Rojîn: Kurdistan deriyekî vekirî ye ji bo hemû hunermendan

Mûrad Ciwan
NETKURD: 13/1/2006

Hevpeyivîna bi Rojîn re

Rojîn: Kurdistan deriyekî vekirî ye ji bo hemû hunermendan

Rojîn bi hunerê xwe ji mêj ve bala min dikêşe. Ew keçikeka dengxweş a sipehî ya populer e.

Lê tiştê ku bala min dikêşe ew bingehê wê yê hunermendî yê dagirtî ye ku ji tiyatroyê û muzîkê wergirtiye. Em qebûl bikin ku jiyana dramayê a Tiyatroya Dewletê a Tirkiyeyê ne xerab e. Li gel vî bingehê hunermendî, ew şexsiyeta wê ya kurd a têgihîştî jî diyar dike ku kurdbûna wê ne modaya niha ye, ji dîrokekê, ji terbiyekê, ji malbatekê tê.

Ji bal hinan, ew gava derdikeve sahneyê wek keçikeka hawayî tê destnîşan kirin, lê gava meriv kûrtir li meselê difikire, xwiya dike ku ew bizava li sahneyê, ne ji hewayîtî, lê ji wî bingehê wê yê hunermendiyê, ji mihaweleya wê tê da heqê hunerê bide, huner çi jê dixwaze wê pêşkêş bike û hunerê kurd bilind bike, bigihîne kvalîteyeka nuh. Ji ber vî awayî gelek caran min xwestiye ku ez sohbeteka li gel wê a li ser jiyana wê, li ser hunerê wê bibihîzim, bixwînim.

Lê gava ew nigekî xwe davêje Swêdê, pêkanîna hevpeyivîneka wiha tê ber destê min. Ez ji xwe re dibêjim ”çima na. Madem hatiye ber te divê tu bikî”.

Bi saya hevalekî ku pêwendiyên wî bi me herduyan re heye em randewuyekê li Stockholmê didin hev û li kafeteryayeka aram a Stockholmê hevdu dibînin.

Ez û hevalê xwe berê li kafeteryayê ne, pişt re ew tê dikeve hundur.

Ew min nasnake. Ez dixwazim hin fotoyên wê yên orîjînal jî li gel hevpeyivînê bikêşim. Naxwaze. Dibêje gelek westiyayî ye, bi qiyafetê xwe jî ne amade ye. Helbet ji bo min muhîm e ku em wêneyên vê hevpeyivînê jî bigirin, lê ez dixwazim, wênegirtin bi dilê wê be jî, naxwazim ku em wê mecbûrî tiştekî bikin ku ew naxwaze. Loma di serî de ez israr nakim. Ez difikirim ka hela em hevpeyivînê bikin, bê heta dawiya hevpeyivînê Xwedê dibêje çi.

Em derbasî maseyeka din dibin û dest bi hevpeyivîna xwe dikin. Hevpeyivîn ji resmiyetê derdikeve, dibe sohbeteka germ a samîmî. Ez meraq dikim, dipirsim, ew jî a dilê xwe, samîmî çi difikire wê dibêje.

Di dawiya hevpeyivînê de ez kêfxweş im, lê ew ji min jî kêfxweştir e û dibêje ku min nizanibû ev hevpeyivîn ê bi vî awayî bimeşe. Dev ji westa min, ji neamadeyiya qiyafetê min berdin, hûn çend wêneyan, bi çi awayî dixwazin em bikêşin.

Em sipasî vê nezaketa wê dikin û du sê wêneyan dikêşin ku hemî jî nêzî hev in.

Hêvî dikim ku hevpeyivîn bi dilê we jî be, fermon bixwînin:

Pirtir Rojîn wek stiranbêjekê tê naskirin, welê xwiya dibe ku bi muzîkê dibile. Lê gava meriv ji nêzîktir bala xwe didiyê, jiyaneka te ya pir alî heye. Tu distirêyî, tu bi tîyatroyê mijûl î, di fîlman de rol digirî. Gelo tu dikarî bi kurtî ji me re bêjî Rojîn kî ye?

– Ez ji malbateka kurd têm. Diya min û bavê min kurd in. Ez li Edenê hatime dinyayê.Taybetiya min (belkî a temamiya hunermendan e) hê di piçûkiya min de înteresa min a ber bi hunerê de diyar bû. Hê ji piçûkî de min dixwest ez rola bikim, ez texlîda herkesî bikim. Bi deng û hereketan min dest bi texlîdkariyê, rolkirinê kir. Lê tu zanî li cem kurdan tiyatro piçûk tê dîtin, heta wek heqaretekê tê dîtin. Gava henekê xwe bi yekî dikin dibêjin ”ma tu tiyatro yî”. Karê tîyatroyê jî wek kêmasiyekê dihat dîtin. Malbata min digot ”berê xelk dihat ber deriyê me qeşmerî dikir em bi wan dikeniyan, lê îja herkes ê bi qîza me bikene”. Wan hewesa min a ber bi tîyatroyê de kêmasiyek didît.

Bes divê ez bêjim ku jiyana însana gelek tê guhertin. Di vî warî de jî gelek guhertin di têgihîştina civakê de pêk hatiye.

Tevî her tiştî min berê xwe da tiyatro û muzîkê. Lê divê ez bêjim min pir zorî kişand. Çimkî malbata min, kulfetan, nedixwest ez muzîk û tiyatroyê bikim. Wan dixwest ez lîseyê xelas bikim, bizewicim, zarokan bînim û bibim kevaniya mala xwe. Tesîra dîn jî li ser însana heye, dînê îslamê jî di van waran de zêde rê li ber jinan venake. Lê tu rastiyê bêjî ez kurdan esas zerdeştî dibînim. Dînê me yê esasî zerdeştî ye..

Ez di destpêkê de çûm, min li konservatuara Edenê xwend dûvre ez çûm konservatuara Ankarayê. Yanî nêzîka deh salan min bi hev re perwerdeya tîyatro û muzîkê girt.

Di serî de min dixwest ez di fîlmekî kurdî de bilîzim, ez albumên kurdî derxînim. Hin tişt wek min xwest birêveçûn, lê hin tişt jî wek ku min xwest birêve neçûn. Çimkî li Tirkiyeyê karûbarê li ser hunera kurdî wek gomlegekî ji agir e. Gelek zor e, gelek rê li ber meriv girtî ne. Nahêlin. Lê min di ber xwe da. Wek keçeka kurd a ku tiyatro xwendiye, perwerdeyeka birêkûpêk wergirtiye û bi şîrketeka navneteweyî re kontrakt çêkiriye ez bi ser ketim.

Wek hunermendên kurd ên din ez dixwazim di vî warî de têkoşîna xwe bidomînim. Daxwaza me ew e ku fîlm û tîyatroya kurdî jî bi awayekî rêkûpêk xwe diyar bike.

Fîlmekî me amade dibe înşallah ew  ê di pêşiya me de beşdarî Festîvala Fîlman a Canê jî bibe.

– Li ser xêrê be, fîlm çi bû?

 – Fîlmê Hiner Salim me li Kurdistana Başûr kêşa, li ser jiyana kurdan e.

– Tu dikarî ji me re piçekî agahî li ser fîlm bidî.

– Ez dikarim hinekî behsa rola xwe bikim. Rola min keçeka kurd a Kurdistana Başûr e, dê û bavên wê di Enfalê de hatine kuştin. Ew tenê maye. Keçikeka xweşik e. Ji ber vê xweşikiya wê zabitekî ereb wê ji xwe re dibe. Ew hebekî bi zabit re dimîne filan bêvan. Pişt re keçik dikeve destê amerîkiyan û were berdewam dike.Di fîlm de jiyana însanan ji her çar perçeyên Kurdistanê tê nîşandan. Birastî jî fîlmek e ku jiyana kurdan derdixe pêş.

– Yên din ên ku di fîlm de dilîzin kî ne?

– Nazmî Kirik heye, Ciwan Haco ye, roleka wî ya piçûk heye. Belçîm Bîlgîn heye, Abdullah Keskîn heye.

Berê me digot qey tu bingehekî sînemaya kurdî tuneye. Me zêde agahî ji sînemaya kurdî nebû. Min tenê bihîstibû ku di 1946ê de operaya Dayik Nîştiman lîstiye..

– Li Mehebade…

– Belê, di dewra Cumhûriyeta Mehabadê de. Lê îro em dibînin ku sînemaya kurdî birêkûpêk dikeve festîvalên navneteweyî, xwedan tarz û stîl e. Kêfa meriv tê.

– Yanî tu dibêjî hêviyekê dide hunera sînemaya kurdî?

– Helbet, helbet, hêviyê dide sînemaya dinyayêjî.. Hiner Salim, Behmen Qubadî, ji derhênerên xelkê ne kêmtir in, ev hêviyên me ne.

– Baş e. Kurdistana Başûr aniha buye xwedan dewlet, damûdezge, hewayeka din heye, ji bo kurdan bi her awayî azad e. Tu çi difikirî, Kurdistana başûr çi îmkanan pêşkêşî sînemaya kurdî dike? Kurdistana Federe kare bibe palpişt ji hunera sînemaya kurd re?

– Lê çawa. Gava cara pêşîn ez di deriyê gumrikê re ketim hundurê Kurdistana azad û min lewheya ”Welcome to Kurdistan” dît agir bi hundurê min ket, min xwe negirt, hêsir ji çavên min bariyan.

Piştî ku em ketin hundur jî pêşwaziya ku ne li min tenê, li hemû hunermendan hat kirin, ew qedr û qîmeta ku dan me, pir kêfa min het.

Ji alî sînemayê de jî… Meriv dibîne ku dixwazin Kurdistanê bidin nasîn, vî welatî bi awayekî din ava bikin. Meriv wê hewes û daxawaza wan a ku alîkariya hunera kurdî bikin, sînemaya kurdî bilind bikin, eşkere dibîne.

Bi vê delîveyê ez dixwazim sipasiyên xwe pêşkêşî wan bikim, bi taybetî Seîd Barzanî û Serdar Barzanî, ji bo derketina klîba min jî wan gelek alîkarî kir.

Kurdistan ji her hunermendekî/a kurd re deriyek e. Ev çarde sal in ku ev dewlet ava buye, ez gelekî li ber xwe ketim ku ez zûtir neçûme wir. Gerek em ji berê de çûbûna, me alîkariya hev bikira. Gava meriv diçe dibîne, meriv fahm dike ew bi çavekî mezin bi hedefên mezin li meselê dinêrin. Têkiliyên wan bi derve re hene, ji alî aborî de jî, ji alî hunerê de jî, ji alî peywendiyên însanî de, ji alî siyasetmedariyê de, kurdan gelekî peywendiyên xwe fireh kirine.

Meriv dibîne ku erê, vê care dara me reh berdide, kok digire. Erê tesîra Amerîkayê li wir heye, lê çi, tesîra Amerîkayê, îro li her derê heye.

Gava ez nuh çûm, di destpêkê de ez difikirîm, min digot, Amerîka di nav meselê de ye ê çawa bibe. Lê pişt re min dît ku gava meriv di tengayiyê de be, bi şexsiyet meriv alaya xwe hilde ev jî riyek e. Kurd bêçare ne. Em ketine sedsala 21ê, hîn kurd di çi halekî dijwar de ne. Rewşa dinyayê wiha ye, kurd ji vê pêştir karin çi bikin?

– Ev fîlm ê kengî derkeve piyasê?

– Bawer dikim heta şeş mehan ê karibe derkeve piyasê.

– Kengî ê biçe Canê?

– Ez di wê de zêde ne emîn im. Lê daxwazeka xurt a ber bi wir de jî heye. Hiner Salim derhênerekî me yê hêja yê xwegihandî ye. Li Fransayê fîlmên wî yên ne li ser kurdan jî tên ecibandin. Ez pir pê serbilind bûm gava ez ji nêzîk de pê re xebitîm. Li Tirkiyeyê ez gelek caran derketime ber kamerayê. Gava min biryara rolgirtina di vî fîlmî de girt gelek pirs di serê min de hebûn. Lê min dît ku însanekî dagirtî ye, kamerayê zane, teknîkê zane.

– Meriv dikare bêje ku ew bi zanebûna xwe, tecrubeyên xwe û teknîka xwe ji yên dinyayê ne kêmtir e?

– Belê, pêştir e jî. Em li serê çiyayekî bûn, me ciyê xwe li sahneyê digirt. Min rola keçikekê dilîst navê wê Jêkaf(JK) e. Jêkaf jî li Kurdistana Îranê partiya kurd a yekemîn e. Belê navê wê Jêkaf e, ew li serê çiyê disekine û stiranekê dibêje. Dinya ewr bû wilo. Hiner îdare dikir, ekîbê teknîkê tev li wir bûn. Kela min rabû, girî bi min ket, ez bi rastî giriyam. Ekîbê dest pê kir tev bi min re giriyan.

– Ne li ser îcaba rolê, bi rastî hûn giriyan, ne?

– Belê em bi rastî giriyan. Gava me kêşana fîlm xelas kir ez gelekî serbilind bûm. Ji texmîna min gelek wêdetir em serkeftî bûn.

– Saeta we xweş, hêvîdar im ku ew heta dawiyê bi wê sekeftîtiye xwe pêk bê, derkeve. Hêvîdar im ku temaşevan jî jê hez bikin. Madem we ew qas bi ciddiyet û dilxwazî karê xwe kiriye, bêşik ê fîlmekî baş jê derkeve.

– Fîlmekî gelek hêja ye. Çîroka kurda ye. Her kurd kare xwe tê de bibîne.

– Em vegerin ser peywendiyên te û tîyatroyê. Te jî bahs kir ku ji piçûkî de daxwaz û meyleka te ya zêde ber bi tiyatroyê de hebû, tevî ku ev kar piçûk dihat dîtin te xwe dayê konservatuar, hunermendiya tiyatroya dewletê, lîstika di piyesan de….

– Belê min di 25 tiyatroyan de rolên cuda lîstin.

– Belê em werin ser jiyana te ya bi tiyatroyê re, tu bi çi çavî li van peywendiyên xwe yên bi tiyatroyê re dinêrî. Jiyana te ya wî aliyî çawa ye. Dijwarîyên ku derketin hemberê te, asankariyên ku tiyatroyê dan te çi bûn?

– Di serî de divê ez bêjim, min tecrubeyên pir mezin ji tiyatroyê girtin. Ez vê rastiyê jî bêjim. Tirk di hunerê tiyatroyê de, çiqas em bêjin dijmin in, dilnexwaz in jî divê em qebûl bikin ku xwe gihandine, di vî warî de bi pêş ketine. Tiyatroya dewletê ya Tirkiyeyê muesseyeka ciddî ye. Min rolên gelek giran lîstin. Min rolên piçûk jî yên mezin jî lîstin, min bi wan re gelek zehmetî kêşan. Talîya talî ne şexs, lê sîstem tê, xwe dixe ber te, Tu kurd bî ew qas keda te ne muhîm e.

Mesela gava min xwest ez îzin bigrim, biçim di vî fîlmê kurdî de bilîzim nehiştin. Gotin bira fîlmekî îngilîzî be, erebî be, em amade ne îzinê bidin te. Adeta wan ew e ku gava hunermendek îzinê dixwaze didin gişan. Min jî daxwaz kir ji bo film. Berê gotin baş e paşê gotin çi film e. Min got fîlmekî kurdî ye, dîhn bûn. Tevî ku hunermend in, meriv bi çavê hunermendî li wan dinêre, ew bi salan li ser jiyana însana dilîzin, însanan divê baş nas bikin, jinên di nav dijwariyan de mane divê baş fahm bikin. Lê meriv dibîne ku baweriya wan bi wan nayê, belengaz in.

Gava wan ez red kirim bi rastî gelek bi min zehmet hat, ez giriyam, min ew qas bi wan re kar kiribû. Min ji bo mehû nîv, du mehan îzin dixwest nedan min. Meaşekî baş jî didin meriv. Lê gava min ev dît, ez hêrs bûm, gotin baş e ka here senaryoyê bîne, min got na, ez nema disekinim, min îstîfa kir.

Pişt re xeber verêkirin, gotin heta şeş mehan dema te heye, vegere. Lê tirba birçiyan tune ye. Tevî ku meaşê wan zêde ye jî ez ne mihtacê meaşê wan im. Esas ez mihtacî zanyarî û tecrubeyên wê derê bûm.

Mixabin ku di warê tiyatroyê de kurd gelek nezan û bê tecrube ne. Ez wek mamoste çûm MKMê, min mamosteyetî dikir, ji min re digotin ”ev mamoste makyajê dike, jintiya xwe derdixe pêş”. Ew fahm nakin ku ez jin im, helbet ez ê jintiya xwe derxim pêş.

Esas ji bo tecrube û zanîna ku li wê derê heye, min dixwest ez bimînim, heta di demeka pênc deh slan de ez di Tiyatroya Dewletê de piyesekê lidarxim, Di nav wê dezgeyê de şeqamekê li ruyê wan xim.

Lê mixabin nemeşiya. Rojnameyên tirkan nivîsîn ku Rojîn riya xwe ji ya tiyatroya dewletê cuda kir. Ne min, tiyatroya dewletê xwest ev bibe. Bi dostayî xwe nêzîkî min nekirin. Tevî vê jî ez mînakeka piçûk im. Vê dewletê canê însana ji wan stendiye, li gor vê ez çi me ku?

 Tu çûyî Kurdistana azad, li wê derê te tu pêşniyar li ser avakirina tiyatroyeka dewletê, li ser fîlm û wekî din nekir?

– Wan li min nekir, min jî tu teklîf nekir. Ez hîn nû me, ev îş ê bi zeman zelaltir bibin. Ev cara çaran e ez diçim. Gelekî qîmetê didin meriv, ne ku min tenê, didin hunermendan gişan.

– Min bi fikra avakirina tiyatroyeka dewletê pirsî, çimkî organîzasyoneka wiha dezgeyeka wiha ji bo kultura kurdan, ji bo jiyana kulturî û a civakî gelek giring e.

– Bi rastî te destê xwe danî ser kula dilê min. Hesreta min ew e ku em bibin xwedanê tiyatroyeka wiha. Eger National tiyatro, tiyatroya nîştimanî bê danîn ez bi kêfxweşî diçim di nav de ciyê xwe digrim.

Ê bibe, lê wext jê re lazim e, gelek problem hene divê ew dest bavêjinê, meseleya elfabeyê, meseleya zanîngehê û gelek zehmetiyên jiyanê yên din hene. Wan federasyonek danîye, agir li dora wan gurr e, hezar derdê wan heye, hîn meseleyên xwe çareser nekirine, destê xwe davêjïn mesleyên perçeyên din jî. Wext jê re lazim e. Lê ê bibe, ez bi hêvî me ê giş bibin.

– Tu wek jineka kurd a hunermend, lîstikvana tiyatroyê, ku bi muzîkê dibile, di tiytro û fîlman de rol digire, berê ez bipirsim ji alî tirkan de çi asteng derketin ber te? Bi çi çavî li te nihêrtin? Rewşa wan li hemberî te çewa bû, te qet miameleyeka cuda hîs kir?

– Gava ez li tiyatroyê bûm, hevalên min ên rolê, derhêneran tu ferq nedixistin nevberê. Gava rola min dihat, digotin ev rola Rojînê ye, heqê wê ye. Ne ji bo şexsê min, lê di jiyana giştî de carina gotin ji devê wan derdiket, wek şûrekî li dilê meriv xin. Gava kufurek ji gerîlayekî re dikirin  bi meriv nexweş dihat. Di jiyana rojane de meriv neheqî û piçûkxistin hîs dikir, lê ne li ser sahneyê.

– Baş e qet nehat serê te, ku rolek pirtir heqê te ye û nedan te lê dan yeka din. Ji bo ku tu kurd bûyî…

– Hat serê min, lê ne ji ber kurdbûna min. Di jiyana huner de heye, tu zanî carina keçikek û derhêner dibin xwedan peywendiyên taybetî û derhêner bi xatirê wan peywendiyan wê rolê nade meriv, dide ya din. Bi vî awayî hat serê min lê ne ji bo ku ez kurd bûm.

Divê meriv durust û objektîf be. Dive meriv her tiştî ji xwe re neke birîn. Carina hema çi dibe em riya erzan dibînin, dibêjin ji bo ku ez kurd bûm wer bû.

Di nav hunermendan de, bi taybetî hunermendên tiyatroyê de ên ku bi germî û sempatî li kurdan dinêrin hene. Lê sîstem bi xwe cudaxwaz e, ne li rê ye, ne ku kes.

Li derve gelek caran neheqî li min buye ji bo ku ez kurd bûme, lê ne di nava tiyatroyê de. Tu carî kesî ji min renegotiye ku ji bo ku tu kurd î em vê role nadin te.

– Baş e, îja kurd bi xwe, civaka kurd ji Rojîna keça hunermend a kurd re çi dibêjin?

– (Dikene) Tiştên baş jî yên xerab jî hene…

– Qet tê serê te ku tu bêjî “ax ne ji aqilê kurdan buya min ê filan karê han jî filan tiştê han jî bikira”?

– (Dikene) Ez tu carî bi aqilê kurdan nakim, bira li qusûrê nenêrin. Helbet ez guh didim, kurdên zana û rewşenbîr, lê gava ew teng difiikirin ez guh nadim.

Tiştek heye ez dixwazim bi taybetî tu binivîsî. Dibêjin Rojîn bi tirkî stirana dixwîne ji bo qeymaxê ser bixwe, nizanim çi… Ew çi difikirin bira bifikirin, ez riya xwe zanim. Ez zanim ez kî me, baweriya min bi min, bi kurdîtîya min heye.

Heke min bixwesta, min kurdî nexwenda ez dikarîbim bibûma xwedan meqamên bilind, min gelek tişt biserxistaya. Lê wîjdanê min qebûl nekir, min nikarîbû ez xwe bidim paş, min bi kurdî xwend. Kultura malbavê min, terbiya me, têgihîştina me vêya dixwaze. Em kurd in, em nikarin xwe înkar bikin.

Gelek mail tên malpera min, nîvê wan kurd in yên din jî ulkucî ne. Hinek ji kurdan kêfa xwe tînin, dibêjin em serbilind in ku keçeka kurd bi vî awayî muzîkeka modern dixwîne. Dibêjin hûn qedera me diguherin. Hin extiyarên kurd  jî hene dibêjin baş e ku tu bi tirkî jî dixwînî. Bi vî awayî zarokên me berê xwe didin te, em bi te zarokên xwe qezenc dikin. Gunehê zimanan tuneye, yê sîstema heye. Tirkî jî zimanek e. ez li Edenê mezin bûme, ez çi bikim jî ez bi tirkî zanim û xweş zanim.

– Kurdiya te jî ji tirkiya te ne kêmtir e…

– Belê ne kêmtir e, lê divê meriv neşibhe dijminê xwe. Ew dibêjin kurdî qedexe ye, em jî bêjin tirkî qedexe ye, welê nabe.

– Tu keçeka serebest î, di hunerê xwe de jî hunerê te çi ji te bixwaze tu dikî, tu xwe dihejînî, direqisî, serbest tev digerî. Vê serbestiya te çawa tê pêşwazî kirin. Qet kes dibêje ku Rojîn pirr pêş de diçe, ew qas jî nabe, filan…

– Belê dibêjin, ên ku dibêjin hene, dibêjin tu li cilên wê binêre, nizanim çi, lê ez guh nadim wan.

Hin genc jî hene dibêjin ew çima stiranan li ser Apo nabêje, yan li ser Barzanî nabêje, yan li ser serokekî din nabêje. Ew wek mezin, serokê kurda ne, ciyê  wan li ser serê min e. Ew înkar bikin, nekin, tevî başî û xeletiyê wan ez rêz li wan digrim. Bes îşê hunerê ne ew e. Îşê hunerê însan e, hestê însanan e. Jiyan e, dîrok e. Îşe hunerê ne ew e her roj hema kî derket ser kursiyê ez çepikan ji bo wî, roja din ji bo ê din lêxim.

Ez dixwazim hunera min a ne demkî be, dûrûdirêj be. Şexsek hat min jê re li çepikan xist, sibê ê din hat min îjar jî wî re lêxist, ez li ku mam îja, hunerê min li ku ma.

Hinek jî hene dibêjin tu çima stiranên evînê dibêjî. Ma ji evînê xweştir çi heye? Evîn ne tenê evîna jin û mêrtiyê ye, evîna welat jî heye.

– Ma çi zerara evîna însanî heye, ew jî ne aliyekî tebîî ê jiyanê ye?

– Evîna însanî jî tiştekî xweş e, hêjayiyeka bilind e. De hin hebûn ku berî çend salan rexne li min digirtin, îro hatine teqlîda min dikin. Kasetan derdixin, dixwazin bibin wek min.

– Hunerê te pir alî ye. Hem aliyê te yê muzîkê heye hem jî yê hunera tiyatro û sînemayê. Te got ji piçûkayî de jî te dixwest tu rola bilîzî, texlîda însanan bikî. Lê em dibînin tu niha pirtir dixwînî, bi muzîkê dibilî. Gelo înteresa te guherî, îdî tu pir ji muzîkê hez dikî loma, yan îmkan te mecbûr dikin ku tu pirtir berê xwe bidî muzîkê?

– Te destê xwe danî ser birîneka mezin. Pirseka gelek di cî de ye. Tu rastiyê bixwazî mesela îmkanan e.

Carekê rewşa muzîkê û ya tiyatroyê gelek ji hev cuda ne, îmkanên wan pir ferq dikin. Muzîk populer e, rehettir kare xwe bigihîne guhdaran. Aniha tu karî CDya xwe li vir deynî ser, xelk guhdarî bike, bi vî awayî tu xwe bigihînî wan. Lê tiyatro ne wiha ye. Proseseka giran û dirêjtir lazim e ku hunermend û xelk bigihîje hev. Divê tu ba wan kî, li tiyatroyekê wan bicivînî da tu karibî hunerê xwe pêşkêşî wan bikî. Îmkanên fîzîkî, rewşa wê, gelek cuda ye. Ew îmkan tuneye ku ez karibim zêdetir berê xwe bidim tîyatroyê.

Esas ez pirr dixwazim ku li Kurdistanê tiyatroyeka nîştimanî ava bibe, pêk bê, ez herim û bilîzim jî. Lê cardin, muzîk, tu ekîba xwe bigirî tu yê herî Danîmarkayê, herî Polonyayê yan Kurdistanê, lê ka tiyatro wereye? Tu ekîbekê bixwazî bibî derekê, pirr giran e buha ye. Îşê wê gelek zor e.

 Bawer dikim heta niha sê CDyên te derketine. Ya pêşî ”Ya Hep ya hîç” bû, a dudyan ”Sî” ye û pişt re jî ”Jan” derket”.

Di albuma te ya vê dawiyê de stiranek heye; ”Hêja ye”. Belkî stiranên wek vê di yên din de jî hebin lê bala min nekêşabin. Lê di ”Hêja ye” de tiştekî bala min kêşa. Islûbeka ji yên heta niha yên kurdî cudatir tê xwiyakirin. Gerçî ez ne pisporê muzîkê me, lê di ”Hêja ye” de min destpêka mihaweleyeka ber bi ”kanto”yan de dît. Ez dibêjim qey kanto jî di muzîkê de tarzek e. Gelo ev rengvedana kantoyê di ”Hêja ye” de tesaduf e yan bi zanetî te ew tarz derxistiye?

– Him, dibe… Ez nefikirî me. Wek mesela Piccaso ye. Dibêjin li tabloyên wî nihêrtine pirsî ne ku ev tablo çawa ye çi dibêje, wî jî gotiye hema tu çawa dibînî ew wilo ye.

Ez li ser kantotiya wê nefikirîme. Lê dibe ku ji ber tasîra aliyê min ê tiyatroyê ew reng tê de hatibe xwiyakirin.

Em jê re dibêjin etno-popa kurdî. Muzîka ku ez dikim lingê xwe ji bavûkalê xwe neqetandiye, lingek di nav bav û bapîran de ye, yek jî di nav dema niha ya modern de ye. Gavek li paş yek jî li pêş e. Aliyekî wê rep û aliyê din jî etno-pop e, di nav hev de hatiye hûnan.

Lê kanto fikreka nuh e, dibe ku diyardeyeka ber bi wir de be.

– Di gêncîtiya me de li Tirkiyeyê hunermendek habû, Nurhan Damcioglu, tenê wê kanto digot, gelek xweş bûn. Gava min ”Hêja ye”ya te guhdarî kir, kantoyên Nurhan Damcioglu hatin bîra min.

– Belê Nurhan Damcioglu take kantobêja Tirkiyeyê ye. Pişt re kes derneket.

– Geva min ”Hêja ye” guhdarî kir, kêfa min hat, min got welle xweş e, Rojîn ê terza kantoyê têxe muzîka kurdî ê rêberiya wê bike.

– Baş e em derbasî pirseka din bibin.

Em werin ser pêşerojê. Ji alî muzîkê de niha çi li ber destê te ye, çi planên te ji bo pêşerojê hene?

– Ez niha li ser repertuara albuma xwe ya çaran dixebitim. Lê hê jê re wext lazim e, hê nexwiyaye ku ê kengî derkeve. Lê stiranên min hene ku gotin û beste yên min in, ez di wî warî de jî kar dikim, dixwazim wan jî bi awayekî derxim

Pişt re, ez çûm Kurdistanê, ew der deryayeka muzîkê ye. Li Soran, Dîyana em çûn firoşgeheka muzîkê, hata tu bêjî arşiveka mezin li nik wî bû. Got ev 42 du sal in ez bi muzîkê dibilim. Wê rojê heta ji min hat min zêde muzîk kirîn, min 40 kaset dan dagirtin, wî ez bi carekê de dewlemend kirim. Mêrik ji min re got tu dîn î, tu çi yî, min got na ez dixwazim. Min telefona wî jî girt, ez ê pêwendiyan pê re berdewam bikim.

Albuma min a çaran xebateka gelek pirralî ye, projeyeka gelek mezin e, amadeyiyeka pir bi rêkûpêk jê re tê kirin, ne ku tenê li Kurdistanê, em dixwazin ku li dinyayê jî navûdeng bide, têkeve warê navneteweyî jî. Lê ez naxwazim tiştekî li ser bêjim, hîn ew roj nehatiye.

– Tu nikarî wextekî bidî me, heta mehekê, du mehan, yan heta salekê, ê kengî derkeve?

– Ne xwiya ye, heta salekê belkî?

– Navê wê ê çi be?

– Navek di serê min de ye lê ez naxwazim niha bêjim.

– Naveroka wê, çi tê de heye?

– Naveroka wê ê li ser kurda be.

– Ziman çawa ye, ê tenê bi kurdî be yan ji zimanên din jî ê tê de hebin?

– Sponsorên min dixwazin ku tirkî tê de tunebe. Ez jî dixwazim ku tirkî jî tê de hebe. Ji bo min ferq nake, a giring ew e ku ez bi zimanê xwe zanibim û bi zimanê xwe bistirêm, piştî wê ez ne aciz im ku bi zimanên din jî bêjim. Loma bawer dikim ku zimanê albuma min a çarê ê tevîhev be, ne tenê kurdî be.

– Sponsorên te kî ne, em karin wan nas bikin, behsa wan bikin?

– (Dikene) Ew Emiralt Bank heye li Kurdistanê, Seîd Barzanî, Serdar Barzanî ew in… Me nîvî bi nivî li hev kiriye. Ji % 50 ê şirket bistîne %50 jî ew ê bistînin. Ew bi dilxweşî nêzî vê meselê dibin, qîmetê didinê. Gotin çima Şakîra heye li dinyayê, çima hunermendeka kurda tunebe. Bi çavekî wilo li muzîsyena dinêrin, dixwazin alîkariya herkesî bikin. Bi vê minasebetê ez di riya we re dixwazim sipasiyên xwe jî pêşkêşî wan bikim.

– Baş e em werin alî sînemayê. Niha fîlmê we yê ku Hiner Salim derhêneriya wê dike amade dibe. Ji bilî wê tu amadeyiyên te hene gelo?

– Na, halê hazir aniha tiştekî berbiçav tune. Li Tirkiyeyê navê me bi kurdîtiyê derketiye, hin teklîf tên, birastî em naxwazin. Hin jî hene ew xwe dûrî me dikin, ditirsin. Niha maye wilo. Fîlmek heye Niha fîlmek heye li ser Brokan. Wan teklîf kir, hefteya bê em ê biaxivin. Ew ê li ser jiyana eşîreta Birokiyan be, Sean Conerry ê tê de bilîze. Teklîf ji min re hat ku ez rola Xanim Axa a aşîretê bilîzim.

– Yên ku ê fîlm derînin, kurd in yan tirk in?

– Kurd in, budçeyek mezin jê re amade kirine.

– Kurdên Tirkiyeyê ne, yan?..

– Belê kurdên Tirkiyeyê ne. Ji bilî Sean Connery ê artîstên biyanî yên din jî hebin. Lê hefteya bê li Tirkiyeyê em ê hevdu bibînin, ka em bibînin, hîn ne kifş e.

– Rojîn pirsên min ev bûn, mala te ava. Lê heke tu bixwazî di dawiyê de tiştekî bêjî, kerem bike.

– Belê ez dixwazim tiştekî bêjim. Ez dixwazim ji kurdên me teva re bêjim. Em tenê ber bêvila xwe nenêrin, em hebekî dûrtur bibînin. Gava meriv dixwaze tiştekî bike hem pê re pêre qerara xwe nedin, hebekî bi sebir bin, dûrtir bifikirin. Em ji hev hez bikin, em xwedî li hev derkevin. Baweriya min jî ew e ku sedsala 21ê ê bibe sedsala kurdan. Min gelek hêvî û bawerî heye.

– Sipas û serkeftinê di karûbarê te de dixwazim.

– Ez jî gelek sipasî we dikim. Hevpeyivîneka gelek xweş bû.

 

 SPAS ROJIN HER BIJÎ

Rojin, eger tu bi vî awayî dewam bikî tu yê bibî SHAKIRAya kurdan. Hunera ku tu dikî gelek hêja ye. Kilaba te ya “HÊJA YE” jî pir profesionel e.

SERKEFTIN BO TE

Muhsin Keles  2006-01-14

 

Sernivîs : SHAKIRA CIHANÊ   Tarix : 2006-01-14

Şîrove :

Biji Rojin
Ne SHAKIRA ya kurdan divê tu bibî SHAKIRAYA Cihanê.
êdî dewran, dewrana kurdan e. tu di rêyek raste yi. dewam bike.

Yê şîrove kiriye : Cengê Kosret

Sernivîs : Sipas Kek Murad, sipas Rojin!   Tarix : 2006-01-14

Şîrove :

Deste saxbe kek Murad. Ez sipas dikim jibo pesengiya te ya, ji bo pesketina kultura Kurdi. O disa sipas ji bo Hunermenda delal Rojin ku, bi ve muzik a xweya hevdem di nav muzik a Cihan e de cih girtiye!. Ez dixwazin biraninek a xwe di derheqe muzik a Rojin e a HEJA YE de bi xewdevanare parve bikim; bajare ku ez le dijim Radyo ke Hollandi heye ku muzika her welati peskes dike. Le em tim xemginbun, lewra tene muzika me Kurda nedihat peskeskirin. Rojek ez u herdu kuren xwe bi auto a xwe ji bajer dihatin male . Em hin di nav bajerdabun, her ku me bihist, muzika Rojin e HEJA JE le dixe. Taybeti hem ji bo ve muzike u hemji ji bo ku cara yekemine ku em ji radyoya Hollandi muzika Kurdi gohdar dikin, zor keyfa me hat u me xwest ve deme bi hevalek xwere ji parvebikin. Min telefon da heval u min got ka goye xwe bide radyoye muzik a Kurdi dibeje. Dema ku min telefon da, polis min dit u jiminre got xwe bide keleka re. Min ji gotina polis kir u li keleka re sekinim. Polis €140, 00 cezaye bi telefon u axaftine damin. Min ji got ev cara yekemine ku em muzika xwe di radyoya vi welatida gohdar dikin, ji ber ve yeke me ji telefon da hevalen xwe ku ew ji gohdar bikin. O disa min got bila €140,00 feda bibe ji muzik a Kurdire. Tu her biji Rojin!. Em heviya berhemen teyen nu ne…
Yê şîrove kiriye : Gernas Amedi

Sernivîs : Kurdino em Rojîna xwe bikin hunermendeka cîhanî   Tarix : 2006-01-14

Şîrove :

Rojîn bi zanabûna xwe , bi hunera xwe û dilsozîya xwe heq dike ku em hemû kurd alîkarîa wê bikin. De werin ew wê bikin hunermndeka cîhanî da ku ji ciwanên me re bibe îdol ji welatê me re bibibe qasid.
Yê şîrove kiriye : Mihemedê Baravî

Sernivîs : em bi rojin serbilindin!   Tarix : 2006-01-14

Şîrove :

biji Rojin. te asle xwe hunda nekiriye. ger Hunermendek li xwe u diroka xwe biserbilindi xwedi derkeve, we Gel ji le xwedi derkeve u bilind bike. Ez hevidarim he gelek Hunermenden Kurd poze wan ji kiryare Rojin bisewite u bidin ser riyan we.
Yê şîrove kiriye : Nesim tORI

 

Sernivîs : Rojîn em bi te şanazî dikin   Tarix : 2006-01-19

Şîrove :

Bi rastî dema min carekê Rojîn di hevpeyvîneka TV de dît gelek keyfa min pêhat. Ew keçeka kurd a azad û serbilinde a ji teva xweştir, kurdiya wê pir xweş û rewane. To her bijî Rojîn. Îro xewna Ehmedê Xanî hatiye cî û bûye rastî. Dewleta me çêbûye û qedra qelem û hunera me jî hatiye dîtîn. Ez bawrim li bin sîbera azadiya parça başûrê welatê me, wê bi hezaran Rojîn û Belçîm û Huner û Behmen û Hesen wê derkevin û navê Kurd û Kurdistanê li cîhanê bilind bikin. Bijî Kurd.. Bijî Kurdistan.. Bijîn Hunermendên me yên hêja û kurdperwer.
Yê şîrove kiriye : Kêsteyî

Sernivîs : rojin kurdistan   Tarix : 2006-04-29

Şîrove :

kedu emeka xuska rojin de deleminde weke welatemin kurdistan serine ezgeleki be xebata we serbelindim ez hevidarim ewkese xwe kurd bivine alikariya xuska rojin beke her uher te hebi xwedaya min u te ezdaye mezin alikariya te bike
Yê şîrove kiriye : selim.temin@web.de

Sernivîs : Hey Rojina Delalllllll   Tarix : 2006-06-17

Şîrove :

Xwedê te bihêle û alîkarîya te bike. Em bi te ve xweşewist in. Em bi te ve xawên û rûmet in. Ez jî wek te bakurî me. Dengê te yê zelal xweş û zîz geçek xweşik e. Her hebî cana min. Lê her gav jî biçî başurê. Tu girêdayîya me ya ji bakur û heta li başûr. Tu ne wekî stranbêjî kurdî. Ya dinan tu jî dizani li tirkiyê stranê tirkî dibêjin kurdî nabêjin. Ew berjewendfiroşin. Ne mirov in û ne jî kurd in.
Yê şîrove kiriye : Mûşî Bakurî

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s

%d bloggers like this: