Şoreşa Sûriyê û rola kurdan

Ji NETKURD-ê 2012-08-15 01:02:11

 

 Hevpeyivîna NETKURD-ê bi Saadeddîn Melle endamê komîteya derve a Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê li ser şoreşa Suriyeyê û rola kurdan di şoreşê de.

Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan

– Piştî vekişiyana Leşkerê Azad ji taxa Selaheddîn û ketina leşkerê rejima Esed rewşa Helebê nuha çawa ye?

– Texmîna min, piştî derketina piraniya derdorên bajarê Helebê ji destê rêjîmê, armanca Leşkerê Azad ew e ko, bi taktîkeke partizanî tevayiya parêzgeha Helebê têkeve şerê li hemberî rêjîmê û leşkerê wê biwestîne. Eger di demeka nêzîk de civata navneteweyî herêmên ewlekariyê destnîşan neke û Heleb jî nekeve ber, tevayiya bajêr ê zerereke gellekî mezin bibîne, lê teslîm nabe û nema vedigere destê rêjîmê.

– Ma Heleb bi temamî ketiye bin destê rejimê yan hin taxên ku Leşkerê Azad lê mabin hene?

– Leşkerê Azad ji rojava ve (taxa Selaheddîn) û ji rojhilat ve (taxa Saxûr û Henano) êrîş kirin. Şer li bajêr belav bûye, nemaze taxên Bab Al-Hemedaniye, Sebea Buhyerat, Eşrefiye û Mesakin rewşeke xirab dijî. Leşkerê azad di nav xelkê de ye, lê ew bi tena xwe niha nikare bajarekî wek Helebê azad bike û berdewamî wî biparêze. Lewra jî, wek li hin cihên din, ew şerê gerîlla yê bajaran dike, dikeve hin taxan yan herêman û çaxê lê zor dibe ew dîsa jê vedikişe, da hêza xwe li cihin din kom bike û êgir pêxe. Ev tektîk leşkerê rêjîmê belav û zeîf dike.

– Li Helebê çend taxên kurdan hene, ew di bin destê kê de ne?

– Gellek kurd li Helebê hene, lê gellek jî asimîle bûne. Ew li hemû taxan hene, wek Bustan Paşa, Siryan, Elhiluk û niha piraniya taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd kurd in. Eger azadî û demokratî hebin ê gellek ji wan ên erebîzebûyî li koka xwe mikur bên.

– Nifûsa Helebê ji kê pêk tê, ji alî etnîkî, dînî û mezhebî ve?

– Heleb bajarekî kevnar û mezin e, li dora 2,5 milyon meriv nişteciyên wê ne. 70% sinnî ne – ew jî ereb û kurd in, , 60 hezar xirîstiyan in– surianî û ermenî ne. Yezîdî hene, lê Cihuyan ji zû ve jê barkirine, Tirkuman jî li parêzgehê hene. Niştecihên Helebê ji gellek nijadan tên, lê îro piraniya wan xwe musilmanên ereb dibînin û kurd yek ji hîmdar û xwediyê bajêr ên pêşî ne, hê ji dema Eyyubiyan…

– Anuha bajar û deverên kurdan ên ku hatine rizgarkirin kîjan in? Leşker û polîsê rejimê li kîjan deverên kurdan mane?

– Herêmên kurdî rewşeke ewarte dijîn. Kurd rêjim û dezgehên wê naxwazin, lê hêzeke wan a neteweyî ya ko, karibe bi rastî valahiyê dagire û biparêze nîne. Ev kêmasî ya tevayiya tevgera kurd e. Piştî azadkirina hin deverên dora Helebê ji bal leşkerê azad û pêketina şerê Helebê, rêjîmê nikarîbû Kobanî û Efrînê biparêze. Belkî rêjîmê xwest bi rêya valahiya desthilatê kaosekê peydabike û Tirkiyê pê bitirsîne. Di destpêkê de, hin dezgehên dewletê li Kobanîyê û di pê re li Efrînê û Amûdê ketin destên kurdan. Lê rêjîm hîn li Qamişlo, Hassekê, û hin deverên din bi giştî maye. Ji bo berdewambûna jiyana civakê, kurd jî neçar in dezgehên dewletê bihêlin.

– Tu dever an bajarên kurdan ên ku di bin kontrola Leşkerê Sûriya Azad de bin hene gelo?

– Eger em herêma ”Cebel Alzawiye” û ”Cebel El Ekrad” jê derxin, belkî hin gundên Çiyayê Kurd li parêzgeha Helebê di bin kontrola leşkerê Azad de bin. Bêguman e, ew ê her bixwazin hemû deverên Sûriyê têxin destên xwe, lê madem herêmên kurdan aram in û di destê tevgera kurd de ne, gereke ti kes destêwerdana wan neke û ji xwe kurd jî nahêlin. 

– Li temamiya Suriyê deverên ku ketine bin destê Leşkerê Azad kîjan in? Tê gotin ku seranserê hidûdê bi Tirkiyeyê re ketiye bin kontrola Leşkerê Azad…

– Dibêjin, bi roj zêdeyî 60% deverên Sûriyê di destê leşkerê azad de ye û bi şev hîn zêdetir dibe. Destpêkê, deverên derî bajaran bûn, lê niha Leşkerê Azad derbasî gellek bajaran bûye, wek Hums, Deraa, Dêr-Alzor, Hema, Idlib, Heleb û Şam.

– Eskerê Azad çi ye, çawa ava buye? Tê gotin gelek grûp tê de ne? Ew ji kê pêk hatiye? Alîkariyê ji kê distîne; pere, çek, perwerde?..

– Bi dîtina min şoreşa Sûriyê, mestirîn şoreşa gelêrî ya serdema me ye. Pêşîyê, şoreş jixweber (spontan) bû, herêmî û bi tiwanayên (şiyanên) gellekî kêm bû. Her kesî xwest xwe û herêma xwe biparêze, hûrik – hûrik şoreş li derî bajarên mezin belav û fireh bû û vê dawiyê bi xurtî ketiye Helebê û Şamê û berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Hemû gazinan ji kêmbûna çekan, derman û xwarinê dikin û alîkar jî hîn cewaz in. Lê ev şoreş bêyî rûxandina vê rêjîmê hîç nasekine.

– Behsa hêzên Selefî, el-Qaîde û yên Cihada îslamî tê kirin. Çend rast e? Ev ji ku tên, çi dikin, mexseda wan çi ye?

– Berê jî xelkê Qaîdeyê li Sûriyê hebûn û bi agahiya rêjîma Sûriyê diçûn Îraqê. Lê bi dirêjkirin û dijawarbûna şerê navxweyî Selefî, Cîhadî û radîkal pirtir û xurtir dibin. Grûpen bi navê ”Eshabiyan” zêde dibin, dengên mezhebî/taifî belav dibin, dirûşmên îslamî li her derê têne hildan. Zêdebûna kuştinê, dijwarkirina wêran û talankirinê, derengketina alîkariya derve û pasîfîzma civata navnetewî zemîneke lêhatî ji Qaîde û Selefiyan re peyda dikin. Hin lêkolîner dibêjin êdî jimara xelekên Qaîdeyê gihaye çend sedan. Ji bo pêkanîna çalakiyên navendî ew xwe didin ser hev û hevkariya hev dikin û hin cîhadî ji derve jî tevlî wan dibin.

– Behsa danîna mehkemeyên şerîetê hat kirin ku xelkên sivîl, berpirs û merivên rejimê tê de tên dadgehkirin û kuştin? Ev rast e Gelo? Sûriye ber bi rejimeka sunnî ya Îslamî ve diçe? Eger wiha be ê rewşa kurdan û xelkên din çawa be? Mînorîteyên ne ereb û ne sunnî ê çi bikin?

– Leşkerê Azad ne yeker e. Hîn gellek grûppên çekdar ji hev cihê ne û her yek jî mehkemeyên xwe yên taybet li herêmên xwe hene. Tê gotin ko, her grûpekê ji yên Encumena Niştîmanî ya Sûriyê alîkariya alîgerên xwe dike û ”Ixwanên muslimîn” jî milîsên xwe yên cihê hene.

Armanca hemû grûpên islamî dewleteke li gora şerîeta islamê ye û hinek ji wan modêla AKP-ê a li Tirkiyê jî napejirînin, xwe di paş dirûşma ”şaristanî” yê de vedişêrin, sekularîzmê red dikin, wekheviya mêran û jinan qebûl nakin. Li gora wan û hin nasyonalistan, nasnameya Sûriyê tenê erebî – islamî ye.

Bêguman, ev pêvajo ne di berjewendiyên minorîtêyan û kurdan de ye. Ji bo şoreşê û civata şaristanî, ev yek metirsiyeke mezin peyda dike. Lewra jî bandora (kartêkiriya) encamên şoreşê û guhertina vê rêjîmê kare bigihê herêmê gişî. Ji xwe, yek ji argumentên derengketina reaksiyona civata navnetewî jî ev e. ”Buhara Erebî” kare bibe ya islamî û kaoseke mezin li hemû cîhanê peydabike.

– Ewropa, Amerîka li ser îhtîmala ku rejim ber bi îslamiyeka radikal ve here çi difikirin?

– ”Buhara erebî” wek li Rojhelat, li Rojava jî nedihat payin. Wan nedixwest rêjîman biguherin lê nikarîbû wan biparêzin jî. Lewra dibêjin: rêjîm namîne û em neçar in bi hêzên alternatîv re bidinûbistînin û hêdî-hêdî wan li gora berjewendiyên xwe bialişînin. Lê pirbûna durişm û sloganên selefî kêmnetewan û grûpên olî li welêt ditirsînin û ezmûna Afganstanê tîne bîra civata navnetewî. Cîhan ne yek dîtine û mîna nimûneya Demokratan û Komariyan li Amerîkayê, nerînên cuda ji aliyê rikeberiya van welatan hene.

– Îsraîl li ser prosesa Sûriyeyê xwedan çi mewqifî ye?

– Îsraîl dixwaze Sûriyê ji benda Îranê û Hizbullah dûr bike, lê hesaban ji hatina rêjîmeke islamî ya hevalbenda Hemasê dike. Rikeberiya Sûriyê ne tenê xwe ji Îsraîlê û têkeliya bi cuhiyan re diparêze, belê her dujminatiya xwe jî nîşan dide. Îsraîl ditirse ko, rêjîma Sûriyê hinek çekên kîmyayî radestî Hizbullaha Lubnanî bike, yan ew çek têkeve destên Qaîde, yan selefiyan. Bi giştî, Israîlê ji pêşiyê ve nexwestiye raste-rast destêwerdana vê prosêsê bike, lê niha dibêje rêjîma Esedî nikare berdewam bike û gereke bê guhertin.

– Îraq kîjan siyasetê dimeşîne, ma ew bi temamî wek siyaseta Îranê birêve diçe?

– Tê zanîn, beriya şoreşa Sûriyê, têkeliyên Malikî û Esed gellekî xirab bûn. Ev guhertinên vê dawiyê li gora daxwaza Îranê pêkhatine, lê dibe ko, tirsa Malikî ji danîna rêjîmeka sunî li Sûriyê hebe. Bi giştî, serketina şoreşê û guhertina rêjîma Sûriyê ê bandora xwe li hindurê hemû dewletên dirawse (hevsû, cîran) hebe û nemaze Îraqê…

– Rola Îranê çi qas bi tesîr e, îran çi dixwaze?

– Rûxandina rêjîma Esedî çepera Îranê dişkîne û sistêma şîîtiyê lewaz dike. Ji bilî dana çek û zanînan dîrekt yan bi rêya Huzbullahê, Îran hefsarê Turkiyê radigre û karîgiriyê li helwesta Îraqê, Rusyayê, Çînê û hin dewletên din jî dike.

Eger rojava bazarekê derbarê pirsa atomî bi Îranê re neke, Îran ê ta dawî bergiriya rêjîma Esedî bike û Sûriyê bike meydana şerê navbera xwe, Îsraîlê û Amerîkayê.

– Em werin ser rewşa kurdan. Ji bilî deverên kurdan, kurd li kîjan bajarên Sûriyeyê hene? Li Şamê hin taxên kurdan hene, ev kîjan in û li wê derê rewşa kurdan çawa ye?

– Ji kevin ve Kurd li Sûriyê hene û demeke dirêj gellek herêm bi rêve birine, nemaze heyamê Eyyubiyan. Tevlî ko, piraniya wan zimanê kurdî jibîr kirine yan asîmîle bûne, ew dizanin nijadê wan kurd e. Di rewşeke demokratîk de ê gellek li koka xwe xwedî derkevin. Kurdên ”Taxa kurdan” li Şamê nasnameya xwe parstiye û ji ber sedemên aborî-siyasî gellek kurd li herêma ”Zorava” bicih bûne. Di encama peymana Sayks-Pîko de parçeyekî Kurdistanê ketiye nav sînorê Sûriyê û hîn jî kurd li wir piranî ne. Wekî din, hîn beriya damezrandina dewleta Sûriyê, kurd li Hema, Cebel Alzawiye, Idlub, Cebel el-Ekrad, Heleb, Golan, Horan, kenarên Derya Sipî û Reqayê bicihbûne û niha jî hene. Kurdan her xwe xwediyên Sûriyê dîtine, ew parastine û avakirine, lê mixabin nasyonalîstên ereb her xwestiye hebûn û nasnameya wan winda bikin. Rastiya dîrokê serûbinî hev bûye, gerek vegere ser lingên xwe.

Nexşeya demografiya Suriyeyê a sala 1935 an ku ji bal Farnsiyan hatıye kêşan

– Tê gotin ku kurdên Şamê û Helebê bazdidin tên Kurdistanê, rast e gelo? Çima?

– Rast e, vê dawiyê, ji ber dijwariya şer û giraniya jiyanê gellek kurdên ko, koçberî Şamê û bajarên din, Humis, Hema û Helbê bûbûn, vedigerin warên xwe yên berê.

– Gelo ji deverên ereb xelkên ne kurd koçî Kurdistanê dikin?

– Belê, ji xwe, ne tenê kurd, herwiha niştecihên wan deveran bi giştî direvin û gellek ji wan hatine, li Kurdistanê bicih bûne. Wek nimûne erebên Helebê reviyane Efrînê, yên Dêra Zorê hatine Cizîrê û hwd. Vê yekê jiyana kurdan lawaztir û girantir kiriye û roj bi roj dijwartir dibe.

– Li Sûriyê û li Kurdistanê xelkên ne kurd, ne misilman û ne sunnî nuha rewş û mewqifên wan çi ne? Yên ku li pişt rejimê ne kîjan in. Gelo ji van yên ku tevî şoreşê û hilweşandina rejimê bûne hene?

– Yek liban ne tê de, heta niha Elewî, Xirîstiyan, Durzî, Îsmaîlî yan bi rêjîmê re ne yan pasîv in. Hin eşîrên ereb û yên Kembera Erebî çek ji rêjîmê girtine. Helbet gellek sunnî jî leşkerê fermî ne, yanî beşdariyê di tawankariya ”Şebîhe” de dikin. Hêvî heye ko, bi pêşketina şoreşê re, ev grûpên keysperest dev ji rêjîmê berdin.

– Têkiliyên kurdan bi Asûrî-Suryanî, Elewî, durzî û gelên din ên ne ereb û ne misilman re çi ne? Kurdan tu projeyên li gel van miletan ji bo têkoşîna bi hev re, ji bo îdarekirina deveran û welat bi hev re hene?

– Kurd hewil didin ko, têkeliyan bi van grûpan re çêkin, lê nunerên wan ne herdem hene. Bi vê mebestê ENK komîteyên pêwendiyên siyasî û civakî danîne. Têkeliyên kurdan bi Asûriyan re hene û ji yên bi Durzyan û Elewiyan re çêtir in. Vê dawîyê hin nunerên van grûpan dixwazin li gel kurdan li ser çarenûsa herêmên hevbeş li hev bikin. Ew ne li dijî ”lamerkeziyê” ne û dixwazin em bi hev re doza mafên xwe bikin.

Ji bo danîna destûreke nuh ji Sûriyê re û çespandina mafên xwe bi referanseke destûrî, gellekî pêwîst e ko, projeyeke hevbeş a kurdan û van kêmnetewan niha hebe.

Mixabin, Sunnî vê yekê naxwazin û ev kêmnetewe jî niha hem ji rêjîmê û hem ji rikeberiyê newêrin piştgiriya kurdan bikin.

– Li Cizîrê, Efrînê û deverên din ên kurdan mewqifê eşîren ereb çi ne? Pêwendiyên kurdan bi ereban re çawa ne? îhtîmala ku kurd û ereb li van deveran bihevkevin çi ye?

– Eşîrên ereb, çi bi alîkariya rêjîmê û çi bi alîkariya dewletên ereb, yan derve, xwe biçekkirine. Rêjîmê çek dane erebên ”Kembera Erebî”.

Wek berî niha min emaje pê kir, ji bo bihevrejiyan û xweîdarekirineke nenavendî, gellekî pêwîst e ko, projeyeke kurdan bi ereb û xırîstiyanan re hebe. Vê dawiyê tê xuyakirin ko, gellek ji wan, ji vê yekê re amade ne.

– Berê erdên kurdan ji wan hatibûn stendin û dabûn ereban. Ev mesele di nav kurdan û ereban de rû nedaye? kurd erdên xwe paşde naxwazin? Ereb çi dibêjin?

– Niha Encumena Niştîmaniya Sûriyê xwe ji ber vê pirsê dide alî û diyar e naxwaze paşê jî kembera erebî rake. Mixabin, hinek di nava ENS de dixwazin encamên projeyên nijadperest li hemberî gelê kurd bihêlin û biparêzin. Belê kurd, çi bi zorê û çi bi xweşî, dê erd û zeviyên xwe vegerînin û guhertinên demografî yên wek kembera Erebî rakin. Ji bo paşerojê serêşî neyên pêşiya me, baştir e em niha li ser planeke zelal li hev bikin.

– Piştî ku serokwezîrê Beşar Esed, hin wezîr û efserên plebilind ên sunne dev jê berdan û di pey vê re jî esker ji nuh ve ket Helebê, tê îdddîa kirin ku bazarek bi dizî û bi rola hin welatên ereb û Ewropayê, Amerîkayê û Rusyayê heye ku dev ji xistina rejimê bê berdan û mixalif û serokên rejimê li ser avakirina hukumeteka nuh a demkî lihev bikin û bi rêvebiriya wê paşeroja Sûriyeyê bê dîzaynkirin. Rastiya vê çi ye?

– Kuştina grûpa generalên (Xeliyet Alazime) û birîndarkirina Maher Esed û hinên din li Şamê karîgiriyek mazin li rêjîmê û Başar kiriye. Bahweriya alîgerên rêjîmê kêm bûye û moralê wan xira kiriye. Gelên Sûriyê jî êdî digihê wê bahweriyê ko, nema kare bi vê rêjîmê re bijî û ji bo ruxandina wê gerek xwe li benda derve nehêle. Derve naxwaze hêza xwe derbasî Sûriyê bike, lê eger Esed xwe nede alî û desthelata xwe neguhêze şexsekî din, ne dûr e di nêzîk de herêmên ewlekariyê çêkin û ji bo veguhestina desthelatê rikeberî jî emade ye bi wan kesan re ko,dev ji rêjîmê berdidin, hevkar be.

– Tê gotin ku mesela ketina hin deverên kurdan bin destê PYD-ê, bi giştî bilindbûna rola kurdan li Sûriyeyê ku ê herî kêm otonomiyekê bidest xin û ev dikare biçe heta federaliyê, pê re jî mihawele û planên rejimê ên ji bo avakirina dewleteka Elewî, ji alî Îranê de pîjkirina şerê PKK-ê li devera Şemzînan hemû terefên hundur, cîran û deverê û cîhanê anîne vê qenaetê. Ev senaryo çend rast e, çends rasyonel e?

– Bi dîtina Encumena Niştîmanî ya Kurd (ENK) li Sûriyê, ji bo çespandina demokratiyê, aramiyê, pêkanîn û parastina mafên gelên Sûriyê ti alternatîvên ”lamerkeziya Siyasî”/ Federalîzmê nîne. Lê ENS dixwaze sîstêma navendî / merkezî îro bidome û projeyên nijadperest ên Baasiyan li hemberî gelê kurd wek xwe bimînin. Taybetmendiya Sûriyê pirnetewî û pirolî û çand e û hemû arîşeyên Sûriyê ji nepejirandina vê rastiyê derdikevin. Baasiyan xwest modêla Kemalîzmê li Sûriyê û Îraqê têxin jiyanê, siyaseta welatekî yek netew, yek ziman, yek çand û nasneme pêk bînin, lê biserneket. Tirsa Tirkiyê ji veguhestina vê nexweşiyê a nav sînorê wê ye.

Piştî vî şerê dirêj û dijwar ko, rêjîm bi navê Elewiyan dike, êdî bêyî statuya lamerkezî/ federalî, parastina dewleta Sûriyê pir çetin e û xwînrêj e. Ev yek bûye pîvana demokrasiyê û dostaniya gelê Sûriyê. Lê mixabin ji ber sedemên xwe yên zatî, Amerîka, Rojava û Rûsya xwe û miletê Sûriyê dixapînin û xwe dispêrin argumentên vala, wek yên Tirikiyê.

– Plana Koffî Annan biserneket û ew vekişiya, nuha yekî Ereb ketiye şûna wî û muhtemelen bi revîzekirinekê ê ev kar berdewam be. Nunerê nuh ê Ereban û Netewen Yekbûyî dikare çi bike? Plana li jor gotî a lihevkirinê û hukumeteka demkî gelo dikare bi riya wî bê meşandin?

– Problêm ne şexsê Kofî Annanî yan Îbrahîmî ye, belê tinebûna alavên bicihkirina pilanê bi xwe ye. Rûsya jî mîna Rojava ne ciddî ye, ji berêv de wan zanîbû plan bicih nabe lê bêçareya xwe, demekê, li pişt plana Annanî veşartin. Eger plan bêdiran bimîne û zor li pişta wê nebe ew ê dîsa tawanbariyek be derheqê xelkên Sûriyê de.

– Clinton hat Tirkiyeyê û hin gavên li hemberî rejima Sûriyeyê hatin minaqeşekirin. Çi encam dikarin ji mihaweleyên Hillary Clintonê derkevin?

– Îro Amerîka, beriya helbijartinên dawiya salê, ji şerê li dijî Sûriyê yan Îranê ne emade ye û siyaseteke xwe ya taybet nîne. Tirkiyê jî bêyî alîkariya aborî ya ereban, biryara NATO-yê, erêkirina Rusyayê û Îranê naxwaze serê xwe têxe problêmeke tevlihev. Deyar e alîkariya ”nekujer” ji bo hin aliyên rikeberiyê ê zide bikin û ji bo azadkirina hin herêman, mumkin e destûra derbaskirina hin çekên li dij firokeyan bidin.

Herçendî ”herêmên ji firokeyan azad” in, neçarî lihevanîna van faktorên jorîn in.

– Civîna ku li Îranê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê hat lidarxistin kî beşdar bûn, çi encam jê derketin?

– Ne veşartî ye, tevgera Îranê wek ya Sûriyê ye û ji bo parastina rêjîma Esedî ye. Nunerên nêzî 30 dewletan beşdarbûn, nemaze yên 13 dewletên ko, di civata Komkara Netewên Yekbûyî de li dijî biryara 130 dewletan dengdabûn. Ne rikberiya Sûriyê û ne dostên Sûriyê van hewildanan ciddî nagirin û beşdarî wan nabin. Mebesta civînê komkirin û lihevanîna rejîm û rikeberiyê bû, lê wisa jî kesî guh neda banga wê civînê.

– Civîna Dostên Sûriyeyê a paşerojê li ku ye û kengî ê bê lidarxistin? Ajandaya wê çi ye? Kurd ê beşdar bibin, daxwazên kurdan ê çi bin?

– Civîna Dostên Sûriyeyê ya çarê gerek li Marocoyê (Fasê) çêbibe. Ajanda wê her piştgiriya şoreşa Sûriyê û hûnandina hikûmeteke niştîmanî ya alternatîv ji rêjîma Esedî re. Em kurd xwe ji ti civînan nadin paş û eger em wek nunerên gelê kurd, ji bo vê civînê, fermî bêne vexwendin em ê beşdar bibin.

– Hefteya derbasbûyî li Qahîreyê hin civîn hatin kirin û behsa avakirina hukumeteka demkî ya li derveyê welat hat kirin. Ev çend ciddî ye? Kare bê avakirin? Kurd ê tê de cih bigirin? Dinya ê hukumeteka wiha nas bike? Hukumeteka wiha ê çawa rê li ber çareseriyê veke?

– Çalakvanekî siyasî, Heysem el-Malih bi hin kesayetiyên eşîrtî û olî re dengekî wiha derxist û ev ne cara pêşî ye. Ne civata Sûriyê û ne ya navnetewî wê ciddî nagirin û wê nasnekin. Ev kes sergerm in û dixwazin bi rêya lihevxistina kaxezan cihekî ji xwe re çêkin. Piraniya van merivan nîjadperest in, yan selefî ne, tiştekî ko wan û kurdan bigihîne hev nîne.

– Encumena Neteweyî ya Kurd li Sûriyê û Encumena Gela a Rojava gihîştin hev û bi navê Desteya Bilind a Kurdên Sûriyeyê deteyek avakir. Tê ragihandin ku ê komîteyên din ên warên cuda û deverên cuda jî mişterek bên danîn. Gelo Desteya Bilind li ser kîjan prensîb û hedefan ava bû, armancên wê çi ne? Avayiya wê çawa ye, ê kîjan komîte di kîjan waran de bên avakirin?

– Desteya Bilind di 11-07-2012 an de li Hewlêrê di navbera Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û Encumena Gelê Rojavayê Kurdistan bi serperiştiya dîwana serok Mesûd Barzanî de hate damezrandin. Ev deste wek hemû komîteyên jêder bi nîvî – nîvî ye û jimara endamên wê 10 kes in û biryarên wê jî li ser bingeha lihevkirina tevayî ne.

Armancên vê peymanê hûnandina siyaseta kurdî ya giştî û serpereştiya xebata rojane ye û 3 komîteyên xwe yên kargir (ewleyî, xizmetguzarî û îdarî) avabikin. Gereke dijberiya ragihandinî di navbera herdu encumenan de nemîne û bikaranîna tundûtûjîyê li herêmên kurdî qedexe be.

– Rola Desteya Bilind di ewleyî û asayişa deverên kurdan de ê çi be? Nuha çi amadeyî tên kirin? Yekîneyên ku li Kurdistana Rojava hene tê gotin ku tenê yên PYD/PKK-ê ne? Ew îlan dikin ku ê tu hêzeka din a eskerî qebûl nekin? Kî rake çek ji kurdan gerek bên tebvî wan bibin?

– Wek hemû deverên Sûriyê, Kurdistana Rojava jî pêwistî bi parastinê û xwe îdarekirinê heye. Ji bo vê yekê gerek kurd xwe bidin ser hev û bi grûpên cîran re jî li hev bikin. Ev deste gerek nehêle şerê navxweyî derkeve, rê li ber êrîşên derve jî bigire, jiyana sivîla civakê û aştiyê biparêze. Belê tenê PYD yekîneyên xwe hene, lê gerek hemû yekîne êdî hevbeş bin û biryar jî ya Desteya Bilind û komîteya ewleyî bin. Xelk gelek gilî û gazinan ji yekîneyên PYD-ê dikin û eger bi lez çareyeke dirust ji vê pirsê re neyê dîtin, ê alternatîvin xirab rû bidin.

– Ji alî din ve çend hefte berê hat ragihandin ku hin gêncên kurd ku ji eskeriya Sûriyeyê reviyane li Herêma Kurdistanê hatine perwerdekirin û ev dixwazin vegerin Rojava. Heta daxwiyanî hene ku wan xwestiye ew vegerin, lê Yekîneyên PYD, heta wan û yên rejimê li gel hev nehiştiye ku ew vegerin? Mesela eskerî û ewleyî û ev rewşa han di nav Desteya Bilind de gelo hatiye xeber dan?

– Rast e gelek xelkên herêma sînor, kurd, ereb û xirîstiyan, reviyane Başûrê Kurdistanê û di nav wan de gencên kurd jî hene. Gellekan aziyeta koçberiyê dîtine, rewşa jiyana penaberiyê bi wan gellekî çetin e û alîkariya dirust bi wan re nehatiye kirin. Pêwistiya wan bi alîkariya dezgehên navneteweyî heye. Helbet, ev rewş, pirsên eskerî û ewleyî her dem di rojeva Desteya Bilind de ne.

– PYD çima nahêle yekîneyên kurd ên din bên Rojava? Gelo wan planên din hene ku monopola xwe li ser Rojava deynin? Yan ew ji partiyên kurdan yên din ditirsin û di gumanê de ne? îhtîmala ku hemû hêzên eskerî yên ku niha hene xwe belav bikin û di bin emrê Desteya Bilind de ji hemû kurdan hemû terefan mişterek hêzeka ewleyî, asayiş û parastinê bê avakirin heye gelo?

– Min nebihîstiye PYD rêya vegerê digire, lê dema herêm têkeve metirsiyê ê hinek ji wan gencan bixwazin vegerin hawara xelkên xwe û ti kes nikare rêya wan bigire. Kesê bi rastî bergiriya welêt û gel dike ê hevalan ji xwe re çêke ne wan red bike. Herhal, dibe ko, kêm û kurtî, gilî û gazin destpêkê hebin, lê Desteya Bilind gerek rojekê berî ya din Peymana Hewlêrê bicih bîne û bahweriya kurdan bi xwe neşikîne. Bêgûman, kesin ê li herdû aliyan hebin ko, bixwazin astengiyan derxin, ê bixwazin vê peymanê xira bikin. Divê hayê me ji provekasyonan û pilanên neyaran hebe, em vê hevbendiyê biserxin. Ti alternatîveke baştir nîne, niha ev pîvana kurdayetiyê ye.

– Dîtinek heye ku eger Yekîneyên PYD bi tenê bin li Rojava, ev hem xetereka mezin e li ser wan hem jî li ser temamiya Kurdistana Rojava. Çimkî PYD tenê be ew ji bal Tirkiyeyê, Ewropayê û Amerîkayê, heta ji bal hemû kurdên hemû perçeyan û ji bal mixalefeta Suriyeyê wek hêzeka PKK-ê tê dîtin û ê bibe hedefa gumaneka xurt ji bal hemû terefan. Hem kurdên terefên din dikarin ji ber vê xwe ji PYD-ê dûr bixin û ji bo parastina xwe hêzên eskerî ava bikin. Ev dikare şerekî di nav kurdan de bide destpêkirin.

– Her kes dizane, tirkan, bi sextekarî, rayagiştî ya herêmî û ya cîhanî xapandine û ji bo demxa terorê li tvgera kurd xe, gellek xelk û dewlet mecbûrî siyaseta xwe kirine. Ew niha hewl didin ko, tevgera Rojavayê Kurdistanê jî bi PKK ve girêdin, demxa terorê bînin ser wê û rê liber çareserîya pirsa netewî ya gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê jî bigirin. Bila em şiyar bin, argumentan nexin destên wan û nekivin dek û dûlabên tirkan. Îro pirsa gelê kurd li Sûriyê di rojeva cîhanê de ye û dem ya wê ye, gerek kurdên her çar perçeyan jî hemû hinera xwe ji bo çarenûsa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bikarbînin, yan ma, ne wêne, ne ala û ne nîşanên partiyan bikêrtên û ne perçeyên din azad dibin. Alaya kurdî sîmbola netewî û yekîtîya hemû kurdan e û redkirina wê daxwaza dijminan e. Bila her partî û grûp sembolên xwe yên taybet hebin, lê nabe ew şûna alaya neteweyiya giştî bigirin. Em kurd gerek tiştên me digihînin hev, ne yên me ji hev dûrdixin, biparêzin. Ew kesên sembola xwe ya taybet di ser alaya neteweyî ya pîroz re digire, yekîtiyê naxwaze û avê bera aşê neyaran dide.

– Tirkiye, gava ji alî eskerî ve Rojava têkeve bin destê hêzekê ku tenê PYD be ew vê wek PKK dibîne û PKK ji bo ku ji nuha ve li hundurê Tirkiyeyê şerê dewleta tirk dike, ji Qendîlê gerîllayan dişîne nav Tirkiyeyê, ew ê qebûl neke ku li Suryeyê û Rojava wek binkeyekî nuh ê Qendîlê bibe ciyê PKK-ê û ji wir êrîş bên serê. Yanî hebûna eskerî a PYD-ê bi tenê, gelek pîj dike ku Tirkiye ji alî eskerî midaxeleyê Rojava bike.

– Rast e, ev tektîk û siyaseta Tirkiyê ye û gerek kurd jî wê pûç bikin. Tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê ji 1957 an ve heye û çareserkirina pirsa netewî ya kurd xizmeta demokrasî û pêşketina Sûriyê dike. Ev pêwistiyeke niştîmanî ya Sûrîyê ye û di berjewendiya Turkiyê jî de ye. Pirs ya gelê kurd e, ne ya PYD-ê yan PKK-ê ye. Dem hatiye êdî gerek Tirkiye realîtêyê û rastiyê bibîne û mentalîteya xwe derbarê gelê kurd de biguhere. Wek gellek caran, Kurd karin bibin dostên Tirkan û nimuneyên ji dîrokê û yên îro nayên veşartin. Sîng û destê kurdan ji dostaniyê re vekirî ne, ew biratî û bihevrejiyanyeke wekhev û azad bi tirk, ereb, fars û miletên din re dixwazin, kurd nema bindestî û koletîyê qebûl dikin. Divê kurd lavayî û parsê ji kesî nekin, lê de facto li ser erdê çêkin û çarenûsa xwe bi xwe têxin destê xwe.

– Eskerê Azad jî heta nuha hêzên eskerî ên PYD wek hevkara rejima Esed dibîne. Welatên Ereb di vê fikrê de ne û ew wan wek PKK hesab dikin. Ewropa û Amerîka jî, NATO jî bi vî çavî li hêzên eskerî yên PYD-ê bi guman in. Ev hergav wek kêlgeyeka agirê derketina şerekî ye ji her aliyî ve.

Bi eksê vê eger yekîneyên PYD xwe fesh bikin û ji nuh ve ji hemû terefên kurdan, ji hemû gêncên kurdan artêşeke kurdên Rojava ava bibe ê hem sedemê gelek cidî ê pevçûna kurdan rabe, hem ji derva û ji cîranan kes nikare hêzeka wiha wek a PKK-ê bibîne. Hemû argument û bahaneyên Tirkiyeyê, ereban û mixalefetqa Sûriyeyê pûç dibin. 

Amerîka, Ewropa û civaka navneteweyî jî dikarin gelek bi hêsanî peywendî bi hêzeka wiha re deynîn, alîkariyê bikin û gelek gelek awantajên din…

Hûn van dîtin û analîzan çawa dinirxînin?

-Ya rast, zexelî li cem Tirkiyê ye, lê divê hayê me ji me hebe da em bi nezaniya xwe, argumentên Tirkiyê xurt nekin. Tirkiye beriya derketina yekîneyên PYD-ê jî li dijî daxwazên kurdan li Sûriyê derdiketin. Ew niha xwe li pişt sîmbolên PYD vedişêrin û xelkê dixapînin. Ji bo dijayetiya kurdan her tektîk ji wan re helal e. Bi vê logîkê, ne dûr e Leşkerê Azad jî sibe berê tivingên xwe bidin sînga kurdan, çima! Gelo çima em kurd tenê reşreşkî ne, yan mîna gayên îspanî tenê rengê sor dibînin û pişta xwe ji metadoran re vekirî dihêlin!

Pêkanîna Desteya Bilind a kurd gaveke dîrokî ye û di cihê xwe de ye. Zemîneke minasib e ji bo valakirina argumentên neyaran, hilanîna xetera şerê navxweyî û lêkirina hêzeke netewî ya xurt ji bo pêkanîna destkevtinên gewre.

– Pêwendiyên we bi Encumena Nîştihtimanî ya Suriyê re di çi merheleyê de ne? Tê gotin ku komîteyeka koordînasyonê di navbera Desteya Bilind, Encumena Niştimanî ya Suriyeyê, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ava buye û di nêz de Encumen û Deste ê li hev bikin di bin şemsiyekê de bên ba hev. Ev rast in?

– Belê, pêwendî her berdewam in, ji bo nêzîkkirina boçûnên herdû aliyan, ENK û ENS liser danîna komîteyeke kordinasyona hevbeş ji 6 kesan lihevkirine. Lê piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd, ne dûr e ko, jimara nuneran bê guhertin.

– Encumen konkret heta nuha bi kîjan mafê kurdan razî buye?

– ENS nasnameya neteweyî ya kurdan nasdike û mafên wan wek hemwelatî qebûl dike. ENK jî dixwaze destûra Sûriyê hebûna gelê kurd û mafên wî yên netewî li gora peymanên navnetewî biçespîne, hemû projeyên li dij kurd bêne hilanîn û xisar li xwediyan vegere. Problêm ew e ko, ENS li xwe dinere weko ew di desthelatê de ye, destûra welêt li gora daxwaz û îradeya wê tenê ye û ew kare mafan bipejirîne, yan nasneke. Ew jî bi mentelîteya Baasiyan li hemû pirsên welêt û civakê dinere. Demokrasî divê ji her kesê re be, milletên Sûriyê û nemaze kurd vê yekê nema qebûl dikin û ji bo bergiriya mafên xwe yên rewa bi her awayê emade ne.

– Tirkiyeyê hem di dema serdana Davutoglu a bo Hewlêrê de ji kurdan re, hem jî çend roj berê di balafireka ber bi Myanmarê de ji rojnamevanan re got, ’piştî ketina rejimê eger kurd û terefên din li ser çi li hev bikin em pê razî ne, em ne li dij in wê demê kurd otonomî yan federasyonê bidest xin. Lê nuha divê kurd bi van daxwazan neyên, van ferz nekin?’

Hun siyaseta Tirkiyeyê ya li ser kurdên Rojava çawa dibînin. Çi aliyên başî û xerab ên pêşniyariya tirkan hene?

– Ev peyam nuh in û nîşana guhertineke siyasî ya pozitîv e. Eger rast be, kare bibe bingeheke dirust ji bo diyalogeke konstriktîv di navbera hemû aliyan de. Hêja ye ko, Desteya Kurd û ENS li Hewlêrê bi beşdarbûna çavdêrên Tirkiyê, Herêma Kurdistanê û hinekên din civîneke bilez li darxin. Texmîna min ev helwest dê dostên kurdan û Tirkiyê şa bike.

– Amerîka, Brîtanya, Fransa, Alamanya, Rusya û Yekîtiya Ewropa di derbarê pirsa kurdên Rojava de çi dibêjin? Wan heta nuha çi piştgirîya maddî û manewî dane kurdan yan encumena kurdan?

– ENK hevdîtin bi van dewletan hemuyan re pêkanîne. Ev dewlet mafên gelê kurd rawa dibînin û federalîzmê jî wek sîstêmeke lêhatî ji bo Sûriyê dibînin, lê li rikeberiya Sûriyê û Tirkiyê heyirî dimînin. Soza dana alîkariya insanî dane ENK-ê, lê hîn tiştek pêk nehatiye. Bila em ji bîr nekin, eger em nebin xwediyê xwe, kes xwedî li me dernakeve, êdî bes e ko, gelê kurd ji bo berjewendiyên xelkê bêne xapandin, bikaranîn û bêpar bimînin. Kurd ji bo berjewendiyên cur bi cur, olî, mezhebî, idealojî, biratî û aştiya xelkê hatine bikaranîn, êdî koritî û rebenî bes e. Em dîsa nebin ardû û êzingên agirê ko, xelk destên xwe pê germ bikin.

– Tesîra ku kurdek buye serokê Encumena nîştimanî çi ye?

Hin dîtin hene ku dibêjin ev hem ji bo kurdan, hem ji bo gelên ne ereb û ne sunnî ên Sûriyeyê firsendek e. Abdulbasit Seyda divê ji vê derfetê îstîfade bike ku kurdan hemuyan bikêşe nav Encumenê û bi vî awayî bingehê serokatiya xwe jî xurt bike da piştî çend mehan erebên şoven nikaribin wî bidin aliyekî. Ji aliyê din Encumena kurd û kurdên din ên derveyî Encumena Nîştimanî vê firsenda ku kurdek buye serok bikarbînin, biçin desteka xwe bidinê, wî xurt bikin û xwedî lê derkevin ku Encumen ber bi rêyeka Suriyeyeka demokrat a sekuler u azad ve biçe. Eger wiha be ê Durzî, Elewî, Suryanî û Asûrî û minorîteyên din jî zêdetir baweriya xwe bi Encumena Sûriyeyê bînin û mixaelefeta li hemberî rejimê xurttir bibe. Kurd ê bibin xwedan roleka mezin ku baweriyê bidin eqaliyetan, wan bikêşin nav mixalefetê û bibin havênê yekîtiya navbera wan û erebên sunne û wek li Iraqê, bibin xwedan roleka esasî di avakirina paşeroja Sûriyeyê de. Hûn van dîtinan ça dinirxînin? Ji bo vê kurd çi dikin? Li gel Abdulbasit, li gel Encumenê?

– Bi vê gavê, ENS xwest berberî û nakokîyên nav xwe li paş xe, li daxwazên kurdan fêlbaziyan bike, rayagiştî ya erebî, kurdî û navnetewî bixapîne, rê li ber kurdan bigire û wan wek radîkal û êgoîst nîşan bide. Eger dirust bin bila wekheviya mafên newtewan di destûra dahatû de bipejirînin ne tenê ya hemwelatiyan.

– Gelo kurd ne lazim e ku ji nuha ve projeyekê ji bo îdarekirina Şamê piştî hilweşiyan rejimê deynin? Ma navê ku kurd proaktîv bin? Ji nuha ve bi plan û projeyan biçin terefên din ên sunne û ne sunne, misilman û ne misilman, ereb û ne ereb. Her wiha projeyan pêşkêşî dewletên cîran û yên mezin bikin? Pêşkêşî Yekîtya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî bikin?

– Belê rast e, ev daxwazeke aktuel e û hin piroje jî ji bal kurdan û ereban hatine emadekirin. Lê ya pêwîst ew e ko, hin dezgehên pispor ên navnetewî alîkar bin û ev jî pere jê re lazim in.

Lîderên şoreşa Suriyeyê a 1920 an, ji aliyê rastê ve:
Ahmed Rûto – Kurdê Efrînê, Şêx Salih Alali – Alewî, Saadallah Aljabirî – Erebê Helebê, Yûsif Alazema – Kurdê Şamê, Şêx Abdî Xoce – Kurdê Efrinê, Ibrahim Henano – Kurdê Helebê, Mustefa şêx Husên – Kurdê Jezirê. Ji 7 an 5 kurd in.

– Gelo kurdan bi xwe Yekîtiya xwe ta çi dereceyê avakiriye ku ew ji hundirê xwe bêtir li dervayê xwe binêrin û proaktîf kar bikin?

– Kurdan gavin baş ji bo Yekîtîya xwe avêtine, lê hîn bi hundirê xwe ve mijûl in û ji bo ko, bibin proaktîv gellek pêwîstî bi berdewamî û rastkirina wan gavan heye. Pêkanîna ENK û di pê re Desteya Bilind a Kurd destkevtinên dîrokî ne, lewra jî neyar ji bo xirakirina wan wiha sûr e.

– Di demên derbasbûyî de kurdên Rojava gelek derdên kurdên bakur, başûr heta yên Rojhilat kêşan. Nuha jî ew di nav tevgera perçeyên Kurdistanê yên din de di nav pêşmerge û gerîllayan cih digrin? Gelo îro ku hûn rabûne ser piyan kurdên perçeyên din çiqas piştgiriyê didin şoreşa Sûriyê û bizava kurdên Rojava?

Hun piştgirî û alikariyeka çawa dixwazin?

– Bi hemû pîvanên netewî, geosiyasî, aborî û dîrokî, gerek pirsa kurdên Rojava bibe xeleka navendî ya xebat û tekoşîna kurdên her sê perçeyên mayî. Îro rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi piştgiriya maddî, siyasî û ragihandinê heye. Ne tenê li welêt, belê li derve, diyasporaya kurd imkanên mezin heye û kare projeyên bêhempa pêkbîne.

– Hebûna Herêma Kurdistanê xwedan roleka çewa ye ji bo şoreşa we? Hewlêr ku buye navenda bizava Rojava çi îfade dike? Eger ne Hewlêr buya kurdan ê ku; Îstanbul, Qahîre, yan Ewropa ji xwe re bikira navend?

– Herêm û serokatiya wê cihê serbilindayîyê ne û li gora statuya xwe, roleke baş ji bo kurdan û şoreşa Sûriyê heye. Her Hewlêrê rêya Îstanbûl, Qahîre û Ewropayê ji me re vekiriye, lê dîsa gellek maye ko, Hewlêr ji bo berjewendiyên xwe û yên netewî û kurdistanî bike. Çespandina mafên kurd li Sûriyê asoyên Kurdistanê rohnî dike.

– Ferqa piştgiriya partiyên başur ji bo Rojava heye? Di navbera YNK û PDK û PKK ê de çi ferq hene?

– Ta niha YNK , PDK û PKK dibêjin biryar a we ye, lê hema em dizanin ”bira bira ye û bazar jî xuya ye” û em ji bîr nakin ko, awaz her gerek li gora xwediyê pera be. Hêvî ew e ko, ev hersê alî berpirsyariya netewî di ser berjewendiyên kesayetî û partîtîyê re bigirin, komîteyeke xwe ya hevbeş ji bo Rojava çêkin û Desteya Bilind a Kurd li Rojava bikin dezgeheke hevgirtî û bikêrhatî.

– Tê gotin ku serokê KCKê Murat Karayılan li gel serokê Herêmê Mesûd Barzanî bi awakî koordîneyî ji bo avabuna Desteya Bilind a Kurdan kar dike. Di yekîtiya Encumenê û PYD ê de rola wan heye. Ji aliyê din îddîa hene ku hin serokên PKK-ê wek Cemil Bayik û Duran Kalkan zêdetir siyaseteka nêzî rejima Sûriyeyê û dewleta Îranê dimeşînin. Ev jî tesîrê li têkiliyên navbera PYD û Encumenê dike; di mesela eskerî de, di mesela pêwendiyên li gel Tirkiyeyê de, heta di mesela pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê de. Ev îddîa çend rast in hûn çawa dinirxînin?

– Di şert û mercên kurd û Kurdistan de ev rengên têkeliyan ne ecêb in û rewşa gelê kurd û tevgera wî îro nîşaneke berbiçav e. Her kes dizane, dagirkerên Kurdistanê her dem bi hev re li dijî pirsa neteweyî ya kurd hevkarîyê dikin û kirine, lê mixabin kurd bi xwe nikarin koordinasyoneke xwe lihemberî neyarên xwe çêkin. Bi texmîna min kongreyeke neteweyî ya kurd lazim e.

– Serokatiya Encumena kurd her ji sê mehan carekê tê guhertin. Ev di pêwendiyên we de bê îstîqrariyekê nayne? Di pêwendiyên bi terefên din re bi taybetî li gel nunerên dewletan? Dem nehatiye ku hûn nunerayetî û organên berdewmî yên biîstîqrar deynin da xelk bêtir bawerîya xwe bi we bîne, pêwendiyên xurt û berdewamî ava bike?

– Rast e, bandora wê ya negativ heye, lê hebûna yekîtîyê ji guhertina serokan giringtir e. Diyar e niha, bêyî wilo li Rojhelata Navîn yekîtî pêknayên. Lê prosêsa xebata hevbeş bawerî û nêzîkayiyê diafirîne, dezgehan ji yekîtiya formel çêdike û serokatiya normal dide qebûlkirin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: