paytext bi berpirsiyarî û fermanan hat çekdarkirin ku hukmên herêman qels bûn, îdare bi her awayî ji paytextan hatin meşandin. Di nava van dewletan de, gellek grûb an sub-grûbên etnîkî, yên millî, dînî, mezhebî an kulturî hatin înkarkirin an îhmalkirin.

Di halê herî baş û niyetçak de ji bo ”yekîtî, hebûn û xwediyarkirina millî”, an berjewendiyên millî, ev xusûsiyetên sub-grûbî hat xwestin ku bên rakirin. Mafên wan ji wan hatin stendin an înkarkirin, zor û neheqî li wan hat kirin. Ew li ber yekîtiya millî wekî bend hatin nîşandan. Vê yekê rê da ku bi navê hebûn û yekîtiya millî an suverînîteya dewleta millî, hin millet an eqaliyetên din hatin bindestkirin. Heke em rewşa kurdan a li her çar perçan bidin ber çavên xwe em ê bibîr bînin ku li ser navê yekîtiya milî, berjewendiyên milî li hemberî emperyalîzmê an komunîzmê ew çawa hatin înkarkirin û dîskrîmînekirin, bi çi çavekî neyarane li wan hat nihêrtin.

Ev taybetiyên sîstema civaka îndustriyê ya navnetewî û bi awayekî formgirtina wan di çarçewa têkiliyên navbera dewletan de, balansa ku li herêmê diçû dihat, bi tu awayî riyeka ronahiyê û kanaleka bîhnvedanê li ber kurdan venekir. Kurdan ne serbixweyî ne jî otonomî bidest xist.
Lê sîstema ku nuh dest pê kiriye, ya ku cih ji civaka îndustriyê distîne û xwe li seranserî dinyayê bicîh dike, yanî civaka agahdariyê, qonaxa globalîzebûyî ya navnetewî, xusûsiyetên wê yên aborî û siyasî, ji bo kurdan bingehekî welê tînin ku bêyî ew daxwaza rizgarkirin û yekkirina çar perçeyan û dewleteka serbixwe bikin, dikarin li her perçeyî xelas (azad û wekhev) bibin, hetta dikare ji hemû perçeyan yekîtiya milletê kurd pêk bê.

Ev bi çi awayî mimkun e?

Di vê demê de taybetiyên ku rû didin; bizav û herikîna sermiyan, kar, mal, xizmet û kulturê di qada navnetewî de, rabûna mesafeya navbera cihan, darbeyekê li zirx û makîna burokratûk a dewleta civaka îndustriyê dixin. Ilim, zanebûn û teknîka pêşkeftî bingehekî welê ava kiriye ku jiyana civakê ji çarçeva yeko yeko dewletan derketiye; hebûn û jiyaneka transnasyonel ji bo pêwandiyên berhemhênanê û ji bo avayiyên civakê rû daye. Di sermiyan, kar û xizmetê de, di çûnûhatin û gerra însanên ser ruyê erdê de û di pêywendiyên pir-alî yên rasterest û biwasite de, di jiyana kulturî û ya siyasî de transnasyonalîzebûn bûye xusûsiyeteka berbiçav. Di encama vê de wekî tê gotin ”dinya piçûk bûye”.

Helbet bi vê re “dewletên millî” ji holê ranabin. Ew hene û ê hê hebin jî. Lê rewşa nuh welê lê kiriye ku dewletên millî wî zirxê xwe ji xwe dikin, makîna burokratîk a merkezî ji hev dikeve.

Em bala xwe bidin avabûna welat û civakên Ewrûpayê:Yekîtiya Ewrûpayê ku gumrik ji navbera endamên xwe rakiriye, sermiyan, mal û xizmet bi serbestî çi li nav yekîtiyê, çi jî heta dereceyekê li hin welatên derveyî wê diçin tên, çûn û hatin û danûstendina civakên dinyayê bihev re, ew perspektîfên ku hemû dewletên dinyayê ji bo rojên pêş didin ber çavên xwe, nîşanên vê yekê ne. Li Yekîtiya Ewrûpayê parlamento, komîsyon, wezaret û muesseseyên muşterek ê rêvebirinê ava bûne. Dadgehên navnetewî û yên awrûpayî biryaran didin ku dewlet û hemwelatiyên dewletan mecbûr in guh bidin wan. Pereyekî muşterek dikeve tedawulê (Euro nuha ketiye tedawulê).

Rola Neteweyên Yekbûyî, ya NATO-yê û rêxistinên din ên navnetewî an herêmî, ji nuh ve tên minaqeşekirin û ew ji nuh ve tên avakirin. Tevgerên demokratîk, ên hawirdorparêz (jîngehparêz), azadîparêz, sendîkayên karkiran yên navnetewî dadimezirin, yên damezirandî geş û xurttir dibin. Medya, unîversîte û dezgehên zanistî kar û barekî li ser esasê qadeka navnetewî dimeşînin û hwd.

Ev rûdan hemû derban li sîstema wê fermanrewatiya burokratîk a merkezî ya dewletan dixin. Dewlet mecbûr dibin dev ji beşeka girîng a wê fermanrewatiya xwe ya merkezî ya burokratîk berdin. Wê avayiya hişk a merkezî qels bibe, desentralîzasyon di dewletan de rû dide, dewlet ji warê aborî, bazirganî û gelek aliyên jiyana civakî vedikişe û biçûk dibe. Civaka sivîl di jiyanê de bêtir dibe xwedanê însiyatîfê, dewlet bi rastî jî êdî dikeve bin xizmeta hemwelatiyan.

Herêm, mafên hin warên fermanrewatiyê ji merkezê distînin. Herêmên cografî, millet û eqaliyetên(mînorîte) millî, grûb û sub-grûbên etnîkî dînî, mezhebî û kulturî digihîjin mafên pirtir.

Li Ewrûpayê di dewletan de desentralîzasyoneka berfirehtir rû dide, herêm zêdetir dibin hukumran. Li cihên wekî Îspanyayê, Îngîltereyê, Fransayê herêm, millet û grûbên etnîkî mafên xweîdarekirinê distînin. Dewletên sosyalîst hilweşiyan, ji bin kavilên wan gellek dewletên mezin û piçûk ên din derketin. Ew bi xwe jî îro xwe mecbûr dibînin ku mafên zêdetir bidin herêm û grûbên nava xwe.” (axaftina 5/6 1999 a Stavangelê)
b) Entegrebûna Tirkiyeyê ya bi dinya global re

Tirkiyeyê hê ji dema osmaniyan ve; ji nivê sedsala 19-ê û bi vir ve berê xwe daye Rojava. Gelek qels bin, bi zîkzak bin û pirrê caran bên rawestandin an naverokvalakirin jî, hetta gelek caran li ser hesabên milletên bindest an kêmnetewe ên weka rûm, ermenî û kurdan bin jî guhertinên “reformî” di rojeva osmaniyan de, pişt re jî di ya Cumhuriyeta Tirkiyeyê de bûne.

Di encamê de qonaxa ku îro hatiyê; bi rejima xwe ya sîyasî, bi sîstema xwe ya civakî û aborî; bi kultur, medeniyet û demokrasiya xwe Tirkiye dewleta nêzîktirîna Rojava ye li herêmê. Ekonomiya wê bi dinyayê re entegre buye, bi taybetî bi guhertinên van 20 salên dawiyê bazareka serbast a aborî peyda buye, dewlet ji gelek warên berhemhênan, bazirganî û xizmetan vekişiyaye, sermiyanê global di dereceyeka gelek giring de li Tirkiyeyê cih girtiye, şirket û girûbên tirk bi xwe li gel sermiyanê global entegre dibin û berê xwe dane bazarên derva.

Dereceya entegrebûna Tirkiyeyê ji nuha ve zorê lê dike ku ew zirxê dewleta “millî” (netewe dewlet) rake, ji hiyerarşiya dewleta merkezî ya unîter hın gavan vekişe, zêdetir desthilatê bide herêman.

Her çendî hin hêzên neteweperest (ên eskerî û terefgirên ku wek avrasyayî tên nasîn û mixabin hin kurdên wek Aysel Tuglukê) globalîzmê û pêla kartêkiriya wê ya li ser Tirkiyeyê wek komployeka dewletên emperyalîst dinirxînin jî ev ji rastiyê dûr e. Globalîzm pêşveçûneka civakî ya cîhanşimûlî ye ku li gel seranserê cîhanê Tirkiyeyê jî mecbûrî guhertinan dike.

 

Li Tirkiyeyê minaqeşeyên li ser mafên mînoriteyên etnîkî, dînî û mezhebî di bin kartêkiriya diyardeyên globalîzmê de dibin ku Tirkiye mecbûr e ji serdestiya neteweya serdest (egemen turk ulusu) hin gavan vekişe, rê li ber hebûna kurdan û mïnorîteyên etnîkî yên cuda veke. Ji alî dînî ve jî berpêşhatina xeyrê mimusliman, ya elewiyan, şîeyan, heta diyardeya bilindbûna tevgera dîndarên sunî yên li derveyî îslamiyata sunî ya dewletê, daxwazên civak û tebeqeyên dîndarên turbanpûş, heta geşbûn û mezinbûna bizava AK Partiyê hin encamên kartêkiriya globalîzmê ne li Tirkiyeyê.

Desthilata merkezî û neteweya serdest a Tirkiyeyê îdî li hember fişara heyî mecbûr e kurdan, xiristiyanan, elewiyan, êzîdîyan, misilmanên turbanpûş û hwd. nas bike, rê li ber wan veke, ew bi xwe vekişe. Helbet ev nayê wê maneyê weka ku nasyonalîstên tirk û ergenekonî îdîa dikin, ku neteweyê tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Na, globalîzm serdestiya neteweyên pirranî (majorîte) radike lê wan bi xwe jî wek wekhevê neteweyên din diparêze, îmkana geşbûna ziman, kultur û medeniyeta wan xwedî dike.

c) Projeya Tirkiyeyê ya endametiya Yekîtiya Ewropayê

Tirkiye li herêmê entegrebûyîtir welat e li gel globalîzmê, dewra agahiîyê, nîzama nuh a cîhanî. Golabalîzmê li herêmê helbet tesîr li hemû welatan kiriye, lê meriv dikare ferqa navbera Tirkiyeyê û welatên ereb, îranê û yên din bibîne. Piştî hilweşiyana rejima Saddam Iraq jî ketiye prosesekê ku karibe di demeka kurttir de bi dinya global re xwe temam bike.
Lê Tirkiye entegrebûna xwe ya bi globalîzmê re bi projeyên endametiya NATO-yê û bi taybetî endametiya Yekîtiya Ewropayê berbiçavtir kiriye. NATO û Yekîtiya Ewropayê, tifaqa taybetî ya li gel Amerîkayê ji Tirkiyeyê di warê demokrasiya hemdem de îdî projeyên piralî û bidetay dixwaze, pê re li ser reorganîze û reformekirinaa dewletê ji alî aborî, siyasî, hiqûqî û kulturî muzakereyan dimeşîne, peymanan îmza dike. Tirkiye gav bi gav hiqûqa xwe diguhere. Van projeyên berbiçav asteka aborî û demokrasiyeka welê li Tirkiyeyê peyda kiriye, em çend kêm bibînin û ew hê ne bi dilê me be jî, ferqeka mezin dixe navbera dewletên herêmê ên din û Tirkiyeyê.

Evan hemiyan îmkanek peyda kiriye ku kurd li Tirkiyeyê beyî ku doza veqetiyanê bikin dikarin mafên xwe yên azadî û wekheviyê bidest xin. Ya ku îro li Tirkiyeyê wek “Pêşîvekirina Pirsa kurd” tê pêşkêşkirin û minaqeşeyeka gelek germ daye destppêkirin, îşaretên destpêkê ên vê qonaxê ne. Ev îşaretên krîza şerê çekdarî ye; hem ji alî PKK-ê, hem ji alî dewletê. Ne PKK dikare bi vî şerî erd xelaske û Kurdistaneka serbixwe ava bike, ne dewlet dikare dawî li şerê PKK-ê ê geşbûyî bîne û xwe ji êş û azar û sergêjanîyan xelas bike. Kirîz kûr e, lê hatiye dawiya xwe. Ne îro be jî ê sibê hemû teref hustû li ber rewşa nuhavabûyî ya global serî bitewînin, xwe li gor wê ji nuh ve rêk bixin, pozîsyanan bidin xwe.

Kurd divê xwe çawa reorganîze bikin?

Ez ê bersiva vê pirsê cardin bi axaftina xwe ya 10 sal berê ya Stavangelê bidim:

“Madem rewşa dinyayê (û ya Tirkiyeyê) ji wê sîstema berê ya ji bo kurdan bîhnçikên diçe û yeka nuh tê, divê kurd jî îdî mejiyê xwe, fikr, perspektîf û pêşniyariyên xwe biguherin, bi mejî û çavekî nuh, bi hişyarî û bîreka nuh li pirsa kurd binêrin.

Divê kurd têkoşîna xwe bi wasite, metod û perspektîfên civaka agahdarîyê bixemillînin û hedefên nuh li ber xwe deynin ku bi civaka nuh a ser ruyê erdê re lihevhatî ne.

Min divê ez hedefên nuh ên li ber kurdan di sê beşan de destnîşan bikim.

Beşa yekê li ser programê roformekirina wan dewletan e ku kurd tê de bindest in. Ji ber sedemên ku min berê diyar kirin kurd mecbûr in dev ji daxwazên cudabûn û serbixweyiyê berdin, di çarçeva mayina di nava van dewletan de li riyeke çareseriyê bigerin. Gava rewş ev be, programên kurdan ên millî nabe ku tenê ji bo guhertinên herêma Kurdistanê be, divê ew bibin xwediyê programên guhertin û reformekirina tevayiya dewletê. Çimkî heke dewlet û civak bi giştî neguhere, bes guhertina li Kurdistanê têr nake.

Divê kurd wekî siyaseteka millî, wekî perspektîfên serbestiya millî li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê xwedî li wan programan derkevin da ev welat reforman çêkin, xwe ber bi wan xusûsiyetên civaka nû ya navnetewî bibin. Petrol, maden, banke, fabrîke, bi kurtî hemû dezgeh û kar û barên ku di bin milkiyet an teserufa dewletê de ne ji destê dewletê derkevin, bibin milkiyet û teşebbusên şexsî, dewlet piçûk bibe.

Aboriya bazareka serbest ava bibe. Makîna burokratîk a merkezî, avayiya dewletê ya unîter rabe, dewlet û civak bê desentralîzekirin, burokrasî kêm bibe, hukum ji burokrasiya merkezî were girtin, li civakên sivîl û li herêman were belavkirin, maf û azadiyên demokratîk di her warê jiyanê de bên bicîhkirin. Qanûna esasî, pirr-etnîkî û pirr-kulturiya civakê qebûl bike.

Beşa duduyan jî ew e ku li ser vî bingehê reforman, divê kurd bi taybetî jî programekî ji bo statuya beşdarbûna xwe ya di dewletê de tesbît bikin, da di vê çerçevê de mefên millî ên siyasî û demokratîk ên kurdan bê dayin.

Mafên millî yên kurdan bi çi awayî bên dayin; federasyon an otonomî, helbet li vê derê wext rê nade ku dûr û dirêj behsa wê bibe. (Li ser ruyê erdê erê nevê sîstema eyaletî, otonomî yan, federasyon tên binavkirin, lê di praktîkê de bi sedan nimûneyên wan hene. Li Tirkiyeyê û li wan welatên ku kurd lê dijîn jî ê numûneyên tybet bi rewşa van welatan derkevin meydanê. Herwekî nuha li Kurdistana Başûr federasyoneka ber bi konfederaliyê tê avakirin. Lê divê sîstemeka bi wî awayî bê dîtin ku), kurd qasî tirkan bibin xwediyê mafên millî û însanî ên demokratîk û hemwelatîtî, programekî taybetî yê pêşdexistina Kurdistanê ji alî aborî û civakî ve bê meşandin û statuya mafên millî dînamîk be, karibe xwe nuh bike.

Bi baweriya min divê em wan formên otonomî an federasyonên tradîsyonî yên nav dewletên sosyalîst, yan ên teqlîdkarên wan berdin. Çimkî ew statîk bûn, dûr û dirêj bikêr nedihatin.

Jiyana civakî ne statîk e, diguhere û pêş ve diçe. Gava kurd di çarçeva van dewletan de, dawa maf û statuyekê dikin, divê ji bîr nekin ku ew ne statuyeka statîk lê yeka dînamîk be, piştî bîst salan, gava guhertin di dinyayê de, di van welatan de çêbû, ew welê di cihê xwe de nemîne, karibe geş bibe, xwe nuh bike. Nebe wekî makîneyeka kevnare ya ku kar nake. Statuyên statîk di nava (hundurê) dewletan de tim dibin sedemên konflîkt û bêîstîkrariyan, civak ji ber wan bi hev dikevin.

Beşa sisiyan jî ew e ku; cardin wekî siyaseta millî, kurd doza rakirina gumruk, qeyd û bendan a ji nav hudûdên van her çar dewletan û bi wan re dewletên herêmê bikin; mal, sermiyan, ked û kar, kirrîn û frotin û gerr û kultur di navbera van welatan de serbest bibin. Peyman û pêwendiyên bi vî awayî di nav wan de bên hûnandin ku di warê aborî, siyasî, kulturî û hîndekarî de platformên mişterek bên avakirin, ji bo midetekî dûr û dirêj perspektîfeke wekî ya Yekîtiya Ewrûpayê di nava van welatan de bê danîn.

Heke ev hedef di herêmê de bên biserxistin, maneya wê ew e ku bi yekîtiya nêzîkî wekî ya Yekîtiya Ewrûpayê a van welatan re, yekîtiya kurdan jî pêk tê. Di sîstemeka wiha de, zêde ne girîng e ku resmî her perçeyekî Kurdistanê bi ser welatekî din ve ye, di rastiya jiyanê de kurd ê karibin di nav her çar perçeyan de biçin û bên, bazareka wan a muşterek ava bibe, bixwazin li kîjan perçeyî rûnên an kar bikin ji wan re serbest be, bidin bistînin, ticaretê bikin, bibin şirîk û merivên hev. Zehmetiya wan qasî wê yekê be wekî ku ji bajarekî biçin bajarekî tir.” (axaftina 5/6 a 1999-ê ya li Stavangelê)

***

Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e?

Di vî beşê dawîn ê nivîsa xwe de ez ê pirsê ji alî perspektîfa dawîn; a ”gelo di fêda kurdan de ye ku ew ji Tirkiyeyê veqetin” minaqeşe bikim.

Tirkiyeya ku ez li vê derê minaqeşeya fêde û zerara veqetiyan û neveqetiyana jê dikim, helbet ne ew Tirkiyeya 90 salan e ku heta îro li ser esasê înkarkirina gelê kurd, kêmnetwe û grûbên din ên etnîkî, dînî û mezhebî hatiye.

Tirkiyeya ku ez behs dikim ew welat e ku hêvî ew e ji nuha û pê ve, bi lezandina reformên bingehîn hem ji alî demokrasiya giştî, hem jî ji alî naskirin û cîbicîkirina maf û azadiyên neteweyên bindest û kêmneteweyan; grûbên dînî û mezhebî di destûr û qanûnên xwe de guhertinên esasî kirine da ew bibin welatiyên wek hev ên li gel tirkan, misilmanan û sunniyan.

Hê em di destpêka qonaxeka wiha ya nuh de ne; minaqeşe û gavên van demên dawiyê her çendî hê gavên destpêkê yên nav mij û dûmanê bin jî, îhtîmala ku hêvîyên peydabûyî bi neavêtina gavan bişkên jî, proseseka nuh destpêkiriye. Tirkiye ne ji alî naskirina maf û azadiyên kurdan, ne jî ji alî demokrasiya giştî ve, nema vedigere rojên berê. Tîr ji kevan (kevên) derketiye, dûr an nêzîk ê bigihîje armancê.

Ez qonaxa îro destpêkirî ji du prosesên cuda yên lihevalandî (lefandî) pêkhatî hesab dikim; yek prosesa lihevkirin, an qani’kirina PKK-ê a ji bo çekberdanê û kêşana PKK-yiyan nav siyaseta sivîl, rawestandina şer û opersyonên orduyê li hember kurdan e. Ev proseseka demkurt e.

Prosesa duyê jî ew e ku ji nasîna hebûna gelê kurd û avêtina hin gavên praktîk ên wek TRT-6-ê; vekirina beşên kurdî li unîversîteyan, vegerandina navên gund û bajarên kurdan, rêvekirina bikaranîn û perwerdeya kurdî di warê civaka sivîl û karûbarên bajarvaniyê de (belediyeyan de,) û hwd destpêdike. Ev, gavên gelek zeîf ên destpêkê ne û ê heta li Tirkiyeyê kurd jî bi dezgeyên xwe yên dewletî (îdî ev ê bi awayekî eyaletî, otonomî an federalî be, yan bi awayekï din be, paşeroj nîşan bide), yên bajarvaniyê û rêxistinên xwe yên civaka sivîl bigihîjin asta tirkan, qasî wan bibin xwedan maf û azadî dewam bike. Ev proseseka demdirêj e.

Helbet îro prosesa bêçekkirina PKK-ê, piralî bi vê prosesa dûrûdirêj ve (bi kêmasî bi destpêka wê ve) girêdayî ye. Heta gavên destpêkê ên prosesa dûrûdirêj ku ji nasîna kurdan û dayina hin maf û azadiyan destpêdike, neyên cîbicîkirin, PKK dev ji çek bernade.

Îro DTP û PKK nunerên gelê kurdên bakur in, liberxwedan, mizakere û gotûbêjên wan; huner û dîplomasiya wan ê nîşan bide gelê kurd di vê qonaxa destpêkê de kîjan mafan bidest xe. Ev, dikarin gelek qels bin jî, heta dereceyekê tatmînkar bin jî ji bo gavên destpêkekê. Îdî xêr û guneh di hustuyê PKK-ê û DTP-yiyan de ye, tarîx ê di êbêyê de ji bo van rojan rola wan, xêr û gunehên wan binirxîne; ew ê li ber tarîxê hesab bidin. Lê encamên îro çi dibin bila bibin mucadeleya gelê kurd ji bo mafên wekhev ê her berdewam be. Hêvî ew e ku careka din venegere şerê çekdarî ê wek van 25 salên dawiyê texrîbkar û bi êş û jan; li ser esas û metodên aştiyane ên siyasî û gelêrî berdewam be.

Di vê çarçeweyê de, gava em îro li Tirkiyeyê temaşe bikin, em ê bibînin ku ew ji alî aborî, civakî û şaristaniyê ve gihîştiye astekê ku ne têr bi dilê me be, ne bi temamî di asta dinya pêşkeftî de be jî, ne nizm e jî. Ekonomiya wê bi xurtî buye ekonomiyeka bazara serbest a efektîv a bi dinya global ve girêdayî. Tirkiye li ber endametiya Yekîtiya Ewropayê ye; endama NATO-yê ye. Welatekî mezin ê ji 70 milyon kesan derbas kiriye. Li ser axeka mezin (780 500 km2) a di navbera sê deryayan de ye. Welat bi deryayên xwe, bi madenên xwe, bi çandinîya xwe, bi heywanxwedîkirinê, bi sektora turîzmê, tekstîlê û îndustriyên din welatek e ku ber bi pêşveçûnê diçe. Sermiyangêrriya derve ya global û ya hundur xwedan potansiyel û roleka mezin in. Tirkiye ji alî kultur û şaristaniyê ve jî di asteka ne xerab de ye. Ilim, debiyat, felsefe li gor xwe hatiye derekê; têkoşîna 90 salan a hêz û ronakbîrên demokrat û humanîst, xebata hemû cinsiyetan a pêkhateyên etnîkî, dînî û mezhebî û tebeqeyên civakê Tirkiye ber bi nirxên însaniyetê ve anîne dereka nexerab li gor welatên derûdorê.

Yanî Tirkiye eger ji qeyd û bendên xwe yên wek mesela kurdan, ya grûbên dînî û mezhebî; çi xeyrê mislim, çi jî misilmanên dîndar û elewî bin, mesela Qibrisê, ya pêwendiyên li gel Ermenîstanê û ermeniyan, ya pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê xelas ke, dikare hem ber bi demokrasîyê û Yekîtiye Ewropayê hem jî ber bi ekonomî, civak û şaristaniyeka pêşketî de bi hemleyên mezin gavan bavêje. Ev potansiyel li Tirkiyeyê heye.

Carekê divê em balê bikêşin serê ku, di hatina Tirkiyeyê a vê asta teswîrkirî de para gelê kurd û dewlemendiyên Kurdistana bakur xwedan cihên mezin in. Hebûn û dewlemendiyên sererdê û binerdê ên Kurdistanê, çandiniya wê, madenên wê, çem, av û enerjiya wê lingekî esasî yê Tirkiyeya îro ye. Ev potansiyel heta nuha ji bo rojavayê Tirkiyeyê hatiye bikaranîn. Çavkaniyên Tirkiyeyê ên ku li Kurdistanê heta nuha hatine bikaranîn, di dereceyeka gelek mezin de ji bo çewisandina bi darê zorê û asîmîlasyonê bûne.

Rola têkoşîna gelê kurd û yek bi yek ferdên kurd çi jin, çi mêr, di pêşvebirina demokrasî û şaristaniya Tirkiyeyê, ya ilim û edebiyata wê de gelek gelek zêde ye. Kurdên ku xwe bi vî yan wî awayî kurd qebûl kirine û eşkerekirine jî, kurdên ku xwe wek kurd eşkerenekiribin jî bi rewşenbîriya xwe ya humanîst kedeka mezin dane asta îro ya aborî, civakî û şaristaniyê. Kurdên wek Yaşar Kemal, Bedrî Rahmî Eyyuboglu û Sebahattîn Eyyuboglu , Selahattin Hilav, Yilmaz Güney di dewrên ku negotine ew kurd in jî xizmeteka mezin ji edebiyat, felsefe û şaristaniya Tirkiyeyê re kirine. Kurdên milliyetçî, yên sosyalîst, yên elewî û êzîdî, yên misilman ên dîndar ên ku xwe kurd dîtine an nedîtine, kurdên têkoşerên aştîyane û kurdên çekdarên serên çiya hemuyan, belê hemuyan têkoşîn daye û rola wan di vê asta azadî, demokrasî û şaristaniya Tirkiyeyê de heye. Rola Bedirxaniyan, Nehruyan, Cemilpaşayiyan û Barzaniyan, ya Cîgerxwîn, Osman Sebrî, Nûreddïn Zaza û hemû hevalên wan tê de ye. Rola Şêx Seîd, Seyid Riza, îhsan Nûrî Paşa û Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî tê de ye; rola Seîd Kirmizitoprak û Seîd Elçî û hevalên wan tê de ye; rola DDKO-yê, KDPyan, PSK-ê (DHKD), KIP-Pêşengê (DDKD-ê), Rizgariyê, Ala Rizgariyê, KUK-ê û Kawayiyan tê de ye. Rola PKK-ê, DTP-ê (pertiyên berî wê), rola 40 hezar şehîd û bi 10 hezaran qehremanên lijiyanê ên çekdarên PKK-ê, 17 hezar şehîdên failnediyar tê de ye; rola 100 şarederiyan û bi sedan komele û dezgeyên civakî, organên medyayî û yên ragihandinê, nivîskar û lêkolerên xizmeta ziman, edebiyat û dîroka kurd tê de ye, rola Şivan Perwer, Ciwan Haco û bi sedan hunermendên din tê de ye. Rola gundî, karkir û bajariyên Kurdistanê, ya mamoste, doktor û gelek kesên xwedan meslekên din tê de ye. Welhasil hema hema her kurdî ji aliyekî ve keda xwe xistiye vê asta madî û manewî ya ku îro li Tirkiyeyê heye.

Ev 90 sal in kurdan bi vî awayî li gel netewe û grûbên din têkoşîn daye. Heta îro esas wan cefa kêşaye, îsîfadekirina ji qencî û nîmetên asta aborî, demokrasî û şaristaniya Tirkiyeyê ji îro pê ve destpêdike. Eger kurd ji Tirkiyeyê veqetin ew ê ji hemû wan qezenc, destkeftî û nîmetên vî welatê bi potansiyela xwe ya muazem dide û ev 90 sal in rola wan jî tê de ye, xwe bêpar bihêlin.

Di nav vê Tirkiyeya mezin a bi sê deryayan dorpêçkirî de, herêma herî paşvemayî û îhmalkirî Kurdistana bakur e. Eger kurd veqetin ê wî beşê herî paşvemayî bidestxin û ji wê hebûna muazzem a beşên din ên Tirkiyeyê bêpar bimînin. Ji nişka ve ê Kurdistana veqetiyayî bibe welatekî paşvemayîyê bêparê ji çavkaniyên îndustriyê, ji pêwistiyên jiyanê ên curbecur. Ê bibe welatekî feqîr.

Lê gava Kurdistan li gel Tirkiyeyê bimîne dikare ji wî potansiyelê mezin ê rojavayê Tirkiyeyê, ji deryayan, îndustriya pêşketî û dewlemendiyên din îstîfade bike. Heta îro dewletê xizmet nedianî Kurdistanê, lê îro îdî dewlet û hukumet bi xwe jî qebûl dikin ku divê Rojhilat (Kurdistana bakur) bi çavkaniyên aborî yên zêdetir, bi teşwîq û tazmînatên mezin û bi projeyên dewasa ên wek GAP-ê, yên erdên ji mayinan maliştî bê pêşdexistin, asta jiyanê bê bilindkirin. Gava Kurdistan veqete ê ji van çavkanî, teşwîq û tedbîrên ku Anqere û rojavayê welat dikare pêşkêş bike bêpar bimîne. Asta jiyana civakî ê bi carekê de dakeve wek wan hin koloniyên Afrîkayê yên ku ji Portekîzê an Fransayê veqetiyan û dewletên serbixwe avakirin; Zîmbabwe, Mozambîk, Gîne û yên din…

Lê îdî roja wê hatiye ku bi çavkaniyên rojava û yên Kurdistana bakur bi xwe, ewlewiyetek ji bo wê bê peydakirin û ev beşê Tirkiyeyê hem ji alî aborî û civakî hem jî ji alî şaristaniyê ve bê pêşdexistin.

Gava Kurdistan veqete, ew kurdên ku li derveyî cografyaya veqetiyayî li rojavayê Tirkiyeyê dimînin ku bi milyonan kurd in, yan ê li cihên xwe biminin ku ew tê wê maneyê bi milyonan kurd ji kurdên cografyayê veqetin, yan jî ew qas milyon kurd divê ji metropol û bajarên rojava barkin û bên Kurdistana veqetiyayî. Di herdu halan de jî ê trajediyên mezin rû bidin, ê ji bo civaka kurd bibe kadastrof, ne gelê kurd, ne jî Kurdistaneka veqetiyayî dikare kadastrofeka wiha hilgire.

Tirkiye endama NATO-yê ye. NATO ji bo gelek dewletan faktoreka îstîqrar û ewleyiyê ye. Gelek welatên Ewropayê ji bo ku bibin endamên NATO-yê fedekariyên mezin kirin. Polonya û Bulgarîstanê ji bo xwe bikin endam gelek mihawele dan. Ukrayna can davêje ku bibe endama NATO-yê. Gurcistanê di maceraya xwe ya ji bo endametiya NATO-yê de tûşî êrïşa Rûsyayê bû, hindik mabû serbixweyiya xwe jî wenda bike.

NATO li Rojhilata navîn jî xwedan roleka giring e û faktora îstîqrarê ye. Kurdistana ku ji Tirkiyeyê veqetiyaye ê welatek be ku hem bi orduyên NATO-yê re şer kiriye, dijminatiya wan kêşaye ser xwe, hem jî ê bibe dewleteka li derveyî endametiya NATO-yê.

Kurdên bakur îro di çarçeweya dewleta Tirkiyeyê de gava maf û azadiyên xwe wergirin û li gel tirkan bibin xwedan maf û derfetên wekhev, ev dewlet bi qasî ya tirkan ê bibe ya kurdan jî, kurd ê berdewam di bin baskê wê ewleyî û îstîqrarê de bin ku NATO temîn dike. Ji bo ku kurd jî ê xwedanê dewletê bin, NATO ê ji bo maf, azadî û ewleyiya kurdên perçeyên din û bi taybetî a Herâma Kurdistana Başûr roleka pozîtîf bilîze. Yanî ev endametî ji bo perçeyên din jî ê bikêr bê.

Meseleyeka din, prosesa endametiya Tirkiyeyê a li gel Yekîtiya Ewropayê ye. Yekîtiya Ewropayê projeyeka paşeroja Ewropayê a bihevrejiyana herheyî ye, her ku diçe geş dibe û giringiya wê pirtir derdikeve meydanê. Ew bi her awayî li gel diyardeyên globalîzebûna mirovatiya cîhanê lihevhatî ye. Fektoreka wek hêzeka super e li ser ruyê erdê.

Yekîtiya Ewropayê ji NATO-yê jî giringtir e. Tirkiye bi mizakereyên xwe li ber endametiya Yekîtiya Ewropayê ye û ew gava bibe endam ê rewşeka nipînuh ji alî aborî, civakî, siyasî û şaristanî li Tirkiyeyê peyda bibe. Gelek welat li Ewropayê û Afrîkayê hene ku dixwazin bibin endama Yekîtiya Ewropayê, ji bo wê ew gelek fedakariyan dikin. Kurdên li gel Tirkiyeyê mayî ê bibin welatiyên dewleteka endama Yekîtiya Ewropayê. Endametiya Yekîtiya Ewropayê bi serê xwe ji bo kurdên bakur projeyeka gelek mezin e, ê rewşa wan bi her awayî ber bi başiyê ve biguhere. Ji 20 milyonan zêdetir kurd dibin welatiyên Yekîtiya Ewropayê; ev ê bibe destekaka gelek mezin ji bo hersê perçeyên din ên Kurdistanê. Ev hersê perçe jî ê bibin cîranên Yekîtiya Ewropayê. Vîzyona Herêma Kurdistanê a entegrebûna bi dinya global re ancax bi pêwendiyên li gel Tirkiyeyê û di ser Tirkiyeyê re li gel Yekîtiya Ewropayê dikare rast vegere. Ev hedef ji bo kurdan hedefeka stratejik a milî ye.

Eger Kurdistana bakur ji Tirkiyeyê veqete ê li derveyî Yekîtiya Ewropayê bimîne, ew ê bi xwe re Kurdistana başûr jî li derveyî pêşkeftin û entegrebûna bi aboriya global re bihêle. Perçeyên din jî ê nikaribin ji wan qezenc û nîmeten cîrantiya li gel Yekîtiya Ewropayê îstîfade bikin.

Gava meriv rasyonel bifikire, bi serê xwe endametiya Yekîtiya Ewropayê û ya NATO-yê bi tenê jî bes in ku meriv dewleteka cuda ya serbixwe be jî biçe bi dewleteka endama van herdu hebûnan re bibe yek. Lê eger ji xwe meriv li gel hev be, wê gavê hay hay şayanê tercîhê ye ku meriv yekîtiyê di şertên îradeya serbest û wekheviyê de bi hesasiyet biparêze. Çimkî qenciya miletê me, qedera neslê me yê paşerojê di wê derê de ye.

Li jorê hat diyarkirin ku bi veqetiyanê ê herêma herî paşdemayî ya Tirkiyeyê bibe dewleteka serbixwe û gelek ji çavkaniyên Tirkiyeya îro ên aborî, civakî, kulturî û şaristanî bêpar bimîne. Kurdistaneka ku li gel van, li derveyî NATO-yê û Yekîtiya Ewropayê jî bimîne îhtîmaleka mezin ê nikaribe asta demokrasîya nav dewleta Tirkiyeyê a bi jiyana mişterek hûnayî li gel xwe bibe û biparêze. Dikare ji alî azadî û demokrasiyê ve kêmtir bikeve. Cardin gelek tecrubeyên koloniyên li Afrîkayê ev yek nîşan dane. Çimkî mesela demokrasiyê ne tenê viyana gel e, wê gelek bingehên maddî yên civakî û tecrûbeyên jiyanê jî divên. Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî ya li derveyî NATO-yê û Yekîtiya Ewropayê ê wan bingehên maddî yên civakî a ji bo demokrasiyeka pêşkeftî, di dereceyeka gellek mezin de wenda bike.

Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî dikare li gel dewleta federe ya Kurdistana başûr têkeve nav konflîktan jî. Kurdistana federe bi biryara parlamentoya xwe yekîtiya we li gel Iraqê eşkere kiriye û asoyên ku nuha li ber Herêma Kurdistanê ne, mayina di çarçeweya Iraqa federal de ye. Ew di wê çarçeweyê de dixwaze pêwendiyên xwe li gel Tirkiyeya endama Yekîtiya Ewropayê xurt bike, di çarçeveya projeyên gazê-û petrolê de; her wekî projeya Nabuccoyê de ew di ser Tirkiyeyê re li gel Ewropayê entegre dibe.

Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî van projeyan û vê asoya entegrebûnê serûbin dike, darbeyên mezin lêdixe û bi kêmasî paşde dixe heta paşerojeka nediyar. Ev ê bibe problem di navbera herdu perçeyan de. Di şertekî wiha de Herêma Kurdistanê ê hem nikaribe, hem jî nexwaze ji Iraqê veqete û bê bi Kurdistana veqetiyayî re bibe yek. Her wiha îhtîmaleka gelek piçûk e ku kurdên Herêma Kurdistanê ên 4-5 milyon ên xwedan petroleka devasa, bixwazin vê petrola xwe bi Kurdistaneka veqetiyayî ya neatraktîv, ne ewle ya bi 25-30 milyon nifûs re parvekin.

Lê Kurdistaneka li gel Tirkiyeyê a ku miletê kurd tê de hemû mafên xwe wergirtibin ji bo Kurdistana başûr gelek atraktîv e, di hevkariya li gel Tirkiyeyê de, di projeyên enerjiyê û aborîyê de, di karûbarên sermiyangêrrî û bazirganiyê de kurdên bakur palpiştên giring in. Di halekî wiha de Herêma Kurdistanê jî ê ji bo kurdên bakur bibe palpişta mezin.

Ne bê sebeb e, gava li Tirkiyeyê behsa entegrebûna Herêma Kurdistanê (Wîlayeta Mûsilê ya dema osmaniyan) ya li gel Tirkiyeyê li ser esasekî federalî tê kirin (ku wek projeyeka Turgut Özal tê pêşkêş kirin) ji bilî tirkan û kurdan eqaliyetên din ên nav Tirkiyeyê xwe aciz dikin, ditirsin, wê wek tehdîdekê li ser statuya xwe ya nav Tirkiyeyê dibînin. Hin eqaliyet û grûbên etnikî hene ku li Tirkiyeyê di warên burokrasiyê; eskeriyê û îstîxbaratê de; heta di îndustriyê de statuyên taybetî girtine û desthilata ku ji vê statuya xwe distînin di her halukarê de diparêzin, naxwazin wê bi hin grûben din re parvekin. Ew derûdor difikirin ku bi entegrebûna Herêma Kurdistanê re a li gel Tirkiyeyê ê balansa hêza kurdan û di vê çerçeweyê de tifaqa navbera kurd û tirkan, berjewendî û statuyên wan têxin nav xeterê , kêm bikin.

Vê rastiyê gelek grûbên etnîkÎ ên nav Tirkiyeyê dibînin. Lê mixabin kurd nabînin. Îdî roj hatiye kurd jî maneya hebûna xwe ya di çarçeweya dewleta Tirkiyeyê de rasyoneltir binirxînin.

***

Bi vî awayî ez hatim dawiya zincîre nivîsara xwe ya li ser pirsa ku ”gelo veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e”.

Min xwest ez bi hin argumentên îlmî û waqî yên di çarçeveya zanîn û tecrubeyên xwe yên 40 salên têkoşînê de bidim nîşandan ku veqetiyana kurdan a ji Tirkiyeyê hem gellek gelek dijwar e; bi êş û jan e; di wê dereceyê de hema hema ne mimkin e, hem di şertên cîhana nuh a global de ji bo bidestxistina azadîyê ne pêwist e ku ew qas êş û jan bê kêşan û veqetiyan bê armanckirin, hem jî îhtîmaleka mezin, veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyeka ku wan mefên xwe tê de wergirtine ji bo wan bi xwe zerareka gelek mezin be . Fêda kurdan ne ji alî kurdên bakur tenê ve, lê ji alî kurdên hemû perçeyên din jî di wê de ye ku ew li gel Tirkiyeyeka azad, demokrat a ji pir-netewe û pir-kulturê pêkhatî bimînin. Min xwest ez bêjim divê kurd van rastiyên qonaxa îro ên li dora xwe li ber çav bigrin û siyaseta xwe li ser vê waqiiyetê ava bikin, rasyonel bifikirin.

Helbet di reweşeka wiha de qani’kirin û piştrastkirina tirkên ku ditirsin ê Tirkiye perçe bibe li ser milên kurdan e jî. Ne bes e ku kurd çi dixwazin. Ya ji wê giringtir ew e ku kurd bi tirkan bidin fahmkirin ka ew çi dixwazin, daxwazên xwe bi wan bidin qebûlkrin.

Maneya esasî a pêwendiyên (komunîkasyon û diyalogên) di navbera însanan, civakan, dezgeyan û dewletan de ne ew e ku peyamder (mesajder, li vê derê kurd) çi dixwazin, ew e ku peyamgir (mesajgir, li vê derê tirk) çi fahm dikin ji wê peyamê.

 

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: