AHMEDÊ XANÎ SERGIR BÛ?

Netkurd 9/7/2005

Berî çendekê li Bayezîdê festîvalek hebû. Bi minasebeta festîvalê perdeya peykerê Ahmedê Xanî jî hat hilanîn. Niha li parka Bayezîdê Ahmedê Xanî bi girseyî, bejnbilindî û xurtî û ezameta xwe bala xwe dide kesên ku seredana parkê dikin û digerin.

Wêneyê peykerê Xanî di hin weşanan de; di vê navberê de di Netkurdê de jî derket. Gava min bala xwe da peyker û ew girseyî, liserxweyî, bejnbilindî tê de dît, ez fikirîm ku gelo ê ku ev peyker çêkir, di encama kîjan lêkolînan de gihaşt wê qenaetê ku Ahmedê Xanî divê yekî wiha gir ê bibejn be.

Hûn ê bêjin de li gor teswîreka xeyalî ya peykertiraş wî forma xwe stend. Dibe ku welê be. Qasî ku ez dizanim piştî azadbûna herêma Kurdistana Başûr li hin bajaran, li meydanan û li hin avayiyan peyker û bustên Ahmedê Xanî hatin danîn. Ez meraq dikim, meriv wan li gel hev û li gel peykerê parka Bayezîdê bide ber hev, gelo ê çend Ahmadê Xanî jê derkevin.

We bi xwe jî dîtiye, wêneyên Ahmedê Xanî yên temsîlî hatine nexişandin, her yek bi awayekî ye, hin pîr in, hin esmer in, hin kej in, lê piranî  bigoşt in, li ser xwe ne, tu yê bêjî xwîn ji hinarîkên wan dipijiqin. Mişterekiyeka din a wan jî ew e ku ew naşibin hev.

Tew demeka berê min li ser bergeka pirtûkekê fotografekî rîsipîyekî pîr ê bi ebayek qubbe û bi kumekî dît ku li binî digot ”Ahmedê Xanî”. Her eynî fotograf demekê di malperekê de hat weşandin. Ez fikirîm gelo di dema Ahmedê Xanî de kamera hebû yan na… Pişt re tiştekî din ket bîra min: gelo Ahmedê Xanî ew qas umur kiribû ku kalekî pîr ê extiyar derket ber kamerayê û wêneyê xwe kêşa.

Qasî ez dizanim ew di 1650-51ê de ji diya xwe bûye û wî di 1707 an 1709ê de jî wefat kiriye, yanî pirtirîn 57 an 59 sal umur kiriye. Yekî ku di 59 saliya xwe de wefat bike çewa ew qas pîr ê derkeve ber kamerayê? Ez yariyan nakim, gelek çaran gava resimên wî tên nexişandin û peyker û bustên wî tên çêkirin jî ew di ser 60-70 saliyê re tê teswîrkirin.

Di pirtûka Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de taswîrek li ser Ahmedê Xanî heye, gava meriv dixwîne meriv şaş û heyirî dimîne ku mamoste tu dibêjî qey eynî li cem wî rûniştiye û wî teswîr dike. Alaeddîn Seccadî wiha dibêjê: ”Şêx Ahmedê Xanî, her wekî car bi car neql dikin, dibêjin merivekî  girepeya bû, li gor laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî piçûk û geş bûn, riya wî top bû û gellek reşayî tê de mabû.” Yanî yekî sergirê qelew ê esmerê porreş…

Helbet di serî de em karin mesela fotograf bavêjin aliyekî, gelek ebes e… Eşkere ye ku di sedsala 17ê de kamera tunebû û ne mimkin e ku fotografê wî hebe.

Ji alî resim, peyker û bust an nivîsên teswîri de jî bi qeneta min diviya şaşîtiyên ew qa mezin û agahiyên nelihev tunebûna.

Ez ne pisporê hunerên sipehî me, ne heddê min e dersan bidim hunermend, resam û peykertiraşan. Lê gava ez serî li mantiqa xwe didim, ez dibêm qey diviya li pişt her teswîrekê an afirandineka portreyî lêkolînek hebûya, çi faktayên li ser hebûna Ahmedê Xanî ya fîzîkî û derûnî hene bihatana derxistin û teswîreka li gora wê bihata dayin.

Gava meriv li van berheman dinêre bi xemgînî meriv dibîne, ne ku tu lêkolîneka pisporî ya zanistî li ser civandina faktayan nehatiye kirin, wan ew agahiyên li ber çavan jî nedîtine. Mesela; ji bo meriv zanibe ku meriv nikare Ahmedê Xanî ji 57 an 59 saliya wî zêdetir kal nîşan bide ne lazim e ku meriv lêkolîneka kûr û dûr bike, ev agahî hema hema di her nivîsa li ser jiyana wî de heye.

Ji xweşbextiyê re Ahmedê Xanî di hin berhemên xwe de hin nîşanên din jî dane ku meriv kare teswîreka pirtir nêzî rastiya wî bike. Qasî meriv ji teswîrên wî bi xwe tê digihê meriv dibîne ku ew qet jî ne merivekî girepeya, rûgirover, sermezin û pirç reş e.

Di Memû Zînê de Ahmedê Xanî gava pesnê xweşikiya Sitî û Zînê dide yekê esmer û ya din jî zerî destnîşan dike. Di teswîra Xanî de Sitî esmer û Zîn jî zerî ye:

Yek esmer û ya duwê zerî bû

Yek horî û ya duwê perî bû

Pişt re li derekê gava Mîr red dike ku Zînê bide Memê û Memê davêje zîndanê, Zîn dikeve hundur, nema derdikeve, ji derd û kulan nexweş dikeve. Îjar gava Ahmedê Xanî vê Zîna zerî ya nexweş teswîr dike, wê zeîf weka mû, zer weka zaferanê nîşan dide û dibêje ku ewa wek mû, bûye wek rengê Ahmedê Xanî:

Ew rengî zeîf û jar bûbû

Goya ku bi cismî tayê mû bû

 

Ew mû geriya ji zaferanî

Teşbîhê bi rengê rûyê Xanî

Ji van beytan jî meriv tê digihê ku Ahmedê Xanî bi kêmasî yekî zeîf ê kejik (zer) bû ne ku sermezinekî esmer ê girover.

Ev teswîra Xanî ya ku wî li ser xwe daye, ne bi tesadufî di şiireka wi de jî hatiye ducarkirin.

 

Ew Xanîyê dildade ye, meşreb ji rengê bade ye

Derdê wî yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.

De baş e ê çawa be îjar? Meriv çi bike ku peyker, bust û resimên Xanî nêzî rastiya wî bin? Metodên vê yekê çi ne? Ez bi xwe ne pispor im, bersiva vê pirsê lazim e pisporên hunerên sipehî bidin. Lê ez gava li berhemên hunermendên me yên afirînerên Xanî dinerim, ez nizanibim ku lazim e meriv çi bike jî, ez baş zanim ku lazim e meriv çi neke? Çimkî berhemên ku li meydanê ne, ne li gor hev, ne jî li gor agahiyên Xanî bi xwe serkeftî ne.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: