TIRKIYEYA HEDNEZAN

Netkurd 21/2/2006

Tirkiyeyê Hamas vexwend paytextê xwe, da li ser pirsa naskirina Îsraîlê û bikarneanîna terorê xwedâgiravî şîretan lê bike, mesajên ”dinyaya medenî” bigihîne hemasiyan. Bi vê jî Tirkiyeyê hêvî kir ku  ê di konflîkta navbera ereb û îsraîliyan de roleka giring bide xwe, xizmetekê ji dostê xwe Îsraîlê re bike, ”mitefika xwe yê berê ya stratejîk” DYA (Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê) û lobîya yahûdî a dinyayê kêfxweş bike.

Lê her tişt li eksê xwe vegeriya. Îsraîl ev vexwendin resmî û pir sert protesto kir, yahûdiyên ser ruyê erdê hemuyan bi yekdengî hêrs û xemgîniya xwe li hemberî durûtiya Tirkiyeyê eşkera kirin, bê virde wirde ragihandin ku ”wan bi salan ew qas ji bo Tirkiyeyê xebat kir” lê Tirkiyeyê di firseteka hema destpêkê de xayintî bi wan re kir”. Îsraîlî û yahûdiyên dinyayê niha bi çavekî wiha li Tirkiyeyê dinêrin ku ew şeri’yetekê dide Hamasa ku dixwaze Îsraîlê ji navê rake û herro êrîşên terorê ên xwekujî dibe serê.

Li alî din Hamasê jî bi xwe got ku ew nehatine şîretan ji Tirkiyeyê bibihîzin lê ew ê şîretan bidin, rewşa xwe bidin naskirin û piştgiriya dewletên ereb û ên misilman ji bo têkoşîna xwe xurttir bikin.

Esas gava meriv bala xwe didê ku berpirsên Hamasê ne tenê serdana Tirkiyeyê dikin, diçin Îranê, Rûsyayê, welatên ereb û misilman ên din, îhtîmala mezin pirs ne pirsa vexwendina Tikrkiyeyê ye, hamasiyan bi xwe xwestine ku ew bên û serdanê bikin. Îhtîmal e Tirkiyeyê ji bo hesabên lijorêbahskirî teklîf bir ji hamasiyan re ku serdanê bikin wek vexwendineka Tirkiyeyê.

Ev çawa dibe ku welatekî wek Tirkiyeyê, mîratxurê dewleta Osmanî, xwedan ewqas tecrubeyên dûrûdirêj ên îdarekirina dewletê û meşandina dîplomasiyê, ev ne cara yekê, ya duduyan e, gelek car in li Rojhilata Navîn hin hesaban dike, hin gavan bi hin niyetan davêje, lê encamên hemû wan gavan jî bi eksê wê niyeta Tirkiyeyê derdikevin. Bala xwe bidin siyaseta Îraqê, ya Sûriyeyê, ya Libnanê… Hemû jî wek vêya dawîn, beravêtî bûn.

Ev ji wê yekê tê ku birêvebirên salan ên Tirkiyeyê bi megalomaniyeka (xwe mezindîtineka) wiha ya bêbingeh çekdar bûne ku jiwanştirê ji ber ku ew mîratxurên împaratoriya osmanî ya şeş sed sala ne, ew rêber û mezinê tebîî yê Rojhilata Navîn in, hema tirk berê xwe bidin Rojhilata Navîn, ereb û misilmanên herêmê ê bi dest û piyan xwe bavêjin hembêza wan, rêberî û xelaskariya wan bi minnet deynin ser serê xwe.

Megalomanî nahêle ku Tirkiye rastiya tarîxa xwe ya zilimkar a bêber bibîne, vegere ser heddê xwe yê rastîn. Ew nabîne ku ereb û misilmanên herêmê, îro hem bi hebûn û hêza xwe ne mihtacê Tirkiyeyê ne, bileks bi petrol û dewlemendî û nifûsa xwe jê xurttir in, hem jî bi dilê xwe, xwe dûrî tirkan dibînin. Ereb dewra osmanî ya 500-600 salan ne wek dewreka rêberî û xwedantî, lê wek dewreka dijminayetî ya reş dibînin. Gava behsa wê dewrê dibe ereb û misilman nefretê vedirêşin.

Di ser de, 600 salên osmaniyan qasî 60 salên îngilîz û fransiyan jî berhemeka pozîtîf nedaye dinyaya ereb. Ereb û mislimanên herêmê  ji roja avakirina dewletên xwe heta îro, wan damûdezge, edet, rê û resm û rabûn rûniştinên 500 – 600 salan ên osmaniyan bikar naynin, çimkî osmanî gava derketin tiştek di vî warî de li pey xwe nehiştin, tiştekî wan ê ku li pey xwe bihêlin tunebû jî. Ereb û misilman ji dêlvê, tradisyon, rê û resmên sîstemên îdarî, burokrasî, siyasî û perwerdeyî yên îngilîz û fransiyan bikar tînin.

Îro jî gava em bala xwe bidin rola Tirkiyeyê ya li ser Hamasê, diviya Tirkiyeyê bi asanî karibûya bidîtaya ku di her halî de rola wê di dereceya dudu û sisiyan de dimîne. Mesela em bêjin îro Hamas ê li Filistînê hukumetê deyne, Îsraîl dest datîne ser pereyên filistîniyan, rêyên aborî û tîcarî li ber digire, ji Tirkiyeyê, Îranê, Siûdî û Misrê ê kî pirtir karibe alîkariya îdareya Filistînê bike. Waye diyar bû jî. Gava Hamas hat Tirkiyeyê, Tirkiyeyê ne di protokola dewletê de, lê di ya partiya AKP de ew vexwend. Tiştê ku da Hamasiyan jî çend şîret in ku wan heta niha belkî hezar caran bihîstiye.

Hema di pey wê re Hamasî çûn Îranê, meqamên herî bilind ên dewletê ên dînî û dunyewî pêşwaziya wan kir. Petrola Îranê heye, perê wê heye, eger bixwaze çiqas pere ji filistîniyan re lazim be kare bide wan, boykot û hesara îsraîliyan bişkîne. Siûdî û Misir jî, gelek welatên ereb ên din jî di vê rewşê de ne, nahêlin ku dor were ser Tirkiyeyê.

Gava Hamasî şer nexwazin, bixwazin bi Îsraîlê re li hev bên, bi amerîkiyan re rûnên jî, di navberkariyê de cardin dor nayê ser Tirkiyeyê. Siûdî, Misir, Urdun, welatên YE, Rûsya, Çîn ew dewlet in ku hemû jî ê berî Tirkiyeyê bên ku Filistînî bixwazin wan bikin navberîkir.

Gava min bala xwe da vê trajî-komediya mezin a Tirkyeyê a li pişt vexwendina Hamasê, diyalogeka serokê Misrê ê berê Cemal Abdulnasir û balyozekî tirk ê li Misrê hat bîra min:

Rojekê Cemal Abdulnasir, bi balyozê tirk re li ser rola Tirkiyeyê sohbet dike. Abdulnasir dibêje, Tirkiyeyê berê xwe ji dinya misilman û ereban guhertiye, dixwaze xwe bike rojavayî, texlîda rojavayîyê dike, lê ev ê bisernekeve, Tirkiye ê tu carî nikaribe bibe rojavayî.

Balyoz jî dest bi gazina dike ku ereb û misilman jî hez ji Tirkiyeyê nakin, xwe nêzîkî Tirkiyeyê nabînin, ne dilxwazê dostî û hevkariyeka germ in bi Tirkiyeyê re û wiha dibêje: ” Dinya ereb û misilman muamela ewladê sêwî yê li ber destê dêmariyê bi me re dike.”

Li ser vê, Cemal Abdulnasir vedigere ser balyoz û bi nermî wiha dibêje ” Ji dêvla  ku hûn bibin pîçê (bêjiyê) rojava, ma ne çêtir e ku hûn ewladê sêwî yê ber destê dêmariyê ê dinya ereb û misilman bin.”

A rastiya Tirkiyeyê ev e, ew li ber çavê dinyayê ya bêjiyê rojava, yan jî sêwiyê ber destê dêmariyê  yê rojhilat e. Ew tu carî nebû endamekî malbatê yê xwedan mafê yeksan, ku bi dilgermî bê hembêzkirin. Yê ku Tirkiye xistiye vî halî jî ew megalomaniya wê bi xwe, wê hednezaniya wê bi xwe ye.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: