FESTÎVAL, FESTÎVAL

Netkurd 4/12/2005

Li Kurdistana azad du tişt pirr çêdibin, avayî û festîval. Ne ecêb e.

Welat bi sedsalan di bin destan de bû, nedihat avakirin, gelek caran hat wêrankirin. Îro ketiye destên xwediyê xwe, helbet ê ji avakirina înfra strukturê destpê bike û helbet Kurdistan ê seranser bibe şantiye.

Mesela festîval, konferans û kongreyan jî her wiha ye. Tu dibînî her heftê an rojê li bajarekî festîvalek, konferansek an kongreyek heye. Bi azadiyê re jiyana ramanwerî ya kurdan ji zincîrên xwe hatiye berdan, kurd di her warê entellektuelî de li geriyanekê ne, li çareseriya digerin, dixwazin xwe û dinya xwe nasbikin.

Ne tenê ji Kurdistana azad, ji her çar perçeyên Kurdistanê , nivîskar, lêkoler, pispor û hunermend berê xwe didin Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Gava em li tarîxa xwe û ya dinyayê binêrin, em ê bibînin ku ev jî normal e, di rewşên wek vê de her dem wiha buye.

Mesela bala  xwe bidin dewra Selahaddînê Eyyubî, yan jî dewra serdestiya mîrayetiyên kurdan, ji hemû deverên Kurdistanê, alim, şair, hunermend û pisporan xwe li paytextên wan girtine, hatine di dîwan, mizgeft û xaneqayan de bicîh bûne. Ilim û îrfan pêş de çuye, edebiyat, kultur û felsefe geş bûye. Melyên Cizîrî, Feqiyên Teyran û Ahmedên Xanî di dewrên wiha de gihaştine.

Îro jî li Kurdistana azad em dibin şahidên vê rûdanê: Bi hêviya derbirrîn û bilindkirina huner û ramana xwe her kes berê xwe dide vî perçeyî. Bi eynî hêviyê herroj festîval, konferans, civîn, geşt û seyran in.

Helbet destpêk e, gelek kêmasî di amadekirinê de, di hilbijartina temayan de, di tesbîtkirina beşdaran de, di program û nasandina van bizavan de hene.

Tê bîra min, gava cara pêşîn li balafirxaneya Hewlêrê serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî bi merasima bando, leşker û ala pêşwaziya serokkomarê Îraqa federal Celal Talebanî kir û her du bi hev re di ber qit’a eskerî re meşiyan, piyên wan li hev digeriya, bi taybetî zor didan xwe ku gavên xwe bi hev re bavêjin, ne hostayê wê yekê bûn ku ji destpêkê de wê kîjan gava xwe kengî û bi çi lezê bavêjin da aheng hebe. Li serê çiya di jiyana pêşmergetiyê de ew ne vêya, tiştekî din fêr bûbûn.

Yek ji festîvalên bi vî awayî hefteya berê li Silêmaniyê pêk hat: Festîvala Edebî û Ronakbîrî a Gelawêjê. Ez jî yek ji wan vexwendiyan bûm, çûm beşdarê festîvalê bûm. Li ser vê festîvalê hin nûçe û nivîsar derketin, îhtîmal e ku ê hîn jî derkevin. Ez bi xwe jî îhtiyacekê dibînim ku çend tiştan binivîsim. Yek, ji ber wê ku hin tiştên tên nivîsîn rast, lê hin jî bi baweriya min di dereca neheqiyê de ne. Dudu, min bi xwe hin tişt dîtin ku belkî ji yên nivîsandî jî xetertir in.

Behsa bêserûberî û bêprogramiya festîvalê tê kirin. Ez pê re me, programê festîvalê eger ji mêj ve hatibe amadekirin jî dereng ket destê beşdaran, heta şeva konferansê jî tev ku em lê geriyan me ew peyda nekir, serê siba festîvalê hîn program têra herkesî çap nebûbun, û bawer dikim di rojên navîn ên konferansê de guhertin di programê de çêbûn. Wekî din bawer dikim ku afîşên festîvalê jî ancax rojek du roj berî destpêkirinê hatibûn belavkirin û li dîwaran ketibûn.

Lê gava tê gotin ku dema heyeta Kurdistana Bakur çu Kurdistanê kesî li balafirgehê pêşwaziya wê nekir û bakurî di programê de tunebûn bawer dikim ku di vir de şaş têgihîştinek heye.

Bi xwe tevî ku ji Swêdê em hin bi hev re çûn jî em wek heyet neçûn, ji bilî komeleya nivîkaran, her kes wek şexs hatibû vexwendin, pişt re ji bakuriyan hin ji Almanyayê û hin jî ji welêt di riyên din re gihîştin Kurdistanê.

Yên ku soza pêşwazîkirina li balafirgeha Hewlêrê dabûn kurdên Swêdê, ne organîzatorên festîvalê, lê hin hevalên wê derê bûn û ew ji ji ber maîleka min ku min ji wan re bi şaşîtî tarîxa gihîştina xwe şaş dabû û şeva çûnê me xwest em rast bikin, tevî me bi telefonê xwe gihand hev û agahî rast kir jî amadeyîyên pêşwaziyê têrê nekir ku ew di wextê de li pêşiya me bin, meotomobîl girt em çûn Silêmaniyê. Yên din nizanim lê ez bi xwe gava ber bi perçeyê azad ê welatê xwe de firiyam, qet ne li hêviya wê yekê bûm ku bi merasiman û eskortan werin pêşiya min.

Ji alî programê de jî, tiştê ku ez zanim ê di festîvala îsal de kurdên bakur tenê wek mêvan beşdar bibûyana, ne ku soz dabûn da ew jî di programê de cihê xwe bigrin. Festîvala îsal a 9ê bû û ev neh sal bûn ku festîval dibû lê ronakbîrên bakur ne tê de bûn. Biryara beşdarbûna ronakbîrên bakur a festîvala îsal, teqrîben du meh berî destpêkirinê, bi çûna du nivîskarên kurd ên bakur û axaftina li gel hin nas û dostan û pişt re jî li gel organîzatorên festîvalê derdikeve. Lê li wir tê gotin ku îsal îdî dereng e ku ew di program de bi berhemên xwe cih bigirin, bira wek mêvan bên, îsal nasînek çêbibe, saleka din di program de jî cih bigirin.

Lê gava yên bakurî gihîştin festîvalê, hem ji bal wan, hem jî ji bal beşdarên festîvalê ên din ve nelirê hat dîtin ku ew di program de beşdar nebin. Li ser vê di programa festîvalê de guhertin hatin kirin, rojekê helbestvanek bi helbesta xwe, rojeka din axêverek li ser weşangeriya sirgûnê a derveyî welêt tevî civînê bû, rojeka din jî nîvroj hat dayin û du kurdên bakur û kurdekî ermenîstanê li ser behsên cuda konferans dan.

Heke meriv îdîa bike ku organîzatoran guh nedan ronakbîrên Kurdistana bakur ê neheqiyeka gelek mezin be. Tevî ku ew ne di programê de bûn sê rojan beşdarî programê bûn. Pêşangeheka pirtûkan hatibû vekirin ku hemû weşanên vexwendî beşdar bûn di dawiyê de pirtûkên li wir ji bo kutubxaneyên Silêmaniyê ji wan hat kirîn. Di televizyonan de cihekî fireh dan festîvalê û kurdên Kurdistana bakur. Hema hema bi hemiyan re hevpeyivînên radyo û televizyonan kirin. Hêro Xan, serokwezîr Umer Fettah, cigirê sekreterê giştî yê YNK Nêşîrwan Mistefa ku di protokolan de xwedan meqamên herï bilind in, resmî ronakbîrên Kurdistana Bakur vexwendin sohbetên bê protokol ên gelek samîmî bi wan re kirin.

Bi minasebeta hatina festîvalê rojekê piştî festîvalê jî ji bal dezgeha Xakê Xelata Pîremêrd a Zêrîn li sê ronakbîr û nivîskarên me hat belavkirin ku ew ciyê serbilindiya me ne, merasima Xakê bi rêkûpêk û astbilind bû.

Îhtîmal e ji ber hin gazinên li wê derê an hin tiştên din be, di dema vegera ronakbîrên bakur de îja ji Silêmaniyê heta Hewlêrê eskorteka eskerî jî bi wan re hat rêkirin. Em heqê wê nexwin Hêro Xan îhtîmamek taybetî da kurdên bakur, gava konferansên wan bûn ew bi taybetî hat ji bo guhdarîkirinê.

Heke di vê festîvalê de em li qisûrekê digerin qusûr ne di van deran de bû, divê em li derên din bigerin.

Ê min bi xwe min tiştekî din tesbît kir ku rasterast têkiliya wê bi festîvalê tuneye lê ez kuleka xedartir dibînim:

Ez havînê jî çûbûm Kurdistanê. Vê carê jî…. Min tiştek hîskir ez dixwazim wê ji we re bêjim. Di her du caran de jî gava ez li bazara Silêmaniyê geriyam min hin dîmen ji jiyana xelkê dît û min ew da ber a entellektuel, burokrat û siyasetmedarên kurd, min hîs kir ku di jiyana civakî a rojane de ku jin û mêr qasî hev li derva ne, di kara de ne, tolerans û xweşbîniya civakê pirr e Silêmanî belkî ji Dihokê pirtir nêzî Diyarbekirê ye, lê ji alî şêla entelektuel, siyasetmedar û burokratan ve ew gellek gellek dûrî Diyarbekirê, bakurî û kurmanca ne. Gava min di festîvalê de dît ku germiya navbera entellektuelên Silêmanîyê û farisan ji yên navbera kurdên kurmancîaxêv û wan gellek gellek germtir e kizînî ji dilê min çû ku çawa dibe îranî ji me nêxzîktirî wan in.

Bi vê re peyva Demirel û a Înönü a li Diyarbekirê hat bîra min. Gava bi hev re hukumet danîn çûn Diyarbekirê wan got ”Em realîteya kurd nas dikin”. Lê gava kurdan li Diyarbekirê bi cilûbergên rengîn, bi stiran û govendên xwe Newroz pîroz kirin, polîs û jenderme hinartin ser wan, ew ji hev belawela kirin.

Siyasetmedar, ronakbîr û burokratên me yên Silêmaniyê, belkî ên tevayiya soranîaxêv û belkî ji wan jî wêdetir, gava xeber didin bi serbilindî dibêjin ”… ji her çar perçeyên Kurdistanê….” lê di jiyanê de eserên realîteya çarperçebûnê nayê dîtin, ew me nas nakin, em wan nasnakin, diyalogeka birêkûpêk di navbera me de nîne. A ya kulê dixe dilê min ev e. Ev birîna kûr ê heta kengî bêderman be?

Madem me dest bi festîval û konferansan kiriye, ez pêşniyaz dikim, berî her tiştî em konferansekê li darxin û minaqeşeya realîteya çarperçebûnê, çarlehcebûnê, dualfabetiyê û her wekî din bikin.

Di tûrikê stratejiya Kurdistana Azad; dewleta federe de divê encamên konferanseka wiha hebin. Heke tunebin ez dibînim ku em ê gelek şaşîtiya bikin, em ê gelek firsendan birevînin, ê çarperçetîya me jji me re nebe hêz û dewlemendî, lê ê bibe barekî giran.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: