EGER REFERANDUM ÎSAL NEBE

Netkurd 1/7/2007

Pirsa referanduma Kerkukê û wan deverên din ên Kurdistanê ku venegeriyane ser îdareya Kurdistana federe, bi axaftina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî a li ser vê meselê ket qonaxeka nuh.

Serokê Kurdistanê di dema seredanên xwe yên du hefte berê yên Duhokê de axaftineka gelek balkêş ya berênekirî kir. Barzanî bi hişkî li ser guhertina maddeya 140-ê a destûrê rawestiya û diyar kir ku kurd ê tu carî qebûl nekin bi sedemên siyasî referanduma Kerkukê û deverên din bê paşdexistin.

Lê serokê Kurdistanê cumleyeka din li axaftina xwe zede kir ku ev di siyaseta kurdan a li ser referandumê de gaveka nuh a pirr balkêş bû. Barzanî got ”bi sedemên teknîkî ji bo demeka kurt referandum kare bê başdexistin”  Barzanî ew jî bi biryara parlamentoya Kurdistanê ve girêda.Yanî ji bo başdexistineka wiha diviya parlamentoya Kurdistanê biryarê bide.

Piştî vê axaftina nipînuh a di siyaseta Kurdistanê de, di ragihandinê de gotûbêjên nuh destpêkirin. Ragihandina tirkan îdîa kir ku tehdîdên generalên tirk û derxistina du sed hezar esker a ser hidûdan encamên xwe dan, kurd tirsiyan û wan paşde gav avêt.

Pişt re televizyona CNNTürkê bi berdevkê hukumeta Iraqê Elî Debax re hevpeyivînek kir li ser pirsa referanduma Kerkukê. Bi awakî pirr ecêb, weka ku ev hukumet ne ya kurdan be jî, yan jî weka ku kurdan jî siyaseta xwe guhertibe, Elî Debax li ser navê hukumetê diyar kir ku ew rêz li endîşeyên Tirkiyeyê ên derbareyê referanduma Kerkûkê digirin û ew ne li dij in ku referandum bê başdexistin.

Elî Debax bi carekê de hukmê fermande yê destûra welatê xwe dabû aliyekî û endîşeyên welatekî cîran ên li ser yek ji wan giringtirîn pirsgirêkên welatê xwe esas girtibû.

Her çendî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokê dîwana serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkukî û sekreterê KM ya PDK-ê Fazil Mîranî cuda cuda red kir ku kurd bi paşdexistina referandumê razî ne, lê axaftina serokê Kurdistanê a li ser îhtîmala paşdexistineka kurt ji encama sedemeka teknîkî wek topeka ew qas giran li rojevê katibû ku redkirinên berpirsiyaran endîşeyên ku kurd karin bi paşdexistinê razî bibin nedan alî.

Esas yên ku ji nêzîk de prosesa cîbicîkirina maddeya 140-ê dişopînin pirr bi asanî dibînin ku ev axaftina serokê Kurdistanê hema ji ber xwe ve û bi tesadufî li wê derê nehatiye kirin. Her çendîn mekanîzmaya medyaya kurdî ji alî lipeyçûna buyer û rûdanên germagerm ên Kurdistanê bêpar e û nikare di wextê de derxe bê ka di bûyerên ser Kurdistanê de çi dibin û çi nabin jî, bi saya mekanîzmaya medyaya cîhanî ya dewra global meriv dikare bibîne ku di van demên dawiyê de Amerîka û Brîtanya jî tê de, ji hêz û dewletên ereb û yên cîran daxwaza paşdexistina referanduma Kerkûkê tê kirin.

Medyayê ne rasterast ji devê berpirsiyaran be jî ragihand ku Amerîka, brîtanî û baskê erebên şîe ê hukumeta Bexdayê daxwaza paşdexistineka pênc salan dikin. Konsula Brîtanî ya li Hewlerê ragihand ku ew li gel cîbicîkirina maddeya 140-ê ne, lê, tu j wê bipirsî ”tirsa wan”, tu ji min bipirsî ”daxwaza wan” ew e ku amadeyiyên cîbicîkirina maddeyê negihîje dawiya îsal, referandum mecbûr bê paşdexistin. Erebên sunne di komîsyona guhertina destûrê de bi temamî guhertina vê maddeye dixwazin, da Kerkuk bi Bexdayê ve bimîne. Tirk di dereceya yekê de wek erebên sunne difikirin û eger ew nebe jî dixwazin referandum ji bo deh salan bê paşdexistin.

Gava demeka berê, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li gel heyetekê hat Hewlêrê, piştî hevdîtin û gotûbêjên li gel berpirsên Kurdistanê, di civîneka çapemeniyê de ku tevî serokê Kurdistanê kir, wî her çendî got ew bi her awayî li gel cîbicîkirina maddeya 140-ê ne, lê ne bi eşkereyî be jî resmen îlan kir ku referandum kare di wextê de nebe û bê paşdexistin.

Loma jî ne hewece ye ku em xwe bixapînin, eşkere ye ji mitefik, dost û dijminan; ji gelek aliyan de zextek li ser desthilata Kurdistanê heye ku qet nebe heta pênc salan referanduma Kerkukê bê paşdexistin.

Ya ji wê jî giringtir, bi axaftina serokê Kurdistanê, derketiye ku kurd di encama zixtan de hatine wê merheleyê ku nema xwe li ber fişarên dîplomatîk ên pirralî digirin, wan xeta xwe ya sor a li ser referandumê zer kiriye û wan ew qert daye destên fişarhênan ku ew dikarin bi paşdexistineka ”bi egera teknîkî” ya çend mehan, belkî ya salekê razî bibin. Bi vê guhertinê kurdan jî nîşan da ku ew dikarin kunekê di cîbicîkirina maddeya 140-ê de vekin.

Berî her tişî divê li ser maddeya 140-ê em agahiyên xwe zelal bikin. Ev madde maddeyeka destûrê ye û hukmê wê hem ji alî pêkanîna referandûmê, hem jî ji alî middetê pêkanînê hukmekî destûrî ye. Yanî ev maddeya destûrî dibêje ku referandum gerek di dawiya 2007-ê de bê kirin.

Li gor hukmê destûrê, heta 31-ê meha 12-ê jî wextê iraqiyan bi kurd û ereb heye ji bo referandumê, lê ji wê rojê pê ve, her dereng xistin, îhlalkirina maddeya 140-ê ye, binpêkirina destûra Iraqê ye, eger ew roj 1-ê januariya 2008-ê be jî.

Tiştekî din… Bi sedemê teknîkî be jî mafê parlamentoya Kurdistanê tuneye ku ew referandumê ji bo muddeteka kurt bi paşde xe. Riyên guhertina destûra giştî ya Iraqê diyar in. Eger tê xwestin maddeya 140-ê (ji alî demê ve jî be) bê guhertin, divê berê ev madde di komîsyona guhertina destûrê de bê guhertin, pişt re biçe li parlamentoya Iraqê bê dengdan, pişt re jî ji mecbûrî divê li seranserê Iraqê refrandum li serê bê kirin. Eger di refrandumê de sê bajarên Iraqê; mesela, Duhok, Hewler û Silêmanî bêjin ”na”, ew madde nayê guhertin. Ev jî emrekî destûrî ye ku heqê paşdexistina referandumê ji parlamentoya Kurdistanê distîne.

Riya guhertina destûrê bi têkoşîna bêwestan a kurdan bi xwe li ser esasên jorîn hat danîn, da pirraniya ereban nikaribin destûrê hergav li gor dilê xwe biguherin. Nuha meriv ecêbmayî dimîne ku çawa di mesleya guhertina destûrê de kurd vê hesasiyetê li ber çav nagirin û karin razî bibin ku bi biryara parlamentoya Kurdistanê hem maddeya 140-ê, hem jî di ser re maddeya guhertina destûrê îhlal bibe û rê li ber wê vebe ku di rojên pêş de ereb yan hin hêzên din îdî li ser her maddeya ku bêyî dilê wan be, bêjin ’em biguherin’ û kurd nema karibin maddeya destûrê a guhertinê bidin cîbicîkirin. Çimkî ê xelk îdî hergav bêjin ku ‘di pirsa referandumê de we kurdan bi xwe guh neda awayê destûrî yê guhertinê’.

Kurdan eger bi rastî li ser paşdexistina referanduma Kerkukê di riya biryara parlamentoya Kurditanê re soz dabe hinan, divê em bitirsin ku wan gelek destkeftî û berjewendiyên Kurdistanê yên rojên pêş jî dane ber rîskê.

Paşdexistina referandumê ji xwe felaket e, lê paşdexistina wê ne li gor rênumayên destûrê ê bibe felaketeka deh qat ji bo kurdan.

Ev aliyekî meselê, em bên ser hin aliyên din ên encamên paşdexistina referanduma Kerkukê.

Bi baweriya me, ev tawîza mezin a ku kurdan bi razîbûna ”paşdexistina referandumê ji bo demeka kurt ji ber sedemên teknîkî” daye, hem ji alî prensîb û perspektîfên siyasî yên kurdan ên dûrûdirêj de, yan jî em bi gotina moda bêjin, ji alî xetên sor ên kurdan de tawîzeka mezin e û gelek xetên sor ên kurdan zer dike, hem jî ew ê nikaribe wan hêz û dewletên ku paşdexistinê dixwazin qani’ bike.

Çimkî ew ne ji ber sedemên teknîkî, ne jî ji bo middeteka kurt paşdexistina referandumê dixwazin. Ew, esas, dixwazin ku referandum nebe, Kerkûk venegere ser îdareya Kurdistanê, bi hukumeta navendî ya Bexdayê re bimîne. Lê ji ber ku kurd vê qebûl nakin û di şertên îro de, li hundurê Iraqê tu hêzeka eskerî tune ku karibe bi zorê kurdan mecbûrî vê bike, hebûna hêzên amerîkî nahêle ku ji derva de jî kurd bên mecbûrkirin, ew dixwazin dueloya xwe ya bi kurdan re paş de  bixin.

Esas ya ku ew dixwazin paş de bixin, ne referanduma Kerkukê ye, şerekî li gel kurdan e. Ew niha ne amadeyê şer in, hêvî dikin ku heta 5 yan 10 salan ê ji alî eskerî ve bên wê hêzê ku bi şer kurdan rawestînin û Kerkukê nedin kurdan.

Li hundurê Iraqê kes tuneye ku karibe bi darê zorê referandumê rawestîne, paşde bixe yan jî rê li ber bigire ku Kerkuk bibe parçeyek Kurdistanê. Ereb; ne bi sunne, ne jî bi şîeyên xwe nikarin heta 20 salan jî hêzeka eskerî li hemberî kurdan derxin da Kekûkê nede.

Wekî potansiyelê rastîn tu hêzeka leşkerî li hundur tune ku rê li ber kurdan bigire, lê gelo li derva hêzeka wiha heye? Tirk, em dizanin li bakurê Kurdistana federe bi kêmasî bi du sed hezar eskerên xwe, bi tank û top û firokeyên xwe li ser hidûd in, tu li wan guhdarî bikî ha dikevin nav axa Kurdistanê, ha ketinê…

Îran heye li rojhilatê Kurdistana federe, hêzeka mezin derxistiye ser hidûdan, li gel çekdarên PJAK-ê berdewam di şer de ye, car bi car topên wê li nav axa Kurdistanê dikevin, car bi car ew bi xwe tecawizî nav vê axê dikin.

Pişt re li rojavayê Kurdistana federe Sûriye heye. Orduya wê jî li ser hidûd di alarmê de ye.

Wekî din yên herî nêzîk, li ser axa Iraqê hêzên Hevpeyman hene, bi teknîka şer a herî modern, bi sedhezaran hêzên amerîkî, brîtanî û hevpeymanên din hene.

Li herêmê hêzên terorîst ên El Qaîdeyê, Ensaru’l Sunne, Ensaru’l Îslam, hêzên terorîst ên baasî hene.

Îstîxbaratên biyanî li herêmê bi siwarî tevdigerin.

Gelo gava meriv van hemû hêzan, tehdîd û mewqifên wan li ber çav bigire, eger kurd li ser referanduma di wexta xwe de israr bikin ev ê karibin rê li ber bigirin, ji wê jî xerabtir ew ê karibin ku ev destkeftiyên kurdan yên heyî jî têxin nav xeterê? Tirkiye, Sûriye û Îran ê karibin Kurdistana federe dagirbikin û serweriya heyî hilweşînin? Eger teşebuseka wiha bikin, kurd karin çi bikin. Ê Rojhilata Navîn têkeve çi rewşê? Amerîka û hevpeyman ê çawa tevbigerin? Û gelek pirsên din….

Lê nivîsa me ji nuha de dirêj bû. Em li vir navberê didinê, piştî çend rojekê bi berdewamiya nivîsê em ê mihawele bikin bersiva van pirsan bidin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: