Netkurd 26/8/2005
Beyana dawîn a serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan a ku çû Diyarbekirê û li wê derê îtîraf kir ku li Tirkiyeyê pirsek bi navê pirsa kurdî heye, him di nav tirkan, him jî di nav kurdan de rê li ber minaqeşeyên fireh vekir. Li herdu aliyan jî li ser vê şêla dawîn a serokwezîr Erdogan bîr û baweriyên cuda hene. Hin dibêjin hindik gotiye, hin dibêjin pirr gotiye, hin gavê wek xetereka mezin dibînin hin jî dibêjin ev xapandin e.
Çendekî berê di civatekê de me li ser şêla Erdoganî sohbet dikir, yekî got ”tiştên ku Tayyib Erdogan dibêje wek dîtinên Abdullah Öcalanî ne.” Vê gotinê, çîroka nivîskarê misrî yê binavûdang Mihemmed Hasanên Heykel a li ser Tîto, Nasir û Brejnev anî bîra min.
Çîrok wiha ye: Bi destpêkirina şerê sar, berê li ser ruyê erdê du kamp peydabûn ku herduyan bêtexsîr şerê hev ê propaganda û tehdîdan dikir: kampa sosyalîst û ya kapîtalîst. Pişt re di salên 60î de tevgereka nuh a bi navê ”bizava serbixweyan” destpêkir û hêdî hêdî ew jî bû hêzeka esasî li ser ruyê erdê. ”Bizava serbixweyan” bi serkêşiya serokdewletên wek Cemal Abdulnasir serokê Misrê, Josef Broz Tîto serokê Yugoslavyaya berê, Îndra Gandî seroka Hindistanê hatibû avakirin û amanca wê ew bû ku kampeka nuh bi taybetî ji dewletên dinya sisiyan ava bike ku navberekê bixe nav xwe û hem kampa sosyalîst hem jî ya kapîtalîst. Vê bizavê nedixwest ji herdu aliyan li derekê teref bigire.
Tê gotin kesên nêzîkî Brejnevê serokdewletê Yekîtiya Sovyetan ê wê demê hay jê hebû ku Brejnev ji Cemal Abdulnasir gelek hez dikir lê ji Tîto gelek aciz bû. Wan rojekê ji Brejnevî pirsîbû ku ev her du camêr jî xwedanê eynî mewqifî ne, di eynî bîrûbaweriyê de ne, serkêşiya eynî ”bizava serbixweyan” dikin; ev tu çima ji Abdulnasir hez dikî û ji Tîto gelek aciz î. Birejnev gotibû:
– Ku Cemal Abdulnasir bi ser keve ez ê jî bi ser kevim û ku Josef Broz Tîto bi ser keve ez ê wenda bikim, loma…
Bi rastî jî Yugoslaviya di dawiya Şerê Dinyayê ê 2yê de bi rêberiya Tîto wek dewleteka sosyalîst a nêzî Sovyetan ava bû, lê pişt re ji ber siyaseta Stalîn û serokên Sovyetan ên piştî wî, her ku çû ji Sovyetan bidûr ket, ber bi ”bizava serbixwe”yiyê de çû. Cemal Abdulnasir jî Misir ji dinya kapitalîst a rojhava bidûr xist û ber bi ”bizava serbixweyan” de bir.
Mesela Teyyib Erdogan û Ebdullah Ocalan jî wek vê meselê ye. Dibe ku di pirsa kurdî de herdu eynî tiştî dibêjin, lê di vê riyê de eger Receb Tasyyib Erdogan bi serkeve em qezenc dikin lê Abdullah Öcalan bi serkeve em wenda dikin.
Rast e, naveroka gotinên Tayyib Erdogan ne ew qas dagirtî ne ne jî tiştên nuh in. Di mêjuya dewleta tirk de partî û berpirsên tirkan di vê mealê de belkî pêşdetir beyan dane, realîte naskirine, rapor û proje pêşkêş kirine, lê ew her bi diyarkirin û pêşkêşkirinê mane û pişt re her tişt bincil bûye. Dikare qedera gotinên Tayib Erdoganî jî wek ya yên berê be. Lê dikare tarîx tekerur neke û hin gavên nuh jî li pey vê werin.
Qesda min ji gavên nuh, ne ew e ku ew ê çareseriyên berbiçav û bikêr ji bo pirsa kurdî bîne, na ,lê ew dikare serî li hin reforman bide ku navbera desthilata siyasî ya sivîl û ya eskerî ji hev dûr bixe û bi taybetî gavekê bi desthilata ”dewleta kûr” bide paşdeavêtin. ”Dewleta kûr” bi maneya xwe ya ku ne qanûnî ye, xwe di bin hemû damûdezgehên eskerî û sivîl de organîze kiriye, ”kûr” e, lê di eslê xwe de oganîzasyonek e ku bi baskê xwe yê eskerî û sivîl, bi peravêtina nav unîversîteyan, burokrasiyê, masmedyayê, ordiyê, dezgehên hiqûqî, partîyên siyasî, rêxistinên kirêkar û karmendan yên civakî û kulturî, heta bi bizava xwe ya nav kurdan a vê dawiyê ya bi navê kurdîtiyê weka axtapotekê ye. YE(Yekîtiya Ewrûpayê) vê axtapotê û bi taybetî desthilata wê ya qirêj naxwaze, DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) di van çend salên dawiyê de piştgiriya xwe ji vê axtapotê kêşaye. Beyana DYA a li ser piştgiriya beyana Erdogan ev yek cardin diyar kir. Partiya Tayyîb Erdogan bi rastî jî baweriya xwe bi endametiya YE û bi piştgiriya DYA anîye. Îro eger Akpartî ji gavên xwe yên ber bi YE û DYA vekişe, ”dewleta kûr” ê bi tank û zirxan di serê re biçe.
Erdogan hem ji ber cesareta ku ”dewleta kûr” ji piştgiriya DYAyê bêpar e, him jî ji tirsa xwe ya ku paşde vekişîn kare partiya wî di bin tankan de bipelixîne, mecbûr e hin gavan li pey îtîrafkirina xwe ya di derbarê pirsa kurdî de bavêje. Heke ji hundur alîkarî û piştgiriyê bigire ew dikare pirtir bibe xwedan cesaret.
Ji alî kurdan de beyanên Erdoganî çend ”dewleta kûr” ji desthilatê dûr bixe ew qas baş e. Em wek masiyê nava ava jehrdadayî û şîlokirî ne, kîjan gav û tedbîr ava dora me zelaltir bike ê ji bo me îmkana bîhnvedanê û bizavê zêdetir bike.
Loma, tevî hemû wekheviyan ez bi xwe ferqekê di navbera şêla Erdogan û Öcalan de dibînim û ”ne ji Öcalan lê ji Teyyib Erdogan hez dikim”.
Leave a Reply