PEYMANEKA LANETÎ

Netkurd 8/3/2006

Di dîroka gelan de hin buyer hene ku ewqas tesîr li jiyana wan a neteweyî kirine, ew netewe heta hebin wan buyeran jibîrnakin. Buyerên wiha carina xweşîbexş in lê gelek caran jî tarîvegir in.

Neteweyê kurd ê bedbext jî di dîroka xwe de buyerên wiha jiyaye ku tu carî nikare ji bîr bike. Ew bûyer nayên jibîrkirin, tesîrên wan bûne momentên diyarîker di rêveçûna netewe de. Qonaxa çarperçekirina Kurdistanê a ku bi peymana Lozanê xwe gihand encamê, kîmyabarana Helebçeyê û enfala ji bal rejima hov a dirinde ya Saddam ve pêkhênayî bûyerên wiha ne. Peymana Cezayirê a navbera Iran û Iraqê ku di 6ê adara 1975ê de hat îlankirin jî buyereka wiha ye ku neteweyê kurd heta hebe ê jibîr neke, ev netewe heta bijî ê êş û jana peymanê di dilê wî de bê hîskirin.

Heta meriv kare îdîa bike ku Peymana Cezayirê bi gelek awayên xwe ji buyerên reşîhên ên din gelek  gelek dijwartir e, wek kuleka giran di nava hinavên neteweyê kurd de xwe asê kiriye. Gava meriv bala xwe dide terefên peymanê, amadekir û  rêvebiriên peymanê, armancên wê, awayê rêvebirin û îlankirina wê, emrîwaqiyên ku wek encama peymanê ji bal civaka navneteweyî ve li ser netweyê kurd û hîn berbiçavtir li ser şoreşa wî ya neteweyî a Kurdistana Başûr hat ferzkirin, meriv dibîne ku  Peymana Cezayirê çi peymaneka lanetî ya bêbext e, çi peymanek e ku neteweyê kurd ji bal dost, pişgir û hêviyên wî yên herî nêzîk ji piştê daye xencerkirin. Îxaneta ku bi vê peymanê li neteweyê kurd hatiye kirin, bawer nakim ku li tu derê dinyayê li tu neteweyekî din hatibe kirin.

Yên ku Peymana Cezayîrê îmza kiririn Iraqa di serokatiya Saddam Husên de û Îrana di serokatiya Şah Muhemmed Riza Pehlewî de bûn. Belkî hin bêjin ku Saddam dijminê neteweyê kurd bû, bi kurdan re di şerekî de bû, rabû peymanek best ku kurdan têk bibe, ev kirina dijmin e, bêminetî ye.

Ji aliyekî de welê ye, lê ji aliyekî de jî Saddam serokê welatekî bû ku kurd jî hemwelatiyê wî welatî bûn, kurdan dixwest li wî welatî li gel hemwelatiyên din bijî, lê jiyaneka bişeref a azad û bextewer…. Saddam jî piştî gelek salên dijwar ên şer berê qebûl kiribû ku bi kurdan re li hev bê, maf û azadiyên wan nas bike. Li ser vî esasî peymana 11ê adarê a ku otonomî da kurdan îmza kiribû.

Lê pişt re xwedî li peymana 11ê adarê derneket, ew bicîhnekir, şovenîzma wî; dilreşiya wî ya li hemberê kurdan çavê wî ewqas tarî kiribû ku careka din bi hemwelatiyên xwe yên kurd re ket nava şer û piştî salekê bi peymana Cezayîrê Şahê îranê çi jê xwest dayê da tenê karibe kurdan ji navê rake.

Lê me dît; Peymana Cezayirê Saddam îflah nekir, aramî ji Iraqê re neanî û a herî eşkere pirsgirêkên Iraqê yên bi Îranê re çareser nekir, xerabtir kir. Bû sedemê şerekî 8 salan di navbera Iraq û Îranê de ku bi milyonan însan ji herdu aliyan hatin kuştin, pişt re şaxên xwe berdan ser şerê Kuveytê, midaxeleya hêzên navneteweyî, serîhildan û têkşikandina şîe û kurdan, Helebçe û enfalan û a dawî buyer anîn gîhandin heta şerê dagirkirina Iraqê ji bal Hêzên Hevpeyman, hilweşandin û destgîrkirina Saddam bi xwe.

Eger Saddam piçek dûrbîn, aqlêselîm û li hemberê kurdan birehmbûna rê li ber ewqas felaket û êşên mezin venedikir, ê rêz li mafê kurdan bigirta û bihişta ku hamû welatiyên Iraqê hevdu hembêz bikin, mafên hev nas bikin û bi hev re di nav aştî û aramiyê de bijîn. Lê Saddam ji taybetmendî û meziyetên wiha dûr bû, çû Peymana Cezayirê îmza kir.

Peymana Cezayirê ji alî Şah Riza Pehlewî de jî belgeyeka îxanetê a rûreşiyê ye. Gava di 1974ê de Saddam ji dêlva lihevkirinê rêya şer da ber kurdan, yê ku soza mezin a alîkariyê bi garantoriya Amerîkayê dabû kurdan Şah bi xwe bû. Her awe alîkarî ê di ser Îranê re ji kurdan re bihata; alîkariya leşkerî û însanî ê ji Îranê bigihîştaya Kurdistanê, Îran ê bibûya deriyê kurdan ku ber bi cîhanê ve vedibe.

Lê hê salek di ser re neçû, Şah hemû ew soz û peymanên xwe dan aliyekî, bêyî ku haya kurdan pêxe, bi dijminê xwe û yê kurdan; Saddam re ket nav peywendiyên lihevhatinan. Wî her tişt heta dawiyê ji kurdan veşart, gava îstîxbarata kurdan hin agahî bidestxistin jî bi devê xwe û yê Amerîkayê sond û bîllah xwar ku ‘na’ tiştekî wiha tuneye, ew ê kurdan li erdê nehêle.

Lê ew ewqas xayîn û dilreşê kurdan bû ku gava ev ahd û sond didan, wî peymana lanetlêkirî bi Saddam re îmza kiribû jî. Hem jî wî bi awayekî wisa kurd pê hesand ku xwest wan piçûk bixe, pîs bike. Di 6ê adara 1975ê de peyman hat îlankirin. Şahê Îranê hefteyek berê, serokatiya şoreşa kurdan anî Tehranê û bi awayekî qebe, dijminane û heqaretwarî xebera peymanê da wan, di ser de jî mehek muddet li wan birî ku çekên xwe deynin û li mala xwe rûnên. Şoreşeka ew qas mezin a li gelek bajarên Kurdistanê belavbûyî, di nav şerekî ewqas germ ê dijwar de diviya di nav mehekê de xwe belav ke, ê ku teslîm dibe teslîm bibe, ê ku li Îranê rûdinê li wir rûnê.

Şah bi peymanê ne ku tenê piştgirî û alîkariya xwe ji şoreşê birî, wî eşkere got ku eger kurd berdewam bin li ser şerê xwe yê çekdarî ê ji niha û pêve ordiya Îranê jî li hemberê xwe bibînin. Yanî Şah ne ku neteweyê kurd bi xencereka jipiştêlêdayî li erdê hişt, çembera agirîn jî li dorê teng û gurr kir.

Gava kurdan piştî 1974ê ji nuh ve dest bi şer kir, esas baweriya xwe ne ku bi Şah; lê bi Amerîkayê; seroka dinyaya Rojava anîbû, a ku ji xwe re digot kampa maf û azadiyan li hember kampa sosyalîst. Lê gava peywendiyên lihevkirinê di navbera Îran û Iraqê de destpêkir, Amerîkayê ji bo xatirê Îranê û ji bo xatirê ku bi rejima Iraqê re di nav peywendiyan keve, ev plan û bizava qirêj heta dawiyê ji kurdan veşart. Gava kurdan şibhe kir ku dafikeka wiha gav bi gav tê hûnan û jê pirsî ku ”aya ev çi ye, rast e” Amerîkayê ji bin de înkar kir.

Lê li alî din îro diyar e ku Amerîkayê ev proses teşwîq kir, esas xencera herî mezin a herî xayin wê li kurdan da. Serokatiya şoreşê pişta xwe esas bi peyman û ahdên Amerîkayê bestibû. Yanî amerîkiyan hem soz dan, hem kurd ajotin nav agirekî, hem salek di ser re derbas nebû ew di nava agirekî ji wê dijwartir de hiştin. Neteweyekî zilmlêkirî yê mafxwarî, tevî zarok, jin, mezin û kal û pîrên xwe tê xencerkirin, weka ku qîmeteka wî ya bi pênc quruşan jî tunebe. Ma ji vê piçûkxistinê, ji vê heqaretê û ji vê îxanetê mestir çi heye?

Ya ku ket navbera herdu welatan, rê ji bo wan xweş kir ku li hev bikin û peymanek wiha bi wan da îmzakirin jî Cezayîr bû. Ew Cezayira ku ji ba kurdan jî wek miletekî qehreman ê liberxweder ê li hemberê kolonyalîzma fransiyan dihat nasîn. Ew serokên wê Cezayirê ku li ber çavên kurdan qehremanên azadiyê xwiya dikirin, bûbûn hêvî ji keç û lawên kurdan re di têkoşîna azadiya neteweyê xwe de. Ew Cezayira ku  283 zarokên kurd di 1960ê de ji bo kampanyayeka piştgiriya gelê wê li Kurdistana Sûriyeyê di sinemayeka Amûdê de şewitîn bûn rijik.

De ka bifikirin, tu yekî weka melaîket, weka murşidê xwe dibînî, di cihekî herî teng de hêviyekê jê dikî, lê ew bi ruyê xwe yê herî reş ê dijminatî yê drakulayî derdikeve pêşberî te. Ma ji vê reştir karin çend momentên din di jiyana merivan de hebin?

Wê demê yên kurdan ew ji xwe re wek dost û dilxwaz didîtin û pişta xwe bi wan girêdida hin welatên din jî hebûn, Misir, Urdun, Siûdî… Lê hemû jî  destên wan di vê plana qirêj de hebûn.

Welatên sosyalîst, Yekîtiya Sovyetan jî, erê, wê demê piştgirî û alîkariya xwe ji kurdan birîbû, bi rejima Saddam re vals dikir, lê kurdan dijminatiya wan nedikir, peywendiyên xwe bi wan re didomand û hêviya piştgiriyekê ji wan dikir. Wan jî ev daf û dolab ji kurdan veşart. Neteweyên Yekbûyî piştgiriya vê peymanê kir.

Peymana Cezayîrê, bi awayekî wiha ji bal civaka navneteyî hat hûnan an qebûlkirin, bêyî ku bi tu awayî hebûna kurdan, maf û azadiyên wan, mafê jiyana keç û lawên kurdan bê fikirîn hat organîzekirin, bestin û piştgirîkirin.

Lê ji bo ku hema hema hemû dinyayê li hemberê kurdan xwe dan aliyekî, ev nayê wê maneyê ku ew haq û kurd neheq bûn, kurd misteheqên ewqas îxaneteka mezin, ewqas piçûkxistineka bê însaf bûn. Buyerên ji wê rojê heta îro nîşan didin ku Peymana Cezayîrê û têkbirina şoreşa kurdan rê li ber çi êş û elemên dijwar, ne ku tenê li kurdan lê li hemû gel û civakên herêmê vekir. Civaka navneteweyî ya ku xwe da ber Peymana Cezayîrê eşkere ye ku li hemberê tarîxê neheq derket, şaş derket, rûreş derket. Lê bi çi buhayî, bi çi êş û janê.

Kurd bi her awayî bi vê peymanê êşiyan, Lê fêdeyeka wê gihîşt kurdan, ew jî tenê ew e ku divê meriv baweriya xwe bi tu soz û peymanên rût neyne. Gava berjewendiyên dewletan tên meydanê, hemû ahd û sondên bi kitêbên pîroz xwarî, li ber bayê diçin. Tenê berjewendî ne ku dibin bingehên bestina navbera dewletan û neteweyan. Kurd lazim e xwe bi wî awayî rêk bixin, bi wî awayî techîz bikin, bi wî awayî fikrî, siyasî, aborî, kulturî, û jeopolîtîkî çekdar bikin ku xwe li ser mitefik, hevpar û piştgirên xwe ferz bikin, bikin ku ew ji ber berjewendiyên xwe nikaribin dev ji kurdan berdin.

Serokatiya kurdan li Kurdistana azad diyar e ku îro dersek wiha ji Peymana Cezayirê girtiye û bi vê şiûrê tev digere. Wek wan e, baş e, bivênevê ye. Lê ne bes e, ne bes e! Kurdan hîn xweferzkirina xwe tam rêk nexistiye, hê nehatine wê merhelê ku dostên wan nikaribin dev ji wan berdin. Û wext zû diherike, kurd divê hinekî din bilezînin, hinekî din xwe ji bêplanî û bêrêxistiniya xweferzkirinê xelas bikin. Rêkûpêkiyeka ji ya îro gelek gelek zêdetir divê…

 

(Ev nivîs di hejmara 78ê a Peyama Kurd de hatiye belavkirin)

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out /  Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out /  Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: