QIYAMETA ZIMANÊ KURDÎ

Netkurd 21/6/2005

Netkurdê dest bi kampanyaya bikaranîna zimanê kurdî kir. Proseseka bişaftina miletê kurd li pêdarê ye, Netkurd dixwaze keda xwe têxe nav têkoşîna berovacîkirina vê prosesa bêyom. Helbet Netkurd hêz û îmkana xwe zane; malperek e, îmkanên wê gelek sînorkirî ne û ev kampanyayeka demî ye, li hember proseseka ku wek şapeyekê bi ser zimanê kurdî de tê, xweragiriyeka mitewazî ye. Lê ku karibe bala ronakbîr, siyasetmedar û derûdorên masmediyaya kurdî bikêşe ser wê yekê ku bes e, îdî divê em tedbîreka berbiçav li ber vê şapeya wêranker bistînin, qet nebe dest bi prosesekê bikin ku kurd di ragihandinê û peywendiyên nav xwe de kurdî bikin zimanê resmî, Netkurd ê di vê kampanyayê de xwe serkeftî hesab bike.

Esas xwiya ye nerihetiya li ser prosesa asîmîlebûna kurdî a dewra niha ji bal kurdên gelek derûdoran dihat hîskirin, bi destnîşankirina birînê, ji gelek cihan dengên dilsoz û xemxurên zimanê vî miletê derbederkirî bilind bû, dest bi minaqeşeyan bû, nivîsên hêja di malperên cuda de tên weşandin. Destpêkirina Netkurdê, him di form, naverok û ûslûba gelek malperan de, him di zimanê wan de bû sedemê guhertinên qenc û
hêvîbexş. Di Netkurdê bi xwe de jî minaqeşeyan hê berî destpêkirina vê kampanyaya resmî serî hilda; nivîskarên Netkurdê her yekî ji alî xwe de ronahî avêt ser vê prosesa wêranker.

Di vê navberê de belkî ziman û uslûba me ya di hin deran de, hin kurdên me yên gelek hêja, xebatker û dilsoz ên ku herdem yan carinan bi tirkî dinivîsin êşand. Bi taybetî wê slogana Netkurdê a ku digot  ”teşwîqkirina kurdan ji bo xwendin û nivîsandina tirkî, xizmeta stratejiya asîmîlasyona tirkan dike” bû sedemên reaksîyonên diyar û nediyar. Belkî formulekirina islûba me têr nehatibû perwerdekirin, lê helbet niyeta me ne ew bû ku em fermana îdama hinekan bidin. Gava med dît kurdên herî dilsoz ên herî hişyar û hesas jî bi xwemsariyekê berdewam in bi tirkî dinivîsin, malper û rojnameyan cardin bi tirkî serî hildan, siyasetê bi tirkî şûrê xwe kêşa, zarokên kurdên herî hişyar ji îdî bi kurdî nizanin û ev dê û bav bêpaxav berdewam in bi wan re bi tirkî didin û distînin tirs û xofeka mezin li me peyda bû ku ”tofaneka mezin” li pêşiya me ye, ne di demeka dûr de ev ziman û pê re jî wê mîrasa me ya kulturî a hezar salan dike wenda bibe. Me xwest bi awayekî ne ji awayên wek hergav em dengekî derxin ku “morîka xewê ji guhê zindiyên dixewreçûyî” derkeve, dengê hewar û gaziya me here wan.

Em fahm dikin ku asîmîlasyon, piçûkxistin û perwerdekirina bi armanca tirkîzekirinê em xistine halinî wiha ku ronakbîrên me yên herî hişyar, siyasetmedarên me yên di dereceyên serokatiya hêzan de jî bi kurdî nizanin. Lê em fahm nakin ku ew gava dibin xwedî îmkan an serbestiya fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe, ew fêr nabin. Ji bo min qet nayê fahmkirin ku serokin karin pirr bi rehetî bi hezaran însanan hînî şerê gerîlatiyê an pêşmergetiyê bikin, wan bişînin ser çiyayên Kurdistanê da însanan bi wan bidin kuştin yan ew bi xwe bên kuştin ji bo ku ev millet bibe xwediyê zimanê xwe û bi serbestî vî zimanî bikar bîne, lê ew serok nikarin di 6 mehan de, an di salekê, du salan de xwe hînî xwendin û nivîsîna kurdî bikin. Ew kampên şerkirinê û însankuştinê vedikin, berê însanan didin mirinê lê berê xwe û wan nadin fêrbûna zimanê kurdî. Em vê fahm nakin. Û ev gazin ne bes ji siyasetmedarên berpirsiyar e, ji her kurdê têkoşer e.

Helbet hin jî hene ku siyasetê ji pirsên civakî, derd û êşên miletê kurd tecrîd dikin û dibêjin a herî muhîm siyaset e, ji bo siyaset raneweste çi lazim e divê bê kirin, heke îhmalkirina kurdî û bikaranîna tirkî lazim e, divê ew jî bê kirin. Lê siyaseta ku ê zimanê min nede min û gav bi gav zimanê tirkî, fikirîna bi mejiyê tirkekî bide min ez çi bikim ji wê siyasetê.

Siyaset girîng e lê ji bo bidestxistina hin armancan û xizmeta pêdiviyên civakî, eger siyaset ê nebe wasite nexwe ji mexseda xwe derketiye. Kurd ne xwedan îmkana wê luksê ne ku pirsa zimanê xwe li hêviya biserketina siyaseta tirkîziman bihêlin.

Şefîq Oncu, agirê vê kampanyayê pê xist û bal kişand ser ”tofana pêşiya me”. Vê tesbîtê gotinek Hz Muhammed anî bîra min. Dibêjin Hz Muhammed gotiye ”Weka ku tu yê qet nemirî ji dinya xwe re û weka ku tu yê sibê bimirî ji axreta xwe re bixebite”. Pirsa zimanê kurdî jî di vê rewşê de ye. Ji aliyekî de em dizanin ku neresmîbûna zimanê kurdî, bikarneanîna wî di perwerdeyê de, nebûna statuyeka vî zimanî, asantir dike ku şapeya asîmîlasyonê riyên firehtir û rehettir ji xwe re bibîne û biserkeve.

Gava ziman statu, karîyer û nan nede, hemwelatiyê jirêzê ê guh nede fêrkirna zarokên xwe a zimanê kurdî, ê berê wan bide zimanekî din ku nan, karîyer û statuyê bide wan. Ev rast e, lê ji alî din jî em dizanin ku bidestxistina statuya zimanê kurdî di dereceya zimanekî resmî ê civakê de, vekirina dibistan û unîversîteyan bi vî zimanî ê qet jî di demeka nêzîk a diyar de neyê bidestxistin. Em hemû dibînin ku siyaseta tirkan û li hember wê siyaset û hêza me kurdan çi ye.

Lê di eynî wextê de hin îmkan ji berê de hebûn û hin jî (bi saya rewşa îro a pêşketinê, teknîkê, globalîzebînê, bayê serbestiya ku li herêmê tê, prosesa endametiya Tirkiyê ya ji bo YE)  peyda dibin ku em kurd bi xwe wek siyaset, komele, masmedya, dezgeh, dê û bav û hwd karin hin tiştan bikin da zimanê me wenda nebe. Em îro di rewşeka wiha de ne ku em ne mecbûr in her tiştî li benda biserketina siyaseta xwe ya girtina desthilatdariyê bihêlin. Em karin zimanê xwe di hin ciyan de, di pêwendiyên xwe de bikar bînin, bixwînin, binivîsin, da qene ew nemire neçe goristana zimanên mirî ên dewrên seranserê dîroka însaniyetê.

Yanî wek gotina Hz Muhammed; weka ku dewleta tirk qet ê serbestiya zimanê kurdî nede û ew ê qet nebe zimanê resmî em ji niha de bi xwe wî bikarbînin, îmkan û derfetan jê re peyda bikin  û wî bikin zimanê defacto ê têkiliyên navbera xwe, ji alî din jî weka ku em ê sibê ji dewletê karibin bistînin dozê li dewletê bikin ku zimanê kurdî bibe zimanê resmî, zimanê perwerdeyê û ê her awe pêwendiyên civakî û kulturî.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: