KUŞTINA HERDU SEÎDAN

Netkurd 19/12/2005

Pirsa kuştina Seît Elçî sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê ji bal Sait Kirmizitoprak (Dr. Şivan) sekreterê giştî ê T-KDP (Türkiye’de Kurdistan Demokrat Partisi) û hin hevalên wî û pişt re kuştina Sait Kirmizitoprak ev çend sal in berê bi riya nivîsandina merivekî Sait Kirmizitoprak, pişt re jî bi riya bîranînên hin hevalên siyasî ên Seîd Elçî ên wê demê tê minaqeşekirin.

Di destpêka îsal de jî Şerwan Büyükkaya (birê Necmeddin Büyükkaya) bi navê ‘Ilk Anlatim’ hin belgeyên ji destê yekê li ser kuştina Saît Elçî û li ser karûbarên siyasî ên Dr. Şivan û hevalên wî ên destpêka salên 1970yî li Kurdistana Îraqê weşandin.

Gava min ev belge dîtin hîn wê gavê bi hin minasebetan min baweriyeka xwe diyarkir û got ku ji destpêka nivîsandina bîranînan heta weşandina “Ilk Anlatim”ê rewş nîşan dide ku em kurdên Kurdistana bakur belkî nikaribin miameleyeka rast bi dîroka xwe re bikin, belge û zanyariyên dîroka xwe ji minaqeşe û polemîkên siyasî ên rojane dûr, bi mexsedeka ronîkirina dîrokî bikar bînin û raxin ber çavên neslê îro.

Gava ez bala xwe didim minaqeşeyên îro ên li ser kuştina her du Seîdan, ez dibînim ku îdî me bi destê xwe minaqeşe ji rayê derxistiye. Tiştê ku îro tê minaqeşekirin ne xizmeta derxistina rastiya dîrokî, ne jî ya tevgera kurdî ya îro dike, pirrtir dibe materîal ji bo stratejiya dewleta tirk a reşkirina Kurdistana Başûr li ber çavên kurdên bakur, ji wê jî wêdetir, dibe vejandina rikeberî û dilreşkirinên bêmane yên di dîrokê de mayî. Tu dibêjî qey hinan senaryo danîne, cardin dixwazin di nav kurdan de dijminatiya etmankî-mahmûdkî serî hilde.

Berî her tiştî divê ez diyar bikim; qet nayê bîra min ku ez şikekê bînim ser  kesên ku buyerê an bîranînên xwe yên di wê derbarê de dinivîsin. Gelekên wan naskirî ne, umrê xwe di riya têkoşîna miletê me de dane, gelekên wan jî ez bi xwe ji nêzîk de nas dikim, me bi hinan re di demên berê de bi hev re têkoşîna siyasî daye, ji welatperwerîya wan pê ve min tiştek nedîtiye.

A ku ez li vir dixwazim destnîşan bikim, ne kes in, lê awayê miamelepêkirina bi vê buyera tîrajîk a dîroka me re ye û hilbijartina dema minaqeşê ye.

Şaşîtîya herî pêşîn ew e ku mesele ji destpêkê heta îro tenê di çarçeweya kuştina herdu Seîdan de tê minaqeşekirin. Heta niha çend bîranîn, kitêb û maqalê hatin weşandin, hemû jî tenê li ser kuştina her du Seîda ne.

Bi awayekî wiha miamele bi pirsê re hat kirin ku ew ket nav çarçeveya romaneka polîsîye (romana dedektîfiyê). Eynî wek romaneka dedektîfiyê, dedektîfê wê jî heye; Derwêşê Sado. Saît Elçî bi awayekî esrarengîz û bêmane tê kuştin û veşartin, dedektîf Derwêşê Sado radike merceka xwe û bi pê cînayetê dikeve, heta hemûyî derdixe û cezayê qatilan dide dayin, roman xelas dibe. Hem yên meyla wan ser bi Saît Elçî ve, hem jî yên ser bi Sait Kirmizitoprak ve mixabin ku ji vê çerçeweya romana dedektîfiyê derneketin.

Lê em zanin ku herdu Saîd ne bes aktorên vê buyera trajîk in, ew du kurdên têkoşer ên naskirî yên tevgera Kurdistana Bakur in, wan berê pir nêzîk bi hev re kar û xebata siyasî kiriye, ew bi hev re di zîndana de mane (Daweya 49an), li derva, gava serê wan ketiye tengasiyê wan alîkariya hevdu kiriye (Sait Kirmizitoprak berdewam diçû Antalyayê, Seît Elçî û hevalên wî di hebsê de ziyaret dikirin, piştgirî û alîkariya wan dikir, siheta wan kontrol dikir, Seît Elçî jî gava Dr. Sait Kirmizitoprak xwest, rê dayê, alîkarî pê re kir ku ew derbasî Kurdistana Başûr bibin), her du jî xwedan dîrokeka têkoşînê ne, pişt re bûne serokên du tevgeran ku hevalên wan heta ew hatine kuştin jî bi xweşikî fahm nekirine ku ew yek partî ne yan du partî ne, ew qas ew di hev geriyane, însanên wan ew qas nêzîkî hev bûne.

Şaşîtîya mezin di wir de ye ku ewqas nivîs derketin, tev bes li ser kuştina herduya ne, buyera kuştinê tê tecrîdkirin û bi serê xwe tenê ew tê dayin, li dora wê tê geriyan. Heta niha tu xebateka cidî derneket ku her du Seîdan ji destpêka xebata wan bigire, têkoşîna wan a cuda û bi hev re, têkoşîna wan û hevalên wan a berî avabûnên partiyan, pişt re dîroka têkoşîna herdu partiyan, li ber çavan raxe û buyera kuştina herduyan a tîrajik jî wek trajediyekê (ciyê wê ku ye, li wir) bicîh bike. Bi kêmasî ji dawiya salên pêncîyî heta destpêka salên heftêyî perîyodeka, epokeka têkoşînê heye, divê em wê epokê derxin, binivîsin û kuştina herdu Seîdan di wê epokê de deynin ciyê wê, da neslê îro û yên demên bê rastiyê bibînin, tenê wan wek qatil û meqtûlan nebînin.

Minaqeşeyên ku bi awayê îro, ne bi mexsedên ronîkirina dîrokê, lê bi yên siyasî tên kirin bi baweriya min pirsê manîpule dikin û bi gelek awayan avê dikêşin aşê stratejiya dewleta tirk a îro ya li ser Kurdistana Başûr.

Ji bal herkesî ve eşkere ye ku Tirkiye di rewşa îro de nikare rê li ber avabûna dewleteka kurd a federe bigire. Ew dizane ku tesîra dewleteka wiha li ser kurdên Kurdistana Tirkiyeyê gelek mezin e. Wê stratejiyek daye ber xwe ku bi her awayî dewleta federe li ber çavên kurdên “xwe” reş bike, ew konsepta neteweyî ku li başûr rû daye, yanî kesayetiya neteweyî ya kurd a bi dewlet, destûr, parlamento, serok, hukumet, partî, dezgehên îdarî û sivîl di şiûra kurdên Tirkiyeyê de jî serî hilnede.

Pirsa minaqeşeya yekneteweyiyê, nasnameya ser û ya bin (national identity, sub-identity), an jî gelo meriv bêje “neteweyê tirk” yan “neteweyê Tirkiyê”, yanî ne kesayetiyeka kurd a wek li başûr, lê yeka pûç a bê naverok û bi tirkîtiyê ve entegrekirî, ji ber van sedeman e ku îro li Tirkiyeyê bi plan û programên dewletê tên kirin.

Siyaseta serokên PKKê a van salên dawiyê ku ew nema kurdan wek neteweyekî din qebûl dikin, ew wan perçeyek ji “neteweyê Tirkiyê” dibînin, dewleteka serbixwe jî, yeka federe yan otonom jî naxwazin, xwedêgiravî dewletbûyin zerar e ji bo kurdan, ne ji ber xwe ve ye. Ev siyaset bi plankirina stratejiya “dewleta kûr” a tirkan ve girêdayî ye. Aliyê vê stratejiyê ê din jî reşkirina dewleta federe ya başûr e. serokên PKK, serokên dewleta federe feodal û serokeşîr dibînin, dewleta kurd a federe wek Îsraîleka duduyan xeter dibînin û her wekî din….

Bi vî awayî dewleta tirk îmkanekê bi dest dixe ku hemû ew kutleyên gel ên ku di bin rêxistin û tesîra PKKê de ne, terefdar û sempatîzan in, dibin dijminê dewleta başûr, dev ji daxwazên xwe yên neteweyî yên bi organîzebûnê ve, rêxistiniyê û dewletbûnê ve girêdayî ber didin.

Em jî û dewlet jî dizane ku kurd ne tenê ew kes in ku li pey PKKê ne, bi milyonan kurd hene ku dûrî siyasetê ne  lê karin bi saya vê erdheja ku li başûr rû daye hişyar bibin, bi kurdîya xwe bihesin û bibînin ku kurd dikarin bibin xwedî damûdezge jî, xwedî dewlet û parlamento jî.

Wekî din kutleyeka mezin heye ku siyasî ye, hay ji kurdîtiya xwe heye, lê li derveyê PKKê ye; terefdar û dilxwazên KUK, DHKD, DDKD, PDK, KAWA, Rizgarî, Ala Rizgarî û yên din. Wekî din, hin taybetiyên civakî yên kurdan hene, mesela ew kurmanc û zaza ne. Dersimî hene; piraniya wan hem zaza hem jî elewî ne û hwd.

Qasî ku ez dibînim, ev minaqeşeyên îro ku li ser kuştina herdu Seîdan tên kirin, pirtir alîkariya peydakirina dilreşî û neheziya van beşên civaka kurd ya li hemberî Kurdistana Başûr û li hemberî hev dike.

Hem di hin ji van nivîsan de, hem jî di civîn an minaqeşeyên rojane yên bi wesîleyên cuda de, tê nivîsîn û gotin ku barzanîyan (ne ku şoreşa başûr, lê ji bo ku îmajeka serokeşîrtî bê dayin bi zanebûn tê gotin barzanîyan) ji bo ku bi Tirkiyeyê, Amerîkayê, Îsraîlê û Îranê re hevkarî dikir, ji bo xetera kurdan a li ser Tirkiyeyê bidin alî Seîd Elçî bi Saîd Kirmizitoprak da kuştin (hin dibêjin ne ku Sait Kirmizitoprak, lê wan Seîd Elçî kuşt û bi buhtan xistin hustuyê Sait Kirmizitoprak û hevalên wî û ew jî dan kuştin) û herdu partîyên Kurdistana Tirkiyeyê pûç kirin.

Hin dibêjin barzaniyan zaza bi zazayan dan kuştin (ji ber ku Seîd Elçî zazayê Bîngolê û Saît Kirmizi Toprak jî zazayê Dersimê ye). Yan jî hin pîj dikin ku tevî ku Brûsk ne berpirs bû di partiya Sait Kirmizitoprak de, tevî ku esas sûcdar Ömer Çetin bû jî ji ber ku Brûsk ji malbateka hejar a elewiyên dersimî û zaza bû û Ömer Çetîn jî kurê axayan bû, Ömer Çetîn berdan, Brûsk di şûna wî de girtin û pişt re îdam kirin.

Pirs bi awayekî wiha tên pîjkirin ji bo ku DDKDyî, KAWAYî, KUKî û KDPyî wek berê, bêbingeh li ber çavên hev reş bibin. Hinek kes li aliyekî dibêjin ku “Seît Elçî û hevalên wî ajanên MITê bûn, Şivan were dibêje, loma ew hatin kuştin”. Hinên din li aliyê din dibêjin, “hemû derew in, Seîd Elçî ne ajan, lê qehremanê miletê kurd bû û Sait Kirmizitoprak negotiye û nikare bêje ku ‘ew ajan bûn”. Û bi vî awayî ew neslê nuh ê teze û ew kesên ku ciddî hay ji meselan nînin, belgeyan nasnakin û naxwînin, tiştên di belgeyan de jî li ber çav nagirin, di ciyê cî de dibin dijminê hev, dilê wan ji hev reş dibe û ji mezintirîn serkeftina kurdan a çarsed salan (ji dewra mîrayetiyan û virde Kurdistana Federe mezintirîn serkeftina neteweyê kurd e) reş dibe, ji dêvla pirs û daxwazên îro minaqeşe bikin, berê xwe didin hin minaqeşeyên li ser esasên xeyalî avakirî ku tenê wan ji hev dixe û karê dijmin asan dike, avê dikêşe aşê stratejiya dijmin a ku li hemberî dewleta federe û kesayetiya netewetiya kurd wek xefikekê hatiye vegirtin.

Ji xebatên ku li ser kuştina herdu Seîdan hatine kirin li ba min ya herî giring “Ilk Anlatim”a Şerwan Büyükkaya ye. Bîranînên berpirs û şahidan jî giring in, lê ew vê dawiyê hatine nivîsîn, subjektîfiya wan giran e, heta niha bi xwe jî, gava ew bîranînên xwe tekrar dikin meriv dibîne ku li ser eynî buyerê guhertin di bahskirinên wan de hene. Berpirsên Kurdistana Îraqê ên wê demê jî (wek Dr. Mahmûd Osman û hinên din) li gor dewranan li gor ku bi KDPa Îraqê re lihevhatî bin an ne lihevhatî bin, yan jî li gor ku mesele ji hevalên Elçî re, an ji hevalên Dr. Şivan re bahs kirine cudatiyên mezin di nav agahiyên wan de hene. Loma divê meriv wan bi îhtiyat bixwîne. Lê belgeyên “Ilk Anlatimê” (tekrar dikim belgeyên wê, ne şirovekirinên Şerwan Büyükkaya) gelek gelek giring in û heta niha li ser buyerê take belgeyên wê demê ne.

Yê belgeyên ji destê yekê ên di “Ilk Anlatimê” de dibîne û bê terefgîrî li buyeran dinêre, dibîne ku tu feyde tê de tuneye ku meriv îdîa bike ku Dr. Şivan Saîd Elçî nedaye kuştin, yan îdîa bike ku hinan bi konspîrasyon Saîd Elçî bi Saîd Kirmizitoprak dan kuştin û pişt re jî Saîd Kirmizitoprak jî kuştin, da bi tevayî ji tevgera siyasî ya Kurdistana Tirkiyeyê xelas bibin.

Belgeyên di kitêbê de (piçekî ji nêzîk de haya min ji çîroka li pişt belgeyan heye, loma ez dizanim ku ew belge ne sexte ne, ên wê demê ên berpirs û endamên T-KDPê ne) nîşan didin ku Kirmizitoprak û hevalên wî bi navê organa resmî a bilind a partiya xwe, bi xwe dinivîsin ku wan bi biryara partiyê Seît Elçî û du kesên pê re kuştine û sedemên wê jî diyar dikin ku çima ew kuştine (Helbet sedem ji bo me bêbingeh bin, ne cidî bin jî ji bo wan sedem in). Di wan belgeyan de, ew bi  xwe dinivîsin ku wan ev kuştin bê haya PDKa Îraqê, bê haya şoreşa Kurdistana Îraqê kiriye. Ew ji tu tiştî poşman xwiya nakin, bes ji wê yekê poşman in ku wan ev tişt bê haya şoreşê kiriye.

Di bîranînên Derwêşê Sado de jî behsa wê yekê tê kirin ku gava Barzanî dibihîze ku Saîd Elçî li herêma Dr. Şivan (Dişêşê) wenda buye, li berpirsên herêmê hêrs dibe û dixeyide dibêje “We Dr. Şivan li serê me kir melikê Dişêşê”. Ev jî nîşanek e ku merkeza PDKê û serokatiya Şoreşê gelek hay ji amadeyiyên partiyeka cuda û bi taybetî yên kuştina Seîd Elçî tunebûn.

Cardin di “Ilk anlatimê” de tê dîtin ku hîn roja ku Dr. Şivan û hevalên xwe nuh hatine Kurdistana Îraqê û Mistefa Barzanî dîtine, him Barzanî, him bi gelek wesîleyan berpirsên şoreşê ên din, eşkere, bê vir de wê de, bi israr ji wan re gotine ku ew teswîb nakin ku li hemberî Tirkiyeyê kurd dest bi têkoşîneka çekdarî bikin. Her gav tawsiye dikin ku kurdên Tirkiyeyê xebata siyasî ya ne çekdarî bikin. Ev siyaseta şoreşa Kurdistana Başûr a wê demê, zelal û eşkere ye, bi israr ji wan re hatiye gotin ku ew li dijî şerekî çekdarî ne. Tevî vê jî îro hin kes vê siyasetê wek siyasteka dizî a veşartî nîşan didin ku xwedêgiravî serokatiya şoreşê di nav plangeriyeka dizî de bûye.

Siyaseta KDPê di vir de eşkere ye. Lê di vir de esas siyaseta Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan) û hevalên wî balkêş e. Tevî ku ew dizanin şoreş li dij e jî, ew bê haya şoreşê rêxistinekê ava dikin û amadeyiyên şerê çekdarî yên bidizî dikin ku li Kurdistana Bakur dest bi şerê çekdarî bikin.

Belgeyeka din jî di “Ilk Anlatim”ê de heye: Hîn hefteyek di ser kongreya damezirandina T-KDP (Partiya Dr. Şivan) re neçuye, hîn salek berî kuştina Saîd Elçî, berpirsê KDPya Îraqê Numan li Zaxoyê, ji hevalekî Dr. Şivan re dibêje ku ji Buroya Siyasî ya KDPa Îraqê biryar derketiye ku ew ê rêxistinên ser hidûdê Tirkiyeyê û Îraqê teslîmî hevalên Seîd Elçî bikin, partî Seîd Elçî û hevalên wî nas dike ne ku Dr. Şivan û hevalên wî. Ev belge diyar dike ku hê salek berî kuştinan problem geş buye û partiyê giraniya xwe li alî Seîd Elçî û hevalên wî daniye, ev jî ne bi dizî lê bi haya Sait Kirmizitoprak û hevalên wî bûye.

Gava ev belgeyên heyî bi vî awayî bin ne rast e ku meriv belgeyan li ber çav negire, bi israr meseleya ku kî çima li pişt vê meselê bû bike mesleyeka konspîrasyonê ya ji bo kuştina herdu Seîdan.

Rastiyeka din a meselê jî heye ku divê neyê jibîrkirin, li gor hiqûqa hemî welatan û ya navneteweyî, gava yekî bi umrê xwe gihîştî û ji aqlê xwe ne seqet cînayetekê dike, kî li pişt cinayetê hebe jî yê ku biryara kuştinê daye û karê kuştinê bicîhaniye ji kujeriyê xelas nabe. Li ser ruyê erdê tu hiqûq tuneye ku pîjkirinê, an plangeriya li pişt meselê bike sedemê sivikkirina sûcê cînayetekê.

Dr. Şivan û hin hevalên wî biryara kuştina  Saîd Elçî û hin hevalên wî dan û ew înfaz kirin, niha KDP li pişt be, Amerîka li pişt be, “siyonîzm” li pişt be, kî li pişt dibe bila bibe, ev Dr. Şivan û hevalên wî yên biryarder ji berpirsiyariyê xelas nake. Em meriv an hevalên Dr. Şivan jî bin, em ên Seîd Elçî jî bin divê em vê rastiyê qebûl bikin.

Aliyê han ê pirsê ji bo hiqûqa Seît Elçî jî giring e. Seîd Elçî belkî rast e, belkî li gor filan an bêvano kevneperest yan ne têkoşer e, çi dibe bila bibe, lê wî kuştin heq nekiribû. Ji bilî hiqûqa dîktatoran tu huqûq nikare ji ber sedemên fikrên siyasî yên cuda, bêje ku wî kuştin heq kiribû. Saît Elçî meqtûl e, mexdûrê vê buyerê ye, divê heqê wî neyê xwarin. Eger em piçekî jî meselê vir de wir de şîlo bikin ê hestiyên Seît Elçî di gora xwe de azarê bikêşin.

Baweriya min ew e ku, ev minaqeşeya ku bi awayekî şaş hatiye rahiştin divê bê rawestandin, belge eger hene divê bê derxistin ber dîroknivîsan, (heyeteka dîroknivîs jî kare ji bo lêkolîna vê meselê ava bibe) da pirs bi her awayî bi mexsedên dîrokî bên ronîkirin.

Wekî din, eger em dixwazin Sait Kirmizitoprak bi hêjatiya wî derxin ronahiyê û wî bi neslê nuh bidin naskirin, em nikarin vê yekê bi înkarkirin û veşartina rola wî di kuştina Seîd Elçî de bikin, rola wî bi belge ye, eşkere ye, nayê veşartin, çiqas rêya înkarê tê hilbijartin, ew pirtir di wê qirêja bêtalîh a tîrajîk digere.

Di riya miletê kurd de, Sait Kirmizitoprak û hevalên wî gelek tişten hêja jî kirine, em wan kar û xebatên wan derxin meydanê ê hêjatiya wan jî derkeve.

Mesela Dr. Şivan dersimî ye, zaza ye, di destpêkê de bi kurmancî nizane, lê belge nîşan didin ku ew gelek zekî û jêhatî ye, di demeka kin de kurmancî fêr dibe, rêzimaneka kurmancî ji fransî werdigerîne kurdî û pêşkêşî endamên partiya xwe û kurdan dike. Him di dema li Tirkiyê, him ya li Kurdistana Başûr de wî gelek maqale û lêkolînên hêja ên siyasî, civakî û dîrokî weşandine, kitêb li ser tarîxa Kurdistanê nivîsîne, partiyek avakiriye ku di demeka kurt de hema hema li seranserê Kurdistanê buye xwedanê rêxistinan, bi hezaran endam û terefdarên wê peyda bûne.

Gava meriv bîranînên (notên rojane) Çeko dibîne ku hîn berî 35 salan çi bi kurdiyeka rewan a zelal dinivîse, çi tehlîl û boçûnên wî yên hêja hene, çawa aktîf li seranserê Kurdistana Başûr û li Botan û Hekariyan gund bi gund, gav bi gav digerin da xelkê rêk bixin, meriv nikare ku bi dilxweşiyeka mezin serbilind nebe. Gava meriv dibîne ku hîn 35 sal berê T-KDP Dr. Şivan û hevalên xwe çend guh didin ziman û kultura kurdî, zimanê xwe yê resmî ê partiyê çawa kirine kurdî û her belge û nivîsên partiyê mutleqa bi kurdî jî hatine nivîsîn, ew biryarê dişînin ku berê hevalên wan belge, broşur û weşanên partiyê bi kurdî bixwînin heke ji kurdî fahm nekirin hêşta serî li yên tirkî bidin, dilê meriv bi halê partî û rêxistinê me yên niha dişewite ku bêperwa tirkî bikartînin û tu endişeyekê jî tê de nabînin ku çi zerarê didin zimanê kurdî.

Wekî din gelek gelek xebatên din ên hêja ji bal endam û berpirsên T-KDPê hatine kirin ku divê em wan derxin meydanê, bidin xizmeta neslê îro. Ancax bi vî awayî em dikarin hêjayî û mezinayiya wan bibînin.

Pirsa kuştina her du Seîdan giring e, lê divê em zanibin ku li her derê dinyayê, di tarîxa kurdan bi xwe da (PDK-YNK jî tê de) kuştinên ji ber sedemên siyasî, îxtîras, tirs, bidestxistina yan parastina desthilatdariyê, kuştinên tîrajîk ên bêgunehan pirr û pirr rû dane. Ji alî her du Seîdan jî, erê, ji aliyekî de me kedereka mezin heye, lê ji aliyê din, cardin şukur ku herdu terefan jî ev mesele di wê dereceya bêyom de berdewam nekir, heta di demeka kurt herdu teref jî ji cendereya terefgiriya vî yan wî aliyî bidûrketin û îtîdala lazim nîşan dan ku ew karin tevî vê trajediyê jî her du Seîdên xwe jî himbêz bikin.

Îro jî ya herî giring ew e, ku em karibin nîşanî dost û dijminan bidin ku em têra xwe hişyar in, em têra xwe bi berpirsiyarî ne ku em karibin bi destê xwe, propaganda û derewên aletên siyaseta îro a tirkan bidin aliyekî, rê nedin ku dijminê me ji vê buyera trajîk ji bo mexsedên xwe qezencê bike.

Hinan destpêkiriye, ew birîna rikeberî û dijminatiya bêbingeh a pûç a bêmane a 30-35 sal berê vedijînin. Bi zanatî an nezanî, ew dixwazin DDKD, KUK, PDK û KAWAyê derxin hemberî hevdu. Meriv dibîne ku gencên derûdora van aliyan, di maîlan de, di malperên înternetê de, di minaqeşeyên paltalkan de, li ser van esasan gotinên nexweş ji hev re dibêjin, dilê hev dihêlin. Ev ne karê aqila ye, ev zilm e li hember zarokên vî miletî.

Gelî DDKDyî, KUKî, KDPyî û KAWAyîyên berê û niha,  gelî zarokên wan ên ku niha bûne genc, nevî û pismamên wan ên ku bi sempatiya ji wan re ew jî xwe niha DDKD, KUK, PDK an KAWAyî nas dikin, ji bîr mekin, gava herdu Saîd hatin kuştin hîn bav û apên we, kalikên we, bi hev re di eynî rêxistinê de bûn, çimkî wan hay ji şer û pevçûnên jor ên navbera berpirsiyaran nebû. Wan bi qasî hev ji Şivan jî ji Seîd Elçî jî hez dikir. Seîd Elçî emr dikir emrê wî dianîn cih, Dr. Şivan emr dikir emrê wî dianîn cih. Çimkî wan digot qey xwedanê emr du kes bin jî cihê emr her yek e.

Pişt re bi nezanî û xapiyan ew ji hev dûr ketin, bi peyv û karên xwe hevdu êşandin, lê hûn zanibin ku herdu aliyan jî, hevalên nêzîk ên DR. Şivan jî, yên Seît Elçî jî esasî rêya dermankirina vê birînê dan ber xwe, erê tê gotin “şivancî şivancî” lê di eslê xwe de kesî neda ser şopa şivancîtiyê, û erê Dr. Şivan heye lê “şivancîtî” tuneye, wê gavê jî tunebû. Ev ne gotineka ilmî ye jî, tenê îlîzyonek e.

Loma jî ji bo nêzîkkirina DDKD, KUK û Kawayê berî darbeya 1980yî û piştî darbeyê gelek xebat hatin kirin, UDG çêbû, TEVGER çêbû, wekî din ev alî hatin ba hev bi hev re kar kirin, bûn yek, xwestin bi hev re bimeşin. Hin ji wan hê jî dimeşin. Yên nameşin dost û dilsozên hev in, hîn rê nehatiye dawîn, divê cardin li çereya bihevre meşiyanê bigerin.

Gelek guhertin çêbûn, dinya guherî, kampa sosyalîst têkçû, dinyayeka nipînû peyda bûye, rewşa kurd û Kurdistanê li gor wê demê pirr  û pirr  cuda ye, Saddam ketiye, perçeyekî Kurdistanê azad bûye, rola kurdan di herêmê de ji sedî sed hatiye guhertin, Sûriye li ber ketinê ye, tevgera kurdî pêş de diçe, xetên sor ên Tirkiyeyê nemane, cih lê teng buye, ji ber serkeftina pirsa kurdî û ronahiya pêşeroja wê nizane ê xwe têxe ku. Îran dibîne ku wek berê nameşe, hatiye ber deriyê guhertinan.

Di van 30-35 salan de me pir êş kişand, em gelek çerixîn, dijmin me ji hev bela wela kir. Lê guhertinên baş jî di me de çêbûn, rêxistinên me nêzî hev bûn, bi hev re kar kirin, dîtin ku esas tu ferqeka mezin di nav wan de tune, kêm zêde ew wek hev in.

Gelî gêncên ku xwe DDKD, PDK, KUK û Kawa yan rêxistinên din hesab dikin, xwedî li van guhertinan, li van gavên pêş derkevin, wan hesab mekin ku nebûne, mehêlin hin rabin van hemuyan bikin qurbana emel an nezanîna xwe ya siyasî.

Kuştina herdu Seîdan ne pirseka aktuel a siyasî ye, ew pirseka dîrokî ye, wê bihêlin ji dîrokê re, ji dîroknasan re, ji xebatên ilmî ên pisporan re ku tu hesabekî wan ê siyasî tuneye, tenê bi mexsedeka dîrokî ya ilmî tevdigerin. Bihêlin bira ew wê epoka salên 50-60-70yî bi piralîtî û pirrengiya wê derxin meydanê û wê trajediya reş a tarîxa me jî di wê çerçeweyê de deynin cihê wê.

Mejiyê we bila li çîrokên şîlokirî  ên vacakirî ên li ser dïrokê kilît nebe, perspektîfên xwe ji bo dema îro û pêşerojê vekin. Hay ji konsepta siyasî ya stratejiya dewleta tirk hebin, serkeftina ku li Kurdistana Başûr bûye, mirina hemû rejimên serdestên me nêzîktir dike. Ji bo kurdên Kurdistana Başûr, ji bo kurdên her çar perçeyan xwedî li Kurdistana Federe derkevin, bi wê xelekê bigrin û bernedin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: