MORÎKA XEWÊ

Netkurd 15/4/2006

Di tarîxa siyaseta Tirkiyeyê de a li hember kurdan, hergav zordarî û durûtî mil bi milê hev meşiyaye. Ji îttîhatçiyan bigire heta bi kemalîstan, dîndar û komunîstan, çi li ser desthilatiyê bin çi jî li derve bin, ji aliyêkî de wan zor û zilm li kurdan kir, an ew bûn hevkarên wê, ji aliyê din de  jî kurd tawanbar kirin ku ew bi xwe sedemên vê zilm û zordarîyê ne.

Em goya geh kevneperest, feodal û îrtîcaî bûn, geh nasyonalîst an jî komunîst bûn loma ev zilm û zor li me dihat kirin. Me bi xwe zilm tanî serê xwe. Wekî mesela keçika ku tê revandin, tecawiz lê tê kirin. Ji dêlva ku tecawizkar bên tawanbarkirin, gelek caran keçik tê tawanbarkirin ku çima derketiye derva geriyaye an çima kincên wê yên tahrîkker lêbûne.

Van demên dawiyê, ew ronakbîrên tirk ên demokrat û lîberal ên ku heya dereceyekê xwedî li pirsa kurdî derdikevin jî destpêkirine ronakbîrên kurdan tawanbar dikin ku ew li hemberî teror, şiddet û şerê çekdariya PKK ranawestin, wê protesto nakin.

Qesda min ew ronakbîr in ên wek Cengîz Çandar, Murad Belge, Hasan Cemal, Alî Bayramoglu û yên din. Divê meriv berî her tiştî heqê wan nexwe û tesdîq bike ku ji alî pirsa kurdî di navbera van ronakbîran û tirkên din de ferqeka mezin heye. Ew bi gelek awayan bi rasyonelî û durustî, li gor baweriya xwe roleka çareseriyê di pirsa kurdî de dilîzin.

Lê gelo ev ronakbîr di wê rexneya xwe de ya li hemberî ronakbîrên kurdan çend rast û durust in? Gelo bi rastî jî ronakbîrên kurd li hemberî şerê çekdarî, şiddet û terora  PKKê ranawestin? A duduyan di mesela daxwaza rawestandina şerê çekdarî, şiddet û terorê de, gelo esas divê meriv daxwazê ji kê bike, ji PKKê yan ji erkanê herbiyeya tirkan? Gelo çavkaniya şerê çekdarî yê li Kurdistanê, teror û şiddeta li bajarên kurdan û li metropolan kî ye? Gelo esas ên ku şer dixwazin kî ne? Gelo esas ên ku dikarin şer bidin destpêkirin û rawestandin kî ne?

Eger kurd û tirk bi samîmiyet bersiva van pirsan bidin wê gavê ê adresa biryarderên destpêkirin an rawestandina şer jî diyar bibe û ê diyar bibe ku ronakbîrên kîjan aliyî bi berpirsiyariya xwe ranabin, yan nikarin rabin.

Ka em bala xwe bidinê, li alî kurdan, li rojname, sîte, civîn û daxwiyaniyên kurdan binêrin, ji bilî çend nivîserên, çend kesên xwedan hesabên taybetî û ji bilî wan beşek ji berpirsiyarên ku di PKK, HPG û Kongreya Gel de hişk bi Abdullah Öcalan ve girêdayî ne û rojevê bi karûbar û hesabên takekesîn ên wî ve girê didin, di kurdan de çi siyasetmedar û ronakbîrên serbixwe bin çi jî yên ser bi partî û rêxistinan ve bin, hemû li dijî rakirina çek a PKKê ya vê dawiyê ne.

Û ev yelpazeya kurdan pirr berfireh e jî. Ji kurdên ku serxwebûn yan federasyonê dixwazin bigire heta bi berpirsên DTPê, (ên ku bixwînin ê bibînin ku heta bi hin berpirsên HPG û PKKê jî) li dijî şerê çekdarî radiwestin û dengê xwe bilind dikin.

Hetta kurd bi vê berfirehiyê ew qas li dijî şerê çekdarî, şidet û terora PKKê radiwastin ku wê bi beşdarbûyina di plangeriya erkanî herbiyeya tirk tawanbar dikin, eşkere eşkere yan dibêjin ev şerê niha di riya Imraliyê re bi dewleta kûr ve girêdayî ye, yan jî girêdayî an negirêdayî xizmeta generalan dike, xizmeta wan hêzên tirk dike ku li hember çareseriya pirsa kurdî ne, li hember reformên ber bi azadî û demokrasiya Tirkiyeyê de ne.

Lê gelo li alî tirkan rewş çawa ye? Erê, di masmediyaya tirkan de jî rojeva esasî pirsgirêka kurdî ye, minaqeşe li ser şerê çekdarî, şiddet û terorê ye. Lê ji bo Xwedê yên ku ji alî tirkan de bi durustî û rasyonelî tevî vê minaqeşeyê dibin çend kes in? Ma nayê dîtin ku medyaya tirkan çardin buye berdevka erkanî herbiyeya tirkan, li hember “dewleta kûr” ketiye hezirolê û borazaniya înformasyon û dezînformasyona şerxwazên tirk dike? Hejmara ronakbîrên tirk ên ku bi durustî û dilxwazî tevî minaqeşeya çareserkirina pirsgirêka kurdî dibin û li dijî şerê ku bi ser kurd û tirkan de hatiye ferzkirin ji hejmara pêçîkên herdu destan derbas nabe.

A duduyan ne ku bes kurd an biyaniyên ku xwedêgiravî dilnexwazên Tirkiyeyê ne dibêjin, tirkan bi xwe di riya dozgêrê Wanê re, di riya rapora pêşîn a komîsyona parlamentoyê re, di riya îstîxbarata asayişa Tirkiyeyê re, di riya girtina çeteyên eskerî re û di gelek riyên din re derxist ku esasîn li Tirkiyeyê ên ku şer dixwazin bi serkêşiya general û burokratên çetegêr ên kemalîst erkanê herbiyeya Tirkiyê ye. Heta beşek ji generalan, yan hin beskên MHPyî, yan siyasetmedar û nivîskarênAKPê, heta berpirsên wê bi xwe îtîraf dikin ku ên şer dixwazin ew hêzên tarî ên nava dewleta tirk in.  Ji bo ku şer destpêbike wan bi xwe di riya Imraliyê re talîmat gihandin çekdarên PKKê, heta wek di buyera Şemzînan de diyar bû di van kuştin, sabotaj û terorên nav bajaran de hêzên operasyonel ên tirk rolê digirin û di riya medyaya “mehmetçik” re eşkere dikin ku PKKyiyan ev kirine.

Ne tenê ku sabotaj û tevliheviyan dikin. Di cebheya kurdan de yên ku dixwazin li dijî vî karê qirêj rawestin, nebin perçeyek ji vê makîneya bêyom, nebin aletê ber destê dijminan tên tehdîdkirin, kuştin yan bi awayên din tên tasfiye kirin.

Di cebheya tirkan û dewletê de jî yên wek serokê îstîxbaratê, yan dozgêrê Wanê ne, tên tasfiye kirin.

Her awe dokument, delîl û şahid li meydanê ne ku generalên wek Yaşar Buyukanit di serê çetegeriyê de ne, hem dikujin, hem didizin, hem jî şer derdixin û statukoya kevnar a riziyayî ya Tirkiyê bihêlin, bi talîmatekê hukumet hustu li ber wan xwar dike, parlamento û sîstema hiqûqî li hemberê wan serî ditewînin, serokkomarê vî welatî xwedî li wan derdikeve.

Baş e madem bi ew qas belge, delîl û şahidan eşkere ye, îdî çarşev çarşev tê nivîsîn, ne ku li Tirkiyeyê tenê, di nav dîplomasiya dinyayê de jî eşkere tê gotin, ji bal YE, NY û di serî de DYA welatên din tev de eşkere li sere tê xeberdan ku li Tirkiyeyê a ku şer derxistiye û berdewam dike, planên vê şerkariyê digêre û cîbicîdike “dewleta kûr” e, ê çawa şer raweste?

Li van dorên ku me navê wan da hema hema hemû mitefik in ku şerê vê dawiyê ê ku bi nave PKKê hatiye destpêkirin jî bi rêlibervekirina generalan di riya Îmraliyê ra bi kes û mekanîzmayên di nav PKKê de yên ku hişk bi Îmraliyê ve girêdayî tê meşandin. Nexwe di rewşeka wiha de ronakbîrên kurd çend biqîrin jî heta ji Kemal Burkay û Melik Firat bigire hate ji sedî 99ê PKKyî an DTPyiyan çend bikin gazî, bêjin şer rawestinin jî ev şer ranaweste. Çimkî biryara destpêkirina şer ji bal gazîkirîyên wan nehatiye dayin û ew nikarin rawestînin.

Her kes dizane, ji bo şerekî wiha pêwistî bi kutleyeka mezin jî tune ye. Heta gava biryarder û rêvebirên şer û terorê di nav erkanî herbiyeya tirk de bin ne diyar e kîjan kuştin û teror a PKKyiyan û kîjan ya JITEMê ye. Şemzînan li ber çavan e.

Ji ber ku masmedyaya herdu aliyan bi piranî di destê şerxwazan de ye, belkî dengê ronakbîrên kurd têra xwe dernakeve, nayê bihîstin. Lê neheqiyeka mezin li wan dibe gava tê gotin ku ew mewqif li hember şerê çekdarî, şiddet û terorê nagirin.

Em hemû ew kurdên ku li dervayî dinya PKKê ne bidin aliyekî, yên wekî Ahmed Türk û Osman Baydemir ku ew qasî di nîveka dista kelekela tevgera PKKê de ne jî eşkere li hember şiddetê radiwestin. Ne ku tenê radiwestin, eşkere dibêjin ku eger hûn rê li ber bihêzbûna tevgera legal a aştîxwaz a demokratîk a kurd venekin û hergav bi buyerên wek ên rojên dawîn tûşî êrîşan bikin, helbet li alî kurdan ê  dengê şerxwazan bê bihîstin û ew ê têkevin pêşiyê.

Wan eşkere diyar kir û gazin ji ronakbîrên tirk kir ku “ew ji wan re dibêjin bibin sivîl û pişt re bi xwe jî dibêjin em nikarin bi erkanê herbiyeya xwe”. Meriv dikare ji gelek aliyan de rexne li Ahmed Türk û Osman Baydemir bigire, lê di mesela şernexwaziyê de, di mesela nîşankirina adresa şerxwazan de ji vê zêdetir ew dikarin çi bibêjin ku?

Peyva me ji wan ronakbîrên tirk ên durust û rasyonel re ye, bira çav û guhê xwe baştir vekin kurdan bi rastiya xwe bibînin û bibihîzin. Tevî ku ronakbîrên kurd ên aştîxwaz ên dijî şer xwedan îmkaniyetên gelek kêm in, tevî ku ew ji du aliyan de di bin tehdîdan, êş, azar û xeterê de ne, tevî her tiştî jî ew pirr in û ew li ber xwe didin. Ew qêrîn dikin li dijî vî şerê qirêj radiwestin, aştiyê dixwazin, lê hûn nabihîzîn, “morîka xewê” di guhê we de ye hûn loma nabihîzin, wê “morîka xewê” ji guhên xwe derxin hûn ê bibihîzin. Hûn ê bibihîzin lê jibîr mekin ku bi silsozî destê xwe dirêjî wan bikin.

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: