KURD Û ÎSLAMIYET

Netkurd 7/4/2007

Van demên dawiyê hin minaqeşe li ser rola îslamiyetê ya di civaka kurd de tên kirin. Pirtir jî li ser rêgiriya wê ya di têkoşîna rizgarîxwazî ya civaka kurd de tê rawestiyan.

Minaqeşe ji bal hin organên ragihandina tirk, ji devê kesayetiyên kurd ên populer, tenê di çarçeweyeka populeriya medyatîk de tên kirin. Tê gotin ku xwedêgiravî ”kurdan piştî ku bûn misilman wenda kir, kurd bi şaşî, bi darê zorê bûn misilman, îslamiyetê rê li ber pêşveçûna kurdan girt” û hwd.

Ev îdîa di nav tevgera netweperstiya kurd de ne îdîanî nuh in. Di seranserê mêjûya qonaxa netewebûna kurdan de meriv rastî wan tê.

Diyar e ragihandina tirk a nasyonalîst vê minaqeşeyê ji bo wê yekê popularîze dike ku tevgera siyasî ya kurd ji cemawerê kurd ê bawermend ê misilman dûr bixe. Bi taybetî ragihandina derûdora AKP-ê dixwaze vêya ji bo kêmkirina dengên DTP-ê û partiyên siyasî yên din ên kurd û bilindkirina dengên AKP-ê li Kurdistana bakur di hilbijartinên parlamentoyê yên payizê de bikar bîne. Armanc ew e ku di nav xelkê kurd ê misilman de qenaetekê belav bikin goya kurdên siyasî ji îslamiyetê dûr in, heta li dijî îslamiyetê ne.

Du sal berê gava anketek di nav gerîllayên PKK-ê de hat kirin û di anketê de sempatiyên ji bo zerdeştiyê hatin diyarkirin, hejmareka zêde ji bersivderan zerdeştî wek dînê kurdan nîşan da, ragihandina tirk a derûdorên îslamiyên siyasî cardin ev anket di nav kurdan de li hemberî kurdên siyasî bikaranî.

Em rastiyê bêjin, di nav tevgera nasyonalîst ya kurd de jî hergav yên ku gotine îslamiyet ne dînê kurdan ê eslî ye, zerdeştî dînê eslî yê kurdan e (bê îdî qesd ji dînê eslî û yê ne eslî çi ye) hebûne, niha jî hene. Yên ku dibêjin îslamiyet rêgir bûye li ber pêşveçûna civaka kurd jî ne hindik in.

Lê gava meriv bala xwe bidiyê, ev minaqeşeyên di derbareyê rola îslamê ya di civaka kurd de, tim li ser esasekî îdeolojîk û di çarçeveyeka populîst de hatine kirin. Ji bo ku tirkan, ereban û farisan îdîa kiriye ku kurd bi nîjadên xwe parçeyek ji wan in, kurd, ne kurd in, ereb, tirk yan faris in û îslamtiya kurdan kiriye nimûneyeka mişterekiya xwe û kurdan, nasyonalîstên kurd jî bi her wesîleyê xwestiye vê mişterekiyê ji kurdan dûr bixe. Wan dîtiye ku ji ber vê mişterekiya han, dijminên kurdan dikarin bi rehetî kurdan bixapînin, civakê ji tevgera rizgarîxwaziyê dûr bixin û bikêşin aliyê xwe, beşek ji nasyonalîstên kurd jî êrîşî îslamiyetê kiriye, wan ew, dînê ne eslî ê kurdan dîtiye û xwestiye kurdan ji wê dûr bixin.

Lê meriv dibîne ku li ser esasên zanistî lêkolîn li ser rola dînan, ya îslamiyetê, ya mezheb û terîqetan a di civaka kurd de nehatine kirin. Taybetmendiyên îslama di nav civaka kurd de, homojenî û heterojeniya wê, peywendî û rolên mezheb û terîqetên wê di nav civakê de, peywendî û tesîrên du alî yên navbera îslamê û dîn û mezhebên ne-îslamî  li ser esasên zanistî nehatine zelalkirin.

Lazim e rola îslamê, rola hemû dîn, mezheb û terîqetên ku li Kurdistanê hene bi awayekî ilmî bibin armancên lêkolîn û lêgerînan, ji bo van behsan pêwist e li unîversîteyan beşên taybetî bên vekirin, akademî û enstîtu bên danîn û ew bi piralîtiya xwe ya ji populîzmê, ji endîşeyên îdeolojîk û siyasî dûr bên lêkolan.

Gava meriv bala xwe bide tarîxa avabûna neteweya kurd û rola dîn, mezheb û terîqetan di peydabûna civaka kurdewarî de, meriv ê bibîne ku ew dîn, mezheb û terîqetên îslamî yên ku di civaka kurd de rengvedane ji îslamiyeta ereb, tirk û farisan biferqtir e.

Ji bo îslamiyet mişterkiyeka me û serdestên me yên ereb, tirk û faris e, erê, îslamiyetê roleka têkoşeriya li hemberî wan bi wê dereceya ku em dixwazin nelîstiye. Heta gelek caran wan îslamiyet di nav miletê  me de li hemberî me xurttir bikar aniye û civakên me ji şerê rizgariyê bidûr xistine.

Ev ne taybetmendiyeka suruştî ya îslmiyetê ye. Di seranserî dîrokê de di hemû dîn û mezheban de ev taybetmendî hebuye. Xiristaniyet jî, dînên din jî wiha bûne. Geva civak û hêzên ku hatine hemberî hev, eger dîn û mezhebên wan mişterek bûye, çi bi awayekî baş yan xerab rola wan kêm buye, lê gava ew civak û hêz ji dîn an mezhebên cuda bûne, wan rehettir karibuye dîn û mezheban bikin argumentên têkoşîna li hemberî hev.

Ji bo ku efendiyên kurdan jî misilman bûne, wan nikaribûye misilmantîyê di têkoşîna rizgarîxwaziyê de ew qas bikarbînin, lê pakistanî û bengladeşiyan ew bikaraniye û dîn buye komponentek ji rengdana netewetiya wan civakan. Heta di kurdan de jî, mesela, li Kurdistana Îranê ji bo ku kurd sunne û faris şîe ne, îslama kurd li wê derê rola parastina kurdewariyê lîstiye. Şafiîtiya kurdan û bi taybetî terîqeta neqşîbendiyê di prosesa avabûna netewî ya kurd de bûne komponentên xurt.

Ji alî din, ji bo ku ereb, tirk û faris misilman bûne, îslamiyet li hemberî wan nebûye alaya têkoşînê ya îdeolojîk a siyasî û rengekî paradîgmaya siyasî nedayê xwe, tenê bi rola xwe ya dînî ya di nav civakê de maye. Mesela îslamtiya ereb, tirk û farisan a li hemberî Amerîka û Ewropaya xiristiyan, a li hemberî Îsraîla yahûdî bûye îslamiyeteka milîtan, tevgera nesyonalîst yan jî em bêjin a dunyewî ya van milletan bi komponentên hişk ên fundamentalîst ên îslamî hatine hûnan, îslamiyeteka ji ya kurdan cudatir di nav wan de heye.

Lê îslamiyeta kurdan ji eyyubiyan bigire heta barzaniyan, îslamiyeteka nerm a tolerant a bi civakê re lihevhatî ya heterojen e ku hem li hember dîn û mezhebên din xweşdivê û danûstên e, hem li ber nirxên dunyewî yên wek pozîtîvîzmê, pişt re modernîzmê û bi taybetî sekularîzmê, azadî û wekheviya nevbera çîn, tebeqe, dîn, mezheb, terîqet, jin û mêrên civakê de tolerant e, bikêmasî li wekhevîxwaziyê ne girtî ye.

Van salên dawîn, hin diyardeyên dînî yên radîkal ên fundamentalîst ketine nav civaka kurd, ew tevgerên siyasî yên îslamî ên kurd ên radîkal ên ji neteweperweriyê dûr, ew bîrûbaweriyên li hember nirxên modern, ji îslamiya ”tredîsyonel” a kurd nayên, ji wehabîtiya sîûdiyê, ji îslama mîlitan a ereban, tirkan û farisan, ji bizava el-Qaîdeyê tên û em dibînin ku îslamiyeta ”tradîsyonî” ya kurd bi wan re dikeve nav nakokiyan, wan red dike.

Îslamiya kurdan hê ji dewra Selaheddînê Eyyubî de ji ya qewmên din cuda bû. Îslamiyeta Selaheddînê Eyyubî ne li hemberî xiristiyanan bû, tifaq bi xiristiyanên ortodoks ên Rojhilata Navîn re kiribû, berê xwe dabû xiristiyaniya katolîkiya frenkan a ku ji Ewropayê hatibû û herêm dagir kiribû, yanî ne li hember xiristaniyetê, lê li hember dagirkeriya biyanî bû. Îro ereb dixwazin Selaheddîn ji xwe re di têkoşîna li hemberî Rojava ya nemisilman û Îsraîla yahûdî bikin ala. Lê Selaheddîn bi tu awayî ne li hember yahûdîtiyê bû. Gava piştî têkçûnê xiristiyanên Ewropayê Qudus terk kirin û ber bi welatên xwe ve çûn, Selaheddîn bankir yahûdiyên qewirandî da bên li wan taxên Qudusê yên ji xiristiyanan valabûyî bicî bibin. Yanî yê ku pêşiyê yahûdî vegerandin Qudusê Selaheddînê Eyyubî bû.

Selaheddîn bi xwe kurdê şafiî bû, lê heta mirina wezîrê herî dawîn ê xelifeyê fatimiyan (awayekî şîîtî) wî li Qahîrê wezîriya xelîfe kir. Gelek caran Nureddîn Zengî tirk ê sultanê dewleta zengiyan ji Şamê xeber ji Selaheddîn re rêkir ku ew textê xelîfeyê fatimiyan wergerîne û xutbê li ser navê xelîfeyê sunneyan ê ebessî yê li Bexdayê bixwîne, wî qebûl nekir, got ez îxanetê bi xelîfê fatimiyan re nakim. Heta xelîfeyê herî dawîn ji ber nexweşiya xwe bi xwe mir û dewleta fatimî belav bû, jî ew pê re ma.

Selaheddîn li hember mezheb û terîqetên wê demê ê îslamiyetê jî xweşbîn bû. Tarîx behsa xwesbînîya wi ya li hember xaşxaşîyînên serhişk ên sekter ên sûîqastçî dikin tevî ku xaşxaşiyînan gelek caran xwest bi sûîqasdan wî bikujin.

Gava meriv li tarîxa avabûna netewetiya kurd û îslamiyeta ku rola xwe di vê netewetiyê de lîstiye binêre, tê dîtin ku ji eyyubiyan heta Ahmedê Xanî ji wir jî heta barzaniyan ev taybetmendî xwedan xeteka dîrokî ya berdewam a bênavbirr in. Em bibîrbînin, baweriyên şêxên barzan ên neqşîbendî yên li ser civakê; mesela wekhevîxwaziya navbera tebeqe û cinsiyetan, pirsa zewacê, parvekirina malê dinyayê, nêrîna li hember dîn û mezhebên xiristiyaniyê û yahûdîtiyê, li hember êzîdîtiyê û mezhebên îslamî yên cuda di bingehên xwe de wek ên Selaheddîn in û belkî jê pirtir şaxvedayî, zelaltir û piralî ne.

Belkî jî bi vî awayî ye ku homojeniyeka encama asîmîlasyonîstiyê neketiye nav îslamiyeta kurdan; ew şafiî, henîfî, şîe û elewî mane, ew îslam û êzîdî mane, neqsîbendîtî, qadirî, nûrcîtî û terîqet û qenaetên din bê pevçûn li gel hev jiyane, ew bi xiristiyan û yahûdiyên deverê re lihevhatî, di nav hevaltiyê de mane. Û hemû van habûn, pêywendî û bihevrejiyanan kiriye ku îslam bi awayekî îdeolojîk  û siyasî nekeve nav tevgera netewetiya kurdan, îslam nebe yek ji alayên wê, netewetiya kurd karakterekî sekuler (laîk) bigire.

Gelek tiştên din di vî warî de dikarin bên gotin, lê helbet mexseda nivîsareka wek vêya ne lêkolîn û zelalkirina van fenomenan e. Mexsed ew e ku balê bikêşe ser wê yekê ku ji ber bi awayekî zanistî rola îslamê û taybetmendiyên îslama civaka kurdewariyê nayê lêkolan, hem antî îslamiya populîst a nav kurdan, hem jî dezînformasyonîstên dijminên kurdan pirsê şaş datînin ku zerarê dide tevgera modern a kurdewariyê.

Bi taybetî ev pirs li Kurdistana azad îdî hatiye qonaxeka gelek hesas; tevgerên îslamî yên îdeolojîk ên siyasî yên ereb, tirk û faris dixwazin di riya îdeolojiyên xwe yên îslamî re civaka kurd a îslam têxin bin hegemoniya xwe, wê li hember tevgera kurd a modern, li hember xiristiyanî û rojava (Ewropa, Amerîkayê û yahûdiyan) bikarbînin, heta li hember dîn, mezheb û terîqetên li Kurdistanê bikin aletê êrîşkariyê.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: