Hêro wek her însaneka kurd e
Mûrad Ciwan
NETKURD: 19/12/2005
Hêro Îbrahîm Ahmed, hevjîna Celal Talebanî serokkomarê Îraqa Federal, first ladya Îraqê. Îsal du caran firsend ket destên min ku ez wê ziyaret bikim. Carekê havînê, cara duduyan jî bi minasebeta festîvala Gelawêjê di meha çiriya paşîn de.
Lê ne li Bexdayê, her du caran jî li Silêmaniyê, di nav hercumerca karûbar de. Ne mecbûr be, ne bi berpirsiyariya temsîlkirina Îraqê di hevdîtin an civîneka navneteweyî an a dualî ya bi welatekî din re be, ew ê qet neçe Bexdayê. Jiyana wê ya sade, mitewazîtiya wê û xebatkariya wê ya bi şev û roj bala min dikêşe. Piçekî jî kurmancîaxêviya wê…
Gava cîbek ji Silêmaniyê ber bi çiyayê pişta bajêr, ber bi koşka sade ya li ser girê Debaşanê de diçe di serê min de ev raman hene.. Koşk li ser Debaşanê li rex riyeka giştî avabûye ku silêmaniyeyî berdewam tê re diçin û tên û havînan rojên pişûdanê tên li rex wê riyê pîknîk dikin, vedixwin, kebaban dibijêrin.
Li aliyê din ê rêyê tesîsên Kurdsatê hene. Derûdora koşkê û avayiyên Kurdsatê bi darên çaman girtî ne. Cîb dikeve hewşa koşkê, diçe li ber derî radiweste, ez peya dibim, teşrîfatçiyek min vedixwîne hundurê salona mêvanan, ew derdikeve di pey wî re Hêro Xan tê, bixêrhatina min dike, ji min dipirse ka ez çi vedixwim, li ser daxwaza min çayê dixwaze û em ji bo hevpeyivînê rûdinên.
Esas ew ewqas jî ji hevpeyivînan hez nake, lê rica min naşkîne, em dest bi hevpeyivîna xwe dikin.
– Hêro Xan eger tu îcaze bidî ez dixwazim bi kurmancîaxêviya te dest bi hevpeyivînê bikim. Tu bi me re kurmanciyeka zelal a rewan diaxivî. Ev kurmancîaxêviya te ji ku tê?
– Ji dayika min têt. Çimkî dayika min ji aliyê Zaxoyê ye û bavê min ji Silêmaniyê ye. Em li malê bi herdu diyalektan dipeyivîn.
– Dayika te ji Zaxoyê ye?
– Dayika min nîvê wê ji Zaxoyê ye, nîvê wê ji alî Wanê, Başqaleyê ye. Dêya dêya min ji alî Wanê ye ji wê derê hatine Başqela û Şemzînan, pişt re jî hatine Mûsilê ji wê derê jî Zaxoyê….
– Em dizanin ku Hêro Xan keça siyasetmedar û edîbê binavûdeng, têkoşerê kurd Îbrahîm Ahmed e û hevjîna Mam Celal yan jî bi gotina niha serokkomarê Îraqa Federal Celal Talebanî ye. Lê wekî din Hêro Xan kî ye? Tu ji kerema xwe re dikarî piçekî behsa jiyana xwe bikî, Hêro bi me bidî nasîn?
– Hêro însaneka kurd e, wekî hemî xelkê kurd ke gellek nexwoşî dîtiye di jiyana xwe de û xweşî jî dîtiye. Wek her kurdekê nexwoşiya wê pirtir bûye.
– Lê wek keçeka, jineka kurd?…..
– Wek keçeka kurd nexweşiyên reviyanê, malsotin, bajarhêlan, min jî wek her keçeka, jineka kurd ev karesat dîtine.
– Hêro Xan we berî serîhildana 1991ê li dijî dîktatoriyetê şer kir. Xebata siyasî ya rewşenbîrî ya pêşmergayetî… Rola jinên kurd di şoreşê de çawa bû?.. Heke tu karibî ji jiyana xwe jî nimûneyan bidî em ê kêfxweş bibin.
– Jina kurd di gelek waran de kar dikir. Pîrekek hebû, ew pêşmerge bû, pêşmergeyeka temam, hêzeka xwe hebû, fermandara wê hêzê bû. Hind xurt û aza bû me qet navê wê, navê xatûnê nedibir. Me digotê Milazim Helîm.
Milazim dereceyeka eskerî ye seroka hêzekê ye. (Tegmen n. m.) Di şer de wê ferq nebû li gel mêra çi şer hebûya diçûyê, diçû çeperan şer dikir. Hêza wê eşîr bûn û ew jî bi rastî xatûneka şerker bû.
Wekî din jî pîrek hebûn, lê wan pirtir di beşê îlamê (weşan û çapemeniyê, ragihandinê) de xebat dikir. Hinên din hebûn ku di nexweşxaneyan de di karûbarê nexweşî û dermankirina birîndaran de kar dikirin.
Firs lady Îraqê Hêro Xan li qesra spî bi Laura Bush re
Her wiha gelek caran qewimiye ku jin kevaniya malê bûye, ne pêşmerge bûye, lê şerê dijmin bi ser wan de hatiye, wê jî li gel mêrê xwe azayane şerê dijmin kiriye.
Wan di şoreşê de di warên gelek xeter de jî rol digirt. Dibûn poste, di navbera bajar û çiyayan de mektûb dibirin dianîn.
– Baş e di şoreşê de mêrê kurd çi qîmet dida rola jinan? We qet hest pê kir ku mêr kêm qîmetê didin rola we?
– Ez li gelek deveran geriyame, çûme gundan. Erê rast e ji ber sedemên eşîrtî, sedemên dînî hin tişt hene, lê mêrê kurd di kûraniya dilê xwe de rêzeka taybetî ji bo jinê digire.
– Wek jineka pêşmerge we qet hest nekir ku pêşmergeyên mêr, gundî bi awayekî din bala xwe didin we, baweriyê bi rola we naynin?
– Min bi xwe çend hadîse hene.. Nîşan didin ku divê jin xwe ferz bike, jin îsbat bike ku dikare tiştan bike.
Wextê em li çiya bûn, ne ku her jinê, mêr jî diviya xwe îsbat ke. Hene buyer ku hatine serê min. Di destpêkê de gava pêşmerge diçûn coleyê, diçûn operasyonan, min hez dikir ez li gel wan biçim (Hêro Xan di dema şoreşê de di ragihandinê de kar dikir, ekîba wê hebû fîlm û foto dikêşan n. m.), bi pêşmergeyan ne xweş bû. Her yek dihat, dipeyivî, digot tu dê bêyî tu yê çi bikî tu yê bibî bela li serê me…
Min digot ez nabim bela li serê we, bo ez ê bibim bela? Min digot heke min bi rê de neşiya ez bimeşim, min bihêlin û biçin. Derket ku wan baweriya xwe bi min nedianî ku ez ê karibim bi wê sureta wan li gel wan bimeşim. Çimkî ew wext li çiya û şaxan bi roj û şevan çûyin gelek zehmet bû û diviya meriv bi lez bimeşiya. Pêşmergeyê feqîr ji wantirê ez nikarim bi tempoya wan biçim.
Lê ev di destpêkê de bû. Gava dîtin ku ez dikarim, tehamula tî û birçîtiyê, tehamula çûyinê dikim îdî careka din li hemberê min ranewestiyan.
– Tu bi salan wek pêşmerge li ser şax mayî, çiya bi çiya geriyayî. Gelo bîranîneka te ya herî balkêş ku te jibîr nekiriye heye?
– Wellahî min gellek gellek bîranîn hene. Çimkî jiyaneka gelek taybet bû. Ez yekê bêjim ku aniha ket bîra min û ê her û her ji bîra min neçe, ez ê bêjim.
Carekê, destpêka buharê bû. Em li Qendîlê bûn. Em ji Navzengê diçûn ber bi aliyekî din ve. Em di Qendîlê re dibuhurîn. Me hin malên rewend dîtin. Hûn jî dibêjin rewend?
– Belê, em dibêjin koçer jî…
– Koçer.. Belê şeş malên koçer hatibûn li alî Qendîlê piçûk danîbûn. Me xwe gihand warê wan em gelek westiyayî bûn, em dabeş bûn, her hinek ji me bûn mêvanê maleka ji wan.
Ji bextê me yê reş re ew grûba ku ez li gel bûm em bûn mêvanê malekê ku hîn reşmala (konê) xwe venegirtibûn, barê dewarên xwe dananîbûn. Serma û seqemeka gelek ecêb hebû. Em qebûl kirin. Em hewandin heta ber bi nîvro, ez dirêj nakim pişt re em bi rê ketin em di ber reşmaleka din re derbasbûn ku jinek li berê bû, mêrê wê ne li mal bû, me pirsî, got, ew esas xelkê Qeladizê ne, lê ji ber dewarên xwe, heywanên xwe hildikişin zozanan.
Wê mencelkek aprax çêkiribûn, apraxên buharê, ji bo xwe û zarôkên xwe çêkiribûn dabûn ser agir. Jinikê got bi Xwedê çibe jî hûn ji vê derê naçin, divê hûn ji van apraxan bixwin.
Her çendî me got Xwedê ji te, ji dê û bavê te razî be, niha ne wextê xwarinê ye, û paşê te mencelkeka piçûk ji bo xwe û zarokên xwe deye ser agir. Em gelek in, heke em bixwin têra we namîne. Got em ê her yek bi yek par bikin û bixwin.
Yanî xelkê kurd, pîreka kurd mêrê kurd hind dilê wan bi şoreşê ve bû. Dilê wê razî nebû ku ew wê mencelka apraxan bi xwe bixwin, em hemû bûn şirîkên apraxên wê.
– Ev du sal û nîv in ku dîktatoriya rejima Saddam hilweşiyaye. Hilbijartin çêbûn, Mem Celal pişt re bû serokkomarê Îraqê. Tu bi xwe bûyî banuya ewwel, yanî first laydya Îraqê. Tu li ser vê rola xwe ya resmî çi hîs dikî?
– Wele tu rastiyê bixwazî, ez ji vê role hez nakim, çimkî min di jiyana xwe de gelek zehmetî dîtiye. Ez dizanim ku xelkê kurd jî çend zehmetî dîtiye. Ez di jiyana xwe de gelek nêzîkî her awe kurdên me bûm, min ew nas kirin. Min ji nêzîk ve hemî êş û derdên millet dîtine. Yên min nedîtine jî min li ser wan gelek xwendiye, ez rewşa wan dizanim. Ez her Hêro me, nayêm guhertin, ne bi vê leqebê ne bi sed leqebên dîtir.
Û ez dizanim ku vî postê ku Mam Celal wergirtiye encama êş û derdê kurdan e. Ji ber hindê ji bilî miletê kurd kesî heq nîne fexrê pê bike. Serbilindiya wê digere ji bo miletê kurd ne ji bo tu kesê din.
– Wek first lady hûn seredanên welatên rojava û rojhilat dikin, yan jî dîplomatên wan seredana we dikin. Ferqa navbera rojhilat û rojava çi ne, yan dijwariyên wan çi ne, tu hîç rastî dijwariyan hatî gelo?
– Dijwarî du sê tişt in. Ewel car ev kar li Iraqê tiştekî gelek nuh e. Heta di zemanê Ebdulkerîm Qasim de jî nebû, di wextê Saddam de îcaze car hebû car nebû ku jin hebe. Yanî ev rol li Îraqê tişekî gelek nuh e.
Ku em werin ser dîplomasiyê, ez însaneka pêşmerge bûm, jiyana min li şaxan û biyaniyan buhurîye. Wek însan jî ez hez ji protokola dîplomasiyê nakim. Ez hez ji wê dikim ku insan tebîî bin, gelek nêzîkî hevdu bin. Loma jî meselaya dîplomasiyê ji bo min zehmet e. Lê di van çend seferên ku min kirine ez dibêjim qey min çu xeletî nekirine. (dikene) Kesî ji min re negotiye ku te tiştek kiriye.
Bileks ji ber ku ji mêj ve ye karekî min heye ez li mindalparêziyê, ew dezgeha min a zaroka ya heyî, ez li wê derê kar dikim, ji 1991ê ve, ji ber wê jî agahiyên min li ser kêşeyên zarokan. tevgera xelkê, kêşeyên vê serdemê hene. Ez di van meseleyan de ne nuh im. Ji alî siyasî, rêxistinî û civakî ve mişkileyeka min nîne…
– Piçekî jî henek. Gava em li tarîxê dinêrin, li Selaheddînê Eyyubî, em dibînin ku tevî ku ew sultanekî mezin bû di çîhanê de naskirî bû, rêz lê dihat girtin, xizmeteka mezin ji bo îslamê kir jî ereban ew bi dilekî vekirî qebûl nekir, dexesî lê kir, gotin ev kurd ji ku hat bû bela serê me.
Gelo nuha te bi xwe jî tu tiştek bihîst an tiştek hîs kir ku erebek bêje ev kurd ji ku derketin hatin bûn serokên Îraqê, me îdare dikin?
– Şairek ereb heye, bi gotin şiira wî niha nayê bîra min lê ez maneya wê ji te re bêjim, bi maneya şiirê ew şairê ereb dibêje Selaheddîn kurd bû bi ser ket bû ereb, lê eger şikest xwaribuya ê bibûya casûsekî kurd.
Ev fikir a şovenîstî ya ereban e, wê gavê ew li ser Selaheddîn welê difikirîn, wan pê nexwoş bû lê niha ew wî dikin ereb.
Bi nisbet wez’ê Mam Celal jî rast e di nav ereban de xelk hene ku wan pê nexoş e, bi taybetî yên şovenî. Bes xelk jî heye ke pê xoş e. Min herdu alî jî dîtine. Xelk heye ku qet pêwendiya wî bi kurdan nîne jî kêfxweş e ku Mam Celal buye serokkomar, dibêje, birehm e, dilvekirî ye…
– Em dizanin ku tu esas tenê di dereca resmî de qîmetê didî pirsa first ladytiyê. Lê wekî din jiyaneka te ya sade û mutewazî ya rojane heye. Tu her û her xebatkarek î, berpirsiyara hin dezgeyên kurdistanî yî. Pirtir ne li Bexdayê lê li Silêmaniyê dimînî.
Gelo tu dikarî ji me re behsa jiyana xwe ya rojane bikî? Mesela 24 saetên te çawa derbas dibin?
– Carina ji min re dibêjin tu ji bo çi nayê bo Bexdayê. Ez dibêjim ez ê bêm Bexdayê çi, min kar li Bexdayê nîne, heke ez bêm Bexdayê ez ê bêkarekî li Bexdayê zêde bikim.
Li Silêmaniyê karê min heye û ez hez ji karê xwe dikim. Karê min ne karekî wiha ye ku yek tayina min derxe û bêje were vê derê bibe mûdurê filan dezgehê. Na ev karê min, bi renc û keda min û ya hin biraderên min bi xwe pêkhatiye. Gava meriv tiştekî bi hezkirin û renca xwe ava bike meriv nikare dev jê berde, ez di burokrasiyê de mudur a’mek nînim ku wî meqamî li wir bihêlim biçim ser meqamekî din.
Ez gellek gellek hez ji karê xwe dikim, hez ji kovarên xwe, ji televizyonên xwe dikim, ez hez ji karê parastina zarokan dikim, ez hez ji wan karan dikim ku li gel xortan dikim. Min gelek karên din jî hene.
Carna hin dibêjin tu çawa dikarî hemû karan bikî, pê re bigihînî. Ez hemiyan bi tena serê xwe nakim. Mesela mudurê kovarê, gava ew di karê xwe de sererast dibe, ez îdî kar berdidim ji bo wî û destê xwe naxim karê wî. Ew karê xwe dimeşîne. Gava mişkileyeka mezin hebe ew tê ji min dipirse, lê wekî din ew di karê xwe de azad e.
– Tu serpereştiya hin dezgehên kurdistasnî dikî, mesela Kurdsat, Dezgehê Xak, Dezgeha Parastina Mindalan.. Hin dezgehên din jî.. Gelo tu dikarî piçekî van dezgehan bi me bidî nasîn?
– Li Kurdistanê min gelek karên piçûk piçûk kirine, ez neşêm hemuyan li vir binav bikim, lê ew karên ku hinekî mezin in yek ji wan ew dezgeha parastina mindalan e. Fikra avakirina rêxistineka wiha hê piştî enfalê gava em li şax bûn, li ser sînor bûn, bi min re peyda bû, lê wê gavê min têr nedizanî ku xelk çawa rêxistinên wiha ava dikin. Heta piştî raperînê em hatineve şaran me destpêkir ev rêxistin avakir. Di 1991ê 1992yê de. Ji bo parastina zarokan.
Em parastina zarokên bêdêûbab dikin. Bes gelek îmana min bi parêzxaneyên zarokan nayê ku em wan ji derûdora wan bistînin rakin bibin têxin wan deran, zarokek heta kesekî wî yê nêzîk hebe, dapîrek, mamek, xizmek, em mesrefê bikin heta îmkan tê de heye ew di nav kesên xwe de bimîne, di nav malbata xwe de perwerde be, ne ku li yetîmxaneyan.
Mam Celal ji bo 2000 piçûkan pare dide, em di vî warî de hem li hundur hem jî li derveyê welatî kar dikin. Wekî din em alîkariya mekteban, xwendingehan jî dikin… Karê mindalparêziyê karekî gelek mezin e, heke we firsend peyda bû biçin lê binêrin.
– Baş e mesela Kurdsat û Xakê?…
– Xak berî Kurdsatê hat. Televizyoneka mehelî ye. Di destpêkê de tenê televîzyon bû. Piştî televizyonê Sîxurme jî çêbû. Ew kovareka satîrî ya siyasî ye.
Berî Xakê me kovareka zarokan a bi navê Pepûle derxist. Du hejmar derketin, wê wextê ez nezan bûm, min îmkan neman, me Pepûle rawestand. Lê piştî ku Xak ava bû me ew jî jiyandeve, careka din dest bi Pepûle kir. Elhemdullîlah ew jî niha berdewam e. Rûpelek tê de heye mesela fêrkirina zarokan bi alfabeya latînî. Kovareka din heye bi navê Xak, mehane ye. Me radyoya Xak jî heye. Elhemdullîllah heta niha tiştên me serkeftî ne.
Piştî Xakê jî me televizyona Kurdsat ava kir.
– Bawer dikim Dezgeha Xak Xelateka Zêrin jî belav dike tu ji kerema xwe re dikarî behsa wê xelatê bikî?
– Li Kurdistanê du sê şexsiyet hene ku bi rastî rêza min gelek e ji bo wan.
Helbet di mêjuya me de gelek kes hene ku xizmeta neteweyê me kirine û min rêzeka mezin ji bo hemûyan heye. Lê çend kes hene ku ji bo kultura kurdî bi giştî û bi taybetî ji bo şarê Silêmaniyê gelek xizmetên mezin kirine.
Yek ji wan ku elhemdullîlah me karibû em tiştekî ji bo wî bikin Hacî Tewfîqê Silêmaniyeyî ye ku bi navê Piremêrd tê nasîn. Ev pênc sal in ku em xelatekê bi navê wî dabeş dikin. Navê wê, Xelata Zêrîn a Pîremêrd e.
Em didin wan kesan ku xizmeteka mezin ji bo kurd û Kurdistanê kirine. Ev xelat wiha amade bûye ku hersal bê dayin. Lê me du salên pêşîn belavkirin û pişt re ev sê sal in ku halê min ê maddî baş nebû, li hev nehat em xelatan bidin, me ragirtibû.
Wekî din ev du sal bûn me ew kesên ku em xelatê bidinê peyda nedikir. Lê îsal me sererast kiriye û elhemdullîllah me ew kes jî peyda kirin, em ê xelata îsal bidin. Înşallah di ayendê de jî ê her sal xelat bê dabeşkirin.
– Baş e bi îcaza te em bên ser behseka din. Em dibînin ku Kurdistana bakur kêm agahî ji Kurdistana başûr, bi taybetî jî ji alî Silêmanî, Kerkûk û Xaneqînê heye. Bi baweriya te sedemên vê çi ne? Û meriv dikare çi bike ku xelkê wê derê zêdetir hay ji vêderê hebe?
– Sebebê esasî perçebûn û lehce ye. Û sebebê din dûriya me ye ji hidûdê Kurdistana bakur. Eger em dûr nebûna ji hidûd ê hatûçû baştir bûya û me zêdetir agahï ji hev hebûya. Mesela me çu mişkile nîne di navbera vê derê û aliyê Kurdistana îranê Mehabad û bajarên din de.
Mesela me ew e ku kesên diyalekta bakur dizanin heta niha zêde di nav me de nebûne. Lê niha me di Kurdsatê de çend projeyên baş danîne. Ez dibêjim ji bo me ji vî aliyî de baştirîn pird medya ye, çi bi televizyon an radyo bit, bi diyalekta ku ew jê fahm dikin em xwe bi wan bidin nasîn.
– Piştî şoreşê û piştî hilweşiyana rejima Saddam rewşa jinan li Kurdistanê û li tevayiya Îraqê çawa ye? Destûra giştî qebûl bû. Ji alî mafên jinan de hûn ji destûrê razî ne yan na?
– Welehî ji alî rewşa jinan û çend meseleyên din de jî ez sed der sed li gel destûrê nînim. Lê wekî ereb dibêjin eve ”ehsen’l mewcûd e”. Ya baştirîn a ku heye. Tu bi xwe jî dizanî ku partiyên îslamî yên miteterif xwedan pişteka zêde ne. Mişkileya din jinên, xanimên wan partiyan bi xwe bûn, di televizyonan de me dît, ew derketin ser kolanan, wan xwepênîşandan kir li dijî mafên jinan. Tiştekî ecêb e ew dijî mafên xwe bin.
– Di destpêka hevpeyivîna xwe de te got ku ji alî dayikê tu ji alî Wanê û Başqalê yî. Em ji wê herêmê re dibêjin Serhed. Gelo te çi peyam ji serhediyan re bi taybetî ji jinên serhedî re heye?
– Ez dixwazim behsa tecrubeya xwe bikim, ku di jiyanê de bi tecrubeyên xwe fêr bûme. Heke yek hez ji welatê xwe, xaka xwe bike, ji esmanê welatê xwe bike, divê bixebite. Xebat ne tenê siyasî ye. Heke ew bikaribe zarokên xwe baş bigihîne, keça xwe bike doktoreka baş, mihendizeka baş, nivîskareka baş, kurê xwe bike xwendewarekî baş, ev her wiha mezintirîn îsbat e ji bo kurdbûnê jî. Me tenê pêdivî bi awayekî însan nîne, bi her awe însanan heye, lê divê yên ku karên xwe bi zanayî, başî û profesyonelî dikin. Ew bi xwe jî divê bi profesyonelî tevbigerin.
Jina kurd çi karî dike bira bike divê yeka zîrek a profesyonel a birehm be. Mesela hemşîre be, derziyan li nexweşa bide, divê zana û birehm be.
– Li Kurdistana Bakur ji ber tesîra siyaseta dewleta tirk a asîmîlasyonîst tiştekî din jî heye, van salên dawiyê jin naxwazin kurdî, zimanê dayikê fêrî zarokên xwe bikin, pirtir dixwazin zarokên wan fêrî tirkî bibin. Bav jî her wiha ne. Tu dikarî ji dayik û bavên wiha re bêjî çi?
– Ew ê ku ilmiyen îsbat bûye, zarokek îmkan heye ku heta sê çar zimanan bi piçûkî fêr bibe. Mesela niha di mala me de ji dema dapîra min de heta niha em bi herdu lehceyên kurdî; kurmancî û soranî diaxivin. Wexta em diçin Bexdayê em bi erebî diaxivin. Em li îranê fêrî farisî bûn, li Ewropayê em îngilîzî fêr bûn. Û meriv bi ser dikeve jî.
Ji alî fikrî de min tu şol bi fikra kesî nîne. Yekî ku dibêje ez ne kurd im, ez neşêm jê re bêjim, na kaka tu kurd î dê kurd bî. Dibe ku wî rêyek ji bo xwe hilbijartiye. Bes wî heq nîne zilmê li zarokê xwe bike. Tu bihêle bira zarokê te kurdî jî tirkî jî, erebî jî bielime, ne mişkile ye, tu wî amade bike, gava ew mezin bû bila ew bi xwe rêka xwe peyda bike, biryara xwe bide ê bêje ew kî ye an bi çi zimanî biaxive. Misteqbelê zarokan divê ne bi destê dêûbabên zarokan ve be. Dê û bav divê wan bigihînin, amade bikin ku ew bi xwe karibin rêka xwe hilbijêrin. Perwerdeya wan li ser me ye lê hilbijartina rê li ser wan bi xwe ye.
– Pirsên me her ev bûn, ez gelek sipas dikim ku te ev wextê xwe yê hêja da me.
– Ez jî sipas dikim, Hun serkeftî bin.
Leave a Reply