DIYARBEKIR XWÎN DIGIRÎ

Netkurd 4/6/2007

Gava DTP-ê (Demokratîk Toplum Partisi – Partiya Civaka Demokratîk) biryar da ku bi berendamên serbixwe di hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê de beşdar bibe kêfa min hat, hêviyên min gurr bûn ku vê carê tevgera azadiya Kurdistana bakur ê wek eyloyekî baskên xwe lêde û bifire hilkişe parlamentoya tirk, li wir grûbekê ava bike, têkoşîna gelê kurd di hinavê parlamentoyê de bibizivîne.

Min hêvî dikir ku bi vê biryarê ê bizava parlamenterî ya tevgera kurdî xwe ji rêgiriya benda ji sedî dehê rizgar bike, ê hemû partî, rêxistin û kesayetiyên kurd li ser platformeka hilbijartinan bigihên hev û ê bi yekdengî lê pirrengî grûbeka parlamenter bişînin parlamentoyê.

Ez di serî de çiqas bihêvî û dilxweş bûm, îro, piştî diyarkirina navên berendamên DTP-ê perçeperçetî, bêhedefî û hesabpiçûkiya serokên xurde-partiyan ez ew qasî bêhêvî û xemgîn im.

Kî çi dibêje bila bibêje, ji bo min bi xwe tu bahaneyên parti, rêxistin û kesên li dervayî DTP-ê ne dicî de ne ku hemî bi hev re çima ne li meydana hilbijartina ne, ji bilî ku ew ew qas piçûk, bêkêr, felcbûyî û bêcesaret in, ew ew qas ji mesûliyeta berjewendiyên giştî yên gel dûr in ku newêrin roja kar û hesab derkevin meydanê, ew ditirsin ku rastiya rebeniya wan eşkere bibe. Di demekê de ku goşegîrên şerxwaz ên kurdewarî ên ser bi hin navendên kûr ve dafikan li dor gelê kurd vedidin, ew ji xwe re li peravê deryayê bi malokan dilîzin. Ew careka din nîşan didin ku ne wan hay ji civakê heye ne jî civakê hay ji wan…

Lê gunehkarên mezin berpirs û biryarderên mekanîzmaya hilbijartinê yên nav DTP-ê ne. Em li derveyî DTP-ê ne û dûrî wê ne, em nizanin mekanîzmaya nav DTP-ê bi taybetî jî ya biryarderiya hilbijartinan çawa kar dike, kê çi xwest û çi nexwest, çi kir û nekir. Lê encam li meydanê ne: Ji navên hilbijartî yên ji bo berendamên serbixwe û ji hevhimbêzkirina DTP-yî û xwedêgiravî hêzên çepikokên tirk diyar dibe ku yên biryara hilbijartinê di DTP-ê de dan û bi ser ketin, ew goşegîrên şerxwazên kurdewarî ne. Ew ne bi serê xwe ne, ew bestî ne bi navendên here dijwar ên dijminê gelê kurd. Ew ne ku mihawele dikin tevgera kurd bifirînin hildin kursiya parlamentoya tirk, dixwazin di riya parlamentoya Tirkiyeyê re jî zincîr û prangayên esaretê li têkoşînê xin, tevgera kurdî ya parlamenter bêber bikin.

Gava meriv dibîne ku kesên weka Aysel Tuglukê û Akin Birdalî bûne berendamên serbixwe li ser navê diyarbekiriyan, bivê nevê fenûfûtên kemalîstan ên salên 1920-an tên bîra meriv ku wê demê kemalîstan tirkên nasyonalîst yên bendeyên dewletê ên wek Mazhar Mufit Kansû û kesên din ji bajarên Kurdistanê dikirin parlamenterên Cumhuriyet Halk Firkasî û ew dişandin parlamentoyê. Ew tirk bûn, gelek caran wan bi xewnên çavan jî ew bajarên ku xwedêgiravê jê dihatin hilbijartin nedîtibûn. Ne kurdên wan bajaran ew nas dikirin, ne jî wan ew kurd dîtibûn,, lê di meclisa tirkan de li ser navê wan bajaran hesp dibezandin, xizmeta dewleta xwe dikir.

Bivê nevê meriv ji xwe dipirse, gelo li Diyarbekira ku bi milyonan nifûsa wê heye, qet kurdekî welatparêz ê dilsoz tunebû ku we Aysel Tugluka ku hefteyek berê alaya kemalîzmê hilda, namûsa diyarbekirî û hemû kurdan pêşkêşî bin piyên kemalîstan kir derxist ber hilbijêran, we Akin Birdalê ku ji roja pêşî de wek Yalçin Kuçuk li ser navê hin navendên dewleta xwe, virde wê de dipengize da ber bêvila (difna) diyarbekiriyan?

Berpirsên DTP-yî bi lezûbez hevkariya li gel partî, rêxistin û kesayetiyên kurd dan aliyekî, ew kesên welatparêz ên ku dixwest ji lîsteya wan têkevin hilbijartinan maliştin, lê çûn li Îstanbulê, li Metropolên din ên tirkan bi xwedêgiravî çepikokên tirk re hevkarî kir, yên wek Ufuk Uras û Baskin Oran kirin berendamên xwe. Ma her kes nizane ku ev xwedêgiravî çepikok di xizmeta kê de ne, her roj bi navê dijminatiya Amerîkayê xebera ji kurdan re didin? Ma herkes nizane ku hûn sê-çar milyon dengên kurdên Îstenbolê û metroplên din pêşkêşî wan çepikokên dijminên kurdan dikin ku ew bi xwe bi hêza xwe nikarin li wan deran ji hezarî yekê dengan jî werbigirin. Çi buye ji we, çima hûn ew qas ji kurdên dilsoz ên bişeref ên ku ê karibin li parlamentoyê serê me bilind bikin, aciz in û ditirsin?

Hûn bawer bikin ji ber vê heqareta ku we di van hilbijartinan de li diyarbekiriyan, li bajarên din ên Kurdistanê û li deverên kurdewarî yên metropolan kiriye, ew xwîn digrîn. Erê belkî dengê giriyê wan dernayê asîmanan, lê we xencer li dil û hinavê wan daye, ew ji çav û hinavan xwînê derdidin û bera hundurê xwe didin.

Diyarbekir di van hilbijartinan de xwîn digirî, Kurdistan xwîn digirî….

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: