TRT şeş çi ye, ne çi ye

NETKURD 2009-02-16 22:15:36

Di nivîsa xwe ya berî vê de, min diyar kiribû ku ez ê li ser pirsa TRT Şeşê berdewam bim. Ev nivîs dewama wê ye.

***

TRT Şeş beşek ji TRT-ê ye ku ew dezgeha ragihandina Cumhuriyeta Tirkiyeyê ye. Ji ber vê sedemê, dîtinek heye ku ew jî ê wek radyoya kurdî a li Ermenîstanê a dewra Sovyetan, wek radyoya Tehranê a dema şahî a Îranê, hin radyo u programên tv yên Cumhuriyeta Îslamî ên nuha ên bi kurdî, yan jî radyoya Bexdaye a dema rejima Saddam bibe berdevka dewletê.

Ta dereceyekê dikare para rastiyê di vê tesbîtê de hebe, lê du tişt hene divê em bibîrbînin: Tevî ku ew radyo berdevkên desthilatên dewletên xwe bûn jî kurdan ji alî parastina ziman û folklora xwe, heta  ji alî pêşdexistina ziman de gelek îstîfade ji wan kir. Bi taybetî kurdên Kurdistana bakur bi salan, di dewranên herî reş û tarî ên rejimên nîjadperest ên Tirkiyeyê de karîn bîhna xwe derêxin, gidaya xwe ya manewî ji stiran, çîrok û dramayên wan radyoyan wergirin. Yanî di halên herî xerab de ji bo gelê kurd aliyên pozîtîf ên wan radyoyan ji aliyên negatîf gelek zêdetir bûn. Di ser de jî arşîvên wan dezgeyan îro mîraseka kulturî ji me re hiştiye ku di destê kurdan bi xwe de ew îro gelek hêjatir dibin.

Tiştekî din ê ku di vê meselê de em bibîrbînin ev e: Ferqeka Cumhuriyeta Tirkiyeyê a îro ji wan dewletan heye. Cumhuriyeta Tirkiyeyê di pirsa demokrasiye de ji wan dewletan gelek pêşdetir e. Bi taybetî piştî van reformên ku di van salên dawiyê de ji ber mizakereyên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê (YE) hatin avêtin, di gelek waran de demokratîkbûneka berbiçav peyda bûye. Tirkiye li ser vê prosesê hê dimeşe, ê di van çend salên pêşiya me de gelek maf û azadiyên din bên cîbicîkirin.

Problema Tirkiyeyê ew e ku ev maf û azadî gelek hene, lê ji bo ku kurd wek pêkhateyeka neteweyî ya vê cumhuriyetê resmî nayên naskirin, ew maf û azadî nikarin li ser navê gelê kurd bên bikaranîn, tanê wek welatî, wek ferd di çarçeweya mafên ferdî de kurdek dikare ji wan îstîfade bike. Eger îro tenê di destûrê (anayasa) de bê qebûlkirin ku kurd wek gelekî beşek ji pêkhateyên Cumhuriyeta Tirkiyeyê ye, tenê bi vê, ew maf û azadiyên ku kurd li Tirkiyeyê bikarbînin, ji hin aliyan de ji yên Iraqê jî û ji yên Kurdistana federe jî ê gelek pêşdetir bin.

Li Tirkiyeyê bê îcazeya dewletê meriv partî û komeleyan datîne, kanalên televizyonan ava dike, kovar û rojnameyan diweşîne. Lê problem ew e ku meriv bi navê kurdîtiyê nikare van bike. Eger destûr kurdan qebûl bike, yan ji qanûnên partiyan û hilbijartinan û çend qanûnên wek van qedexeyên li ser hebûna kurdîtiyê bên rakirin, azadiya ku kurd li Tirkiyeyê bidest xin li tu dewletên deverê nikarin bidest xin.

Di vê çarçeweya demokrasiyê de ku li Tirkiyeyê heye, divê em bibîrbînin ku TRT wek BBC-ya Brîtanyayê, yan SVT-ya Swêdê dezgeheka xudmuxtar (otonom) e, ew nikare ji sedîsed siyaseta deweta tirk, hela hela ya hukumeta siyasî bimeşîne. Hin qanûn hatine danîn ku statuyeka otonom daye TRT-ê û piştî daxwaza YE armanca wê jî hatiye guhertin; ew îdî ne ji bo wê ye ku berjewendiyên bilind ên dewletê biparêze, ew ji bo xizmetkirina raya giştî (public service) û hin pêdivîyên raya giştî ên wek ziman, kultur, agahî û ahengan heye, divê xizmeta wê bike.

Ez ne naîv im, dizanim ku ne demokrasiya Tirkiyeyê buye wek ya Brîtanyayê an a Swêdê, ne otonomiya TRT-ê qasî BBC û SVT-ê ciyê xwe girtiye û ew serbest û azad ji dewletê kar dike. Ez dizanim di fîîliyatê  de û heta bi hin yasa û rênumayan destê eskeran, ê MIT-ê, ê hukumeta siyasî digihîje TRT-ê û vebûna TRT-Şeşê bi lihevkirina eskeran û siyasiyan pêk hat. Lê tevî vê jî hin yasayên ji bo demokrasiyê û reformên endametiya YE rê didin ku meriv nehêle TRT Şeş bibe berdevkê dewletê û ew ji radyoyên Erîvanê, Tehranê û Bexdayê bêtir nêzî gelê kurd bibe.

Ji xwe ev statuya huqûqî ya otonomiya TRT-ê ye ku hişt ew qas zû TRT Şeş dest bi weşanê bike. TRT Şeşê, piştî hin guhertinên di qanûna wê de, ku ev dezge kir  organeka ”public service”, ne bi biryara resmî ya hukumetê, lê bi biryara îdareya TRT-ê bi xwe dest bi weşanê kiriye. TRT bi serê xwe wek şirketekê kar dike û îdareya wê biryaran dide. Vê, ew prosesa burokrasiya dûrûdirêj a ku biryar ji binî ve biçin heta hukumetê, eskeran û Konseya Ewleyî ya Bilind rakir, loma jî weşanê bi saya dînamîzma TRT-ê zû dest bi weşanê kir.

Ev dînamîzm û otonomî (bêalîtiy resmî ya li hember partiyan û dezgeyên din ên dewletê, xweîdarekirina serbest) ê rê bide ku TRT Şeş di xizmetê de pirtir nêzî gelê kurd be, programên rengarengtir û bi kalîtetir bên weşandin.

Pişt re budçe, kadro û arşîva TRT-ê û ya dewletê ya li ser ziman, kultur û dokumentên li ser kurdan di wê dereceyê de ne ku bi asanî îmkanê dide weşanên bi kalîtetir. Hetta di wê derecê de ku ew dikare ji televizyonên kurdî yên din ku organên resmî an de facto ên partiya ne û otonomiyeka wan tuneye hem bi kalîtetir û rengarengtir, hem jî demokratîktir be.

Ev aliyekî geşbînbexşî yê diyardeyê ye. Lê aliyekî din ê vê statuya xudmuxtariyê heye. Di wan şertên Tirkiyeyê de ku kurd wek neteweyekî hê nehatine naskirin, di nav Cumhuriyeta Tirkiyeyê de statuyeka wan a dewletî (federalî, otonomî an cureyeka dina muesesetiyê) tuneye, Tirkiye ne dewleta pirpêkhateyan e, dewleta neteweyê tirk e, loma jî xwedî û patronê TRT-ê tirk in, kurd ji koordînator bigire heta hemû karmendên din tayinkirî ne, ne xwedan biryara esasî ne.

Di rewşa Tirkiyeyê ya niha de,  ku kurd ji bal destûrê ve rasmî nehatine naskirin, TRT Şeş çiqas zû hat, ew qas jî zû dikare bê girtin û biçe. Ew bi biryara mudur û îdareya TRT-ê hatiye, nexwe îro mudur yan îdare dikare bi her bahaneyeke maddî; mesela bêje ’budçe têrê nake’ wê bigire. Qedera TRT Şeşê piştî çûna mudurê nuha û tayinkirina mudurekî din, yan piştî guherîna hukumetê, mesela bi hatina hukumeta Deniz Baykal dikare biguhere.

Wekî din, bi bahaneya gelek qanûnên ku zimanê kurdî û hebûna kurdan qedexe dikin dadgeheka Tirkiyeyê dikare TRT-Şeşê rawestîne.

Helbet ez cardin ne naîv im û xwe naxapînim; ez dizanim ku TRT Şeş encama guhertinên hundur û navneteweyî ye, encama têkoşînekê ye, encama prosesa endametiya YE, ya pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Rojava û bi taybetî bi Amerîkayê re ye. Ev faktor hemû gelek zehmet dikin ku hema mudurek an hukumetek rabe vê kanalê bigire. Lê ez behsa hiqûq û statuya hundurê Tirkiyeyê dikim ku çiqas bi benên xav bi hev ve girêdayî ne, bi guherîna konjukturekê çawa dikarin biguherin. Divê meriv hay ji vê jî hebe, bibîne ku bêyî statuyeka neteweyî di nav Cumhuriyeta Tirkiyeyê de ev dezge tu carî ji sedî sed ê nekevin xizmeta gelê kurd û berdewamiya wan neyê misoger kirin.

Pratîka TRT Şeşê derxist ku ku di bêstatutiyê de ”dezgehên ji bo kurdan” ê tu carî nebin yên kurdan. Ev, wê teza hin kurdan jî pûç û belawela dike ku goya avakirina dewletekê (ne serbixwe jî, federe, otonom yan ji wê jî kêmtir) ji kurdan re ne lazim e, yan struktureka paşverûye, zirarê dide kurdan.

Balkêş e, ew kurdên ku naxwazin kurd bibin xwedan dewlet û statuyeka cuda ya dewletî di nav Tirkiyeye de nuha rabûne li dijî statuya nuha a TRT Şeşê radiwestin. Ew nabînin ku ev sîstem tam jî fenomeneka li gor hedefên wan derdixe pêş me, yanî li ser esasê daxwazên wan ên bêdewletiye, kurd ê tu carî ji TRT Şeşê pêşketîtir nebin xwediyên tu dezgehan, her dezgeha ku bê avakirin ê parçeyek ji dewleta tirk a unîter be.

TRT Şeş, bi awayekî din jî ji nuha de rûbirûyê astengekê buye. Ji aliyekî de hin kurdên tûj û no, ji aliyê din ve tirkên nîjadpereset ên kemalîst û faşîst êrîşê dibin ser wê, herdu alî jî kadroyên TRT şeşê bi îxanetê tuhmetbar dikin. Ev cendereya dualî dikare welê bike, wê kadroya ku bi hêvî û niyeteka gelek baş dest bi weşanê kiriye, bifetise, hêvî û heyecana xwe wenda  bike, dev jê berde û TRT Şeş têkeve destê kadroyên dewletê ên ku ne ji bo çêkirinê lê ji bo xerakirinê li wê derê bin.

Di vî warî de gelek berpirsiyarî dikeve ser milên DTP-ê, parlamenterên wê û serokên şarederiyan. Heqê wan e ew rexne li AKP-ê,  li dewletê û li TRT Şeşê bigirin, lê ew mecbûr in heta dereceyekê xwedî li vê dezgeya nuhavabûyî derkevin ku takeçerxa makîna dewleta tirk e ya bi eksê asîmîlasyonê dizîvire. Divê ew kampanyayên tuhmeta îxanetê rawestînin, platforma rexneyan bikêşin hidûdekî maqûl, heta rê bidin ku ew kadro û potansiyela wê derûdorê a di warê ziman û kultura kurdî de berê xwe bide TRT Şeşê, biçe li wê derê xizmetê ji ziman û kulturê re bike. Eger ne wiha be, gelek kesên bêalî, welatiyên ji rêzê yên mijûl bi hunera kurdî ê cesaret nekin xwe nêzî TRT Şeşê bikin. Yan dezge ê bê girtin wek mesela kursên ziman, yan jî gelek zeîf bimîne, wek plaqeka şikestî xwe tekrar bike.

Netîce; TRT Şeş di rewşa Tirkiyeyê de gaveka mezin a wek şoreşê ye, ne ji ber ku vekirina kanaleka telvizyonê di asta cîhanşimûliyê de gaveka pirr mezin û giring e, lê ji ber wê yekê ku dewleta tirk di pirsa kurdî de ew qas dûrmayî û dijmin bû, ew qas paşketî bû, ew qas liderveyî hemdemiyê bû. Ew şoreşek e ji ber ku ziman û kultura kurd ev 88 sal in di bin cendereyeka dijwar de bû, asîmîlasyon, bi hatina dewra ragihandinê û bi hebûna bi sedan kanalên tv yên tirk, bûbû wek şapeyekê li hember ziman û kultura kurdî. Bi milyonan kurd asîmîle bûne, mîraseka kulturî a dewlemend û xwedan mêju wenda dibe.

Loma jî TRT şeş wek gava destpêkê (ne wek statuyeka maksîmal a temambuyî) giring e, baş e ji bo kurdan, çerxa wê li hemberî asîmîlasyonê dizîvire. Lê tam jî ji ber vê sedemê ew di bin xeterê de ye, hergav dikare bi bahaneyên gelek piçûk, mesela bi bahaneya ku budçe têrê nake be girtin, an mesref hindik lê bê kirin, ji programên baş bêpar bê hiştin. Têkoşîn divê ji bo xurtkirina statuya TRT Şeşê û vekirina gelek TRT Şeşên din ên resmî û taybet be, têkoşîn divê ji bo guhertina destûrê û yasayan be ku statuyekê wek millet bide kurdan, ji bo destpêkirina perwerdeyê ji bal dewletê ji xwendegehên seretayê heta unîversîteyan be, ji bo maf û azadiyên din be.

Eger ne wiha be TRT şeş wek take gulekê ye. Bi gulekê buhar nayê û take gul ne bi dara xwe ve be ê zû biçilmise, hişk bibe.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: