Netkurd 18/10/2008
Di 4-ê çiriya paşîn (november) de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hilbijartinên ji bo serokatiyê dibin. Bi taybetî piştî krîza aborî, hemû anketên li ser hilbijartinan nîşan didin ku demokrat Barack Obama di çar salên pêşiya me de serokê DYA-yê ye.
Senatorê Delawareyê Joseph Biden jî ê bibe cîgirê Obama. Senator Joseph Biden pisporekî bitecrube yê siyaseta derve ye û demekê serokatiya Komîteya Peywendiyên Derva ya Senatoyê kiriye.
Barack Obama senator Biden dike cîgirê xwe da valayiya desthilata xwe ya di siyaseta derve de dagire. Yanî di çar salên pêşiya me de Joseph Biden ê ew kes be ku di asta bilind de siyaseta derva ya Amerîkayê bibizivîne. Di siyaseta derva de ê aqil bide serok Obama.
Taybetiyeka din a senator Biden heye ku ew ji mêj ve kurdan nas dike, ji nêz ve bi pirsa kurd dibile û heta nas û dostekî kevn ê kurdan e. Ne ev tenê, Joseph Biden di pirsgirêka Iraqê de xwedan projeyeka darêştî ye ku Barack Obama ji nuha de piştgiriya xwe daye wê projeyê.
Li gor projeya Biden divê Iraq li ser esasê ademî-merkeziyetiyê (nemerkeziyê, desentralîzasyonê) bê avakirin û bibe sê dewletên federe yên di dereceya konfederaliyê de. Yanî projeyê Bexdayeka desthilatqelskirî û sê deweletên federe yên xwedan desthilatên xurt kiriye amanc.
Di demeka wiha de ku Hewlêr û Bexda tam jî ji bo çarçeweya desthilatên Bexdayê û Hewlêrê difnbidifn li hemberî hev asê bûne, encamên hilbijartinên Amerîkayê dikare ji bo kurdan ji hilbijartinên Iraqê ên 2005-ê û bi vir de derfeteka nuh bînin, bibin werçerxanek di siyaseta misogerkirina dewleteka federe ya xwedan desthelateka rastîn û ne yeka ku tim çavê wê li destê Bexdayê be.
Ji hilbijartinên 2005-ê bi vir de ji bilî wan postên li Bexdayê bidestxistî, Kurdistana federe di riya misogerkirina sîstema federalî de tu gav bi pêş de neavêt. Sîstema federalî ya ku di destûrê de hatiye destnîşankirin, li ser kaxezê maye, ji 40-ê zêdetir qanûn diviya bihatana derxistin ku sîstema federalî ya di destûrê de diyarkirî têketaya jiyanê, yek ji wan jî heta îro qebûl nebû.
Di ser de jî di praktîkê de hin destkeftîyên giring ên de facto wergirtî gav bi gav li bêhukmiyê hatin tûşkirin. Maddeya 140-ê, qanûna petrolê, ya budçeyê, ya asayiş û orduyê û yên din nimûneyên vê ne.
Prosesa siyasî ya Iraqê di van pênc salên piştî rizgarbûna ji rejima xwînrêj de, waka ku dihat hêvîkirin ber bi Iraqeka federal a pirpêkhateyî, pirkulturî û demkratîk de nemeşiya. Heta dawiya 2005-ê de facto çi hatibû bidestxistin li wir ma, belkî jî paşde çû.
Yek ji sedemên wê ew şerê navxwe yê seranserî Iraqê ê navbera sunne û şîeyan, êrîşên baasî û el qaîdeyiyan ên bi desttêwerdana dewletên cîran, yên deverê û yên mezin e. Şerê Iraqê fokusa hundur û derva ji avakirina Iraqeka nuh a li ser esasê federalî û demokratîk bir ser perçenbûna Iraqê, rawestandina şerî û yekpareyiya axa Iraqê.
Helbet dewletên cînar û erebên şovenist ên derve û hundur, ev yek wek xurtkirina hukumeta merkezî û zeîfxistina destkeftiyên Kurdistana federe tercumekirin û kirin amanc ji bo xwe. Welê lê kirin ku bi riya dost û hevkarên stratejîk kurd jî anîn wê pozîsyonê da ew bi xwe jî bi wê dereceyê angajeyî rawestandina şerê ereban û misogerkirina yekpareyiya axa Iraqê bibin. Bi vê fokusa wan ji ser hesasiyeta hevsengiya navbera xurtbûna hukumeta merkezî û misogeriya sîstema federal a ji bo herêman şemitî, zêdetir ket ser çareserkirina pirsgirêkên Bexdayê.
Helbet şerê li Iraqê gelek bi xeter bû, tesîreka mezin li asayiş û îstîqrara Iraqê dikir, ihtîmala ku şer bipejike Rojhilata Navîn hebû, ji alî însanî de encamên trajîk ên gelek xerab dida. Lê cardin jî divê bê mihakemekirin ku gelo ev dikaribû bibe sedem da kurd bala xwe ji parastin û misogerkirina sîstema federal bidin alî û bi her awayî angajeyî wê yekê bin da rojekê zûtir li ser yekpareyiya Iraqê, Bexda bibe xwedan desthilat û otorîteya xwe li seranserê Iraqê bide hiskirin?
Fokusa serokatiya Kurdistanê a li ser Bexdayê rê li ber wê yekê jî girt ku kurd karibin bi lêkolîn, gotûbêj û xebatên curbecur pirsa misogeriya sîstema federalî û statuya dewleteka federe a rastîn a ku karibe xwe biparêze zelal bikin.
Her çendîn kurd doza dewleteka federe dikin û di vî warî de de facto gelek tişt bidestxistine jî gava meriv li siyaseta konkret a detaykirî ya li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dinêre, gumanek ji meriv re peyda dibe ku kurdan bi giranî, zêdetir di çarçeweyeka giştî de sîstema federalî naskirine. Erê behsa federaliyê dikin lê di daxwazên xwe yên derxistina hin qanûnên giştî de bi wî awayî tevdigerin ku ew bi eksê avakirina sîstema federalî ne, federasyona kurd qels dikin û pirtir bi sîstemeka merkezî re lihevhatî ne, Bexdayê xurt dikin.
Mesela qanûna petrolê yek ji wan qanûnan e ku ew pêşniyariya ku hukumeta Kurdistanê li ser razî buye bi xwe jî eger bibe qanûn di demeka 10-15 salan de ê hukumeta merkezî bike take hêza xwedî û biryardera petrola Iraqê. Rola Kurdistanê di wê hukumeta merkezî de tim ê picûk be, biryar bi deng û hêzên ereban ê bên derxistin.
Ji bo ku qanûna petrolê ne wek qanûna dewleteka unîter a merkezî be û li gel sîstemeka federal lihevhatî be divê milkiyeta petrola her herêmê qanûnîyen di destê dewleta federe ya wê herêmê de be, ew herêm şirketeka petrola xwe hebe, pişt re şirketên her herêmê bên ba hev, li ser esasekî federalî li Bexdayê konsorsuyûmekê ava bikin û bi hev re di prosesa berhemhênan, firotin û parvekirina dahatên petrolê de xwedan biryar bin.
Di mesela orduyê û budçeya pêşmergeyan de jî pêşniyariya ku hukumeta Kurdistanê tîne li gor sîstema unîterîya merkezî ye û asayiş û ewleyiya sîstema federe li hemberî hêza Bexdayê dixe nav zeafiyetê. Kurdistana federe daxwaz dike ku budçeya pêşmerge rasterast ji budeçeya wezareta parastina Iraqê bê dayin. Eger di sîstemekê de ku patrona hêzên pêşmerge wezareta parastina Iraqê be kîjan roj hebe ew wezaret yan ê hêza pêşmerge li dijî herêmê bikarbîne, yan jî ê meaşê wê bibire, ji alî teknîk û perwerdeyê ve paşde bixe da nikaribe Kurdistanê biparêze. Diviya budçeya pêşmerge di destê hukumet û parlamentoya Kurdistanê de bûya. Diviya pêşmerge ji bo berdewamiya jiyana xwe ne li destê Bexdayê lê li yê Hewlêrê binihêrtaya.
Sîstema federe ya misogerkirî ew e ku hîç dezgeyên dewleta federe yên burokratîk çi sivîl û çi eskerî, bi tu awayî ne ji alî malî, ne jî ji alî îdarî ve rasterast bi hukumeta Bexdayê ve ne girêdayî bin, hemû di bin îdareya rasterast a hukumeta Kurdstanê de bin.
Her pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ên li ser esasê federaliyê divê tenê di ser hukumet û parlamentoya Kurdistanê re bên bestin. Wekî din dikarin ji alî ewleyî, malî û dîplomasî hin dezgeyên federal hebin ku pêwendiya wan ne bi îdarekirina herêmê, lê bi meşandina sîstema federal a welatî ve hebe. Wek orduya Amerîkayê, FBI, CIA, wezareta derve, Pentagon, dadgeha federal û hwd ên Amerîkayê.
Pirseka din jî heye, meriv dixe gumanê ku kurd li ser meseleya sîstema federaliyê ne zelal in. Siyaseteka taybetî ya kurdan li ser ku gelo Iraq ji çend dewletên federe pêk bê ne diyar e. Çend sal berê hin caran serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî eşkere kir ku ereb di nav xwe de doza du herêmên federe bikin, yan şîe ji bo xwe federasyonê bixwazin kurd ê piştgiriya wan bikin.
Lê mesele ji vê zêdetir neçû. Qasî ku meriv fahm dike siyaseteka darêjtî ya kurdan a ku ‘gelo Iraq bibe du an sê herêmên federe’ tune. Kurd vê, meseleyeka li dervayî xwe, wek pirseka navbera ereban fikir dikin, tenê li ser federasyona xwe bi israr in, li ser federasyonên din projeyake wan tune. Lê gava meriv li serê hûr bifikire, pirsa ku ereb ê bibin du dewletên federe, yan şîe û sunne ê di yek herêmê de bi hev re bimînin ji bo kurdan jî giring e, heta tesîra wê bi awayekî heyatî li ser paşeroja Kurdistana federe û pirsa Kerkukê heye. Çawa?
Gava şie û sunne bi hev re di nav herêmekê de bin, Iraq ê li ser esasê du dewletên federe ava bibe. Di rewşeka wiha de ê li hemberî kurdan desthilat û dewleteka gelek xurt a yekbûyî hebe ku terazuya du-kefeyî ê tim ber bi ereba ve dakeve û kurd her sivik bimînin. Ev ê rê li ber prosesa xurtkirina Bexdayê, li ber sîstema ji federaliyetê ber bi merkeziyetê ve veke. Piştî demekê Iraq ê careka din bibe dewleteka merkezî ku kurd ji otonomiya 11-ê adarê jî kêmtir xwedan maf û desthilat bin.
Lê eger sê dewletên federe li Iraqê bên avakirin, her sê jî ê bixwazin ku desthilatên wan ên herêmî xurt bin, hukumeta Bexdayê jî ê tenê hêza xwe ji hêza hersê desthelatên herêmî werbigire û ê balanseka federal a maqûl li Iraqê ava bibe. Ereb ê dev ji kultura merkziyetiyê û unîteriyê berdin baştir bibînin ku dezgeyên herêmên federe çi ne û yên federal çi ne.
Ji alî din, eger şîe û sunne bi hev re dewleteka federe avabikin, ê tu carî qebûl nekin ku Kerkuk vegere ser Herêma Kurdistanê, ê di nav dewleta mişterek a ereb de bihêlin. Lê eger du dewletên federe ên ereb hebin, erebên şîe ê zûbizû nexwazin ku Kerkûk bibe parçeyek ji dewleta erebên sunne. Ew ê karibin bên razîkirin ku Kekûk di nav hidûdê Kurdistanê de bimîne. Heta dewleteka wek Îranê jî ê karibe piştgiriya wê bike ku Kerkûk neçe ji erebên sunne re, lê li Kurdistanê bimîne. Çimkî sal û nîv, du sal berê gava Tirkiyeyê daxwaza mayina Kerkûkê ji bo ereban kir Îran li hember projeya Tirkiyeyê rawestiya.
Gelek pirsên bi vî awayî yên konkret ên qanûnan, biryarên hiqûqî, siyasî û dîplomasî hene ku divê hûr hûr bên fikirîn, yek bi yek li ser wan bê rawestiyan ka gelo ev qanûn yan ev biryar ê bi çi awayî tesîrê li ser sîtema federalî bike. Divê hesabekî dûrûdirêj ji heryekê ji wan re bê kirin.
Desthilata Kurdistanê lazim e berî hilbijartinên Amerîkayê, hela hela berî sala nuh (ku serokê êbê yê Amerîkayê herî zûtir ê serê sala nuh dest bi kar bike) di mesela sîstema federalî de projeyeka piralî darêje, hûr hûr bifikire, dûrûdirêj hesab bike û li gor wê ji siyaseta nuh a Amerîkayê îstîfade bike ku diyar e ê piştî hilbijartinan bê . Pênc sal derbasbûn bêyî ku ew destkeftîyên meriv karibe di van pênc salan de bidest xe hatin bidestxistin. Bila çar salên din jî wiha derbas nebin.
Rast e pirsa asayiş û aramiya Iraqê heye, pirsa yekpareyiya Iraqê, xelaskirina Bexdayê ji bêdesthilatiya felcbûyî heye. Lê ji bo kurdan, gava zelalkirin û avakirina sîstema federalî ya seranserê Iraqê (bi awayekî ku federaliyek rastîn ji kurdan re misoger be û hemû ax û xelkê Kurdistanê di bin vê dewleta federe de bigihê hev) divê tim bi kêmasî gavekê – du gavan li pêşiya xelaskirina Bexdayê ya ji felcbûnê be. Çimkî ne wiha be di rojên pêş de Bexda dikare Hewlêrê felc bike.
Leave a Reply