Netkurd 25/10/2008
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana xwe ya sê rojan a Tehranê temam kir û duh piştî nîvro li gel heyeta bi xwe re vegeriya Hewlêrê.
Ev serdan ji gelek aliyan ve ji bo serkirdayetiya Kurdistana federe giring bû:
Îran dewleteka cîran a Iraqê ye, beşekî Kurdistanê di bin destê wê de ye, pirsgirêka kurd li wê derê jî nehatiye çareserkirin.
Mixalefeteka Kurdistana Rojhilata navîn a çekdar û ne çekdar a ji partiyên cuda heye. Ev mixalefet lingekî wê li aliyê Kurdistana federe, yê din li wî aliyî ye. Îranê biryara çareserkirina pirsa kurd bi awayekî aştiyane nedaye. Loma jî şerek û têkoşanek di navbera kurdên Rojhilat û dewleta Îranê de heye.
Orduya Îranê di opersyonên xwe yên li dijî kurdan da çekên giran bikartîne û gelek caran wek orduya tirk tecawizî nav axa Kurdistana federe dike, devera ser hidûd a Kurdistana federe ji ber êrîşên orduya Îranê bêzar e, derbeder e, zerar û ziyana canî û malî dibîne.
Ji alî din ve, Îran cîrana Kurdistana federe ye, hidûdekî dirêj ê mişterek di navbera wan de ye, çûnûhatin heye, di navbera herdu aliyan de danûstendin heye ji alî aborî, bazirganî û gelek waran din ve. Îran li Kurdistanê û Iraqê roleka giring dilîze.
Îran ji nêz ve di nav prosesa siyasî ya Iraqê de ye, pêwendiyên wê yên xurt bi şîeyên Iraqê re heye, dixwaze li gor berjewendiyên xwe tesîrê li ser wan bike û berê prosesa siyasî ya Iraqê li gor berjewendiyên xwe araste bike.
Şîeyên Iraqê hemû, di dereceyên cuda de be jî, guh didin Îranê, daxwaz û berjewendiyên wê di siyasetên xwe yên avakirin û îdarekirina Iraqê de li ber çav digirin. Ev hem di siyaseta şîeyan a li hemberî Amerîkayê, hem jî di çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê de reng vedide.
Ji alî din ve peywendiyeka dûr û dirêj a tevgera Kurdistana Iraqê bi Îranê re heye, Îranê di dema rejima Sadam de gelek piştgiriya tevgera Kurdistana Iraqê kiriye. Nuha jî li gor erebên sune yên Iraqê, Îran cihekî teybetî dide kurdan, ji alî regezî ve wan nêzî xwe dibîne û hesab dike ku kurd li Iraqê ji bo wê karin bibin unsurekî xurtbûna hebûnê.
Kurd jî ji alî pêwendiyên cîrantiyê ve, çawa guh didin Tirkiyeyê bi wî awayî guh didin Îranê jî, hesab dikin ku danustendina li ser berjewendiyen herdu aliyan, di pêşvexistin û îstîqrara Iraqê û ya Kurdistanê de roleka giring bilîze. Ji bo kurdan giring e ku li gel Îranê lihevhatî bin, di nav karên mişterek de bin, xwedan danûsendineka xurt bin.
Hevrikiya navbera Amerîka û Îranê, bi taybetî şerê wan ê li ser Iraqê û Rojhilata Navîn û hele hela îhtîmala şerekî germ ê navbera van herdu welatan, yek ji wan kabûsan e ku hertim serokatiya Kurdistanê dixe nav hizran. Kurd li Iraqê mitefikekî stratejîk ê Amerîkayê ne, lê ew dizanin ku ê di rewşa xwe ya nuha de nikaribin şerekî navbera Amerîka û Îranê hilgirin, Îranê ji xwe dûr bixin û bikin dijminê xwe. Çi ji destê kurdan bê ê bikin da karibin nehêlin şerek di navbera Amerîka û Îranê de derkeve.
Ne tenê ev, nuha kurd li Iraqê unsurekî wiha ne ku zêdetir dixwazin peymaneka stratejîk di navbera Iraqê û Amerîkayê de bê îmzakirin. Îran ji vê peymanê aciz e û tesîra xwe ya li ser pêkhateyên şîe ên Iraqê bikartîne da ev peyman neyê îmzakirin.
Îran ji alî xwe ve dixwaze kurdan jî bike beşeka wê platforma Iraqî ya ku li hember peymana Iraq û Amerîkayê radiweste. Kurd naxwazin Îran têkeve gumanekê ku ew di mesela vê peymanê de giringiyê nadin hesasiyetên Îranê û ji wan dûr bikeve.
Ahmedînîjad û serokên din yên Îranê di vê serdana Barzanî de tekrar bi tekrar bal kişand ser durûtiya Amerîkayê û daxwazên xwe yên ji bo yekîtiya hemû hêzên iraqî li hember hêzên biyanî.
Ji alî xwe ve jî Mesûd Barzanî bi her wesîleyê xwest Îranê bide qani’kirin ku ew ji bo kurdan cîran û hevkareka giring e, ew terefdarê îmzakirina peymanekê ne li gel Amerîkayê lê ev peyman ê tu carî ne li dijî îranê be, kurd ê tu car di bizaveka li dijî Îranê de cih negirin.
Wekî din qenaeta kurdan ew e ku di çaresernebûna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi taybetî di krîza vê dawiyê ya li ser Xaneqînê de dikare tesîreka Îranê hebe. Bi kêmasî li gor kurdan îran dikare tesîreka pozîtîf li ser şîeyan bike da ew di pirsgirêkên erebên Iraqê û kurdan de roleka pozîtîf bilîzin. Yanî kurd dixwazin îranê razî bikin da ew şîeyan li hemberî pirsên Kurdan nerm bike.
Dr. Fuad Husên serokê Diwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand Eswatu’l Iraqê ku serdana serokê Kurdistanê a Tehranê gelek serkeftî derbas buye. Fuad Husên bibîrxist ku piştî Barzanî buye serokê Kurdistanê ev cara ewilî ye ew serdana îranê dike û bi awayekî resmî tê pêşwazîkirin. Bi vê maneyê jî ev serdan buye serkeftin.
Fuad Husên herwiha got; Barzanî û heyeta li gel, di hemû hevdîtinan de mesela peymana stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê minaqeşe kiriye û temînat daye ku ev peyman bi tu awayî ê ne li dijî berjwendiyên Îranê be.
Gava meriv bala xwe bide daxwiyaniyên di dema hevdîtinan de hatin dayin, meriv dikare bêje ku serdana Barzanî di dereceyeka giring de serkeftî bû.
Di du xalên germ ên ajandayê de; hêviyên herdu aliyan hatin cîbicîkirin. Îran biserket ku serokatiya Kurdistanê li Iraqê wekî dost û mitefikekî xwe yê nêzîk bide nîşandan; Barzanî di daxwiyaniyên xwe yên li ser temînkirina di meseleya peymana navbera Iraq û Amerîkayê de û di mesla nêzîkatiya li gel îranê û îradeya xurt a bihevrekarkirina di warê aborî de, ya ku îraniyan dixwest bibihîze, bêyî timayîkirinekê anî ziman.
Ji alî din ve Mesûd Barzanî jî biserket ku ji devê serokkomarê Îranê Ahmedînîjad bi xwe, statuya resmî a Kurdistanê bide nasîn û îranî eşkere bikin ku bingehên yekîtî û yekpareyiya Iraqê destûra wê ye. Barzanî gelek giringiyê dide vê gotinê. Ew bi xwe bi her wesîleyê balê dikeşe ku heta pabendbûn bi vê dstûra Iraqa federal a pirpêkhateyî hebe ê yekîtiya Iraqê bê parastin. Mesela ku Ahmedînîjad tekezî li ser gotina ”destûra Iraqê” dike, ji alî pirsgirêka Kerkukê ve jî giring e.
Barzanî bi vê derfetê firset dît ku siyaseta resmî a Kurdistan federe a di derbarê pirsgirêka kurd a li Îranê jî pêşkêşî berpirsan û raya giştî ya îranê bike. Ew, ji siyaseta di derbarê a Kurdistana Tirkiyeyê ne cudatir e, gelekî dişibe wê: Pirsgirêka kurd li îranê heye, divê ew ne di riya şer û pevçûnê re, lê di ya diyalogê re, bi awayekî aştiyane bê çareserkirin. Kurdistana federe hem li dijî topbaran û operasyonên eskerî ên orduya îranê ye, hem jî li hemberî çekhildana kurdên Kurdistan Rojhilat e. Ew bawer nake ku şerê çekdarî pirsê çareser bike. Loma jî ew ê piştgirî an destekê nede şerê çekdarî ê tu aliyî.
Di warê bazirganî û aborî yên cuda de jî eşkere bû ku îranî kêfxweş in ji danustendinên navbera herdu aliyan û vê serdanê ev karên han hê pirtir teşwîq kir, bingehê geşbûna peywendiyan xweştir kir.
Loma jî meriv dikare bêje serdan weka ku Dr. Fuad Husên dibêje serkeftî ye, lê dimîne ku ê tesîra wê çiqas bajo, ji peyman û sozên dayî ê çend bên cîbicîkirin.
Leave a Reply