Netkurd 27/2/2006
Li ser biryara dadgeha bilind a temyîzê, ku 30 sal cezayê zîndankirina Dr. Kemal Seyyid Qadir xerakir, duh li Hewlêrê ew ji nuh ve hat dadgehkirin. Bi dadgehkirina duhî, meriv dikare bêje ku proseseka adil ji nuh ve ket ser raya xwe. Îhtîmaleka mezin tawanbarî an masûmiya Kemal Seyyid Qadir ê di encama vê dadgehkirinê de derkeve meydanê.
Netkurd yek ji wan sîteyan e ku dadgehkirina Kemal Seyyid Qadir li gor îmkanên xwe ji nêzîk ve taqîb dike û di wê hewlê de ye ku agahiyên rast di prosesa dadgehkirina wî de bigihîne xwendevanên xwe.
Heta niha em zêde li ser rewşa Kemal Seyyid Qadir a li gor pîvanên azadiya derbirîna fikrê, an azadiya karkirina di ware zanîstî û lêkolînan de û ya eşkerekirina encamên lêkolînên zanistî ranewestiyan. Çimkî di demeka ku Kemal Seyyid Qadir bi cezayekî fewqelade giran (30 sal zîndan) hatibû sezadan, ji me re gelek abes dihat ku em herdu karan bidin berhev, bisengînin û diyar bikin ka Kemal Seyyid Qadir qurbaniyekî azadiya raderbirînê ye an tiştekî din e. Cezayê ku ji bo wî hatibû dayin ji sezayê her awe tawanbariya li dervayê şiddet û terorê girantir bû.
Lê piştî ku ji do û pê de dadgehkirina Kemal Seyyid Qadir ketiye ser raya xwe, heta di girtîgehê de serbestiya wî gihîştiye wê dereceyê ku bi telefonê li gel radyoyekê hevpeyivînan dike, roja wê hatiye ku meriv minaqeşe bike, aya Dr. Kemal Seyyid Qadir qurbanê azadiya fikrî yan jî azadiya lêkolîna zanistî ye. Ew ne tenê kesek e ku di riya çapemeniyê re bîrûbaweriyên xwe eşkere dike, wî pile û payeya zanistiyê daye ser milên xwe, doktora wergirtiye, bûye akademîker û mamostetî kiriye.
Tu guman tê de tune ye ku herdu azadî jî; hem ya derbirîna bîrûbaweriyan, hem jî ya eşkerekirina encamên lêkolînên zanistî ji her awe tehdîd, çavtirsandin û tesîrên midaxelekir dûr, gelekî giring in, bêyî wan jiyaneka demokratîk nikare bê fikirîn, bêyî wan behsa demokrasiyê nikare bê kirin, behsa zanistê nikare bê kirin.
Lê gelo ev herdu azadî, bêhidûd in? Gelo prensîbên azadiya fikrî rê dide meriv ku hema çi bê bîra meriv, meriv bi çi awayî bixwaze eşkere bike? Gelo tu qeyd û şert ji bo lêkolînên zanistî û eşkerekirina encamên wan tune ne? Bê gûman hem azadiya fikrî hed û hidûd jê re hene, hem jî lêkolînên zanistî bi qeyd û şertan ve girêdayî ne.
Li welatên demokratîk azadiya fikrî û xebata zanistî çend azadiyeka pîroz e ku kes nikare dest lê bide, her bi wê dereceyê jî hed û hidûdên azadiya fikrî û lêkolînên zanistî hatine zelalkirin. Gava hin ji van hed û hidûdên xwe derdikevin, tu tolerans li hemberê wan nayê nîşandan, ew tên mehkûmkirin û sezadan. Mesela di derbirîna azadiya fikrî de kes heq nade xwediyê fikrê ku ew bi tu awayî heqaretê li şexsan, li gelan, li grûbên civakî ên dînî û etnîkî an ên din bike, wan piçûk bixîne, destêwerdanê di jiyana kesan a taybetî de bike, yan pesn û propagandaya şer û terorê li hemberî kesan an gelan bikarbîne.
Pîvanên lêkolînên zanistî û derbirîna encamên wan jî hene, metod û disiplînên zanistê pirr bi hesasî li ser prosesa lêkolînên zanistî, di îdîa û encaman de sedjisediya belgeyan, aşkeretî û manîpulenekrina belge û şahidan, metodên lêgerîn û lêkolînan, durustî û sedaqeta bi belgeyan re bivênevê ne. Gava rapor, tez an îdiayek bi navê zanistiyê derkeve û bê dîtin ku ji van pîvanên zanistî bi vî an wî awayî, bi vê an wê dereceyê bêpar e, derûdor û dezgehên zanistî raporên wiha digrin davêjin selika çopê, tu qîmeteka zanistî, heta cidiyeteka îdîaya normal jî nadin berhemên welê.
Yên ku nivîsên Dr. Kemal Seyyid Qadir xwendine, yên ku li platformên Înternetê ên bi deng û nivîskî bala xwe dane meriv, heval û derûdora Kemal Seyyid Qadir ê baş zanibin ku di îdîayên xwe de ew qasî serê derziyê ne guh didin prensîbên azadiya raderbirînê, ne jî yên azadiya lêkolînên zanistî. Ew heqareteka pir mezin li malbata barzaniyan, li Mesûd Barzanî, li Mistefa Barzanî û li bapîrên wan, li maliyên wan, li jin û zarokên wan dikin. Nivîsên wan, axaftinên wan, îdîayên wan ne ku tenê bêbingeh in, tu delîl ji wan re tunene, ew bi kufurbaziyeka, bêexlaqiyeka wiha dagirtî ne ku, bêetîkî û bêterbiyetîya wan bi her awayî eşkere dibe. Kemal Seyyid Qadir xwedêgiravî mamostayê unîversîteyê ye lê di îdîayên xwe yên dîrokî ên li ser malbata barzaniyan de tu belgeyê nayne, li gor pîvanên tu lêkolîneka zanistî nameşe, buyeran manîpule dike, bêbextî û buhtankariyan dike. Kemal Seyyid Qadir jî tê de derûdora wî bi wan karûbarên xwe ji her awe pîvanên etîkî ên civakê bêpar in. Ew bi tu awayî nikarin wek ronakbîr, an kesayetiyên xwedan fikrên siyasî bên qebûl kirin û îdîayên wan nikare wek azadiya derbirîna bîrûbaweriyan an encama lêkolînên zanistî bên qebûl kirin.
Esas diviya di tu çapemeniyê de cih ji bo wan îdîa, piçûkxistin û buhtanên wiha tunebûna. Çapemeniya kurdî diviya li hemberî van hezeyanan, bi berpirsiyariyên xwe yên weşangeriyê rabûna û rê li ber îdîayên wan bigirtana. Ew weşanên ku cih didin îdîayên Dr. kemal Seyyid Qadir û derûdora wî, li dijî prensîbên piçûknexistina kesan, malbatan û grûban tevdigerin, azadî û mafê parastina şeref û heysiyeta kesayetî û gelan binpêdikin, xwe dikin aletê tecîzkirina grûbeka çeteyîn ku pîskirina wê malbatê, wan kesayetiyên dîroka Kurdistanê, zarok, jin û xizmên wan û damûdezgeyên Kurdistanê ên niha bi her awayî ji xwe re kirine kar.
Derûdorên ku Kemal Seyyid Qadir wek qehremanê azadiya fikrî derdixin pêş, xwe dikin hevparê van gunehkarîyan.
Em ê prosesa Dr. Kemal Seyyid qadir bişopînin, em ê rexne bikin ku çima 30 sal ceza ji bo wî hat dayin, di pêş de ew di dadgehkirinê de tûşê neheqiyekê bibe em ê xwedî li li mafên wî yên dadgehbûneka adil derkevin û neheqiyan rexne bikin, lê kes bira dernekeve pêş û ji me re nebêje ku Dr. Kemal Seyyid Qadir qurbaniyê azadiya fikrî ye.
Ew belkî derewînekî dîrokî, buxtankerekî bêînsaf, yan alet û leyistoka nav destê dijminekî an şêtekî bêperwa be, lê ew tu car ne ronakbîrekî xwedan fikreka azad, ne jî zanyarekî girêdayî bi prensîbên disiplîna zanistiyê ve ye.
Leave a Reply